Resam, helbestvan û nivîskarê Kurd Riza Topal Hulmanî di 7ê Sibatê da, di
91 salîya xwe da li bajarê Berlîna Almanyayê mir.
|
Hunermend Riza Topal, di xortanîya xwe da, li atolya xwe da li ser
xebatê
|
Piştî sala 1984an, dema ku ez wek penaber gihîştim Yunanîstanê, di wan
salan da di hin weşanên Kurdan da min çend resimên wî dîtibû. Di sala
1991an da min kataloga pêşengeha wî ya bi navê “Riza Topal – Ein
Kurdischer Maler” (Riza Topal - Resamekî Kurd) ji Enstîtuya Kurdî ya
Parîsê kirî û bi rêya postê kete destê min. Di sala 2006an û pê va me
gelek caran bi telefonê dûr û dirêj bi hev ra xeberdaye û her wusa jî me
ji hev ra nameyan şandîye. Ewî CDyên bi fotografên berhemên xwe, nivîs û
wergerên xwe ji min ra şandîye û her wusa çend monotîpên xwe jî wek dîyarî
ji min ra şandîye û min jî her 2 katalogên berhemên xwe yên grafîkî jê ra
şandîye.
|
Berhema li ser berga kataloga Riza Topal ya sala 1984an, “Riza Topal
- ein kurdischer Maler” (Riza Topal -resamekî Kurd)
|
Di sala 2007an da min nivîsek bi navê “Riza Topal: Siwarê Gernas û
Helbestvanê Rengan” li ser hunera wî nivîsî. Di rastîyê da ev nivîs nameyekî min bû ji bo
kekê Xelîl Duhokî, paşê li ser daxwaza kekê Xelîl wek nivîs di kovara
Nûbûnê da, ku hingê kekê Xelîl Duhokî li Duhokê derdixist, weşîya û paşê jî di
gelek malperên kurdî da. Ev nivîs “hewar”a min bû, ku min balê dikişand li
ser hunermendîya Riza Topal û di siberojê da ka gelo ê çarenivîsa berhemên wî çewa be? Mixabin, hewara min çû li dîwarê bêdengî û bê
baldarîyê ket, ji başûrê Kurdistanê tu kesekî xweyê hêz û berpirsîyarên
sazîyan bala xwe neda hunera Riza Topal.
Di sala 2013an da bi rêya telefonê min ji hevalekî xwe yê nas, ku di warê
aborî da rewşa wî baş bû û li Berlînê dijîya, xwest ku here Riza Topal
bibîne û bi siberoja berhemên wî ra elaqeder bibe. Tiştê ku min jê xwestî
da mesref tunebû, tenê elaqederbûn û hişyarîya ji bo vî hunermendê me yê
mezin hebû. Ka gelo dikaribûn alîkarîya wî bikirina da ku ew ji nav kirasê
bêdengîyê û bê baldarîyê derketa, ka gelo di saxîya xwe da ê bikaribûya
bidîta ku ev bi hezaran berhemên ku di gelek dehsalan da afirandîye ê
piştî mirina wî belawela û wenda nebûna, ê bihatina parastin û ê bibûya
mal û milkê miletê Kurd? Hevalê min, bi gotinên xweş sozê da min, lê “soz
bû toz”, neçû û Riza Topal nedît jî. Piştî vê yekê, ez bi kekê Rûşen
Arslan ra ketim nav têkilîyê, min jê ra behsa Riza Topal kir û min got ku,
ku Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (WÎB) karibe bila li wir (li Stenbolê) pêşengehekî
bi berhemên wî pêkbîne. Kekê Rûşen hingê di rêveberîya WÎB’yê da bû. Ewî
sozê da min ku dema ku ê here Almanyayê, ê here Riza Topal bibîne. Soza
xwe anî cî û bi tevî kekê Recep Maraşli çûn Riza Topal dîtin. Di 2015an
da, bi hevkarîya WÎB, li Stenbola Tirkîyeyê pêşengeha ferdî ya Riza Topal
li Cezayîr Restaurantê da pêkhat.
Pêşengeh di şahîya salvegera avakirina WÎByê da çêdibe, min haya xwişka
xwe Rewşanê ji vê pêşengehê çêkiribû, ew jî çubû vê şeva Cezayîr
Restaurantê. Xwa min ji min ra got “Keko, kesî bala xwe nedida berhemên
hunermend, berhem wekî çerezan bûn di şahîya Weqfê da.” Pêşengeh ji bo
Riza Topal trajîk bû, di şeva vekirina pêşengehê da, li Cezayîr
Restaurantê da PKKyî “ji bo azadîya A. Öcalan” jê jî îmzekirina
bangewazîyekî dixwazin. Ew jî vê yekê qebûl nake û ji wan ra dibêje ku “ez
azadîya hemû girtîyên sîyasî yên Kurd dixwazim.” Di wê navberê da, ji bo
hevpeyvîna kurt ya ku Kurdistan TV bi pê ra bike hunermend ji ser sandelyê
xwe, radibe ser pîya, piştî hevpeyvînê dema ku dixwaze dîsa li ser
sandelyê xwe rûnê, sandelîye ne li cihê xwe ye û Riza Topal wusa bi paş va
serpiştî bi valayîyê va dikebe û serê xwe li hesinê bedena kalorîferê dixe
û serê xwe dişkîne. Wî radikin nexweşxanê, piştî ku bi ser xwe va tê,
vedigere Almanyayê. Riza Topal di wê bawerîyê da bû ku, PKKyîyan mexsûs wê
sandelyeyê li pişt wî kişandibûn û bûbûn sedema birîndarbûna wî.
|
Riza Topal, “Keçika li ser dar”
|
Riza Topal ji bo vê pêşengeha xwe bi xwe ra derdora 80 resimên ku li ser
kaqid çêkirîbû ku di mezinahîya 70X100 cm. bûn, biribû û van hemû resiman
jî dîyarîya WÎB kiribû. Kêfa min qet ji vê yekê ra nehat, di telefonê da
min fikra xwe jê ra got: “Te tenê 10 resiman dîyarî bikira, te çima
hemûyan dîyarî kir?” Her du hunermendên Kurd, Mehmed Kolçak û Gulcan Zîrek
ku li Stenbolê dijîn, alîkarîya amadekirina pêşengehê kiribûn, min ji Riza
Topal pirsî “gelo te resimekî xwe dîyarîya wan kir?” Dîyarî nekiribû, ji
min ra got ku “carekî din ku ê here Stenbolê ê dîyarîyê wan bike”, lê ev
yek nebû. Ez li ser navê xwe bêjim, ez li xwe poşmam bûme ku ez bûm wesîle
û navberkar ji bo ku ev pêşengeha Riza Topal were çêkirinê, xweska min
nekira.
Herçî pêşengeh bû, WÎB nikare 1 resimekî jî bifroşe û ji hunermend ra
bibe alîgir. Ji sala 2015yan û vir va jî ez gelek caran çûme WÎByê, li wir
ez leqayê yek resimekî çarçovekirî yê Riza Topal nehatime, haya min ji
aqûbeta van berhemên hunermend tuneye ka Waqif çi bi wan kirîye. Lê li
Weqfê da resimekî mezin yê hunermendekî din daliqandîye, hunermendekî ku,
li ser medyaya civakî da salvegera 95an ya Cumhurîyeta Tirkan bi fotografê
Mustafa Kemal Atatürk pîroz dike, heye. Erê, di vê weqfa ji bo îsmaîl
Beşîkçî hatîye avakirin da! Erê, dinya pean e.
Di sala 2020an da min ji hevalê xwe, ji kekê Şêxmûs Ozzengîn rîca kir û
xwest ku ji Hamburgê here Berlînê da ku Riza Topal nasbike. Mala wî ava,
çû û hunermendê me dît û pê ra xeberda, bi telefona xwe çend perçe vîdeo
kişand. Paşê jî nivîsekî li ser wî û hunera wî nivîsî. Piştî demekî, vê
carê bi peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno ra çûn ba Riza Topal û bi pê ra
hevpeyvînekî çêkirin. Di vê hevpeyvîna xwe da jî Riza Topal dîsa dubare
kir ku, dixwaze hemû berhemên xwe dîyarîyê başûrê Kurdistanê bike, da ku
li wır werin parastin û bibin mal û milkê Kurdan. Ev daxwaza wî jî,
negihîşt guhên keer û lalan. Ca bifikirin: Hunermendekî mezin ku bi
hezaran berhemên xwe yên ku bi keda xwe ya 60 salî va afirandîye, dixwaze
van berhemên xwe dîyarîyê welatê xwe bike, da ku piştî mirina wî ev berhem
belawela nebin û wenda nebin, da ku ev berhem bibin mîrasa kultûrî ji bo
miletê wî, lê pêjna rêveberên welatê wî nayê, bala xwe nadinê û wî seh jî
nakin.
Di bihara 2022yan da ez çûm Berlînê û bi tevî naseka xwe em çûn mala Riza
Topal û me wî dît. Êdî têra xwe mezin bubû, lê hê jî li ser hunera xwe
dixebitî û hiş û hafiza wî baş bû, lê destê wî hindek dilerizî. Me qederek
bi hev ra sohbetê kir û me beşekî vê sohbetê jî bi makîneya piçûk ya
vîdeyoyê qeyd kir. Bi rengên akrîlîk berhemên mezin yên abstrak çêdikir,
ku ji bo tasarufê jî, cawên tualên xwe, ewî bi xwe li ser texteyên
çarçoveyan girêdida û dikûta, ku ji bo kesekî 88 salî ev karekî qederek
zehmet bû. Mala wî tije resim bûn ku êdî tê da cîhê vala nemabû. Wî,
pirtûkên ku bi xwe nivîsîbû û pirtûkên ku wergerandibû ser zimanê me, ku
ewan bi îmkanên xwe, bi xwe dabû çapkirinê dîyarîyê her yek ji me kir.
|
Riza Topal, “Berbûk”
|
Di sohbeta me da tiştê ku herî zêde bala min kişand ew serpêhatîya wî ya
pêşengeha wî ya Muzaxaneya Bochum bû: Di sala 1980yan da Muzaxaneya
Bochuma Almanya ya Federal ku pêşengeha Riza Topal çêdike, katalogekî bi
berhemên wî jî çapdike. Lê merivên seferatxaneya dewleta Tirkan tên
û katalogan ji xwe ra dikirin û dibin, da ku ev katalog nekebin destê
Almanan, bê guman van katalogan dibin paşê dişewitînin. Çewa ku cigirê
mudûrê muzaxaneyê ji hunermendê me ra dibêje, “carekî kesekî hat û 800
katalogan ji xwe ra kirî û bir.” Ev cîgirê mudûrê Muzaxaneya Bochumê, ji
ber ku vê pêşengehê amadekiribû, dewleta Alman wî ji karê wî davêje.
Ev e
Riza Topalê Hulmanî û ev in dagirkerên me, xêrnexwazên me û her wusa ev e
di wan salan da tesîra dagirkeran, li ser dewletekî demokratîk, mezin û bi
hêz, ku hingê ji bo xatirê Tirkan nedihişt ku Kurd li Almanyayê navên
zarokên xwe bi kurdî danin.
Serhad Bapîr 09/02/2025