01/03/2015

Lı Ser "Kongreya Netewi"

Rojnameya Basnewsê çewa ku jı çend nıviskar û hunermendên Kurd pırsibû, jı mın ji pırsi ka fıkra mın ya lı ser "kongra netewi" çı ye: Mın bersıva xwe jı rojnameyê ra şand, lê hın cıhên bersıva mın dı rojnameyê da nehate weşandın.
Ez lı vır çewa ku dı rojnameyê da hate weşandınê û her wusa ji awayê ku mın jı rojnameyê ra şandıbû dıweşinım:

Serhad Bapir/ Hunermend
Ji bo ku siyasetekî kurda li her çar perçeyên Kurdistanê li ser bingehekî netewî were avakirinê, divê ev yek li ser hîmekî maqûl yê hevpar pêk were. Ew tiştên ku me hemû kurdan bigihîjîne hev divê ev bin: Yek miletbûna me û bi hemû zaravayên xwe va em xwedîyê yek zimanî ne û Kurdistan jî welatê me hemû kurdan e. Her wusa, em ji sala 1920’a va xwediyê yek alayê ne. Dîsa, ji sala 1946 an û vir va em xwedîyê sirûdekî netewî ne, ku ew jî Ey Reqîb e. Mafê çarenivîsê yê vî miletî û vî welatî divê hîmên bingehîn ya siyaseta kurdan be. Bê guman mafê kurdan e ku dewleta xwe ya serbixwe ava bikin.

Li ser vî bingehî, ku kurd li her çar perçeyên Kurdistanê da hevkarîya xwe pêkbînin, ji hev ra bibin pişt û di warê dîplomasiyê da bibin hêz, baş e. “Kongra netew”î ya ku PKK behsa wê dike, tiştekî din e û ne li ser vê bingeha ku ez behsa wê dikim e. Başûrê Kurdistanê û hêja Mesûd Berzanî divê pêşengiya vê kongreyê bike. Lewra serokê me yê ku di qada nevnetewî da herî zêde xwediyê bawerî û îtîbarê, ew e. Kongra netewî, divê tecrûbe û serketina başûrê Kurdistanê ji xwe ra bike model û ji bo her 3 perçeyên din yên Kurdistanê jî xwediyê heman daxwazî be.

Awayê ku mın jı rojnameyê ra şandıbû:
Jı bo ku siyaseteki Kurda lı her çar perçeyên Kurdıstanê lı ser bıngeheki netewi wereavakırınê, dıvê ev yek lı ser himeki maqûl yê hevpar pêkwere. Ew tıştên ku me hemû Kurdan bıgıhijine hev dıvê ev bın: Yek mıletbûna me û bı hemû zaravayên xwe va em xwediyê yek zımani ne û Kurdıstan ji welatê me hemû Kurdan e. Her wusa, em jı sala 1920a va xwediyê yek alayê ne, ev ala, lı serihıldana Agıriyê da (1928), lı ser berga kovara Hawarê (1932), lı komara Kurdıstanê (1946) û nıha ji ev nêzikê 10 sal ın ku lı başûrê Kurdıstanê pêldıde. Disa, jı sala 1946 an û vır va em xwediyê sırûdeki netewi ne, ku ew ji Ey Reqib e.
Kurd yek jı 30  mıletên heri mezın yên cihanê ne û Kurdıstan ji wek erdnigari, jı sedan dewletên cihanê mezıntır e. Mafê çarenıvisê yê vi mıleti û vi welati dıvê himên bıngehin ya siyaseta Kurdan be. Bê guman mafê Kurdan e ku dewleta xwe ya serbıxwe avabıkın.
Lı ser vi bıngehi, ku Kurd lı her çar perçeyên Kurdıstanê da hevkariya xwe pêkbinın, jı hev ra bıbın pışt û dı warê diplomasiyê da bıbın hêz, baş e. “Kongra netew”i ya ku PKK behsa wê dıke, tışteki dın e û ne lı ser vê bıngeha ku ez behsa wê dıkım e.
Başûrê Kurdıstanê û hêja Mesûd Berzani dıvê pêşengiya vê kongreyê bıke. Lewra serokê me yê ku dı qada nevnetewi da heri zêde xwediyê baweri û itibarê, ew e. Kongra netewi, dıvê tecrûbe û serketına başûrê Kurdıstanê jı xwe ra bıke model û jı bo her 3 perçeyên dın yên Kurdıstanê ji xwediyê heman daxwazi be.
Serhad Bapir
15/10/2014

M. Mıstefa Berzani, 2012, reji, 36x25 cm


Rewş,, 1994, hıbra çini, 18x12,5 cm

Çavkaniya hunera min Kurdistan e



Hevpeyvina ku rojnameya Bas News bı mın ra çêkıriye:
Mın bersıva pırsên rojnemeyê dı 13-10-2014 da jı rojnameyê ra şand. Rojnameya BasNewsê bersıva mın çewa ku mın şandıbû neweşand, hın cıhan jê derxıst.
Ez lı nıha pêşi çewa ku dı rojnameyê da hate weşandın û paşê ji çewa ku mın jı rojnameyê ra şandıbû dıweşinım.
Serhad Bapir

21.10.2014
Çavkaniya hunera min Kurdistan e      

Azad Xanzade
BasNûçe / Stenbol – Serhad Bapir ku bi sala ne bi neçarî li penaberiyê ye, xwe di hêla hunera grafîkê de pêş xistî ye û akademiya hunerê jî xwendiye. Hunera grafikê ku di nav kurdan de kêm tê dîtin ji bo wî nebûye astengî û bi awayek vê valahiyê tije kirî ye. Her çiqas ji Kurdistanê dûr be jî, çavkaniyên hunera xwe ji bingeha kurdayetiyê distîne. Bapir derbarê xebat û hunera xwe de pirsên BasNûçe’yê bersivand.

Tu dikarî bi kurtasî behsa jiyan û rêwîtiya xwe ya hunerî bikî?

Ez di sala 1964’an da li bakûrê Kurdistanê, li bajarê Tetwanê hatim dinê. Min dibistanên despêkê, navîn û ya lîseyê li bajarên Silîva û Tetwanê û salekî jî li Stenbola Tirkîyê xwend. Di navbera dalên 1981-1983 ya da ez beşdarê xebatên sîyasî bûm û ji ber vê beşdarbûnê xebata welatparîzîyê, ez bûm firarê dewleta tirkan. Di sala 1984’an da wek penebarekî siyasî min xwe sipart Yunanîstanê. Ji sala 1985’an heta 1992’a min ji Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bursa xwendinê sitand û di navbera salên 1987-1992’an de min beşa resim ya Akademîya Hunerên Sipehî ya Zanîngeha Arîstoteles ya bajarê Salonîkî li Yunanîstanê xwend. Her wusa, dîsa wek dîplomeya diduyan, min di navbera salên 2001-2007’an de beşa grafîkê ya heman zanîngehê xwend. Ev nêzîkê 20 sal in ku ez wek mamosteyê hunerê, di dibistana navîn û lîseyê de dixebitim. Heta niha min 7 pêşnegehên ferdî pêkanîye û beşdarê ji 100’î zêdetir pêşengehên komî bûme. Li Yunanîstanê, ez endamê çend sazî û yekîtîyên hunermendan im.

Wekê her kesê tu jî endemê civaka xwe yî, rewşa civakê ya siyasî, çandî, aborî û hwd. bandorek çawa li ser hunera te dike?

Di vê mijarê da tiştê herî giring ew e ku, çewa ku ji bo her endamê xelkê me jî wusa ye, em hunermend jî endamên miletekî bindest û şikestî ne, ku hê nekarîye dewleta xwe ya serbixwe avabike. Ev bindestî û bêdewletbûn bandorekî negatîf li her beşê hunerê jî dike. Ez wek hunermendekî kurd, di warê hunera xwe da, xwe kêmî hempîşeyên xwe yên Ewropî nabînim. Lê yê wan dewleta wan heye, ev dewletbûn di warê danasîn, alîkarî û belavkirina hunera wan de ji bo wan dibe avantaj. Bê guman, ji me kurdan yên ku xwestine, xwe wek hunermendên tirk, ereb, faris, alman, ingîlîz û hwd. danenasîn, û wan jî ew wusa qebûlkiriye. Ez xwe wek hunermendekî kurd didim nasîn, ev tercîhekê ye û ez qayîlê kar û ziyana vê tercîhê me.

Di afirandina hunera grafîkê de tu wek çavkanî ji xwe re çi dibînî?

Ez resam û grafîkçêker im. Beşek mezin ya resim û grafîkên min li ser me kurdan in. Dîrok, erdnîgarî, şûnewar, mîmarî û hwd. jî ziman, zargotin û muzîka kurdî bala min dikşînin û bandorê li ser hunera min dikin.

Tu bi salan li penaberiyê mayî, ji bo hunera te ev rewşa penaberiyê çi da te û çi ji te stend?

Belê, ev e 30 sal in ku ez li Yunanîstanê wek penaber dijîm. Min bi awayekî baş xwendina xwe ya li ser hunerê pêkanî. Lê dema ku meriv xwe wek endamekî miletekî dihesibîne û miletê meriv ne serbest be û dewleta meriv jî tunebe, hingê meriv her stûxwar e û penabertî bi xwe jî, dibe malwêranî. Ev tişt ji bo ew kesên ku naxwazin “dayika xelkê bibe dayika wan û welatê xelkê jî bibe welatê wan” wusa ye.

Sedema kêmdîtina hunera grafîkê di nav kurdan de û li Kurdistanê çiye?

Ku em wek milet, bi miletên cînar ra xwe daynin berhev, bi awayê giştî hunermendên me yên wêne û peykerê jî kêm in. Herçi yên grafîkê ne, ew hê jî kêmtir in. Di akademîyên hunerên sipehî de, grafîk yek ji wan dersên bingehîn e û her wusa jî, çewa ku beşên xwendina li ser resim û heykelê hene, beşa xwendina li ser grafîkê jî heye. Di hunera cîhanî da, gelek resam hene ku bi hunera grafîkê ra jî mijûlbûne. Li ba me kurdan jî, heta dereceyekî ev yek wusa bûye. Afirandina berhemên hunerî ji bo min awayê jîyana min e. Ev e karê min. Lê meriv dikare bi hevkarîya hin kes û sazîyan bi hin projeyan va rabe.

Tu van bûyerên dawî yê li Kurdistanê çawa dibînî?

Kurd heta ku dewleta xwe ya serbixwe avanekin, wê her dem bi qewimandinên wekî Şengal û Kobanî ra rûbirû bimînin. Komkujîyên Zîlan, Dêrsîm, Berzaniyan, Helebçe û Enfalê her ji vê bêdewletbûnê hatine sere me kurdan. Komkujî û trajedîya Kurdên ezidî li Şengalê ji bo me kurdan bû êş û derdekî giran. Bêkêrî û îhmalkarîya beşek mezin Pêşmergeyan di parastina Şengalê da hebûye. Di mehên borî da em bûn şahidê propaxandeyekî bêbext ya PKK li himberê îtîbara Pêşmerge û PDK. Pêşmerge niha bi fedakarî, gav bi gav Şengalê rizgar dike. Bê guman, wê Pêşmerge bi vê alîkarîya leşkerî û dîplomatîkî, di demekî nêz de hemû deverên başûr rizgar bike. Wê rêveberîya Kurdistanê vêca bi hêztir vegere ser rojeva xwe ya berîya êrîşên DAİŞê: Referandûma ji bo deverên “veqetandî” yên Kurdistanê û gavên ji bo avakirina dewleta Kurdistanê ya serbixwe. Êrîşên DAİŞê ji bo rêlibergirtina vê pêvajoyê bû. Hêvî û daxwaza min ew e ku, Kurdên ezidî yên Şengalê berê xwe nedin deverên din, divê ew piştî rizgarkirina Şengalê dîsa vegerin li ser şun û warên xwe. Bêguman, xort û keçên kurdan bi fedakarîyekî mezin li himberê DAİŞ’a hov, bajarê Kobanî diparêzin. Hêvî û daxwaza me serketina wan e. Lê ev fedakarî û cangorîtî sîyaseta şaş nikare bike rast. PKK (PYD û YPG her PKK ye) başûrê rojavayê Kurdistanê bi emanetî ji rejîma Surîyeyê sitand û xist bin kontrola xwe, paşê jî di ware leşkerî û sîyasî da xwerêxistinkirina partiyên din yên kurdan ra bû asteng. PKK li başûrê rojavayê Kurdistanê sîstemekî tehakkum û dîktatoriyê avakir û vê perçeya welatê me kir 3 kantonên ji hev cuda. Trajedîya Kobanê bi me da zanîn ku, ku kurd nikaribin tehammulê hevûdu bikin û bi hevkarîya di navbera xwe da, hêza xwe hê jî mezintir bikin, ku siyaseta “yan ez ê bi tena sere xwe bikim, yan jî ez ê wendabikim” bidomînin, hingê wê karasatên mezintir jî were sere kurdan. “pêvajoya aşîtîyê” ya A. Öcalan û dewleta tirkan şertên musaît avakirin da ku PKK wek nexweşekî narkozkirî li vê rewşê temaşe bike û tu tişt neke. Ku dewleta tirkan dijminên te xwedîdike û berî ser başûrê rojavayê Kurdistanê dide, nexwe tu çima bi vê “pêvajoya aşîtîyê” ya derewîn dixapî? Devê meriv nagere ku meriv bêje, lê rastî çiqas teal û xirab be jî divê ku meriv bêje. Tê gotin ku niha hemû gundên Kobanîyê di bin destê DAİŞê da ne û DAİŞ ev çend hefte ne ku êrîşê dibe ser bajarê Kobanîyê. En hindik 400 hezar ji xelkê Kobanîyê dev ji Kobanî berdane. Ji alîyê dîv a, bi hezaran xort û keçên bakûrê Kurdistanê ji bo parastinê derbasî Kobanî bûne. Lê tiştê balkêş ew e ku PKK ji Qendîlê û ji bakûrê Kurdistanê hêza xwe neşande Kobanî. PKK ji bo parastina Kobanî alîkarîyê ji dewleta Tirkan xwest û bi sozên Tirkan xapîyan! (Xwedîgiravî wê korîdorekî ji wan ra vekirana) Tê gotinê ku li başûrê Kurdistanê hêzekî 3-4 hezar Pêşmergeyên perwerdebûyî yên ku girêdaya ENKS hene. PKK di van rojên zehmet da jî, hê jî rê nade vê hêza Pêşmergeyan da ku derbasî başûrê rojavayê Kurdistanê bibe. Ev çend roj in ku balafirên şer yên Amerîkayê hêzên DAİŞê li derdora Kobanî bombebarandikin.

Xwezî karibe hevkariyekî di navbera hêzên kurd de pêk bihata. Niha Şengal, gav bi gav û gund bi gund, bi pişgiriya dewletên demokratîk, ji alîyê Pêşmergeyan ve tê rizgarkirin. Gelo wê çewa ev 380 gundên Kobanî ji destê DAİŞ û eşîretên ereban were rizgarkirinê? Dewletên demokratîk yên Rojava îtîbara xwe bi PKK nayînin. Bê pişgirîyekî navnetewî ya wekî ya başûrê Kurdistanê, ne mumkun e ku ev 380 gundên Kobanî werin rizgarkirin. Divê Kurd berê xwe nedin Enqerê, Tehran û Şamê û dîsa bi wan nexapin. (BasNûçe) / (r.s) http://basnews.com/kr/culture/2014/10/21/cavkaniya-hunera-min-kurdistan-e/


Çewa ku mın bersıva pırsên BasNewsê dabû:

Tu dikarî bi kurtasî behsa jiyan û rêwîtiya xwe ya hunerî bikî?
Serhad Bapir: Ez dı sala 1964 a da lı bakûrê Kurdıstanê, lı bajarê Tetwanê hatım dınê. Mın dıbıstanên despêkê, navin û ya liseyê lı bajarên Sılivan  û Tetwanê û saleki ji lı Stenbola Tırkiyê da xwend. Dı navbera dalên 1981-1983 ya da ez beşdarê xebatên siyasi bûm û jı ber vê beşdarbûnê xebata welatpariziyê, ez bûm fırarê dewleta Tırkan. Dı sala 1984 a da wek penebareki siyasi mın xwe sıpart Yunanistanê.
Jı sala 1985 heta 1992 ya mın jı Enstituya Kurdi ya Parisê bursa xwendınê sıtand û dı navbera salên 1987-1992 yan da mın beşa resım ya akademiya hunerên sıpehi ya zaningeha Aristoteles ya bajarê Saloniki lı Yunanistanê da xwend. Her wusa, disa wek diplomeya dıduyan, mın dı navbera salên 2001-2007 da beşa grafikê ya heman zaningehê da xwend. Ev nêzikê 20 sal ın ku ez wek mamosteyê hunerê, dı dıbıstana navin û liseyê da dıxebıtım. Heta nıha mın 7 pêşnegehên ferdi pêkaniye û beşdarê jı 100i zêdetır pêşengehên komi bûme. Lı Yunanistanê, ez endamê çend sazi û yekitiyên hunermendan ım.
Wekê her kesê tu jî endemê civaka xwe yî, rewşa civakê ya siyasî, çandî, aborî û hwd. bandorek çawa li ser hunera te dike?
Serhad Bapir: Dı vê mıjarê da tıştê heri gırıng ew e ku, çewa ku jı bo her endamê xelkê me ji wusa ye, em hunermend ji endamên mıleteki bındest û şıkesti ne, ku hê nekariye dewleta xwe ya serbıxwe avabıke. Ev bındesti û bêdewletbûn bandoreki negatif lı her beşê hunerê ji dıke. Ez wek hunermendeki Kurd, dı warê hunera xwe da, xwe kêmi hempişeyên xwe yên Ewropi nabinım. Lê yê wan dewleta wan heye, ev dewletbûn dı warê danasin, alikari û belavkırına hunera wan da jı bo wan dıbe avantaj. Bê guman, jı me Kurdan yên ku xwestıne, xwe wek hunermendên Tırk, Ereb, Farıs, Alman, İngiliz û hwd. danenasin, û wan ji ew wusa qebûlkırıye. Ez xwe wek hunermendeki Kurd dıdımnasin, ev terciheki ye û ez qayilê kar û ziyana vê tercihê me.
Di afirandina hunera grafîkê de tu wek çavkanî çi ji xwe re dibînî?
Serhad Bapir: Ez resam û grafikçêker ım. Beşek mezın ya resım û grafikên mın lı ser me Kurdan e. Dirok, erdnigari, şûnewar, mimari û her wusa ji zıman, zargotın û muzika kurdi bala mın dıkşinın û bandore lı ser hunera mın dıkın.
Tu bi salan li penaberiyê mayî, ji bo hunera te ev rewşa penaberiyê çi da te û çi ji te stend?
Serhad Bapir: Belê, ev e 30 sal ın ku ez lı Yunanistanê wek penaber dıjim. Mın bı awayeki baş xwendına xwe ya lı ser hunerê pêkani. Lê dema ku merıv xwe wek endameki mıleteki dıhesıbine û mıletê merıv ne serbest be û dewleta merıv ji tunebe, hıngê merıv her stûxwar e û penaberti bı xwe ji, dıbe malwêrani. Ev tışt jı bo ew kesên ku naxwazın “dayıka xelkê bıbe dayıka wan û welatê xelkê ji bıbe welatê wan” wusa ye.
Sedema kêmdîtina hunera grafîkê di nav kurdan de û li Kurdistanê çiye?
Serhad Bapir: Ku em wek mılet, bı mıletên cinar ra xwe danınberhev, bı awayê gışti hunermendên me yên resım û heykelê ji kêm ın. Herçı yên grafikê ne, ew hê ji kêmtır ın. Dı akademiyên hunerên sıpehi da, grafik yek jı wan dersên bıngehin e û her wusa ji, çewa ku beşên xwendına lı ser resım û heykelê hene, beşa xwendına lı ser grafikê ji heye. Dı hunera cihani da, gelek resam hene ku bı hunera grafikê ra ji mıjûlbûne. Lı ba me Kurdan ji, heta dereceyeki ev yek wusa bûye.
Di pêşerojê de planên te çine, tu difikirî çi bikî?
Serhad Bapir: Afırandına berhemên huneri jı bo mın awayê jiyana mın e. Ev e karê mın. Lê merıv dıkare bı hevkariya hın kes û saziyan bı hın projeyan va rabe.
Tu  van bûyerên dawî yê li Kurdistanê (wek Şengal, Kobanê) çawa dibînî?
Serhad Bapir: Kurd heta ku dewleta xwe ya serbıxwe avanekın, wê her dem bı qewımandınên weki Şengal û Kobani ra rûbırûbıbın. Komkujiyên Zilan, Dêrsim, Berzaniyan, Helebçe û Enfalê her jı vê bêdewletbûnê hatıne sere me Kurdan.
Komkuji û trajediya Kurdên Êzıdi lı Şengalê jı bo me Kurdan bû êş û derdeki gıran. Bêkêri û ihmalkariya beşek mezın Pêşmergeyan dı parastına Şengalê da hebûye. Em hemû bûn şahıdên hovitiya Dewleta İslami ya bı nave DAİŞê. Dewleta Tırkiyê û hın dewletên Ereb pıştgır û hevkarên vê hovitiyê ne. Dı mehên bori da em bûn şahıdê propaxandeyeki bêbext ya PKK lı hımberê itibara Pêşmerge û PDK. Pêşmerge nıha bı fedakari, gav bı gav Şengalê û deverên mayin rızgardıke. Ev cara pêşi ye ku hınde zehf dewletên bı hêz yên demokratik, dı ware leşkeri da alikariyê dıdın Pêşmergeyan. Bê guman, wê Pêşmerge bı vê alikariya leşkeri û diplomatiki, dı demeki ne bı dûr da hemû deverên başûrê Kurdıstanê rızgarbıke. Wê rêveberiya başûrê Kurdıstanê vêca bı hêztır vegere ser rojeva xwe ya beriya êrişên DAİŞê: Referandûma jı bo deverên “veqetandi” yên başûrê Kurdıstanê û gavên jı bo avakırına dewleta Kurdıstanê ya serbıxwe. Êrişên DAİŞê jı bo rêlıbergırtına vê pêvajoyê bû.
Hêvi û daxwaza mın ew e ku, Kurdên Êzıdi yên Şengalê berê xwe nedın dewletên dın û yên Ewropayê, dıvê ew pışti rızgarkırına Şengalê disa vegerın lı ser şun û warên xwe.
Herçi Kobani ye, gelek aliyên vê mıjarê hene. Bêguman, xort û keçên Kurdan bı fedakariyeki mezın lı hımberê DAİŞa hov, bajarê Kobani dıparêzın. Hêvi û daxwaza me serketına wan e. Lê ev fedakari û cangoriti siyaseta şaş nıkare bıke rast. PKK (PYD û YPG her PKK ye) başûrê rojavayê Kurdıstanê bı emaneti jı rejima Suriyeyê sıtand û xıst bın kontrola xwe, paşê ji dı ware leşkeri û siyasi da xwerêxıstınkırına partiyên dın yên Kurdan ra bû asteng. Jı partiyên dın yên Kurdan ra got ku “ku wun rêxıstınên xwe yên leşkeri avabıkın, hıngê wê bırakuji pêkwere”, ango ku wun hêzeki leşkeri avabıkın, hıngê ez ê şerê we bıkım. Sergırtına nıvisgehên partiyên Kurdan, gırtın, kuştın û bı dare zorê nefikırına endamên van partiyan bû tışteki rojene. PKK lı başûrê rojavayê Kurdıstanê sistemeki tehakkum û diktatoriyê avakır û vê perçeya welatê me kır 3 kantonên jı hev cuda.
Trajediya Kobanê bı me da zanin ku, ku Kurd nıkarıbın tehammulê hevûdu bıkın û bı hevkariya dı navbera xwe da, hêza xwe hê ji mezıntır bıkın, ku siyaseta “yan ez ê bı tena sere xwe bıkım, yan ji ez ê wendabıkım” bıdominın, hıngê wê karasatên mezıntır ji were sere Kurdan. Ev gelek wext e ku dewleta Tırkan Dewletul Nısra û DAİŞê xwedidıke û beri ser Kurdan dıde. “pêvajoya aşitiyê” ya A. Öcalan û dewleta Tırkan şertên musait avakırın da ku PKK wek nexweşeki narkozkıri lı vê rewşê temaşebıke û tu tışt neke. Ku dewleta Tırkan dıjmınên te xwedidıke û beri ser başûrê rojavayê Kurdıstanê dıde, nexwe tu çıma bı vê  “pêvajoya aşitiyê” ya derewin dıxapi? Dı van şertên ku rojhılata navin tevlihevbûye da ka tedbirên te yê lı hımberê dewleta Tırkan?