21/02/2023

Li Kurdistanê Erdhej

Hin heval ji min dipirsin ka ew çawa dikarin alîkariyê bidin mirovên me yên li herêmên erdhejê.
Erdheja hovane ( 7.8 rîxter) ku navenda wê li bajarê Mereşê ya li perçeya Kurdistanê ya ku ji aliyê Tirkiyê va hatiye dagîrkirin bû, li 8 bajarên Kurdistanê (7 li bakurê Kurdistanê – beşa ku ji aliyê Tirkiyê va dagîrkirî - û bajarê Efrînê yê Kurdistana “Sûriyê ", ku ji sala 2018an va di bin dagîrkirina Tirkiyê da ye), her wiha li 3 bajarên Tirkiyê ku nişteciyên wan Ereb, Tirk û Kurd in û bajarekî Sûriyê ku nişteciyên wê Ereb û Kurd in tesîr kir. Li gorî daxuyaniyên fermî, hejmara miriyan ji 40 hezarî derbas bûye. Lê hejmara rastîn pir zêdetir e. Ez bi xwe jî hin hevalan nas dikim ku gelek endamên malbata xwe winda kirine.

Piştî erdheja kujer, hişê min çû rapora -herî veşartî- (1935) ya İsmet İnönü, yê ku di hiyerarşiya Tirkan da piştî Mustafa Kemal yê diduyan bû. Di raporê da, li kêlekan tiştên din wiha hatibû nivîsandin: “Ku tedbîr neyên sitendin, bajarê Erzinganê wê bibe paytexta Kurdistana siberojê.”

Bê guman tedbîr hatin sitandin: Li herêma berfireh a Dêrsîmê, ku beşeke mezin a vî bajarî jî dikebe navê, di sala 1938an de komkujîyekî mezin pêk anîn. Piştî vê yekê, di sala 1939an da li herêmê erdhejek mezin ( 7.8 rîxter) qewimî ku, anegorê daneyên fermî 32 hezar mirî û 100 hezarî zêdetir jî birîndar hebûn. Veguhestin û nefîkirinekî mezin ya xelkê pêk hat û piştre jî, ji bo guhertina demografiya herêmê, Tirkan anîn li vê heremê bi cih kirin. Di encama vê siyaseta kolonyalîst da, îro li bajarê Erzinganê yê Kurdistanê tevgera kurdî gelek qels bûye.

Kurd wek neteweyeke mezin hê jî ne xwediyê dewleta xwe ya serbixwe ne û di bin dagirkeriya çar dewletên kolonyalîst (Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê) da ne û ji mafên herî bingehîn yên netewî bêpar in, yên wek, naskirina wan wek Kurd, binavkirina welatê wan wek Kurdistan, perwerdeya bi zimanê kurdî û hwd.. Ev yek, felaketek e ji bo miletekî. Di van şert û mercên neazad da, dema ku karesatekî mezin a xwezayî diqewime, hingê ev felaket dibe qat bi qat. Tenê li nîvê başûrê Kurdistanê li Iraqê, Kurd xwedî statuyekî federal in. Dijminatiya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan di her qada jiyanê de diyar e: Her çiqas herî zêde mexdûrên erdhejê Kurd bin jî, rêxistina dewleta Tirk a ku bi 7 zimanan agahiyan dide erdhejzedeyan, van agahîyan bi zimanê kurdî nade!

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî https://bcf.krd ku navenda wê li Federasyona başûrê Kurdistanê ye, ji roja pêşî ya erdhejê va li bakûrê Kurdistanê li heremên erdhejê ye. Ew, bi tîmên rizgarkirinê, bi sedan kamyonên bargir yên bi alîkariyan, xebatkarên peatin û belavkirina xwarinê, navendên saxlemîyê yên gerok bi dehan dixtor, karmendên saxlemîyê û dermanan gihîştine hewara birayên xwe û her wusa jî, ji roja pêncan ya erdhejê gihîştine bajarê Efrînê Kurdistana "Sûriyê" ku di bin dagirkerîya dewleta Tirkan da ye.

Hûn dikarin piştgiriya xebata Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî/BCF bikin
Li ser vî hesabê jêrê:
Navê hesab: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî/BCF
Hejmara IBAN: GB33BUKB20086453342417

Bajarê Cindirêsê li herema Efrînê


Hewlêra başûrê Kurdistanê, şagirtên dibistana despêkê alîkarîya mexdûrên erdhejê dikin


Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî/BCF


Heremên erdhejê, nexşeya The Wall Street Journal


Kurdistan, nexşeya Ensîtûya Kurdî ya Parîsê