16/03/2009

Du gotin û çend pirsên li ser Helebçeyê

Helebçe, 2002, lîthografîa, 30X40 cm.

Helebçe bûye sembola zulma ku li Kurdan tê kirin û trajedîya Kurdan. Bê guman ji alîyê dewletên dagirker va, tevdakuştinên ku ji ya Helebçeyê mezintir jî hatine kirin. Di navbera salên 1920 an heta sala 1938an da, ji alîyê dewleta Tirkan a kemalîst va qetlîamên gelek mezin li Kurdan hatin kirin, wek qetlîamên Qoçgirî, Zîlan û Dêrsîmê.

Lê belê Helebçe û bi awayekî giştî Operasyonên Enfalê, li demekê rast hat ku hizra netewî di nav me Kurdan da êdî şax vedabû û ber bi geşbûnê va diçû. Piranîya Kurdên xwedî hizra netewî, bi çavên xwe dîmenên kîmya barankirina Helebçeyê û kuştina xelkê sivîl dîtine. Wê demê ev dîmen kêm be jî di çapemenîya cîhanê da jî hatin weşandin. Her wusa bi sedhezaran Kurdên başûrê Kurdistanê ji ber bombabarankirina kîmyayî xwe li sinorên sûnî xistin.Em hemû bûn şahidên vê trajedîya Kurdan.
Ji ber van sedaman Helebçe bû roja şînê û roja çalakîyên li himberê zulm û bindestîya Kurdan. Helebçe, Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê zêdetir gihande hev, em hemu baştir têgihiştin ku em wek milet, bi tehlûkeyên bi çi rengî va bi rûbirû ne, çarenivîs û qedara me hemû Kurdan, me hemûyan aleqeder dike. Em wek milet di şînê da hevparin.

Helebçe, 1989, grafîka li ser lînolîum, 12,5x22 cm.

Min van gotinên jorê di 5/3/2005an da nivîsîbû û di malpera http://www.dengedondurma.com/ hatibû weşandin. İroj, tiştekî dinê ku ez li van gotinên xwe zêde bikim tunîne. Lê li ser Helebçeyê hin pirs û şikên min hene, ku ez bi xwe jî cewaba van pirsan baş nizanim û bi aweyekî baş ronîkirina van şikan jî ji min nayê:

1- Di nava şerê İran û Îraqê da, gelo ji bo şerê pêşmergetîyê çiqas hewcedarî bi kontrolkirin û filitandina bajerekî wekî Helebçeyê hebû? Nifûsa Helebçeyê derdora 70 hezar kesî bû, bajarekî hinde mezin wê çewa û bi kîjan awayî ji xezeba dijmin bihata parastin? Bajarekî ku meriv nikaribe wê biparêze, wê meriv çima ji dijminekî hinde hov bifilitîne û têxe bin kontrola xwe? Em dizanin ku berîya Helebçeyê, rejîma dîktator ya Îraqê li himberê hin deverên Behdînan jî çekên kîmyayî bi kar anîbû. Gelo rola rejima İranê di meseleya Helebçeyê da çi bû?

2- Piştî sala 1991an, çima li devera Hewremanê (ku bajarê Helebçeyê bajarekî sereke yê vê deverê ye) hêzên îslamî bûn serdest û kontrolkirina vê heremê girtin destê xwe? Divê ku em jibîr nekin ku ew bi salan bû ku li kêlaka her du hukumetên PDK û YNK, li vê deverê hukumeta îslamîstên Kurd hebû. Gelo çi bûn sedem ku li vê deverê îslamîst xwirt bibin û heremekî mezin bikin bin kontrola xwe? Piştî şerê YNK û îslamîstan, ev hukumeta îslamî û bîlhasa piştî sala 2003yan, şaxên vê hukumeta îslamî yên terorîst êdî heremê kontrol nakin. Gelo çi bi vê hêzê hat û heta kîjan dereceyî wan hêza xwe di nav xelkê vê deverê da parastîye?

3- Di salên 2006 û 2007an da, li himberê îdareya Kurdî, li gelek bajarên Kurdistanê da xwepêşandanên kîndar yên îslamîstên Kurd çêbûn. Li bajarê Helebçeyê, di dema xwepêşandana îslamîstên Kurd da abîdeya bîranîna tevdakuştina Helebçeyê hate şewitandin. Gelo sedemên vê dijberî û reaksîyona li himberê vê abîdeyê çi bûn?
Helebçe, 1990, grafîka li ser lînolîum ku hatîye bi rengkirin, 17x23 cm.

4- Ev 18 salin ku beşekî mezin ya başûra Kurdistanê û her wusa ev gelek sal in ku bajarê Helebçeyê di bin kontrola hêzên Kurdan da ye. Gelo heta kîjan dereceyî birînên vê tevdakuştina bi çekên kîmyayî hatin kewandin û pêçandin? Xelkê ku ne nêzîk û ne girêdayî rêvebirên partîyên Kurdan e (ku piranîya xelkê dikebin vê kategorîyê), gelo bi kîjan çavî li rewşa xwe û li rewşa zengînên derdora YNK û PDK dinêrin? Gelo hin kes û derdor, li ser êş, kuştin û wêranbûna xelkê Helebçeyê û her wusa li ser xelkê tevayîya başûrê Kurdistanê, di nav sîstema bertîl û hîlekarîyê da zengîn bûn?

Gelo li himberê hukumet an jî sîstema PDK û YNK, partîyên îslamî yên Kurd rola muhalefetê dileyzin û êdî ev partî bi hêza xwe dikarin hin daxwazên xwe li ser îdareya Kurdî ferzbikin? Di qebûlkirina “qanûna pir jin anînê”, di ne qedexekirina “sunetkirina keçan”, di hebûna qanûnên din yên li himberê wekhevîya jin û mêran, di ne qebûlkirina alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî da, rola van hêzên îslamî çiye?
Yek ji 5000an, 1989, grafîka bi asît li ser metal,14,5x14,5 cm.

5- Gelo heta kîjan dereceyî bi awayekî zanistî û akademîkî lêkolîn li ser tevdakuştina bi çekên kîmyayî yê xelkê Helebçeyê û bi awayê giştî Operasyonên Enfalê, hatin çêkirin? Gelo lêkolînên psîkolojîk, sosyolojîk, ekonomîk, sîyasî û beşên dinê yên zanistîyê divê ne karê zanîngehên Kurdistanê be? Gelo arşîvkirina dokumentên van jenosîdan di kîjan sewîyê da ye?

6- Hevkarên dîktator Seddam yên Kurd, bi gotinekî din çehş û bîlhasa serokçehş, di pêvajoya Operasyonên Enfalê da çi rolê leyistin? Ew niha li kê derê ne û xwedî kîjan statuyê ne? Gelo wê Kurd karibin di neynika dîrokê da, bi awayekî objektîf li “bejn û bala” xwe binêrin? An wê bêjin “tiştê çû nede dû”?
Zarokekî ji Helebçeyê, 1989, grafîka bi asît li ser metal,14,5x14,5 cm.

7- Gelo çima hukumeta başûra Kurdistanê li herema Hewremanê û her wusa li Helebçeyê perwerdeya bi zaravayê hewramanî qedexe kirîye? Çima divê ku Hewramanî soranîze û asîmîle bibin? Gelo çewa meriv dikare zulma ku zaravayê soranî li ser Kurmancên Behdînan û li ser xelkê Hewremanê dike rewa bibîne?

Min got, yên min pirs û şik in, ku ez bi xwe jî cewaba van pirsan baş nizanim û bi awayekî baş ronîkirina van şikan jî ji min nayê. Lê ez dibêm qê, ku carna meriv pirsên ku cewaba wan nizane jî bike baş e.
16 ê adara 2009 a.

No comments: