27/12/2016

Ku bı rasti ji


Ku bı rasti ji
rastiya tıştan hebûya,
wê her kes bıbûya
layıqê wi ciyê heyi.
Lê em çı bıkın,
dewran dewrana fêlbazan e,
dêk û dolab bûne huner.

Û em ji dı destên wan da
bûne kobay
jı bo cerıbandınê
û dı kûrga wan da
bûne pere
jı bo xerckırınê.

Armancên esil
û daxwazên piroz,
dı destên wan da
bûne zıbl.
Bêndera siyasetê
û awayê xebatê,
vêca bûne sergo
û selexaneya
hêrandına rêhevalan.

2013

Reşbini 4, 1994, pênus, 28,5x21 cm

No comments: