31/08/2022

Mêjîyê Kurdan Ji Hev Belav Nebûye

Mamoste Îsmaîl Beşîkçî, di nîvîsên xwe da dema ku behsa salên 1920an dike, ew serdema ku Kurd û Kurdistan’ê dikin 4 perçe, parve dikin û bindest dikin, gelek caran hevokekî dubare dike. Ev raman hima bêje di hemû pirtûkên wî yên piştî sala 1990î da û di piranîya nivîsên wî da heye: “vê yekê encamekî wekî perçekirina îskelet û ji hev belav kirina mêjîyê mirov anî serê Kurdan,”.  Ev zû va ye ku ez wusa nafikirim û ev ramana Beşîkçî ji min ra şaş tê. Min van fikrên xwe di sohbeta me ya di 18 Hezîrana 2022 ya da li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî da, jê ra got.

4=1, 2001, grafîka li ser metal, 25x16,5 cm.

Çewa ku em dizanin, dema îskeletê miroveki were perçekirin, ji bo wi kesi rewşekî gelek xirab peydadibe. Ev dema ku ev ji bo miletek û welatek çêbibe, ev felaketekî mezin e, lê ev milet û welat bi têkoşinê dikare xwe azad bike û yekîtîya milet û welatê xwe pêkbîne. Di warê tibbî da da jî perçebûna îskeletê, felaketî mezin e ji bo mirov, lê di tibbê da êdî heta dereceyekî hestîyên îskeletê dîsa bi hev ra tê kejilandin, perçên sûnî yên çêkirî jî dikarın rolekî pozîtîf bileyzin. Di encamê da mirov heta dereceyekî dikare bi ser xwe va were. Ku em ji bo Kurd û Kurdistanê bifikirin, perçe kirin û parve kirina Kurdistanê, sinorên ku li ser laşê netewe û welat hatine dayîn, nefîkirinên mecbûrî, guhertına demografîyê û jenosîd, meriv dikare bêje ku ev hemû dikarin bibin minakên perçebûna îskeletê.

Lê ji hev belav kirin an jî perçe kirina mêjî ne wusa ye. Du fonksîyonên mêjî hene: Wek cîyê afirandina hizr û ramanê û wek ciyê kontrolê, ango hemû liv û tevgera laşê mirov ji wir tê rêvabirin.

Bihar, 2004, grafîka rengîn li ser lînoleum,17x11 cm.

Ku em ji bo Kurdan, di fonksîyona  yeka da  bala xwe bidin “ji hev belav kirina mêjîyê mirov”, piştî perçe kirin û parve kirina Kurd û Kurdistanê jî, fikra azadî û serxwebûna Kurdistanê di nav Kurdan da her zindî maye. Kurdan bindestî û bêstatubûnê qet nepejirandine û di her firsetê da bi fikr û ramanên netewî serîhildane. Serhildan û berxwedanên Pîran, Agirî, Dêrsîm, rêxistina Hoybûn’ê, tecrubeya Komara Kurdistan, avakirina PDK’yan (ya Îran û İraqê), Şoreşa îlonê, avakirina rêxistinên sîyasî li her çar perçeyên Kurdistanê û hwd. nîşana vî mêjîyê aktîv û ji hev belav nebûna mêjîyê Kurdan e. Di warê weşangerîyê da kovarên Gelawêj, Hawar, kovar û rojnameya Kurdistan (Mahabad) û hwd. nîşana vê çalakîya mêjîyê Kurdan yê zindî ye.

Di di fonksîyona didoya da mêjî, ango rêvebirina hemû liv û tevgera laşê mirov, ku mêjî ji hev were perçekirin êdî laşê mirov di felçê da ye. Dibe ku heta demekî din jî di bin kontrolê da bikaribe bijî, lê ne haya wî ji derdorê heye û ne jî dikare ramanan biafrîne. Di warê tibbê da mejîyê ku hatîye perçekirin nayê tedawî kirin, ew kes di demekî kin da mehkûmê mirinê ye. Ku em anagorê vê fonksîyona didoyan ya mêjî bifikirin, hingê Kurd ê qet dîsa ranebin ser pîya ê negihîjin azadî û serxwebûna xwe, ew mehkûmê mirinê ne.

Dildar, 2016, pênus, 34x24,5 cm.

Di rastîyê da Kurd wek netewe civatekî pir çalak û dinamîk in. Di vê 100 salîya bindestî û perçebûna xwe da, vê statûya koletîyê qet nepejirandine, her berxwe dane. Rêxistin û sazîyan avakirine, nivîskar, hunermend, sîyasetvan ji nav wan derketine û agirê çiraya netewî her pêketî maye. Di şertên lihevhatî da karibûne gavên giring bavêjin (Komara Kurdistan, federasyona başûrê Kurdistanê û heta dereceyekî jî başûrê rojavayê Kurdistanê. Di sala 2017a da pêkhatina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya serketî bi me dide zanîn ku di şertên lihevhatî da Kurd alaya daxwazên xwe digihîjînin lûtkeya herî bilind. Bê guman mêjîjekî ji hev belavbûyî nikare bibe xwedîyê van daxwaz û pratîkan.

Bijî Kurdistan, 1993, penusa rengîn, 29x21 cm.

Ji alîyê dî va, ku Kurd bipejirînin ku vayê “mêjîyê wan ji hev hatîye belavkirin”, ev yek di warê moral, danîna armancên sîyasî û perspektîva aso û siberojekî ronak (ku ew jî azadî û serxwebûn e) da, ê bandorekî gelek negatîf li Kurdan bike. Di her warê jîyanê da divê daxwaz û pratîka Kurdan ber bi geşbînîya serketinê va be: Wek netewe û wek welat, em ê jî wek netew û welatên azad û serbixwe yê cîhanê bigihîjin mirazê xwe. Mêjîyekî serwext û aktîv dikare bibe xwedîyê vê armancê. Ez li vir mêjîyê Kurdan, ango tevgera ronakbirî û sîyasîya Kurdan idealîze nakim, bê guman gelek alîyên qels, şaşîtî û kêmasîyên me jî hene. 

29/08/2022

Hesabên Dagirkeran Şaş Derket

92 sal berê, piştî şikestina serhildana Agirî û jenosîda li Gelîyê Zîlanê, di rojnameyên Tirka da karîkaturekî hate weşandin. Di vê karîkaturê da taswîra her du çîyayên Agirî hatine çêkirinê, di rêza pêş da Agirîyê mezin heye û li serê jî kêlekî mezin yê gorê heye. Li ser vê kêlê bi zimanê tirkî wusa dinivîse “Kurdistana xeyalî li vê derê hatîye defn kirin”.

Hesabên dagirkerên Tirk rast derneketin, Kurdan ne dev ji Kurdbûna xwe berdan û ne dev jî doza Kurdistana xwe. Di şertên lihevhatî da, çewa ku di Referandûma Serxwebûna Kurdistanê (2017) da jî xwuya bû, ji hemû cîhanê ra bi zelalî gotin ka Kurd çi dixwazin.

Ne bi karikaturekî, lê bi şiyan û çelengîya xwe, 9 endamên Federasyona Çîyagerên Kurdistanê alaya Kurdistanê li serê gopîtka çîyayê Agirîyê Mezin bilind kirin (5.137 metre).

Dema ku ezîza ber dilê me, çîyagera Kurd Dîlan Qadirî di 22yê Tebaxa 2022ya da ala rengîn di dest da, li serê çîyayê Agirî qêrîya û got “bijî Kurd, bijî Kurdistan”, ewê daxwaza me hemû Kurdan got: Ji bo Kurd û Kurdistan karibin bijîn, divê ku Kurd serbest bibin û bibin xwedîyê welatê xwe, ev jî, ji xwe Kurdistana serbixwe ye.



         

Çîyagera Kurd Dîlan Qadirî li ser li serê gopîtka çîyayê Agirîyê Mezin


               
 
Endamên Federasyona Çîyagerên Kurdistanê li serê gopîtka çîyayê Agirîyê Mezin


                      

               Ji rojnameya Tirka "Milliyet", 19ê îlona 1930