28/08/2023

15 salîya bloga “Huner û Raman”ê

Di dawîya sala 2007an da, min bloga xwe ya bi kurdîya kurmancî, “Huner û Raman” avakir. Dotira salê min blogekî bi zimanê yunanî û yekî din jî bi îngîlîzî avakir. Ev sê blogên min jî heta niha aktîv in û têne xwedîkirinê. Anagorê naverokên xwe, ya herî dewlemend ya bi zimanê kurdî ye, dû ra ya bi yunanî tê û paşê jî ya îngîlîzî ye.


Di wê demê da, ango 15 sal berê, min dixwest malperekî min li ser înternetê hebe û da ku di vê malperê da ez karibim aktîvîteyên xwe yên li ser hunerê bidime nasîn û her wusa jî nivîsên min yên li ser huner, ziman, polîtîka û hwd. ku di kovar û malperên kurdî da belawela bûn, di vê malperê da berhev bikim. Lê, li ba min ne zanîna avakirina malperan hebû û ne jî îmkanên min yên aborî hebûn da ku ez karibim malperekî wusa bidime avakirinê û xwedîkirinê. Di wan salan da ez leqayê çend blogên Yunanan hatibûm û min di çapemenîyê da bi meraq nûçeyên li ser sîstema blogan dixwend. Hingê ez leqayê vîdeoyan jî hatim, di van vîdeoyan da behsa wê yekê dihate kirin ku avakirina blogan gelek hêsan e û gav bi gav rê nîşanê meriv didan ji bo ku meriv ji xwe ra blogekî ava bike.

Min jî êdî biryara xwe da ku ez ji xwe ra blogekî ava bikim, min navê bloga xwe “Huner û Raman” danî. Bi rastî jî avakirin û xwedîkirina blogan gelek hêsan e û ser da jî, bê pere ye.

Di van 15 salên derbasbûyî da, di înternetê da, di pergala medyaya elektronîkî da gelek guhertin çêbûn. Li ba me Kurdan piranîya malperên kurdî weşananên xwe sekinandin, peydakirina arşîvên wan jî êdî ne hinde hêsan e, meriv dibê qê arşîvên wan jî bê xwedî mane. “Medya civakî“ derket û bi hemû awayên xwe va belav bû û bû serdest. Malperên heyî jî bi rêya medya civakî malperên xwe didin pêş. Herçî blog in, her çiqas wekî despêkê êdî daxwaz ji bo wan tunebe jî, gelek blog li ser pîya man.

Ez dixwazim li vir hin îstatîstîkên li ser bloga xwe Huner û Ramanê bidim. Di vê bloga min da haydarîyên li ser xebatên min yên hunerî, nivîsên min yên li ser hunera min û li ser hunermendên Kurd, nivîsên min yên li ser ziman, polîtîka, kesayetîyên Kurd, pirtûk, sînema û hwd., hevpeyvînên ku bi min ra hatine çêkirinê, nivîsên rexnegir û dîrokvanên hunerê yên li ser hunera ku ez diafrînim, hin helbestên min û her wusa jî fotografên hin berhemên min ên hunerî hene.

Xwiya dike ku heta niha ji 50 hezar carî zêdetir rûpelên blogê hatine vekirin. Şopînerên blogê, zêdetir li rojavaya Ewropa, bakûrê Kurdistanê û Tirkîye ne. 139 nivîsên min ên cihêreng di blogê da hatine weşandinê, ku ev nivîs tevî hev 76.400 peyv in, ku ev jî dike qasî pirtûkekî derdora 500 rûpelî.

Bi awayekî hûrgilî li ser van mijaran, hinde nivîs di blogê da hene:
1- Agahdarîyên li ser aktîvîteyên min yên hunerî û bûyerên ku qewimîne: 18 nivîs.
2- Rexneyên dîrokvanên hunerê, rexnegirên hunerê , kes û sazîyan yên li ser berhemên min ên hunerî: 11 nivîs.
3- Hevpeyvînên ku bi min ra hatine kirin: 24 nivîs.
4- Nivîsên min yên li ser hunera ku ez diafrînim: 10 nivîs.
5- Li ser zimanê kurdî: 10 nivîs.
6- Li ser mijarên ramyarî û polîtîkayê: 28 nivîs.
7- Li ser kesayetîyên Kurd: 4 nivîs.
8- Helbestên min: 19 helbest.
9- Li ser hunera sînemayê û fotograf: 6 nivîs.
10- Liser hunermendên Kurd: 3 nivîs.
11-Li ser weşanên kurdî: 3 nivîs.
12- Danasîna nivîskar û pirtûkan: 3 nivîs.

Hin nivîs, helbest, hevpeyvînên min an jî yên li ser hunera min hê min ji zimanê yunanî wernegerandîye ser zimanê kurdî û bi vî awayî hê neketine nav blogê. Hêvîdar im ku ez ê vî karî bikim.

Heta ku sîstema bloga bi vî awayî hebe û heta ji min bê, ez dixwazim bloga xwe bidomînim.

24/12/2022

Despêka bloga Huner û Raman 27/12/2007

No comments: