01/03/2015

Lı Ser "Kongreya Netewi"

Rojnameya Basnewsê çewa ku jı çend nıviskar û hunermendên Kurd pırsibû, jı mın ji pırsi ka fıkra mın ya lı ser "kongra netewi" çı ye: Mın bersıva xwe jı rojnameyê ra şand, lê hın cıhên bersıva mın dı rojnameyê da nehate weşandın.
Ez lı vır çewa ku dı rojnameyê da hate weşandınê û her wusa ji awayê ku mın jı rojnameyê ra şandıbû dıweşinım:

Serhad Bapir/ Hunermend
Ji bo ku siyasetekî kurda li her çar perçeyên Kurdistanê li ser bingehekî netewî were avakirinê, divê ev yek li ser hîmekî maqûl yê hevpar pêk were. Ew tiştên ku me hemû kurdan bigihîjîne hev divê ev bin: Yek miletbûna me û bi hemû zaravayên xwe va em xwedîyê yek zimanî ne û Kurdistan jî welatê me hemû kurdan e. Her wusa, em ji sala 1920’a va xwediyê yek alayê ne. Dîsa, ji sala 1946 an û vir va em xwedîyê sirûdekî netewî ne, ku ew jî Ey Reqîb e. Mafê çarenivîsê yê vî miletî û vî welatî divê hîmên bingehîn ya siyaseta kurdan be. Bê guman mafê kurdan e ku dewleta xwe ya serbixwe ava bikin.

Li ser vî bingehî, ku kurd li her çar perçeyên Kurdistanê da hevkarîya xwe pêkbînin, ji hev ra bibin pişt û di warê dîplomasiyê da bibin hêz, baş e. “Kongra netew”î ya ku PKK behsa wê dike, tiştekî din e û ne li ser vê bingeha ku ez behsa wê dikim e. Başûrê Kurdistanê û hêja Mesûd Berzanî divê pêşengiya vê kongreyê bike. Lewra serokê me yê ku di qada nevnetewî da herî zêde xwediyê bawerî û îtîbarê, ew e. Kongra netewî, divê tecrûbe û serketina başûrê Kurdistanê ji xwe ra bike model û ji bo her 3 perçeyên din yên Kurdistanê jî xwediyê heman daxwazî be.

Awayê ku mın jı rojnameyê ra şandıbû:
Jı bo ku siyaseteki Kurda lı her çar perçeyên Kurdıstanê lı ser bıngeheki netewi wereavakırınê, dıvê ev yek lı ser himeki maqûl yê hevpar pêkwere. Ew tıştên ku me hemû Kurdan bıgıhijine hev dıvê ev bın: Yek mıletbûna me û bı hemû zaravayên xwe va em xwediyê yek zımani ne û Kurdıstan ji welatê me hemû Kurdan e. Her wusa, em jı sala 1920a va xwediyê yek alayê ne, ev ala, lı serihıldana Agıriyê da (1928), lı ser berga kovara Hawarê (1932), lı komara Kurdıstanê (1946) û nıha ji ev nêzikê 10 sal ın ku lı başûrê Kurdıstanê pêldıde. Disa, jı sala 1946 an û vır va em xwediyê sırûdeki netewi ne, ku ew ji Ey Reqib e.
Kurd yek jı 30  mıletên heri mezın yên cihanê ne û Kurdıstan ji wek erdnigari, jı sedan dewletên cihanê mezıntır e. Mafê çarenıvisê yê vi mıleti û vi welati dıvê himên bıngehin ya siyaseta Kurdan be. Bê guman mafê Kurdan e ku dewleta xwe ya serbıxwe avabıkın.
Lı ser vi bıngehi, ku Kurd lı her çar perçeyên Kurdıstanê da hevkariya xwe pêkbinın, jı hev ra bıbın pışt û dı warê diplomasiyê da bıbın hêz, baş e. “Kongra netew”i ya ku PKK behsa wê dıke, tışteki dın e û ne lı ser vê bıngeha ku ez behsa wê dıkım e.
Başûrê Kurdıstanê û hêja Mesûd Berzani dıvê pêşengiya vê kongreyê bıke. Lewra serokê me yê ku dı qada nevnetewi da heri zêde xwediyê baweri û itibarê, ew e. Kongra netewi, dıvê tecrûbe û serketına başûrê Kurdıstanê jı xwe ra bıke model û jı bo her 3 perçeyên dın yên Kurdıstanê ji xwediyê heman daxwazi be.
Serhad Bapir
15/10/2014

No comments: