15/04/2008

Celadet A. Bedırxan 4, 2002, grafika rengin a bı asit, 15x11 cm.


REXNE: Çend Dîtin Li Ser Nirxandinekî Konê Reş

Di hejmara 45an a Avestayê da nivîsa helbestvanê me yê hêja Konê Reş a bi navê “Nirxandinekî kurt li dor Mîr Celadet Alî Bedir-Xan” hate weşandin. Li ser gelek raman û dîtinên wî yên ji bο Celadet Alî Bedir-Xan ez jî hemfikir im. Bê guman ne tenê C. A. Bedir-Xan, lê gelek serok û ronakbîrên di dema ku ew dijîya, xwedîyê wesfên rêvebir û serokên dewletan bûn. Lê belê li ser dîtina wî a ku Celadet. A. Bedir- Xan û Mustafa Kemal datîne kêlaka hev û bi mînaka “Atatürk”, Celadet. A. Bedir- Xan layîqê laqab an jî navê “Atakurd” dibîne, dijberîyên min hene, ango ez wekî wî nafikirim.
Celadet A. Bedirxan, 2002, grafîka rengîn a bi asît, 15x11 cm.

Konê Reş li ser vê mijara ku ez behsa wê dikim weha dibêje:

"Di bawerîya min de heger ew derfetên ku ji Mistefa Kemal Paşa re hatin, ji Mîr Celadet Bedir-Xan re bihatina, wê Mîr Celadet nekêmî Mistefa Kemal Paşa ji gelê xwe re çak û rindî kiriba.]tevî ku em ne bi nijadperestîya Kemal Paşa re.

Lê mixabin tev derfet li pêş wî girtîbûn, tevî wilo jî tiştê ku jêhat ji gelê xwe re pêşkêş kir.

Heger (Atatork) bavê Tirkên nûjen û modêrn be, bê goman Mîr Celadet Bedir-Xan jî (Atakurd) ê Kurdane, bavê çand, ferheng û rojnamevanîya Kurdî ya giştî ye.”

Divê ji destpêkê va destnîşan kim Konê Reş li ser nîjadperestîya Mustafa Kemal zanyar e, lê li gel vê yekê jî dîsa ji bo Celadet Alî Bedir-Xan bi karanîna navê “Atakurd” texsîr nake.

Mustafa Kemal, piştî ku wek berdewamîya dewlata Osmanî, Tirkîyeyê li ser hîmên nû saz kir, bigotinekî dinê, piştî ku Asyaya Piçûk ji gelên ku ne misilman in bi rêya tevdakuştinan “paqij kir”, perçekî mezin a Kurdistanê di bindestîya Tirkîyeya nû da parast û stuyê Kurdan şikand, her wusa mihalefeta li himberê xwe jî berteraf kir, bi emir û fermana xwe li Tirkîyeyê çend kiryara da destpêkirinê. Li gor îdeolojîya fermî ya Tirkîyeyê ev “şoreş in”. Ango “şoreşa cil û berga, şoreşa ziman û yên din.” Dîsa di vê demê da ewî qanûnekî bi navê “qanûna paşnavê” derxist. Li gor vê qanûna he, divîya her hemwelatîyê Tirkîyeyê bibûya xwedî paşnavekî. Mustafa Kemal paşnavê “Atatürk” li xwe kir û vî paşnavî ji bo herkesê dinê qedexe kir, xeynî wî mafê tu kesê dinê tunebû ku vî paşnavî bi kar banîya.

Celadet A. Bedırxan 1, 1997, grafîka li ser dar, 33x23 cm.

Di kiryarên wî da, tiştê ku hertim di bal û hizra Mustafa Kemal da hebû asîmîlekirin û wendakirina Kurdan bû. Lewra ji xeynî Tirkan neteweyê herî mezin ku li wir dijîya Kurd bûn, her weha Kurdistan jî, ji sisêya yek a erdnîgarîya Tirkîyeya nû diket. Tecrûbeyên ku ji qirkirina File û Yunanan derdiket, ji bo Kurdan jî rê nîşanê wî didan. Qedexekirina hebûna Kurd û Kurdistanê, herweha qedexeya zimanê kurdî di vê demê da dest pê kir, ev qedexe heta sala 1938an, ê bi tevdekuştinan bimeşîya.

Tevdakuştina bêxwîn a ziman û çanda kurdî jî, heta niha her berdewam e.
Dema ku wî navê “Atatürk” li xwe danî, li hemû Kurdan paşnavên tirkî hat ferz kirin. Hinek ji van paşnavan jî wusa ne: “Türk, Öztürk (Tirkê xas)” û yên wekî wan.

Mustafa Kemal di nav sîstema xwe ya dîktator da, li dora xwe mîtolojîyek dabû belavkirin. Herkes mecbûr bû ku bi wê çîrokê bawer bikirina. Li gor vê mîtolojîyê, ku ne ji wî (M. Kemal) bûya wê netewê Tirk ji hev tarûmar û belav bibûya û ê biketa bindestê hêzên mezin ên wê demê, ê Tirkîye perçe perçe bibûya. Mebesta wî bê guman peymana Sevrê ye. Herçiqas perçekî axa Kurdistanê ji Ermenîstanê ra dimaya jî, peymana Sevrê li gor rastîya demografîk a heremê tevgerîyabû: Ji bo Tirkan Tirkîyekê ji bo Kurdan Kurdistanekê ji bo Fileyan Ermenîstanekê û herema rojavaya Asyaya Piçûk ku Yunan lê dijîyan, dê ji Yunanîsyanê ra bimaya. Bi gotinekî dinê, li ser axa dewleta Osmanî ya jihevketî, ê her netewe bibûya xwedî axa xwe. Xwîya ye ku ne netewa Tirk û ne jî herema ku ew lê dijîyan (Tirkîye) di nav xeterê da bû. Lê li gor mîtolojîya M. Kemal rastîya jîyanê, her wusa rastîya dîrokê hatibû serûbinêhevdûkirin. Bi hevkarîya hêzên mezin ên cîhanê (İngîtere, Fransa, Sovyet û Almanya) şerê qirkirina File û Yunanan û di rewşa bindestîyê da hiştina Kurdistanê wek “şerê îstiqlalê (serxwebûnê)” hat pêşkeşkirin.

Dema wî navê “Atatürk” li xwe danî, xwe wek hîmdar û çêkirdarê neteweyê Tirk eşkere kir, vêca her tişt bi wî destpê dikir û her Tirk bê ku bikebe nav şikê, bikaribe bifikire û gotûbêj bike, divîya heta hetayî mînetdarê wî bimaya. Kurd û netewe û kêmneteweyên ku ne Tirk bûn, divîya bihatina asîmîlekirin, kuştin û bê şexsîyetkirin û bi darê zorê be jî divîya bigotina: “Çiqas bextîyar e ew ê ku dibêje ez Tirkim”, “Tirkekî bedelê hemû cîhanê ye”, “Bi Tirk(bûnê) pesnê xwe bide, bixebite û bawer bike.”...Dîsa bi emir û dîrektîfa M. Kemal, di salên 1930yan da gihiştin wê xerifandinê, ku wek îdeolojîya fermî ya dewletê digotin ku “zimanê tirkî bingehê hemû zimanên cîhanê ye, ango hemû zimanên cîhanê ji zimanê tirkî peyda bûne. Her wusa hemû gel û medenîyetên cîhanê ji gelê Tirk peyda bûne.”


Celadet A. Bedirxan 2, 1997, grafîka li ser dar, 25x23 cm.

Doktrîna yek netewe, yek ziman, yek îdeolojî, yek partî, yek serok û berterafkirina her muhalefetê hîmên bingehîn ên sîyaseta M. Kemal bûn. Ev îdeolojî, berîya ku Musolînî, Hîtler û Franko werin ser hukim, li Tirkîyeyê hat ser hukim. Musolînî, Hîtler û Franko li welatên xwe da, paşê hatin lanet kirin, dema hukimê wan wek rûpeleka reş û nexêr a dîroka van welatan hate îlankirin, Lê ev îdeolojîya M. Kemal piştî 80 salan, hê jî li ser hukim e. Tirkîye di nav pirsgirêkên ku M. Kemal avakir da digevize. Ji ber sebebê van pirsgirêkan, rûreş û bê îtîbar e.

Konê Reş dibêje ku “wê Mîr Celadet nekêmî Mîstefa Kemal Paşa ji gelê xwe re çak û rindî kiriba.” Divê meriv jê bipirse ka gelo çî ye ew “çak û rindîya” ku M. Kemal bi gelê xwe kirîye? Ma wî ji bo gelê xwe dîrokekî çewt û derewîn ava nekir? Dema ku karbidestên Tirk deh zincîran têdixin stûyê Kurdan, ma qê ne mecbûr in ku du zincîran jî bavêjin stûyê Tirkan? Ma sedama sereke ya bê demokrasîbûna Tirkîyeyê, çaresernekirina pirsgirêka Kurdî nîne? Qê li pêş çareserkirinê, astenga bingehîn ew îdeolojîya ritam û rizyayî ya M. Kemal nîne? Ma qê gelê Tirk mecbûr e ku, heta hetayê, xwîn û ekonomîya xwe ji bo parastina statûya bindestmayîna Kurdistan‘ê xerc bike? Ma qê mafê gelê Tirk tune ye ku wekî gelên Îtalî, Alman û Îspanî dema reş a dîroka xwe rexne bike, neheqîyan ji holê rake û ji barê sixêf ê dîroka xwe bifilite? Gelo qê mumkun e ku em ji derew û çîroka M. Kemal bawer bikin, xwedîgiravî ku ne ji wî bûya dê gelê Tirk ji hev tarûmar û wenda bibûya?

Konê Reş di derbarê M. Kemal da dibêje “tevî ku em ne bi nijadperestîya Kemal Paşa re”. Ma alîyên baş ên M. Kemal çi ne ku em wî û Celadet A. Bedir-Xan danin kêleka hevdû? Muqayesekirina Celadet A. Bedir-Xan û M. Kemal bê şansîtîyekî ye û ne di cî da ye. Laqab an jî navê “Atakurd” ji bo C. A. Bedir-Xan tadeyî û neheqî ye. Modela “Ata -türk” modelekî xirab û ne serketîyî ye, ji bo me Kurdan nikare bibe mînak. Ev her du gotin (ata –Türk), di kesayetîya M. Kemal da hatin ba hev û lewitîn. Ku civata Tirkan dînamîk bûya û wekî civatên ku me li jorê behskirî li rastiya dîroka xwe vegerîyaya û pirsgirêkên ku niho heyî çareserbikira, dê wê bi xwe, cîyê ku layîqê Atatürk e, bidayê.

“Fuhrer” gotineki almanî ye, ew jî wekî bi dehhezaran peyvên almanî ji kûrrahîya dîrokê tê û di wateya “rêber”da ye. Lê belê ev gotin bi Hîtler hate lewitandin. Lewra Hîtler ji xwe ra digote fuhrer. Civata Alman ku rûpelên reş ên dîroka xwe rexne kir, vî navê qirêj jî danî alîkî. Li Almanya’yê, ji tu serok ango “rêberê”partî an jî rêxistinî ra nabêjin fuhrer. Ji ber ku bikaranîna gotina fuhrer ji bo kesekî, tafîl Hîtler tîne bîra mirovan. Herçiqas di navbera mirina wan da 23 sal hebin û wî tevdakuştina Cihûyan nedîtibe jî, gelo tu Cihûyekî dikare ji Elyêzer bîn Yehûda * ra bibêje ku ew “fuhrerê Cihûyan e?” . Nexwe, em çewa dikarin xwezîya xwe bi vî navê felaket û xwînrijê xwe, bi “Atatürk” bînin û ji vî navî birêkebin, ji ronakbîrê me yê mezin ra bêjin “Atakurd”? Ma qê li cîhanê xelaya ronakbîr û zanayan rabûbû ku meriv navekî din ê wek mînak nebîne?

Ji alîyê dî va dîrok û hebûna gelan bi yek kesî va girêdan, ango ku ne ew kes bûya ê gel an jî netewe wê wunda û ji hev biketa, dîtinekî çewt û totalîter e. Ez bawer nakim ku Konê Reş xwedî dîtinên wusa be. Em Kurdên ji bakûrê welatê me, eve zûva ye ku bi dîtinên bi vî awayî ra bi rû bi rû ne. Trajedîya me ew e ku, ew kesê ku man û nemana Kurdan bi hebûna xwe va girê dida, niha mixabin bûye pesindarê Atatürk û şîretdarê berjewendîyên dewleta Tirkan.
Serhad Bapîr 31/5/2003

* Binêre: Herokol Azîzan,“Zilamek û zimanek” Ji nûva çapa HAWAR‘ê, Weşanên Nûdem 1998, Cîld 2, rûpel 944-946.

Celadet A. Bedirxan 3, 1997, grafîka li ser dar, 35x23 cm.
Têbinî:
Min vê nivîsa xwe ya jorê, li ser nivîsa Konê Reş a bi navê “ Nirxandinek kurt li dor Mîr Celadet Alî Bedir-Xan” nivîsî û hingê di malpera Avestakurd da hat weşandin. (Hejmara 46an) http://www.avestakurd.net/arshîv/Avesta46/serhad%20bapîr.htm
Konê Reş di vê nivîsa xwe da, çewa ku Atatürkê Tirkan heye, ew jî Celadet Bedirxan layîqê leqaba “Atakurd” dibîne. (Avestakurd hejmara 45an) http://www.avestakurd.net/Avesta45/kone%20res.htm
Nivîsa min vê dîtina Konê Reş rexne dike. Nivîsa Konê Reş a ku min behsa wê kir, nivîsa min û her wusa bersiva Konê Reş (Bersiva Serhad Bapîr Li dor navê Mîr Celadet Xan yê Mîr) a li ser van dîtinên min jî, (Avestakurd hejmara 46an) http://www.avestakurd.net/arshîv/Avesta46/kone%20res%20bersîv.htm hemû di arşîva malpera Avestakurdê da hene.

Cewaba Konê Reş min êşand, lewra ji ber ku min hin dîtinên wî rexne kiribû, bê ku ew guh bide nivîsa min û her wusa min nas bike, bi zimanekî êrîşkar û ne xweş dest bi nivîsa xwe kiribû. Nivîsa Konê Reş wusa dest pê dikir. “Hêjayo Serhad Bapîr ! min bersiva te xwend, li gor min naskir hêj tu ji bin bandora zimanê Mîstefa Kemal nehatiye rizgar kirin, hêj tu bi zimanê wî di ponije û ramiye û bi kurdî dinîvîse..Ev yek xweş nîşanê bê çendî kurdên me yên Kurdistana bakur û piştî 80 salî, hêj ji bin bandora bavê tirkan rizgar ... nebûne”

Ji alîyê dî va, ew zû va bû ku haya min ji Malpera Celadet Bedirxan ( http://www.celadet.com/ ) hebû, di vê malperê da gelek nivîs û dokumentên Celadet Bedirxan bi xwe û her wusa jî, gelek nivîsên ku kesên din li ser kar û xebatên Celadet Bedirxan nivîsîne hene. Ez fikîrîm ku, ji ber ku ev nivîsa min jî li ser hin xusîsîyetên C. Bedirxan e, baştir e ku di nav arşîva vê malperê da cîyê xwe bigre. Nivîsa Konê Reş a ku min wê rexne kiribû di arşîva malperê da hebû, http://www.celadet.com/modules.php?name=News&fîle=artîcle&sîd=70 lê belê nivîsa min tê da tunebû. Min vê nivîsa xwe tevî 8 grafîkên ku min ji bo Celadet Bedirxan û 100 Salîya Rojnamegerîya Kurdî çêkiribû, di 11-12-2007 a da ji malperê ra şand.

Piştî ku bi rêya e-maîlan çend caran min û rêvebirê malperê (Zekî Ozmen) me ji hev ra nivîsî, di dawîyê da wî ji bo weşandina nivîsa min şertekî danî ber min, wî ji min ra got ku “Paragrafa dawî ya nivîsa te ("Em Kurdên ji bakûrê welatê me, eve zû va ye ku bi dîtinên bi vî awayî ra bi rû bi rû ne. Trajedîya me ew e ku, ew kesê ku man û nemana Kurdan bi hebûna xwe va girê dida, niha mixabin bûye pesindarê Atatürk û şîretdarê berjewendîyên dewleta Tirkan.") dîrekt mesajeke sîyasî ya ku serokekî rêxîstineke kurdan ji yên herî mezin tewambar dike. Ezê li ser vê dîtinê shirovê nekim lê ji hêla etîkî ve ezê vê paragrafê nikaribim biweshînim"

Min jî, jê ra wusa got: “Ev dîtinên min bê guman dîtinên sîyasî ne û ez li pişt dîtinên xwe me. Ji kê derê tê bila bê, ez tu carî sansor û otosansorê qebûl nakim. Mesele gelek vekirî ye: Konê Reş piştî gelek pesnan, Celadet Bedirxan layiqê "Atakurd" ê dibîne. Ez vê dîtina wî rexne dikim û behsa hin xususîyetên Atatürk dikim. Her wusa dîsa di dawîya nivîsa xwe da, behsa hin bûyerên sîyasî yên ku di dema me da diqewimin, dikim: " Trajedîya me ew e ku, ew kesê ku man û nemana Kurdan bi hebûna xwe va gîrê dida, niha mîxabin bûye pesindarê Atatürk û şîretdarê berjewendîyên dewleta Tirkan". Çewa ku em di çapemenîyê da, ji hevdîtinên Abdullah Öcalan ên ku bi awuqatên xwe ra pêk tîne hîn dibin, A. Öcalan xweyê van dîtinên ku ez li jorê behsa wan dikim e. Ev ne îftîra û ne jî tawanbarkirin e. Yanî ku A. Öcalan bi daxwîyanî û beyanên xwe ne heyranê Atatürk bûya, li himber avakirina dewletekî kurdî li başûrê Kurdistan‘ê derneketa û ji bo "mezinbûn û bihêzbûna" dewleta Tirkîyeyê şîretan li rêveberin dewletê nekira, hingê gotinên min dibûn derew û îftîra. Bê guman PKK hêzekî mezin yê Kurdan e, lê belê ev mezinbûn, yan jî, hêzekî din yê piçûk, ne bingehên pîvanên rexnekirin û rexnenekirinê ne.Em bêjin ku Celal Talabanî niha serokdewletê Îraq‘a Federal û Mesûd Barzanî jî serokê Kurdistan‘a Fedaral e, ew meqam û wasifên wan ên mezin divê nebin sedem ku meriv wan rexne neke. Bê rexne û bê şirove du pîvanên olan in. Di dînan da, "bawer bike, şirove û rexne neke!" heye. Tu dibêjî ku " Ezê li ser vê dîtinê shirovê nekim lê ji hêla etîkî ve ezê vê paragrafê nikaribim biweshînim". Çewa ku ez ji nivîsa te fêhm dikim, tu van dîtinên min rexne dikî (yanî şirove) û wek dervayê ahleqa çapemenîyê dibînî. Her wusa ji bo weşandinê wek şert jî, derxistina vê paragrafê (sansor) ji min dixwazî.

Li kêleka welat û zimanperwerîya wî, di Celadet Bedirxan da ew wesifa ku herî zêde ez qedir didimê, ew xususîyeta wî bû ku, wî di warê bîr û bawerîyê da, bawerîya xwe bi normên rojavayî û demokrasîyê anî bû. Yanî di demekî da, ku îdeolojîyên çep û komunîstîyê tesîra xwe li ronakbîrên seranserên cîhanê dikir, wî hê ji wê çaxê va, tu siberoja vê îdeolojîya totalîter û dîktator nedidît. Civatên (dibe ku komele, teşkîlat, partî an jî dewlet bin) vekirî, pir reng û pir deng, yên ji rexne û fikrên cihê natirsin civakên ronak û baş in. Kekê Zekî, çewa ku min li jorê jî got, ji kê derê tê bila bê, ez tu carî sansor û otosansorê qebûl nakim. Ez naxwazim di bin van şertan da tu nivîsa min di malpera xwe da biweşînî. Ji kerama xwe ra wê nivîsa min û wan berhemên min ên hunerî bavêje çopê.”

Werhasil, ez niha vê nivîsa xwe bi tevî 4 grafîkên xwe yên li ser Celadet Bedirxan li vê derê diweşînim. Yên meraqdar, dikarin her du nivîsên Konê Reş jî, ji lînkên jorê peydabikin û ji xwe ra bixwîynin.

05/04/2008

Ji bo 100 Saliya Rojnamegeriya Kurdi 1, 1998, grafika li ser dar, bi reng, 32x23 cm.


Jı bo 100 Saliya Rojnamegeriya Kurdi 2, 1998, grafika lı ser dar, bı reng 19x25 cm.


Mıqdat Mithed Bedırxan 2, 1997, grafika lı ser dar, 35x23 cm.


Mıqdat Mithed Bedırxan 1, 1997, grafika lı ser dar, 35x23 cm.


Keda Hunermend û Nasnameya Berhemê

Lı ba me, lı ba parti û teşkilatên Kurdan da zihniyeteki hebû û hê ji heye: Xebata endam û aligırên partiyeki tenê lı ser hesabê partiyekê tê nişandan û rola endam û aligıran yan pıçûk tê ditın an ji jı xwe qet nayê ditın. Rola partiyê her wusa rola serokê partiyê pır mezın tê nişandan û berevajiyê wê ji endam û aligır ji bê qedr, bê nav û nasname tê ditın. Her çıqas endam û aligır, bı navê derewin ê "rêheval" tên nişankırın ji, dı rastiyê da ew elemanên partiyeki ne û ew ê dı wexteki da, lı ciheki werın xerckırın. Dı hemu parti, teşkilat û saziyên ne demokratik da merıv leqayê van pratikan tê. Wek nımune her çıqas nav û nasnama her leşkeri hebe ji militarizm û her wusa dewlet abideyên "leşkerê bênav (meçhul)" datinın. Jı bo mekanizma ne demokratik a leşkeriyê qimeta leşkerên mıri êdi tenê ewqas e, her wusa yên sax ji, jı bo kuştın û mırınê tên hazırkırın. Ku qimet û qedr hebe, ew ji jı bo qomutan û serfermandaran ın û dı derecên rutbên wan da ev tên nişankırın.
Eyni zihniyet dı karanina berhemên huneri da ji xwıya dıke. Jı bo wan lı cıheki da bı karanina berhemên huneri muhim e, ew ji wek xeml, ispat û dokumentê tışteki. Ew kesê ku wê berhemê çêkıri ye, ne ewqas muhim e û navê wi ji pıraniya caran nayê nıvisandın, her wusa malumatên lı ser berhemê (sala çêkırınê, teknik û mezınahiya wê) ji nayên nıvisin.
Lı vır ez dıxwazım nımûneyek bıdım: Dı paşiya sala 1997 a û dı despêka sala 1998 a da, jı bo 100 saliya Rojnamegeriya Kurdi mın rêzek grafikan çêkırıbû. Yek jı van grafikan bı navê "Mıqdat Mıthed Bedırxan 1 " bû. Mın du grafikan lı ser Mıqdat Mıthed Bedırxan çêkırıbû û ev ya yeka bû. Ev grafik cara pêşi dı sala 2001 a da, dı pêşangeha mın a Kıtêbxaneya Kurdi ya Stockholmê da, bı tevi 45 grafikên mın ên dın hatın pêşkêşkırın. Grafikên mın hemû lı ser Kurdan bûn, lê belê xeyni çend nas û merıvên mın û çend merıvên rêvebırê Kıtêbxanê, tenê 7 kesên dın dı vekırına pêşengehê da hazır bûbûn. Yani berhemên mın ên grafiki bala Kurdên Stockholmê nekışandıbûn. Vê grafika ku ez behsa wê dıkım, paşê dı sala 2004 a da mın jı malpera Avestayê ra şand û bı vi avayi cara pêşin dı internetê da hat weşandın. Demeki pışti ku hat weşandın, gelek weşanên dın jı xwe ra bırın û bê ku navê hunermendê ku wê çêkırıye û malumatên lı ser berhemê lı bıni bınıvisinın jı xwe ra weşandın. Yên ku heta nıha ez bı wan hısiyame, ev weşan ın: Malpera "Nasname", rojnama "Peyama Kurd", spota bernama "Gava Sêyemin" a Helim Yusıf lı "Roj Tv "da, afişa derketına rojnama "Azadiya Welat" wek rojnameya rojane lı Diyarbekırê.
Çewa ku dı vê nımuneyê da ji xwıya dıke, tu qedra keda hunermend nayê gırtın, jı bo wan wek ispat, xeml û dokument a nûçeyeki, tenê karanina berhemê mıhim e. Çewa ku keda xebata endam û aligırên partiyan, jı aliyê serok û rêvebıran va tê karaninin û dı daviyê da ji endam û aligır bê sıfat û bê şexsiyet tê ditın.
Mın bı xwe, heta nıha çend caran dı derheqê weşandına berhemên mın da, bala weşanên kurdi kışandıye ser vê meselê. Berhemên huneri ku bı destên hunermendan çêdıbın, ne berhemên anonim ın, xwediyê nasnameki ne û wek prensip dıvê merıv qedr bıde keda hunermendan û nasnameya berhemê bı xwe ji.