27/09/2017

Kurdan jı bo Serxwebûna Kurdıstanê Bıryara Xwe Dan




Kurdan bı tevi pêkhateyên netewi û oli yên başûrê Kurdıstanê dı referandûma ku dı 25 ê İlona 2017 da pêkhat, dengê xwe jı bo serxwebûnêa Kurdıstanê dan.

Her çıqas tehditên Iraq û her sê dewletên dın yên diktator û raşist yên dagırkerên Kurdıstanê (Tırkiye, İran û Suriye) hebûn ji, Kurd bı şayi û bı xwedi bıryarbûneki mezın çûn ser sındoqên dengdanê.

İroj Komisyona Bılınd ya Serbıxwe ya Hılbıjartınan û Referandûma Kurdıstanê encemên pêş yên referandûma serxwebûna Kurdıstanê eşkerekır.

Beşdarbûna dı referandûmê da dı rêjeya % 72,16 bûye. Jı % 92,73 dengên ku rast hatıne bıkaraninin jı bo “Belê” ya jı bo serxwebûna başûrê Kurdıstanê bûne û jı %7,27 dengan ji jı bo “Na” bûne.

Kurd hêvidar ın ku dewletên mezın û rêxıstınên navnetewi bıbın navbeynkar da ku dewleta Iraqê qebûl bıke, da ku Kurdıstan bı awayê diyalog û aştiyane jı Iraqê veqete.

Her wusa em Kurd pışti bıkaranina vi mafê xwe yê rewa û xwezayi yê çarenıvisêyê, hêviya pıştgıri û hevkariya cıvata navnetewi ne.

Kurd xwedi bıryar ın ku bı her awayi û bı her bedeli vê serketına mezın ya referandûmê bıparêzın û serxwebûna Kurdıstanê pêkbinın.

Dı meşa Kurdan ya ber bı serxwebûna Kurdıstanê da, referandûm gava pêşi û her wusa ji gava mezın bû, ev roja wan ya mezın ji wê dereng nemine.

24/09/2017

Kurd Jı Bo Serxwebûna Başûrê Kurdıstanê Bıryara Xwe Dıdın.



Kurd bı tevi hemû kêmnetewe û xwediyên olên cıhê yên beşa başûrê Kurdıstanê, sıbê 25 ê İlona 2017 da jı bo mafê xwe yê xwezayi û xwediyar yê jı bo çarenıvisa xwe, dıçın referandûmê. Ango, dıçın ser sındoqên dengdanê jı bo bıdestxıstına serxwebûna başûrê Kurdıstanê jı wê dewleta Iraqê ya sûni û jıhevketi ya ku dı nav şerê mezhebi da dıgevıze.

Ev beşa Kurdıstanê xwediyê rûbereke ku bı qasi rûberê dewleta Awusturya an ji Komara Çek e û xwediyê 8-9 milyon nışteciyi ye.

Ew status quo ya ku dı sala 1923 ya da hêzên emperyalistên xwırt yên hıngê (İngiltere û Fransa) bı hevkariya her du dewletên kolonyalist û nıjadperestên heremê (Tırkiya Mustafa Kemal û Farısistana Şah) bı peymana Lozanê lı ser Kurdan û Kurdıstanê ferzkırın, nıha êdi jıhevdıkebe û hıldıweşe.

Serxwebûna vê beşê Kurdıstanê, dı pêvajoya xebata mıletê Kurd ya jı bo Kurdıstana yekbûyi û serbıxwe da gava pêşi ye. Ev despêk e û wê dumayik were.

Belê jı bo çarenıvisê!

Belê jı bo serxwebûna Kurdıstanê!


Xwepêşandana jı bo pıştgıriya Serxwebûna Kurdıstanê, Hewlêr 22-9-2017 Foto: Seid Veroj 


Xwepêşandana jı bo pıştgıriya Serxwebûna Kurdıstanê, Hewlêr 22-9-2017 Foto: Kurdistan 24


10/01/2017

Ez


Ku mezınati ji hebe ez ım
û zanin ji hebe ez ım.
Diroka xwe,
ez bı xwe dınıvisinım
û serê her deqeyi,
ez jı nû va dizayn dıkım.

Ez aşvan ım
û her dıhêrım,
aqûbeta her kesê lı dora mın,
jı bo mın genım e.
Ev nanê ku jı vi arvani dertê,
naneki piroz e,
ev e sedema mezınbûna mın.

Ki çı dıbê, bıla bıbê,
Ez dıkarım her aşvan
û xwediyê
vi nanê piroz bım.
De lı hımberê mın
werın secdeyê.
Ez ım hebûna we,
lewra bêy vi nanê piroz,
wun ne tu tışteki ne.

20/6/2012 

Kompozisyon, 2014, hıbra çini, 18x13 cm

09/01/2017

Qertên Sersalê

Piştî ku di sala 1987an da ez ketim Akademîya Hunerên Spehî, piştî salekî - du salan, min destpêkir ji nivîskar, weşanger û ji hin nas û dostan ra û her wusa jî, ji xwişk û birayên xwe ra qertên sersalê şand. Di despêkê da min wan qertan bi hibra çînî çêdikir, ango her qert bi nîgarekî cuda bû û min wan libo libo bi destan çêdikir. Hingê, min dixwest bi rêya van berhemên xwe yên hunerî ra, bi van kes û sazîyan ra bikebim nav têkilîyê. Wan bi hunera xwe bidime nasîn û her wusa bi vê dîyarîya berhemeka hunerî, wan bi hunera nîgarî ra bikim têkilîdar. Vêca, da ku hunerê vê carê bi destê xwendekarekî hunera nîgarî nas bikin, bi ferqa ku di navbera berhemekî hunerî û afîş, an jî qertekî ofsetê ya çapkirî da heye, bihisin.

Her wusa, dîsa gelek caran, bi munasebeta serîlêdanan, min gelek berhemên xwe yên orjînal dîyarîya nas û dostan xwe kirîye. Nîyeta min her ew bû ku, ew bi hunera xweser bihisin û bi vî awayî bila hunera orjînal bikebe nav jîyana wan. Bi vî awayî, bere – bere bi çavekî din li hunera nîgarî binêrin û bala xwe bidine berhemên hunermendên Kurd.

Min di sala 1992 ya da Akademîya xwe qedand, lê min vî kurmê xwe heta sala 2006an, her domand.

Di sala 1997an û pê va, vêca min destpêkir û ji bo her sersalê grafîkekî xweser çêkir. Ev grafîk her car bi nîgarekî wek mînak, Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Birca Zenbîlfiroş û bi gelekên din bûn. Min van grafîkên xwe, bi tîrajekî di navbera 20 - 26 liban da, bi destan çap dikir. Ango, min bi van hejmaran grafîkên orjînal çêdikir. Min piranîya van grafîkan bi rêya postê ji nas û dostên xwe û her wusa ji xwişk û birayên xwe ra dişand. Min li pişt van grafîkan, xeynî pîrozkirina sersalê û dilxwazîyê, min daxwaz û hêvîyên xwe yên di derbarê zimanê kurdî da jî dinivîsî. 

Edî ev bûbû kevneşopîyekî ji bo min, di hin salan da, carna heta 31ê meha 12yan, ez bi çêkirina van grafîkan mijûl dibûm, heta dawîya salê ez li ser van grafîkan dixebitîm û gelek caran, ji bo hibra van grafîkan zuwa bibe, min wan ji atolya xwe dianî û datanî ser kalorîfera mala xwe. Piştî ku zuwa dibûn, paşê min wan bi rêya postê dişand.

Bi vî awayî, berîya dawîya salê, her sal “tayê min digirt” û bi “mecbûrîyetekî” ku min bi xwe li ser xwe ferz kiribû, ji bo çêkirina van grafîkan dixebitîm.

Çewa ku min got, min dixwest haya hin Kurdên ku li welat û li welatên din da dijîyan û nas û dostên xwe ji hunera xwe çêbikim û bi vî awayî hunera nîgarîyê têxime nav jîyana wan. Li ba min arşîva van berhemên min heye, ka kîjan salê min ji kê ra kîjan grafîka xwe (û hejmara tîraja grafîkê) şandîye. 

Piranîya kesên ku min van berhemên xwe ji wan ra dişand, qet bersiva vê dîyarîya min, bi qertek an jî bi nameyekî be jî, ne didan. Lê min ji xwe  ra  digot, ”tu nabe, bila berhemên min li ba wan hebe û bila bi ferqa berhemekî orjînal û afîş û qertên ofsetê bihisin”. 

Min hêvî dikir ku, dibe ku hin kes van berhemên min çarçove kiribin û li mala xwe, an jî li nivîsgeha xwe da daliqandibin. Piştî gelek salan, dema ku min hin ji van kesan zîyaret kir, min dît ku piranîya wan kesan ne tenê van berhemên min çarçove nekiribûn û li dîwarekî da daneleqandîne, her wusa jî, hin ji wan nizanibûn ka van berhemên min kirine kîjan qulika malê û peyda jî nedikirin!

Di sala 2006an da, min qertên sersalê yên dawî jî şand û dotira salê min biryara xwe da ku êdî ji tu kesî ra êdî tu qert û merta bi berhemên xwe yên orjînal neşînim. Lê meriv nikare zû bi zû dev ji kurmê xwe berde, her wan salan İnternet êdî baş ketibû nav jîyana me jî, vêca min destpêkir qertê xwe yê sersalê bi rêya İnternetê ji nas û dostên xwe ra dişand. Min hem di sersalan da û hem jî di Newrozan da bi vî awayê qertên xwe yên elekronîkî dişand. Ev qert her car bi fotografekî berhemekî min bû. 

Min bala xwe dayê, vayê piranîya van kesên ku ez van qertên elektronîkî ji wan ra dişînim, tu bersiv û mersivê jî nadine min, û di sala 2010an  da êdî min biryara xwe da ku êdî ez ê dev jî vî kurmê xwe bi temamî berdim. 

Niha, bi awayekî giştî, divê 150-200 grafîk û resimên min li ba 40 kesî û sazîyan hebe. Li ba hinan 1 û li ba hinên din heta 7 berhemên min hene. Ez pê dizanim ku kêm kesan van berhemên min li ba xwe parastine û çarçove kirine û her wusa jî ez pê nizanim ka piranîya van kesan çi bi van berhemên min yên orjînal kirine. 

Di sala 2009an da, min di pêşengeha xwe ya grafîkan ya berfireh da, 94 grafîkên xwe nîşanê xelkê da. Bajarvanîya bajarê Thessalonîkî΄yê, ji bo vê pêşengehê katalogekî mezin yê 32 rûpelî yê bi zimanên yunanî û kurdî çapkir. Min vê katalogê bi rêya postê ji 60î zêdetir kesî û sazîyên Kurdan ra şand. Min ji bo Beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîkayê ra jî libekî şandibû. Hingê Xelefê Zibarî bi min ra ji bo bê radyoyê hevpeyvînekî çêkir. Mamê Xelefê Zibarî, bi wê Kurmancîya xwe ya sipehî, rojek berîya ku hevpeyvînê çêbike telefonê min vekir û me bi hev ra sohbetê kir. Hin tiştan ji min pirsî, di nava sohbetê da ji min ra got ku ka gelo ez dizanim kî helbesta sitrana “Nesrîn” ya ku Mihemed Şêxo distre, nivîsîye, min bi sitranê dizanibû, lê minbi  xwedîyê helbestê nizanibû. Mamê Xelefê Zibarî  ji min ra got ku ewî bi xwe vê helbestê nivîsîye. 

Di nav sohbetê da, behsa kataloga min jî kir û got ku “ev berhemên ku di nav vê katalogê da hene gelo qê te hemû çêkirine?” Min got belê. Ewî jî ji min ra got ku “lê portreyê Celadet Bedirxan min berê jî dîtîye, li ba min heye û min li nîvîsgeha xwe da daliqandîye.” Ango anî wê maneyê ku ev berhema ku di katalogê da heye, ne ya min e. Hingê min ji wî ra got ka here li binê berhemê binêre, qê navê min nanivîsîne? Wusa bû. Hingê min jê ra got ku min vê grafîka xwe 6 sal berîya niha, wek qerta sersalê ji Beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîkayê ra şandibû û we tu bersivî jî nedabû min. 

Werhasil, ev pêvajoya qertên sersalê ji bo min bû tecrubeyekî û alîkarîya min kir da ku ez di derbarê hunera nîgarî da zêdetir bi pîvan û hizrên civata me bihisim. Her bi vî awayî, ez tu gazincîan ji tu kesî û sazîyê jî nakim.

İroj êdî ez tu kesî bi dîyarîkirina berhemekî xwe nerehet nakim. Ji xwe xeynî çend kesan, ji berê va, Kurd ji bo hunera min tu tiştekî ji min napirsin. Li ba me ne rexnegirîya hunerê heye û ne jî bi pîvanên cîhana hunerê, dîyalogekî bi hunermendan ra heye. Ez sedemên vê yekê dizanim, min behsa hin alîyên vê pirsgirêkê kirîye.

22/12/2012

Çend grafîkên ku min wekî qertên sersalê ji nas û dostan ra şandîye:


Celadet  A.  Bedirxan, 2002, grafîka bi asît ya li ser metal, 15x11 cm.


Birca Zembîlfîros, 1998, grafîka bi asît  ya li ser metal, 19,5χ17 cm.

Bîhar, 2004, grafîka li ser lînoleum,17x11 cm.




Cegerxwîn, 2003, grafîka li ser metal û lînoleum, 32x22 cm.



Hevî 1,  2005, grafîka li ser lînoleum, 15.5x10 cm.



Hevî 2,  2005, grafîka li ser lînoleum, 15.5x10 cm.


Xalet,  2000, grafîka bi asît ya li ser metal , 15x14,5 cm.



Zozan û Xezal,1996, grafîka li ser dar, 18x11 cm.




Nizamettin Arıç û Albuma Azadi


Nizamettin Arıç, bı şıroveya xwe ya xweser, bı reng û bêhna dengê xwe, berê xwe dıde warê bav û kalan. Berê xwe da berhemên zarok û neviyên Kurdên Êzıdi, yên ku bı zehmeti xwe gıhandıbûn ber bextê Rusiya Qeyseri. Ew Kurdên ku hejmara wan ji bı qasi navçeyeki pıçûk yê Kurdıstanê ye, dı şertên hıkma Sovyetê ya Ermenıstan û Gurcıstanê da, jı wan hat ku bêhna mıletbûnê bıdın û bıstinın, bı gelek ervaz û nışivan va ev berhemên gıranbuha afırandın.

Pışti nıvşê êşxwar û bı xem yê weki Erebê Şemo, Heciyê Cındi û Qanatê Kurdo, yên ku dı sêwixaneyan da mezınbûbûn lê wan himê edebiyata kurdi ya nûjen lı Sovyeta berê danin, nıfşê dıduyan yê ku lı Ermenıstanê hate dınê, yên weki Fêrikê Ûsıv û Eskerê Boyik û gelekên dın, dı warê helbest û berhemên dın yên edebiyatê da pêşketın.

Nizamettin Arıç, melodiyên xwe nûjen bı çavkaniyên muzika kurdi avdıde û sentezeki sıpehi ya serketi dıafrine. Albuma “Azadi” minakeki baş ya vê yekê ye ku, dema helbesta lirik ya bı hêz, bı melodiya muzika bı kalite ra têne ba hev, vêca berhemeki çewa serketi dertê meydanê.  Helbestên van her du helbestvanên me yên hêja, disa bı me dıde xwıyakırınê ka çewa zımanê xelkê dıkare bıbe zımanê helbestên bı naverok û yên bı hêz û çewa ev zıman per û baskên xwe vedıde.

Ez dıbêm qê, ev cara pêşi ye ku Kurdên bakûrê Kurdıstanê bersıveki hınde baş û lıhevhati dıdın beramberê wê xêr û xweşi û xızmeta ku hunermendên Beşa Kurdi ya Radyoya Êrivanê lı me kırıne. Nizamettin Arıçê hêja, lı ser navê me Kurdên bakûrê Kurdıstanê û hemû Kurdıstanê, jı Kurdên Sovyeta berê, yên ku zıman û kultura xwe parastıne ra dıbêje “mala we ava û wun her hebın û bıafrinın”.

Jı aliyê di va, dema ku em bala xwe dıdıne albuma “Azadi”yê, em dıbinın ku Nizamettin Arıç şıroveki nû daye helbesta “Gozel” ya Fêrikê Ûsıv. Aramê Tigranê nemır, berê, beşeki mezın ya vê helbestê bı reng û awayê muzika xwe, bı navê “Kewa Gozel” kırıbû stran. Ev strana kevn ya Aramê Tigran, dı albûma wi ya bı navê “Serxwebûn Xweş e”(Aydın Muzik & Mir Produktion), ya ku dı sala 1995 a da hatiye qeydkırınê da ji heye. Lê, çewa ku navê tu helbestvanên ku gotınên stranên vê albuma Aramê Tigran afırandın, nehatiye nıvisin, navê Fêrikê Ûsıv ji nehatiye nıvisin.

Vê carê Nizamettin Arıç berê xwe dıde vê helbesta Fêrikê Ûsıv û bı melodiyeki dın, bı awayeki dın yê serketi, straneki dın çêdıke. Muzika vê stranê hindek rithma muzika Maurice Ravel ya bı navê “Bolero” ani bira mın.

Ev cara dıduyan e ku ez leqayê helbesteki têm ku şıroveyên jı hev cıhê lı serê hatıne çêkırın û bûne du stranên cıhê yên serketi. Xeyni vê helbesta navbori, helbesta di, helbesta Cegerxwinê nemır yê bı navê “sala 1959” e, ku ez dıbêm qê pêşi Nizamettin Arıç kıriye stran û dûra ji Semir Eli vê helbestê bı awayeki di, disa serketi kıriye straneki dın. (Her çıqas ku mın dı qenelaki televizyonê ya Kurdan da, strana Semir Eli ya bı vê helbesta Cegerxwin ditıbe û sehkırıbe ji, ez pê nızanım ka Semir Eli çı navi lı vê strana xwe daniye. Mın vê strana Semir Eli dı Youtube da ji peydanekır.)

Lı kêleka stranên serketi yên dın, strana ku heri zêde tesir lı mın kır strana “Zarotiya me” bû, ya ku helbesta wê Eskerê Boyik nıvisiye. Dıbe ku sedem ew be ku zarokatiya mın bı xwe ji kêm zêde dı nav feqirtiyê da derbasbûbû be, lê ez dıbêm qê ev helbesta hanê, hesreti, bêçaretiya mırovan û wek nesleki, zarokatiya me bı xwe ya wunda, bı awayeki baş dıde xwıyakırınê.

Nizamettin Arıç bı stila muzika xwe, muzika kurdi zengintır kıriye, ew hunermendeki serketi û ronakbireki Kurdıstani yê xwediyê pivan, exlaqa siyasi û karekter e. Ewi hunera xwe nekır xızmeta parti û xızban û nebû hunermendeki kole. Wi bı serbılındi pivana hunera xwe bı xwe çêkır û bı vi awayê hunereki serketi jı bo mılet û welatê xwe avakır. Em wek mılet, bı vê hunera wi ya ku dı sewiya bılınd da ye, kêfxweş û serbılınd ın.

Erê, pışti 96 salan, dı warê hunerê da be ji, herema Serheda bakûrê Kurdıstanê bırayên xwe yên ku hêlina wan hatıbû herımandın hımbêz kır. Dema ku çiyayên Agıri û çiyayê Elegezê destên xwe dıdın hevdu, hıngê berhemên gıranbuha yên weki “Azadi” dertên meydanê.
30/10/2011


Nizamettin Arıç, 2016, hıbra çini, 25x17 cm 


06/01/2017

Ez ê Ez

Ez ê Ez

Ez ım ew kes
xwediyê hum û gum,
bı her tışti dızanım
yên do, iro û sıbê.

Jı tışteki ra bêjım reş,
jı heqê kê ye,
da ku bıbêje sıpi,
an ji rengek dın.
Ez jiyanê lê reşdıkım,
wi dıkım
teniya bınê dizıkê.

Ez ım yê mezın,
ne dumayikê mın
wê hebın,
ne ji hebû
keseki beriya mın.

Pirozbıkın mın,
ev e xebat
û karê we.

2013


Labirent, 2012, reji, 10,5x14,5 cm