13/12/2014

Resam û nivîskarê Yunan Kostas Laxas mir.

Kostas Laxas di sala 1936an da hate dinê, dê û bavê wî ji Yunanên Pondosê bûn û ji wir hatibûn Yunanîstanê. Wî di sala 1962yan da pêşengeha xweya pêşî ya resiman pêkanî û ji hingê heta van salên dawîyê, gelek pêşengehên din yên berhemên xwe pêkanî. Wî ji sala 1972yan heta 1986an Galerîya “Koxlîas” birêve dibir û ji sala 1987an heta 1995an rêvebirê “Navenda Kulturî ya Vellîdîu”yê bû.

3 pirtûkên Kostas Laxas hatine weşandinê, wî ji bo pirtûka xwe ya bi navê “Hîndekarîya li ser Xîzdankê” di sala 1994an da Xelata Çîroka ya Dewletê wergirt.

Ji sala 1987an û pêva hevaltîyekî min yê xwirt bi Kostas Laxas ra hebû. Di sala 1997a da ji bo kataloga pêşengeha min a yeka, ku min bi zimanên yunanî û kurdîya kurmancî weşandibû, wî wek pêşgotin- rexne, ramanên xwe nivîsî. Min vê nîvîsa wî wergerand ser kurmancî û ev nivîs di gelek kovarên kurdî da hate belav kirinê.

Kostas Laxas di 10/12/2014 da, di 78 salîya xwe da piştî nexweşîya gelek mehan ya pençeşêrê li bajarê Thessalonîkî da mir û li vî bajarî hate veşartin.

Kostas Laxas dost û dilxwazekî doza serxwebûna miletê Kurd bû.

Resam û nivîskarê Yunan Kostas Laxas (1936-2014)