05/07/2011

Hevpeyvina Roşan Lezgin Bı Serhad Bapir Ra -3

[Hevpeyîvîn] Roşan Lezgîn
Beş - III


Roşan Lezgîn: Sipas. Em vegerin ser malbatê. Te jina xwe ya delal çawa nas kir?
Serhad Bapîr: Di sala 1990a da, dema ku hê min zanîngehê dixwend, min keça ku wê di siberojê da bibûya kevanîya min naskir. Kalliopî beşa zireetê ya zanîngehekî teknîkî dixwend. Ew bi xwe ji malbatekî yunanên Pondî tê. Dapîr û bapîrên wê li Pondosê hatine dinê û di sala 1922ya da hatine Yunanîstanê. Di navbera salên 1916-22yan da, 400.000 yunanên Pondî ji alîyê leşkerên dewleta Osmanî va têne kuştinê, an jî di “Amele Taburu”yan û di dema nefîkirinê da têne mehfkirinê. Hêzên tirkan yên ku li Pondosê vê qetlîamê çêkirine û yên ku li binê herema Pondosê, li herema Qoçgirîyê û li derdorê wê 200 gundên kurdan şewitandine û bi dehhezaran kurd kuştine, her eynî hêzên Nûredîn Paşayê tirk bûne.

Hê ji roja pêşî va, min fêrî wê kir ka meriv çewa bi kurmancî dibêje “ez ji te hiz dikim”, herwusa li ser daxwaza min û ya wê, me navekî kurdî yê ku nêzîkî maneya navê Kalliopîyê ye, jê ra peydakir, ev nav “Narîn” bû û ji alîyê malbata min va û carna jî ji alîyê min va her em bi vî navê xîtabê wê dikin. Kêfa wê dihat ku dê û bavê min wekî keçekî xwe û xwişk û birayên min jî bîna xwişkekî xwe bi pê ra didin û distînin.

Min jê ra wusa digot “keçê binêre ez bi zimanê miletê te dizanim û divê tu jî zimanê miletê min fêr bibî”. Ev pêşnîyarîya min xweşê wê çû, wê ji min pirsî “lê ez ê çewa fêrî zimanê te bibim?”. Li Yunanîstanê enstîtuyên dewletan hene ku zimanên van dewletan bi peran fêrî xelqê dikin, her wusa jî gelek dersxaneyên zimanên xerîb hene. Herçiqas di destê min da tu materyalên rêziman an jî gramatîka kurdî tunebûn jî, min bi biryar jê ra gote ku “ez ê kurdî fêrî te bikim”.
Min dixwest bi rêya girtina qedrê zimanê xwe, qedrê xwe û qedrê miletê xwe bigrim. Her miletek bi zimanekî tê naskirinê, ez jî wekî endamê miletekî cihê, divîyabû bi xusûsîyetên xwe yên cihê bihatama naskirinê. Ez ku ji lepê dewleta tirkan filitîbûm û hatibûm Yunanîstanê, divîyabû ku min qedrê ziman û miletê xwe bigirta, di çarçova malbatê da be jî divîyabû min statuyekî di sewîya zimanê yunanî da bida zimanê xwe. Min bawer dikir ku meriv dikare bi vî awayê di xerîbîyê da kurd bimîne, herwusa jî, dêlva ku meriv bê reh û bê bingeh be, meriv bi xwe jî dikaribû bibûya xwedîyê statuyekî.

Em ji malbatekî mezin tên, têkilîyên ku wê jina min û zarokên min bi vê malbata mezin û her wusa bi kultura miletê kurd ra saz bikirina, di serî da bala min dikêşand, ango min dizanibû ku tenê bi rêya zimanê kurdî meriv dikaribû têkilîyên baş û qenc bi kurdan ra danîya. Ji bo jina min zimanê kurdî wê bibiya “pasaport” an jî “vîze”ya têkîlîyên bi cîhana kurdan ra û herwusa jî, ji bo zarokên min wê bibûya “mifte” an jî hacetê danûsitêndinên bi miletê xwe ra. Zarokên min wê hem kurd û hem jî yunan bûna, di rewşa wan da wê avantajekî mezin yê ziman û kultura yunanî hebûya, lewra li Yunanîstanê wê bijîyan û her wê li wir biçûna dibistanê. Her çiqas li derdora me da ne xizmên me û ne jî kurdên kurdîziman hebûn, di çarçova nava malê da be jî divîya bû ku min warekî ji bo zimanê kurdî ava bikira.

Roşan Lezgîn: Ez bawer im min di bîranînên Casimê Celîlê rehmetî, ango bavê kek Celîl û Ordîxanî û wan de xwendibû. Ew jî hîn ku nezewicîye, derheqê ziman û malbatê de, tiştên wekî te difikire, tesewur dike û pêk jî tîne. Belê, tu kerem bike.
Serhad Bapîr: Kalliopî bi zimanê almanî jî baş dizanibû, lê min bi vî zimanî qet nizanibû. Katalogên weşanên ku Enstîtuya Kurdî ya Parîsê difrot li ba min hebûn, min çend kitêbên kurdî ji wir ji xwe ra bi rêya posteyê kirîn. Hin ji wan kitêbên kurdî yên ku min peyda kirin û ku bi rêzimanê kurdî va têkilîdar bûn, ev bûn:
1.Kamuran Bedir Khan, “Le Kurde Sans Peîne- Cours pratîques de la langue kurde”, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, 1989
2.Ferdînand Justî “Kurdîsche Gramatîk”, Sandîg Reprînt Verlag, 1985

Herçî kitêba F. Justî bû, piştî ku gihîşte destê me, me dît ku va ye ew çapa nû ya kitêbekî kevn e, ku cara pêşî di sala 1880 da hatibû nivîsandinê û qet bi kêrî me nehat. Kitêba ku bi kêrî me hat ya K. Bedirxan bû, lê ev kitêb bi zimanên kurdî (kurmancî) û fransî ye û ne ez û ne jî Kalliopî em qet bi zimanê fransî nizanin. Lê ji ber ku di alîkî rûpelan da ders bi zimanê kurdî bûn, ji bo fêrkirina hevala xwe min ji vî alîyê kitêbê îstîfade kir. Her hefteyê hindiktir me dersekî çêdikir û me bi qasî 40 dersan ji vê kitêbê çêkir. Her wusa piştî ku me “Ferhenga Kurdî (Kurmancî) – Almanî” ya Feryad Fazil Omar, ya ku Weşanên “Kurdische Studien Berlin” di sala 1992ya da weşandîye jî ji Almanyayê bi rêya Komkarê ji xwe ra kirî, êdî ferhengekî ku wê carna kêrî me bihata jî kete destê me. Piştî salekî ku me hev naskiribû, dema ku min telefonê mala me ya li Kurdistanê vedikir, êdî Kalliopî jî bi dîya min û bi xwişkên min ra xeber dida. Dema ku di sala 1992ya da em zewicîn wê qederek bi kurmancî dizanibû.

Piştî ku em zewicîn êdî me qet dersan bi hev ra çênekir, lê wê destpêkir û êdî ji xwe ra kitêbên kurdî dixwend. Gelek caran min jî jê ra ji cîlda yeka ya kitêba “Xwençe” ya Zeynelabidîn Zinar, meselok û pêkenok dixwendin. Kitêbên ku wê dixwend, kitêbên ku bi zimanekî sade hatibûn nivîsandin bûn, yên wekî “Kevoka Sipî” ya Firat Cewerî. Dîsa, hinek kitêbên din ku heta niha Kalliopî ji xwe ra xwendine, “Girtî” û “Payiza Dereng” yên Firat Cewerî, “Hêlîn”a Mehmûd Baksî û gelek nivîsên ku li kovara Nûdemê weşîyane.

Berîya ku ez bizewicim, haya min heta dereceyekî ji pirsgirêkên xerîbên ku bi yunanan ra zewicîbûn, hebû. Ev pirsgirêk, yên ku bi ziman, nasname û olê ra têkilîdar bûn. Herçiqas mehra medenî ya ku li bajarvanîyê (beledîye) dihat birandin hebe jî, li vir, ji % 95ên mehran li dêrê da bi anagorê edetên olî têne biramndin. Kalliopî ji malbatekî xristîyan e. Me qerara xwe da ku em ê mehra xwe li bajarvanîyê bibirin. Her wusa, ji ber ku bi îhtîmala mezin wê zarokên me ne li Kurdistanê, lê wê li vir bihatana dinê û wê li vir biçûna mektebê, divîyabû navên hemû zarokên me bi zimanê kurdî bûna, da ku hem ew û hem jî civat bizanibe va ye alîyekî wan ji milet û welatekî cihê tê. Zarokên me wê her du paşnavan, yê “min” û yê jina min bistandana. Her wusa me qerar da ku wê zarokên me “vaftîz” nebûna û heta bibin 18 salî wê “etîketa” tu olî li ser wan tunebûya, piştî ku wê bibûna 18 salî, ku bixwestana çi dihebînin wê ji xwe ra bihebandana. Di jîyana malbatî da me van qerarên xwe pêkanî.

Roşan Lezgîn: Wisa xuya ye ku we li ser her tiştî munaqeşe kirîye, we fikrê xwe eşkera kirîye. We li ser gelek babetên hûrik biryarên biteferuat dane.
Serhad Bapoîr: Rast e. Li xerîbîyê da, di fêrkirina zarokan ya zimanê kurdî da tu tecrubeyên min tunebûn, tenê min bala xwe dabû hin xerîbên ku bi yunanan ra zewicîbûn: Jinên ku ji welatên Asyayê dihatin, wan bi zarokên xwe ra bi zimanê yunanî dipeyvîyan û herwusa, hin jinên ku ji welatên bi hêz yên rojavaya Awrupayê dihatin -wek nimûne Almanya- wan bi zarokên xwe ra bi zimanê xwe xeber didan. Lê ew jin bûn, ez qet leqayê mêrên xerîb nehatibûm ku ew bi zimanê xwe bi zarokên xwe ra xeber didin, kesên ku min ew dîtibûn, bi zimanê yunanî bi zarokên xwe ra dipeyvîyan.

Di sala 1993a da Sîpan, di sala 1998a da Sîyabend û di 2004a da jî Sosin hate dinê. Ji roja çêbûna wan heta niha, min tenê bi kurmancî bi wan ra axaftîye. Bawermendekî dilsoz yê olekî çiqas di bawerîya xwe da bi îstîqrar be, yê min jî, di meseleya zimanê kurdî da ez hewqas bi îstîqrar bûme. Zarokên min qet bi zimanê tirkî nizanin û heta niha min tu carî bi wan ra bi zimanê yunanî jî neaxaftîye. Dema ku ez diçim dibistana wan, da ku ez rewşa dersên wan bipirsim, ez li ber mamosteyê wan jî bi wan ra tenê bi kurmancî dipeyvim, herwusa jî, xeynî kurdî ew bi tu zimanekî din nizanin bi min ra biaxifin.

Di rastîyê da meriv zimanekî hînê zarokên xwe nake, meriv bi kîjan zimanî bi wan ra biaxife, piştî ku zarok parîkî mezin dibin, hingê ew jî dîsa bi wî zimanî bi meriv ra diaxifin. Di malbatekî wekî malbata me da, ku ji du milet û zimanên cihê pêk hatîye, ji bo zarokên vê malbatê, divîyabû her kesekî (dê û bav) bi zimanekî va bihatana girêdan an jî bibûna têkilîdar. Divê di hizra zarokan da her kesekî li beramberê zimanekî bicih bibe. Ango dema ku zarok wê yek ji van du kesan bidîtaya, divîyabû ku xwe bi xwe bi zimanê vî kesî jî “bidîtaya”, wan “kod”ên danûsitandina bi vî kesî ra jî “bidîtîya”. Ku mezin bi îstîqrar bin, ji bo zarokan ev gelek rihet e. Her mezinekî bi zimanekî va tê girêdan û zarok jî bi rêya wî zimanî bi wan ra didin û distînin. Ku di malbatekî da çar zimanên çar kesên cihê (wek nimûne: dê, bav, bapîr û dapîr) hebin, hingê zarok bi rihetî dikarin van her çar zimanan jî fêr bibin. Lê çewa ku min got îstîqrar lazim e, ku îstîqrar tunebe, ango kesekî carna bi vî zimanî û carna jî bi zimanê dî bi zarokan ra bipeyîve, hingê zimanê ku di wê malê da, an jî di wê civatê da serdest e wê bibe zimanê zarokan. Di meseleya ziman da, zarok li rihetîya xwe digerin, lê divê ku mezin jî bi îstîqrar, tenê bi zimanekî bi wan ra biaxifin.

Roşan Lezgîn: Te ev tesbîtên hanê ji pratîka xwe hildan yan ji berê de lêkolîneka te ya wisa hebû?
Serhad Bapîr: Na, hingê min tu lêkolîn di vê meseleyê da nekiribû, lê tenê min tiştek dizanibû, divê ku zarokên min bi zimanê kurdî fêr bibin. Konsantreya min tenê li ser vê meseleyê bû. Min digot ku, çi dibe bila bibe, kî çi dibêje bila bibêje, lê tenê divê ku zarokên min bi kurmancî fêr bibin. Ev zimanê ku ez ji dê û bavê xwe hîn bûbûm divîyabû ku min wek emanetekî pîroz bidaya zarokên xwe. Piştî ku fikr û ramana meriv her ev be, êdî di pratîkê da meriv rê û metodan jî dibîne. Piştî ku di sala 1993ya da Sîpan hate dinê, min ji Swedê çend kitêbên zarokan yên bi zimanê kurdî peyda kirin. Êdî me kir edet, divîyabû ku her şev berîya razanê min jê ra ji van kitêbên bi resimên rengîn yên sipehî, çîrokan bixwenda. Resim ji bo hafiza zarokan rolekî gelek mezin dileyzin, despêkê da min resiman nîşanê wî dida û gotinên çîrokan jî, bi anagorê gotinên ku ew dizane û gotinên rihet şirove dikir û bi vî awayê ji jê ra digot. Dema ku ji ber kar û xebatên min, min nikaribû ji wî ra şevekî çîrokan bigota, hingê kurê min bi israr çîroka xwe dixwest û ez ji bê çareyî deyndar derdiketim, min jê ra digot ku “ez ê sibê ji te ra hewqas rûpelan zêdetir bixweynim” û me li hev dikir. Gelek caran min kitêbên zarokan yên bi zimanê yunanî jî bi zimanê kurdî jê ra digot.

Niha li mala me da beşekî piçûk ya kitêbxaneya malê ji kitêbên zarokan pêktê. Min ji Swed, Fransa û Almanyayê, ji Dîyarbekir û Stenbolê derdorê 80-90 kitêbên zarokan ji bo wan kirîye. Piranîya van kitêban yên weşanên “Apec”, “Nûdem” û “Deng” ê ne. Min piranîya van kitêban ji wan ra xwendîye, li ser daxwaza wan, min hin kitêb dibe ku 20-30 caran ji wan ra xwendine. Sîpan û Sîyabend niha êdî ew bi xwe van çîrokan ji xwe ra dixweynin. Gelek caran min wek “ders” ji Sîpan xwestîye ku naverokên kitêbên ku dixweyne, bi qasî du rûpelan xulasaya wê bi kurdî binivîsîne. Ev metod gelek bi kêrî Sîpan hatîye û ew niha qederek baş bi kurmancî dinivîsîne.

Malxezûrên min, di despêkê da digotin qey wê bi vî awayê di zimanê yunanî yê Sîpan da pirsgirêk peyda bibin û zarok wê her du zimanan tevlîhev bike.
28.12.2009
http://www.zazaki.net/haber/hevpeyvn-bi-serhad-bapr-re-iii-360.htm

Hewar, 2005, teknika tevlihev, 21x14.5cm



Biranin, 2003, grafika rengin lı ser linoliom, 21x11 cm

Nameyeki vekıri: Jı bo berpırsiyarên Diyarbekir.yahoogroups.com ê

Ev nêzikê sê hefte ne ku wun jı mın ra e-mailên koma xwe dışinın. Her 2-3 rojan careki dema ku ez posteya xwe ya elektroniki vedıkım, ez leqayê 30-40 e-mailên koma we têm.

Çewa ku xwıya dıke, endamên komê heri zêde bı zımanê tırki dıfıkırın, dınıvisinın û dıdın û dıstinın. Kesên ku bı zımanê kurdi dınıvisinın gelek gelek kêm ın.
Trajediya me Kurdan ew e ku, asimilasyona ku lı ser me hatiye ferzkırınê gelek normal û tabii dıbinın, ew xwe ji vêca bı rêya otoasimilasyonê, karê zımankuj ya ku dewleta Tırka hê baş temamnekıriye, bıcıhtinın.

Xebata lı hımber asimilasyonê ne xebateki abstrek e, xebateki pratik û ya rastiyê ye. Dema ku Kurd bı zımanê kurdi dıpeyvın, dıxwinın û dınıvisinın, tenê hıngê dıkarın iddıabıkın ku vayê lı dıji asimilasyona zımanê kurdi dertên.

Ciddiyeta wan kesên ku jı ber gelek sedeman bı zımanê kurdi nızanın ji, dı xebata wan ya fêrbûna zımanê kurdi da xwıyadıbe. Kesên ku jı bo fêrbûna zımanê xwe nakevın nav tu xebatê, ew bı zımanê tırki, tenê xızmetê jı bo zıman û kultura Tırkan dıkın. Ev yek zımanê kurdi dı nav cıvata Kurdan da hê ji stûxwar, perişan û baskşıketi dıke.
Her Kurd dıvê hêviya kurdiyeke ideal, zelal û “bılınd”nesekıne, dıvê jı nıha va bı kurdiya ku dızane bıpeyve, bıxweyne û bınıvisine, kurdiya xweş û baş wê paşê hêdi hêdi were.

Dema ku Kurd bı kurdi dıpeyvın, dıxweynın û dınıvisın, hıngê ev tê wê maneyê ku vayê ew dıxwazın Kurd bıminın, politikaya zımankuj ya dewleta Tırkan reddıkın, himê heri bıngehin ya mıletbûna xwe dıparêzın. Bı vi awayê ew dıkarın wek mıleteki xwedi zımaneki serbıxwe, xwedi welateki kevnar û diroki, hemû heq û serbestiyên xwe bıxwazın û bıstinın.

Sıberoja mayin û hebûna zımanê kurdi lı bakûrê Kurdıstanê û lı Tırkiyê dı destê Kurdan da ye, ku Kurd bı awayeki ciddi lı zımanê xwe xwedidernekevın, hıngê her tıştê Kurdan wê bı ber bayê bıkebe, wê bıbın wek Laz û Çerkezên asimilebûyi, hemû iddıayên jı bo sıberoja wan wê pûç û vala bıbe.

Jı ber van sedeman, jı kerema xwe ra êdi e-mailên koma xwe jı mın ra neşinın. Ez naxwazım enerjiya xwe ya xwendınê, bı zımanê tırki yê Kurdên asimilebûyi xercbıkım.

Serhad Bapir
Resam û grafikçêker
Yunanistan