Kekê Nazim Zaza di Facebookê da, di şiroveya xwe ya li ser nivîsa min ya bi navê “Firseta Dîrokî û Labîrentên Tarî”, wusa dibêje: “Kî dide bila bide, bigre u mér be, bernede. Başur ji usa lé hat.”
Ji ber ku ev dîtin di nav me Kurdan da gelek zêde ye, ez dixwazim li ser vê dîtinê
hin ramanên xwe bibêjim. Bingeha vê dîtinê ji wê bawerîyê tê, ku xwedîgravî li
“Rojava” şoreşekî çêbûye û Binxeta Kurdistanê hatîye rizgarkirin û PKK jî ji bo
parastina vê şoreşê şerê li himberê Daîş, Cebhet El-Nusra û hin komên Artêşa
Azad dike. (Ev hêzên he li himberê rejîmê jî şerdikin, di nava xwe da jî û her
wusa nîşan hene ku hin hêz li dijê hêzên din carna ji alîyê rejimê va jî têne bikaranîn.
Tê gotin ku Daîş heremên ku petrol jê dertê kontrol dike û petrola “xwe” jî difroşe rejîmê.)
Biryar,
2013, rejî, 16,5x10 cm. |
Li başûrê Kurdistanê, Kurdan ji salên 1920an heta salên 1990an, pêşî li himberê İngîlîzan û paşê jî li himberê dewleta Îraqê ji bo mafên xwe yên netewî bi dehan salan şer kirin. Serokên pêşmergeyan ne wekî Abdullah Öcalanê ku ew li Şamê di bin kontrola muxaberata Surîyê da bû, lê ew li serê çîyayên Kurdistanê di nav pêşmergeyên xwe da li himber dijmin şer kirin. Destkeftî û tecruba başûrê Kurdistanê piştî hinde xebat, şer, şikestin, nefikirin Enfal û qirkirinan pêk hat.
Jin, 2014,
hibra çînî, 19x19 cm. |
Kurdên perçeya Kurdistanê ya di bindestê Surîyeyê da, ji avabûna PDK a Surîyê (1957) û pêva, bi rêxistinî ji bo heqên Kurdan têkoşînê dikin. PKK bi pişgirîya dewleta Surîyê li bakûrê Kurdistanê dest bi şerê çekdarî kir û vî şerî bi salan domand. Serokê PKKê nêzîkê 20 salan di bin qontrola rejîma Surîyê da li Surîyeyê da ma û dîsa li gor daxwaza rejîma Surîyeyê, PKK berê xortên Kurdên Binxetê da bakûrê Kurdistanê. Hêz û enerjîya Kurdên Binxetê ne ji bo bidestxistina mafên netewî yên Kurdên Binxetê lê ji bo şerê bakûrê Kurdistanê hate xerckirin. Serokê PKK ji bo mafên netewî yên Kurdên Binxetê nebû xwedîyê tu daxwazî, tiştek ji rejîmê nexwest û rejîma Surîyê jî tu mafî neda Kurdan. Berevajîya vê yekê, PKK bi piştgirîya rejîma Surîyeyê bêhn li partîyên Kurdan yên vî perçeya welatê me çikand.
Kemîn,
2012, akrîlîk, 20x20 cm. |
PKK heremekî bakûrê Kurdistanê tu car nexist bin kontrola xwe, lê bû hêzekî mezin. Wek partîyekî ne demokratîk û diktator, kengê jê hat qadir û terafdarên partîyên din yên Kurdan kuşt, li Ewrupayê bi dehan qadirên xwe û yên ji partîyên din kuşt, avête ser şevên pîrozkirina Newrozan û bêhn li partîyên Kurdan çikand. Niha eynî karî bi berfiretir li himberê Kurdên welatparêz yên Binxetê dike. Niha li wir hê hukumranîya PKK ya rasteqînî pêk nehatîye, ev hukumdarîya niha hukumdarîya bi îcazet ya bi emanetî ye. Û di vê hukumdarîya bi emanetî da, li himber hêzên din yên Kurdan dest bi terorê kiriye.
PKK çav li lê ye ku li bakûrê Kurdistanê jî bigihîje hukumdarîyekî di bin kontrola dewleta Tirkan da. Her çiqas pêkanîna vê îhtîmalê niha xwiya nake jî, dîsa jî tecrubeya “Rojava” rûyê rasteqînî yê PKK nîşanê me dide, ku ev jî bê tehamulîya li himberê hemû raman û hêzên din yên Kurdan e. Ji niha va gelek nîşan hene ku, di siberojê da wê PKK li himberî ew Kurdên serxwebûnxwaz yên ku projeya “cumhurîyeta demokratîk” ya Tirkîyeyê û “Tirkîyebûnê” napejirînin, dest bi êrîşan bike.
Dewleta Surîyeyê ya ku li ber hilweşînê ye, kontrola başûrê rojavayê Kurdistanê bi emanetî teslîmê PKKê kir. PKK jî kontrola xwe bi berterafkirin, girtin, nefîkirin û kuştina qadirên tevgera kurdî pêktîne. Rejîma Surîyê bi jîrîtî û qurnazî Kurdan perçe kir: alîkî Kurdan bi rejîmê ra ye û ev alî alîyê din yê li dijî rejîmê ye berteraf dike. Bi vî awayê Kurd bi hêz nikarin beşdarê muxalefeta Surîyeyê bibin da ku li wir giranîya wan hebe. Ku rejîma Surîyeyê hilweşe, hingê Kurd wê wek hêzekî ji alîyê rejîmê va bikarhatî, bê însîyatîf û bêkêr li meydanê bimînin û anagorê layiqê vê bikaranînê jî wê “bigihîjin” xwedî mafê xwe.
Bê guman dijmin tu caran bi rihetî Kurdistana me nade me da ku em jî "mêr bin û bigrin û bernedin". Ku mêranî hebe, divê em vê mêranîyê ne li himberê Kurdên welatparêz, lê li himberê dewlata dîktator a Surîyeyê nîşan bidin.
Kurdên başûr di dema şerê derxistina Îraqê ji Kuweytê (1991) û şerê hilweşandina rejîma Saddam da (2003) nebûn hevkarên dewlata Îraqê, da ku bi emanetî Saddam qontrola Kurdistanê bide wan. Lê ewan, van şeran wek firsetekî mezin hesiband ji bo hilweşandina rejîmê û ji bo bidestxistin û berfirekirina destkeftîyên xwe.
Mesûd
Berzanî, 1989, hibra çînî, 24x16 cm. |
Rejîma Îraqê hilweşîya, Kurdan beşekî mezin yê başûrê Kurdistanê da hukimdarîya xwe zexmtir kir û ji bo heremên dî yên veqetandî jî bûn xwedî hêz û gotin, (Bê guman, divê meriv ji bo polîtîkaya heremên veqitandî sîyaseta başûrê Kurdistanê rexne bike.) Kek Mesud Berzanî bû serokê herema Kurdistanê û li ser textê serokkomarîya dewleta federal a Îraqê jî Mam Celal rûnişt.
Xençer û pênûs,
2014, teknîka tevlîhev, 21x30 cm. |
Sîyaseta bi pêşbîn û ya rast ev bû, ne ya wekî sîyaseta PKK ya bi hevkarîya bi rejîmekî ku hemû dewletên bi hêz yên demokratîk li dij in û tenê dewletên totalîter û dîktator yên wekî Rusya, Çîn, İran, şîîyên İraqê û Hizbullaha Libnanê bi pê ra ne.
18yê Gulana 2014an.

No comments:
Post a Comment