29/06/2021

“Mafê Şeva Pêşî” û Sahneya Dawî ya vê Çîrokê



Di vê nivîsa xwe da ez dixwazim li ser hin alîyên têkilîyên Kurd, Tirk û Ermenîyan, çend dîtinên xwe bêjim.

Li ser îddîaya nivîskar û sîyasetvanê Tirk Taner Akçam, 132 Kurd (ku di nav wan da kêm kesên ne Kurd jî hebûn), bi daxwîyanîyekî bersivê dane wî. Her çiqas ev daxwîyanî li ser îddîaya “mafê şeva pêşî” be jî, ev reaksîyona Kurdan di heman demî da li ser wan dîtinên T. Akçamî bû, yên ku di hevpeyvînekî xwe ya ku berê da eşkere kiribû.



Komposîzyon 1, 2018, teknîka tevlîhev, 8X8 cm.

Di wê hevpeyvîna xwe da (hevpeyvîna bi Neşe Düzel’ê ra, rojnameya Taraf’ê, 2012) T. Akçam wek nîvîskar û sîyasetvanekî Tirk yê çepgir, ji bo Kurdan li bakûrê Kurdistanê û li Tirkîyê tenê mafên takekesî rewa dibîne û ew, otonomî jî di nav da, li himberê hemû rê û awayên bi statûyekî çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ye. Ew, her wusa Kurdan jî, ji kêlekê va tehdît dike, dibêje ku “statûyekî li ser bingeha netewî (xweserî û otonomî û hwd.) wê heremê bike gola xwînê.” Tehdîtên bi vî awayî, berê gelek caran kesên wekî serokê partîya faşîst MHPyê Alpaslan Türkeş jî kiribû. Gelek rêvebir û sîyasetvanên Tirk xwedîyê vê dîtin û tehdîdê ne. Heman dîtin yê Doğu Perînçek`î ye jî. Ji bo me Kurdan ne hinde balkêş e ku, dema ku çendek berê, piştî ku hin kesan behsa wê hevrengîya tirkayetîya çepgirê maoîst D. Perînçek û ya ku MHP dike, kirin û gotin ku “Doğu Perînçek dikaribû bibûya serokê MHPyê”, hingê D. Perînçek di beyanekî xwe da got ku “ji bo min serokatîya MHPyê şeref e”. Eve zû va ye ku haya me Kurda ji “îdeolojîya fermî ya Tirkîyê” û ji vê “Şêwra Tirkbûnê” an jî “Peymana Tirkbûnê” ya wan heye.

Çewa ku em dizanin, ew kesên ku “cumhurîyeta” Tirkan avakir, hima bêje hemû ji Balkan û Qafqasan bûn û her wusa jî, xeynî Tirkan, ew kesên ku bi eslên xwe Çerkez, Laz, Tatar, Ereb, Boşnak, Arnawud û hwd.in jî, vêca hemû bi hev ra wek Tirk di nav vê “Şêwra Tirkbûnê” da cihê xwe digrin û dibin xwedîyê îmtîyaza vê “peymanê.” Divê were gotinê ku Kurd, Ermenî û Suryanîyên asîmîlebûyî û eslên înkar dikin jî, xwe di nav vê şêwrê da dibînin. Ez dibêm qê, ji bo “Türklük Sözleşmesi” ya ku hêja Barış Ünlü behsa wê dike, di kurdîya Kurmancî da, dêlva “Peymana Tirkbûnê” meriv dikare bêje “Şêwra Tirkbûnê” jî. Di vê nivîsa xwe da ez ê her du awayan jî bikarbînim.

Di wê hevpeyvîna sala 2012a da her wusa Taner Akçam dixwaze bi derewên xwe, Kurdan bixapîne, dema ku dibêje: “cîhan êdî destûr nade ku dewletên netewî werin avakirinê.” Dema ku em van gotinên wî û tehdîda “gola xwînê” bînin ba hev, hingê em li Kurdistanê û li cîhanê van tiştên din dîbînin: Hima em wek dem û wek herem neçin dûr, ew şer û komkûjîyên ku di navbera xelkên Yugoslavyayê da diqewimîn, tenê dema ku dewletên netewî û olî avabûn bi dawî hatin. Di nava dilê Ewrupayê da, li Bosnayê, rejîma sosyalîst ya Mîlosevîç bi tevî hêzên paramîlîterên Sirban komkujîyê li Bosnîyên Misilman kirin. Tenê li Strebenîça, di 11 Tîrmeha 1995a da 8 hezar mêrên sivîl yên Misilman hatin kuştin. Erê, gelek normal e ku ev hejmara 8 hezar mêrên sîvîl ku hatin kuştin, ji alîya rejîma İraqê va tunekirina 8 hezar Barzanîyên nêr bîne bîra me Kurdan: “Êş gerdûnî ye” û em Kurdên dilpak û mazlûm, dilê me li hemû mazlûmên cîhanê şewitîye û dişewite.

Şer, nefîkirina mecbûrî û kuştina sivîl û çekdaran li Yugoslavyaya kevn, tenê piştî avabûna dewleta konfederasyonî ya dewletên Bosnîyên Misilman, yên Sirb û yên Kroat û avabûna dewletên Kroatya û Kosovo ya Arnawûda û her wusa jî li dewleta Makedonya Bakûr, bi xweserîya Arnawûdên vê komarê, sekinî û aramî hat vê heremê. Ango maf û çarenivîsa miletan, ku ev jî avakirina dewletên serbixwe ye, aşîtî û aramîyê tîne heremekî.

Taner Akçamê ku ji bo kolehiştina Kurdan, xwe wek nobedarê dewleta kolonyal ya Tirkan dibîne, naxwaze bizanibe ku, dema ku başûrê Kurdistanê bû xwedî statûyekî (1991) komkujîya li himberê Kurdan jî li wir sekinî. Her çiqas komkujîya Kurdên Êzidî bi destê DAİŞê pêkhatibe jî (em baş dizanin ka çewa dewleta Tirk û yên Ereban vê hêza enternasyolîst ya terorîzma îslamî berî ser Kurdan dan), ev 30 sal in ku êdî tu tunekirina Barzanîyên nêr, Helebçe û Enfalên din neqewimîne. Dema ku em van 30 salên bi statû bi wan 30 salên bê statû ra (1961-1991) danin ber hev, hingê em ê bibînin ku, êdî çewa ku T. Akçam Kurdan tehdît dike, başûrê Kurdistanê wekî berê nabe “gola xwînê”, berevajîyê vêya, ew “gola xwînê” ya bê statubûnê ev 30 sal in ku sekinîye. Ya herî muhîm jî ew e ku Kurd xwe ji dagirkerên xwe pir baştir rêvadibin. Di van 30 salan da başûrê Kurdistanê geş û avadan bûye, lê İraq hima bêje wekî xwe maye an jî li paş ketîye. Ew demokrasî, mafên mirovan, mafên kêmneteweyên (pêkhateyên) ku li başûrê Kurdistanê hene, xeynî Îsraîlê li tu dewletekî Rojhilata Naverast da tunene. Di van waran da başûrê Kurdistanê ji Tirkîya T. Akçam û ji Ermenistanê jî pir pir baştir û pêşdetir e.

Kurd li bakûrê Kurdistanê jî ji ber bê statubûnê, di nav “gola xwînê” da ne. Ji sala 1921a heta sala 1938a, bi komkujî û bi “gola xwînê” Kurd û Kurdistan dîsa hatin bindestkirin û ji sala 1984a û vir va jî, bi komkujîyekî berdewam û bi wêrankirina Kurdistanê, Kurd û Kurdistan “têne idare kirinê.” Jenosîda zimanê kurdî jî ev 100 sal in bê westan didome, zimanê kurdî jî di nav “gola xwînê” da ye.



Komposîzyon 2, 2018, teknîka tevlîhev, 8X8 cm.
*
Ev daxwîyanîya 132 kesan, bersivekî derengmayî bû ji bo T. Akçam. Kurd ne tenê divê çepgirên Tirkan rexne bikin, her wusa bi çep, rast, faşîst û îslamîyên xwe va, hemû tirkayetîya Tirkan, di wê xala wan ya hevbeş da, ango di wê “Şêwra Tirkbûnê” da, divê rexne û mehkûm bikin. Ez nizanim ka xeynî kurdologê mezin, hêja Îsmaîl Beşîkçî tu kesekî/eka din li ser wan dîtinên T. Akçamî yên sala 2012a, hingê tiştek nivîsî an na? Beşîkçî di wê nivîsa xwe da T. Akçam rexne dike û dibêje ku “Taner Akçam’ê ku di mijara Ermenîyan û kuştina Hrant Dink da Ergenekonê rexne dike, dema ku mijar dibe Kurd, çewa dikare bibe xwedîyê heman dîtinên Ergenekonî?” Her wusa Î. Beşîkçî di derbarê dîtinên kesên wekî T. Akçamî da bêxemîya Kurdan, ya ronakbîrên Kurdan jî rexne dike û dibêje ku “neslên Kurdan yên nûhatî ê wusa nîn bin. Ew ê di derbarê maf – huqûq, edalet, azadîya Kurdan û daxwazên ji bo wekhevîyê da ê zêdetir bi israr bin. Ev gelek eyan e.” Binêre: Li ser hevpeyvîna Taner Akçam, Zazaki.net 21.03.2012 (Gihîştin 29.06.2021)

T. Akçam di vê hevpeyvîna xwe ya dawîn, ya ku bi Filîz Gazî’yê ra kirîye da, (malpera Duvar 20.04.2021), di wê îddîaya xwe ya bê bingeh da wusa dibêje: “Ez ji we ra mînakekî hovane (tirsgiran) bêjim: Di civata feodal ya sedsala 19 da, wek mînak di heremên Kurdan da dema ku Ermenî dizewicîn, mafê şeva pêşî yê axayên Kurdan bû.” Ji van gotinan em vî tiştî fêhmdikin: “Li Kurdistanê di zewaca Ermenîyan da mafê şeva pêşî yê axayên Kurdan bû”. Di çavkanîya ku paşê T. Akçam behsa wê kir da tenê ev malûmat hebûn: Di pirtûka Lazarev (ku ew bi xwe jî Ermenî ye) da, behsa raporekî cîgirê konsolosê Rusyayê yê Wanê Tumanskiy tê kirinê ku di despêka sedsala 20 a da wusa dinivîse: “li qezaya Sasonê...Hin beg di gundên Ermenîyan da heqê şeva pêşî jî tesîs kiribûn”, Cigirê konsolos dibêje li Sasonê “hin beg” û T. Akçam di hevpeyvîna xwe da dibêje: “di heremên Kurdan da dema ku Ermenî dizewicîn, mafê şeva pêşî yê axayên Kurdan bû.” T. Akçam vê çavkanîyê bi dokûment û çavkanîyên din ra jî danane berhev û piştrast nake, wek rastîyekî ku li seranserê Kurdistanê diqewime îddîa dike. Tenê dema ku meriv di derbarê Kurdan da nîyetxirab be, hingê dikare vê çavkanîya navborî wusa xira bike û întîbayekî wusa çêbike ku li Kurdistanê ev ji bo axa û begên Kurdan bi awayekî giştî wusa bûye.

Ez, daxwîyanîya wan 132 kesayetîyên Kurdan di vê çarçova ramanên “neslên nûhatî yê Kurdan” da dibînim, ew tiştê ku mamoste Î. Beşîkçî pêşbînîya wê dikir, ku ev tiştekî gelek baş e. Kurdan, têkilîyekî yekser û organîk di navbera vê îddîaya Taner Akçam, ew dîtinên wî yên li ser bê maf û bê statû hiştina Kurdan (2012) û ev pratîka “cumhurîyeta” Tirkan ya ku di van 100 salên dawî da ku li himberê Kurdan da pêktîne, dîtîn. Ew T. Akçamê ku di derbarê Kurdan da raman, polîtîka û pratîka dewleta xwe diparêze, vê carê wek efendîyekî kolonyal bi vê îddîa ya xwe, xwest nirxên exlaqî yên Kurdan piçûk bixe, rabirdûya Kurdan krîmalîze bike û sîcîla wan xira bike, da ku wek milet bawerîya wan bi wan nemîne, da ku di warê derûnî da bişkên, ji rewşa mazlûmbûnê derkebin û xwe wekî zulumkar û qetlîamkar bibînin. Û ya herî giring jî, di vê rewşa bindestbûna xwe da, di nav labîrantên vê şikestina exlaqî, bawerî û derûnîyê da, ji bo siberoja statûya milet û welatê xwe nebin xwedî gotin, xwedîyê daxwaz û têkoşînê. Kurdan vê yekê dît û vê yekê deşîfre kir.

Polîtîka piçûkxistina Kurdan hê ji dema Îttîhat û Terakî da despêkiribû û di serdema “cumhurîyeta” Tirkan da bû polîtîkayekî sîstematîk. Kurd ji bo werin asîmîlekirin û Tirkkirin, divîyabû pêşî Kurdbûn bibûya ciyê şermê. Kurd wek nifûs û Kurdistan jî wek welat divîya ji bo Tirkbûnê û Tirkîyê bibûna “hammadde”. Ê êdî Kurd ne Kurd bûna, ê ji vî hammaddeyê an jî “madeya xav”, Tirkbûn bihate derxistin û bakûrê Kurdistanê jî ê bibûya perçekî erdê Tirkîyê. Kurdan vê bêşereftîyê qebûl nekir, ji sala 1921a heta 1938a berxwe dan û paşê şikestin. Lê Kurdbûn nemirî, dema ku em gihîştin despêka salên 1960î, zîlên tevgera Kurdayetîyê dîsa ji axê derketin.

Di sala 1960 da serokê cunta leşkerî ya Tirkîyê, Cemal Gürsel li Dîyarbekirê ji Kurdan ra wusa digot: “Kî ji we ra bêje ku wun Kurd in, tûkin rûyê wî”. Ev dîmenê şerê psîkolojîk yê li himberê miletê Kurd yê sala 1960a ye. C. Gürselê ku di sala 1961ê da bû serok”komar”ê Tirkîyê, bi van gotinên xwe, li navenda herî muhîm ya bakûrê Kurdistanê da, di rastîyê da yekser ji Kurdan ra wusa digot: “Kî bêje ku ez Kurd im, em ê tûkin rûyê wî bikin.”

Tirkan, 30 sal berê jî, bi devê wezîrê “edaletê” Mahmut Esat Bozkurt, di sala 1930ya da, di parlementoya xwe da ji Kurdan ra wusa digot: “Ewên ne ji xwîna saf ya Tirkan nin, di evî welatî da tenê mafekî wan heye, mafê xizmetkarîya ji bo Tirkan, mafê kolebûnê. Bila dost, dijmin û van çîyayan jî vê rastîyê wusa bizanibin”. Li kêlake jenosîda milet û zimanê kurdî da, ev jî şerê şikênandina derûnîya Kurdan û muhendîstîya tirkayetîyê bû.

Ev tirkayetîya kolonyalîst her didome û bi her munasebetî der dibe: Serokê parlementoya Tirkan, Bülent Arinç dikare bi rihetî bêje ku “zimanê kurdî ne zimanê medenîyetê ye” û Muharrem Înce’yê ”sosyal demokrat” dikare bêje ku “perwerdeya bi zimanê kurdî ne pedagojîk e”. Gelo Tirk çewa ji bo siberoja me û ji bo zimanê me, mafê gotina van ramanan di xwe da dibînin? Ev ji wê têkilîya di navbera efendî û kole, di navbera dewleta kolonyalîst û milet û welatê kolonîbûyî tê. Ew xwe wek efendî û xwedîyê hemû tiştî dibînin, divê deng û îradeya miletê kole tune be û her wusa jî ev îrade were şikestin û tunekirinê. Ew pir baş pê dizanin ku ev ziman û hemû ziman zimanên medenîyetê û pedagojîk in, lê ew dixwazin Kurd asîmîle bibin û bibin Tirk û Kurdistan jî bibe perçeyekî Tirkîyê. Derdê wan her ew e, ka ê çewa ew îmtîyaza efendîbûna xwe, wekî berê li ser me Kurdan bidomînin û bigihîjin wê armanca xwe ya hov.

Kurdan di beyana T. Akçamî ya di derbarê “mafê şeva pêşî” da, berdewamîya vî şerê psîkolojîk û vê muhendîstîya tirkayatîyê dît. Lê êdî em gihîştine sala 2021ê û Kurd jî êdî li rojhilata navîn aktor in û dengê wan tê sehkirinê. Li başûrê Kurdistanê da xwedî statûyekî ne û ya herî giring jî bi Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, bi awayekî demokratîk ji hemû cîhanê ra gotin ku ka Kurd çi dixwazin, her wusa jî li başûrê rojavê Kurdistanê jî Kurd bi hêz in û hevkarên dewletên Rojava ne û li dû statûyekî ne. Li bakûrê Kurdistanê, her çiqas tevgera kurdî bê pusula mabe jî, potansîyeleke gelek mezin ya Kurdayetîyê heye. Li rojhilatê Kurdistanê jî Kurdayetîyeke dînamîk heye û Kurd li hêvîya firsetên wekî başûr û başûrê rojavayê Kurdistanê ne. Di warên zanistî, lêkolîn û xebatên akademîkî da, êdî Kurd bi xwe jî di nav aktîvîteyan da ne.

Lêkolînvan û akademîsyenên Kurd, ne wekî akademîsyenên Tirk yên xwelîser in û kîmya wan wekî kîmya ya akademîsyenên Tirkan xira nebûye: Ne “îdeolojîyeka fermî” ya Kurdan heye û ne jî “Peymana Kurdbûnê” ya alaturka ya Kurdan heye. Kurdên lêkolînvan û akademîsyen, ku ew bi xwe bi gelek zimanan dizanin, êdî dikarin bikevin nav arşîvên gelek dewletan (yên vekirî) û lêkolînên xwe bikin û rastîyên dîrokî derînin meydanê, arşîv û dokumentan ji parzona (fîltre) ramanên “Peymana Tirkbûnê” rizgarbikin, dikarin lêkolînên meydanî pêkbînin û bêy ku xema tiştekî bixwin, rastî çewa be wûsa jî ji me ra bêjin.

Xema van lêkolînvan û akademîsyenên Kurd ne îddîalîzekirina jîyan, kirin û di her warî da pakkirina Kurdan e. Her çiqas di navbera “sîcîla” miletan da ferqên mezin jî hene, ew pê dizanin ku li ser rûyê cîhanê tu miletekî îddeal tunebûye, ew dixwazin rastî çi be wusa jî derînin meydanê, da ku em dîrokê û her wusa jî ew kod û planên bindestkirin û bindesthiştina Kurdan û Kurdistanê baştir fêhmbikin. Di vî warî da, ji bo me Kurdan pirsa sereke ev e: Gelo di wê serdema ku miletên mezin û piçûk dibûn û niha hê jî dibin xwedî dewletên xwe yên serbixwe, gelo Kurd û Kurdistan çima û bi kîjan awayî ji vî mafî bêpar man? Zanîna me ya derbarê dîroka me û ya cîhanê, ê wek milet me serwext û şarezatir bike, da ku em jî wek milet û welat bi xebat û têkoşîna xwe bigihîjin mirazê xwe.

Kurdan her çiqas di derdora van hezar salên dawî da dewletekî bi hêz avanekiribin jî, Kurd wek milet, di warê mafê mirovan, mafê neteweyan û bawerî û olan da berpirsîyarên pratîka mîrkektîyên Kurdan û berpirsîyarên pratîka van 30 salên dawî yê başûrê Kurdistanê û yê van 10 salên dawî yê başûrê rojavayê Kurdistanê ne. Her çiqas ev statûyên Kurdan, di dereceye 1a da wek dewletên serbixwe nîn bin jî, di dereceya 2ya da îradeya sîyasî ya miletê Kurd bûne. Lê Kurd destûr nadin tu kesî jî, ku rabin sûnc û tawanên tu alîyan bînin û têxin stûyê wan. 

Kurdan wekî dewletên Tirkan miletan nekuştîye û Tirkîyê û Kurdistanê jî nekirîye goristana milet û zimanên kuştî. Kurdan bi hêza devê şûr, ango bi kuştin û talanê, ji Avusturya bigre heta Yemen û Mexreb zeftnekirîye, ji rengê xwîna van talankarên xwe, ji xwe ra alaya xwe çênekirîye. Bi zordarî zarokên Xrîstîyanan yên 7 salî ji malbatên wan nesitandine û wan ji xwe ra nekirine “yenîçerî”, ango artêşa dewleta Osmanî û dîsa berê van “devşîrmeyan” nedane ser miletên mazlûm. Kurdan hebûna miletan înkar nekirîye û zimanên wan jî bi rêya qedexekirinê, nekuştine. Kurdan wekî Tirkan, ji miletên ku nasnameya wan hatîye qedexekirinê, ji “devşîrmeyan” miletekî bi navê miletê Tirk avanekirine û bi “senteza Tirk û Îslam”ê, li ser wan, netew û zimanê tirkî û ola îslamê bi zorekî nedane qebûlkirinê. Berevajîya ya Tirkan, Kurdistan û civata Kurdan pir reng û pir deng e: Gelek zarava, ol û mezhebên Kurdan hene û di nav me Kurdan da gelek pêkhateyên ji netewên din hene, ev yek dewlemendî û potansîyela demokrasîya Kurdan e. Ferqa Kurdan û Tirkan ev e.



Komposîzyon 3, 2018, teknîka tevlîhev, 8X8 cm.

“Alaturka” (bi zimanê îtalî: alla turca, bi awayê Tirka, bi usûla Tirka) ne tenê navê cûreyekî tuwaletê ye, ev navê sîyasetekî ye jî, ku anagorê wê, ji bo “menfeatê tirkayetîyê” rastî û zanîn jî tên veşartin û texrîfkirin, derew dibin rastî: Wek dewlet tu komkujîyan pêktînî, lê tu dibêjî ku “nexêr, tiştên wusa neqewimîne”, li nava çavê Kurdan û cîhanê dinêrî û dibêjî “tiştekî bi navê Kurd û Kurdistanê tuneye û her wusa jî zimanekî bi navê zimanê kurdî tuneye”. Di sala 1974a da, wek dewlet diçî beşekî Kîpros’ê (Qibris) dagir dikî, lê navê “Hereketa Aşîtîyê” li vê dagirkerîyê, li talan û kuştina xelkê Yunanên Kîpros datînî.

Dîsa di sala 2018a da, bi hemû teknolojîya nûjen ya şer, diçî Efrîna başûrê rojavayê Kurdistanê dagir dikî, bi hezaran Kurdan dikujî û bi sedhezaran ji warê wan dertînî, paşê vê herema Kurdistanê ji kuştin û talana çeteyên enternasyonalîzma terorîstên îslamî ra serbest dihêlî, lê navê “Operasyona Şaxê Zeytûnê” li vê dagirkerîyê û hovîtîya xwe datînî. Çewa ku em dizanin, şax an jî çiqlê dara zeytûnê sembola hevkarî û aşîtîyê ye! Di sala 2010a da, di derbarê Tirkên ku li Almanyayê dijîn, serokwezîrê Tirk R. Tayîp Erdoğan li Almanyayê li ber Angela Merkel, di daxwîyanîya çapemenîyê digot ku “asîmîlasyon tawana mirovatîyê ye.” Her çiqas ku Tirkên ku li Almanyayê dijîn wek Tirk tên naskirinê û xwedîyê dibistan û balyozxaneyên xwe ne jî, anagorê Erdoğan hin pirsgirêkên wan hene û divê neyêne asîmîlekirin. Lê heman dewleta Erdoğanî ji bo ku Kurdan asîmîlebike, zimanê û kultura kurdî bikuje çi ji dest tê texsîr nake. Cot pîvan û cot standart: Ev e “alaturka”.

Ev alaturka, serûbinkirina rastîyan, bû xerca “Şêwra Tirkbûnê”. Zanîngehên Tirkan bi hezaran profesorên xwe yên “payebilind”, ji bo dubare avakirina vê “Peymana Tirkbûnê”, wek memûrên dewletê wezîfeyên ku dane ber wan bi kêfxweşî kirin û dikin û her wusa jî, ji îmtîyaza efendîbûnê para xwe sitandin û distînin. Sîstema perwerdeyê, partîyên sîyasî, rêxistinên “sivîl” û çapemenî wek nivîsgehên vê peymanê xebitîn û dixebitin. Ji bo ku Kurd di wê bêstatûya bindestbûnê da werin hiştin û wek “hammadde” werin asîmîlekirin û Tirkkirin çi lazim be hate kirin û tê kirinê: Artêş, sîstema perwerdeyê, partîyên sîyasî, çapemenî, rêxistinên îstîxbaratê, mafya, ticareta narkotîkê û hwd. hemû bi hev ra bûn heman tişt, ku navê vî tiştî jî, dewleta Tirk e. “Alaturka” rêvebirina dewletekî, wusa ye. Maşaelah!

Ku ji bo me Kurdan para me bindestî be, para Tirkan jî bû ev sîstema ne demokratîk, ne zelal, dewletekî kûr ya mafyayî. Ew leşker, tîmên taybet, polês û mafyaya ku Kurdên sivîl dikûşt, gundan dişewitand û li girtîyan êşkencedikir, serê şervanên Kurd jêdikir û ji guhên wan ji xwe ra tizbîyan çêdikir, ango ev pîskopatên he, gelo mimkûn bû ku ê êdî çewa wek mirovên normal û dilovan di nav malbat û civata xwe da bijîyana? Xwiya dike ku miletê Tirk hima bêje bi awayekî giştî (îstîsna gelek kêm e), xwe layiqê van tiştan dibîne û ew ji bo vê rewşa xwe jî musteheq e. Erê berdêla bindestî û dagirkirina Kurd û Kurdistanê, ji bo Tirkan jî ev e. Ma Tirk dibêjin qê ew li karê ne? Em Kurd ji wan ra dibêjin ku, dev ji me û welatê me berdin da ku wek milet wun jî bibin mirov, bibin xwedîyê civat û dewletekî demokratîk, paqij û zelal. Em dizanin ku Tirk li ber me Kurdan nakebin, ma qê ew li ber xwe jî nakebin? 
Komposîzyon 4, 2018, teknîka tevlîhev, 8X8 cm.

Ew kesên ku xwedîyê ramanên “Peymana Tirkbûnê” ne, her çiqas ku xwedîyê fikrên çep, rast, îslamî, faşîst û hwd. bin jî, di mijara Kurd û Kurdistanê da xwedîyê heman ramanê ne. Xala wan a hevbeş ew e ku, Kurd divê ne tenê li bakûrê Kurdistanê û li Tirkîyê, li perçeyên din yên Kurdistanê û her wusa li tu dera cîhanê jî divê nebin xwedî tu statûyekî û wek milet divê tu xêrê jî ji xwe nebînin.

Di mijara mafê Kurd û Kurdistanê da xala wan a bingehîn ev e, lê di heman demî da ew ji bo 150 hezar (nifûsa niha) Tirkên Kîprosê (Qibris), ku 18% nifûsa giravayê bûn, li wir belawela dijîyan û her wusa jî li tu devera giravayê pirranîya nifûsê nîn bûn, qîma xwe di nav dewletekî yekgirtî da bi statûya federasyona du alîyan jî naynin û daxwaza konfederasyona 2 dewletên serbixwe dikin. Tirkîye piştî dagirkirina (1974) 37% axa komara Kîprosê, li dû vê daxwazê ye. Eynî ev xala hevbeş ya tirkayetîyê, ji bo Fîlîstînîyan jî daxwaza dewletekî serbixwe dike û her wusa jî bi ewan pîvan û tixûbên ku Filîstînî bi xwe dixwazin. Bê guman ev jî “alaturka” edalet e.

Ji bo ku em versîyona çep ya vê “Peymana Tirkbûnê” bibînin, ka em bala xwe bidin van gotinên Ertuğrul Kürkçü. Piştî kuştina keça Kurd Denîz Poyraz di nav avahîya HDP ya bajarê Îzmîrê, E. Kürkçü di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Duvar`ê da wusa dibêje: Sernivîsa hevpeyvînê ev e: “Dilê her du Denîzan ji bo heman tiştî lêdida.” Û di nav vê hevpeyînê da wusa dibêje: “Ez nikarim nîşanekî ji vêya ronaktir bifikirim, lewra, dema ku Kurdên ku navekî tirkî yê wekî “Denîz” li zarokên xwe kirine, di derbarê daxwaza xwe ya ji bo siberojê, nîşan dide vêca ka li ser kîjan bingehê da siberoja xwe bi tevî ya Tirkan ra dîtine. Kurd, rewşekî “Tirkbûnê” ya demokratîk, azadîxwaz û şoreşgerî, wek zarokên xwe yên helal nêzîkê xwe dibînin.” Binêre: Duvar, hevpeyvîna İrfan Aktan, 20ê Hezîrana 2021.

E. Kürkçüyê ku di nav civata Tirka da ne xwedîyê tu hêz, bandor û îtîbarî ye, lê dikare wek efendîkî kolonyal li koklîka Kurdan siwar bibe û bi dengên wan bibe parlementerê bajarê Îzmîrê û her wusa jî bibe serokê rûmetê yê HDPê! Ew jî, dixwaze Kurdan bike hammaddeya “Tirkbûnê” ya demokratîk, azadîxwaz û şoreşger! Ev gotinên E. Kürkçü, sirûda nijadperest a “Andimiz” a Tirkan anî bîra min. Ev sirûda bi navê “Sonda me”, ku li dibistanên Tirkan da her roj, bi mecbûrî ji alîyê şagirtên Kurdan va jî dihate xwendin, wusa dibêje: “Hebûna min ji bo hebûna Tirkan bila bibe dîyarî.” E. Kürkçü bi gotinên sexte û xapînokî yên wekî “demokratîk, azadîxwaz û şoreşger”, ji Kurdan heman tiştî dixwaze: “ Kurd û Tirk firq nake, ya giring, demokrasî, azadî û şoreşe” û “Bibin hammaddeya Tirkbûnê.”

Ez dixwazim li vir bêjim ku, navê “Denîz” çewa ku E. Kürkçü dibêje ne navekî tirkî ye. Ev nav navekî yunanîye ye û ji navê “Διονύσιος- Dîonîsos” derketîye. Dîonîsos di mîtholojîya Yunanan da xwedayê kêf, mey û bereketa zayendîyê ye. Di serdema despêka Xrîstîyanetîyê da, ezîzekî bi navê Dîonîsos heye. Ev Ezîz Dîonîsos bi zimanê fransî Saint-Denis e û bi vî awayî ev navê yunanî wek nav dikebe nav zimanên Ewrupî. Tirkan “Denîz” ê xwe ji vî şiklê “Denîs” a fransî sitandîye.

Bê guman, li vir da tawan ne yê E. Kürkçüyê kolonyal e, ku bi gotinên xwe yên girover têkilîyên rastî yên navbera milet û welatekî kolonîbûyî û kolonyalîstan vedişêre, tawan ya PKKê ye ku Kurdên bakûrê Kurdistanê bê armanc û bê pusula hiştîye. Partîya wê ya legal jî, bi dirûtîyeke bê sînor, li Kurdistanê û li Tirkîyê ji Kurdan ra dibêje ku “ew partîyeka Kurda ye” û li Tirkîyê jî ji Tirkan ra jî dibêje ku “ew partîyeka Tirkîyeyî ye.”

Dema ku em wê daxwîyanîya hevbeş ya ji bo Fîlîstînîyan û Filîstînê (10.05.2021), ya ku HDPyê bi 4 partîyên din yên parlementoya Tirk ra derxistîye dixwînin, em dibînin ku bi vî aqilê xwe, xwiya dike ku ev partî jî bi dil û can dixwaze di nav vê “Peymana Tirkbûnê” da cîyê xwe bigre, bi şertê ku gotinên wekî “demokratîk, azadî û şoreşger” jî li navê vê peymanê werin zêdekirinê! Bê guman divê ku Kurd jî karibin di pirsgirêka Fîlîstînê da Îsraîlê rexne bikin, lê dema ku tu vê gilînameyê bi tevî 4 partîyên nijadperestên Tirk îmze diki, di vir da pirsgirêkeke mezin heye: Li bakûrê Kurdistanê û li başûrê rojavayê Kurdistanê da, mafên Kurdan gelek gelek zêdetirê yên Filîstînîyan, ji alîyê dewleta Tirk va tên binpêkirinê û ev her 4 partîyên îmzevan jî mîmarên vê hovîtîyê ne. Çewa ku em di mînaka HÜDA PARê da jî dibînin, dewleta Tirkan taybetî ji Kurdan dixwaze da ku ew dijmintîya Îsraîlê bikin. HDP ya ku niha gavek berîya qedexekirinê ye, dema ku bi tevî partîyên nijadperest, îslamîst, kemalîst û faşîstên Tirkan va dijminatîya Îsraîlê dike, tenê hingê ev partî ji alîyê wan va (ji bo vî tiştî) tê qebûlkirinê û HDP jî bi vê meşrûbûna xwe şadibe! 

Komposîzyon 5, 2018, teknîka tevlîhev, 8X8 cm.

Gelo dema ku behs tê li ser mijara Kurd û Kurdistanê T. Akçam çewa dikare bibe pasevanê “Peymana Tirkbûnê” û di heman demî da jî dikare behsa qewimandina jenosîda Ermenîyan bike? Tiştê ku hin Kurdan zêde fêhm nekirine jî ev e. Ez dixwazim li vir behsa vê yekê bikim.

Piştî ku di pêvajoja Şerê Cîhanê yê 1a da, Ermenî li Kurdistanê û li Tirkîya niha, hatin qirkirin û nefîkirin, êdî Ermenîyên mayîn tenê li Stenbolê û li hin bajarên mezin yê Tirkîyê da man, îroj hejmara wan derdorê 60 hezar kes e. Ermenîyên ku wek “Milletî Sadika” yê Tirkan dihatine bi navkirin û naskirin êdî ev 100 salin ku li tu herema Kurdistanê û Tirkîyê wek nifûsekî bi potansîyel tunene. Di çarçoveya Patrîkxaneya Stenbolê, dibistan, waqif û emlakên Ermenîyan da mane û di bin sîya miletê Tirk da bêdeng dijîn. Ew ji bo dewleta nijadperest û dîktator ya Tirkîyê ne xeter in.

Piştî ku gelek dewletên cîhanê yek bi yek qewimandina jenosîda Ermenîyan naskir, êdî Tirkîye ji bo vê jenosîdê ketîye li dû faîlekî nû. Vêca dixwaze ew tawan û faîltîya dewleta Osmanî û ya Tirkan têxe stûyê Kurdan. Bi vî awayê dixwaze du armancan bi hev ra bidestbixwe. Hem ji faîltîya qirkirina Ermenîyan bifilite, an jî qenebî nîvê vî tawanî têxe stûyê Kurdan û hem jî ew sempatîya ku ev 30 salên dawî û herî zêde jî piştî şerê Kurdan yê serketî li himberê DAİŞê, ku li dewletên Rojavayê peydabûye, bi îddiaya tawana jenosîda Ermenîyan, belavbike. Kurdên mazlûm bike Kurdên tawanbar, qenebî mazlûmên tawanbar. Tirkîye baş dizane ku her ev têkîlîyên van 30 salên dawî yên Kurdan li başûrê Kurdistanê û her wusa jî yên van 7 salên dawî li başûrê rojavayê Kurdistanê bi dewletên Rojava ra, Kurdan ber bi statûyekî netewî û welatî va dibin. Tirsa dewleta Tirkan ew e ku li bakûrê Kurdistanê û li Tirkîyê jî Kurd bibin xwedî heman daxwaz û ya herî giring jî ew e ku, dema ku rewş guhirî û hat ku, Tirkîye bikebe nav rewşekî aloz û xirab da, Kurd van daxwazên xwe pêkbînin.

Min hevpeyvîna ku T.Akçam bi Rober Koptaş ra kirîye jî dît. Di vê hevpeyvîna xwe da T. Akçam vêca yekser dibêje ku faîlê jenosîda Ermenîyan Kurd in. Ew belavoka 132 Kurdan T. Akçamî mecbûr kir da ku nîyeta xwe ya bingehîn îtîraf bike. T. Akçam naxwaze qet bizanibe ku Kurd jî alîyekî her gengeşîyê ne û dikare ramanên wan ji yên Tirk û Ermenîyan cihê bin, ew tehamula vê yekê nake. Ew ji bo Kurdan tenê ketina nav vagonên trêna tirkayetîyê û qebûlkirina tawanan rewa dibîne. Ew wek kesekî ku eyara wî xirabûbe, matmayî maye, dema ku dîbîne ku Kurd wekî wî nafikirin û rastîya wê “ilm û zanîna” ku di kûriga (berîk) wî da heye, ji alîyê Kurdan va bi îtîrazî tê gotûbêjkirin.

Di vê hevpeyvîna ku T.Akçam bi Rober Koptaş ra kirîye da, T. Akçam dibeje ku “ez Tirk im.” Lê, di bernemeya Utopya TV da Fayik Bulut’ê hêja dibêje ku pîra wî Kurd e. Mehmet Bayrak’ê ku babê T. Akçam, Dursun Akçamî nasdike, dibêje ku dîya Dursun Akçam, Kurd e! (Binêre: Bernameya Utopia TV , 29.05.2021, 1:02:00 (Gihîştin 29.06.2021) Gelo çima T. Akçam hewcedarîya veşartina vê rastîyê dibîne? Gelo di ilmê xwendî da jî wusa tê nivîsînê, ku divê kesekî rastîya ra û koka xwe veşêre? Ev jî “alaturka” secereya ra û koka meriv e.

Li ser ra û koka xwe kî bixwaze bibêje çi, ev “mafê” wî ye û ev meselekî dî ye. Lê ku T. Akçam demokratekî rasteqînî bûya ê bigota ku heta ku Kurd û Kurdistan bindestê me bin, di warê mafên mirovan û demokrasîyê da ê Tirkîye her dem dewleta kûr û tarî ya Susurlukê be ê ew dewleta ku Sedat Peker`ê qadirê dewleta kûr ya mafîyayî, yê ku niha beşekî karên xwe yên nepenî deşîfre dike, be. Ku Tirk xwe layîqê vê rezaletê dibînin ev mafê wan e, lê Kurd jî bi tu awayî naxwazin bibin bindestên vê rezaleta wan, ev jî mafê Kurda ye.

T. Akçam di nav mij û dûmanê û di nav ava şolî da, dema çîrokên xwe ya ji bo “mafê şeva pêşî” ji me ra dibêje, di heman demî da dixwaze Kurdan manîpule bike: Piştî ku şewka xwe bi bi kurmikê “mafê şeva pêşî” avête behrê û tu mesîyan pê negirt, vê carê îddiaya “mafê şeva pêşî” tîne bi şîddeta cinsî ya li himberê jinê ra tevlîhev dike. Divê were gotinê ku, di warê mafên jinan û şîddeta li himberê jinê da, divê hemû civat werin rexnekirinê û herî zêde jî rexnekirina ola Îslamê û civatên Misilman divê were kirin, lewra em Kurd jî wek milet, çewa di mînaka 5 hezar jinên Êzidî yên dîlgirtîyên DAİŞê da qewimî, di dereceya herî kambax da leqayê vê şîddetê hatine, lê mebesta T. Akçamî ev nîne. Ew dixwaze taybetî Kurdan tawanbar bike, ew Kurdên ku wek milet di nav civatên misilman da, di derbarê mafên jinan da û bi lîberalbûna xwe her gav bala seyah û lêkolînvanên Rojava kişandine. Dibêje “şîddeta cinsî bi giştî mehkûmê bêdengîyê ye...Ez li vir ji hemû hevalên min yê Kurd bi taybetî rîca dikim. Argumenta ‘me sehnekirîye’ bila ji deftera xwe derînin, şerm e. We sehnekir, lewra faîl, tiştên ku dikin ji xwe behs nakim, ji xwe nabêjin, ji ber vê yekê we sehnekiriye, li ser şîddeta cinsî axaftin ji xwe ne hêsan e...” Binêre: Yesayan Salonu, Kürtler, Ermeniler, "İlk gece hakkı" ve ötesi 1:01:00. (Gihîştin 29.06.2021) Ew wek efendîyekî kolonyal “rastîyê” “bûyûr” dike û ji me ra jî dibêje ku, wezîfa we tenê qebûlkirina vê “bûyûrdîyê” ye.

Gelo ku bi rastî jî di sedsala 19a da li Kurdistanê dema ku Ermenî dizewicîn “mafê şeva pêşî“ ku yê axayên Kurdan bûya, ê haya me ji vê yekê çênebûya? Gelo dema ku tiştekî ku wek “maf” tê dîtin û piştî dawetê ê biqewime, mumkûn e ku di nav civatê da wek tiştekî nepenî û xef bibîne û haya hesî jê çênebe? Bê guman na. Gelo ê zargotina Kurdan da behsa vê yekê nehata kirinê? Bê guman wê bihata kirinê. Di derya bê binî ya zargotina kurdî da, wîjdan, exlaq ûrf û edet, rabûn û rûniştin û hwd. yên miletê Kurd hene. Dema ku neheqîyekî hebe, ne tenê axa, beg, mîrên Kurdan tên rexnekirinê, her wusa felek, qeder û Xweda bi xwe jî tê rexnekirinê û berê xwe dide Xwedê û jê ra dibêje “Xwedayo te çima wusa kir?” Ji bo ku em nirxên civakî û exlaqî yê Kurdan baş fêhm bikin divê em berê xwe bidin zargotina kurdî, lewra ew kodên ruhîyeta Kurdan, di nav zargotina kurdî da veşartîne.

Li kî/kê (ji kîjan olî û miletî dibe bila bibe) neheqî hatibe kirin, di zargotina kurdî da her dem pişta wî/wê hatîye girtin û zulumkar hatine rexne û rûreş kirin. Ev ne tenê di gotinên pêşîyan, çîrok, serpêhatîyan da wusa ye, her wusa di sitranên kurdî da jî wusa ye. Wek mînak di sitrana “Gulo a File û Hecî Mûsa Begê” da, neheqî û zulma ku li keçekî Ermenî hatîye kirin bûye mijara sitranê. Wijdana miletî ya Kurdan, xwe dixe şûna vê keçika file û jê ra dibe deng û ziman, ev sitran li seranserê bakûrê Kurdistanê belavbûye û ji alîyê gelek dengbêjan va jî hatîye gotin.

Ku mijarekî wek mijara “mafê şeva pêşî ya axayan” li ser bûkên Fileyan di nav civata Kurdan da hebûya, ne mumkûn bû ku ev mijar neketa nav zargotina kurdî. Lewra ji alîkî va neheqî û bê wujdanî di vê mijarê da heye û alîyê din va jî ev têkilîyekî cinsî ye, ku ne mumkûn e ku mijareka wusa bala zargotina kurdî nekşîne ser xwe, lewra di mijara têkilîyên cinsî da, çewa ku em di gelek mînakan da jî dizanin, sansur di zargotina kurdî da tuneye.

Heta niha bi sedan berhemên berevkirina zargotina kurdî hatine weşandin. Ez bi xwe, heta ji min tê ez zargotina kurdî dişopînim. Xeynî behskirina rîwayetekê û pê va, ez leqayê vê mijarê nehatime. Ev behskirin jî, bi Ermenîyan va têkîdar nîne:

Nivîskar û lêkolînerê hêja Ahmet Aras di pirtûka xwe ya bi navê “Şairê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê” da ji devê kesekî behsa vê mijarê dike. Pirtûk li ser jîyan û dengbêjîya Evdalê Zeynikê ye. Ji ber ku Evdal dengbêjê Surmelî Memed Paşa ye, behsa S. Memed Paşa û sulala wî jî tê kirinê. Ahmet Aras ji bo vê pirtûka xwe binivîsîne nêzîkî 30 salan xebata lêgerînê dike, xwe dispêre nevîyên Evdal, S. Memed Paşa, gelek kesên din û hin kitêbên çapbûyî. Di rûpelên 199 û 200a ya pirtûka navborî da, Faruk Çamlibel wusa dibêje:

“Faruk Çamlibel

F. Çamlibel xelkê nav Bazîdê bû, mala xwe anîbû îzmîrê. Min pê ra sala 1993’ya da xeberda û ew wê çaxê 50 salî bû. Wî di sala 1995’a da wefat kir.”

Faruk Çamlibel dibêje: “Surmelî Memed Paşa hemwelatîyê min e. Ew nebyê Îshaq Paşa bûye, ew jî nebyê Çolaq Evdî Paşa bûye.

... Malbata Surmelî Memed Paşa malbateke zor û zurbe bûye. Her tiştê wê kêşê (heremê S.B.) di destê wan da bûye. Dibêjin kê ku dizewicî bûk dianî, ewilî bûk dibirin mala Paşayê Bazidê, şeva ewil bûk li cem wan dima, paşê dianîn mala mêrê wê.

Di zemanê Îshaq Paşa da qîzek ku mêr dike, daweta wê dikin û wê dibin mala wî, ji bo ku paşa şeva ewil pê ra razê. Keçik, qîzeke meranî û baqil bûye. Ew bûk tîne bîst hekî dikelîne, her yekî bi rengekî boyax dike, dide ser sinyê û jê (ji S. B.) Paşê ra dişîne. Dibê: “Bira (Bila S.B.) Paşa li te’ma gişka mêzeke, paşê ezê herim cem”

Îshaq Paşa ku li te’ma hêkan mêze dike û sinyê paşta dişîne, bûk li derê wî dixe, dikeve hundur û jê ra dibê: “Paşa xweş be, herge tu ku destûrê bidî, ezê ji te tiştekî pirs kim.”

Paşa dibê: “Bêje!...”

Bûk dibê: “Paşa, te ku li te’ma wan hêkên reng – cuda mêzekir, çi ferq di nav wan da dît?”

Paşa dibê: “Wele gişk mîna hev bûn, tu ferq di nav wan da tunebû”

Bûk dibê: “Ew bûkên xelkê yên reng bi reng jî mînanî wan hêka nin, xêra vî karî ji te ra tune. Herge di dilê te da tirsa Xudê heye, dev ji vî karî berde, xelk gune ye!”

Li ser pirsa wê bûkê Îshaq Paşa wî edetî diterkîne.” ...

Binêre: Ahmet Aras, Şairê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê, Weşanên Deng, 1996, Stenbol.

Li anagorê van gotinên F. Çamlibel, em bi mijarekî ku derdora 200 sal berê, di dema Îshaq Paşa da qewimî, dibihisin. Ev êdî bûye wekî rîwayetekî. Di vê mijarê da em leqayê mijarekî tên ku di alîyê olî, exlaqî û wujdanî da xelk vê yekê napejirîne, bûkeke jîr û şareza dertê û bi vê merîfeta xwe êdî dawî bi vê edata heyî, tîne. Kesê ku vê pirtûka Ahmet Arasî xwendî, bi hêsanî dikare fêhm bike ku bûka ku di vê meselê da tê behskirinê ne bûkeka Ermenî ye, lê bûkeka Kurd e. Di nav pirtûkê da, dema ku li kê derê behsa jin, keç an jî bûkên ji miletên din tên kirinê, hingê navên miletên wan jî tên gotinê, wekî: Qîza keşîşê Filla, bûka Tûrkmana, jineke Çerkez. Li her cihên pirtûkê da, dema ku behsa keç û jinan tê kirinê (ev ji bo meran jî wusa ye.), ji ber ku her kesên din Kurd in, navê miletê wan nade, nabêje jineka Kurmanc an jî Kurd û hwd. Lê tenê îstîsnayeka vê mijarê heye ku ev jî ji mecbûrîyê tê. Divê 3 jinên ji miletên cihê bi taybetmendîyên xwe va werin şirovekirinê. Evdal di sitrana “Dêrsîm e Xweş Dêrsîm e” da wusa dibêje:

“...

Ez li Dêrsîma jêrîn rastî sê zerya hatime

Yeka Tirk e, yeka Kurmanc e, yeka Ecem e

....”

Evdal di nav vê sitrana xwe da, paşê yek bi yek van her sê jinan bi taybetmendîyên wan va şirove dike. Ez li vir dixwazim dîsa bêjim ku, ev sitran ne bi navê xwe yê orjînal, lê bi navekî şaş, bi navê “Ay Dil”, ji alîyê hunermendan va hatîye qeydkirin û tê gotinê.

Gelo ev Îshaq Paşa bi eslê xwe jî kîjan miletî bû? Di 12 Gulana 2021a da Ahmet Aras bûbû mêvanê bernameya “Çarşema We Xêr” ya Çarpel Medyayê, ya ku hêja Mîrza Akar çêdike. Li ser pirsa Yaşar Karadoğan ya “Gelo Surmelî Memed Paşa ji kîjan eşîra Kurdan e, Beskî ye an Redkî ye?” Ahmet Aras wusa dibêje: “Surmelî Memed Paşa ne Beskî ye û ne jî Redkî ye.” Behsa nevîçirkên S. Mehmet Paşa dike û dibêje ku “ bi pirtûka min gelek memnûn bûn. Îca kurapekî wan heye, gotîye ‘îlla te çima S. Memed Paşa kirîye Kurd, ew ji Tirkên Qipçak e?’” Binêre: Çarpel Medya 1:26:34 (Gihîştin 29.06.2021).
Xort, 2018, teknîka tevlîhev, 8X8 cm.

Di serdema me da êdî Tirk wekî berê bi hêsanî nikarin bêjin ku Kurd tunene û Kurdistan jî tuneye. Di rastîyê da hê ji salên -wek berdewamîya dewleta Osmanî- avakirina “cumhurîyeta” Tirkîyê da, dixwestin tawana qirkirina Ermenîyan têxin stûyê Kurdan. Lê di wê demê da, ji bo Tirkan di derbarê Kurdan da pirsgirêkekî ontolojîk hebû: Di îdeolojîya dewleta Tirkan da Kurd hatibûn înkarkirin, Kurdên ku tunebûn û ku “Tirkên çîyayî” bûn, nedibû bibûna faîlê komkujîya Ermenîyan. Lê niha êdî wext ji bo Tirkan musaît e. Di vê hewla Tirkan da, xwiya dike ku ê Ermenî jî wek “miletê sadiq”ê Tirkan alîkarîya Tirkan bikin û ew ê bi xwe jî di nav vê “Peymana Tirkbûnê” da cîyê xwe bigrin (bê guman ê îstîsna hebin). Ew hikûmdarîya li ser bakûrê Kurdistanê ku ji wan ra nebû nesîb, ji çavnebarîya xwe dixwazin ji bo Kurdan jî biherimînin.

Têkilîyên Kurd û Ermenîyan divê werin lêkolînkirin. Ne tenê yên kevnar, yên serdema Bîzans û Osmanîyan da, her wusa jî liv û tevgera karsaz, şexsîyet, nivîskarên Ermenîyan di serdema “cumhurîyeta” Tirkan da jî divê werin lêkolînkirinê. Xeynî Qoçgirîyê, ji sala 1925an heta sala 1938a Kurdistan di nav gola xwînê da ye, ji salên 1960î pê va li Kurdistanê zulma komandoyan heye û Kurd ji ber Kurdayetîyê têne girtin û kuştin û her wusa jî, ji sala 1984a û pê va şerê çekdarî yê PKKê heye. Di van pêvajoyan da xeynî kuştinê, bi mîlyonan Kurd têne nefîkirinê, bi hezaran gund têne şewitandin û hwd. Gelo Ermenîyên Tirkîyê vê pêvajoyê çewa dîtin, gelo dîsa wekî berê “sadiqê” efendîyên xwe bûn an na? Divê Kurd bala xwe bidin vê mijarê jî.

Em ji kurdologê me yê hêja Mehmet Bayrak hîndibin ku, vayê serokê partîya nijadperesta Tirk MHPê, Alpaslan Türkeş bi eslê xwe Ermenî ye û her wusa dîsa, ji ber ku Devlet Bahçelî jî bi eslê xwe Ermenî ye, dîsa bûye serokê MHP. Erê ecêb e. Binêre: Bernameya “Özgür Konuş” ya Mehmet Kobal, mêvan Mehmet Bayrak û Fayik Bulut in. 29.05.2021 Utopia TV 1:33:45 (Gihîştin 29.06.2021). De ka vê nûçeyê jî bixweynin da ku pazl an jî pîkselên vê dîmenê hinkî baştir xwiya bikin: “Ermenîyê Ülkücü, babê fikra Sê Hîlal’ê mir. Ermenîyê ülkücü Panos Dabağyan’ê ku di nav civaka ülkücüyan da ji nêz va dihate naskirin û wek “Mamê Levon” dihate zanîn, di 84 salîya xwe da mir.” Di vê nûçeyê da behsa wê yekê tê kirinê ka çewa P. Dabağyanê nivîskar, yê xwedîyê pirtûkên li ser dîroka Osmanîyan û têkilîyên Tirk û Ermenîyan, pêşnîyarîya alaya sê hîlal ya MHPê yê kirîye û paşê jî ev ala ji bo partîyê hatîye pejirandinê: Binêre: odatv4.com (Gihîştin 29.06.2021)

Di heman bernameyê da M. Bayrak bi me dide zanîn ku, dema ku Taner Akçam li Almanyayê, li Hamburgê dijîya, sazîyên dewleta Alman di derbarê “ülkücü”yan da, ango di derbarê rêxistina “Bozkurt”, ya neo-nazî ya MHPê da, raporekî bi wî didin amadekirinê. Di vê rapora xwe da T. Akçam tiştên pozîtîf di derbarê vê rêxistina faşîşt da dide dewleta Alman. Di rapora xwe da dibêje ku “MHP gelek hatîye guhertin û êdî MHP ya niha ne wekî ya berê ye.” (1:15:35) MHP, Ermenî û T. Akçam, gelo ev tesaduf e, lê dibe ku tesaduf nîn be jî! Divê em jibîrnekin ku, dema T. Akçam vê rapora xwe dinivîsand, endamên MHPê bi awayekî girseyî beşdarê “tîmên taybet” yên artêşa Tirk dibûn. Li Kurdistanê em baş bi îcraata van tîmên taybet dizanin: Di nav artêşa Tirk da hêza ku herî zêde ji dil û can Kurdan dikûşt ev tîmên taybet bûn. Em ewan ji fotografên wan nasdikin: Gustîlkên bi ‘sê hîlal’ û ‘serê gur’ û bi desta çêkirina îşareta “serê gur”.

Di vê bernameyê da, M. Bayrak ji me ra behsa ji salên 1840an û pê va polîtîkaya Ermenîyan yê li himberê Kurdan dike û çewa di serdema şikandina mîrektîyên Kurdistanê da Ermenî bi liv û tevgerên xwe dixwazin xwe li ber dilê Osmanîyan xweş bikin. Wek mînak, di wan salan da çewa artêşa Osmanî bi hêzekî mezin êrîşê ser Kurdên Qizilbaş yên herema Torosa Navîn (herama Meraş’ê, rojavayê Meletye’yê û rojhilatê Qeyserî’yê) dike û paşê li ber Kurdan dişkê, hingê çewa Ermenîyên navçeya Zeytûnê diçin hewara artêşa Osmanîyan û bi vî awayî bi hev ra Kurdan dişkînin û dest bi kuştinê dikin.

Mehmet Bayrak, di vê bernamê da ji me ra behsa serpêhatîyekî xwe jî dike: Dibêje ku, “dema ku ez di TRTê (sazîya Radyo û Televîzyona Tirkîyê) da wek nûçegihan karmend bûm, di dema ku mîlîtanên Ermenîyan dîplomatên Tirkan dikuşt (ji sala 1973yan û pê va S. B.), dema ku komkujîya Ermenîyan ê bihata rojevê, rayaderên dewletê (ya Tirkan) dihatin dersan, semîneran didan me karmendan, da ku, ka ê polîtîkaya me ya weşangerîyê di vê mesala Ermenîyan da çewa be.” M. Bayrak didomîne “Bi taybetî gotinên şefê Maseya Ermenîya ya Wezareta Dervayê baş tên bîra min, wek îroj di nav guhên min da ne.”, di derbarê vê mijarê da ji me ra behsa 3 bingehên polîtîkaya dewleta Tirka kir:

“1- qetlîama Ermenîya neqewimîye.

2- Ku di vîya da em sernekebin, hingê em ê bêjin ku di nav şer da ji her du alîyan jî qetlîam û kuştin çêbûne.

3- Ku em di vir da jî sernekebin, hingê em ê bibêjin ku Kurdan Ermenîyan qir kir.” (Binêre:38:00)

Her wusa di vê bernamê da, dîsa Mehmet Bayrak ji me ra dibêje ku “bêyî ku em Plana İslahata Şarkê bizanibin, em nikarin ne pirsgirêka Kurdan û ne jî pirsgirêka Ermenîyan baş fêhmkin. Ev plana nepenî di sala 1925a da tê amadekirin. “Ev plan li ser nefîkirina mecbûrî, kuştin, asîmîlekirin û tirkkirina Kurdan e. Di vê planê da, li Kurdistanê ji bo ew derên (cî, mal, milk) ku ji Ermenîyan valabûye jî, tê gotin ku ev mal û milk divê bi tu awayê nekebe destê Kurdan, ku li hin deveran ketibe destê Kurdan divê ji wan were sitandin, divê bi îcarî (kirê) jî nedin Kurdan. Divê Tirkên ku ji Qafkasya, Îran û yên ji Balkanan hatine Tirkîyê û Lazên herema Derya Reş bibin xwedîyê vî mal û milkî, da ku demografîya Kurdistanê were guhartin. Dewletê vê plana xwe pêkanî, lê Ermenî dibêjin qê, piştî komkujîyê Kurdan dest danîne ser mal û milkên wan.” (Binêre: 1:34:40) 

Keç 1, 2018, teknîka tevlîhev, 8X8 cm.

Liv û pratîka dewleta Ermenistanê ya van 30 salên dawî bi me eşkere dike ku, Ermenî jî wekî Tirkan dixwazin zirarê bigihînin Kurdan û li jorê min got ku xwiya dike ku Ermenî jî dixwazin di nav vê “Peymana Tirkbûnê” da cîyê xwe bigrin: Di despêka salên 1990an da, Ermenistanê di pêvajoya şerê Qerebaxê da, bi tehdîta “Ku wun ji vir neçin em ê ew tiştê ku me anî serê Azerîyan (kuştin, talan, tecawuz û hwd.) em ê bînin serê we jî” û bi ûltîmatona 1 rojî, berî 20 hezar Kurdên misilman yên Ermenistanê dan û ewan ji Ermenistanê derxist, ew Kurdên ku en hindik hezar sal bûn ku li vê herema Qafqasê dijîyan. Divê were gotin ku di pêvajoya şerê Qerebaxê da Azerîyan jî kuştin, talan, tecawuz û hwd.î anîbûn serê Ermenîyên Azerbeycanê. Şer, şerê Ermenistan û Azerbeycanê bû, lê Kurd di navbera van her du dewletan da mehf bûn. Ermenistanê her wusa di heman demî da herema Kurdistana Sor ya Azerbaycanê dagir kir û li wê derê yek Kurdî jî nehişt. Paşê jî Ermenîyan bir li ser mal û milkên Kurdan bicihkir. Divê li vir were gotin ku em Kurdên ku bi pêvajoya “Radya Yêrîvanê û serdema Sovyetê ya Ermenistanê” efsûnbûyî, bi derengî bi vê bêbextîya dewleta Ermenistanê hisîyan û hin Kurd hene ku hê jî pê nehisîyane.

Û dema ku Ermenistan di şerê sala 2020a, yê bi Azerbeycanê ra şikest û ji herema Kurdistana Sor paş va kişîya, hingê jî mal û milkê Kurdan dan ber agir û şewitandin. Niha rewşa Qerebaxê dîsa bûye wek ya berîya şerê 1988-1994a. Qerebax dîsa di nav Azerbeydanê da heremekî otonom e û bi korîdora Laçînê bi Ermenistanê va tê girêdanê. Lê rewşa Kurdên Ermenistanê û ya herema Kurdistana Sor ne wekî berîya şerê Qerebaxê ye. Kurd ku bê dewlet û bê pişt in, di nav vê pêvajoyê da miletê ku herî zêde zîyanê dîtin, ew bûn.

Hejarê Şamil’ê hêja, ku mala bavê wî di nava vî şerî da mabû, di nivîsa xwe ya bi navê “Hirant, xwîna te pere kir, xwîna Kurda pênç quriş nake” da ( 19.01.2014) wusa behsa vê pêvajoyê dike:

“Mala bavê min li Qerebaxê ye (li Kurdistana Sor), artêşa Ermenîya di 1993ya da, bi topan êrîşî ser nava mala Şamil Esgerov’ê sembola Kurdayetîyê kir. Heta niha min vê yekê qet nekir mesele. Min ji xwe ra got ku, yê ku di nava şerê Ermenî û Azerîyan da ma, belasebep (çemûçem) diçe. Hirant, gelo tu dizanî çi li zora min diçe? Piranîya wan kesên ku di şerê Qerebaxê da mirin Kurd bûn, lê navê şer, şerê Ermenî û Azerîya e. Ev yek li zora min diçe. Lewra xwîna Kurdan ji avê jî erzantir e.” Binêre: malpera kaypakkayahaber.com Gihîştin 29.06.2021)


Em dizanin ku di salên 1937 û 1944a da jî, dîsa 40 hezar Kurdên misilman ji Ermenistanê alîyê dîktator Stalîn va hatibûn nefîkirin ji bo Qazakîstanê û Kirgizîstanê. Ev sirgûn, di nava zivistanê da û bi trênên barkêş pêk hatibûn ku rêwitî 2-3 meh diajot, bi sedan Kurd di van vagonên gor da, ji sermayê, ji birçibûnê, ji tunebûna tualetê û hwd. miribûn. Piştî mirina Stalîn, gelek miletên nefîbûyî dîsa vegerîyan ser cî û warên xwe, lê hingê komara sosyalîst ya Ermenistanê destûr neda ku ev Kurdên nefîbûyî dîsa vegerin ser cî û warên xwe. Ermenistanê polîtîkaya “paqijkirina netewî” di dema sosyalîzmê û her wusa jî piştî sosyalîzmê li himber Kurdan pêkanî.

Piştî şerê Qerebaxê yê pêşi, Kurdên ku li Ermenistanê mabûn tenê Kurdên Êzidî bûn, ê ji bo wan jî polîtîkaya Ermenistanê ev bûya: “Êzidî ne Kurd in, miletekî din in, zimanê Êzidîya jî ne zimanê kurdî ye, ew zimanê “êzidkî” ye.” Em dizanin ku akademîsyenên Ermenî dixwazin bidin îspatkirin ku Kurdên Elewî – Rêya Heq û yên Kird – Zaza jî ne Kurd in. Ji alîyê dî va, Ermenîstanê jî dest bi talankirina muzîka kurdî kirîye. Di vê derbarê da Aslîka Qadir wusa dibêje: “Rast e, stiranên kurdî ji alîyê dengbêjên ermenîyan jî têne talankirin, xwesma ji alîyê koma `Akûnk`ê” û mînakên gelek sitranên kurdî dide ku hatine dizîn. Binêre: Malpera Ria Taza (Gihîştin 29.06.2021). Li Ermenistanê her tiştê ku Kurdan eleqeder dike tê guhertin û revîze kirin. Ermenî, di dijminatîya xwe ya li himberê Kurdan da, bi vê pratîka xwe bi Tirkan ra ketine nav reqabetê.

Di warê mafên netewî yên miletên piçûk da, divê meriv dewleta Ermenistanê û başûrê Kurdistanê dane ber hev û muqayese bike. Di nav van 30 salên dawî da Kurdan di vî warî da pratîkekî gelek baş nîşandan û Ermenîyan jî, Ermenistanê ji miletên din “paqijkir”. Tenê Kurdên Êzidî hişt û dubendîyê xist navbera wan. Got ku “Êzidî ne Kurd in” û zimanê wan jî ne kurdî ye, lê “êzidkî ye” û bi vî awayî van Kurdan jî ji xwe ra kir wek hammadde an jî “xwurek”.

Ronakbîrên Kurdên Êzidî li Ermenistanê vê polîtîkayê qebûl nekirin û nebûn perçeyekî vê polîtîkaya dijminatîya li himberê Kurdan. Lê dewleta Ermenistanê bi terora dewletî çavê Kurdan tirsand. Wek mînak, ronakbîr, nivîskar, helbestvan û dixtorê navdar Sehîdê Îbo (1924-1991) ji alîyê “qesasên nenas” va hate kuştin û her wusa gelekên din jî hatin hatin kuştin û brîndarkirin. Nivîskar, hunermend û rokarbîrên Kurdan ji ber tehdît û terora dewleta Ermenistanê, ji Ermenistanê revîyan û li her derê cîhanê belavbûn. Li Ermenistanê ew îmkanên dewletî yên ku heta hingê para Kurdan bûn hatin birrîn. Ew Kurdên ku di bin vê terorê da man û ji tirsa gotin ku “em ne Kurd in, em Êzidî ne” jî, bûn “hammaddeya” ji bo Ermenîtîyê. Di vê şerê dawî yê Qerebaxê da, me dît ku çewa Ermenîyan mêrên van Kurdên Êzidî dan berevkirinê û berê wan da enîya şerê Qerebaxê.

Rojhilatzan û hunermenda me ya hêja Aslîka Qadir vê serdemê ji lêkolîner û helbestvana hêja Evîn Çîçek’ê ra wusa behs dike: “Îdêolojya Panturkîzmê bûye dînê dewleta Tirkîyê. «Ulmdarên» wan ajotîne ser şovenîzma bê sînor ji bo ku tiştine derew bikine dîrokê, wek, xwedêgiravî, Kurd Tirkên serê çiya ne...

Eynî tişt li Ermenistanê jî çêbû. Di destpêka sedsala 21a da, li welatê Ermenîyan da miletekî bi navê « Êzdî », çewa zarokek, hate dınyayê, navika wê jî Lêvon Têr-Pêtrosyan bi xwe birrî. Dû ra, bi resmî, ser hîmê dewletê « Êzdî » îlan kirin, çawa ew miletekî ne Kurd...

Di temamîya dîroka miletan da civak bi ronakbîrên xwe va dimeşe, lê li vir berovajî bû. Di nava vê tevlihevbûnê da çend ronakbîrên me hatin kuştin. Yek ji wan Sehîdê Îbo bû. Ew camêr: zanyar, doktor, professorê nexweşîyên zarokan bû. Sêrî da buxdan/îftîra lê kirin. Gotin ku Xwedê giravî, ew derzîyan li zarokên Ermenîya dixe, da ku zirûyet ji wan ra çênebe!

Ermenîyên har bûyî ji Kurda ra didan xebera, kifirî/zîf dikirin. Wê demê komunîst sist bibûn, lê hê neketibûn. Wana dît, ku şerekî giran wê derkeve holê, Sehîdê Îbo derxistin têlêvîzyonê. Paşê milet fehm kir ku, ev hemu tişt endamên THE (Tevgera Hevmiletîya Ermenîya) ber xwe derxistine/derew/vir kirine.

Niha Ermenî dibêjin ku “Me paqişî kir. Ermenistan %99,9 Ermenî ye.” Kurdên ku mane jî newêrin, nikarin bibên ku “Em Kurd in.” Ew mecbûr in bibên ku «Em Êzdîne, zimanê me Êzdîkî ye.» Ku wer nebên mafê jîyanê tunne. Yên ku negotin yan hatin kuştin yan jî Êrmenîstan terk kirin.

Gava Têr-Pêtrosyan hate ser hukum, derxistina miletên biçuk ji Ermenistanê wek serkeftineke mezin nîşan da û got: “Me di wextekî kin da karekî usa kir ku, yên pêşîya me di 75 salan da nikaribûn bikirana… Me miletên ne Ermen ji nav xa derxistin, ku paşê dikaribûn bibûna bela serê me.»” Facebook 24-01-2021

Van gotinên Aslîka Qadirê, gotinên nivîskar û rojnamevanê hêja Cemîl Turan Bazidî anî bîra min, wusa ji min ra gotibû: “Berî çend salan, li başûrê Kurdistanê, ez çûbûm ji bo serlêdana Laleşa pîroz. Li wir ez leqayê 2 xortên Kurdên Êzidî hatim ku ji Ermenistanê hatibûn. Me hinek xeberda, ji ber ku ez ji Bazîdê me, me behsa eşîr û gundên hev kir. Di eşîr û gundan da em nasî hev derketin. Piştî ku hinek bawerîya wan bi min çêbû, wan xortan ji min ra gotin ku `Li Ermenistanê em newêrin bêjin ku em Kurd in, ku em bêjin ku em Kurd in, wê me bikujin`.”

Dîsa Aslîka Qadir di 9-11-2018a da li ser Facebookê ji me ra wusa dibêje:

“Îro, 9-11- 2018 zankoya dewletê, ya Yerêvanê 50 salîya salvegera fakultêya rojhilatzanîyê pîroz kir. Ji sala 1968-an vir da sê zimanên serekê fêrî teleban dikirin, ew zimanan evana bûn: Erebî, farsî û tirkî. Dûra beşa zimanê kurdî jî lê zêde bû.
Tê zanîn, ku zimanê kurdî mêjda hatye rakirin û niha zimanên talîşî û tirkya osmanî lê hatine zêdekirin.
Ez divêjim, hukumeta Ermenistanê usa kirye, ku navê "kurd", "Kurdistan" li tu cî, li Ermenistanê, neyê bikar anîn...”

Kurd û Ermenî bi hezaran salan li kêleka hev wek cîran jîyane, lê xwiya dike ku tu derdekî dewleta Ermenistanê tuneye ku di zanîngehên wê da, zimanê kurdî, dîrok û kultura kurdî were xwendinê. Ev 150 sal in ku Ermenî Kurdan û Kurdistanê her bay-pas dikin, tenê di serdema Sovyetê da, dewleta Sovyetê rolekî ji bo weşan û perwerdeya bi zimanê kurdî dabû Ermenistanê. Sovyet hilweşîya, ew rol jî nema!

Rojnamevanê emekdar Prîskê Mihoyî di 28-01-2021 da li ser Facebookê wusa dinivîse: “...Kê çi dixweze, bila bêje. Gava Sovîyêt xirab bû, mala me jî pêra.

Mixabin, îro civaka me ya li Ermenîstanê betreng û xirab bûye, kevirek li ser kevirekî nemaye… Îro ne şanoya gelêrî ya gundê Elegezê heye, ne komên kilam û reqasê, ne şêwra rewşenbîrên kurda, ne para nîvîskarên kurda, ne para kurdî ya Akadêmîya zanîstîyê, ne dibistanên gundan, ne pirtûkên dersan, ne şêwra xwendekaran, ne akil û sewta kurmancî…”

Me behsa kuştina Sehîdê Îbo kir. Dewleta Ermenistanê ku berpirsîyara vê kuştinê bû, faîlê vê kuştinê peyda nekir. Bê guman ev kuştin, ew kuştinên “faîlên wan ne dîyar” yên 17 hezar Kurdên bakûrê kurdistanê û Tirkîyê tîne bîra meriv. Li paytext Yêrîvanê da bi dehhezaran Ermenî berev nebûn û vê kuştinê protesto nekirin û negotin “Em hemû Kurd in”. Erê kuştina Hrant Dink hate bîra we newsa? Wusa ye. Danberhev ango muqayesekirina tiştên ku dişibin hev, fêhm û zanîna meriv berfiretir dike.

De ka em hinekî Sehîdê Îbo û Hrant Dink û bi bêbextî kuştinên wan her du yan danin ber hev: Sehîdo îbo yek ji stûnên herî giring yê Kurdayetîyê bû li Ermenistanê. Ew nivîskar, werger, helbestvan û profesorê pedîyatrîkê bû, ew di sala 1971a da dibe serokê beşa pedîyatrîk ya Enstîtûya Bijîşkî ya Yêrîvanê. Ew endemê gelek rêxistînên bijîjkî yên navnetewî bû. Gelek pirtûkên S. Îbo yên li ser bijîşkîyê hene ku hin ji wana bi zimanê kurdî ne û hinên din jî pirtûkên dersê bûn (bi zimanê ermenî) di Enstîtûya Bijîşkî ya Yerîvanê da. Ewî derdora 100 pirtûkan nivîsîye. Ew xwedîyê çar dîwanên helbestan e (Qurna min, 1963. Bîst salê dinê, 1970. Sînem, 1975. Azadî 1988), pirtûkekê serpêhatîyan ya kurteçîrok (Duryan 1966) û romanekî (Kurdê Rêwî, 1979) e. S. Îbo gelek pirtûkên nivîskarên Ermenî û Rus jî wergerand ser zimanê kurdî. Ew di nav Kurdên Ermenistanê û Gurcistanê da gelek navdar bû.

Sehîdê Îbo di helbesteka xwe da, li ser hêvîya xwe ya ji bo siberoja Kurdistanê wusa dibêje:
...
Sehîd, bira, xema neke

Xewna te xweş wê bê sêrî,

Ber dêriye roja rengîn,

Kurdistanê rabe ser zîn
...
Sehîdê Îbo di 17.12.1991a da, li Yêrîvanê, di nava Enstîtûya Bijîşkî ya Dewletê da, bi guleyên çêkên dengbirr ku ji paş va li serê wî dan, hate kuştin.

Dema ku Sehîdê Îbo gundê Êrasxahûnê li axê hate sipartin bi hezaran Kurd ji Ermenistanê û ji Gurcistanê û hin Ermenî li wir hazir bûn. Serokê Enstîtûya Yêrîvanê Vîlên Hakopyan got ku “Eybekî gelek mezin e ku mirovekî hêja yê wekî Sehîdê Îbo li ser axa Ermenistanê tê kuştin.” Piştî axaftina wî, nivîskar û helbestvanên Kurd (Fêrîkê Ûsiv, Karlênê Çaçanî, Wezîrê Eşo û Çerkezê Reş ) axivîn û bi xwendina helbestên xwe, xatirê xwe jê xwestin.

Nivîskar û helbestvan Eskerê Boyik di helbesteka xwe ya li ser kuştina Sehîdê Îbo da wusa dibêje:
.....
Derba nemerd em hejandin

Rem û îsaf kuda çûne?

Derba giran zef li jor ket

Dara bilind me hat xarê,

Çiyakî gewre me unda kir

Pirr giran e derd vê carê
.....
Hin haydarîyên jorê yên li ser Sehîdê Îbo ji vê malperê hatîne girtin: dirokakurdistan.com (Gihîştin 27.06.2021).

Rojhilatzan û hunermend Aslîka Qadir ji bo Sehîdê Îbo wusa dibêje: “Ew Kurd û Kurdperwerekî bêhempa bû, loma ew bû nêçîra nijadperestên Ermenîya.

Sehîdê Îbo ji bo me welatekî biçûk bû, me şanazî pê dikir û bi wî serbilind bûn.

Ew kuştin û pişta Kurdên Ermenistanê jî şikandin, wekî tirsê bikin dilê me û em Ermenistanê bi cî bihêlin. Ermenistan welatekî piçûk e, çira gelo kujerên wî nedîtin?

Ji ber ku kujer dewleta Ermenîya bi xwe bû. ”

Her wusa ji bo bêhaydarî û bêxemîya Kurdên bakûrê Kurdistanê li ser kuştina Sehîdê Îbo jî wusa dibêje: “Pir xemgîn im, weki Kurdên bakûr, teybetî yên çep, Hrant Dink bi bîr tînin, lê Sehîdê Îbo, Dr. Profesorê pediyatrîkê, xudanê dehan xebatén zanistî, helbestvan, kurdperwerê bê hempa nas nakin. Heta kengê ev psîkolojîya qultiyê (koletîyê S.B.) wê cem Kurda berdewam be? H. Dink qet nabe qilîçka Sehîdê Îbo. Xwelîserno, dijminên xwe hiz nekin, Ermenîya çi anin serê Kurdan, hê jî hun divêjin "Em bira ne". Ermenîya Sehîdê Îbo kuşt û Kurd jî ji nav xwe derxistin, hey bêxîretno, hişyar bin.”

Ev dîtinên rast yên Aslîka Qadir, hin gotinên Evîn Çîçek tînin bîra meriv, wusa dibêje Evîn xanim: “Ji ber ku Kurd hêstirên xwe di ber xelkên din da dibarînin, ji bo wan hêstirê wan namîne.” 

Sehîdê Îbo (li alîyê çepê) û Şoreş Bladhedê (Zîrek), payîza 1987, Yêrîvan

Bê guman Sehîdê Îbo kesayetîyekî gelek mezin bû. Wek mînak, ku em bi Kurdên bakûrê Kurdistanê ra muqeseye bikin, heta niha kêm kes di dereceya wî da derketine. Haya Kurdan zêde ji Sehîdê Îbo tuneye, ku li ba me Kurdan fehm û hizra netewî geş bûya, hingê, em wan hemû xusûsîyetîyên wî yên din danin alîkî, ku Sehîdê Îbo tenê xwedîyê yek helbestî bûya jî û tenê ji bo xatirê vê helbesta wî ya bi navê “Xwezî dîsa zar bûma” be jî (ku Paşayê Efo muzîka wê çêkir, kir sitran û paşê jî Aramê Tîgran xwend), divîyabû ku ev bêbextîya ku li wî hatiye kirin me bizanibûya û ew her di bîra me da bûya.

Şoreş Bladhedê li ser hevnasîna xwe û Sehîdê Îbo da wusa dibêje: “Di payîza 1987 an de me komek tercûmanê Kurd li ser xebata termolojîyên bijîşkî serdana Eriwanê kir. Dr. Sehîd dersdarê me bû. Dema min Alaya Rengîn dîyarê Dr. Sehîd kir wî berê xwe da Çîyayê Agirî û sê caran ew Alaya Pîroz ramûsand û hêsir ji çavan barî û got ew dîyariyek hêja ye ji bo min!”

Helbestvana hêja Gohar Mamo wusa dibêje: “Navderê me qedirgiran Sehîdê Îbo pir zane, kurdperwar û welathiz bû, rewşembîreke navdar bû, nimûneke mezin bo hemî Kurd û Kurdistan, profêsoreke hêja nav hemî Sovyêta berê. Hilbet Ermenî jî dizanibûn kê ji bo çi dikujin. Berî kujtina wî, jê ra nameyên bêhurmet dişandin, ji bo ew ji karê xwe dest berde û ji Ermenîstanê derkeve. Wê demê usa jî bo hemî miletên mayîn, ser dîwarên navbajêr dinivîsîn: “Ermenistan tenê bo Ermenîyan e”. Mixabin ez ew dem qe jibîrnakim. Me qe çi dît û çi ne dît, lema jî milet dero-der bû ji Ermenîstanê. Lê em navderê xwe yê qedirgiran Sehîdê Îbo jibîrnakin, sed heyfa wî.” 

Hejarê Şamil di nivîsa xwe ya bi navê “Hirant, xwîna te pere kir, xwîna Kurda pênç quriş nake” da ( 19.01.2014) li ser kuştina Sehîdê Îbo wusa dibêje: “Di wê demê da, derketina nav kolanan çi ye û slogana “Em hemû Kurd in” çi ye, tenê hemwelatîyekî Ermenî jî “Sehîdê Îbo çima hate kuştin?” nepirsîye. Sehîdê Îbo hima wusa çemûçem (belasebep) çû. Lewra xwîna Kurdan ji avê jî erzantir e. Hirant, dibe ku ev hevokeke hinek xwar be, lê xwîna Te pere kir.  Seîdê Îbo Kurd e, newsa...xwîna wî ji avê jî erzantir e.”

Komara Sosyalîst ya Ermenistanê hê berîya hilweşandina Sovyetê dest bi dijminatîya Kurdan kir. Ji bo vê yekê jî bi îmkanên dewletê, komele ji Êzidîyên ku divê xwe Kurd nebînin ra avakir, îmkanên mezin da wan Kurdên ku ê bigotana “em ne Kurd in, em Êzidî ne”. Çewa ku Eskerê Boyik dibêje, ew kesê serokatîya “Êzidî ne Kurd in” dike, hê ji sala 1988a ya çûbû Bexdayê jî. Wusa dibêje E. Boyîk: “Derket ku yê haj gilya nîbû ez bûm. Hevala gotin salek berê Ezîz tevî grûpek tûrîst ji Ermenistanê çûbû Îraqê, bajarê Bexdayê… Bexdayê çi bûbû, çi nebûbû eyan nîne, ji pey vegerê ra bi serbestî piropaganda “Êzdî Kurd nînin“ va mijûl bû.” Em dizanin ku dewleta İraqê jî, ji berê va polîtîkayekî bi vî rengî di nav Êzidîyên başûrê Kurdistanê da daye despêkirinê, heman polîtîka li ser Kurdên Şebek jî dimeşîne. Armanc perçekirin û bêhêzkirina Kurdan e.

Di der barê ew êrîş û bêrûmetkirina dewleta Ermenistanê yên li himber rewşenbîrên Kurdên Êzidî da, de ka em bala xwe bidine van gotinên Eskerê Boyîk:

“Ez û malbeta xwe jî weke hinek rewşenbîrên me ketin ber wan êrîşan. (Bira neyê zanîn, ku ez tenê bûme hedefa wan êrîşan, hevalê me gelek bûn û li ser hineka ew êrîş tûndtir bûn).”

Eskerê Boyik paşê di sala 1993 a da ji Ermenistanê dertê û diçe Qazakîstanê, ba Kurdên sirgûnbûyî yên salên 1937, 1944 û yên piştî sala 1990î. 3-4 sal li wir dimîne û paşê diçe li Almanyayê dibe penaber. Ew piştî zêdetirî 20 salan, di van salên dawî da dikare wek turîst serî li Ermenistanê bide.

Kurdên Ermenistanê di bin pogrom û terora dewleta Ermenistanê da man, di vê serdemê da ne tenê Sehîdê Îbo hate huştin, her wusa jî Mamo Davrêşyan’ê ku heta hingê di hikumetê da wek nûnerê Kurdan bû û Hasan Abasov’ê serkar, şefê polêsan jî hatin kuştin. Dîsa çend kesên wekî nivîskar û helbestvan Çerkezê Reş, Karlênê Çaçan jî hatin birîndarkirin.

De vêca di Vîkîpedîya bi zimanê tirkî da, malûmat li ser Hrant Dînk hene û meriv dikare ewî bi Sehîdê Îbo ra dane ber hev.

Du meh û nîv berîya ku H. Dînk ji alîyê baskên dewleta Tirk va were kuştin, hevpeyvînekî bi Nagehan Alçi Ayan’ê ra kir (02.10.2006) û ku di malpera haber7com’ê da weşîya. (Gihîştin 29.06.2021). Sernivîsa hevpeyvînê wusa ye: Hrant Dînk: Jenosîdê di rastîyê da Kurdan kir. (Hrant Dink: Soykırımı asıl Kürtler yaptı)

Ev hevpeyvîn, piştî ku H. Dînk hevpeyvînekî dide Ajansa Reuters’ê û di vê hevpeyvînê da ji bo cara pêşî gotina komkujîyê (soykirim) bikartîne, çêdibe. Nûçe û beşekî vê hevpeyvînê wusa ne:

“Rojnamevan û nivîskar Hrant Dînk, ji ber doza ku ji ber daxwîyanîyên ku daye Reuters’ê lê hatîye vekirinê, dibêje ku ditirse ku wî bavêjin zindanê û got ku “Nevîyekî min heye. Ez naxwazim ji wî veqetim.” Li ser meseleya Ermenîyan jî dîtinekî avêt meydanê ku ê munaqaşe peydabin: “Dema ku min got komkujî, min negotîye ku Tirkan vêya kirîye. Esil (di rastîyê da) Kurdan hejmara zêde ya Ermenîyan kuşt.”

....Wusa dipirse rojnamevan: “We dêlva gotina komkujîyê îfadeyên nermtir bikartanî. Daxwîyanîyên ku we daye Reuters’ê, gelo guhertina uslubê ye?”

H. Dînk: “Na! Ez her gav dibêjim ku divê bi awayekî nerm meriv bala xwe bidin mijarê, lê dema ku yê li pêşberê we bi awayekî net bipirse “Bi dîtina te gelo ev komkujî bû?”, hingê ew tiştên ku ez dizanim ez înkar nakim.”

Rojnamevan: “Ango we ji Reutersê ra got “Ev komkujîyek e”.”

H. Dînk: “Belê, aynen min eynî wusa got. Ez wusa fêhmdikim. Ji xwe ez vîya her dem dibêjim! Lê çiqas ji destê min tê ez li nav Tirkîyê û taybetî dema ku ez bi Tirkan ra diaxivim ez hewlekî azamî nîşandidim ku vê peyvê bikarneynim. Ez dizanim ku ji ber ku dibin muxetabê vê peyvê, ew berdikebin.”...

Di berdewamîya hevpeyvînê da behsa madeya 301 ya qanûna cezayê ya Tirkîyê tê kirinê ku ev maddeya cezakirina “piçûkxistina Tirkbûnê” ye. ...

Rojnamevan: “Lê di daxwîyanîyên te da dema ku tu dibêjî “ev komkujî ye” Tirkbûn tê piçûkxistin!

H. Dînk: “Lê belê binêrin, min got ku ev komkujî ye lê min negotîye ku Tirkan vê yekê kirîye.”

Rojnamevan: “Kê kirîye?”

H. Dînk: “Gelek zêde Kurd jî hebûn. Ew tiştên ku di 1915 da qewimîn tenê meseleya Tirkan nîne. En hindik bi qasî yê Tirkan meseleya Kurdan û meseleya Ewrupayê ye jî. Ji xwe di wê serdemê da bêjeya Tirk jî tunebû. Osmanî hebû.”

Rojnamevan: “Wun dibêjin ku Kurd berpirsîyar bûn. Anagorê dîtina we, dema Kurdan jî têxin nav vê kiryarê, ew (Kurd) jî ji bo bêjeya komkujîyê ê bi alerjîk tevbigerin?”

H. Dînk: “Nizanim”.

Rojnamevan: “Ango dijderketina himberê (gotina) komkujîyê gelo tenê hessasîyeta Tirkan e?”

H. Dînk: “Na. Ez dibînim ku di Kurdan da jî dijderketin heye û ê hebe.”...

Çewa ku em dibînim, ji ber ku di hevpeyvînekî xwe ya bi Reuters’ê ra gotina “komkujîyê” bikaranîye, mehkemên Tirkan doz li himberê wî vekirine. Ew jî ditirse ku bikebe zindanê û ji bo xwe li ber dilê Tirkan xweş bike, dibêje ku faîlê vê komkujîyê Kurd in. Dewleta Osmanî û Tirkan bi plan û organîze vê komkujîyê pêkanîne, lê ew dikare vê tawanê bi hêsanî têxe stûyê Kurdan. Ev hewla guhertin û revîzekirina bûyerên dîrokî ye. Çewa be Kurd ji bo dewletê jî dijmin in. Armanc peydakirina xala hevbeş a bi polîtîkaya dewletê ra ye, da ku ji bo vê gotinê (komkujî) nekebe nav zindanê. Di vê hevpeyvîna H. Dînk da, em ew “sedaqeta” dîrokî ya “milet-î sadika” ya bi Tirkan ra dibînin.

Gelo ev “sedaqeta” ji bo Tirkan dikaribû Ermenîyan ji qirkirinê (1915) biparasta? Na. Eynî ev “sedaqeta” H. Dînkî jî, ewî ji kuştinê neparast. Tê gotinê ku sedema kuştina Hrant Dink ew bû ku, ewî eşkere kiribû ku vayê Sabiha Gökçen’a keça manewî ya Mustafa Kemal bi eslê xwe Ermenî ye. Em Kurd vê Sabiha Gökçen’ê ji ber komkûjîya Dêrsîmê nasdikin: Dema ku wek pîlota pêşî ya jin a Tirk, bi balafira şer li Dêrsîmê bombeyan dibarand ser Kurdan û paşê jî bi tivinga makînelîyê, xelkên ku ji bombeyan filîtî an jî yên ku bi wana brîndarbûyî, dikuşt. Di rojnameyên Tirkan yên wê serdemê da, bi tevî fotografan, daxwîyanîyên wê şadîst û pîskopatê bi xwe jî hene. Tirkan vê Sabiha Gökçena pîlota pêşî ya Tirk, wek sembola serbilindî û xwedî mafbûna jina Tirk nîşandan. Ev jî “alaturka” serbilindîya jina Tirk e!

Em dizanin ku di 19.01.2007a da Hrant Dink ji alîyê Tirkan va hate kuştinê. Her çiqas di nav sîstema ne demokratîk ya Tirkîyê da darizandin çêbûbe jî, dewleta Tirkan 76 kesan darizand ku ji wana 6 girtî û 13 jî firar bûn. Dadgeh, faîlên kuştinê bi rêxistina Fetullah Gülen’ê va girêda û cezayên giran da faîlan û hevkarên wan. Anagorê biryara mehkemê (26.03.2021), tevî hev li 26 kesan ceza hate birrîn, ku cezayê 2 kes ji wana cezayê muebetê û yên gelekên din jî cezayên giran bûn.

Di nav kesên ku cezayên giran xwar da, hin kes di mehkemê da nerazîbûna xwe nîşandan ku hin tişt me Kurdan zêdetir eleqeder dikin: Gazî Günay’ê ku negirtî dihate darizandin, piştî ku 25 sal cezayê zindanê lê hate birrîn û ewî girtin, ew li dijî biryara mehkemê derket û wusa got: “Bila xwedê bela xwe bide we. Min li Başûrêrojhilat 17 sal wezîfe kir. Ji heman dozê da 3 kes ji bo heman tawanê tên darizandin. Tenê ceza li min birrîn.”

Gelo ew wezîfeya 17 salan ya li bakûrê Kurdistanê çi ye? Îhtîmalekî mezin di nav artêşa dagirker da serbazî kirîye, an jî karê di nav tîmên taybet da bûye. Ku wusa be, hingê em pir baş dizanin ku ewana çi dianîn serê Kurdan. Li Kurdistanê di şerê himberê gerîlayên PKK û li himberê xelkê Kurd da ne pîvan û exleqa şer û ne jî parastina sivîlan hebû. Gund, bajar, deşt û çiyayên Kurdistanê bûn şahidên her hovîtîya artêşa Tirka: Bi hezaran gundên Kurdan şewitandin û wêrankirin, dehhezaran Kurdên sivîl hatin kuştin û tunekirin. Gerîlayên ku bi birîndarî an jî bi saxî diketin destê wan, di cî da înfaz dikirin. Serê gerîlayan jêdikirin û di destan da, bi vî awayî fotografanên xwe dikişandin. Ji poz û guhên gerîlayan ji xwe ra tizbîyan çêdikirin û hwd. Erê, ev jî “alaturka” şer e. Bê guman ev hovîtî bi plan û proje ji alîyê dewleta Tirkan va dihate kirin û ew qesasên serê Kurdan jî, ji alîyê dewleta wan va dihatine xelatkirin. Dibe ku ev gazindên G. Günayî ji dewleta wî, ji ber vê yekê be: “Min hinde tiştan ji bo te kir û te hinde pesnê min dida û ji min hizdikir, tu çima niha cezayê didî min?”

Keç 2, 2018, teknîka tevlîhev, 8X8 cm.

Li jorê zêdetir min behsa têkilîyên Kurd û Ermenîyan yên di serdema Sovyetê û piştî hilweşandina wê kir. Niha jî ka em hinkî berê xwe bidine salên berîya vê serdemê: Di dawîya sedsala 19a û di despêka sedsala 20a da, Kurd û Ermenî li ser hakîmîyeta bakûrê Kurdistanê di nav reqabetê da bûn. Dewleta Osmanî hildiweşîya, xelkên Balkanan li pêy hev axa welatên xwe ji bindestîya Tirkan difilitandin. Piştî peymana Berlînê (1878) dewletên Xrîstîyan yên Rojava di derbarê Xrîstîyanên di nav dewleta Osmanî da bûbûn xwedî gotin û çavderîyê li dewleta Osmanî dikirin. Ji alîyê dî va, wek hêzekî xwurt Rusya, li ser xelkên Slav yên Balkanan û li ser Ermenîyên Qafqas û bakûrê Kurdistanê bandora xwe berfire dikir û planên gihîştina Derya Naverast dikir. Li bakûrê Kurdistanê bi sedan dibistanên mîsyonerî yên dewletên Rojavayî ji bo Xrîstîyanan vebûbûn. Xewna Ermenîyan ji bo “Ermenistana Mezin ya 3 deryayan” divîya Kurdan û Kurdistanê “pay-pas” bikira, ji dewrê derxista.

Hê ji salên 1880yan û pê va dewleta Osmanî xwestîye di her qirkirina Ermenîyan da tawanê bike stûyê Kurdan, ev yek li hesabê Ermenîyan jî dihat, lewra piştî hilweşandina mîrektîyên Kurdan, ew bi rêya neteweperperîya xwe bûbûn talîbê hukumdarîya qenebî nîvê bakûrê Kurdistanê. Hemû rapor û gilînameyên Ermenîyan di derbarê Kurdan da, bivê nevê bi hesab û nîyeta reqabeta Ermenîyan ya li ser herema bakûrê Kurdistanê dihatin dîzaynkirin. Ermenîyên “miletê sadiq” ê Osmanîyan gilînameyên xwe jî anagorê vê sedaqeta bi Tirkan û reqabeta bi Kurdan ra dinivîsîn, ev yek li hesabê Tirkan jî dihat. Lewra mîrektîyên Kurdan ji alîyê wan va hatibûn hilweşandin û Kurd wekî Ermenîyan ne “miletê sadiq”ê Osmanîyan bûn, ew her gav xwedîyê wê potansîyelê bûn ku dîsa serî hildin û dikaribûn dewleta xwe jî avabikin.

“Dema ku seyah û mîsyoner diçûne Kurdistanê, bi wan ra wergerên wan yên Ermenî hebûn û ev werger kesên zimannas, xwenda û neteweperestên Ermenî bûn. Hemû zanîn û malûmatên ku ê ev seyah, mîsyoner û her wusa jî ew balyozxaneyên dewletan ku li Kurdistanê û li Tirkîyê hebûn di derbarê Kurdan da werbigirtana, wek mînak, di derbarê axa û begê Kurdan, nifûs û hejmara Kurdan, Kurd çi dikin û çi nakin û hwd., pêşî divîya ji parzona (fîltre) van Ermenîyan ra derbasbibûya. Wergeran û berpirsîyarên patrikxane û dêrên Ermenîyan û her wusa jî ronakbîrên Ermenîyan, di derbarê Kurdan û Kurdistanê da dezenformasyonan didan diplomat, seyah û mîsyonerên Ewrupî.” Binêre: Serhad Bapîr, Hin Sedemên Bêdewletbûna Me (Gihîştin 27.06.2021).

Ji bo ku em vê pêvajoyê baştir bişopînin ka em bala xwe bidine van gotinên X. Raymond yên di derbarê Kurdan da (1840):

"Oryantalîstan (rojhilatnasan) ji me re rast negotin.

Bi anagorê axaftinên Faris, Tirk, Ermenî û bazirganan, Kurdan xirab nîşandan û heqaret li wan kirin. Di dema mayîna min a li Rojhilata Naverast da, mirovên herî baş Kurd bûn. Min li ba wan da, hevaltiya rastîn dît.

Ew mirovên pir dilnizm, dilsoz, mêvanperwer bûn. Lê ewan, bi lanet û gotinên xerab ji me re behsa wan kiribû. " Binêre : Bitlisname.com 9ê Nîsana 2021a. (Gihîştin 29.06.2021)

Dîplomatên wekî Aleksandre Jaba, Bazil Nikitin, Roger Lescot û mîsyonerê wekî Thomas Bois, ji ber ku zimanê kurdî hînbubûn, dikaribûn yekser bi Kurdan ra bidin û bistînin. Raman û dîtinên wan yên di derbarê Kurda da objektîftir in.

Di nav dewleta Osmanî da, Ermenî li her devera dewletê belavbûbûn, beşekî wan ticar û sinetkar bûn, li himberê dewleta Osmanî sernerm bûn, hin ji wan di nav burokrasîya vê dewletê da dixebitîn. Kurd ne wekî wan bûn. Hê ji dema Îdrîsî Bîtlîsî va, bi statûya mîrektîyê ketibûn bin hukmê Osmanîyan û ev mîrektîyên he, wek hêzên sîyasî û leşgerî gelek caran ji dijberîya ku di navbera dewleta Sefewî û Osmanîyan da heyî, dixwestin îstîfade bikin û her wusa jî carna li himberê dewleta Osmanî jî serîradikirin.

Piştî şikestinên dewleta Osmanîyan li Balkanan, di sala 1839a da Tanzîmat hate îlankirin û paşê mîrektîyên Kurdan hatin şikênandin û hilweşandin. Ji sala 1847a û pê va li Kurdistanê êdî mîrektîyên Kurdan nemane û paşmayîyên wan jî, bêtaqet hatine hiştin.

Li Kurdistanê mîrektiyên Kurdan bi rêya şer û kuştinê hatibûn hilweşandin. Her çiqas di bin banê dewleta Osmanî da be jî, heta hingê (1847) Kurdan di pratîkê da Kurdistanê rêvadibir, ev cûreyekî otonomîyê bû. Li perçeya Kurdistanê ya di bindestê Osmanîya da, hêza sîyasî û leşkerî heta hingê Kurd bûn. Di bin banê mîrektîyên Kurdan da, her çiqas serdestîya ola Îslamê hebû jî, di navbera Kurdên Misilman û Kurdên ne Misilman (Rêya Heq-Elewî, Êzidî, Kakayî- Yarsanî, Cıhû û Xrîstîyan) û her wusa jî Xrîstîyanên ji miletên cihê (Ermenî, Suryanî, Asurî, Keldanî), heta dereceyekî aramî hebû.

Piştî hilweşandina mîrektîyên Kurdan, dewleta Osmanî nikaribû wê valayîya sîyasî, hukmî û leşkerî ku li Kurdistanê peydabû, dagirta û hingê li Kurdistanê serdema kaosê despêdike. Dema ku em vê serdemê dinêrin van gotinên Andonî Gramsî tê bîra meriv: “Dema ku yê kevn dimire û yê nû hê nikare bizê (were dinê), hingê serdema cinawiran e.” Di vê serdemê da, di şerên di navbera Rus, Osmanî û Îranê da Kurdistan dibe qada şer û wêranê. Di hemû enîyên şer da Kurd hene, lê ev Kurd êdî ne leşkerên mîrektî ango hêza sîyasîyê yê Kurdan in, ew leşkerên mecbûrî yên van her sê dewletan in. 

Keç 3, 2018, teknîka tevlîhev, 8X8 cm.

Di sedsala 19 da neteweperwerîya Ermenîyan ji ya Kurdan zûdir destpêkir, xwedî ola xrîstîyanî bûn rolekî sereke di vê pêvajoya şîyarbûna netewî da leyist. Lê ne li bakûrê Kurdistanê û ne jî li Tirkîyê, Ermenî li tu heremî piranîya nifûsê nîn bûn. Her wusa li herema Qafqasê jî Ermenî li gelek welatan belavbûbûn, wek mînak dema ku di sala 1828 a da wîlayeta Yêrîvan û ya Naxçîwanê ketin bin kontrola Rûsyayê, tenê ji % 28ê xelkê wîlayeta Yêrîvanê Ermenî bûn. (Binêre: Pirsgirêka Qerebaxê, Îosîf G. Kassesîan, 1990, Athîna, rûpel 26. Bi zimanê yunanî). 90 sal paşê (1918), ê dewleta Ermenistanê li ser vê demografîyê bihata avakirinê.

Di vê serdemê da, partîyên sîyasî yên Ermenî hatibûn avakirinê û tevgera netewî ya Ermenîya her ku diçû xwirttir dibû. Di dawîya sedsala 19a da dewleta Îrana niha (Xanedana Qacaran) pişgirîyê dida Ermenîyan, da ku ji ser Îranê û tixûbên Îranê êrîşên eşîrên Kurdan yên bakûrê Kurdistanê bikin. Ji Ewrupayê bi dehhezaran tiving, bi ser Îranê ra digihîjin çekdarên Ermenî. Hem dewleta Îranê hem jî Îngîlîzên hevkarên Osmanîyan, Ermenîyan hîmaye dikin û Osmanî jî ji vê yekê razî ne. Lêkolînvanê hêja Hüseyin Siyabend Aytemur di hevpeynîna xwe ya bi Cesîm İlhan ra kirî da, dûr û dirêj behsa vê serdemê dike. (Binêre: Bi Anagorê Dokumentan, Têkîlîyên Kurd û Ermenîyan: Nivîsên ku li ser dîroka Kurdan têne xwendin, ramanên serdestan nîşan didin. 30/05/2021 Kurdistan 24 (Gihîştin 29.06.2021).

Piştî şerê Osmanî û Rûsan yê sala 1877a, beşekî herema Serheda bakûrê Kurdistanê dikebe bin kontrola Rûsan. Gelek Ermenî wek serbaz û leşker di artêşa Rûs da hene û zirarê digîhînin Kurda. Neteweperestên Ermenî, nîyeta xwe ya ji bo hikumranîya bakûrê Kurdistanê, bi rêya partî û weşanên xwe êdî vekirî eşkere dikin. Piştî vê serdemê, Dewleta Osmanî ji Kurdan ra digot ku “dewletên gawir dixwazin Kurdistanê bikin Ermenîstan.” Kurdan şerên Rus û Osmanîyan li herema Serheda bakûrê Kurdistanê didît û her wusa jî, ji ber kar û xebatên mîsyonerên Xrîstîyan li her devara Kurdistanê, Kurd ji bo siberoja xwe ketibûn nav gumanê. Di pêvajoya Şerê Cîhanê yê 1a da dewleta Osmanî Ermenîyan û Kurdên Êzidî qirkir, lê dema ku artêşa Ûris beşekî mezin yê bakûrê Kurdistanê dagirkir (1916), hingê hêzên çekdar yê Ermenî ketin pêşîya artêşa Ûris û bi sedhezaran Kurd hatin kuştin û yên din jî hima bêje bi temamî ji herema Serhedê ya bakûrê Kurdistanê revîyan û berê xwe dane herema Sêrt, Dîyarbekir û başûrtir. Di weşanên kurdî yên ku li Konstantînopolîsê (Stenbol) piştî Şerê Cîhanê yê 1a dertên da, em şahidîya vê komkujî, eksodos û talana ku li Kurdan hatîye kirin, dibînin. Di weşanên Ermenîyan bi xwe da jî şahidîya vê yekê tê kirinê, di 16.05.2020a da, di malpera https://saftime.com da ev çavkanî hate weşandinê:

“Kurd bi xwe jî wendayîyên mezin dan

Li vir em perçeyek ji gotarek diweşînin ku li ser wendayîyên nifûsa Kurd ya li împaratorîya Osmanî ye, ku ev yek di serdema Şerê Cîhanê yê 1a da, wek encama pevçûna Ermenî-Tirk da qewimî. Gotar di Novembera 1916 da, di weşana neteweperestên Ermenî, “Armenian Bulletin” da hatîye weşandin.

"Agahdariyên ku min stendiye û piştrast kiriye," dibêje, "îspat dike ku heke Ermeniyan di vî şerî de 360,000 qurbanî dabin, hingê Kurdan jî wendayîyên mezin dîtin."

Tevahiya herêmê, ji başûr û rojavaya Gola Wanê bigre heta herêma Betlîs-Mûş, her wusa ji Xinis, Kop (Bilaniq), Patnos, Melezgirt, Eleşgirt bi tevî Ele Daxê bigre heta herema Bazid û Dîyadînê va, tevayîya heremê vala bûye, ku berîya şer ji 800.000î zêdetir Kurd lê dijîyan, niha bi tevahî hatiye terikandin. Bi sedan gundên Kurdan hatine wêran kirin. Tiştê balkêş ew e ku meriv bizanibe, ka gelo Kurdan di dema paşvekişandina Tirkan ya ji van deveran, bar kirine an ew mirine?...”

Her wusa malpera navborî taybetî balê dikşîne li ser hejmara qurbanîyên vê serdemê da yên di nav Ermeniyan da: “di gotara navborî ya weşana Ermenîyan da behsa derdora 360 hezar qurbanî tê kirinê, ku ev hejmar, ji hejmara 1,5 mîlyon qurbanîyên ku îroj behsa wan tê kirinê gelek cuda ye. Binêre: Enstîtuya Kurdî ya Rûsyayê, 27.06.2021. Malpera https://saftime.com (Gihîştin 27.06.2021).

Dewleta Osmanî ya Îttîhat û Terakî di nav şerê Cîhanê yê 1a da bi plan biryara komkujîya Ermenîya dide û pêktîne. Ermenîyên Kurdistanê, yên Klîkyayê û deverên din yê Tirkîya niha têne kuştin û nefikirin. Li Kurdistanê heman jenosîd tê serê Kurdên Êzidî jî. Li Kurdistanê hin eşîrên Kurdan jî di vê jenosîdê da ji Tirkan ra dibin alîkar û hin herem, eşîr û hêzên heremî jî Xrîstîyanan diparêzin. Tê zanîn ka çiqas Ermenî xwe sipartine li Dêrsîma di bin kontrola Kurda da û her wusa çewa hêzekî çekdar ya Barzanîyan, ji Barzan lêdixe û tê li herema Wanê Andrîk Paşa’yê Ermenî û malbata wî ji mirinê difilitîne.

Ez dixwazim li vir mînakekî din bidim: Çewa ku lêkolînerê hêja Ergin Öpengin di hevpeyvîna xwe ya ku di Avesta Chanel’ê da, bi hêja Ciwanmêr Kulek û hêja Evdila Keskîn ra kir da dibêje, dema ku Şexûîslamê Xelîfeta Osmanîya, li Stenbolê fetwaya cîhada li himber kafiran (Rûs, Îngîlîz û Fransizan) derdixe ku fileyên Kurdistanê jî dikebin ber vê cîhadê (ango qetla wan helal dike), hingê li Nehrî, muderîsê Tekka Nehrî’yê (ku hingê navenda qeza Şemdînan bû), Mele Seîdê Şemdînanî fetwayekî li himberê wê Fetwaya Şêxûlîslamê Osmanî derdixe û dibêje ku “qet guhê xwe nedin vê fetwaya Şêxûlîslamî, eve şerrî nîne, em li herema Şemdînanê qebûl nakin”. Xwiya dike ku şêxên Barzan û Baban jî bi eynî awayî vê fetwayê qebûl nakin.

Piştî vê Fetwaya wî, qeymeqamê Şemdînanê banî wî dike, da ku îfadeya wî bigre. Jê ra dibêje ku “yan tu yê vê fetwaya xwe betal bikî an jî tu yê werî mehkemekirin. Mele Seîdê Şemdînanî di îfadeya xwe da dibêje ku “min nedîtîye ku di şerîeta me da mirovên bê zirar û bê guneh bikujin (File û Cihûyên Kurdistanê), ...nabe qetla van reayetan (Xristîyan û Cihû) helal be, ku hê ji zemanê Mihemed peyxember va dest neavêtine çekan û şerê me nekirine”. Li ser van gotinên wî, qeymeqam wî digre û bi tevî eskeran wî dişîne Mûsilê. Di rê da eşîrên kurdan wî ji destê leşkerên Tirkan difilitînin û ew direve diçe Ûrmîyê. Binêre: (9:00:00) avesta CHANNELnebêjim nabe” | Ergin Öpengin (Gihîştin 29.06.2021).

Gelo ev Mele Seîdê Şemdînanî kî ye û paşê çi pê hat? Zanayê mezin Mele Seîdê Şemdînanî ku bi navê Mele Seîdê Kurdistanî jî xwe daye nasîn, bi salan muderîsê Tekka Nehrîyê û şêwirmendê Seyît Mihemed Sidîq û Seyît Teha bûye, piştî ku direve û diçe bajarê Ûrmîyê, di salên 1915-1918 da dibe mamosteyê zimanê Kurdî yê konsolosê dewleta Rusyayê yê Ûrmîyê û kurdnasê navdar Bazîl Nîkîtîn. Li ser daxwaza Basîl Nîkîtîn, Mele Seîdê Şemdînanî bi tevahî 60 nivîsên kurt û dirêj yên li ser gelek mijaran bi kurmancî dinivîse û dide B. Nîkîtîn.

Ergin Öpengin, van nivîsan ji nav tarîtîya labîrentên arşîvên Rojava da peydakir, derxist ronahîyê û dîyarîyê me kir. (Bazeber, weşanên Avesta’yê). Em dizanin ku piştî ku Bolşevîk li Rusyayê serketin, B. Nîkîtîn venegerîya Rusyayê û çû Fransayê bicîhbû, lê gelo çi bi serê vî ronakbîrê Kurd yê en hindik di dereceya Mele Mehmûdê Bazidî da ye, hat? Mele Seîdê Şemdînanî li bajarê Ûrmîyê ji alîyê kesên nenas va di sal 1918 da hate kuştin. Dibe ku dîsa bi lêkolînên Kurdan, wextekî em ew hêza ku biryara kuştina Mele Seîdê Şemdînanî daye û navên qesasên serê wî hînbibin, lê heta hingê ê şika me her li ser Teşkîlatî Mahsusîye’ya Tirkan be. 

Kur, 2018, teknîka tevlîhev, 8X8 cm.

Sahneya dawî ya vê çîrokê jî ev e: Xwiya dike ku piştî 100 û zêdetir salan, Kurd û Ermenî dîsa tên pêşberî hev. “Miletê sadiq” yê Osmanîyan niha di destê beşek Tirkan da bûye manîvelaya êrîşkirina himberê Kurdan.

Divê Tirk jî û Ermenî jî baş bizanibin ku êdî Kurd ji alîyê Tirkan va bi hêsanî nayêne manîpulekirin û xapandinê, ew dem derbas bûye. Di şerê sîyasî û fikrî da Kurd jî êdî alîyek in. Divê Ermenî jî baş bizanibin ku ev dostantî û “sedaqeta” bi Tirkan ra zirar gihandîye wan û tu xêra dijmintîya bi Kurdan ra ji bo wan tuneye. Ermenî wek milet, bi hezaran salan di nav Kurda û li kêleka Kurda da jîyane, ku ew jî wekî Kurdan leqayê komkujî û nefîkirinê hatine, lê çewa ku em di pratîka Ermenistana van 30 salên dawî da dibînin, dewleta wan li himberê Kurdan bûye dewletekî zulumkar. Ermenî bi vê yekê, wek milet neheqîyê li xwe dikin.

Ji alîyê dî va, ku ev “heyva hingivînî” ya têkilîyên Rûsya û Tirkîyeyê çend salên din jî bidome, ne dûrê aqilan e ku têkilîyên Tirkîye û Ermenistanê jî baş bibin. Derîyên tixûb werin vekirinê, têkilîyên dîplomatîk û bazirganî destpêkin. Ê lîmana Trabzonê (an jî li Hopayê yeka nû were çêkirinê) bibe lîmana veguhestina bazirganîyê ji bo Ermenistanê. Hewcedarîya dewleta Ermenistanê (ku ji ber aborîya şikestî nîvê nifûsa vî welatî Ermenistanê terk kirîye) jî bi vê yekê heye û her wusa ji bo Tirkîyeya di nav krîza aborî da jî, Ermenistan ê bibe bazarekî nû. Ermenistan ev 30 sal in ku bi polîtîkaya himberê Kurdan ketîye dilê dewleta Tirkan, ev xala wan a hevbeş e, vêca piştî ku Ermenistan ji erdên dagirkirî (herema Kurdistana Sor) hate derxistinê, ev xala hevbeş niha dikare bibe sedema hevkarîyeke “baş” di navbera wan da.

Ha we got gelo ev meseleya komkujîya Ermenîyan û “xetên sor” ê çewa bibin? Ji bo her tiştî çare heye: Ê Tirkîye bêje ku “di dema berê da tiştên ‘naxoş’ di navbera her du alîyan da jî qewimîne, ku qetlîam bûbe jî vêya eşîrên Kurdan çêkirîye, de ka em li Wanê û Yerîvanê du abîdeyan ji bo bîranîna wan qurbanîyan deynin û em li siberoja ronak ya hevkarîya xwe binêrin.” Ermenistana di warê aborî da têkçûyî, di şerê Qerebaxê da şikestî (Rusya wusa xwest, wusa çêbû) û lobîya Ermenîyên Tirkîyê, ji bo vî tiştî fît in! Di vir da bê guman ê rola xizmeta kesên wekî Taner Akçamî jî hebe. Di amadekirina bingeha vê lihevhatinê û “dermankirina” wê “naxoş”atîyê da, ji bo dewleta Tirkan û Ermenîyan faîlekî nû ji bo berpirsîyarîya jenosîda Ermenîyan lazim e. Qenebî ji bo berpirsîyarîya Tirkan were kêmkirin û tawan were dabeşkirin faîlekî nû lazim e. Ev tiştên ku Taner Akçam û Ermenî dikin amadekarîya vê bingehê ne.

29.06.2021

11/04/2021

Sipas Nisêbîn!

Çend roj berê mamosteyeka Tirk ku li dibistanekî Nîsêbînê da dixebite, twîtekî belavkir, ku Kurdan gelek behsa wê twîtê kirin. Bi awayekî giştî Kurdan vê mamosteya hanê bi nijadperestîyê tawanbar kir û li dijî wê derketin. Ez wekî van Kurdan nafikirim.

Mamosteya bi navê Büşra Tarım, di twîta xwe da wusa gotîye: “Gelo êdî tayîna min dikare derbikeve. Xwedayo lewra êdî tehamula min ji bo bi kurdî axaftina mirovan nemaye” Ev tiştên ku vê mamosteya hanê gotîye gelek mirovane û xwezayî ne. Ew mamosteya Tirk e, li anagorê sîstema perwerdeyîya dewleta Tirkan (ku Kurdistanê wek welat, Kurdan wek milet û kurdî jî wek ziman nasnake) tayîna wê li perçeya Kurdistanê ya ku di bin destê Tirkîyê da ye, derketîye û bê dilê xwe, ji mecbûrîyetê çûye wir. Li wir leqayê rastîya zimanê kurdî hatîye. Şagirtên dibistanê û xelkê bajêr di nav xwe da bi zimanê Kurdî dipeyvin, ku ev mamoste bi vî zimanî nizane û jê fêhm nake. Mamoste xwe li warê zimanekî bîyanî da dibîne, ji ber ku bi vî zimanî nizane wek xerîbekî di nav xelkê vî bajarî da dijî, ji vê rewşê xwe aciz û bêzar e û wek mamoste li benda tayîna xwe ye, da ku ji vî bajarî here û ji vê izdirabê bifilite. Banî Xwedayê xwe dike û dibê “Xwedayo lewra êdî tehamula min ji bo bi kurdî axaftina mirovan nemaye”. Ev îtîrafa rastîya vê mamosteya hanê ye, êdî tehamûla wê nemaye ku li vî bajarî biyanî bijî. Ev mamoste bi xwe, ne anagorê xusîsîyetên zimanî yê vî bajarî ye, naxwaze wek Tirkek di nav warê zimanê kurdî da bijî, ew di warê ziman da xerîba vê deverê ye. Di vê twîtê wê da “ew û em” baş xwiya dikin û herî baş jî wek du zimanên cihê, zimanê tirkî û zimanê kurdî. Ev mamosteya hanê bi twîteke xwe dixwaze ji vî bajarê Kurdistanê here, tehamula wê nemaye ku li vî bajarê ku xelk bi kurdî dipeyve bimîne. Ev tevgerekî mirovane ye.

Ji alîyê dî va ev “krîz”ek e. Rastîya vê mamostê û rastîya siyaseta dewleta Tirkan ne lihev in û ev mamoste bê hemdê xwe vê nakokîyê eşkere dike. Divê em Kurd kirîzên piçûk û mezin derînin pêşberî xelkê Tirk, da ku ew bi xwe jî fêhmbikin ku bindestbûna Kurdan ê zirarê bigîhîne kalîteya jîyana wan jî.

Li Kurdistanê bi dehhezaran mamosteyên ku xwe Tirk dihesibînin hene û leqayê vê rastîya zimanê kurdî tên û ji vî tiştî nerehet in, lê ew wêrektî bi wan ra tuneye ku bêjin “Xwedayo ez dixwazim ji vir herim, lewra êdî tehamula min ji bo bi kurdî axaftina mirovan nemaye” û bi bêdengî karê xwe yê mecbûrî dikin, heta ku tayîna wan derkebe û herin Tirkîyê.

Kurd dêlva ku vê mamosteya hanê rexne bikin û wê bi nijatperestîya Tirkan tawanbar bikin, divîya jê ra bigotana “aferim ji te ra ku tu rastîya xwe wusa vekirî eşkere dikî, cihê kesên wekî te ne ev der e, divê wun herin Tirkîyê û zarokên Tirkan bi zimanê tirkî perewerde bikin, ev der Kurdistan e, Kurd li vir dijîn û bi kurdî dipeyvin, li we jî neheqî tê kirin dema ku we dişînin Kurdistanê”. Û Kurdan dîsa divîya bigotana ku “Xwedayo, êdî tehamula me jî nemaye ku zarokên me bi zimanekî biyanî têne perwede kirinê, em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Bila mamosteyên ji miletê me, bi zimanê miletê me perwereyê bidine zarokên me” û dîsa, her wusa jî, divîya bigotana ku, “divê Tirkîye jî wek dewlet tayîna xwe derîne û bi hemû sazîyên xwe va, ji welatê me derkebe û here welatê xwe.”

Ku ev mamosteya hanê twîteka wusa biweşanda ê bala Kurdan nekişanda û ê li dijî vê mamosteyê derneketana: “Gelo êdî tayîna min dikare derbikeve. Xwedayo lewra êdî tehamula min nemaye ku ez li van deran bimînim.” Di beyanekî wusa da rastîya zimanê kurdî, ferzkirina zimanê tirkî li ser Kurdan û kolonîbûna Kurdistanê ê xwîya nekira.

Bê guman ê berpirsîyarên îdarî yên vê mamosta hanê jê ra bêjin ku “tehamula me jî nemaye ku xelkê vî bajarî bi kurdî dipeyve, lê divê em vê yekê bi eşkereyî nebêjin. Divê em karê xwe baş bikin, ka bala xwe bide bajarên din, çewa êdî xelk dev ji kurdî berdaye, bi sebr divê em karê xwe bikin, em ê li vir da jî serkevin û hwd.”

Kurd di binê hişê xwe da serdestîya zimanê tirkî li ser Kurdan û her wusa jî sîstema perwerdeyîya Tirkan ya zimankuj qebûl kirine, tenê bila kesekî rasterast an jî ji kêlekê va (wekî vê mamosteya hanê) behsa vê rastîyê neke. Dixwazin ji vê mamosteya hanê û ji hemû mamosteyan ra bêjin ku, di nav vê sîstema zimankuj ya perwerdeyîya dewleta Tirk da bixebitin lê tenê gazindan ji rewşa xwe nekin.

Texrîbata kolonîbûne (ku Kurdistan ne kolonî ye jî, ji kolonîbûnê jî xirabtir e, lewra kolonîbûn jî statûyek e) li ser mêjîyê Kurdan da di her warî da gelek mezin e. Di artêşa dagirker da “xizmeta” leşkerîya mecbûrî normal tê dîtin, perwerdeyîya bi zimanê kujer normal tê dîtin. Bi zimanê tirkî axaftina Kurdan normal tê dîtin û êdî li gelek deverên bakûrê Kurdistanê bi kurdî axaftin ne normel e ji bo piranîya Kurdan.

Sîyaseta Kurdan “em û ew”ê nekirîye bingeha polîtîka xwe û her wusa jî pênasyekî rast ji bo zimanê tirkî danenîye. Zimanê tirkî zimanê Tirkan e û li wan pîroz be, ji bo me zimanekî biyanî ye, lê dema ku zimanê me hatîye qedexekirinê û zimanê tirkî ji bo asîmîlekirina me li ser me hatîye ferzkirinê, êdî navê vî zimanî ji bo me, zimanê kujer e. Encamên kuştina zimanê kurdî mixabin êdî “baş” xwiya dike. Erê, ji bo me navê zimanê tirkî, zimanê kujer e.

Nijadperestîya herî mezin qedexekirina zimanê miletekî ye, li seranserê cîhanê dibe ku kêm mînakên vê zimankujîyê hebin. Kurd dibêjin ku “tu dikarî zimanê xwe li ser me ferz bikî û zimanê me bikujî, lê tenê nebêje “Xwedayo lewra êdî tehamula min ji bo bi kurdî axaftina mirovan nemaye”.

Ka em rolên xwe biguherînin: Em bifikirin ku Kurdistan serbixwe ye û Xwedê neke ku me welatek û miletekî ji xistîye bindestê xwe. Û dîsa Xwedê neke, em jî eynî vê pratîka polîtîkaya dewleta Tirkan ya ku li ser me Kurdan pêktîne, tînin serê vî miletî. Em navê vî miletî jî “Bêvan” danin û zimanê vî miletî jî bila bibe “bêvankî”. Mamosteyeka Kurd ku li welatê Bêvanistanê anagorê sîstema serdestîya zimanê kurdî, bi zimanê kurdî perwerdeyê dide û bi tayîna mecbûrî li wir dimîne, li wir rastî sosyolojîya welatê “Bêvanistanê” tê û her wusa jî rastîya zimanê “bêvankî”. Ji vî zimanê fêhm nake, xwe di nav xerîban da dihesibîne û ji vê rewşa xwe aciz e û twîteke wusa diweşîne: “Gelo êdî tayîna min dikare derbikeve. Xwedayo lewra êdî tehamula min ji bo bi “bêvankî” axaftina mirovan nemaye”. Eşkerekirina vê beyanê, tiştekî gelek mirovane û xwezayî ye. Ew di rewşekî awarte da ye, bi zimanekî biyanî ji bo zarokên xelkê “Bêvan” dersan dide, li derdora wê her kes bi zimanê “bêvankî” diaxive, lê ew bi xwe bi vî zimanî nizane, ew dixwaze vegere welatê xwe (Kurdistanê) û ji vê izdirabê bifilite. Gelo ne normal e ku kesekî wusa bifikire?

Di sistema ne demokratîk ya Tirkîyê da, di mijarên bi vî awayî da kesekî nikare ji rewşa xwe gazindan bike. Em dizanin ku ji ber şerê PKK li bakûrê Kurdistanê, dema ku ji bo “xizmeta” leşkertîya mecbûrî xortên Tirkan dişandin Kurdistanê, ev ji bo malabatên wan û ji bo wan dibû sedema tirs û êşekî mezin, lewra li Kurdistanê serê çend rojan carekî her leşker dihatine kuştinê. Her wusa jî Kurdên şervan û yên sivîl dihatine kuştinê, lê kuştina van Kurdan ne derdê Tirkan bû. Ew ketibûn xema zarokên xwe. Ji malbatên Tirk yên ku destê wan digihîjî cihên bilind, torpîl çêdikirin da ku zarokên xwe neşînin vê “herema tehlûke”. Leşkerên ku li Kurdistanê “xizmeta” xwe dikirin vê yekê ji bo xwe wek bêşansîtîyekî mezin didîtin û her wusa jî psîkolojîya gelekan ji wan xira dibû. Lê belê ne ev leşker û ne jî malbatên wan dikaribûn bi eşkereyî ji vê yekê gazindan bikirina, her kes di donê xwe da diqijilî. Ji ber hin sedeman heta niha gelek kêm kes (ku di nav wan da Kurd jî hene) “xizmeta” leşkertîya mecbûrî red kirine û êş û cezayê vê redkirinê dîtine.

Heman tişt di dereceyekî din da ji bo mamosteyên Tirk jî wusa bû. Di salên 90î û pê va, dewletê cot miaş dida mamosteyên ku li Kurdistanê dixebitîn, lewra gelek kes nedixwest li wir bixebitin. Di twîta vê mamosteya Tirk da xwiya nake ku ji bo kuştina zimanê zarokên Kurdan ew tu xeman dixwe, lê ew jî ketîye derdê xwe, dibêje “ez heyf im” ku li warê zimanekî ji bo min biyanî da ez bixebitim û bijîm, dibêje “ez mehf dibim.”

Nijadperestîya tirkî û zimankujî, bingeha sîstema perwerdehîya dewleta Tirk e li Kurdistanê û li Tirkîyê. Hemû mamosteyên ku di vê sîstemê da dixebitin, kêm û zêde alîkarîya vê pêvajoyê dikin. Li Kurdistanê di sîstema perwerdeyîya dewleta Tirkan da çend cûre mamoste hene û em tev bûne şahidên van mamosteyan:

1- Mamosteyên ku parastina nirxên dewleta Tirkan (yekparebûna dewleta Tirkîyê û yek miletbûna hemû şênîyên Tirkîyê) ji xwe ra kirine bingeha liv û tevgera mamostetîyê. Kesên di vê kategorîyê da ku piranîya wan ku bi esl xwe Tirk dihesibînin, karê xwe (karê asîmîlekirina zarokên Kurdan) ji dil û can wek “wezîfeya mîllî” dikin. Ji destê wan were, dixwazin ku zarokên Kurdan “bikin meriv” ango tam asîmîle bikin û ji Kurdbûnê dûr bixin. Kesên wusa dikarin, kemalîst, çep, rast an jî îslamî bin, armanc her yek e. Beşek ji van mamosteyan jinên serbazên leşkerên dagirker in, ew bi xwe di rewşeka psîkolojîya xirab da ne, zarokên Kurdan di destê wan da wek kobay in.

2- Mamosteyên ku xwe Tirk dihesibînin lê derdekî wanê hinde zêde wekî kategorîya 1a tuneye ku îllahî zarokên Kurdan asîmîle bikin. Bê guman perwerdeya bi zimanê tirkî ji xwe bi serê xwe pergalekî bişkaftina zarokên Kurdan e, lê mamosteyên di vê kategorîyê da (ku hejmara wan berê gelek kêm bû û niha dibe ku ji berê hindik zêdetir be) vî karê xwe zêde ji dil û can û wek “wezîfeya mîllî” nakin. Dixwazin di demekî zûtir da tayîna wan derkebe û ji Kurdistanê herin. Dibe ku hin ji wan, wek gotin çend gotinên kurdî jî jiberbikin. 3- Mamosteyên ku bi eslê xwe Kurd in û hizra Kurdbûnê li ba wan heye. Ev beşa mamosteyan bi her firsetî Kurdbûna xwe bi şagirtên dibistanê ra eşkere dikin. Carna bi çend gotinên kurdî di nav dersê da an jî di tenefûsê da, carna bi kurdî axaftina bi dê û bavên şagirtan ra û herî zêde jî di dawet, şahî û di Newrozan da zarok dibînin ku ev mamoste jî ji wan in ango Kurd in. Mamosteyên di vê kategorîyê da karê xwe “ji dil û can wek wezîfeya mîllî ya Tirkan” nakin. Ev karê debara jîyana wan e, ku rewş biguhere ê beşekî ji van mamosteyan bixwestana bi zimanê kurdî dersên xwe bidana şagirtên Kurd. Di vê kategorîyê da hejmarek mamosteyên ciwan, di zanîngehên Tirkan yên li Kurdistanê da mastera xwe di beşên zimanê kurdî da kirine. Ku rewş biguhere û ku Kurd di warê ziman da statûyekî bidestxin, hingê ev mamosteyên ciwan hem dikarin wek mamoste û hem jî wek perwedekarên mamosteyan bixebitin.

 
Guher, 2013, pastelên bi don, 14,5x17,5 cm


Şiroveya li ser Coco Mat 3, 2011, krayon, 21x20,5 cm


Şiroveya li ser Coco Mat 2, 2011, krayon, 21x20,5 cm


Şiroveya li ser Coco Mat 2, 2011, krayon, 21x20,5 cm


Rojbûna te pîroz be Yunanîstan!


“... Şa bibe, şa bibe bi Azadîyê”*
Wek netewe di têkoşîna xwe da wun serketin. Em Kurd jî wekî netewe, ji bo rizgarîya netewî, ji bo ji koletiya Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê rizgar bibin têdikoşin.

Em Kurd jî wek netewe, bi têkoşînên xwe em ê karibin Kurdistana azad, serbixwe û yekbûyî avabikin.

* Rêza dawî ya sirûda netewî ya Yunan.
& & 

1821 -2021
200 sal berîya niha şoreşa Yunanan li himberê dagirkerîya Tirkên Osmanî despêkir.

25 ê adara isal, 200 salîya despêkirina şoreşa Yunanan e. Ev şoreşa hanê bi rabûn û ketin, di sala 1830 da bû xwedî dewlet û hate naskirinê. Ev dewlet derdora 1 ji 4 a ya erdnîgarîya Yunanistana niha ye. Dîsa bi serketin û şikestinan, 117 sal piştî avakirina dewlata despêkê, di sala 1947 a da gihîşte tixûb û erdnîgarîya xwe ya niha.

Wek yek ji şoreşên herî despêkê yên miletên bindestên Tirkan û wek avakirina dewleta herî pêşî ya miletekî ku bindestê Tirkan bû, ji bo miletên bindest bû îlham û mînak.

Aqûbet bila serê me Kurdan û welatê me Kurdistanê be.
25/03/2021


“Yunanîstan di nav xirbeyên Messolongî da” berhema resamê navdar yê Fransî Eugène Delacroix

24/11/2020

Hin Sedemên Bêdewletbûna Me

Kekê Husên DuZen, îroj li ser Facebookê da behsa mijarekî giring kiribû. Li ser vê mijarê min jî got ka wek şirove ez jî fikra xwe binivîsim. Lê min nikaribû wan ramanên xwe wusa bi kurtayî bigota. Vêca, ez li vir wê nivîsa Husên DuZen û wê şiroveya xwe, hindek berfirekirî diweşînim.

Husên DuZen wusa nivîsîye:

“Di șirovekirina nedewletbûna Kurdistanê de her kêmasiyek ber bi çavên min ketiye. Gelo bi dirêjahiya sed salan ev gelê li ser axa xwe bicûhbûyî nikarîbû bibe dewlet? Bi min wisa tê ku mifteya bersîva vê pirsyarê di cîhekî kûr de ye ku heta lêkolînên bûyî xwe nikarîbûn bighandanayê. Bêguman ruhiyeta civakî ya kurdan ji bo vê rewșê xwedî cihekî girîng e. Lê jê jî bêtir bi min wisa tê ku hêzeke din heye ku her nexwestiye kurd bibin dewlet. Gelo dibe ku dewlemendiya neftê ya axa wan be, ev astengiya ku li pêșber dewletbûna kurdan bûye kelem? Qe nebe ev dikare ji bo destpêka karê li ser vê babetê bibe alîkar. Her weha wek ku caranan tê gotin kurdbûna Selahhadînê Eyûbî jî dikare bandora xwe li ser dunya rojava hiștibe ji bo ku nehêlin kurd bibin dewlet. Her weha lawaziya xweshbînî û adaletê di dînê îslamê de jî dikare mîna sedemekî bê dîtin ku ji geșbûna hizra kurdewarî re bûye asteng. Ji ber ku nedewletbûna kurdan xwedî ewqas sedemên tevlihev e, dê qolincên dewletbûna wan jî zaf bi êș bin.“

Kompozîsyon, 2014, hibra çînî, 12x15 cm

Nivîsa min ya şirove jî ev e:

Ez dibêm qê li kêleka ew faktorên ku te behsa wan kirîye, hin faktorên din jî hene. Ji sala 1850 yan û pê va alerjîyekî dewletên rojava li himber Kurdan çêdibe. Rola mîsyonerên xirîstîyan di nav Asurî û Ermenîyan da û li hin deverên Kurdistanê kuştina hin Asûrî û Ermenîyan bi destê Kurdan va, sedemên sereke yên vê alerjîyê ne. Divê em ji bîr nekin ku mîsyoner wek sîxûr û rojnamevanên serdema me bûn. Dema ku ew vedigerîyan welatên xwe, raporan didan berpirsîyarên xwe, bi rojnamevanan ra dipeyvîyan û pirtûkan dinivîsandin. Dema ku mîsyoner diçûne Kurdistanê, bi wan ra wergerên wan yên Ermenî hebûn û ev werger kesên zimannas, xwenda û neteweperestên Ermenî bûn. Hemû zanîn û malûmatên ku ê ev mîsyoner û her wusa jî ew balyozxaneyên dewletan ku li Kurdistanê û li Tirkîyê hebûn di derbarê Kurdan da werbigirtana, wek mînak, di derbarê axa û begê Kurdan, nifûs û hejmara Kurdan, Kurd çi dikin û çi nakin û hwd., pêşî divîya ji parzona (fîltre) van Ermenîyan ra derbasbibûya. Wergeran û berpirsîyarên patrikxane û dêrên Ermenîyan û her wusa jî ronakbîrên Ermenîyan, di derbarê Kurdan û Kurdistanê da dezenformasyonan didan diplomat û mîsyonerên Ewropî.

Di warê hikumdarîya li ser axa Kurdistanê da, hê ji salên 1880 yan da, di navbera Kurdan û Ermenîyan (miletê sadiqê Osmanîyan) da reqabet hebû. Ermenîya hikumdarîya Tirkan li ser xwe qebûldikir, lê nedixwestin di nava dewletekî Kurdan da bin. Osmanîyan di salên 1880 yan û pê va, di pêvajoya şerên Uris û Tirkan da Ermenîyan dikûşt lê Ermenîyan gilî û gazindan ji Kurdan dikir, ew “sadiqên” efendîyên xwe bûn, lê em Kurd ne wekî wan bûn. Tirkan di nav şerê dinyayê yê yekan da komkujî bi Ermenîyan kirin (1915), lê di salên 1916 - 1917 da Ermenîyên çekdar ketin pêş artêşa Ûris (ku hingê hima bêje nîvê bakûrê Kurdistana îroyîn dagirkiribû), vê carê heyfa xwe ji Kurdan sitandin û en hindik 700 hezar Kurd hatin kuştin û ji ber xelayê mirin. Bi şoreşa Bolşevîkan (1917) ra artêşa Ûris û ev Ermenî ji Kurdistanê vekişîn.

Dema ku şerê dinyayê yê yeka qedîya (1918), Kurd û bakûrê Kurdistanê di rewşekî gelek xirab û perîşan da bûn, beşekî mezin ya nifûsê hatibû kuştin, nefîkirin û xelayî jî Kurdan mehfkiribû. Weşanên rêxistinên Kurdan yên hingê, behsa van yekan dikin. Her di wê serdemê da Tirkan di nav Kurdan da propaxandeya wê yekê dikirin ku, “gawir dixwazin Kurdistanê bikin Ermenistan”. Beşekî Kurdan ji ber vê tirsê, bûn hevkarên Tirkan û her wusa jî ji ber vê tirsê li dijî Fransizan şerkirin, dîsa her di wê demê da Tirkan ji Kurdan ra digotin ku em ê mafê we yên netewî û otonomîyê bidine we, bi vî awayî Kurd hatin xapandin. Divê were gotin ku, gelek Kurd jî nehatin xapandin û bawerîya xwe bi Tirkan neanîn. Bê guman meriv li vir dikare behsa ewan qelsîyên ku di nav Kurdan da hene jî bike, wek perçebûna olî, eşîrtî, zaravayî û hwd., lê ev nayê wê wateyê ku tiştên bi vî awayî li ba Ereb û Arnawutan tunebûne, ku ew bûn xwedî dewlet.

Dema ku em gihîştên salên 1919 û 1920 an, di konferansên aşîtîyê li Ewropayê da, delegeyên Kurd û Ermenî ketin qirka hevdû, ka kê der Kurdistan e û kê der jî Ermenistan e. Dema ku meriv nexşeya Kurdistan û Ermenistanê ya di peymana têkçûyî ya Sevrê da dinêre, meriv dibîne ka çiqas neheqî li Kurdan hatîye kirin. Polîtîkaya dewleta Ermenistanê ya van 30 salên dawî di derbarê Kurdên ku li Ermenistanê dijîyan û dijîn, (ew dêk û dolabên ku dewlet û neteweperestên Ermenî anîne serê Kurdên me yên li Ermenistanê, çewa Kurdên misilman yên bijarte hatin kuştin û berî 20 hezar Kurdên misilman dan û çewa dubendîyê kirin nav Kurdên me yên Êzidî. Çewa li wê derê miletekî bi navê Êzidî û zimanekî bi navê êzidikî dane çêkirinê û ew planên wan yên li ser Kurdên Zaza û Elewî), dikare ji bo me nîyeta Ermenîyan ya di derbarê Kurdan da, ya despêka sedsala 20a jî eşkere û ronahî bike.
Kompozîsyon,2013, reji, 29,5x21 cm

Kurd di van şertên ku min li jorê behsa wan kirîye da derbasê sedsala 20an bûbûn, ew sedsala ku wek “berbanga şîyarbûn û mafên miletên bindest” dihate binavkirinê, ji alîyekî va behsa Prensîpên Wîlson û alîyekî dî va, xwedê giravî “mafê çarenivîsa neteweyan” ya Bolşevîkan dihate kirin. Herçî Bolşevîk bûn, ew dewleta pêşî bûn ku hikumeta Enqerê (1920) naskirin û her wusa jî bi cebirxane û alîkarîya maddî ya zêr alîkarîya hikumeta Tirkan ya Enqerê (Kemalîstan) kirin her wê demê da fîloyên firokeyên şer jî dabûn Tirkan.

Ji sala 1921ê û pê va îngîlîz jî bûn hevalbendên Tirkan û balansa şerê Tirk û Yunanan (1919-1922) guherî û Yunan şikestin. Di sala 1920 a da, li Enqerê di nav Îttîhatçîyan da (ku paşê piranîya wan bûn Kemalîst), gotina herî populer gotina "rêheval" ango "yoldaş" a tirkî ye. Tirkan bi zîrektî xwe li ber dilê Bolşevîkan xweş kir û Bolşevîkan jî, ji bo ku di şerê navxweyî yê Rusyayê da, bikaribin da serbikebin, sinorên xwe yên li Qafqasan û Derya Reş bikin nav garantîyê da û îmtiyazên rêyên deryayî (derbazgehên ku di navbera Deryaya Reş û Egeyê da hene) bidestbixin, bûn dostên Tirkan. Ji bo Bolşevîkan ne pîvanên exlakî, wîjdanî û ne jî mafê çarenivîsa xelkên bindest muhîm bûn. Ew bûn dostên qetlîamkarên Kurd, Yunan û Ermenîyan.

Di pêvajoya komkujîyên ku dewleta Tirk li ser Kurdan kirin (Qoçgirî 1921a heta Dêrsîm 1938a), di warê maddî û manewî da Bolşevîk hevkarên Tirkan bûn. Wek mînak ji bo fetisandina serîhildana Agirîyê (1926-1930) Sovyetê alîkarîya istixbaratî daye Tirkan û her wusa jî Kurdên ku li pişt çîyayê Agirî, di Naxçîwanê (di nav Sovyetê da bû) dijîyan, bi zorekî koçberê cumhurîyetên Asya Navîn dike. Her wusa jî, komkujîya Dêrsîmê, ji alîyê Komuntern (Enternasyonala 3ya) va wek “reformên enerjîk yê Kemalîstan” tê bi navkirin û silavkirin.

Di serdema çarîtîya (Qeyserî) Rusyayê da, ji ber ku ew dijminên Tirkan bûn, hin têkilîyên Kurdan bi Rusyayê ra hebûn, Bolşevîkan van têkilîyên nepenî dane Tirkan. Ez bi xwe di wê şikê da me ku, di deşîfrekirina rêxistina Azadîyê da tilîya Bolşevîkan jî heye. Ew rola Xalid Begê Cibrî û hevalên wî, bi îhtîmalekî mezin ji alîyê Bolşevîkan va li ba Tirkan tê deşîfrekirinê.

Sewîya hizra netewî, ronakbîrî û rêxistînbûna Kurdan her çiqas nedihîgîşt asta miletên xirîstîyan yên Balkanan jî, lê ji ya Ereb û Arnawûdan kêmtir nîn bû, lê dezavantaja me di warê erdnîgarîyê da jî hebû, em wek welat û milet li kêleka Tirkan û Tirkîyê da bûn, ev yek karê Tirkan hêsantir kir. Wek mînak, dema ku piştî şerên Balkanan, ji ber serketina Yunanîstan û Bulgarîstanê û şikestina dewleta Osmanî, êdî Arnawutluk di warê erdnîgarîyê da ji dewleta Osmanî qût bûbû, hingê bi vê avantaja mezin dewleta Arnawutlukê hate avakirinê.

Ez di wê bawerîyê da me ku yek ji mifteyên girîng ya sedemên bindestîya me, di nav wê telgrafa ku Mustafa Kemal ji serleşkerîya artêşa Cezîre ya Osmanlî ra şandibû da ye (1918). Dema ku ji wan ra digot ku: “dijmintîya Kurdan li himberî îngîlîz û Fransizsan wusa gurr û geş bikin da ku di siberojê da êdî ev dijminatî neyete sererastkirin.”. Erê, Mustafa Kemalê dostê Lenîn û Sovyetê, hingê me kir dijminên îngîlîz û Fransizan. Kurdan li başûr, li Silêmanî li himberê îngîlîzan ji bo serxwebûnê dest bi şer kirin (di serdemekî da ku Hîndîstana mezin jî nikaribû vê daxwazê bikira, hingê dewletên manda avadibûn û ê İraqa îroyîn jî bi tevî başûrê Kurdistanê paşê bibûya mandeya îngîlîzan) û her wusa jî li bajarên İntab, Maraş û Ruhayê da jî li himberê Fransizan şer kirin. Ev bûyerên hanê, ew alerjîya dewletên rojavayê ya ku li himber me Kurdan hebû hê jî zêdetir kir.

Biryar, 2013, rejî, 16,5x10 cm

Divê ez li vir behsa wê yekê bikim ku, di şerê cîhanê ya yeka da Îngîlîz û Fransiz hevpeymanên hev bûn û dewleta Osmanî û Almanyayê di şer da şikandin. Dewleta Osmanî bi Mutarekeya Mondrosê di sala 1918 da dev ji çekan berda û hêzên serketî jî ketin nav axa dewleta Osmanî. Îngîlîz ketin İraq û Fransiz jî Sûrîya îroyîn. Ev tên zanîn. Ew tiştê ku me zêde fêhmnekirîye ev e: Kurd ne berîya şer û ne jî di pêvajoyê şer da li himberê dewleta Osmanî, ji bo mafên xwe yên netewî şernekiribûn (tenê li Qoçgirî û li Dêrsîmê da ne di bin qontrola Tirkan da bûn), lê bi handan û tûjkirina Tirkan (dewleta di şer da şikestî), Kurdan li himberê Îngîlîz û Fransizan (dewletên di şer da serketî) ketin nav şer. Ev yek ji alîyê Îngîlîz û Fransizan va, di asta heremî da wek terrîya (dûv) şerê cîhanê ya yekan hat hesibandin, Kurd wek fedayîyên dewleta Osmanî hatin xwiyakirin. 

Ji bo ku em baştir vê pêvajoyê fêhmbikin, de ka em wê serdem û pratîka Kurdan bînin sala 2003 ya: Di şerê Amerîka û hevpeymanên wê yê bi dewleta İraqê ra, İraq şikest û hêzên Amerîkayê İraqê dagirkirin. Ku Kurdan bi aqilê salên 1920an tevbigerîyana wê li himber Amerîkayê biketina nav şer (di mînaka Şêx Mehmud da ji bo serxwebûnê û di mînaka İntab, Maraş û Ruhayê da jî ji bo parastina xaka dewleta İraqê). Kurdan li başûrê Kurdistanê (bê guman bi dehan salan li himberê dewleta İraqê şer kiribûn) di sala 2003 ya da, wekî despêka sedsala 20 an nekir, ew bûn hevpeymanên Amerîkayê û gihîştin statuya xwe ya niha. Lê li bakûrê Kurdistanê Kurdên “antî emperyalîst” hebûn, em baş dizanin ka çewa PKK di sala 2003 ya da, mil bi mil bi çepên Tirkan ra, li dijî şerê ruxandina rejima Saddam derket. Berîya ruxandina Saddam, di Newroza 2003 yan da, li Amedê nîv mîlyon Kurdên bi fikrên PKK gêj û efsûnbûyî, li dij şer derdiketin û ji bo “aşîtiyê” diqîrîyan! Ji bo wê “aşîtîya” ku li ser kolebûn û bindestîya me hatîye avakirinê! Li bajarên Tirkîyê jî, hêzên çep, rast û îslamî bi heman daxwazan rabîbûn ser pîyan.

Peymana Sevra têkçûyî û Lozana ku heta niha hê jî ji me nehatîye ku em wê xirabikin, her piştî evan bûyerên dîrokî çêbûne. Tirkan piştî demekî kin me Kurdan şikand û wek îronîya dîrokê, leqabên “Gazî, Kahraman, Şanlı” danîn pêş bajarên bakûrê Kurdistanê yên navborî! Di vê şikandin, bindestkirina Kurdan da, Tirkan hem ji emperyalîstan (îngîlîz û Fransiz) û hem jî ji Sovyeta komunîst alîkarîyê sitandin!

Di salên 1920 an da dinya emperyalîst û ya komunîst bi hev ra, bê rehm li Kurdan hatibûn xezebê û peymana lanetî ya Lozanê (1923) ev bindestîya me ya heta îroj tayînkir. Ji wê çaxê va, dewletên bi hêz yên cîhanê, bi tevî dewletên dagirkerên Kurdistanê, bûne notirvanên “pîrozbûna” van tixûbên ku milet û welatê me perçedikin û ku bûne sembolên bindestî û bêdewletbûna me. Divê em ji bîrnekin ku, di sala 1991ê da ku Sovyet hilneweşîya, hêzên rojavayî wê bi ti awayî nikaribûna Seddam ji Quweytê derxistana û her wusa jî ev statûya me ya ku li başûrê welatê me da heye, wê pêknehata.
20/11/2020

Xençer û qelem, 2014, teknîka tevlîhev, 21x30 cm

Serhad Bapîr bû mêvanê bernameya “Çand û Edebîyat” ya Netew TV - Dijîtal Medya.

Di 10-11- 2020a da ez bûm mêvanê bernameya “Çand û Edebîyat” ya Netew TV - Dijîtal Medya. Bernameyê nivîskarê hêja Silêman Demîr çêdike, di bernamê da min bersiva pirsên wî û yên temaşevanan da û her wusa jî min behsa hunera xwe kir. Bername li ser facebook, İnstagram û YouTube bi awayekî rasterast tê weşandin.

  

Gotûbêjekî Li Ser Çepgirî Û Neteweperwerîyê Bi Fuat Onen Ra


Kekê Fuat Onen li ser Facebookê di 22yê Cotmeha 2020 da nivîsekî bi zimanê tirkî "Egemen ulus solcuları" yê li ser “çepgirên neteweyê serdest” weşand. Ez nivîsên bi zimanê tirkî yên Kurdan naxweynim û min vê nivîsê nedîtibû û ji xwe min ê nexwenda. Di 23yê Cotmehê da Şemdettin İşikli di Facebookê da kurdîya vê nivîse (Çepgiriya Neteweyê Serwer) weşand, dibe ku ewî wergerandibe ser zimanê me. Hingê cara pêşî min nivîsê dît û li binî jî min vê şiroveya xwe nivîsî:

Serhad Bapîr: Çewa ku îslamîstîya baş ya Tirka tune ye, her wusa çepgirîya wan ya baş jî tune ye. Ew hemû versîyonên parastina wan îmtîyazên miletê serdest in li ser me Kurdan. Çepgirîya Tirkan em dizanin ka çewa hevalbendê dewleta xwe ye, lê çepgirîya Kurd jî gelek xirapkarîyê li Kurdayetîyê kir, ew bûn bargirê zimanê tirkî di nav Kurdan da û her wusa jî dijminê neteweperwerîya miletê xwe. Her çiqas îstîsna hebin jî, çapemenîya rêxistinên Kurdan yên salên 1970 - 80 yan, şahidîya vê yekê dikin. Pirsgirêk, di îdeolojîya çepgirî û komunîstî bi xwe da heye.

Li ser van dîtinên min kekê Fuat Onen wusa bersiva min da:

Fuat Onen: Serhad Bapîr têgiha dijberî çepgirîyê ne neteweperwerî lê rastgirî ye. Yên li Bakurê Kurdistanê Kurdewerî nûjen kirin û serxwebûnxwazî piştî bêdengîyeke dirêj ji nû de zindî kirin jî çepgirên Kurdistanî bûn ne ku rastgir bûn. Li gor konjonktur û hewayê pênase kirina têgihan ne rast e. Hûn dikarin rastgir bin û dijî sosyalîzmê têkoşîneke îdeolojîk jî bidin. Lê divê berî her tiştî analîzên we bi rastîya welêt re guncav be.

Bûyerên 50 sal berê û tevgerîn siyasî û hişmendîya wê demê pêwîste bê nirxandin û rexnekirin. Lê ne bi vê uslûba cenabê te. Ku sedemên her nebaşîyê di çepgirîyê de dibîne.

Biqasî ku ez zanim li tu derê dinyê neteweperwerên miletê bindest bi vê uslûbê şerê çepgirê xwe nekirine. Ji xwe neteweperwerên Kurdistanê yên klasîk jî şerekî wisa nakin. Yên vê dijberîyê dimeşînin çepgirên kevin û neteweperwerên nû ne.

Erê rast e pirsgirêkên çepgirî û komunîzmê heye. Lê pirsgirêkên rastgirî û kapitalizma we tuneye? Kolonyalîzm bixwe ne encama rastgirî û kapîtalîzmê ye?

Li ser van dîtinên wî yên li ser van dîtinên min, min van tiştên xwarê nivîsî:

Serhad Bapîr: Kekê Fuat ez ne berpirsîyarê rastgiran im û tu carî jî min vî libasî li xwe nekirîye û vê etîketê li xwe danenîye. Ez dibêjim ku “çepgirên Kurd bûn bargirê zimanê tirkî di nav Kurdan da û her wusa jî dijminê neteweperwerîya miletê xwe. Her çiqas îstîsna hebin jî, çapemenîya rêxistinên Kurdan yên salên 1970 - 80 yan, şahidîya vê yekê dikin.” Ev nayê wê maneyê ku rastgirên Kurd hebûne û tiştên baştir kirine.

Ez bi te ra hemfikir im, dema ku tu dibêjî “Yên li Bakurê Kurdistanê Kurdewerî nûjen kirin û serxwebûnxwazî piştî bêdengîyeke dirêj ji nû de zindî kirin jî çepgirên Kurdistanî bûn ne ku rastgir bûn.“, lê bi şertekî, ez dibêjim ku van tiştan hemû bi zimanê tirkî kirin, her wusa jî bi tirkîya rojnameya Cumhurîyetê û ya TDK (Sazîya Ziman Ya Tirk).. Di zimanê tirkî da tercîha rêxistinên Kurdan ew tirkîya kemalîstan bû, ne ya muhafazekarên Tirk. Ev tercîha ziman xala wan ya hevbeş bû bi çepên Tirkan ra. Ev Tirkîya “nûjen” ya kemalîstan anagorê tirkîya “Tercuman”ê ya muhafazekaran, zêdetir xirabî li zimanê kurdî kir bi destê rêxistinên Kurdan. Lewra di tirkîya muhafezakaran da gelek gotinên erebî hebûn ku eynî gotin di kurdî da jî hebûn û ku ew hiş û aqil hebûya, dikaribû bi zimanê kurdî lê di nav vî zimanî da, bi van gotinên erebî sîyaset bihata kirin, lê wusa nebû: Hemû “klasîkên” marksîzmê ji alîyê çepên Tirk yên kemalîst va hatibûn wergerandin û weşandin. Çepên Kurdan jî qûtê xwe ji vê pirtûkxaneyê dixwarin. Çepên Tirkan yên kemalîst dikaribûn di gotina “Kurdistan”ê da Lenîn jî sansor bikirina!

Di salên 1970 yan da slogana “Kurda ra Azadî” ji alîyê piranîya çepên Kurd va dihate redkirinê, bi sedema “çima tenê ji Kurda ra azadî? li Tirkîyê miletên din jî dijîn û her wusa jî proleterya ya hemû miletan yek in û ew çîna bindest e û hwd.”.

Birca Zembîlfiros, 1998, grafîka li ser metal bi asît, 19,5x17,5 cm


Di kovara Rizgarîyê da, bi argumentên çepgirîyê û her wusa dîsa bi zimanê tirkî “neteweperestîya miletên bindest pêşverûtî ye” dihate gotinê, lê ev tevger ji alîyê hemû rêxistinên çepgirên Kurd va wek “burjuva milliyetçileri” ango neteweperstên burjûwazîyê dihate binavkirin. Tu dewlemendên Kurd li pişt Rizgarîyê tunebûn, lê dîsa jî wusa jê ra digotin. Gelo çima? Lewra li gor ideolojîya Marksîzmê neteweperwerî îdeolojîya burjûwazîyê ye, di dîrokê da, piştî şoreşa Fransayê (1787) derket, di dema xwe da rolekî pêşverû leyîstîye û niha (modeya wê derbasbûye û) bûye xwedîyê rolekî paşverû!

Kurdên ku dixwazin neteweperwerîyê fêhmbikin, divê berçavkên Marksîzmê ji ber çavê xwe derînin. Diroka neteweperwerîyê diçe bi hezaran salan dûr. Wek mînak: Dema ku arteşa qerase ya Farisan berîya 2500 salan çend caran hat Yunanîstanê talan û dagirkir, Yunanan bi xêra neteweperwerîya Yunanî xwe dane hev, reqabeta di nav xwe da dane alîyekî û bi vî awayê ji wan hat ku artêşa Farisan bişkînin. Edebîyat, teatro û diroknivîsîya dewlemend ya Yunanîstana hingê, şahidîya vê neteweperwerîyê dikin. Û ev ne neteweperwerîya wekî ya Tirkan ya êrişkar, talankar û îstîlakar e, ev parastina miletê Yunan, medenîyeta Yunan, Yunanîstana hingê û demokrasîyê ye, li himberê Farisên talanker û despot. Lê di warê pênasîya neteweperwerî da asoya berçavkên Marksîstan nagihîje 300 sal berîya niha, Ehmedê Xanê yê me jî, lê tenê heta 200 sal berîya niha diçe!

Bajar , 2005, grafîka li ser linolû  şîrêj, 32x32 cm


Çewa ku rengên jîyanê ne tenê reş û sipî ne, sîyaset jî ne tenê komunîst û kapitalîstî, çepgir û rastgirî ye. Di navbera dêr û mizgeftê da meriv ne mecbûr e ku yekî hilbijêre, dibe ku bawerîya meriv bi her duyan jî neyê, dibe ku meriv kesekî bê ol be, an jî bala xwe bide ol - molên din. Di nasnameya sîyasî da dibe ku meriv lîberal, sosyal demokrat, humanîst, xwezaperest û hwd. be jî. Çima îllahî divê meriv bikebe nav qalibên çepgirtî û rastgirtîyê? Lewra çepgirtî anagorê rastgirtîyê xwe motîve dike û beravajîyê vîya jî rasgirî dike.

Komunîstên Kurd xwe komunîstên herî baş dibînin û rexne li komunîstên Tirk, Faris û Ereban digrin û dibêjin ku ew ne komunîstên rasteqînî ne, eynî wekî îslamîstên Kurd, ku ew rexne li 50 dewletên misilman û her wusa jî li islamîstên Tirk, Faris û Ereban digrin, dibêjin ku ew ne misilmanên rasteqînî ne, yên rast em in. Ev her du dîtin ji çiqas dişibin hev newsa? Di her du yan da jî yên din şaş in, yên rast em in û em alayên rasteqînî yên marksîm û îslamîyetê bilind dikin! Kî ? Em, ango yên ku bê dewlet, bê pişt, bê kes û bindest!

Di Komunîzm û çepgirîyê bi xwe da pirsgirêk heye, ne di Komunîst û çepgirên Tirk, Ereb û Farisan da, pirsgiırêk di îdeolojîya komunîzm û çepgirîyê da ye,(eynî tişt ji bo îslamê jî wusa ye) ku ew bi xwe jî bûye wek bawerî û olekî. Di vir da ez dixwazim minakekî bidim: Di sala 2003 ya da dewleta Amerîkayê anagorê hesabên ku em pê dizanin, xwest rejima Seddam ya İraqê bişkîne, biruxîne. Li seranserê dinyayê partîyên komunîst û çep û her wusa jî li welatên misilman îslamîst rabûn ser pîya û li dijî vê mudaxaleyê û şerî derketin. Çep bi sedema antî emperyalîzmê û îslamî jî, ji ber ku İraq dewletekî misilman bû, Amerîka dewletekî gawir û pişgirê Îsraîlê bû, ji ber vê yekê. Gulê were danûyan! Tunekirina 8 hezar Berzanîyên nêr, bombebarankirina kimyayî ya Helebçeyê, bi tevahî Enfala 182 hezar Kurdên başûrê Kurdistanê di nav 5-6 salan da, ne bala komunîst û çepgiran û ne jî bala misilmanên cîhanê kişand, her yek ji wan ji ber sedemên xwe li himberê Amerîkayê bûn û bûn dilxwaz û pasevanên rejima Seddam. Hewce nake ku ez li vir behsa wê yekê bikim ku, bi pêşengîya Amerîkayê mudaxaleya sala 1991ê û ketina rejima Seddam (2003), çi derfet û îmkanan ji bo me Kurdan derxist meydanê. 

Sûra Amedê, 2001, grafîka li ser metal bi asît, 29x73 cm


Di sala 1991 a û sala 2003 ya da çepgir û îslamîstên dinyayê ji me Kurdan dixwest ku em li dijî Amerîkayê rabin! Eynî raman di telgrafa Mustafa Kemal ya ku ji serleşkerîya artêşa Cezîre ya Osmanlî ra dişand da jî hebû (1918): Dema ku ji wan ra digot “dijmintîya Kurdan li himberî îngîlîz û Fransizsan wusa gurr û geş bikin da ku di siberojê da êdî ev dijminatî neyete sererastkirin.”. Erê, Mustafa Kemalê dostê Lenîn û Sovyetê, hingê me kir dijminên îngîlîz û Fransizan, lê Tirkan piştî demekî kin me Kurdan şikand û wek îronîya dîrokê, leqabên “Gazî, Kahraman, Şanlı” danîn pêş bajarên Kurdistanê! Di vê şikandin, bindestkirina Kurdan da, Tirkan hem ji emperyalîstan (îngîlîz û Fransiz) û hem jî ji Sovyeta Komunîst alîkarîyê sitandin!

Ol û îdeolojî dikare meriv bê hîs û kor bike: Di minaka Komara Kurdistanê (1946) da dikare bi meriv bide gotin ku “perçe dikare gorî (feda) butunê (tevayîyê) bibe”, di mînaka Surîye û İraqê da “Bi rêya dervayê kapîtalîzmê derbasbûna sosyalîzmê” xweşê gohê meriv dikare were û dikare 2 partîyên Kurdan bike nav “Sol Birlik” ango Yekîtîya Çep a bi partîyên komunîst û çep yên kemalîstên Tirk!

25/10/2020

Fuat Onen li ser van dîtinên min yên jorê wusa nivîsî:

Serhad Bapir, ev ne dîalog e. Tu van rêzikan bo çi dinivîsî nizanim. Mijara me ne dîroka nêz ya 50 salî ye. Di derheq wê de analîzên min hene û tê zanîn. Di mijara zimanê wê demê de hişmendîya wê demê de jî. Li jor analîzek heye. Cenabê te weke bersîv dîroka nêzîk bi nerîna xwe ya îroyîn dinivîsînî.

Silav û daxwaza serkeftinê.

23/11/2020

Têbinîyeki Kurt

Ev derdora 40 sal in ku ez bi kurdî dinivîsim, dîsa ev derdora 20 sal in ku ez di kovar û malperên kurdî da û her wusa jî ev 14 sal in ez di vê bloga xwe da dinivîsim. Ji despêka nivîsandina min (1978) heta roja 23/09/2020a, min du herfên alfabeya kurdî bi forma (ı) û (i) bikaranîye. Ji 23/09/2020a û pê va, êdî ez jî wekî piranîya Kurdan van her du herfan bi forma (i) û (î) dinivîsim. Her çiqas ez hê jî forma (ı) û (i) ji bo alfabeya kurdî baştir dibînim jî, lê ji ber ku di wergera Google da, dema ku meriv heman nivîsî bi forma (i) û (î) dinivîse, anagorê forma dinê wateya nivîsê baştir tê wergerandinê, min vê biryara xwe girt. Min vê yekê bi wergera ser her du zimanên din ku ez ewan dizanim (yunanî û tirkî), ceriband. îhtîmalek mezin e ku, ev yek ji bo wergera ser bi zimanên din jî wusa ye.

Li ser Facebookê da derdora 1000 hevalên min hene ku nîvê ewan Kurd, nîvê dinê jî Yunan in (ku ew bi xwe hevalên min ên hunermend, mamoste û dostên min in) û dibe ku 10-15 kes jî ji miletên cihê hebin. Gelek caran hevalên min yên Yunan tiştên ku ez bi kurdî dinivîsim meraq dikin û naveroka wan ji min dipirsin. Ev biryara min wê alîkarîya wan û her kesê ku dixwaze wergera Google bikarbîne bike.

Ez ê nivîsên xwe yên kevn jî, anagorê vê biryara xwe, bere-bere sererast bikim.

Bijî Kurdistan, 1993, penusa rengîn, 9x21 cm

07/10/2020

Pêşengeha Mînîaturan ya Komeleya Hunermendên Hunera Şêwekarî ya Bakûrê Yunanîstanê

Bi van 4 berhemên xwe ez beşdarî pêşengeha komî ya miniaturan, ya Komeleya Hunermendên Hunera Şêwekarî ya Bakûrê Yunanîstanê dibim. Pêşengeh li avahîya Nexşedanîna Bajarvanîyê & Lêkonînên Mîmarî yê Bajarvanîya Thessalonîki çêdibe. Pêşengeh di navbera 5-25 Cotmeha 2020a da pêktê.



Dîmen, 2020, rengên akrîlîk, 12x12 cm



Dîmen, 2020, rengên akrîlîk, 12x12 cm



Dîmen, 2020, rengên akrîlîk, 12x12 cm



Dîmen, 2020, rengên akrîlîk, 12x12 cm



Afîşa pêşengehê

25/09/2020

Îroj salvegera roja me ya pîroz, ya 25/9/2017 ya ye.

Wek milet û wek welat, di diroka me ya nêzîk da serketina me ya herî mezin, li seranserê başûrê Kurdistanê da pêkanîna Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye. 

Em 100 carên din jî, ji ber hin sedeman bikebin, em ê dîsa rabin, lewra me biryara xwe daye: wek milet û wek welat em dixwazin bijîn. Me gava pêşî bi referandûma serketî avêt, ew roja me ya herî pîroz ya avakirina Kurdistana serbixwe jî wê dereng nemîne.



Hevîya ji Hezarsala nû,  1999, rengên bi don û pênus, 100x100 cm.

23/09/2020

Serhad Bapîr bû mêvanê bernameya Dengê Dîaspora ya Çarpel Medyayê



Di 7ê îlona 2020a da ez bûm mêvanê bernameya Dengê Dîaspora
ya Çarpel Medyayê. Bernameyê hêja Roza Kurd çêdike û di bernamê da min bersiva
pirsên wê û heta dereceyekî jî yên temaşevanan da û her wusa jî min behsa
hunera xwe kir. Bername li ser facebook, İnstagram, Twitter, YouTube û
Periscope bi awayekî rasterast hat weşandin.



10/02/2020

Pêşengeha bı sernavê “Thessaloniki lı ba Nigarvanan”


Weki beşek jı pirozkırına 80 saliya xwe, Cıvata Xebatên Makedoni lı galeriya xwe pêşengeheki bı sernavê “Thessaloniki lı ba Nigarvanan” pêkani.

Pêşengeh 130 berhemên 80 hunermendên Yunan û biyani pêşkêşdıke ku dı serdema jı nivê sedsala 19 yan  heta roja me hatıne afırandın.

Berhemên pêşengehê jı cıvanbenda Galeriya Civata Xebatên Makedoni, Banqeya Netewi, Galeriya Bajarvaniya Thessaloniki, Odeya Bazırgani û Pişesaziya Thessaloniki, galeriyên Thessaloniki, cıvanbendên ferdi û jı hunermendan bı xwe lı seranserê Yunanistanê hatıne berhevkırın.

Vekırına pêşengehê dı 2/10/2019 da lı avahiya Galeriya Civata Xebatên Makedoni da lı bajarê Thessaloniki pêkhat.

Pêşengeha ku dı despêkê da heta 2/2/2020 hatıbû plankırın, jı ber eleqeya mezın ya hunerdostan wê heta 1/3/2020 a bıdome.

Ez bı 4 berhemên xwe beşdari vê pêşengehê dıbım.


Limana Thessaloniki, 2011, rengên akrilik, 21x30 cm.

Limana Thessaloniki, 2011, rengên akrilik, 21x30 cm.

Limana Thessaloniki, 2011, rengên akrilik, 21x30 cm.

Limana Thessaloniki, 2011, rengên akrilik, 21x30 cm.