09/01/2017

Qertên Sersalê

Piştî ku di sala 1987an da ez ketim Akademîya Hunerên Spehî, piştî salekî - du salan, min destpêkir ji nivîskar, weşanger û ji hin nas û dostan ra û her wusa jî, ji xwişk û birayên xwe ra qertên sersalê şand. Di despêkê da min wan qertan bi hibra çînî çêdikir, ango her qert bi nîgarekî cuda bû û min wan libo libo bi destan çêdikir. Hingê, min dixwest bi rêya van berhemên xwe yên hunerî ra, bi van kes û sazîyan ra bikebim nav têkilîyê. Wan bi hunera xwe bidime nasîn û her wusa bi vê dîyarîya berhemeka hunerî, wan bi hunera nîgarî ra bikim têkilîdar. Vêca, da ku hunerê vê carê bi destê xwendekarekî hunera nîgarî nas bikin, bi ferqa ku di navbera berhemekî hunerî û afîş, an jî qertekî ofsetê ya çapkirî da heye, bihisin.

Her wusa, dîsa gelek caran, bi munasebeta serîlêdanan, min gelek berhemên xwe yên orjînal dîyarîya nas û dostan xwe kirîye. Nîyeta min her ew bû ku, ew bi hunera xweser bihisin û bi vî awayî bila hunera orjînal bikebe nav jîyana wan. Bi vî awayî, bere – bere bi çavekî din li hunera nîgarî binêrin û bala xwe bidine berhemên hunermendên Kurd.

Min di sala 1992 ya da Akademîya xwe qedand, lê min vî kurmê xwe heta sala 2006an, her domand.

Di sala 1997an û pê va, vêca min destpêkir û ji bo her sersalê grafîkekî xweser çêkir. Ev grafîk her car bi nîgarekî wek mînak, Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Birca Zenbîlfiroş û bi gelekên din bûn. Min van grafîkên xwe, bi tîrajekî di navbera 20 - 26 liban da, bi destan çap dikir. Ango, min bi van hejmaran grafîkên orjînal çêdikir. Min piranîya van grafîkan bi rêya postê ji nas û dostên xwe û her wusa ji xwişk û birayên xwe ra dişand. Min li pişt van grafîkan, xeynî pîrozkirina sersalê û dilxwazîyê, min daxwaz û hêvîyên xwe yên di derbarê zimanê kurdî da jî dinivîsî. 

Edî ev bûbû kevneşopîyekî ji bo min, di hin salan da, carna heta 31ê meha 12yan, ez bi çêkirina van grafîkan mijûl dibûm, heta dawîya salê ez li ser van grafîkan dixebitîm û gelek caran, ji bo hibra van grafîkan zuwa bibe, min wan ji atolya xwe dianî û datanî ser kalorîfera mala xwe. Piştî ku zuwa dibûn, paşê min wan bi rêya postê dişand.

Bi vî awayî, berîya dawîya salê, her sal “tayê min digirt” û bi “mecbûrîyetekî” ku min bi xwe li ser xwe ferz kiribû, ji bo çêkirina van grafîkan dixebitîm.

Çewa ku min got, min dixwest haya hin Kurdên ku li welat û li welatên din da dijîyan û nas û dostên xwe ji hunera xwe çêbikim û bi vî awayî hunera nîgarîyê têxime nav jîyana wan. Li ba min arşîva van berhemên min heye, ka kîjan salê min ji kê ra kîjan grafîka xwe (û hejmara tîraja grafîkê) şandîye. 

Piranîya kesên ku min van berhemên xwe ji wan ra dişand, qet bersiva vê dîyarîya min, bi qertek an jî bi nameyekî be jî, ne didan. Lê min ji xwe  ra  digot, ”tu nabe, bila berhemên min li ba wan hebe û bila bi ferqa berhemekî orjînal û afîş û qertên ofsetê bihisin”. 

Min hêvî dikir ku, dibe ku hin kes van berhemên min çarçove kiribin û li mala xwe, an jî li nivîsgeha xwe da daliqandibin. Piştî gelek salan, dema ku min hin ji van kesan zîyaret kir, min dît ku piranîya wan kesan ne tenê van berhemên min çarçove nekiribûn û li dîwarekî da daneleqandîne, her wusa jî, hin ji wan nizanibûn ka van berhemên min kirine kîjan qulika malê û peyda jî nedikirin!

Di sala 2006an da, min qertên sersalê yên dawî jî şand û dotira salê min biryara xwe da ku êdî ji tu kesî ra êdî tu qert û merta bi berhemên xwe yên orjînal neşînim. Lê meriv nikare zû bi zû dev ji kurmê xwe berde, her wan salan İnternet êdî baş ketibû nav jîyana me jî, vêca min destpêkir qertê xwe yê sersalê bi rêya İnternetê ji nas û dostên xwe ra dişand. Min hem di sersalan da û hem jî di Newrozan da bi vî awayê qertên xwe yên elekronîkî dişand. Ev qert her car bi fotografekî berhemekî min bû. 

Min bala xwe dayê, vayê piranîya van kesên ku ez van qertên elektronîkî ji wan ra dişînim, tu bersiv û mersivê jî nadine min, û di sala 2010an  da êdî min biryara xwe da ku êdî ez ê dev jî vî kurmê xwe bi temamî berdim. 

Niha, bi awayekî giştî, divê 150-200 grafîk û resimên min li ba 40 kesî û sazîyan hebe. Li ba hinan 1 û li ba hinên din heta 7 berhemên min hene. Ez pê dizanim ku kêm kesan van berhemên min li ba xwe parastine û çarçove kirine û her wusa jî ez pê nizanim ka piranîya van kesan çi bi van berhemên min yên orjînal kirine. 

Di sala 2009an da, min di pêşengeha xwe ya grafîkan ya berfireh da, 94 grafîkên xwe nîşanê xelkê da. Bajarvanîya bajarê Thessalonîkî΄yê, ji bo vê pêşengehê katalogekî mezin yê 32 rûpelî yê bi zimanên yunanî û kurdî çapkir. Min vê katalogê bi rêya postê ji 60î zêdetir kesî û sazîyên Kurdan ra şand. Min ji bo Beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîkayê ra jî libekî şandibû. Hingê Xelefê Zibarî bi min ra ji bo bê radyoyê hevpeyvînekî çêkir. Mamê Xelefê Zibarî, bi wê Kurmancîya xwe ya sipehî, rojek berîya ku hevpeyvînê çêbike telefonê min vekir û me bi hev ra sohbetê kir. Hin tiştan ji min pirsî, di nava sohbetê da ji min ra got ku ka gelo ez dizanim kî helbesta sitrana “Nesrîn” ya ku Mihemed Şêxo distre, nivîsîye, min bi sitranê dizanibû, lê minbi  xwedîyê helbestê nizanibû. Mamê Xelefê Zibarî  ji min ra got ku ewî bi xwe vê helbestê nivîsîye. 

Di nav sohbetê da, behsa kataloga min jî kir û got ku “ev berhemên ku di nav vê katalogê da hene gelo qê te hemû çêkirine?” Min got belê. Ewî jî ji min ra got ku “lê portreyê Celadet Bedirxan min berê jî dîtîye, li ba min heye û min li nîvîsgeha xwe da daliqandîye.” Ango anî wê maneyê ku ev berhema ku di katalogê da heye, ne ya min e. Hingê min ji wî ra got ka here li binê berhemê binêre, qê navê min nanivîsîne? Wusa bû. Hingê min jê ra got ku min vê grafîka xwe 6 sal berîya niha, wek qerta sersalê ji Beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîkayê ra şandibû û we tu bersivî jî nedabû min. 

Werhasil, ev pêvajoya qertên sersalê ji bo min bû tecrubeyekî û alîkarîya min kir da ku ez di derbarê hunera nîgarî da zêdetir bi pîvan û hizrên civata me bihisim. Her bi vî awayî, ez tu gazincîan ji tu kesî û sazîyê jî nakim.

İroj êdî ez tu kesî bi dîyarîkirina berhemekî xwe nerehet nakim. Ji xwe xeynî çend kesan, ji berê va, Kurd ji bo hunera min tu tiştekî ji min napirsin. Li ba me ne rexnegirîya hunerê heye û ne jî bi pîvanên cîhana hunerê, dîyalogekî bi hunermendan ra heye. Ez sedemên vê yekê dizanim, min behsa hin alîyên vê pirsgirêkê kirîye.

22/12/2012

Çend grafîkên ku min wekî qertên sersalê ji nas û dostan ra şandîye:


Celadet  A.  Bedirxan, 2002, grafîka bi asît ya li ser metal, 15x11 cm.


Birca Zembîlfîros, 1998, grafîka bi asît  ya li ser metal, 19,5χ17 cm.

Bîhar, 2004, grafîka li ser lînoleum,17x11 cm.




Cegerxwîn, 2003, grafîka li ser metal û lînoleum, 32x22 cm.



Hevî 1,  2005, grafîka li ser lînoleum, 15.5x10 cm.



Hevî 2,  2005, grafîka li ser lînoleum, 15.5x10 cm.


Xalet,  2000, grafîka bi asît ya li ser metal , 15x14,5 cm.



Zozan û Xezal,1996, grafîka li ser dar, 18x11 cm.




No comments: