![]() |
Kompozisyon, 2014, hıbra çini, 18x13 cm |
10/01/2017
Ez
09/01/2017
Qertên Sersalê
Piştî ku di
sala 1987an da
ez ketim Akademîya Hunerên Spehî, piştî salekî - du salan, min destpêkir ji nivîskar,
weşanger û ji hin
nas û dostan ra û her wusa jî, ji xwişk û birayên xwe ra qertên sersalê şand. Di despêkê da
min wan qertan bi hibra çînî çêdikir, ango her qert bi nîgarekî cuda bû û min
wan libo libo bi destan çêdikir. Hingê, min dixwest bi rêya van berhemên xwe
yên hunerî ra, bi van kes û sazîyan ra bikebim nav têkilîyê. Wan bi hunera xwe
bidime nasîn û her wusa bi vê dîyarîya berhemeka hunerî, wan bi hunera nîgarî
ra bikim têkilîdar. Vêca, da ku hunerê vê carê bi destê xwendekarekî hunera nîgarî nas bikin, bi ferqa ku di navbera
berhemekî hunerî û afîş, an jî qertekî ofsetê ya çapkirî da heye, bihisin.
Her wusa, dîsa gelek caran, bi munasebeta serîlêdanan, min gelek berhemên xwe yên orjînal dîyarîya nas û dostan xwe kirîye. Nîyeta min her ew bû ku, ew bi hunera xweser bihisin û bi vî awayî bila hunera orjînal bikebe nav jîyana wan. Bi vî awayî, bere – bere bi çavekî din li hunera nîgarî binêrin û bala xwe bidine berhemên hunermendên Kurd.
Min di sala 1992 ya da Akademîya xwe qedand, lê min vî kurmê xwe heta sala 2006an, her domand.
Di sala 1997an û pê va, vêca min destpêkir û ji bo her sersalê grafîkekî xweser çêkir. Ev grafîk her car bi nîgarekî wek mînak, Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Birca Zenbîlfiroş û bi gelekên din bûn. Min van grafîkên xwe, bi tîrajekî di navbera 20 - 26 liban da, bi destan çap dikir. Ango, min bi van hejmaran grafîkên orjînal çêdikir. Min piranîya van grafîkan bi rêya postê ji nas û dostên xwe û her wusa ji xwişk û birayên xwe ra dişand. Min li pişt van grafîkan, xeynî pîrozkirina sersalê û dilxwazîyê, min daxwaz û hêvîyên xwe yên di derbarê zimanê kurdî da jî dinivîsî.
Edî ev bûbû kevneşopîyekî ji bo min, di hin salan da, carna heta 31ê meha 12yan, ez bi çêkirina van grafîkan mijûl dibûm, heta dawîya salê ez li ser van grafîkan dixebitîm û gelek caran, ji bo hibra van grafîkan zuwa bibe, min wan ji atolya xwe dianî û datanî ser kalorîfera mala xwe. Piştî ku zuwa dibûn, paşê min wan bi rêya postê dişand.
Bi vî awayî, berîya dawîya salê, her sal “tayê min digirt” û bi “mecbûrîyetekî” ku min bi xwe li ser xwe ferz kiribû, ji bo çêkirina van grafîkan dixebitîm.
Çewa ku min got, min dixwest haya hin Kurdên ku li welat û li welatên din da dijîyan û nas û dostên xwe ji hunera xwe çêbikim û bi vî awayî hunera nîgarîyê têxime nav jîyana wan. Li ba min arşîva van berhemên min heye, ka kîjan salê min ji kê ra kîjan grafîka xwe (û hejmara tîraja grafîkê) şandîye.
Piranîya kesên ku min van berhemên xwe ji wan ra dişand, qet bersiva vê dîyarîya min, bi qertek an jî bi nameyekî be jî, ne didan. Lê min ji xwe ra digot, ”tu nabe, bila berhemên min li ba wan hebe û bila bi ferqa berhemekî orjînal û afîş û qertên ofsetê bihisin”.
Min hêvî dikir ku, dibe ku hin kes van
berhemên min çarçove kiribin
û li mala xwe, an jî li nivîsgeha xwe da daliqandibin. Piştî gelek salan, dema
ku min hin ji van kesan zîyaret kir, min dît ku piranîya wan kesan ne tenê van berhemên min çarçove nekiribûn
û li dîwarekî da daneleqandîne, her wusa jî, hin ji wan nizanibûn ka van
berhemên min kirine kîjan qulika malê û peyda jî nedikirin!
Di sala 2006an da, min qertên sersalê yên dawî jî şand û dotira salê min biryara xwe da ku êdî ji tu kesî ra êdî tu qert û merta bi berhemên xwe yên orjînal neşînim. Lê meriv nikare zû bi zû dev ji kurmê xwe berde, her wan salan İnternet êdî baş ketibû nav jîyana me jî, vêca min destpêkir qertê xwe yê sersalê bi rêya İnternetê ji nas û dostên xwe ra dişand. Min hem di sersalan da û hem jî di Newrozan da bi vî awayê qertên xwe yên elekronîkî dişand. Ev qert her car bi fotografekî berhemekî min bû.
Min bala xwe dayê, vayê piranîya van kesên ku ez van qertên elektronîkî ji wan ra dişînim, tu bersiv û mersivê jî nadine min, û di sala 2010an da êdî min biryara xwe da ku êdî ez ê dev jî vî kurmê xwe bi temamî berdim.
Niha, bi awayekî giştî, divê 150-200 grafîk û resimên min li ba 40 kesî û sazîyan hebe. Li ba hinan 1 û li ba hinên din heta 7 berhemên min hene. Ez pê dizanim ku kêm kesan van berhemên min li ba xwe parastine û çarçove kirine û her wusa jî ez pê nizanim ka piranîya van kesan çi bi van berhemên min yên orjînal kirine.
Di sala 2009an da, min di pêşengeha xwe ya grafîkan ya berfireh da, 94 grafîkên xwe nîşanê xelkê da. Bajarvanîya bajarê Thessalonîkî΄yê, ji bo vê pêşengehê katalogekî mezin yê 32 rûpelî yê bi zimanên yunanî û kurdî çapkir. Min vê katalogê bi rêya postê ji 60î zêdetir kesî û sazîyên Kurdan ra şand. Min ji bo Beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîkayê ra jî libekî şandibû. Hingê Xelefê Zibarî bi min ra ji bo bê radyoyê hevpeyvînekî çêkir. Mamê Xelefê Zibarî, bi wê Kurmancîya xwe ya sipehî, rojek berîya ku hevpeyvînê çêbike telefonê min vekir û me bi hev ra sohbetê kir. Hin tiştan ji min pirsî, di nava sohbetê da ji min ra got ku ka gelo ez dizanim kî helbesta sitrana “Nesrîn” ya ku Mihemed Şêxo distre, nivîsîye, min bi sitranê dizanibû, lê minbi xwedîyê helbestê nizanibû. Mamê Xelefê Zibarî ji min ra got ku ewî bi xwe vê helbestê nivîsîye.
Di nav sohbetê da, behsa kataloga min jî kir û got ku “ev berhemên ku di nav vê katalogê da hene gelo qê te hemû çêkirine?” Min got belê. Ewî jî ji min ra got ku “lê portreyê Celadet Bedirxan min berê jî dîtîye, li ba min heye û min li nîvîsgeha xwe da daliqandîye.” Ango anî wê maneyê ku ev berhema ku di katalogê da heye, ne ya min e. Hingê min ji wî ra got ka here li binê berhemê binêre, qê navê min nanivîsîne? Wusa bû. Hingê min jê ra got ku min vê grafîka xwe 6 sal berîya niha, wek qerta sersalê ji Beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîkayê ra şandibû û we tu bersivî jî nedabû min.
Werhasil, ev pêvajoya qertên sersalê ji bo min bû tecrubeyekî û alîkarîya min kir da ku ez di derbarê hunera nîgarî da zêdetir bi pîvan û hizrên civata me bihisim. Her bi vî awayî, ez tu gazincîan ji tu kesî û sazîyê jî nakim.
İroj êdî ez tu kesî bi dîyarîkirina berhemekî xwe nerehet
nakim. Ji xwe xeynî çend kesan, ji berê va, Kurd ji bo hunera min tu tiştekî ji
min napirsin. Li ba me ne rexnegirîya hunerê heye û ne jî bi pîvanên cîhana
hunerê, dîyalogekî bi hunermendan ra heye. Ez sedemên vê yekê dizanim, min
behsa hin alîyên vê pirsgirêkê kirîye.
22/12/2012
Çend grafîkên ku min wekî qertên sersalê ji nas û dostan ra şandîye:
![]() |
Celadet
A. Bedirxan, 2002, grafîka bi asît ya li ser metal, 15x11 cm. |
![]() |
Birca Zembîlfîros, 1998, grafîka bi asît ya li ser metal, 19,5χ17 cm. |
![]() |
Bîhar, 2004, grafîka li ser lînoleum,17x11 cm. |
![]() |
Cegerxwîn, 2003, grafîka li ser metal û lînoleum, 32x22
cm. |
![]() |
Hevî 1, 2005, grafîka li ser lînoleum, 15.5x10 cm. |
![]() |
Hevî 2, 2005, grafîka li ser lînoleum, 15.5x10 cm. |
![]() |
Xalet, 2000, grafîka bi asît ya li ser metal ,
15x14,5 cm. |
![]() |
Zozan û Xezal,1996, grafîka li ser dar, 18x11 cm. |
Nîzamettîn Ariç û Albuma Azadî
Nîzamettîn Ariç, di vê albuma xwe ya nû da, bi şiroveya xwe ya xweser, bi reng û bêhna dengê xwe, vê carê berê xwe dide warê bav û kalan. Berê xwe da wan berhemên zarok û nevîyên Kurdên Êzidî, yên ku bi zehmetî xwe gihandibûn ber bextê Rusya ya Qeyserî. Ew Kurdên ku hejmara wan jî, bi qasî navçeyekî piçûk yê Kurdistanê ye, di nav şertên hukma Sovyetê ya Ermenistan û Gurcistanê da, ji wan hat ku bêhna miletbûnê bidin û bistînin, bi gelek ervaz û nişîvan va, ev berhemên giranbuha afirandin.
Piştî nifşê
êşxwar û bi xem yên wekî Erebê Şemo, Hecîyê Cindî û Qanatê Kurdo, yên ku di sêwîxaneyan
da mezin bûbûn, lê ewan ku hîmê edebîyata kurdî ya nûjen li Sovyeta berê danîn,
nifşê diduyan yê ku li Ermenistanê hatin dinê, yên wekî Fêrîkê Ûsiv û Eskerê
Boyîk û gelekên din, di warê helbest û berhemên din yên edebîyatê da pêşketin.
Nîzamettîn Ariç,
melodîyên xwe nûjen bi çavkanîyên muzîka kurdî avdide û sentezekî sipehî ya
serketî diafrîne. Albuma “Azadî” mînakekî baş ya vê yekê ye, ku dema helbesta lîrîk
ya bi hêz, bi melodîya muzîka bi kalîte ra têne ba hev, vêca berhemekî çewa
serketî dertê meydanê. Helbestên van her
du helbestvanên me yên hêja, dîsa bi me dide xwiyakirinê ka çewa zimanê xelkê dikare
bibe zimanê helbestên bi naverok û yên bi hêz û çewa ev ziman per û baskên xwe
vedide.
Ez dibêm qê, ev
cara pêşî ye ku Kurdên bakûrê Kurdistanê bersivekî hinde baş û lihevhatî didin
beramberê wê xêr û xweşî û xizmeta ku hunermendên Beşa Kurdî ya Radyoya Êrîvanê
li me kirine. Nîzamettîn Ariçê hêja, li ser navê me Kurdên bakûrê Kurdistanê û
hemû Kurdistanê, ji Kurdên Sovyeta berê, yên ku ziman û kultura xwe parastine ra
dibêje “mala we ava û wun her hebin û biafrînin.”
Ji alîyê dî va,
dema ku em bala xwe didine albuma “Azadî”yê, em dibînin ku Nîzamettîn Ariç şirovekî
nû daye helbesta “Gozel” ya Fêrîkê Ûsiv. Aramê Tîgranê nemir, berê, beşekî mezin
ya vê helbestê bi reng û awayê muzîka xwe, bi navê “Kewa Gozel” kiribû sitran. Ev
sitrana kevn ya Aramê Tîgran, di albûma wî ya bi navê “Serxwebûn Xweş e” (Aydin
Muzîk & Mîr Produktîon), ya ku di sala 1995 a da hatîye qeydkirinê da jî
heye. Lê, çewa ku navê tu helbestvanên ku gotinên sitranên vê albuma ku Aramê Tîgran
afirandîye nehatîye nivîsîn, navê Fêrîkê Ûsiv jî nehatîye nivîsîn.
Vê carê Nîzamettîn
Ariç berê xwe dide vê helbesta Fêrîkê Ûsiv û bi melodîyekî din, bi awayekî din
yê serketî, sitranekî din çêdike. Muzîka vê sitranê hîndek rîthma muzîka Maurîce
Ravel ya bi navê “Bolero” anî bîra min.
Ev cara diduyan e
ku ez leqayê helbestekî têm ku şiroveyên ji hev cihê li serê hatine çêkirin û
bûne du sitranên cihê yên serketî. Xeynî vê helbesta navborî, helbesta dî,
helbesta Cegerxwînê nemir yê bi navê “Sala 1959” e, ku ez dibêm qê pêşî Nîzamettîn
Ariç kirîye sitran û dûra jî Semîr Elî vê helbestê bi awayekî dî, dîsa serketî
kirîye sitranekî din. (Her çiqas ku min di qenelakî televîzyonê ya Kurdan da, vê
sitrana Semîr Elî ya bi vê helbesta Cegerxwîn dîtibe û sehkiribe jî, ez pê nizanim
ka Semîr Elî çi navî li vê sitrana xwe danîye. Min vê sitrana Semîr Elî di YouTube
da jî peydanekir.)
Li kêleka sitranên
serketî yên din, sitrana ku herî zêde tesîr li min kir sitrana “Zarotîya me”
bû, ya ku helbesta wê Eskerê Boyîk nivîsîye. Dibe ku sedem ew be ku zarokatîya
min bi xwe jî kêm zêde di nav feqîrtîyê da derbasbûbû be, lê ez dibêm qê ev
helbesta hanê, hesretî, bêçaretîya mirovan û wek neslekî, zarokatîya me bi xwe ya
wenda, bi awayekî baş dide xwiyakirinê.
Nîzamettîn Ariç bi
stîla muzîka xwe, muzîka kurdî zengîntir kirîye, ew hunermendekî serketî û ronakbîrekî
Kurdistanî yê xwedîyê pîvan, exlaqa sîyasî û karekter e. Ewî hunera xwe nekir xizmeta
partî û hizban û nebû hunermendekî kole. Wî bi serbilindî pîvana hunera xwe bi
xwe çêkir û bi vî awayê hunerekî serketî ji bo milet û welatê xwe avakir. Em wek
milet, bi vê hunera wî ya ku di sewîya bilind da ye, kêfxweş û serbilind in.
Erê, piştî 96
salan, di warê hunerê da be jî, herema Serheda bakûrê Kurdistanê birayên xwe
yên ku hêlîna wan hatibû herimandin himbêz kir. Dema ku çîyayên Agirî û çîyayê
Elegezê destên xwe didin hevdu, hingê berhemên giranbuha yên wekî “Azadî” dertên
meydanê.
30/10/2011
![]() |
Nîzamettîn Ariç, 2016, hibra çînî, 25x17 cm. |
06/01/2017
Ez ê Ez
![]() |
Labirent, 2012, reji, 10,5x14,5 cm |