10/02/2008

Helbestvanê Mezin Cegerxwîn

Cara pêşî dema ku min helbestekî Cegerxwîn xwend, ez dibêjîm qê sala 1977an bû û ez jî derdorê 13-14 salî bûm. Di hejmara 1ê, ya kovara Rizgarî’yê da, li ser jîyana wî nivîsekî hebû, navê nivîsê “Mamosteyê Giran Cegerxwîn” bû. Di wî emrê xwe yê piçûk da ev gotina “giran” bi salan min mijûl kiribû û bi min giran hatibû. Min fêhm nedikir ka çewa helvasvanekî dikare giran be. Li kêleka vê nivisa kurdî da, eynî nivîs bi zimanê tirkî jî hatibû weşandin û li wir jî “Büyük Usta Cegerxwîn” (Hosteyê mezin Cegerxwîn) hatibû nivîsandin. Min anagorê xwe cumleya mamosteyê giran werdigerand ser zimanê tirkî, dîsa jî tu mane ji vê “giranî”yê dernediket. Ez difikirim ku, gelo çima jê ra negotine “mamosteyê mezin”. Xeynî vê nivîsê, du helbestên wî jî hatibûn weşandin. Yek ji her du helbestên wî, ya bi navê “Heval Pol Robson” bû. Ev helbest gelek xweşî min diçû, Cegerxwîn tê da ji Robsonê hunermendê reşik ra digot ku “Ne tenê reşik ketin bin destan. Em jî sipî ne mane perişan.” Sedemekî din yê ku min ji vê helbestê hizkiribû jî ew bû ku hozanê me yê mezin Şivan Perwer, ku di wan salan da navê wî wekî efsanekî di nav Kurdan da belav dibû, vê helbesta Cegerxwîn kiribû sitranekî sipehî, eynî wekî ya helbesta Cegerxwîn a bi navê “Dîyan Bîyan Fu”yê. Her wan salên berîya cuntaya leşkerî ya dewleta Tirkan a 1980yan, li ba hevalekî min, çavê min bi kitêba “Kî Me Ez” jî ketibû.

Ji wê çaxê va helbestên Cegerxwîn û her wusa jî jîyana wî bala min dikişînin. Dema ku ez ji Kurdistanê derketim û hê wek firar li Tirkîyê dijîyam, di payiza sala 1984an da pêşî ez bi mirina Yilmaz Guney û her di wê payîza hanê da, pişti çûna min a Yunanistanê jî, ez bi mirina Cegerxwîn hisîyam. Stuxwarîya muhacereta li xerîbîyê û wendakirina Y. Guney û Cegerxwîn tesîrekî mezin li min kir. Di hişê min da muhaceret û wendabûna van her du kesan bi hev ra hatin girêdan û hê jî her wusa maye.

Min her gav jîyana Cegerxwîn meraq dikir. Di weşanên Kurdan da nivîsên ku li ser wî hatibûn nivîsîn û hevpeyvînên ku bi pê ra hatibûn çêkirin heta dereceyekî cewaba vê meraqa min didan. Meraqa min li ser jîyana Cegerxwîn bi xwe bû. Merivên wî yên ku li bakûrê Kurdistanê man kî ne û niha li kur in? Bi keçxala xwe ra zewicîbû gelo çend zarokên wî hebûn. Xeynî helbestvanîyê, ew xweyê tu meslekekî bû jî, an na? Xeynê helbestvanî û nivîskarîyê gelo ew bi tiştekî din ra jî mijûl dibû an na? Wî idara xwe û ya aila xwe çewa pêk dianî? Ez dizanim ku, dema ku li Swedê mir, wî birin li Kurdistanê û li Qamişloyê di hewşa mala wî da wî veşartin. Gelo kengê vî xanîyê hanê ji xwe ra kirîbû an jî çêkiribû. Gelo ew jî wekî piranîya civata Kurdistanê ya salên berê, her bi cotkarîyê idara xwe dikir? Gelo qet zevîyên wî hebûn û çi diçinî? Ev pirsên min hemû di derheqê jîyana wî ya ferdî da ne, lewra malûmatên di derheqa dîtin, felsefe û berhemên wî da kêm zêde meriv dikare peyda bike.

Rojnamevan û nivîskarên Kurd ku hevpeyvînan bi kesayetîyên wekî Cegerxwîn ra dikirin piranîya caran pirsên bi vî awayî nedikirin, hewcedarîya cewabên van pirsan nedidîtin, niha jî hima bêje her bi vî awayî hevpeyvînan dikin. Di salên 1970 û 80yan da jîyana kesekî tenê bi sîyasetê û heta dereceyekî jî bi berhemên wî va sinor kirî bû û hima bêje niha jî li ba me bi vî awayî ye.

Jîyanname an jî jînegerîya kesayetîyan, en hindik bi qasî berhem û xebatên wan bala meriv dikşîne, çewa ku em pê dizanin, jîyanname yên kesên bijarte, wek beşekî serbixwe ya edebîyatê tê zanîn û di vî warî da, di van salên dawî, li seranserê dinyayê da gelek berhemên giranbuha hatine weşandin. Gelo ji ber kîjan sedemî Kurdan bala xwe neda jîyanname ya Osman Sebrî, Cegerxwîn û yen mayîn û li ser jîyana wana ferdî pirsan ji wan nedikirin? Mehmet Uzun li ser beşek ji jîyannameya Celadet Bedirxan, Memduh Selîm Beg û Evdalê Zeynikê sekinîye û romanên xwe afirandîye. Li ser naveroka van kitêban gelek munaqaşe çêbûne, em bêjin ku, ya ku li ser Evdalê Zeynikê ye, çewa ku lêkolîner Ahmet Aras jî dibêje, xeyni navê kitêbê, tu danûsitandina vê kitêbê bi jîyana Evdalê Zeynikê ra tune ye, hima bêje hemû malûmatên lı,i ser Evdal ji rastîyê dûr in û tu elaqa Evdal jî bi wan ra nîne.

Çewa ku em di nimûneya kitêbên M. Uzun da jî dbînin, malûmatên di derbarê jîyana ferdî ya kesekî/e da, dikarin bibin çavkanîyên baş ya edebîyata siberojê jî. Her wusa, gelo meriv çewa dikare bêy ku malûmatên li ser jîyana wan a ferdî zanibe, bikaribe kesayetîyên wekî Cegerxwîn û O. Sebrî, bi awayekî baş fêhm bike?

Îdeolojîyên komunîst û çep li ser “menfaatên” civatê hatine avakirin, ango kes an jî ferd ji bo menfeatên civata karker û xebatkaran xızmetê dikin. Kar û xebata ku ferd dikin, muhra partî û teşkîlatê lê dikebe û dibe malê partîyê. Partî jî, ji xwe serok bi xwe ye! Li dervayê teşkîlatê da, tu fonksîyonekî ferd nayê dîtin. Her tişt û her wusa jîyana ferdî jî fedayê menfeatên partîyê dibin. Ferd dema di nava rêxistinê da be, “qedrê” wî tê zanîn û mezin tê hesibandin, dema ji bo bîr û bawerîyên xwe an jî sedemekî din ê ji partîya xwe veqete, hingê dîtina teşkîlatê ji bo wî berevajî dibe. Êdî ew wekî ne ku tu tiştekî ye tê hesibandin an jî qet nayê hesibandin jî. Ev mantiq di olan da jî heye.

Di vê sîstema hanê da, ne qedrê zindîyan, lêbelê tenê qedrê mirîyan heye, qedrê wan mirîyên ku li ser doza partîyê da mirine. Dema ku wê behsa van mirîyan jî bikin, wê tenê behsa ked û xizmeta ku wan ji bo partîyê kirîye, were kirin. Jîyana ferdî ya van mirovan, em bêjin wek nimûne eşîra wan, xwişk û birayên wan, jin/mêr û zarokên wan, derdora wan ya ne sîyasî, wê wek ku qet tune bûne, were dîtin. Malesef, Kurdan piranîya caran bi van berçavkên hanê li ferd û kesayetîyên xwe nihêrtine.

Cegerxwîn di seranserê sedsala 20 an da bû şahidê gelek bûyer û qewimandinan. Bê guman beşek ji van bûyeran di nav helbestên wî da jî xwiya dikin. Di Dîwana Yekan da, helbesteki Cegerxwîn a bi navê “Bi kurtî Jîna Min” heye. Di vê helbestê da, di çarçoveya helbestekî da, li ser jîyana xwe malûmatên gelek baş dide. Her wusa nivîsa kurt a Celadet Alî-Bedirxan ya li ser Cegerxwîn jî, di derbarê jîyana wî da gelek malûmatan dide me. Lê ev hemû malûmatên sinorkirî digiîhîjin heta sala1945an. Ez dizanim ku kitêbekî Cegerxwîn ya bîranînên wî jî heye, lê ez nizanim ka ev kitêb heta niha hatîye çapkirin an na.

Ji van nivîsan em fêhmdikin ku ew di sala 1903yan da li gundê Hesarê ya Kercosê hatîye dinê. Navê wî berê Şexmûs bû ye. Ew kurê Hesen û Eyşan’ê ye û di piçûkatîya xwe da dê û bavê xwe wenda dike, salek piştî mirina bavê wî vê carê jî dîya wî dimire. Her di wan salan da, dema ku ew 11 salî ye, ji Hesarê bar dikin û tên Amûdê bicîh dibin û her wusa piştî şerê dinyayê yê yeka, Amûd li alîyê dewleta Sûriya niha (hingê di bindestê Fransayê da ye) va dimîne. Ew sê xwişk û bira ne, pişti mirina dê û bavê xwe ew li ba kekê xwe Xelîl mezin dibe û ji ber zulma jinbira xwe, paşe diçe ba xwişka xwe Asîya’yê dimîne. Li ba wê, berxvan û şivantîyê dike her wusa piştî demekî, ji ba wê jî diçe û êdî dest bi feqetîyê dike. Piştî xwendina feqetîyê êdî dibe mele. Her di van salan da navê Cegerxwîn li xwe datîne û ji Hesarê, bi keça xalê xwe ra dizewice. Cegerxwîn di van salan da dev ji meletîyê berdide û dest bi cotkarîyê dike, bi tevî Kurmancan du gundan avadike û navê gundê ku ew bi xwe lê dimîne datîne “Cehenem”, yanî jîyana feqîrtî, bindestî û belangazîyê wek dojehê dibîne. Piştî ku Hawar (1932) dest bi weşanê dike, tê da helbestên wî tên weşandin. Ew sedama bindestbûna miletê Kurd di nezantîyê da, di sîstema şex, beg û axayan da dibîne. Her wusa ji ber ku wî berê feqetî û meletîyê kirîye, ew baş pê hisîyaye ka çewa ol di destê serdestan da, di destê şex û meleyan da dibe hacetekî ji bo xapandin û gêjkirina xelkê. Tiştê balkêş ew e ku li gel vê dijberîya wî ya ji bo olê jî, heta salên 1970yan, ew kesên ku bi şewq û hararet helbestên Cegerxwîn dixwendin û dizanibûn dîsa mele bi xwe bûn.

Ez dibêm qê li ser pirsa şex, mele û axayan da Cegerxwîn zêde hişk bû, lewra di wan salan da û her wusa di salên ku di dû wan hatin da jî, pêşengîya hereketa mîllî ya Kurdan dîsa şex, mele, qazi û serokên eşîretan dikirin. Ev hemû rastî û tora civata Kurdistanê bûn û hê jî heta dereceyekî wusa ye. Em bêjin, Kurdên başûr bi xêra vê tora civata Kurdan, mucadelekî dûr û dirêj kirin û niha jî gihîştine vê statûya ku em pê dizanin. Bê guman di tarîxê da, sedemekî şikestina hereketên Kurdan jî ev sîstema hanê bi xwe bûye, lewra serokên eşîran, şex û axayan hev ne girtine. Lê belê li Kurdistanê, dema ku meriv li himberê vê tora civatê dertê, nişkava sîstema pale û karkeran jî nayê û li wir bi cih nabe. Miletên bindest bi xêra tevn û sîstemên bi vî awayî, ji bindestîyê filitîn û bûn dewlet.

Sedemekî şikestina hereketa bakûra Kurdistanê jî ji xwe di vê meseleyê da ye. Ji alîyekî va wek organîzmeyên civatî, tor û statûya eşîret, axa, şex û began hebûn û hê jî hene û di alîyê dinê da jî dewleta dîktator a Kemalîstan û hereketên Kurd yên komunîst û çepgir ku dixwestin van organîzmeyên tevna civata Kurdan xira bikin û bişkînin. Dewleta Tırkan ji avakirina dewleta Kemal û pê va her vîya kir, lêbelê piştî ku serokatîya hereketên mîllî ket destê Kurdên çepgir, hingê dewlet vê polîtîka xwe sist kir û piştî şerê PKK yê sala 1984an jî, vê carê dewletê li himberê PKKê, van organîzmeyan û tora civakî ya Kurdan bikaranî û alîkarîyê da wan û li Kurdistanê sîstema “qorucîtîyê” dani. Dewleta Tırkan li himberê vê tora civata Kurdan her dem bi tirs û guman bû, lê Kurdên çepgir jî li Kurdistana ku ji %95 ê civata Kurdan gundî, bêkar, esnaf û koçer bûn da, partîyên karker û komunîstî avakirin û xwestin da ku sinifa karkeran bikin pêşengê hereketa kurdî, Kurdistanê ji bindestê kapîtalîstên Tirk bifilîtînin û bikin Kurdistanekî sosyalîst! Di wê dema hanê da, ku tenê ew kesên xweyî îmtîyaz û torpîl dikaribûn bibûna karker û ev karker û memûrên hanê jî wek tebeqe, tebeqeya herî nêzîkê dewleta Tırkan bû.

Di dema şerê dinyayê yê diduyan û guhertinên ku piştî şer li dinyayê da diqewimin tesîr li Cegerxwîn dikin û êdî ew bi fikrên sosyalîstî û enternasyonalîstîyê radibe. Ew ji bindestîyê filitandina miletê Kurd di vê îdeolojîyê da dibîne. Ew Kurdekî sosyalîst e. Di helbestên xwe da pesnê Marks, Lenîn û Stalîn dide û silavên enternasyonalîstî dişîne hemû hareket û mucadeleyên miletên bindest, sinifa karkeran û welatên sosyalîst. Lê her dem daxwaz û derdê wî, siberoja milet û welatê wî yê bindest e. Wî jî wusa bawer dikir ku, ew tiştên ku di kitêbên Marks û Lenîn da hatine nivîsîn, niha di pratîkê da hatine bıcih kırın û civat û sîstemekî baş û îdeal hatîye avakirinê.

Çewa ku em dizanin, pişti şoreşa Oktobrê û bîlhasa piştî salên 1945an, hereketên çep û komunîst li seranserê dinyayê tesîr li nivîskar û ronakbîran kir. Ji alîkî va dewletên sosyalîst hebûn û alîyê dî va jî li welatên kapîtalîst û feodal da partîyên çep û komunîst hebûn. Ev dewlet û partîyên sîyasî, iı hev ra, di nav hevkarî û koordîneyî da xebatê dikirin. Di nav xwe da torekî avakiribûn û dewletên komunîst gelek îmkanan didan partîyên çep û komunîst. Yek ji van îmkanan jî ew bû ku, bi rêya van partîyan derî û pencere li pêş nivîskar û hunermendan vedibûn. Berhemên nivîskaran bi dehan zimanên “parti û dewletên bira” dihate wergerandin û çap kirinê. Em bêjin, berhemên Nazim Hîkmet û Azîz Nesînê Tirk iı dehan zimanan hatin wergerandin û çap kirin. Ev nıviskar bi xêra van têkîlîyên xwe, li seranserê cihanê hatine naskirin û bûn bi navûdeng.

Di wê sîstema bêbext a dinyayê da, çewa ku cî ji bo miletê Kurd tune bû, her wusa cî ji bo helbestvanên vî miletî jî tune bû. Deng û banga Cegerxwîn, yê Osman Sebrî hima bêje negihişt tu ziman û miletên din. Cegerxwîn bi hizra xwe ya sîyasî û bi hunera xwe ya helbestan ne kêmî N. Hîkmet’ê Tirk û Yannîs Rîtsos’ ê Yunan bû, lê belê ew mensubê miletekî bû ku hemû zulm û zordarî lê rewa hatibû dîtin û ne di defterên dewletên komunîst û ne jî yên kapîtalîst da, tu xêr û xweşî ji bo vî miletî nehatibû nivîsandın.

Cegerxwîn dibe ku neketibe defterên weşanxaneyên dinyayê, lê ew ketîye nav dilê miletê Kurd. Di sedsala 20an da, di nav me Kurmancan da helbestvanê herî zêde tê naskirin û hizkirin ew e. Cegerxwîn helbestvanekî wusa ye ku helbestên wî ji yên helbestvanên din zêdetir bûne sitran. Ma gotinên kîjan sitrana sipehî ne yên Cegerxwîn nin û her wusa kîjan muzîsyenî helbestên Cegerxwîn nekirîye sitran?

Dem û dewran hatin guhertin, dibe ku êdî rewac û raxbet ji bo helbestên çep û îdeolojîkî tune be, lê helbestên Cegerxwîn yên li ser serbestîya miletê me û felatîya welatê me her û her aktuel in, herçî helbestên wî yên li ser dildarî û evînîyê ne, ew bi xwe, yên hunera di sewîya herî bilind da ne.

10ê sibata 2008an.

Cegerxwîn, 1997, grafîka li ser dar, 30x23 cm.


Cegerxwîn, 2003, grafîka li ser metal û lînoleûm, 32x22 cm.

No comments: