22/11/2008

Sıpasi û malavayi

Jı bo pêşengeha mın ya grafika, ya ku ez dı navbera 5-10-2008 û 6-11-2008 a da lı bajarê Athina'ya Yunanistanê pêktinım, dı gelek malperên Kurdan da nûçeyên pêşengehê hatın weşandın, her wusa dı hın malperan da ji, nıvisên rexnegırên Yunan û Kurd (Eleni Kartsaka, Ksenis Sahinis û Fehmi Balayi), hatın weşandın (Malperên Amida Kurd, Dengê Kurdıstan, Efrinnet, Kulturname, Kurdistan News Net, Nefel, Netewe Nûçe, Netkurd, Rızgari, PUK media, Sema Kurd, û Yeniozgurpolitika, Xelkedondurma.com). Ez sıpasiya van malperan dıkım, mala rêvebır û kedkarên van malperan ava.

Her wusa gelek nas û dostan bı e-mailan, jı mın ra peyamên serketınê şandın, mala wan ji ava. Ez lı vır tenê wan peyamên ku bı awayeki eşkere dı çapeminiya kurdi da hatıne nıvisin, dıweşinım:

"Serhad Bapîr lawekî jîr, jêhatî, zana û hunermend yê neteweya kurd e. Her netewe bi zarokên xwe yên wisa hêja dikane bigihe kemalê, bibe xwedî şexsîyet. Pirranîya hêjayên kurdan yên wisa herçendî ji ber zilma dijminên neteweya me ji welatê xwe bi dûr ketibin, lê welatê xwe bi xwe re birine û di xeyalên xwe yên berhemdar de roj bi rojê geştir dikin. Ez hêvîdar im ku ev zarokên hêja yên neteweya me rojekê bi tevlî wê dewlemendiya huner û zanîna xwe vegerin ser axa bav û kalên xwe... Kek Serhad Bapîr bi şêwekariya xwe jî bi niviskariya xwe jî gelek hêja ye; zana û roşinbîrekî kurd yê bi xîret û şeref e. Ez bi xwe her karê wî diecibînim. Lê ger nexeyîde, rexneyeka min a piçûk jê re heye! Em kurd parçe-parçe ne, li ser gelek tiştî em li hev nakin. Lê cihê keyfxweşîyê ye ku me li ser alfabeya Celadet Bedirxanî li hev kiriye. Lê kek Serhad jî mînanî apo Mehemed Emîn îllahîm di herfên "i" û "î" de averê dibe. Ger ne bi dilê wî be, yan jî li gorî cenabê wî wisa rastir be jî, bona xatirê ku konsensusa giştî xira nebe, heta ku rojekê dewleteka me ya neteweyî ava bibe, wî û apo Mehemed Emîn Bozarslanî wisa nekirina baştir bû. Dîsa jî ew bona neteweya kurd gelek hêja ne. Ez ji her duyan re jî, temenkî dirêj, tendurist û tijî serketin nîyaz dikim. Ew rohnîya çavê me ne... "
1/11/2008
Roşan Lezgîn
Jı malpera Netkurdê: http://www.netkurd.net/nuce_bixwine.asp?id=13947


Peyama Komkar ji Serhad Bapîr ra

Rezdar Serhad Bapîr,
Me vexwendina te ya ji bo Pêşangeha Grafîkan girt. Zor spas. Lê belê mixabin derfet tune ye, ku em beşdarî pêşangehê bibin.
Be guman, wek her aliyê jiyanê, ji aliyê hunerê, bi taybetî jî ji aliyê hunera modern, Kurd divê di hewildanan da bin. Ji ber ku çand û hunera Kurdî hewcedarî geşbûn û dewlemendiyê ye. Di vî warî da kar û xebatên hunermendên Kurd divê di asta bilindtirîn da were nirxandin. Hewce ye, gelê Kurd û dezgehên Kurdî qedr û qîmeta hunermendên xwe bigrin û li gor derfetan pişgirî bidin wan, daku hunera Kurdî di qada navnetewî da hîn bipêşkeve.
Bê şik pêşangehê te jî di vî warî da xizmeta hunera Kurdî û her weha xizmeta têkoşîna gelê Kurd dike. Em hêvîdar in, ku tu her gav di kar û xebatên xwe da serkeftî bibî.
Li gel silavên dostane.
05.11.2008
Birêvebiriya KOMKAR-Elmanya

Jı malpera Dengê Kurdıstan: http://www.kurdistan.nu/dk-yazilar/pesengeha_serhad_bapir.htm


No comments: