29/08/2023

Kurd Dikaribûn Çi Bikin

Di rastîyê da en hindik ji serdema Ehmedê Xanî û pê va armanc û daxwazên me zelal in. Em miletek ku xwedîyê zimanekî serbixwe ne û bi hezaran sal in ku em li ser vê axa ku navê wê Kurdistan e da dijîn. Dema dagirkerên Faris, Ereb û Tirk dihatin li ser vê erdnîgarîyê em her li vir bûn. Nexwe tiştê ku me divê, wek milet bi hemû xusûsîyetên xwe va hikûmranîya me ya li ser axa welatê me ye.

Ji alîyê 4 dewletên kolonyalîst va welatê me hatîye dagirkirin û zimanê me hatîye qedexekirinê. Nexwe wek milet û welatekî kolonîbûyî daxwaza derxistina dagirkeran ji welatê me û parastina zimanê me ji bo me mijara man û nemanê ye. Daxwaza serxwebûna Kurdistanê ji bo me ne tenê maf e, ev di heman demî da ji bo me bingeha exlaq û wijdana me ye jî û her wusa jî bivê-nevêya miletmayîna me ye. Ku em serxwebûna welat û miletê xwe pêkneynin, em ê jî wekî miletên şikestî bikebin nav goristana milet û welatên vemirî.

Bê guman gihîştina serxwebûna Kurdistanê pêvajoyek e, jê ra wext û şertên lihevhatî divên, lê divê ku em wek milet vê armanca xwe her wek agirekî pêketî xwedîbikin, divê stratejî ev be û bi xebatên taktîkî jî gav bi gav ber bi vî armancî va herin. Miletekî bê armanc wekî keştîyekî bê pusula ya ku di nav okyanûsan da ye. Bi hemû zaravayên xwe va zimanê me, alaya me ya netewî ku eve 100 sal in ku heye, sirûda netewî Ey Reqîb û nexşeya demografîya erdnîgarîya Kurdistanê ya berîya mudaxaleya polîtîkayên kolonyalîstan, bingehên Kurdbûn û Kurdmayîna me ne, bi polîtîkayekî serwext û jîr di şertên lihevhatî da em ê bigihîjin mirazê xwe. Divê wek milet em her di nav liv û xebatê da bin, lê divê em jibîrnekin ku çewa di mînaka İraq û başûrê Kurdistanê da (1991) jî xwîya bû, carna şaşîtîyên dijminên me rêya xêrê li ber me vedike, lê ji bo ku ev tişt pêkwere divê ku em wekî birayên xwe yên li başûr di armancên xwe da zelal û di hevkarîyên xwe da jî serwext bin.

Tecrûbeya îdareya nîvê başûrê Kurdistanê bi me dide îspatkirin ku, Kurd dikarin welatê xwe ji dagirkerên “xwe” gelek gelek baştir îdare bikin. Muqayesekirina van 30 salên dawî ya rewşa nîvê başûrê Kurdistanê bi heremên ji Kurdistanê veqetandî û her wusa jî bi İraqê ra, vê yekê bi me dide eşkerekirin. Tenê dema ku Kurd xwedîyê welatê xwe ne, ji tehdîta enfal û jenosîdê difilitin. Di standarta perwerde, saxlemî, aborî, kalîta jîyanê, demokrasî û hwd. da, başûrê Kurdistanê ji niha va en hindik 50 dewletên serbixwe li dû xwe hiştîye, ku hê nebûye dewlet jî.

Ji bo bakûrê Kurdistanê ez dixwazim vana bêjim: Hişê me yê sîyasî ev qederek sal in ku ketîye ser rêyekî şaş, daxwaz û armancên me di nav mij û moranê da bûne wekî nîgarên ne dîyar yên xeyaletan. Divê em di hişê xwe da zelal bikin ka Kurdistan kê der e û Tirkîye kê der e. Zimanê miletê me kîjan e û zimanê dewleta dagirker kîjan e û ji bo çi ev zimanê ku ji bo me zimanê kujer e, li ser me hatîye ferzkirinê. Divê em bizanin ku “Bijî biratîya gelan û bijî biratîya ummetê” wekî du alîyên yek pereyî ne, ku her du dîtin jî ji bo xapandina Kurdan in. Her Kurdê ku bi kurdî dizane lê belê bi Kurdan ra bi zimanê tirkî dipeyve, ev her du fikrên jorê di binê hişê wî/wê da “bijî biratîya zimanan” afirandîye û vêca ew bi xwe jî -wekî dagirkeran- zimanê miletê xwe dikûje. Her wusa, dema ku em her ku dibînin ku miletên serbilind dewletên xwe yên serbixwe avadikin, dîtina ku dibêje “serdema avakirina netew dewletan derbas bûye”, tenê ji bo xapandina Kurdan e. Encamên Referandûma Serxwebûna Kurdistanê nîşanê hemû cîhanê da ka wek milet em çi dixwazin. Nexwe divê li ba me hizra ziman û hizra welatî hebe û em xwe kêmî milet û welatên xelkê nebînin.

Divê em ji dev ji wê polîtîkaya bi labîrentên xapînok berdin, ya ku dibêje “pirsgirêka demokrasîyê ya Kurd, Laz, Çerkez, Ereb, Tirk, Elewî, jin û hwd”. Divê em nebin hemalê anîna demokrasîyê li Tirkîyê, ku ji wan tê bila Tirk vî karî bikin, em divê li dû statûya ziman û welatê xwe bin, ji xwe dema ku ev pêkwere dibe kuTirk jî bigihîjin demokrasîya xwe (bi qasî ku Erebên İraqê gihîştîne!)

Em û ew bingeha miletbûna me ye, nexwe di serî da di warê ziman da, di her warî da divê em cihêtiyên xwe yên bi Tirkan ra derînin pêş. Divê Kurd bi pratîka xwe, bi Tirkan bidin fêhmkirinê ku ê wekî Laz, Çerkez û hwd. ên din nebin Tirk, ê her bi zimanê xwe va Kurd bimînin û bigihînin armancên xwe.

Miletekî kolonîbûyî ku haya wî ji rewşa wî ya kambax heye û dixwaze ji vê rewşê bifilite, divê ji tu tiştên kolonyalîstan hizneke, ev refleksên jîndarîyê ne: Di despêkê da zimanê wan û hemû tiştên wan bila li wan pîroz be û yên me jî têra me dikin da ku em bibin xwedî dewlet û bi vî awayî wek milet siberojê da jî Kurd bimînin. Di serdema me da tehakûm û serdestîya Tirkan ya herî mezin ya li ser me bi rêya zimanê tirkî pêktê. Piranîya miletê Tirk ku bi sîyaseta dewleta xwe ya kolonyalîst ya li himberî Kurda bûne wekî pîskopatan, îmtîyaza efendîbûna xwe ya li himberî me dîsa bi rêya zimanê tirkî pêktînin. Nexwe bi Kurdan ra bi israr bi zimanê kurdî axaftin, xwenasîn û xwebûna herî rasteqînî ye. Kurdayetî û Kurdmayîn ev e.

Xebata ji bo mafê perwerdeya bi zimanê kurdî, wek perwerdeya mecbûrî ya Kurdan li ser seranserê bakûrê Kurdistanê divê armanca me ya despêkê be. Bê guman ev mijar ka bakûrê Kurdistanê kê der e ye jî, ê derîne meydanê. Ji bo Kurdên xwedîcih yên Enqere, Qonya û hwd. divê perwerdeya mecbûrî ya her du zimanên kurdî û tirkî were xwestin û ji bo Kurdên Tirkîyê jî divê dersên mecbûrî yên ziman û edebîyata kurdî hebin. Kurd divê dev ji slogan û daxwaza şolî ya “perwerdeya bi zimanê zikmakî” berdin. Daxwaz divê ev be “Em Kurd perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin.”

Serhad Bapîr 25.12.2021

Têbinî: Navê vê nivîsê niha min danî. Ev nîvîs di nav dosyeya bi navê “Di şertên îro da, kurd çawa dikanin xwe nas bikin, bi xwe bin û li hêjahîyên xwe ên aslî xwedî derbikevin?’ ya hejmara taybet (1) ya kovara Philosophia Kurdî da hat weşandin (2022).


Dîmen, 2022, hibra çînî, 35X50 cm.

Dîmen, 2022, hibra çînî, 35X50 cm.


Dîmen, 2022, hibra çînî, 50X35 cm.


Dîmen, 2022, hibra çînî, 35X50 cm.


Dîmen, 2022, hibra çînî, 35X50 cm.


Dîmen, 2022, hibra çînî, 50X35 cm.

28/08/2023

15 salîya bloga “Huner û Raman”ê

Di dawîya sala 2007an da, min bloga xwe ya bi kurdîya kurmancî, “Huner û Raman” avakir. Dotira salê min blogekî bi zimanê yunanî û yekî din jî bi îngîlîzî avakir. Ev sê blogên min jî heta niha aktîv in û têne xwedîkirinê. Anagorê naverokên xwe, ya herî dewlemend ya bi zimanê kurdî ye, dû ra ya bi yunanî tê û paşê jî ya îngîlîzî ye.


Di wê demê da, ango 15 sal berê, min dixwest malperekî min li ser înternetê hebe û da ku di vê malperê da ez karibim aktîvîteyên xwe yên li ser hunerê bidime nasîn û her wusa jî nivîsên min yên li ser huner, ziman, polîtîka û hwd. ku di kovar û malperên kurdî da belawela bûn, di vê malperê da berhev bikim. Lê, li ba min ne zanîna avakirina malperan hebû û ne jî îmkanên min yên aborî hebûn da ku ez karibim malperekî wusa bidime avakirinê û xwedîkirinê. Di wan salan da ez leqayê çend blogên Yunanan hatibûm û min di çapemenîyê da bi meraq nûçeyên li ser sîstema blogan dixwend. Hingê ez leqayê vîdeoyan jî hatim, di van vîdeoyan da behsa wê yekê dihate kirin ku avakirina blogan gelek hêsan e û gav bi gav rê nîşanê meriv didan ji bo ku meriv ji xwe ra blogekî ava bike.

Min jî êdî biryara xwe da ku ez ji xwe ra blogekî ava bikim, min navê bloga xwe “Huner û Raman” danî. Bi rastî jî avakirin û xwedîkirina blogan gelek hêsan e û ser da jî, bê pere ye.

Di van 15 salên derbasbûyî da, di înternetê da, di pergala medyaya elektronîkî da gelek guhertin çêbûn. Li ba me Kurdan piranîya malperên kurdî weşananên xwe sekinandin, peydakirina arşîvên wan jî êdî ne hinde hêsan e, meriv dibê qê arşîvên wan jî bê xwedî mane. “Medya civakî“ derket û bi hemû awayên xwe va belav bû û bû serdest. Malperên heyî jî bi rêya medya civakî malperên xwe didin pêş. Herçî blog in, her çiqas wekî despêkê êdî daxwaz ji bo wan tunebe jî, gelek blog li ser pîya man.

Ez dixwazim li vir hin îstatîstîkên li ser bloga xwe Huner û Ramanê bidim. Di vê bloga min da haydarîyên li ser xebatên min yên hunerî, nivîsên min yên li ser hunera min û li ser hunermendên Kurd, nivîsên min yên li ser ziman, polîtîka, kesayetîyên Kurd, pirtûk, sînema û hwd., hevpeyvînên ku bi min ra hatine çêkirinê, nivîsên rexnegir û dîrokvanên hunerê yên li ser hunera ku ez diafrînim, hin helbestên min û her wusa jî fotografên hin berhemên min ên hunerî hene.

Xwiya dike ku heta niha ji 50 hezar carî zêdetir rûpelên blogê hatine vekirin. Şopînerên blogê, zêdetir li rojavaya Ewropa, bakûrê Kurdistanê û Tirkîye ne. 139 nivîsên min ên cihêreng di blogê da hatine weşandinê, ku ev nivîs tevî hev 76.400 peyv in, ku ev jî dike qasî pirtûkekî derdora 500 rûpelî.

Bi awayekî hûrgilî li ser van mijaran, hinde nivîs di blogê da hene:
1- Agahdarîyên li ser aktîvîteyên min yên hunerî û bûyerên ku qewimîne: 18 nivîs.
2- Rexneyên dîrokvanên hunerê, rexnegirên hunerê , kes û sazîyan yên li ser berhemên min ên hunerî: 11 nivîs.
3- Hevpeyvînên ku bi min ra hatine kirin: 24 nivîs.
4- Nivîsên min yên li ser hunera ku ez diafrînim: 10 nivîs.
5- Li ser zimanê kurdî: 10 nivîs.
6- Li ser mijarên ramyarî û polîtîkayê: 28 nivîs.
7- Li ser kesayetîyên Kurd: 4 nivîs.
8- Helbestên min: 19 helbest.
9- Li ser hunera sînemayê û fotograf: 6 nivîs.
10- Liser hunermendên Kurd: 3 nivîs.
11-Li ser weşanên kurdî: 3 nivîs.
12- Danasîna nivîskar û pirtûkan: 3 nivîs.

Hin nivîs, helbest, hevpeyvînên min an jî yên li ser hunera min hê min ji zimanê yunanî wernegerandîye ser zimanê kurdî û bi vî awayî hê neketine nav blogê. Hêvîdar im ku ez ê vî karî bikim.

Heta ku sîstema bloga bi vî awayî hebe û heta ji min bê, ez dixwazim bloga xwe bidomînim.

24/12/2022

Despêka bloga Huner û Raman 27/12/2007