![]() |
| Reşbini 1, 1994, pênus, 28,5x21 cm |
29/12/2016
Çerx
27/12/2016
Ku bi rastî jî
Ku bi rastî jî
rastîya tiştan hebûya,
wê her kes bibûya
layiqê wî cîyê heyî.
Lê em çi bikin,
dewran
dewrana fêlbazan e,
dêk û dolab
bûne huner.
Û em jî di destên wan da
bûne kobay
ji bo ceribandinê
û di kûrga wan da
bûne pere
ji bo xerckirinê.
Armancên esîl
û daxwazên pîroz,
di destên wan da
bûne zibl.
Bêndera sîyasetê
û awayê
xebatê,
vêca bûne
sergo
û selexaneya
hêrandina
rêhevalan.
2013
![]() |
| Reşbini 4, 1994, pênus, 28,5x21 cm |
Dengûbehs
17/12/2016
Ronakbîr
Ronakbîrên me,
pir ronak bûn.
Tiştên ku ji wan dihate xwestinê,
bi dil û can digotin.
Wan ne guh dida hişê xwe
û ne jî wujdan bi wan va mabû.
Ji mehsûlên ronakbîrîyê,
dixwestin zû zûka
nesîbên xwe bistînin.
Bênesîb mayîn,
teahlîtî û bêkesîtîya çîlekeşan bû,
divîya ku meriv ehmeq bûya
da ku bida ser şopa
xemxwar û çîlekêşan.
Erê,
ronakbîrên me yên xesandî,
bi dil û can
bûbûn berdevkên pîyaseya bi bereket.
4/3/2013
16/12/2016
Hunermend
Di bazara rewac da,
hunermend hunera xwe digot.
Bihayê her tiştî hebû.
Bihayê hunerê jî,
di dema xwe da,
tafil dihate dayîn.
“Navê te li dinê be”
berê dihate
gotin,
lê niha, şan
û şohret û navûdengî,
tenê bi xêra
satelîtan çêdibûn.
Di nav şikefta tenayîtîya xwe da,
gotina gotinê,
gelek zehmet bû ji bo hunermendan.
Lê di şaneşîna camekanî da,
niha hunermend dibûn
delalîyên ber dilê nezanan
û huner jî,
di nav serabên xelkekî şikestî da
dibû abîdeya
hunermendên xesandî.
4/3/2013
Ez ê ne ez
Xwezi
![]() |
| Qulıngί, 2004, hıbra çini û pênusên rengin, 7x7,5 cm |
Hût
Me li hewşa mala xwe da ferxikekî
dît
pêşî hûrik bû, me digote qê ji
me ye
li ber dilê me xweşik bû.
Me armancên mezin bi pê va girêda,
me bi mal û canê xwe xwedîkir.
Gav bi gav
kevir bi kevir
xîçik bi xîçik
bi me hemûyan, bû hêz.
Ferxikê me mezin bû
me dît ku vayê ne ji
malê ye,
tenê xwîna ku xwe pê têrdikir
ji malê bû.
Niha, me dît ku,
vayê ji alîyê xêrnexwazan va
bi mebest
û bi plan
avêtibûn hewşa mala me ev têjik.
Niha, êdî mezin bûye,
vêca libo libo
xwedîyên malê dihêre.
27/5/2014












