Wî li sere çiyayên Kurdistanê, di nava pêşmergeyên xwe da, ji bo şerefa miletê Kurd û ji bo serbestîya Kurdistanê bê westan şer û xebatê kir û bi vê xebata xwe muhra xwe li seranserê sedsala 20an xist. Ew bi vê xebata xwe ji bo me hemûyan bû hîmekî zexm ya Kurdbûn û Kurdmayînê.
Niha jî, partîya wî, Partîya Demokrata Kurdistanê, zarok û nevîyên wî, ji bo avakirina dewleta Kurdistanê ya serbixwe di nav xebatê da ne û bûne hêvî û çiraya hemû Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û Kurdên seranserê cîhanê.Erê Berzanî, te rast gotîye, “di dilê her Kurdekî bi şeref da Kurdistana serbixwe heye.” Sexwebûn, ne tenê maf û daxwaza me hemûyan e, lê heman demî da ev tiştekî wusa ye ku, bi kîjan awayî dibe bila bibe em ê wê bi pêk bînin e, lewra, wek netew, man û nemana me ya sibêrojê, bi serxwebûna Kurdistanê va girêdayî ye.

No comments:
Post a Comment