08/03/2009

"Helal be" jı we ra!

Hewar 1, 1989, grafîka li ser lînelîum, 30x16,5 cm.


Namus,

a ku di nav şeqên mêran da,

wek kundirê beravê

daliqandî ye,

ji bo zewq û kêfa meran e.

Di nav wê edaleta

zewq û sefa ya mêran da,

jin wekî kavir û çêlekan nin,
tên kirîn û firotinê.

Ol nobedarê vê desthilatîyê ye
û navê vê desthilatarîyê jî
Kurdistana Azad e.

Dibêjin ku keçikên 3-4 salî,
ji alîyê qesasên jin va
tên xesandin,
li ser daxwaza dê û bavan.

Da ku di siberojên xwe da
ji xwe û ji mêrê xwe

tu teamê nestînin.


Ez “heyranê” wê edaletê me,
ya ku bi kîrê mêran
hatîye pîvandin û kişandin.

Ez “heyranê” wî aqilî me,
ku rûbera quzên keçên me,
bi şûrekî jengarî
yê hezarûçarsed salî dipîvin
û yê "zêde" jî,
dibirin û davêjin
ber devê kuçikan.

Ez “heyranê” wê desthilatarîyê me,
ku di sedsala 21 a da,
hefsaran dike stûyê çar jinan
û serê vî hevsarî jî
bi kîrê xwe va girêdide.
Ji xwe “mêranî” jî ev e.

Dê û Zarok, 1998, grafîka li ser metal bi asît, 25x16,5 cm.

Dibêjin ku,
Kurdistan
dayika me hemû Kurdan e.
Nexwe Kurdistan jî jin e.
Gelo ew jî di piçûkatîya xwe da
hatîye sunetkirin?

Gelo ji ber vê yekê
bûye çar perçe,
da ku her çar perçe
bibin wek çar jinên mêrekî?

Dibêjin ku
quzê kerê jî çar perçe ye,
hima bila perça mezin jî
li devê
desthilatdarên me be.

Sibata 2009 a.


Jin, 1999, hibra çînî û rengên avê, 21x18 cm.

No comments: