01/07/2008

Çend Dîtin Li Ser Îsmaîl Beşîkçî

Di vê dawîyê da çend nameyên Dr. Îsmaîl Beşîkçî, çend hevpeyvînên ku bi pê ra hatine çêkirin û hin rexneyên li ser Beşîkçî, di malperên înternetê yên Kurdan da hatin weşandin. Bi xêra van name, hevdîtin û hevpeyvînan, em di derbarê PKK da, ji hin dîtinên nû yên Beşîkçî agahdar bûn. Di nav rexneyên ku li Beşîkçî tên kirin da, yên herî hişk û tûj jî, yên Laleş Qaso bûn. L. Qaso yê hêja “nikare bi kerê, baz dide kurtan”.*1

Ez bi xwe dîtinên Î. Beşîkçî yên li ser pirsgirêka Kurdan û Kurdistanê ji sala 1977a û vir va dişopînim, ev dîtinên wî bala min dikşînin. Her wusa ji bo serbestberdana Î. Beşîkçî û paşê jî, bi tevî wî, ji bo serbestberdana berpirsîyarê weşanxana Komalê Recep Maraşli, di navbera salên 1985-1987an da, ez beşdarê gelek kampanyan bûm û min jî, bi hezaran îmze berhev kir. Min di rojnameyên yunanî da li ser xebatên wî nivîsî. Ev kampanya, li Awrupayê ji alîyê alîgirên Rizgarîyê va dihatine çêkirin. Her weha, broşura kurdî - îngîlîzî - tirkî ya li ser têkoşîn û serbestberdana Beşîkçî, ku weşanxana Komalê di sala 1979an da li Tirkîyeyê derxistibû, min bi îmkanên xwe yên ferdî, di sala 1985an da, da wergerandina li ser zimanê yunanî û bi navê Alîgirên Dengê Komalê çap kir û belav kir.

Li ser Î. Beşîkçî îroj dîtinên ji hev gelek cuda di nav me Kurdan da hene, her kes ji alîyekî va li Beşîkçî dinêre. Gelek sedemên vî tiştî hene: Hin kes hê ji salên 1960an va dîtinên wî nas dikin, yên wusa hijmara wan gelek kêm e. Yên ku ramanên Beşîkçî ji pirtûkên wî yên ku di salên 1970yan û pê va hatin çap kirin, nas dikin, ji yên kategorîya yekan zêdetir in, lê yên ku piştî sala 1990an bi ramanên Beşîkçî hisîyane, kategorîya herî mezintir e. Divê em jibîr nekin ku, du pirtûkên nû yên Beşîkçî di salên 1983 û 1984a da li Awrupayê hatin çap kirin û pirtûkekî wî yê ku li Tirkiyê berê hatibû çapkirinê jî, li Awrupayê ji nû va hat weşandin. Pirtûkên ku li Tirkîyê hatibûn çapkirin, ji alîyê weşenxana Komalê û yên li Awrupayê derketin jî, ji alîyê weşanxaneya Dengê Komalê va hatin çap û belav kirin. Çewa ku tê zanîn ev her du weşanxane jî, girêdayê Rızgarîyê bûn.

Çewa tê fêhmkirin di vê dema ku min behskirî da, Î. Beşîkçî di nav kom û rêxistinên Kurdan da tercîha xwe bi koma ku kovara Rizgarîyê derdixist ra kiribû. Ango ramanên Beşîkçî û yên kovara Rizgarîyê dişibîyan hev, li ser karakterê dewleta Tirkiyeyê, li ser Kemalîzm û karekterê serîhildanên Kurdan, çepê Tirk, tevgera Berzanî û di gelek meseleyên din da wekî hev difikirîn. Rêxistin û grubên din yên Kurdan, hingê bala xwe zêde nedidane ramanên Beşîkçî. Hemû rêxistinên Kurdan Marksîst - Lenînîst bûn, her yek ji wan, yen dinê bi navê opurtonîst, revîzyonîst û bi navên din rexne dikir. Rêxistinên Kurdan yên li bakûrê Kurdistanê jî, gruba Rizgarîyê bi “neteweperestîya burjûwazîyê” rexne dikirin. Beşîkçî jî, bi vê grubê ra dida û distand, dîtinên wan jî, di gelek meseleyan da wekî hev bûn. Pişti salên 1975an, dema ku tevgera Kurdan êdî geş bû, pirtûkên wî zêde nehatin xwendin, haya gelek kesî ji ramanên Beşîkçî çênebû. Bê guman gelek sedemên din ên vê meselê hene, yek ji wana jî, têkilîyên çepên Kurd yên bi Partîya Komunîsta Tirkîyê ra bû. Beşîkçî rexnan li TKP dikir û ew tesîra îdeoloîiya Kemalîzmê ya li ser çepên Tirk heyî, destnîşan dikir. Herçi gruba Rizgarî ye, ew jî grubekî radîkal, sekter, jixwerazî bû û xwe di navenda hemû meseleyan da hisdikir.

Her çiqas piştî lêkolînên berfireh hatibin nivîsîn jî, çewa ku Beşîkçî bi xwe jî dibêje, ramanên wî yên berîya sala 1971an, ji bin tesîra îdeolojîya fermî ya dewleta Tirkan nefilitîne. Ew di pirtûkên xwe yên ku piştî sala 1975an dinivîse da, rexne li ramanên xwe yên berê digre. Beşîkçî di nav pirtûkên xwe yên vê demê da, dibêje ku “Kurdistan kolînîyeke ku di navbera çar dewletên kolonyalîst da hatîye perçe kirin û parve kirin û perça herî mezin di bin destê Tirkîyê da ye. Dewleta Tirk, hebûna Kurdan û Kurdistanê înkar dike û polîtîkaya asîmîlekirin û tunekirina Kurdan daye ber xwe. Ji bo di vê polîtîka xwe da biserbikeve, hê ji salên 1919yan û pê va û zêdetir jî piştî avakirina Komara Tirkîyê, li ser Kurdan polîtîkaya qetlîam, bi darê zorê nefîkirin, qedexekirina navên Kurd, Kurdistanê û zimanê kurdî daye ber xwe. Mîmarê vê polîtîkaya nemirovane û kolonyalîst M. Kemal Atatürk e. Ewî, bi dîktatorî, bi sîstemekî bi “yek partî û yek serok” Tirkîyê birêvabir. M. Kemalê nijadperest, berevajîya rastîya sosyolojîk a civata Tirkîyeyê û Kurdistanê, xwest Tirkîyeke ku ji yek netewe û yek zimanî ê pêkbê avabike. Ji bo di vê armanca xwe ya qirêj da biserbikeve, her xirabîyê anî serê Kurdan. Kemalîstên şoven û nijadperest bi metodên ne zanistî, xwestin Tirkan û zimanê tirkî wek mak û bingeha hemû medenîyet û zimanên cîhane nîşandın.....Li hemberê polîtîkaya kolonyalîst a Tirkan, Kurdan gelek caran serî hildane û berxwe dane, lê ji ber ku Kurd di nav xwe da ne yekgirtî bûn û ji derva tu alîkarîyê nikaribûn bistînin, her car ev serîhildanên Kurdan bi hovîtî, bi qetlîamên mezin hatine perçiqandın...Tevgera M. Kemal ne tevgereki li hemberê emperyalîzmê bû, berevajîyê vîya, Kemalist bi empreyalîzma Îngîlîz û Fransiz û bi Şahitîya Farisan ra ji bo parçekirin û parvekirina Kurdistanê li hev kirin. Bê guman di nav wan da hin xirecir jî çêbûn: Ka ê kî perça herî mezintir a Kurdistanê bistîne...” Beşîkçî rexne li çep, rast û îslamîyên Tirkan jî digre, lewra her yek ji van hêzên sîyasî yên Tirk, ji alîyekî va Kemalîzmê û ew statûya ku Kemalîzmê bi qetlîaman avakirîye, diparêzin.



Îsmaîl Beşîkçî, 1997, grafîka li ser dar, 30,5x23 cm.

Beşîkçî ji bo van dîtinên xwe yên radîkal, di şertên salên 1970yan da ji alîyê tevgera netewi ya Kurdan va, cîyê xwe yê layîq ne dit. Her çiqas ku Beşîkçî ji bo pirtûkên xwe yên li ser Kurdan, ji sala 1979an pê va dîsa tê girtin jî, Kurdên dervayê gruba Rizgarîyê, ji wî aciz bûn û bala xwe nedan li ser ramanên wî. Ne ramanên wî rexne kirin û ne jî parastin. Wê demê pirtûkên Beşîkçî yên qedexekirî, di nav turikan da, bi destan, ji alîyê alîgirên Rizgarîyê va dihate belavkirin.

Rêxistinên Kurdan yên çepgir, zêdetir pişti cunta leşkerî ya 1980yan, haya wan ji Beşîkçî çêbû. Di vir da tesîra pirtûkên Beşîkçî yên ku li Awrupayê hatin weşandin û kampanyayên ku ji bo serbestberdana wî çêdibûn hene. Divê em ji bîr nekin ku Amnesty İnternasyonal û gelek rêxistinên navnetewî yên ku bi azadîya bîr û ramanê va mijûl dibin, gelek caran balê dikişandin li ser rewşa Îsmaîl Beşîkçîyê girtî. Di vê demê da pirtûkekî wî (Nameya Ji Bo UNESKO) ji alîyê weşanxanekî Alman va, bi zimanê almanî hat weşandin.

Bê guman, êdî di weşanên Kurdan yên ku li Awrupayê derdiketin, çi yên rêxistinî û çi jî yên girseyi da, gelek nivîsên li ser Beşîkçî û fotografên wî dihatine weşandin, piştgirîya bi wî ra dihate dîyarkirin.

Di navbera salên 1980 û 1990dan li Tirkîyê tu pirtûkên Îsmaîl Beşîkçî çap nebûn. Di sala 1990î da pirtûka wî ya bi navê “Kolonîya Navdewletî, Kurdistan” li Tirkîyê derket. Heman pirtûk bi tevî pirtûka wî a nû “Zanistî-Îdeolojîya fermî-Demokrasî û Pirsgirêka Kurdî” ku her du jî li Tirkîyê hatibûn qedexe kirin, dîsa di sala 1990î da, ji alîyê Enstîtuya Kurdî a Parîsê va, ji nû va hate çap kirin. Her çiqas di ramanên bingehîn yên Beşîkçî da tu guhertinên berbiçav xwiya nekin jî, di yên li ser hêzên sîyasi yên Kurdan da hin guherîn çêbûbûn. Tercîha ku heta wê çaxê ku li ser Rizgarîyê bû, ê ji niha û pê va, gelek vekîrîtir û xwirttir li ser PKK bûya. Ji niha û pê va wê bi PKK ra bida û bistanda.

Bi dîtinên nû yên Beşîkçî yên li ser PKK ra, alîgirên Rizgarîyê û Kurdên ku zêdetir jî pişti sala 1980yan haya wan ji ramanên Beşîkçî çêbûbû, meriv dikare bêje ku şok bûn. Beşîkçî di şerê PKK û dewleta Tirk da, alîyê PKK digirt. Gelek pesnê PKK û gerîllayan dida, gelek argumentên PKK dubare dikir. Digot ku “Kurd netewekî ketyayî û rizyayî ne, di dîroka kevn a Kurdan da şan û şerefa netewî tuneye, bi PKK, gelê Kurd radibe ser xwe û wê bigihîje mafên xwe”. Di nivîsên xwe da, her çiqas tevgera kurdi a heta wê demê (Bûyera 49an, Partîya Demokrata Kurdıstana Tirkîyê, Komeleyên Kulturî yên Şoreşger ên Rojhilat (DDKO), Rizgarî, Rîya Azadî (Özgürlük Yolu), Komeleyên Kulturî yên Demokratên Şoreşger (DDKD) Kawa û Ala Rizgarî) înkar nake jî, lê dîsa her pesn, her pesna PKK ye, her tişt tên û bi PKK va tên girêdan û wê bi PKK safî bibin.

Di pirtûkên xwe yên pişti sala 1990î da, li kêlaka lêkolînên xwe yên zanistî, zêdetir bala xwe da bûyerên aktuel. Di vê navberê da xwiya dike ku gelek dost û nasên berê yên Beşîkçî, bi pê ra didin û distînin. Ew, ji hin alîyan va rexne li ser PKK dikin û dixwazin bala Beşîkçî bikşînin ser hin alîyên din yên PKK yên negatîf. Tînin bîra Beşîkçî ku, “kengê ewî li ser PKK nivîsî û pesnê wê da, hingê haya PKK ji Îsmaîl Beşîkçî çêbû...” Dihate gotin ku “PKK rêxistineke totalîter û ne demokratîk e, çi dengên muxalîf ku ji nav wê dertên, xweyê wan dengan bi mirinê ceza dike. Gelek caran êrîşê ser gelek qadirên rêxistinên Kurdan kirîye û bi dehan ji vana jî kuştîye. Di bin baskên dewleta Sûrîyê da tê xweyîkirinê û danûsitandinên PKK bi dewletên Îran û İraqê ra jî hene. Xeynî xwe, hemû rêxistin û partîyên Kurdan jî wek ajan û xayîn dibîne...” Îsmaîl Beşîkçî beşek ji van nameyan di pirtûkên xwe da weşand. Nameya ku Îbrahîm Güçlü jê ra şandibû, bêy ku destûrê jê bistîne, pêşî da PKK û paşê jî, di pirtûka xwe da weşand.

Tiştên ku di vê demê da bala meriv dikşîne ev in: Îsmaîl Beşîkçî di wê bawerîyê da ye ku, di şerê di navbera PKK û dewleta Tirk da, ê PKK bigîhije encamekî, ango wê karibe mafên Kurdan bidest bixe. Ji ber vê yekê jî, guhên xwe hima bêje, li rexneyên ku Kurdên din li PKK dikirin, digre. Abdullah Öcalan wek sermîyanê mezin yê netewa Kurd dibîne. Dibêje ku Kurd dive ewî wek ronahîya çavên xwe biparêzin. Li ser têkîlîyên PKK bi dewleta Sûrîyê ra, dibêje ku ev têkilî ji mecbûrîyetê tên û menfeatek hevbeş di navbera wan da heye. Li ser tahrîbata ku ev têkîlî li ser Kurdên Binxetê dike, napeyve. Her wusa, li ser kuştina bi dehan qadirên ji rêxistinên din û endam û berpirsîyarên PKK, tu tişt nabêje. Jêtirê qê bûyerên wusa qet ne qewimîne. Beşîkçî dibêje ku rêxistinên din ên kurdan divê destek û alikarîyê bidin PKK û şerê gerilla, lewra ew ji bo namûs û şerefa Kurdan şer dikin. PKK di propaganda û di kampanyên xwe yên li dijî PDK û YNK ê da, gelek caran di rêza pêşî da navê Beşîkçî bikarani. PKK prestîja navê Beşîkçî ji bo berjewendîyên xwe yên rêxistinî bikaranî. Di derbarê Kurdên din da dezenformasyon da Beşîkçî.

Gelo Beşîkçî tu rexneyan li PKK nekir? Bê guman hin rexneyên hişk û hin rexneyên nerm lê kir. Rexneyên ku li PKK û li hemû Kurdan dihate kirin, li ser nekaranîna zimanê kurdî bû. Li ser bêxemîya Kurdan ya li ser zimanê wan bû. Rexneyên ku bi nermane li PKK dikir, li ser “Yek mirov û yek serokî” bû, Beşîkçî destnîşan dikir ku, ji bo berdewamîya têkoşînê divê bi dehan bi sedan têkoşerên bi karekterên serokan hebin. Ev dîtinên Beşîkçî yên li ser PKK, heta girtina serokê PKK A. Öcalan berdewam kir.

Divê di vir da bê gotin ku, di ramanên Îsmaîl Beşîkçî yên li ser Kemalîzmê, Ataturk û karekterê dewlata Tirkan, çep, rast û îslamîyên Tirkan, giringiya bikaranîna zimanê kurdî, mafên rewa yên Kurdan yên ji bo avakirina dewletekî yekgirtî û serbixwe da, tu guhertin çênebûn. Meriv dikare bêje ku vana ramanên bingehîn yên Î. Beşîkçî ne û ji salên 1971an heta niha her wekî hev in û li gor berjewendîyên maf û siyaseta Kurda ne. Bê guman rexneyên wî, yên ku li ser bêxemî ya Kurdan a di derbarê zimanê wan da, hê tundtir bûne. Ev ramanên Beşîkçî yên li ser zimanê me, wek gotinên zêrîn nin û xwîya dike ku ne tenê PKK, lê rêxıstinên dervayê wê jî van ramanên wî avêtine pişt gohên xwe.

Pirsa zimanê kurdî herdem bala Îsmaîl Beşîkçî dikşîne. Hê di dema ku di zindana Diyarbekirê da mabû (1971) fêrî çend gotinên kurdî bubû. *2 Di wê demê da, Kurdan teşwîk dike da ku di dadgehên dagirkeran da hebûna zimanê kurdî biparêzin û ji wan ra dibêje ku, awayê parastina zimanê kurdî ya herî baş jî, di dadgehanda axaftina bi kurdî ye. Di piştî cunta 1980ya, dema dozger jê dipirse, ew jî ji xwe bawer û qure jê ra dibêje “tu ji ku dizanî ku ez bi kurdî nizanim?”. Ew her dem Kurdan teşwîq dike da ku bi zimanê xwe bipeyvin, bixweynin û binivîsin û bi vî awayî di pratîkê da li hember polîtîka asîmîlasyonê derbikebin. Dema ku Mehdi Zana di dadgehên dagirkeran da, bi kurdî dipeyve, bi kurdî xwe diparêze, Beşîkçî vê bûyerê gelekî giring dibîne.

Beşîkçî her gav gazinda dike ku pirtûkên wî ji alîyê Kurdan va zêde nayên xwendin û Kurd bala xwe nadine ramanên wî. Her wusa dema ku Beşîkçî pesnê PKK dida , ango di navbera salên 1990 û 1999an da jî, gelek ramanên wî yên nû, ku bi berjewendîyên me Kurdan va lihevhatî hene. Ev ramanên wî berevajîya îdeolojî û sîyaseta PKK ne. Ka bala xwe bidinê, gelo ka di sala 1990î da, piştî dagirkirina Kuweytê ji alîyê İraqê va, kîjan rêxistinê Kurd ê Marksîst-Lenînîst (hemû rêxistinên bakûra Kurdistanê Marksîst-Lenînîst bûn) bi awayekî vekirî dikaribû wusa bigota: “Bi kurtayî em dikarin wusa bêjin: Ku li hemberê rejîma Saddam Huseyîn mudaxalekî ji derva çêbibe, divê Kurd jî, di nav ve mudaxaleyê da cîyê xwe bigrin. Ketina rejîma Saddam Huseyîn ê bi xwe ra, hebo hebo ketina rejîmên otorîter û totalîter û yên ku ji alîyê qral, mîr û şêxan va tên hukimkirinê, bîne. Çewa ku di teorîya domîno da çêdibe. Ev jî tê wê wateyê ku ê bi xwe ra, li Rojhilata Navîn avakirina rejîmên demokratîk bîne.” Di heman nivîsa xwe da li ser pirsa “aşîtîyê” li xwartir weha dibêje: “Wek mînak ka em bala xwe bidin xwebêja “Aşîtîya Rojhilata Navîn” ku di van rojan da gelek behsa wê tê kirin. Dîtinên “aşîtîyê” û pratîka aşîtîyê, ji bo Kurdan çi bi xwe ra anîn? Ev gelek eşkere ye ku ew rewşa ku navê “Aşîtîya Rojhilata Navîn” lê kirine, li ser perçekirin û parvekirina Kurdan hatîye avakirin. Tiştê ku vê zîhnîyeta “aşîtîyê” dide Kurdan jî tenê koletî û bindestî ye. Parastina “aşîtîye”, tê wateya berdewamîya statukoyê ye.” Îsmaîl Beşîkçî, Tevlihevîya Kendavê û Kurd, rojnameya Serxwebûn, Cotmeha 1990 an. (Bi zimanê tirkî)

Em gelek baş dizanin ku PKK ew dem li dijî mudaxalekî“emperyalîstî” li hemberê İraqê bû. A.Öcalan ew dem di hevpeyvînekî bi koverekî Yunan (kavara Antî) ra wusa şîreta li Saddam dike: “Ku Amerîka êrîşê İraqê bike, ê Saddam berxwe bide, ê here Kurdistanê, ji wir şerê gerîllatîyê destpêke.” Ev dîtinên PKK, di sala 2003 yan da, hê jî zelaltir xwîya kirin. Ew, mil bi mil bi çepên Tirkan ra li dijî şerê ruxandina rejîma Saddam derketin. Berîya ruxandina Saddam, di Newroza 2003ya da, li Amedê nîv mîlyon Kurdên gêj û efsûnbûyî, li dijî şer derdiketin û ji bo parastına “aşîtîya” ku li jor Î. Beşîkçî gelek baş şirove dike, diqîrîyan. Li bajarên Tirkiyê jî, hêzên çep, rast û îslamî, bi heman daxwazan rabubûn ser pîyan. Ku li Dîyarbekirê hiş û zanabûna Kurdayetîyê hebûya, ê hingê sloganên “Yek ji wan çû, sisê man” biqîrîyana, ê bi hilweşandina rejîma enfal û kîmyayî şa bibûna. Ê Alaya Kurdi bilind bikirana û wek taktîk û mesaja hevkarîyê, du-sê alayên Amerîka û Îngîlîstanê jî bilind bikirana.

                     
   Îsmaîl Beşîkçî, 1990, grafîka li ser lînoleum, 14x21 cm.

Ez vegerim li ser ramanên Î. Beşîkçî, ka di sala 1992 yan da li ser pirsgirêka zimanê kurdî çi dibêje: “.. Ji ber ku çewa ku hewce ye, bala xwe nadine kurdî, li Kurdistana Bakûr kêmasiyekîyek mezin ên tevgerên Kurd û her wusa ya PKK heye. Belavok bi tirkî tên weşandin. Kovar bi tirkî tên weşandin. Axaftin û gotûbêjên ku, du Kurd di navbera xwe da dikin bi tirkî çêdibin...Dîtineki ku PKK behs dike heye. Vê dîtinê Sekreterê Giştî ya PKK Abdullah Öcalan, di sala 1989a da, di hevpeyvîna ku bi Rêvebirê Giştî ya Weşanê a kovara “2000 e Doğru” yê, Doğu Perînçek ra kir da, îfade kir. Bi kurtayî wusa tê gotin: Em ê heta demekî din jî, di karanîna (zimanê) tirkî da berdewam bin. Dema ku me dewleta xwe avakir, hingê em ê giranîya xwe bidin ser kurdî. Her wusa em dikarin piştî ku em dewleta xwe ava bikin jî, kar û barên xwe demekî din jî bi tirkî berdewam bikin...” Di heman nivîsê da, li jêrê, dema ku Beşîkçî behsa salên girtîgehê yên serdema cuntaya 1971a dike, ji bo girtîyên Kurd wusa dibêje: “Eşkere ye ku bi tirkî axaftin ne şoreşgerî, ne enternasyonalîzm û ne jî sosyalizm e. Em dikarin vîya wek zêdegavîya kolonyalîzmê û teslîmbûyîna li himber polîtîkayên asîmîlasyanê ya kolonyalîstan bihesibînin. Lewra kolonyalîst jî, Kurdên bi vî rengî dixwazin. Kurdên ku bi tirkî dipeyvin, ku hemû pirsgirêken xwe bi tirkî behs dikin û du qurişan bi (zimanê) kurdî nadin...” “Ji xeynî vana, têkilîyekî xwirt û organîk di navbera ziman û ramanê da, di navbera ziman û naveroka ramanê da heye. Ku wun bi tirkî bipeyvin, hingê wun ê bi tirkî bifikirin, nexwe wun ê wek Tirkekî bifikirin. Wun ê hewl bidin xwe û pirsgirêka kurdî da jî bi tirkî bifikirin. Ku wun bi kurdî biaxivin, hingê wun ê bi kurdî bifikirin, wun ê wek Kurdekî bifikirin. Di pirsgirêka Kurdî da gelek giring e ka meriv wek Tirkekî difikire an wek Kurdekî difikire. Piştî demekî, îdeolojîya fermî ya Tirk, dikebe binê şiûra wî kesê ku bi tirkî dipeyve, qenebî ritama xwe li wê derê dihêle.

Nexwe bi zimanê kurdî mijûlbûn wek xebatekî acîl dertê meydanê. Gelek kar û barên Kurdan hene, ku nabe ku bavêjin pişt guhên xwe an jî dev ji wan berdin...Bi kurdî axaftin, bi kurdî nivîsîn jî, divê ku di nav van kar û baran da bin... Di pêvajoya niha da, li Bakûra Kurdistanê bi kurdî xwendina Quranê jî şoreşgerî ye, bi kurdî xwendina Mewlîdê jî şoreşgerî ye...”
Hevpeyvina bi rojnameya Serxwebûn’ê ra, 28ê Gulana 1990. Îsmaîl Beşîkçî, Dîtinên Li Ser PKK, Berdêla Serbestîyê, Weşanên Melsa, 1992 Rûpelên 81- 89). (Bi zimanê tirkî.)

Îsmaîl Beşîkçî di pirtûkekî din da li ser têkîlîyên Kurd, Fîlîstînî û Cıhûyan da weha dibêje: “Qet bêfêde ye, ku Kurd li Rojhilata Navîn da, bi tesîra şovenîzma Ereban dijminahîya Îsraîlê bikin. Kurd bi civata Cihûyan re dikarin hin jî têkîlîyên germ deynin. Kurd nikarin sazgehên demokratîk yên civata Îsraîl nebînin. Civata Cihuyan, hevkarên Kurdan ê tabîî ye....” Îsmaîl Beşîkçî behsa alîkarî û sempatîya rêxıstînên Kurdan ya bi tevgera Filîstînîyan ra jî dike, lê destnîşan dike ku tevgera Filîstînîyan tu car nebûye xwedî helwestên bi vî rengî, piştgirî û dilxwazîya xwe ji bo gelê Kurd tu caran nîşan nedaye û di ser da jî “...Serîhildan têk çûn (yên Kurdan 1991) Saddam Huseyîn ew çekên kîmyayî yên ku nikaribû li hemberê Hêzên Hevkar (Mutefîk) bikarbîne, dîsa li hemberî Kurdan bi awayekî aktîv bi kar anî. Herweha di demekî weha da, Filîstînîyan bi hêzên Saddam re li hemberî Kurdan şer kirin...” Pirtûka Îsmaîl Beşîkçî, Çend Gotin Li Ser Ronakbîrên Kurd, wergêra kurdî yên J. Espar û Amed Tîgrîs 1992. Weşanên Rewşen, Swed. (Rûpelên 89 û 100)

Min li jorê ji nivîsî, ramanên bingehîn yên Îsmaîl Beşîkçî ji sala 1971 heta niha hima hima qet neguhirîne. Ewî wek Doğu Perînçek, Mîhrî Belî, Yalçin Küçük û gelekên din xwe nêzîkê PKK nekir. Ewî jî, wek bi hezaran endam û qadirên berê yên rêxistinên din ên Kurdan, bi awakî hîssî xwe nêzîkê PKK kir. Ewî jî bawer dikir ku wê Kurd bi serkêşîya PKK bigîhîjin encamekî, wê mafên Kurdan bidestxin. Pişti girtina Öcalan û pêvajoya Îmralîyê, Beşikçî, ji wan Kurdên navborî gelek bileztir xwe ji PKK dûr kir. Li gor Beşîkçî tu alîyên qenc yê Kemalîzmê ji bo Kurdan tune ne. M. Kemal Atatürk mîmarê vê polîtîkaya nîjadperest û şoven e. Çend gotinên wî yên berîya 1923 yan, ji bo xapandina Kurdan bûn û ev gotin wek dokumentên reş ya dîroka Tirkan û Kurdan nin. Tiştên ku dewleta M. Kemal anî serê Kurdan nayê revîze kirin, ango çewa ku neqewimîbin kes nikare bide nîşandan.

Bê guman divê em ramanên Beşîkçî yên li ser PKK (1990-1999) rexne bikin, lê divê em li hemberê wî êrîşkar û kîndar nebin. Ez bawer dikim ku wê Beşîkçî bi xwe jî, beşek ji wan dîtinên xwe rexne bike. Hin dezenformasyonên ku derbarê rêxistinên Kurdan da ku PKK dane wî, wê deşîfre bike. Dezenformasyonên wusa, di derbarê başûra Kurdistanê da gelek in. İroj, ji bo berjewendîyên Kurdan, parastina statûya başûra Kurdistanê gelek muhim e. Divê dîtinên Beşîkçî yên di vê meselê da em hînbibin.

Divê Beşîkçî gotûbêj bike, gelo ku A. Öcalan di dadgeha Îmralîyê da, xwe bi zimanê kurdî biparasta wê çiqas xizmeta zimanê kurdî bikira? Ew qedexeya ku li ser zimanê kurdî heye, wê çewa li cîhanê deng veda? Kurdîya wî ewqas baş nîn bû, lê disa jî têrê dikir ku xwe biparêze, gelo çima wusa nekir? Çima terafdarên wî vê pirsê ji wî û ji xwe nekirin? Çima PKK ji xwe ra serokekî nû hilnebijart û rêxistinekî hewqas mezin, li benda du gotinên ku ê di bin qontrola dewletê da derbiketana derva, ma û dimîne? Ew sîyasetvanên Tirk yên çep, yên ku berê bi pê ra didan û distandin di vê pêvajoyê da çi rolî leyîstin? Çima ew di warê îdeolojîkî da, teslîmê Kemalîzmê bû? Ew çima bi israr li hemberê destkeftinên Kurdên başûra Kurdistanê dertê? Di rexneyên xwe da, ku berê Kurdên dervayê PKK, li Öcalan dikirin, çiqas rast derketin? Çi tehlûke li pêş PKK û terafdarên wê hene?...

Li hember asîmîlasyonê, çerxa hêrandina ziman û kesayetîya kurdî, ramanên Î. Beşîkçî gelek giranbuha ne. Divê ku em van nêrînan biparêzin û belav bikin. Dîtinên wî yên li ser PKK yên piştî girtina A. Öcalan jî muhîm in, lê ev dîtin heta niha perçe perçe û kêm gihîştine ber destê me. Her wusa îmkanên Beşîkçî tune ne ku berhemên bi zimanê kurdî dertên bişopîne. Divê Kurdên kurdîaxêf berhemên nivîskar û sîyasetvanên Kurd bi Beşîkçî bidin naskirin. Hingê Beşikçi wê bi wan bihise û bi hêsanî ronakbîrên Kurdan rexne neke, qenebî çewa ku berê dikir wê neke.

Piştî girtina A. Öcalan, ez leqayê van dîtinên Îsmaîl Beşîkçî yên ser polîtîkaya PKK û zimanê kurdî hatim:
“Sedema vê teslîmîyeta îdeolojîk û polîtîk ya niha jî, pratîka rizyayî ya Öcalan e. Ca em bifikirin ku, tenê Yalçın Küçük neçû û Öcalan nedît, wek mînak di destpêka 1999 an da, dema ku Öcalan li Roma yê bû, yên ku jê ra gotin “Abdullah berxwe bide” hebûn. Dibe ku yên wusa yên herî zehftir bin. Öcalan çima îtîbarê van pêşnîyarîyan nekir? Gelo êdî li Îmralîyê tu însîyatîfa Öcalan mabû da ku guh bide dostên xwe? Serokekî dırust, gohê xwe dide her kesi, lê ji bawerîya xwe jî tu tawîzan nade.” Meha 12 a sala 2002 ya, Nameya ji Mamoste Beşîkçî, Kovara Serbestî, ku li Tirkiyê tê weşandin, paşê di malpera Nasname’yê da jî hate weşandin. (Bi zimanê tirkî)

Di hevdîtinekî kurt ku Aydin Dere bi Î. Beşîkçî ra kiribû da, “Mijara ku heri zêde mamoste Beşîkçî li serê disekinî ew bû: Pêvajoya polîtîk çi dibe bila bibe, sazîyên Kurdan û Kurd di her warê jîyanê da divê li zimanê kurdî xwedî derkebin. Dema ku em dibêjin “Neteweyek, bi zimanê xwe heye”, di nav sedema heta îroj mayîna Kurdan da, axaftin û parastina zimanê kurdî jî heye. Dibêje ku “Ku Kurdan zimanê xwe wenda kiribûna, wê hingê nikaribûna wek netewekî cuda hebûna xwe îddîa bikirana.” Mamoste Beşîkçî dibêje ku ji ber vê yekê, di nav malê da, di karên rojane da, di sîyasetê da, di dîplomasîyê da bi rik û înad divê jîyan bi tevayî bi kurdî be û wusa didomîne “Ne şert e ku meriv baş bi ziman bizanibe, lê bi israr, bi kurdîya ku sedema hebûnê ye, bi kurdîya heyî be jî divê Kurd hewl bidin û bipeyvin...” Aydin Dere, Beşîkçî: Divê Her bi Kurdî were axaftin, Malpera Rojname, 22-01-2004. (Bi zimanê tirkî)

Her weha Nîmet Tanrikulu jî hevpeyvînek bi Î. Beşîkçî ra kir. Di vê hevpeyvînê da Beşîkçî weha dibêje “Lê ew (Kurd) xwe ji bo mafên Öcalan bisinor dikin. Divê ev bibe, lê têrê nake, ne bes e. Divê ne karên wan be, ku berjewendîyên dewletê nîşanê wê bidin. Ne karê wan e ku ji dewletê ra bêjin “ku tu destên xwe dirêjî me bikî, tu yê li Rojhilata Navîn û li Asyayê bibî hêzekî mezin.”. Ev yek wan ji hev tarûmar dike. Şertên rizîbûnê avadıke. ...” Nîmet Tanrikulu, Hevpeyvîna bi Îsmaîl Beşîkçî ra, Kovara “78 liler Tükenmez”, hejmara 4 a. Tîrmeh û Tebaxa 2004 a, herweha malpera Gelawêj (Bi zimanê tirkî).

Serhad Bapîr, 
5-9-2004.

Têbinî: Ev nivîs berê di van malperên Kurdan da hate weşandin: Rizgarî, Gelawej, Mehname, Avesta. 

*1
Gotinên pêşîyan ya Kurdan, ku dibêje “Nikare bi kerê baz dide kurtan” tê wê wateyê: Kesê ku pirsgirêka zehmet û bingehîn nikare çareser bike, berê xwe dide mijara bê feyde. Ev cûreyekî xwe xapandin e. Di vê nivîsê da mebesta van gotinan ev e: Laleş Qasoyê ku bi PKK nikare, berê xwe dide Îsmaîl Beşîkçî.

Laleş Qasoyê ku hê di dema ku di zindana Dîyarbekirê da bû ji PKKê veqetîbû, di vê nivîsa xwe da (Bi Daşilqazî Kirina PKKê Re İlmdariya Simaîl Beşîkçî Jî Zelal Bû! 19-08-2004 Malpera Rizgarî) rexne li Îsmaîl Beşîkçî digre û dibêje ku, "dema ku ez di sala 1991ê da ji zindana Diyarbekirê serbest hatim berdan çûm gundê xwe, haya min ji rastîya PKK hebû, min wê rexne dikir. Lê min ji kê ra behsa van ramanên xwe dikir, ewana her gav ji min ra digotin ku “Ma tu ji Seydayê Beşikçî zanatir î ku tu li dijî PKKê disekinî!…”." Ew ,dibêje ku "gelek xortên nas bi van ramanan ketin nav refên gerîlla û paşê jî mirin, di vê pêvajoyê da berpirsîyarîya Beşîkçî jî heye."

*2
Min digot qê Îsmaîl Beşîkçî kêm be jî bi zimanê kurdî hîn bûye, lê ne wusa ye, ez şaş derketim. Ev kêmasîyekî Beşîkçî ye, ku bixwesta karibû kurdî hînbibûya, lewra en hindik ev 55 sal in ku bi Kurdan ra ketîye têkîlîyê, ku ji van salan jî, 17 salan bi tevî girtîyên Kurd di zindanên Tirkan da maye. Gelek Kurdologên biyanî bi zimanê kurdî fêrbûne, Kurdologê mezin Beşîkçî jî dikaribû hînbibe û vê yekê di derbara Kurdan da ê zêdetir îmkanan bidaya wî.

Di sala 2013 a da kekê Evdila Uzun (Ewdil Dirêj) di nivîsekî xwe ya bi kurdî ya li ser Îsmaîl Beşîkçî da, rexneyekî dostane li Beşîkçî digre ku ew fêrî zimanê kurdî nebûye. Evdila Uzunê (Ewdil Dirêj) ku demeki di doza Rizgarî da girtî bû û di mehkemên Tirkan da xweparastina xwe bi zimanê kurdî kiribû, di nîvîsa xwe ya bi navê “Rûmet û Beşîkçî” da (5ê Gulana 2013a, malpera Avestakurd), bi awayekî gelek pozîtîvî behsa Îsmaîl Beşîkçî dike. Di vê nîvîsa xwe da, ji ber ku ew zimanê kurdî hînnebûye, rexnekî dostane li Beşîkçî digre. Di vê mijarê da ez jî wekî kekê Evdila Uzun difikirim. (Serhad Bapîr 2022)