30/10/2008

Serhad: Rewitiya dı Hunera Grafikê da

Ev bûn gelek sal ku ez Serhad nasdıkım, ku baş tê bira mın, dıbe ku panzdeh sal bın. Dı despêkê da, dı atulya Dimitri Konto da xwendakar bû û paşê ji, diploma dıduyan ya grafikê sıtand. Ez nıkarım lı hımberi wi hınde objektif bım, lê ez dıkarım bêjım ku dı dawiyê da, hunera grafikê Serhad jı xwe ra qezançkır. Ez dıbêm qê, dı dawiyê da awayê heri berhemdar û afıriner ya xweifadekırına wi ev bû. Û jı mın bawerbıkın ku, gelek tıştên Serhad hene da ku ew jı me ra bêje. Her wan tıştên ku dıbêje, jiyaye. Serpêhatiyên wi, ne yên derewin ın. Rast ın, weki xwêya şorayiya Derya Ege’yê û toza axa Kurdıstanê. Lewra Serhad dı wi wari da hate dınê, warê êş û derdan, yê ku ev gelek wext e ku dıxwaze hebûna xwe ya dewletbûnê bıdestbıxe.
Dema ku Serhad hat atulya grafikan, hê jı wê çaxê va asoya xwe ya esthetiki avakırıbû û lı wır, bı zaninên nuh yên ku grafikê dıdan, asoya xwe fırehtır kır. Zaninên tekniki û her wusa ji hızrên esthetiki yên anagora kaliteya ku hunera grafikê dıde merıv. Ev qederek wext e ku wi ferhenga xwe ya nigari, ya ku berê xwe daye şıkıl (nigar) û hêza ku jı şıkl tê, hılbıjartiye. Bı hêz û xwurtbûneki wusa ku, hunermend dı warê zelalbûna mesajên xwe da, tu şıki û dudıliyê dı temaşevanên xwe ra nahêle.
Hunera wi bı rengê protestoyi û mırovane ye. Jı ber vê yekê, serpêhatiyên ku ew behsdıke, bûyerên wusa ne ku dı rojên me da ji dıqewımın. Gotına wi me şiyardıke, me lı serpiya dıhêle û jı me ra dubare dıke ku; dema ku ramanên mırovan bı rêzımana huneri tên eşkerekırın, hıngê, armanc ne xeml e, lê perwerdeya ruh e, beşdarbûn û fêmkırına rewşa ku ew pêşniyardıke ye. Berhemên wi tıje hesasiyet û hesret ın û her wusa ji, jı bo sıberojê tıje xewn û daxwaz ın. Manzere yên wi, xwediyê xususiyeteki dramatik ın, ku her yek jı me dıkare fêhmbıke, jı ber ku gundên ku ew çêdıke û pêşkêş dıke, jı mırovan vıtûvala û xali bûne.
Hunermend rêwitiya xwe berdewamdıke. Jı Yunanistana ku lê dıji û dıafırine, ew bı tevi ramanên xwe va, me dıbe ba rastiyan, ew rastiyên dıbe ku me yê tu cari nexwesta wan bıdita û nasbıkıra. Jı bo wi ev rêwiti deyn e û jı bo me ji dıvê bıbe ziyareta piroz.
Nisana 2008 a.
Ksenis Sahinis
Mamosteyê Grafikê ya Zaningeha Aristoteles ya Saloniki.

Gora Mele Seid Çeliker, gorıstana taxa Ortab'a Tetwanê, payiza 2008a.




Salvegera mirina bavê min Mele Seîd Çelîker


Par di rojekî wekî vê rojê da, Mele Seîd Çelîker xatirê xwe ji jîyanê sitand û ji nav me bar kir û çû.

Mele Mihemed Seîd Çelîker
Li ser wefata wî, me wek malbat par vê daxwîyanîyê dabû çapemenîya kurdî:

"Mele Mihemed Seîd Çelîker di sala 1930yan da li gundê Hêlînê, ya girêdayê Silîvana Dîyarbekirê hate dinê. Bav û kalên wî yên mele, ji Cizîra Botan nin. Wî jî, xwendina xwe ya medresê qedand û bû mele, lê belê di mizgeftan da meletîyê nekir. Wî demekê di nav koçerên aşîreta Alikan da meletîyê kir û her wusa ji vê aşîretê, bi keça Hecî Elî ra zewicî. Di dawîya salên 1960an da mala xwe ji Tetwan’a Bedlîs’ê bar kir û bir Silîva, her wusa dîsa di van salan da ji bo 3 salan, ji bo xebatê çû Almanya Federal. Di sala 1974an da mala xwe cardî anî Tetwanê.

Ji ber zordestîya dewleta Tirka, wî di sala 1994an da mala xwe ji welat bar kir û bir Mêrsîn’a Tirkîyê. Di sala 2001an da pêşî mala xwe bir Dîyarbekir’ê û paşê dîsa anî Tetwan’ê. Mele Seîd ev sê sal bûn ku, li pê hev çar caran, li serê xwe da felç lê hatibû, li welat, li Tirkîyê û Swed’ê gelek mehan di nexweşxaneyan da ma. Mele Seîd di 30-10-2007dan li Tetwan’ê xatirê xwe ji jîyanê sitand û ji nav me bar kir û çû. Mele Seîd li goristana taxa Ortab’a Tetwan’ê hate veşartinê.

Mele Seîd hê ji xortanîya xwe da meraqdarê ilim û zanînê bû, jîyana wî di nav lêgerînê da derbas bû. Di xortanîya xwe da, ji bo naskirina Cegerxwîn derbasê Binxet’ê dibe. Wî dizanibû ku, ji bo şîyarbûna miletê me yê bindest û şikestî, wek milet hewcedarîya me bi mirovên xwenda û zana heye, heta jê hat, wî zarokên xwe yên kur û keç da ber xwendinê.

Hizkirina ziman, milet û welatê me li ba Mele Seîd gelek xwirt bû û wî vê hizkirinê da hemû zarokên xwe. Di salên 1970yan pê va û xususî jî, di salên 80 û 90an da, ji ber welatparêzîya zarokên wî, wî jî gelek êş û cefa kişand. Ji alîyê dewleta Tirka va, gelek caran leqayê heqaret û êşkenceyan hat. Her wusa ew jî wek welatparêzekî wêrek beşdarê nav xebatên Kurdewarîyê bû.

Em ji Xwedayê mezin û dilovan hêvîdar in ku wê Mele Seîd bi buhişta xwe şabike.


Em sipasîya hemû merivên xwe, nas û dostan dikin ku, di êş û şîna me da bi me ra bûn, mala wan ava.

Bila serê hemû dilsozên welatê me sax be.

Bila serê miletê Kurd sax be.

Jina Mele Seîd: Fetîha

Zarokên wî: Dr. Celadet, Çîçek, Cîhan, Serhad Bapîr (Evdila), Feysel, Amed, Laleş, Wîldan, Gulageş, Newroz, Rewşan û Îbrahîm."


Li ser gora Mele Seîd Çelîker, payîza 2007an, goristana taxa Ortab'a Tetwan'ê


21/10/2008

Penaber dı Derya Sipi da 2, 2001, grafika bı asit lı ser metal, 32x24.5cm.


Penaber, 2004, grafika lı ser dar û linolium, 70x100cm.


Dema ku Hewara Biraninê ye...

Têkiliya despêkê ya resam û grafikçêker Serhad Bapir bı hunera grafikê ra ne bı awayeki adeti bû, qenebi bı pivan û tecrubeyên hunermendeki Rojavajiyê. Dema ku cara pêşi afıriner têkıli bı vê hunera têrzehmet ra dani, ew ne jı ber sedemên nigari an ji ramanên sıpehitiyê û her wusa ne bı kaxıdên bıdestçêkıri yên bıha û teştên porselan yên asitkırınê, bû. Çewa ew bı xwe ji jı me ra dıbêje, cara pêşi dema ku Serhad qewart, “kola” û çapkır, ev jı hewcedariyê dıhat. Fırarê cunta Tırkan, mecbûr ma da ku sextekari dı nasnameki da çêke û jı bo vê armanca xwe, lı ser perçeki plastikên ku lı zeminên avahiyan radıxın, muhreki qewart. Vê muhra hanê lı ser fotografê xwe çapkır û bı vi awayi, sextekariyê dı nasnameya yeki dın da kır. Bı vê nasnameya sexte, kari ku jı bend û sêncên polisan bıfılıte, welatê xwe Kurdıstanê lı du xwe bıhêle û wek multeciyeki politik bıgıhije Yunanistanê.

Ew tıştê ku Serhad itiraf nake û lı xwe danene- lê her kesê histenık û hassas yê ku bı berhemên wi ra ketiye nav diyalogê, dıkarê bı rıheti pê bıhıse û bıbine- ku hunermend her jı vê defdana mecbûriyetê, berdewamkır ku bıkole û heta nıho hê ji dıkole. Ev, bê guman nıho, êdi ne jı wê hewcedariya parastına hebûna xwe ya fiziki, lê, jı vê hewcedariya parastın û fılıtandına hebûna xwe ya yekane tê, ya ku bı rêya parastına nasnameyê, wê biranin, hızr û ramanên mucadeleyê, daxwaz û xewnên mıletê xwe, pêkbine. Dı neticê da, fılıtandın û parastına wan hemu tıştan e ku- çewa ku şıroveya berhemên wi ji jı me ra eşkere dıke- hunermend wek hêvêna nasnameyê û mafdarbûna hebûna xwe dıbine.

Serhad yek jı wan kesan e ku, dıviyabû ku dı navbera jiyaneki bêdeng û qehrkıri û ya lêgerin û rêya zehmet ya serbestiyê da, hê gelek zu terciha xwe bıkıra. Ew bê ku dudıli bıbe, wi dızanıbû ku bı bıjartına şıverêya dıduya, wi jiyana zehmet ya multecitiyê, êşa bêkesi û tenêtiyê, wendakırına axa bav û bapiran û her wusa nas, dost û merıvên xwe û gelek wendabûnên cûrbecûr yên pıçûk yên dın, yên ku her çıqas jı bo behskırınê pıçûk û bê bıha xwıya dıkın ji, lê ew dermanên jiyana mırov ın, hıldıbıjart. Bê guman, dema ku hunermend dest bı vê rêwitiya xwe dıkır, nıkarıbû hızr bıkıra û bıpiva ka wê roja vegerê kengê be, lewra çewa ku tê zanin, hêvi gelek caran wek wareki ye, ku bı xêra wê mırov xwe jı rastiya sırt û teal dıparêze.

Jı wê roja ku hunermend dest bı rêwitiya xwe kır, hıma bêje ev bistûpênc salın ku derbasbûne. Bistûpênc salên tıje hêvi ku «nostimon imar » (1) êşkence lı giyana wi dıke, dema ku banê xaniyê aileyê dı asoyê da xwıya nake, roja vegera welatê bav û bapiran ku her ku dıçe durtır dıkeve, hıngê, dıbe ku melhema hunerê, êşa dûrbûn û bêrikırınê derman dıke.

Me hewcedariya bı vê kurte jiyannameya wi dit, ku jı bo keseki di bûya wê qet hewce nekıra, jı ber ku em bawerdıkın ku jiyana wi ya derbasbûyi, ra, esl û warê ku Serhad jê hatiye, kılidên muhim yên şırovekırın û bışkavtına berhemên wi ne, her wusa disa em bawerdıkın ku jı bo afırinerê ku em behsa wi dıkın, huner û bilhasa hunera grafiki, ne tenê şabûneki esthetiki, warê ifadekırına hisan, an ji cewabên sedemên hebûnetiyê û lêgerinan e, lê dı eyni demê da sıtargeha rastin û gıhiştına hewarê ye. Hunermend, xwe bı hunera xwe xweyidıke û bı wê zınditır dıbe û bı vi awayi xewna serbestiyê zındi dıhêle û ev xewn ji, dı çerxeki ku herdem xwe avadıke û lıxwedıxe da, jê ra dıbe kaniya gurr ya ilhamê.

Ev e sedem ku Serhad, qenebi wek tema, hergav xwe dıspêre lı kaniya serpêhati û biraninê, da ku jı wır dimenên ku bı baldari ê bı qedreki mezın hatıne parastın, derine. Ew dimenên ku ew, bı rasti û durısti û jıdıl lı ber me datine, ew ne tenê dimenên hesreta dema bori û serpêhatiyê ne, lê heri zêde ew dokumentên rasteqini yên nasnameya wi ne. Ev hewcedariya jiyani ya dokumentkırınê, her beşek afırandınê dıguhırine û dıke abideyeki yekta, ya ku lı hımberê jıbirkırınê dertê, dıbe diyariya piroz ya biranina gışti, alfabeki gıranbuha jı bo kesên alfabenezan, yên ku dıxwazın tarixê fêrbıbın, wusa ku hemu berhemên wi êdi ne qeydkırıneki serpêhatiyeke ferdi ne, lê ew dıbın destaneki nigarkıri, yê ku dı nav kurayiya wext û demê da jı me ra behsa berdewamiya mıletê wi dıkın.

Jı ber vê yekê û lı gel hemu serilêdan û cerıbandınên wi yên dı warê abstrak da ji, bı hızkırıneki xususi ya lı ser sembolizmê, hunera Serhad her zahiri (ditbari) maye. Sembolizma wi jı cıheki deyn sıtandın nine, lê ew jı serpêhati û ifadeya wi bı xwe dertê, bı ısrar, awayeki sabit (bıcıhbûyi) û her wusa ji bı zanin û bı pivaneki nazık ya esthetiki- ku bı vi awayi ew xwe jı mubalaxa, jı zêdetêriyê û bıtırbûnê dıparêze- wê bıkartine. Sembol dı berhemên wi da her gav hebûna xwe dıdın hiskırın. Gelek caran jı wê dera ku merıv lı bendê nine, zêdetır ji, pışti ku bı baldari lênıhêrtına cara dıduyan, ew xwiyadıkın. Wê bêhedi ninbûya ku me bıgota, ku zımanê sembolên wi wek toreki zırav yê zivin hemû berhemên wi hımbêz dıke û her wusa ji danûsıtendın û diyalogeki afırander dı navbera berheman da çêdıke. Bı vi awayi, her çıqas ku hunermend anagorê xususiyeta wan, wê sembolan jı xwe ra hılbıjêre ji, her carekê, ew hewcedariyên wi yên xwe ifadekırınê her gav dıkarın- bı xêra xususiyeta wan yên zelal û xwuya- bıbın pergalên (wasıteyên) mesajên maqûl û dı ci da, xususi bê ku ev bıbe sedem da ku afıriner jı daxwaza xwe ya sereke, ango awayê bıcihanina ramanê xwe paşvagavbavêje.

Dıvê lı vır were gotın ku, jı bo awayê xwe ifadekırınê, hılbıjartına grafikê tena bı serê xwe ji, ne ku dêlva bêhemdê wi be, ev terciheki bı zanebûyi ye, ew tê, da ku xızmeta wê armancê bıke, lewra hunermend dı hunera grafikê da jı xwe ra ifadeya ideal ya ramanên xwe peydakıriye. Jı ber ku, hêjayê gotınê ye ku, çewa ku dı berhemên gelek hunermendan da ji wusa ye, grafik jı bo Serhad ne berdewamiya xebata nigarkariya wi ya dın e, her çend ku hunermend resıman ji çêdıke, grafik kevırê himê afırandına wi ye. Grafikçêker, çewa ku me berê ji destnişankır, bı zanebûni jı awayên pirheboki û mamıki yên hunera nûjen dûrketiye û bı qerar, awayên “xapinoki” yên bı gelek awayi “xwendın” û têgıhiştınê redkıriye, jêhatiye (kariye) ku ew berhemên xwe bıke mızgingıhanê mesajên xwe, ku ew bı aweyeki conkret û awayeki zelal “tên xwendın”, wê nıkarıbûya xeyni grafikê rê û pergaleki çêtır jı xwe ra bıdita, da ku raman û daxwazên xwe eşkerebıke. Dı destên wi da, erê çewa na, her nusxeya çapkıri êdi jı karê “zor û zehmet”, yê bı usıl û rêbaz dertê û dıbe xebateki fılıtandınê, jı ber ku êdi her nusxeya çapkıri hêza manifestoya wi qat bı qat gurrtır û xwırttır dıke.

Motiveki sembolik ku em ê dı berhemên Serhad da bıbinın ku gelek caran tê dubarekırın rêç an ji dewsên tıliyan ın. Ev motiv lı ser pelçıman û qırş û deviyan, lı ser an ji lı pışt bajar û mırovan û dı nav avên tari yên deryayi da xwuyadıke. Ev sembolizma hanê her çıqas fesih be ji hewcedari bı zelalkırına wê heye. Rêçên tıliyan xwedi du maneyan nın û jı awayên ku tên karanin xwıya dıke ku jı bo hunermend bı xwe ji ew dıbın wareki dudıli. Carna lı pışt tê danin da ku alikariya avakırına berhemê bıke û carna ji lı pêş, dı beşa yeka da tê bıcihkırın da ku bı siya xwe ya tehditkar hemu çapê taribıke. Bê guman, erê, çıqas rêçıkên tıliyan eşkeretır xwıyadıkın û dıbın bı ısrar, hıngê têgıhiştın û xwendına tıştên dın ya berhemê ji, hınde zehmettır dıbe.

Rêçên tıliyê, yan dıbın wek ısrar û bıbiranineki berbıçav û naskıri, yan ji lı hımberê zordariya iqtidarê dıbe suçdarkırıneki daimi. Ev xusisiyeta he, ya ku dı rastiya xwe da, delila rasteqini ya yektabûna her mırovi ye, jı aliki va wek çemeki bınerdi lı hımberê bênaviyê (anonim) tê karanin û jı aliyê di va ji, hergav tine bira me ku, mırov û her wusa ji mıletekeki seranser, mumkun e ku jı ber wan xususiyetên xwe yên yekane û berbıçav, zulmê bıbine û bındest were hıştın. Ev trajediya duali, xwıya dıke ku êşa daimi ya hunermend e. Dıvê lı vê derê em bêjın ku, dı her rewş û şerti da, rêça tıliyê, wek motiveki nigari yê berdewami û bêdawi tê pêşkêşkırın, bı vi awayi jı me ra ima dıke ku, her çıqas ku haya me jı wan hebe ji, em nıkarın sınorê nexşeyê bıbinın, lewra hê nexşekêşan temam nebûye.

Her wusa hın motiv hene ku hunermend bı şarezatiya xwe wan dıke wek sembolên gışti. Motiva qulıngê wek nımune, yek jı wan sembolan e ku dı berhemên Serhad da gelek caran tê bıkaranin. Jı bo ku em vê sembolê fêhmbıkın û bıpışkivinın me seri lı hunermend bı xwe da, wi bı axaftın û şırovekırına xwe, me fêri sembolizma vê yekê kır ku, çewa lı welatê wi, mırov bawerdıkın ku qulıng bı xwe ra bıharê tinın. Grafikçêker dı bın tesira şıklê nazık û kubar yê qulıngê da dımine û ev şıkıl destûrdıde wi, da ku ew maneyên ku têkıli bı xwezayi û adetên vi teyri ve gırêdayine lêbıkole, yên wek koçberiyê, veger, kurtedemi (muwaqeti) û hêviyê û her wusa ji maneyên û têkıliyên ku lı aliyê dınê va hene yên wek êsirketın, ısrar, şerê jı bo jiyinê û jiyanê û berxwedanê.

Dı berhemên wi da motiva qulıngê bı gelek awayi têkaranin. Carna refên qulungan, hevalbendi bı rêwitiya mırovan ya zehmet û bı êş ra dıkın. Carna her çıqas dı istiqameta beravaji ya mırovan da bın ji, dımintın (dışıbın) ku ew wek sıtareki meşa mırovan dıparêzın û dıxwazın rewşa mırovan ya ku her dıguhıre, bı bira me binın. Ew xewzan ın, bı me dıdın zanin ku her tıştê ku nıho çêdıbe û dıqewıme ne jı bo hetahetayiyê ye. Ev sozê wi tıştê ye ku guhertın û zıvırandına demsalan, wê bıvê nevê vegerê ji bı xwe ra bine, ev vegera ku hunermend wek qanun dıhesibıne. Disa hın carên dın, qulıng dı wareki mexsûs ne diyar da, cıh û wareki ku pıraniya caran bı bêhntengiyê û bı hın sembolên dın- tavên ronak ên spirali, an ji komên derenceyên balkêş yên ku ber bı asiman va hıldıkışın - hatiye barkırın da, xwıya dıkın. Ew wek fıgurên pak û ronak xwıya dıkın, yên ku jı deşta tari ber bı asiman va dıfırın, an ji dı asimaneki ronak yê honandi da, wek şıklên tari yên ku bı awayê ekspressionisti hatıne çêkırın, xwıya dıkın. Carna jı xwe bawer ber bı asiman va, carna ji jı nızm va, jı asimanê zêdetır, nêzikê erdê va dıfırın. Dı rewşa dıdoya da, bı şıdandına xêzıkan ya lı ser hev û kolandınên bı gelek awayi, atmosfereki bêhnçıkyayi bı me dıde hiskırın, ev rewş bı zelıqandına wan ya lı ser ruyê berhemê, hê ji dıjwartır dıbe.

Ew berhemên wi, yên ku motivên qulıngan bı motivên daran ra- ku ev ji beşek muhim jı mitolojiya ferdi û jı ferhenga morfoplastik ya Serhad e- tevlihevdıbın, gelek balkêş ın. Dema ku ev dıqewıme, dar, ku dı zımanê semboliki ya hunermend da, bı warê bav û bapiran û her wusa ji bı dara kevnar ya despêka jiyanê- ya ku tovên wê despêka hemû hebûnan û hemû mıletan bûn- va tê gırêdan, xwe dıguherine û dıbe zındaneki hovene, ku êdi ew qulıngên bêçare yên ku nıkarın jê bıfılıtın êsirdıgre. Hunermend, bı qabiliyet û hostetiya xwe va, bı simayên ku ber bı aliyên cıhê va dılıvın ra, dramatikbûna berhemê û bılındbûna hisên endişeyi qewitırdıke. Temaşevan, jêtırê ku ew dengê baskvedana teyran sehdıke û bı vi awayi, hunermend dıkare bı awayeki heri neticedar jı me ra behsa mırovan bıke. Em êdi nasdıkın ku, ev tıştê hatiye serê qulıngan- ku ev, jı tıştên ku tên serê mırovan cıhê nine- neheqi, bındesti, êş, pelçıqandına hovane û bêparkırına jı serbestiyê, êdi ne tenê kareki neqanuni û nerewa ye, her wusa ji kareki lı hımberê qanunên xwezayê ye.

Her wusa, berhema bı navê “saxmayin” ji, hêjayê baldariya me ye, lı vır, jı bo careki dın ji, qulıng dıbın xwedi hın xusisiyet û dırûvên mırovan. Ev berhemê hanê dıbe dema heri muhim ya vê yekê ku, çarenıvisa mırovan û çarenıvisa hemû mexluqetên dın yên xwezayê û dınyayê dışıbın hev. Teyr bı hêrs êrişê rayên darê dıkın û bı rık û ısrar dıxwazın serkevın û bıjin. Her beşê berhemê, fıgurên ronak yên qulıngan, dara ku sedema êrişê xwardıbe, tora jı rayên darê ku dıqete, hemû jı me ra behsa mafê parastına hebûnê dıke û bı vi awayê naveroka berhemê dertê pêş.

Bê guman, dı afırandına huneri ya Serhad da kêm caran em ê leqayê hın berheman bên ku, şıkl, bı zaneti lı pêş teknik û naverokê paş va gavavêtiye. Her wusa dimen bı xwe ji, jı bo wi, tenê jıbergırtıneki beşeki rastiyê nine û her wusa nigarkırına quncıkeki xweşık yê welatê wi nine. Dimen dıbın neynıka rewşa ruhê wi, bı aweyeki zelal û fesih ıstıraba hebûniyeta wi nişanê me dıdın û bilhasa hılgırtına barê êş û eziyetan. Çiyayê efsanevi Ararat, gola Wanê, Sura Amedê, xana Eleman, berhemên bı ilham û bı hêz, her çıqas beşên rastiya xwezayi nişanbıdın ji, her wusa jı me ra behsa çirokên ku dı nivronahiya mitolojiyeki da pêçandi ne, dıkın. Efsaneki ku rasterast jı dılê hunermend bı xwe dızê, ku ew esrarengiza neqla nigari ya jı bo hetahetatiyê û şıroveya sembolizma wi bı xwe ye.

Nigarkırına bajarokeki wek nımune, jı nêzikbûneki hêsan ya nigara bajaran zêde û wêdatır e. Manzarayên bajari, bı temaşekırıneki pêşi, daxwaza helbesti ya hunermend nişanê me dıde, lê, ew bı awayeki kûr bı şopa serpêhatiyan û hesretê hatiye avdan û bı vi awayi, bı baştır lê temeaşekırınê, ew dıbe semboleki piroz û mesajeki xef. Lı pışt ronahiya zêrin a berbıêvarê û şıklên wekhev yên bajarokeki ku bı xweşi lı ber tavê hatiye raxıstın, temaşevaneki baldar dıkare awayên zêde “rejisori” yê afıriner bıbine ku, herçıqas ku ew tıştên tên nasin yên, bırû û xwiyaber bıkarbine ji, dı neticeyê da ew raman û endişeyên ku jı tıştên naskıri û adetiyê gelek dûr ın, jı me ra eşkeredıke. Bı temaşekırın û xwendıneki qenc, manzarayên şahane yên ku bı ronahiyê hatıne şuştın, xwe dıguherinın û dıbın pırsên bı êş û ezab. Em jı xwe dıpırsın, gelo lı pışt pencereyên gırti û deriyên bı hışki hatıne radayi çı hatiye veşartın. Gelo ev hacımên kerr, yên sabit û dûrsekıni û bê kırasê jiyanê, çı jı me vedışêrın. Gelo lı pışt vê sıkuneta ku nayê betalkırın û bêdengiya ecêb çı xwe vedışêre. Pırsên ku bı rıheti nıkarın cewabên xwe peydabıkın. Dıbe ku, avahiyên ku bı sebr, hêviya gotına serpêhatiya xwe bûn, çewa ku ew, mırovanên ku dı nav wan da dıminın teqlitbıkın, naxwazın nepeni û sırên xwe eşkerebıkın, dıxwazın xwe bıparêzın. Ku em bıxwazın hındek ronahi bıreşinın ser wê sır’a zehmet a ku baş hatiye veşartin, hıngê dıvê em bı rêya tecrube û serpêhatiyên hunermend, yên ku dı xeyala wi da jı nû ve hatıne avakırın, teşebbus bıkın, lê, dı dawiya dawi da, bêy ku bı awayeki baş zelalbıbe û cewabeki tam were dayin. Dıbe ku, avahiyên bı hışki hatıne radan, jı bo afıriner bı xwe ji qedexe û asê mane.

Dı nav berhemên manzarayi da, hın rêze grafik hene ku, xwıya dıke ku hunermend heyrana asoya vekıri a bêseri û bêber dımine, lewra dı van grafikan da êdi dev jı tasfira hurlênıhêrinê berdıde û awayên ku zêdetır abstrakt ın dıpejırine. Dı rewşa yeka da, ci û war bı ruberên si û ronahiyan tên avakırın, lê dı rewşa dıdoyan ya, şıklên serbest, xêzıkên bı reng û rengên beloq yên plakat hemû bı hev ra bı awayeki çalak beşdarê leyıstoka nigari dıbın û bı vi awayi seranserê berhemê dıhonın. Bê guman, ew ramana ku dı hemû berhemên nigari yên Serhad da heye, xwıya dıke ku dı vanê hanê da ji heye, jı ber ku dı her du rewşan da ji sembolizm wenda nabe, lê dı vanê he da, ew tıştê ku bı rıheti tê naskırın hındek hêza xwe kêmdıke. Lı vır dıvê em bêjın ku, berhemên ku dıkebın nav rêza dıduyan, zêdetır bı hiseki henek û leyistoki xwıyadıkın û jı kompoziyonan bêhneki bereketê belavdıbe, ku hunermend me hinê vê yekê nekıriye. Spiral û çemberên bı heman navendi, leyıstokên bı xêzıkan, rengên nazık û aleqe û baldariyeki mezın jı bo lêkolin û fêhmkırına xususiyeta materyalan û pêkanina tevnê, van berheman jı yên mayin cıhê dıkın û her wusa ji sadebûna zıman û awayê wan xweşıkbûn û delaliya haiku (2) ki dıde wan.

Yek jı unsurên sereke yên hunera Serhad şıklê mırov e û çênedıbıbû ku bı awayeki dın ji bıbûya. Xebata wi, xebateki mırovnavend, dıgıhije û dıbe beyannameki humanist yê rasteqini. Jı bo wi, niyeta wi ya ku bı mırovan ra bıde û bıstine, dıbe sedem da ku şıklê mırov dı hemû berhema wi da bı awayê heri baş were çêkırın, mırov carna bı tena serê xwe û carna ji wek beşeki organik yê hevgırti yê komeki, jı kêmkesan an ji pıraniya caran jı zehfkesan pêkhati, yên ku bı awayeki baş û şıdyayi bı hev ra gırêdayine, xwıyadıkın.

Dema ku şıklên mırovan bı tena serê xwe tên pêşkêşkırın, yan wek suretên tari, yên ku hatıne êşandın, yên ku dı nav egal û cemedanan baş hatıne pêçandın û veşartın yan ji wek figurên ku dı nav komposizyonan da hatıne asêkırın û her wusa ku bêhn lı wan hatiye çıkandın, tên pêşkêşkırın. Dı her du rewşan da ji hatıne westandın û êşandın, yan ji bı hêrs ın, lê tu caran ne stuxwar û ne ji yên wendakıri ne. Ew suretên bêdeng yên sade û hışk, destani ne, lê ev bêdengiya wan jı lehiya gotınan zêdetır dıqêrın. Pıraniya caran lı ser hemû beşên berhemê cihdıgrın û ew zêdetır jın an ji zarok ın û suretên bêhêz yên ku bı dudili ne jı bo eşkerekırına xususiyetên xwe. Hunermend jı ber ku haya wi jı hewcedariyên wan heye, sıtargeheki nermin û parasti yê anonimiyê pêşkêşê wan dıke. Bê guman carna ku ev nerminiya hanê zêdetır heye, hıngê ew dev jı vê lıhevkırına anonimi berdıde. Hıngê suret bı nezaket û payebılındeki nadir (kêmditi), tora demê (wext) dıçırinin û dertên nav meydanê. Ew zêde zındi, nazenin û balkêş ın. Jı wan bêhna axê dıfure û bı çavên mırovê ku em jı zûva hevnasdıkın lı me dınêrın, bı germi û dostani, lê dı eyni demê da bı lêkolini, tu dıbêy qê ew niyeta me dıponıjın. Esaleta wan rê nade wan da ku ew tışteki bıxwazın, lê jı bo wan, qedr û ihtiram bı merdi tên pêşkêşkırın. Ev, jı bo diyariya hisa yektabûnê û gıranbıhatiyê, vegerandına diyariyê ye.

Dı rewşa ku şıklên mırovan bı hev ra wek komeki tên pêşkêşkırın da, ew tıştê ku karekterê berhemê dıde, aliyê istiqametê ye. Mırov her ber bı eyni aliyê va dımeşın, zêdetırê caran jı mılê çepê ber bı aliyê rastê. Lı ser seranserê berhemê cihdıgrın û gelek caran ji beşek jı figura heri paşi tê bırrin, bı vi awayê bı me dıde hiskırın ku vayê hêji dıdome. Meşa mırovan carna ber bı ciheki naskıri va ye, carna ber bı keştiyeki va, carna ji ber bı derenceyeki ku ber bı asiman va hıldıkışe va ye, bê guman, mırov dı nava ne tu cihê da, wek wenda û terkkıri xwıyadıkın. Meşên mırovan gelek caran bı refaqeta qulıngan dıqewımın û her wusa ji rêça tıliyê dıkevın nav komposisyonê, ev unsurên he, çewa ku me berê ji behsa wan kır, dı ifadeya sembolizma Serhad da ciheki gıran dıgrın. Carna dema ku şıklên mırovan wek koman tên çêkırın, hıngê şıkldanina wan ya xususi ji tê xwıyakırın. Xusisiyetên realisti kêm dıbın, şıkl dıbın nigarên ecêb yên weki stûnên jı dumanê, yên ku dıxwazın jı cewherê xwe bıfılıtın.

Hêjayê gotınê ye ku, dı berhemên Serhad da, çewa ku dı minaka “Jına lı nav gundê ku ê were wêrankırın” da ji xwıya dıke, kela ızdıraba hundırê wi tê kedikırın da ku kêri hunereki destani were, hunereki ku aligıriya xwe jı bo mucadeleyê eşkere dıke. Trajediya mıroveki ku bı sıberoja xwe hısiyaye - ne bı awayê metafiziki, lê bı wi awayê ku tecrubeya gelek salan ya serpêhatiya gışti fêrikır- dı rûyê tari ya jına ku dı rêza yekan da cidıgre, xwıya dıke. Jın wek nobedara muhafız tê pêşkêşkırın, nobedara ku her çıqas bı pêvajoya xusrane dızane ji, teslim nabe. Navê berhemê xewzaniyê tine bira mın, pêşhisa temaşavanan teyitdıke (erêdıke). Dıminte (dışıbe) kitabeya lı ser gora qehremaniyê. Awayê avakırına kompozisyonê, dereceya zelal ya bıcihkırına suretê jınê, hem jı aliyê mezınayiyê û hem ji jı aliyê cıh va, beyandıke ku, lı pışt xusrana pêş da, wayê serketın jı dûr va xwıyadıke. Serketına mırovê ku berxwedıde, her çıqas haya wi jı xusrana wi hebe ji.

Dı beşê aliyê di yê vê bıjartınê da, hın berhemên dın hene ku dıvê jı bala me nerevın, lewra dı rewşa wan da niyet êdi nıkare hisan zeftbıke. Ev, ew berhemên he nın ku, meşên mırovan dıgıhijın ber bı keştiyan- semboleki ku dı berhemên Serhad da gelek caran hatiye bıkaranin. Dı van berheman da hunermend xwe dıspêre hisên xwe. Dev jı her daxwaza zeftkırına reşbiniyê- ku hunermend vê yekê wek hiseki stuxwariyê dıbine- tê berdan û bêhêviti zêde û gurrdıbe. Gelek baş xwıya ye ku, dema ku dıbe hewara biranin û serpêhatiyan, ev berhemên hanê çêdıbın. Bı awayê heri dıjwar wan rêzıkên helbestvan tine bira me “tu nıkari ramana multeciyeki, ramana êsireki, ramana mırovê ku ketiye û her tealiyê teamkıriye bıguherini”. Ev wê ramanê sererastdıke ku, her ki ku bûbe multeci, êdi dı hemû jiyana xwe da muhra barê multecitiyê dıxwe. Dı warê nigari da, ev teqina bêsınor ya hêrsê, bı teqinên rasti tên ifadekırın (derbırin). Alavên ku ber bı asiman va hıldıkışın, bı aweyê şêtbûneki rastin, ciyê heri zêde yê berhemê dıgrın, agırê piroz yê nevemır yê Zerdeştiyê tine bira merıv, her wusa leyıstoka reş û sıpi bı şıklgırtınên xwe yên sert, me ber bı şerê serketınê yê tari- ronahiyê yê hetahetayi va dıbın.

Komposizyonên ku jı du yan ji sê şıklan pêktên ji dıkevın nav rêze berhemên bı şıklên mırovan. Ev malbat, yan ji dayıkên ku zarukên xwe dane berdılê xwe ne. Ew, çewa ku dı rewşên dın da ji wusa bû, ber bı ciheki nediyar va dımeşın. Gelek caran, têkıliyên hisi yên ku dı navbera endamên ku komê pêktinın da ku hene, dêlva ku bı awayê beyana nigari be, zêdetır bı navê berhemê tê eşkerekırın, jı ber ku ker kes bı tena serê xwe tê hesıbandın. Her kes dı trajediya xwe da asêmayi, drama xwe dıji, têkıliya yekane ku dı navbera wan da heye û wan bı hev ra wek kom dıgre, xeyni sıûda wan a trajedik ya hevbeş ne tu tıştek dın e. Bı vi awayi, wek nımune dı berhema bı navê “malbat” da, mırov şıdyayi bı destên hev gırtıne, lê tevgera wan dêlva ku ya berhev da cıvandınê be, zêdetır tevgera jı hev dûrketınê ye, her wusa dı berhema bı navê “dê û zarok” da, dê merıv dıbê qê bı tariyê hatiye pêçandın lê zarok, bı bıryar berê xwe dıde ronahiyê.

Me dıxwest, jı ber sedama semboliki, pêşkêşkırına berhemên grafiki yê Serhad me bı du berheman bıgırta, yên ku wek tema nakevın nav tu rêzekomên ku berê me behsawan kıriye; “Bırca Bêdengiyê” û “gora Zerdeşt”. Berhemên yekta, jı ber sedema dokumenta diroki, lı ser qata heri jorê ya piramida sembolizma ku hunermend bıkartine da, ciyê xwe dıgrın. Her çıqas bı rêya van berheman ji grafikçêker têkıliyên xwe yên bı sembolan ra berdewamdıke, lê xwıya dıke ku makesedemên çêkırına van berheman cıhê ne, zêdetır jı nava ruhê tên (instinctive) û merıv dıbê qê bı bê hızri û bê hemdi (subconscious) ne, dêlva ku bı zaneti û bı xêra serpêhatiyan bın. Dı van berheman da hunermend, xwe jı soza aligıriya mucadelêyê dûrdıxe û xwe jı bo aliyê metafızik yên tıştan serbest dıhêle û bı vi awayi dıkare xwe bıgihine sukuneta hetahetayiyê. Hunermend bı xêra van her du abideyên yekta fırsetê bıdestdıxe da ku jı me ra behsa pırsa daimi ya jiyan û mırınê bıke, sembolên ku dı kurahiya dirokê da wendadıbın derdıxe û tine, dema ku Zerdeşti; yek jı olên heri ronak yê dınya kevnar mırovan jı bo karên qenc û pakiyê teşwiqdıkır, jı xwe tenê bı vi awayê dıkarıbû dı şerê dualiyi da, Ahura Mazda, xwedayê qenciyê û xwediyê ronahiyê zora Ehremanê xwedayê xırabiyê û xwediyê taritiyê bıbe.

“Bırca Bêdengiyê”,- berhema ku behsa adetên kevnar yên Mazdaismê dıke, ku ew mecbûrdıhışt da ku mıri jı dınya zındiyan werın derxıstın û danina wan lı ser bırcên bêdeng û xali yê lı serê gıran da ku bırızın- dıbe mezıntırbûna ıstıraba hebûnetiya hunermend. Bı temaşeya vê hacima tari û lal, ya ku dı nava komposizyonê da bılınd dıbe, tırs û saw dıkevın nav dıl û hınavê me û bı dramatiktiya ekspressionisti her hisên xweşi û şabûnê hıldıweşine. Her tışt şahıdiya vê yekê dıkın ku, ew mirê ku lı vê bırcê da ser text e, mırın bı xwe ye, ne mırıneki nenas û jı me dûr, le mırıneki ku her yek jı me hemuyan ra têkılidar e û hebûna me tehditdıke.

Lı hımberê Bırca Bêdengiyê, “Gora Zerdeşt” dısekıne, berhema ku baweriya hunermend bı hêza ronahiyê ra beyandıke. Unsurên komposizyonê, xwıyakırına heremên ronak û yên tari wusa tên destnişankırın ku, ditına temaşevan dı despêkê da dıherıke û dıçe beşa xwarê yê komposizyonê, ku lı wır gor hatiye çêkırın, paşê bı alikariya du şıklên sêkoşeyi ku hatıne danin, berê xwe dıguherine ber bı beşa jor ya berhemê va, ku lı wır taveki (rojeki) geş dıbırıqe. Em fêhmdıkın ku, ew tava ku gora Zerdeşt ronahidıke ne tenê sıtêrkeki ye, lê lı anagorê Avesta’yê ew her ew xwedayê Zerdeştiyê ye ku tariyê ronidıke û dı nav ronahiyê da her tışti dıbine. Ew hêza heri bılınd ya dınyayê, hebûna ku nayêşıkandın, dılê dınyayê û navenda zaninê ye. Dı bınê ronahiya vê tavê da, abide, jı nişaneki-jı gor dıbe nişan- dıbe sembol. Sembola serketına hetahetayi ya ronahiyê.

Ku dı derheqa jiyana Serhad da me tu tıştek nızanibûya ji, bı hêza rastiyê, ifadeyê (derbırinê) û sembolizma xwe, “Bırca Bêdengiyê” û Gora Zerdeşt”, dıkarıbûn ra û esle hunermend jı me ra eşkerebıkırana, jı xwe dı rewşa van berheman da, ew a ku dıke hewar dirok bı xwe ye.

Sıbata 2008 a.

Eleni Kartsaka
Dirokvana hunerê.

(1): «nostimon imar »: Roja xweş, roja piroz. Omiros roja ku Odisseas’ê bê ci û war vedıgere welatê xwe İthaki bı «nostimon imar» bınavdıke.
(2): haiku: Yek jı awayê helbestan yên japoni ye. Bı sê rêzan û panzdeh peyvan, raman bı awayeki sade û zelal tên eşkerekırın.

Wergera jı zımanê yunani: Serhad Bapir.

Vejin, 2005, grafika lı ser linolium bı şirejê, 32x32 cm.


Bajar 3, 2005, grafika lı ser linolium bı şirêjê, 32x32 cm.


Serhad Bapir û Nigarkêşi

Pışti ku, bı rêya e-mail û peywendiyên nıvêski mın û hunermendê Kurd Serhadi hev dû naskıri, em bı hevbeşiyek hunberi nêziki berhemên yek bûn. Ew lı tabloyên mın dınêre û ez ji hêdi hêdi xwe berdıdem kûratiya xiçkêşan (*1) û rengên ku dı şêweyê grafik da lı ser rûyê tabloyi belav kırin. Bı xwe estetika bêtırsi û lıhevhatına belensa xiçên (*2) grafikê û dabeşkırna rengên bedew bala mırovi dıkşine, lewma ez bı hestên xwe yên huneri nêzik kar û berhemên Serhad dıbım, jı bo resamek bı çavên bedewi û bê rehmiya rexneyê lı berhemeki huneri bınêre dıvê hınd pêzaninên vi aliyê huneri lı ba hebın. Ger na, ew ê nıkarıbe bıgihije rastiya afrandnê û mafê her berhemek bê dain. Huner bıxwe pêkhatek pırali ye jı dabeşkırına xiç û rengan ta ku netırsi û ragırtına belansa buşahiya (*3) lı ser rûberê tabloy hemû gereke bên pivankırın.


Tadeyi 2, 1992, grafika rengin ya li ser MDF, 26x33,5 cm.



Qulıng 4, 2005, monotipia (ferçap), 40x50 cm.



Jı aliyê form û naverokê dıvê em wê rastıyê bızanın ku babetê tabloyi lı ser hısabê formê pêk neyê û herwesa form ji lı gori pivanên huneri û felsefeya cwanıyê xwe bıde naskırın, da jı bo binerê tabloy bıbe kareki balkêş û hêdi hêdi mırov ber bı xwe ve rakêşine û kesê rexnegır ji dıvê bıkeve kuratıya wan tiştên dı hundurê hunermendi da bı alikariya metiryalên huneri nişani me dıde. Lı gori ditınên felsefi gelek aliyên huneri yên veşarti hene dıvê kesê rexnegır û jı huneri fêm bıke xwe dahêle van aliyên veşarti û rastiya huneri bêxe berçavan, ez bıxwe jı vi alive lı tabloyên Serhad dınêrım. Estetika kareki huneri rêjeyi ye(nısbi) lewma ez ê hınd caran dı vê çarçûvê da lı van tabloyan bınêrım. Kekê Serhad şıyaye dı berhemên xwe da hem aliyê jıyana Kurdistanê û gelê Kurd bı awayê serhati û rûdanên rojane, bı berdewamiya dirokê ve gırê bıde, herwesa rewşa ku iro gelê Kurd dı herçwar perçeyên Kurdıstanê tê da dıji, bı zımanê huneri nişani hemû cihanê bıde, serhatiyên weke ( Helebçe, komkoji, koçberi, şewat û koştına kesatiyên Kurd yên mina apê Mosa, Cegerxwin, Yelmaz Gunai û…td). Çawan Pikasso û Goya serhıldan û topbarankorına İspanya û Gurnika weke tablo nişani cihanê dıden, wesan Serhad ji dıxwaze van rudanên Kurdistanê bıke tablo û nişani cihanê bıde. Jı ber ku Grafik pêtır xwe dı formên aşkera da dıbine ew ji stilek taybet lı ba hunermend diyar dıke. Rengên sereke weke sor, şin û zer bûne hêvênên tabloyên rengin, ew ji her jı germahıya Kurdıstanê û xwezayê tê hem ji jı germatıya dilê Serhadê hunermend, jı ber ku ew bıxwe lı Akademiya welateki bıngehê şarıstani û pıra dı navbera rojhelat û rojava da dıxwine, carna babetên serhatıyên diroki nişani me dıde û carna ji dıxwaze balnde (*4) bı azadi bıfrın û lı derdura derya û çıya û daran bıfrın. Stêrkên asman û germatıya rojê xwe lı ser ruyê tabloyan belav dıke.

Zozan û Xezal, 1996, grafika rengin lı ser dar, 18x11 cm.


Celadet A. Bedırxan, 2002, grafika bı asit ya lı ser metal û linolium, 15x11 cm.




Cegerxwin 2, grafika bı asit ya lı ser metal û linolium, 32x22 cm.


Jı bo ku hêdi hêdi ew xwe nêzik cihana hunerêrojava bıke dıvbê Abstrakt dı tabloyên wi da xwe bıbine, ev ji gırıngi pêdana formê jı derveye, dûr jı motivên aşkera, dûr jı vegera serhatıyan û dûr jı naverokek aşkera ku bıbe posterek syasi. Ev ji pırsgırêka pıraniya hunermendê Kurd e, ew dıxwaze bıbe navberê rudan û serhatıyên diroki û kesên lı tabloyan mêze dıke.

Jı alıyê portrêtan ve ji sêberê (*5) reş û spi ronahi û sêber derxıstıye hınd caran nıvês yan tipên pêwist bıkaranine, bı nêrina mın ger xet bı karaniban baştır aliyê huneri pêşçav dıbû jı ber ku dıvê temaşevan yan rexnegır hınd hızr dı tabloy da bıket da bıkarit bıkevite diyaloga dı navbera xwe û tabloy da, ger her tışt hunermendi jê ra aşkera kır wê demê hêza huneri wenda dıbe, serkeftına hunermendê me Serhad dı wê da ye ku, bı nermati û nazıki xet kêşane û boşahıya li ser tabloy bı xet û reng û figor pır kırıye, ev ji yeke jı sexletên karê grafiki ku ew bıxwe stila Serhedê hunermend e. Ez bawerım ku bı berdewamiya van karan, hunermendê me Serhad wê bibe naveki geş dı meydana hunerê şêwekarıya kurdi da, bıtaybet dı aliyê grafiki da, ku iro jı her demê pêtır gelê Kurd çaverê dest û tılên hunermendên rengin e û bı afrandınên van berheman em dıkarin cihanek bedew dûr jı kuştin, koçberi û tırsê pêşkeşi gelê xwe bıkin.

Fehmi Balayi
Resam û lêkolinerê hunerê
(*1) Xiçkêşan: Xetkışandın, (xetên ku bı qelemê reş tên kışandın).
(*2) Xiçên: Xetên.
(*3) Buşahiya: Valati (valatiya lı ser ruyê tabloyê).
(*4) Balnde: Teyr.
(*5) Sêberê: Si, sıh (aliyek rohne û yek tari ye).

Têbıni: Kekê Fehmi Balayi vê nıvisa xwe ya jorê bı forma herfên (i) û (î) yê nıvisibû, her wusa dêlva herfa (ç), van her du herfan (ch) û dêlva (ş) ji herfên (sh) bıkaranibû. Mın bı destûra wi, dı van herfan da, guhartınan dı nıvisa wi da çêkır.
Xeyni vana, dı kurmanciya Behdinanê da hın gotın hene ku lı ba me ninın. Mın maneya van gotınan jı wi pırsi û disa bı destûra wi, mın maneyên van gotınan lı bınê vê nıvisê dani.
Jı aliyê di va, dı nav 20 salên afırandına mın a huneri da, heta nıho gelek rexnevanên hunerê û nıviskarên Yunan lı ser hunera mın nıvisine. Ez kêfxweş ım ku vayê, jı bo cara pêşi Kurdeki ji (her wusa resam û lêkolinerê hunerê) bala xwe da hunera mın û lı ser hunera mın ramanên xwe nıvisi. Jı bo vi tışti mala kekê Fehmi Balayi ava.
Serhad Bapir

Bırca Bedengiyê, 2001, grafika lı ser metal bı asit, 22χ31 cm.