Divê em, ne li himberê hev, li himberê dijmin bibin şêr.
Ez gef û tehdîtên li himberê welatparêzê hêja Îbrahîm Guçlu, rûreş û riswa dikim. Di derbarê pirsgirêka Kurdistanê
da siyasetirin, mafê pîroz yê her
Kurdekî ye û heqê tu hêz û
teşkîlatê tuneye ku bi gef û tehdîtan ambargo dane ser vî mafî. Kurd divê ne li himberê hev, divê li himberê dewleta
Tirkan û li himberê pişgirên dewleta dagirker bibin şêr.
Sîyasetvân û rojnamevanên Tirkan, her roj bi baran dijûnan li miletê me dikin, PKK tu caran wan tehdît nekir û neynûkên wan jî neêşand. Li Kurdistanê, her roj bi sedhezaran rojnameyên Tirkan tên firotin, ew rojnameyên ku li Kurdan dijûnkirinê kirine karê xwe yê sereke. Hemû partîyên Tirkan û her wusa jî partîyên nijadperest yên wekî MHP li nava Diyarbekirê da şûbeyên xwe vekirine û bi quretî li himberê menfeatên Kurdan sîyasetê dikin. PKK van hêzên Tirkan tehdit nake û êriş nabe ser wan, lêbelê welatparêzên wekî Îbrahîm Guçlu bi kuştinê tehdît dike. Bêtehamûlbûna li himber her muhalefetekî, sîyaseta sereke ya partîyên komunîst e û PKK jî wek partîkî çep û komunîst, li Kurdistanê, xeynî xwe hemû hêzan din wek xayîn û ajan dibîne.
Ew demokrasî, wekhevî û heqên ku em wek milet ji dijminên xwe ji bona xwe
dixwazin, ku em ji niha va li himberê hev jî pêkneynin, hingê wek milet, partî
û hêz, wê tu siberojekî me yê ronak çênebe.
No comments:
Post a Comment