Nîzamettîn Ariç, di vê albuma xwe ya nû da, bi şiroveya xwe ya xweser, bi reng û bêhna dengê xwe, vê carê berê xwe dide warê bav û kalan. Berê xwe da wan berhemên zarok û nevîyên Kurdên Êzidî, yên ku bi zehmetî xwe gihandibûn ber bextê Rusya ya Qeyserî. Ew Kurdên ku hejmara wan jî, bi qasî navçeyekî piçûk yê Kurdistanê ye, di nav şertên hukma Sovyetê ya Ermenistan û Gurcistanê da, ji wan hat ku bêhna miletbûnê bidin û bistînin, bi gelek ervaz û nişîvan va, ev berhemên giranbuha afirandin.
Piştî nifşê
êşxwar û bi xem yên wekî Erebê Şemo, Hecîyê Cindî û Qanatê Kurdo, yên ku di sêwîxaneyan
da mezin bûbûn, lê ewan ku hîmê edebîyata kurdî ya nûjen li Sovyeta berê danîn,
nifşê diduyan yê ku li Ermenistanê hatin dinê, yên wekî Fêrîkê Ûsiv û Eskerê
Boyîk û gelekên din, di warê helbest û berhemên din yên edebîyatê da pêşketin.
Nîzamettîn Ariç,
melodîyên xwe nûjen bi çavkanîyên muzîka kurdî avdide û sentezekî sipehî ya
serketî diafrîne. Albuma “Azadî” mînakekî baş ya vê yekê ye, ku dema helbesta lîrîk
ya bi hêz, bi melodîya muzîka bi kalîte ra têne ba hev, vêca berhemekî çewa
serketî dertê meydanê. Helbestên van her
du helbestvanên me yên hêja, dîsa bi me dide xwiyakirinê ka çewa zimanê xelkê dikare
bibe zimanê helbestên bi naverok û yên bi hêz û çewa ev ziman per û baskên xwe
vedide.
Ez dibêm qê, ev
cara pêşî ye ku Kurdên bakûrê Kurdistanê bersivekî hinde baş û lihevhatî didin
beramberê wê xêr û xweşî û xizmeta ku hunermendên Beşa Kurdî ya Radyoya Êrîvanê
li me kirine. Nîzamettîn Ariçê hêja, li ser navê me Kurdên bakûrê Kurdistanê û
hemû Kurdistanê, ji Kurdên Sovyeta berê, yên ku ziman û kultura xwe parastine ra
dibêje “mala we ava û wun her hebin û biafrînin.”
Ji alîyê dî va,
dema ku em bala xwe didine albuma “Azadî”yê, em dibînin ku Nîzamettîn Ariç şirovekî
nû daye helbesta “Gozel” ya Fêrîkê Ûsiv. Aramê Tîgranê nemir, berê, beşekî mezin
ya vê helbestê bi reng û awayê muzîka xwe, bi navê “Kewa Gozel” kiribû sitran. Ev
sitrana kevn ya Aramê Tîgran, di albûma wî ya bi navê “Serxwebûn Xweş e” (Aydin
Muzîk & Mîr Produktîon), ya ku di sala 1995 a da hatîye qeydkirinê da jî
heye. Lê, çewa ku navê tu helbestvanên ku gotinên sitranên vê albuma ku Aramê Tîgran
afirandîye nehatîye nivîsîn, navê Fêrîkê Ûsiv jî nehatîye nivîsîn.
Vê carê Nîzamettîn
Ariç berê xwe dide vê helbesta Fêrîkê Ûsiv û bi melodîyekî din, bi awayekî din
yê serketî, sitranekî din çêdike. Muzîka vê sitranê hîndek rîthma muzîka Maurîce
Ravel ya bi navê “Bolero” anî bîra min.
Ev cara diduyan e
ku ez leqayê helbestekî têm ku şiroveyên ji hev cihê li serê hatine çêkirin û
bûne du sitranên cihê yên serketî. Xeynî vê helbesta navborî, helbesta dî,
helbesta Cegerxwînê nemir yê bi navê “Sala 1959” e, ku ez dibêm qê pêşî Nîzamettîn
Ariç kirîye sitran û dûra jî Semîr Elî vê helbestê bi awayekî dî, dîsa serketî
kirîye sitranekî din. (Her çiqas ku min di qenelakî televîzyonê ya Kurdan da, vê
sitrana Semîr Elî ya bi vê helbesta Cegerxwîn dîtibe û sehkiribe jî, ez pê nizanim
ka Semîr Elî çi navî li vê sitrana xwe danîye. Min vê sitrana Semîr Elî di YouTube
da jî peydanekir.)
Li kêleka sitranên
serketî yên din, sitrana ku herî zêde tesîr li min kir sitrana “Zarotîya me”
bû, ya ku helbesta wê Eskerê Boyîk nivîsîye. Dibe ku sedem ew be ku zarokatîya
min bi xwe jî kêm zêde di nav feqîrtîyê da derbasbûbû be, lê ez dibêm qê ev
helbesta hanê, hesretî, bêçaretîya mirovan û wek neslekî, zarokatîya me bi xwe ya
wenda, bi awayekî baş dide xwiyakirinê.
Nîzamettîn Ariç bi
stîla muzîka xwe, muzîka kurdî zengîntir kirîye, ew hunermendekî serketî û ronakbîrekî
Kurdistanî yê xwedîyê pîvan, exlaqa sîyasî û karekter e. Ewî hunera xwe nekir xizmeta
partî û hizban û nebû hunermendekî kole. Wî bi serbilindî pîvana hunera xwe bi
xwe çêkir û bi vî awayê hunerekî serketî ji bo milet û welatê xwe avakir. Em wek
milet, bi vê hunera wî ya ku di sewîya bilind da ye, kêfxweş û serbilind in.
Erê, piştî 96
salan, di warê hunerê da be jî, herema Serheda bakûrê Kurdistanê birayên xwe
yên ku hêlîna wan hatibû herimandin himbêz kir. Dema ku çîyayên Agirî û çîyayê
Elegezê destên xwe didin hevdu, hingê berhemên giranbuha yên wekî “Azadî” dertên
meydanê.
30/10/2011
![]() |
Nîzamettîn Ariç, 2016, hibra çînî, 25x17 cm. |
No comments:
Post a Comment