Di bazara rewac da,
hunermend hunera xwe digot.
Bihayê her tiştî hebû.
Bihayê hunerê jî,
di dema xwe da,
tafil dihate dayîn.
“Navê te li dinê be”
berê dihate
gotin,
lê niha, şan
û şohret û navûdengî,
tenê bi xêra
satelîtan çêdibûn.
Di nav şikefta tenayîtîya xwe da,
gotina gotinê,
gelek zehmet bû ji bo hunermendan.
Lê di şaneşîna camekanî da,
niha hunermend dibûn
delalîyên ber dilê nezanan
û huner jî,
di nav serabên xelkekî şikestî da
dibû abîdeya
hunermendên xesandî.
4/3/2013
No comments:
Post a Comment