18/05/2014

Îllîzyona Şoreşê

Kekê Nazim Zaza di Facebookê da, di şiroveya xwe ya li ser nivîsa min ya bi navê “Firseta Dîrokî û Labîrentên Tarî”, wusa dibêje: “Kî dide bila bide, bigre u mér be, bernede. Başur ji usa lé hat.”

Ji ber ku ev dîtin di nav me Kurdan da gelek zêde ye, ez dixwazim li ser vê dîtinê hin ramanên xwe bibêjim. Bingeha vê dîtinê ji wê bawerîyê tê, ku xwedîgravî li “Rojava” şoreşekî çêbûye û Binxeta Kurdistanê hatîye rizgarkirin û PKK jî ji bo parastina vê şoreşê şerê li himberê Daîş, Cebhet El-Nusra û hin komên Artêşa Azad dike. (Ev hêzên he li himberê rejîmê jî şerdikin, di nava xwe da jî û her wusa nîşan hene ku hin hêz li dijê hêzên din carna ji alîyê rejimê va jî têne bikaranîn. Tê gotin ku Daîş heremên ku petrol jê dertê kontrol dike û petrola “xwe” jî difroşe rejîmê.)

Biryar, 2013, rejî, 16,5x10 cm.

Xwedîyê vê dîtinê nabêjin ka PKK “Rojava” çewa û ji kê rizgar kir? Rast e ku ev hêzên navborî êrîşî heremên Kurdan dikin, Kurdan dikujin û direvînin. Em vê yekê rûreş dikin û bi vê yekê gelek diêşin. Lê rastîyekî din jî heye ku PKKya heremên Kurdan qontrol dike, van hereman ji rejîma Surîyeyê bi emanetî sitandîye û her wusa di hin bajaran da jî hêzên leşkerî yên rejîmê hene. Bi dîtina min Kurd ne mecbûrê vî şerî bûn, dikaribûn bi awayekî yekgirtî wek Enîya Kurdistanî daxwazên xwe ji rejîmê ra jî û ji muxalefeta Surîyê ra jî bigotana û herema xwe li dijî herduyan jî biparasta.

Li başûrê Kurdistanê, Kurdan ji salên 1920an heta salên 1990an, pêşî li himberê İngîlîzan û paşê jî li himberê dewleta Îraqê ji bo mafên xwe yên netewî bi dehan salan şer kirin. Serokên pêşmergeyan ne wekî Abdullah Öcalanê ku ew li Şamê di bin kontrola muxaberata Surîyê da bû, lê ew li serê çîyayên Kurdistanê di nav pêşmergeyên xwe da li himber dijmin şer kirin. Destkeftî û tecruba başûrê Kurdistanê piştî hinde xebat, şer, şikestin, nefikirin Enfal û qirkirinan pêk hat.

Jin, 2014, hibra çînî, 19x19 cm.


Bê guman, ji alîyê Îraqê va dagirkirina Kuweytê (1990) û şerê Amerîkayê li dijî Saddam (1991), vê pêvajoyê bi leztir kir, ji bo Kurdên başûr ev bû şansekî mezin û dîsa Kurdên başûr di sala 2003an da, di şerê hilweşandina rejîma Saddam da, ku dîsa bi pêşengîya Amerîkayê va hatibû despêkirin, bûn hevkarên Amerîkayê û bi vî awayê qezenc û serketina xwe berfiretir kirin. Îraq bû dewletekî federal û herema Kurdistanê jî bi sîstemekî federalî, bi Îraqê va girêdayî ma. Di van 11 salan da, başûrê Kurdistanê ber bi dewletbûnê va gavên mezin avêt, di warên leşkerî, aborî û ya herî muhîm jî, di ruhîyeta xelkê da, ji bo serxwebûna Kurdistanê bingehên zexm danî. Bê guman pirsgirêkên Kurdan bi hukumeta navendî ya Îraqê ra hene, lê Kurd wek hêzekî qederek xwirt alîyekî van pirsgirêkan in û hukumeta Îraqê nikare tiştan li ser Kurdan ferz bike.

Kurdên perçeya Kurdistanê ya di bindestê Surîyeyê da, ji avabûna PDK a Surîyê (1957) û pêva, bi rêxistinî ji bo heqên Kurdan têkoşînê dikin. PKK bi pişgirîya dewleta Surîyê li bakûrê Kurdistanê dest bi şerê çekdarî kir û vî şerî bi salan domand. Serokê PKKê nêzîkê 20 salan di bin qontrola rejîma Surîyê da li Surîyeyê da ma û dîsa li gor daxwaza rejîma Surîyeyê, PKK berê xortên Kurdên Binxetê da bakûrê Kurdistanê. Hêz û enerjîya Kurdên Binxetê ne ji bo bidestxistina mafên netewî yên Kurdên Binxetê lê ji bo şerê bakûrê Kurdistanê hate xerckirin. Serokê PKK ji bo mafên netewî yên Kurdên Binxetê nebû xwedîyê tu daxwazî, tiştek ji rejîmê nexwest û rejîma Surîyê jî tu mafî neda Kurdan. Berevajîya vê yekê, PKK bi piştgirîya rejîma Surîyeyê bêhn li partîyên Kurdan yên vî perçeya welatê me çikand.

Kemîn, 2012, akrîlîk, 20x20 cm.


PKK heremekî bakûrê Kurdistanê tu car nexist bin kontrola xwe, lê bû hêzekî mezin. Wek partîyekî ne demokratîk û diktator, kengê jê hat qadir û terafdarên partîyên din yên Kurdan kuşt, li Ewrupayê bi dehan qadirên xwe û yên ji partîyên din kuşt, avête ser şevên pîrozkirina Newrozan û bêhn li partîyên Kurdan çikand. Niha eynî karî bi berfiretir li himberê Kurdên welatparêz yên Binxetê dike. Niha li wir hê hukumranîya PKK ya rasteqînî pêk nehatîye, ev hukumdarîya niha hukumdarîya bi îcazet ya bi emanetî ye. Û di vê hukumdarîya bi emanetî da, li himber hêzên din yên Kurdan dest bi terorê kiriye.


PKK çav li lê ye ku li bakûrê Kurdistanê jî bigihîje hukumdarîyekî di bin kontrola dewleta Tirkan da. Her çiqas pêkanîna vê îhtîmalê niha xwiya nake jî, dîsa jî tecrubeya “Rojava” rûyê rasteqînî yê PKK nîşanê me dide, ku ev jî bê tehamulîya li himberê hemû raman û hêzên din yên Kurdan e. Ji niha va gelek nîşan hene ku, di siberojê da wê PKK li himberî ew Kurdên serxwebûnxwaz yên ku projeya “cumhurîyeta demokratîk” ya Tirkîyeyê û “Tirkîyebûnê” napejirînin, dest bi êrîşan bike.

Dewleta Surîyeyê ya ku li ber hilweşînê ye, kontrola başûrê rojavayê Kurdistanê bi emanetî teslîmê PKKê kir. PKK jî kontrola xwe bi berterafkirin, girtin, nefîkirin û kuştina qadirên tevgera kurdî pêktîne. Rejîma Surîyê bi jîrîtî û qurnazî Kurdan perçe kir: alîkî Kurdan bi rejîmê ra ye û ev alî alîyê din yê li dijî rejîmê ye berteraf dike. Bi vî awayê Kurd bi hêz nikarin beşdarê muxalefeta Surîyeyê bibin da ku li wir giranîya wan hebe. Ku rejîma Surîyeyê hilweşe, hingê Kurd wê wek hêzekî ji alîyê rejîmê va bikarhatî, bê însîyatîf û bêkêr li meydanê bimînin û anagorê layiqê vê bikaranînê jî wê “bigihîjin” xwedî mafê xwe.

Bê guman dijmin tu caran bi rihetî Kurdistana me nade me da ku em jî "mêr bin û bigrin û bernedin". Ku mêranî hebe, divê em vê mêranîyê ne li himberê Kurdên welatparêz, lê li himberê dewlata dîktator a Surîyeyê nîşan bidin.

Kurdên başûr di dema şerê derxistina Îraqê ji Kuweytê (1991) û şerê hilweşandina rejîma Saddam da (2003) nebûn hevkarên dewlata Îraqê, da ku bi emanetî Saddam qontrola Kurdistanê bide wan. Lê ewan, van şeran wek firsetekî mezin hesiband ji bo hilweşandina rejîmê û ji bo bidestxistin û berfirekirina destkeftîyên xwe.

Mesûd Berzanî, 1989, hibra çînî, 24x16 cm.


Rejîma Îraqê hilweşîya, Kurdan beşekî mezin yê başûrê Kurdistanê da hukimdarîya xwe zexmtir kir û ji bo heremên dî yên veqetandî jî bûn xwedî hêz û gotin, (Bê guman, divê meriv ji bo polîtîkaya heremên veqitandî sîyaseta başûrê Kurdistanê rexne bike.) Kek Mesud Berzanî bû serokê herema Kurdistanê û li ser textê serokkomarîya dewleta federal a Îraqê jî Mam Celal rûnişt.

Xençer û pênûs, 2014, teknîka tevlîhev, 21x30 cm.


Sîyaseta bi pêşbîn û ya rast ev bû, ne ya wekî sîyaseta PKK ya bi hevkarîya bi rejîmekî ku hemû dewletên bi hêz yên demokratîk li dij in û tenê dewletên totalîter û dîktator yên wekî Rusya, Çîn, İran, şîîyên İraqê û Hizbullaha Libnanê bi pê ra ne.

18yê Gulana 2014an.

16/05/2014

Firseta Dîrokî û Labîrentên Tarî

Ev qederek wext e ku em bûyerên li perçeya başûrê rojavayê (çewa ku niha ev nav bûye moda, “Rojavayê Kurdistanê”) welatê xwe diqewimin, dişopînin.

Guher, 2013, pastelên bi don, 14,5x17,5 cm.

Ev gelek wext e ku bûyerên gelek giring ku wê siberoja vî perçeya Kurdistanê tayîn bikin li perçeya Kurdistanê ya di bindestê Surîyê da diqewimin. Kurdên ku wê bibûna beşekî muxalefeta li himberî rejîmê (wekî tecrubeya başûrê Kurdistanê), ji alîyê rejîmê va hatin perçekirin. Rejîma Surîyeyê heremên Kurda teslîmê PKK (ez PYD û YPG yê ji PKK cihê nahesibînim) kir. PKK bi îmkan û pişgirîya rejîma Surîyê li vê perçeya welatê me da bû hêz û gihîşt hêz û tevgera hukumkirinê. PKK navê vê hukimdarîyê danî “Şoreşa Rojava”.

Ev hukumkirin, bi xwe ra terorekî PKK ê li himber hemû hêzên din yê Kurdan anî. Endam û qadirên gelek partîyên Kurdan bi destê vê sîstema PKK hatin kuştin û girtin. Şewitandin û sergirtina buroyên partîyên Kurdan bûn tiştekî rojane. Terora PKK ji terora berê ya rejima dîktator a Surîyeyê bi qat bi qat zêdetir bûye. Ji ber vê terorê, êdî partîyên Kurdan nikarin li himberî rejima Surîyê xwepêşandanan jî pêkbînin, lê belê alîgirên dîktator Esat kengê dixwazin di bajarên Kurdan da (Qamişlo û Hesekê) xwepêşandanên pişgirîya rejima xwe pêk tînin.

Guher,  2013, krayon, 13x13 cm.

Em dizanin ku, ji ber gelek sedeman beşek muhalefeta Surîyeyê berê xwe dane vê hukumranîya PKK. Êdî rojane xwîn diherike. Di nav mij û morana xwîn û kuştinê da, êdî siberoja xelkê me yê vî perçeya Kurdistanê ketîye nav labîrentên tarî.

PKK ya ku li bakûrê Kurdistanê bi salan partîyên din yê Kurdan li himberê rejîma Tirkîyê bi şernekirinê rexne dikir û navê xayîntîyê li wan danîbû, vê carê şerkirina li himberê rejîma Surîyeyê li partîyên Kurdan qedexe dike! Ji wan ra dibêje ku, ku wun jî dest bi şer bikin, hingê em ê jî şerê we bikin. Niha jî endam û qadirên partîyên Kurdan têne girtin û bi zorekî wan dişînin başûrê Kurdistanê. Heta niha gelek caran nehiştin ku serok û qadirên partîyên Kurdan yê vê perçeya welatê me ji başûrê Kurdistanê vegerin qada xebata xwe. Pratîka PKK ev e, lê belê di heman demî da jî partîyên din yên Kurdan sûcar dike û dibêje ku “ew li Hewlêrê di otêla da têkoşînê dikin”! Ev polîtîkaya durûtîyê ye.

Reşbînî, 2013, krayon, 30x22 cm.

Girtin, nefîkirin û kuştina sîyasetvanên Kurdan divê her dem were lanet û rûreş kirin. Ev yek, ne tenê dema ku bi destê dijminên me tê kirin, lê di eynî demî da dema ku bi destê hin Kurdan bi xwe jî tê kirin divê were lanet kirin. Di pirsên wekî mafê mirovan û demokrasîyê da cotpîvan ruhê mafê mirovan û demokrasîyê dikuje û vêca van gotinan dike xemla veşartin û xapandinê. Girtin, nefîkirin û kuştina Kurdên ku ji bo siberoja welatê xwe wekî PKKê nafikirin, divê were lanetkirin.

Bêtehamulbûna li himberî her dîtin û ramanên cûda, xeta sereke ya PKKê ye. Xirabî û terora ku bi salan bi destê dewleta Surîyeyê digihîşt Kurdên Binxetê niha bi destê YPG - PYD ya PKKê digihîje Kurdên dijberên rejima Surîyê. Avakirina “kantonan”, derxistina “qanûna partîyan” û tiştên din hemû ji bo rêlibergirtina partîyên din yên Kurdan e û ji bo îtaata ji bo PKKê û rejima Surîyeyê ye.

Reşbînî, 2013, krayon, 30,5x21,5 cm.

Hemû partî û rêxistinên Kurdan bêyî ku ji cihekî destûrê bistînin, divê karibin xebatên xwe yên sîyasî, leşkerî û kulturî bikin. Heta ku hilbijartinên azad li vê perçeya Kurdistanê da pêk bê, heqê tu kesî tune ku bêje, "yekane hêza sîyasî, leşkerî û kulturî ez im". Bê guman, piştî hilbijartinan jî, divê ji bo hemû alîyên Kurdan mafên xwerêxistinkirina sîyasî hebe û tu asteng li himberî eşkerekirina bîr û bawerîyan, xwepêşandanan û weşanên serbixwe tunebin. Ew tehamul û qedrê ku em ji dijminên xwe jî bo xwe dixwazin, divê em Kurd karibin li himberê hev jî nîşanbidin.

Lê divê em bizanibin ku sîstema sîyaseta PKKê ev e. Yek serok, yek partî, yek îdeolojî û berterafkirin û qedexekirina her dengê ku wekî wan nafikire. İsal me nimûneyên vê sîyasetê di dema hilbijartinên bakûrê Kurdistanê û li Tirkîyê da, di êrîşên li dijî partîya Kurdan Hak –Parê da jî dît. Ev sîstemekî totalîter û dîktatorî ye û PKKê vê sîstema xwe niha li perçeya başûrê piçûk ya welatê me da bi alîkarî û hevkarîya rejîma dîktator a Surîyeyê danîye. Miletê Kurd tenê wê xirabîyê ji vê sîstemê bibîne.

Tixûbên xelkê, 2013, krayon, 21x29,5 cm.


Ji alîyê dî va, li başûrê Kurdistanê, YNK ya ku ev e çend sal in ku di nava krîza sîyasî da asê mayê, dixwaze bi rêya hevkarîya bi PKKê ra dîsa ew dijmintîya xwe ya berê ya li himberê PDKê geş bike. Bawer dike ku wê bi vî awayî tesîra tevgera Goranê kêmbike û ê dîsa bibe YNK ya berê ya “%50”yan. Lê naxwaze bibîne ku “di binê pirê da gelek av derbas bûye” û PDK niha ji berê bi hêztir, niha bûye pêşenga avakirina dewleta Kurdistanê ya serbixwe.

16ê Gulana 2014an.