28/06/2024

Pêşengeha Hevbeş ya Salene ya 100 Hunermendên Komeleya Hunermendên Hunera Şêwekarî ya Bakûrê Yunanîstanê li Galerîya Casa Bianca

Gotinekî Kurdan heye: “agir bi mala kê ketibe, herî zêde ew ber dikebe”. Her wusa, Kurdên ku ji piştevaniya navneteweyî bêpar in, heta niha nekarine dewleta xwe ya serbixwe ava bikin û bi vî awayî di siberojê da jî berdewamîya hebûna xwe wek netewe misoger bikin. Di nav xebata xwe ya dûr û dirêj da, gelek caran jenosîd hatine serê wan, ji aliyê çar dewletên ku Kurdistan di bin dagirkeriya wan da ye, heta yên bi bi çekên kîmyayî jî!
Êş gerdunî ye, bila kes neêşe!
Hêvîdar im ku Kurd jî bigîjin mafên xwe û bi vî awayî ev kabûsa derdora 200 salî êdî biqede!
Serhad Bapir
Têbinî: Ev gotinên he, li kêleka fotografê berhema min di nav kataloga pêşengehê da ne.
Di 27/06/2024aν da, pêşengeha hevbeş ya salene ya 100 hunermendên Komeleya Hunermendên Hunera Şêwekarî ya Bakûrê Yunanîstanê li galerîya Casa Bianca ya bajarvanîya Thessalonîkî’yê despêkir. Pêşengeha îsal, bi sernavê “Guernîkaya Serdema Me” ye.

Bajar, 2023, rengên akrîlîk, 130Χ100 cm.

Dawetnameya pêşengehê




No comments: