09/09/2026

Çend Gotin li Ser Çepgirên Kurd yên Neteweperwerên Şermok

Ev tiştên ku ez dinivîsim, li ser wê nivîsa xanima hêja Fexrîya Adsay a bi navê “Nameya Vekirî bo Marksîstên Bakurî” ye. Ji bo wê nivîsê siheta wê xweş. Hêvîdar im, muxatabên vê nameyê, marksîstên Kurd, xwe li kerrîtiyê daneynin û bi van fikrên di nameyê de têkevin diyalogeke fikrî û bersiv bidin.

Xewn, 2012, rengên akrîlîk, 20X20 cm.

Ez dixwazim di despêkê da bêjim ku di gelek mijaran da ez jî wekî wê difikirim. Lê ez di wê bawerîyê da nîn im ku fikrên sosyalîstî an jî komunîstî bi neteweperwerîyê ra lihevhatî ne. Herçî “neteweperwerîya” çepên Tirkan e, ku bi îdeolojîya dewleta wan ra lihevhatî ye, ew ne neteweperwerî ye, ew nijadperestî û şovenîzma wan e.

Ez ê li vir, li ser vê mijarê hin fikrên xwe bêjim, ku ev fikr di hin cihan da wekî fikrên Fexrîye xanimê ne û hin cihên dî da jî, parîkî ji fikrên wê cihê ne, her wusa jî, ez dixwazim behsa têkîlî û ew rengên lihevhatî ya fikrên çepîtîyê, yên bi wê îdeolojîya dij-netewe ya PKKê ra heyî, bikim.

Wek îdeolojî, çepgirî û marksîstî, li Evrupayê, ji ber ku bi berçavkên “şerê çînayetîyê” li civata xwe nihêrtîye û her bi vî awayî ji ber ku evrosentrîk e, (di rastîyê da ne li ser hemû Evrupayê ye jî, li ser rojava û navenda Evrupayê ye) gotinekî wê yê pozîtîv li ser vê mijara neteweperwerîyê nîne. Ji bo wan, neteweperwerî bi Şoreşa Fransayê destpêkirîye, îdeolojîya burjuwazîyê ye û di dîrokê da rolekî wê yê pêşverû hebûye û paşê ev rola pozîtîv qedîyaye. Çepgir û komunîstan, her ji ber van sedeman di sedsala 20an û di serdema me da, li Evrupayê vî “warê fikrî yê neteweperperîyê” ji hêzên nijadperest û yên bîyanîfobîk ra hiştiye, vêca ev hêzên hanê jî nûnertîya versîyona herî xirab ya “neteweperwerîyê” dikin. Di serdema me da, li seranserê cîhanê, ev îdeolojîya çepgirîyê, bi şik û guman li wan tevgerên neteweperwer yên ku li seranserê dinê hene, dinêrin. Wek mînak, çepgirên cîhanê tevgera netewîya ya Kurdan li başûr û rojhilatê Kurdistanê wek ajanên emperyalîzm û Siyonîzmê dihesibînin, lê bi sempatî li tevgera dij-netewî ya PKKê li rojava û li bakûrê Kurdistanê dinêrin.

Ez di wê bawerîyê da me ku çepîtî û fikrên komunîst û sosyalîstî li Kurdistanê her dem neteweperwerîya kurdî an jî bi gotinekî din, Kurdayetîyê kuştîye. Tevgera sosyalîst a Kurdan her çiqas di salên dawîya dehsalîya 60an û li seranserê dehsalîya 70yan da Kurdayetîyê bi formê çepgirîyê geş kiribe jî, ji ber ku vê yekê bi zimanê tirkî kirîye û neteweperwerîyê en hindik di dereceya nîv xayîntîyê da hesibandîye, di netîceyê da ev potansîyela bi sedhezaran kesî ya bê fehma xwurt ya neteweperwerîyê, ji alîyê PKKya serî Tirk û laş Kurd va bi hêsanî hatîye talankirin. Di bîranînê xwe da Kemal Burkay bi pesn wusa dibêje: “Me (tevgera me) bêhn li neteweperwerîyê çikand”. Rast dibêje, hingê kî diwêrî behsa Kurd û Kurdistanê bikira û referansa xwe ji Marks, Lenîn û Stalîn nestanda û çîna karkeran (ku li Kurdistanê gelek kêm bû) nexista navenda fikr û ramanên xwe? Ev bayê çepgirîyê li seranserê Kurdistanê çepgirîyê û zimanên serdest li ser tevgera kurdî ferz kir, de ka bala xwe bidinê, PDK ya İraqê di sala 1975an da xwe mecbûr dibîne, da ku di bernameya Qiyadeya Miweqet da wusa bêje: “Partîya me ji Marksîzm û Lenîzmê îlhamê digre”!

Xewnexof, 2012, rengên akrîlîk, 20X20 cm.

Di serdema me da, wek fikr û hêz geşbûna neteweperîya kurdî, bi rexnekirin û pûçkirina fikrên çep (û her wusa jî îslama sîyasî) mumkun e. Di vê mijarê da ferqek mezin heye di navbera rewşa miletê kurd û fikrên siyonîst ên (neteweperwerên cihû) sosyalîst da, ku wek mînaka lihevhatina neteweperwerî û fikra sosyalîzmê tê dîtin. Sîyonîstên sosyalîst, fikra xwe ya sîyasî li ser tevn an jî paşxaneya xelkekî ji hev belavbûyî, ne xwedî zimanekî yekbûyî û ne xwedî axekî ku bi berdewamî lê dijî, avakirin. Ewan, unîversalbûna fikra sosyalîstîyê wek mertalekî hesibandin da ku karibin xelkê xwe yê di bin tehdîda zulm û pogroman da dijî, biparêzin. Di dewletên sosyalîst yên ku wê li ser hîm û menfeata çîna karker û feqîran avabîbûya da, xewn û xeyal ew bû ku karker û feqîrên Cihûyan jî (ku en hindik ji %90ê nifûsa Cihûyan diketin nav vê kategorîyê) êdî ê di nav wekhevîyê da bi miletên din ra bijîyana. Ferqa Kurdan û Cihûyan di vir da ye. Em wek milet, xwedîyê nifûsekî serdest ya li ser erdnîgarîya welatekî yekgirtî yê me bi xwe û bi zaravayên xwe va, xwedî yek zimanî ne. Em ji Cihûyan avantajtir in, hewcedarîya me bi îdeolojîyên unîversal yên totalîter yên wekî çepgirîyê û îslama sîyasî nîne, da ku miletên ku pê li me dikin, li me werin rehmê. Bê guman hewcedarîya me bi îdeolojîyên unîversal yên demokratîk, yên wekî demokrasîya sosyal, demokrasîya lîberal, demokrasîya muhafezekar, jîngehparêz û hwd. heye, lê dîsa bê guman, divê ev îdeolojî bi fehm an jî bi îdeolojîya neteweperwerîya kurdî ra lihevhatî bin.

Cihû heta sala 1948an li her derê cîhanê wek “sêwîyên ber dîwaran” in û leqayê her felaketê hatine. Jenosîda ku dewleta Alman di Şerê Cîhanê ya Didûyan da anî serê wan û ew şertên lihevkatî yên piştî vî şerî, rê li ber avakirina dewleta Îsraîlê vekir. (Di mîkrografîya xwe da, ev yek di sala 1991an da li başûrê Kurdistanê ji bo miletê me qewimî.) Bêy van qewmandinên trajedîk, ez bawer nakim ku ê Sîyonîstan bi wan fikrên xwe yên sosyalîstî karibûna dewleta Îsraîlê avabikirina. Bê guman, ku di şertên lihevhatî yên piştî Şerê Cîhanê yê Didûyan da, ku ew pêşengîya neteweperwerîya xwurt ya Cihûyan tunebûya, ku ji salên 1880yan û pê va xelkê Cihû berê xwe nedana Filistînê (Aliyah) û nifûsekî ku êdî tê hesibandinê pêkneanîyana, hingê, ê dewleta Îsraîlê nehata avakirinê.

Me vê yekê, ji alîyê negatîvî va li rojavayê Kurdistanê da dît: Bi nebûna pêşengîya hêzekî netewî ya Kurd, di şertên herî lihevhatî da, bi sempatîyekî xwurt ya piranîya cîhanê, li ser erdnîgarîyekî ku ji ya Îsraîla niha mezintir û xwedîyê demografîyekî ji ya Cihûyên Filîstînê ya sala 1948an mezbûttir, Kurdan hima bêje tu tişt bidest nexistin. PKKê li me Kurdan û li hemû cîhanê ra da nîşan ku, “ka hêzekî ne netewî, çewa nikare projeyekî netewî ava bike, çewa dikare firsetên dîrokî yên ku dertên pêşîya miletekî bindest pûç bike û dîsa vî miletî bindest bihêle û her wusa jî, vê bindestîyê wek serketina xwe pêşkêş bike.” Heyf û mixabin ji bo me Kurdan.

Bendewarî, 2012, rengên akrîlîk, 20X20 cm.

Ne tenê beşek Sîyonîst sosyalîst in, hê ji despêkê va, ev fikrên sosyalîst û komunîstî di nav vê civata belawela ya Cihûyan da gelek geş bûye û şax vedaye, her çiqas ku nifûsa wan ji % 5 ya nifûsa Evrupayê kêmtir bûye jî, piranîya serok û pêşengên mezin yên vê tevgerê û ya tevgera anarşîstan Cihû bûne. Di pratîkê da partîyên karker û komunîst, ji alîyekî va jî, heta dereceyekî bi xêra vê tora belawela ya nifûsa Cihûyan li seranserê Evrûpayê têkîlîyan danîne, rêxistinên xwe ava kirine û xebatên xwe domandine.

Herçî ew “hêvî û bendewarîya” Fexrîya xanimê ya ji sosyalîst û komunîstên Kurd, da ku karibin fikr û xebata xwe ya serdema berê rexne bikin, ez dibêm qê ev yek hima bêje ne mumkun e. Lewra ji alîyekî va ev kesên temenmezin, bi nostaljîya xortanîya xwe li dema berê dinêrin, ji alîyê dî va jî, evên he, hemû fehm û zanîna xwe ya sîyasî bi teorî û termînolojîya fikrên çepîtîyê avakirine, xwerexnekirinê wek înkarkirina pêşeroja (rabirdû) xwe dihesibînin, ji wan tirê qê ew rutbeyên fantastîk yên ku di dema berê bidestxistibûn ê wenda bikin. Ev yek ji bo wan pirsekî ontolojîk e, pirsa man û nemanê ye. Lewra çavkanîya fehm û zanîna wan, berçavka nihêrtina bûyer û qewmandinan, her bi fikrên çepîtî bûye. Bê guman ê îstîsna hebin. Lê ev yek ne ewqas rehet e, mirov ne komputer in ku meriv karibe bernameyekî jê derîne û bernameyekî nû li ser bar bike.

Çepgirên Kurd, ku mesafeyekî mezin danîbûn navbera xwe û fikra neteweperwerîyê, di netîceyê da wek monolîtîk xwuya dikin, zû bi zû naguherin. Sosyalîzm, li welatên ku lê avabûyî da hilweşîya û çû, me sosreta pratîka dîktatorî ya van dewletên sosyalîst û her wusa jî liv û tevgera 2 an jî 3 neslên mirovan yên ku di vê sîstemê da jîyane jî dît: Civatên ku bi sîstema tirsê avakirî, mirovên ne sosyal, exlaq û aborîyekî şikestî. Lê marksîstên Kurd, hê marksîst mane, wek bawermendên rasteqînî yên ola sekûler, ji me ra dibêjin ku “Ew pratîka ku we dît, ne sosyalîzma rastî bû, sosyalîzma rastî di nav pirtûkên Marks, Engels û Lenîn da ye.” Îslamîstên Kurd jî ji me ra heman tiştî dibêjin ku “’islama rastîn ne ew pratîka van her 4 dewletên dagirkerên Kurdistanê ye, ne ew pratîka van 50 dewletên misilman e, îslama rastîn di Quranê da ye.”

Bajar, 2012, rengên akrîlîk, 20X20 cm.

De ka marksîstên Kurd bila ji me ra bêjin, di bersiva van pirsên di hevokên xwarê da, gelo menfeata Kurdbûnê li pêş e, an çepîtî, marksîzm-lenînîzm û menfeata “sîstema sosyalîst” li pêş e?:

Têkîlîyên xweş, alîkarîya mezin ya maddî û piştgirîya manewî ya Bolşevîkan ji bo tevgera Mustafa Kemal zirarê gihande me Kurdan an na? Gelo we vê yekê qet rexne kir?

Gelo Lenîn çima bersiva nameyên Şêx Mehmûdê Berzancîyê ku li himberê emperyalîstên Îngîlîz şer dikir neda, gelo bi vê yekê qencîyê li me Kurdan kir? Gelo we Lenîn û Bolşevîkan di vê mijarê da rexne kir?

Di serdema Şoreşa Agirîyê da, ji alîyê rejîma Sovyetê va nefîkirina Kurdên misilman yên wî alîyê sinor, yên Naxçîwan û Ermenîstanê ber bi Asyaya Navîn va, gelo kêrî me Kurdan dihat an kêrî rejîma Tirkan ya dagirker dihat? Gelo we vê polîtîkaya tirkdost ya Sovyetê rexne kir?

Gelo kêfa we tê ku herema otonom ya Kurdistana Sor a li Azerbeycana Sovyetê di sala 1929an da hate hilweşandin û li vê cumhurîyeta ku herî zêde Kurd lê dijîyan, Kurd bi polîtîkaya ala-turka an jî ala-kemalîst hatin înkarkirin û hima bêje bi temamî hatin asîmîlekirin? Gelo we vê polîtîkaya nemirovane û tirkdost ya Sovyetê rexne kir?

Gelo Komunternê li me Kurdan qencîyê dikir dema ku jenosîda Dersîmê ya sala 1938an wek “reformên enerjîk yê Kemalîstan yên li dijî feodalîteyê” bi nav dikir, piştgirî û kêfxweşîya xwe ji bo rejîma M. Kemal dîyar dikir? Gelo we vê polîtîkaya tirkdost ya Sovyetê rexne kir?

Gelo Sovyetê qencîyê li me dikir dema ku bi rejîma Îranê ra lihevhat, bi pê ra peymana petrolê girêda û dev ji alîkarîya Komara Kurdistanê berda? Gelo we vê polîtîkaya Îrandost ya Sovyetê rexne kir?

Gelo dema ku piştî ketina Komara Kurdistanê, Mele Mistefa Berzanî bi tevî 500 Pêşmergeyên xwe wek penaber çûn Sovyetê, haya we jê heye ku heta mirina dîktator Stalîn, ev Kurdên me di çi rewşekî zehmet da bûn? Gelo we di vê mijarê da rejîma Stalîn rexne kir?

Ew Kurdên misilman yên ji Ermenistan û ji Gurcistana Sovyetê, yên ku di enîya pêşî ya şer da, li himberê Almanyaya nazî şer kirin, dema ku piştî şer (yên ku nemirîn) vegerîn gundên xwe, gelo leqayê malbata xwe hatin an na? Wun kêfxweş in ku di nîvê zivistanê da bi vagonên trênên bargir, bi rêwîtîya bi mehan ew sirgunê Qazakîstan û Kirkizîstana Sovyetê hatibûn kirin û nîvê wan di rê da mehf bubûn? Gelo we di vê mijarê da rejîma Sovyetê rexne kir?

Gelo wun wek çepgir ji têkîyên dostane ya rejîma Sovyetê bi İraqê ra kêfxweş bûn? Dilê we li birayên we yên Kurd qet dişewitî dema ku ji alîyê firokeyên şer yên MİGên malên Sovyetê û Mîrajên malê Fransayê va dihatin bombebarankirin? Gelo we Sovyetê bi qasî dewletên emperyalîst qet rexne kir?

Gelo we qet wan têkîlîyên dostane yên Sovyetê bi rejîma Xumeynî ya Îranê ra û bi her du BAASên İraq û Surîyeyê ra rexne kir?

Dema ku Pravda’ya organa Partîya Komunîsta Sovyetê, nûçeyên di derbarê komkujîya bi çekên kîmyayî ya li Helebçeyê, wek “propagandaya reş ya dewletên emperyalîst” bi nav dikir, gelo we rejîma Sovyetê qet rexne kir?

Bersiva van pirsan tenê “Na” ye. De ka em çi bikin, fehma Kurdayetîya çepgirên me ewqas bûye. Parastina menfeatên marksîzm- lenînîzm û dewletên sosyalîst li ser parastina menfeatên miletê me yê bindest, bêdost û mazlûm bûye. Arşîva weşanên rêxistinên Kurdan ji me ra şahidîya vê rastîya xirab dikin.

Gund, 2012, rengên akrîlîk, 20X20 cm.

Li vir, divê ku ez parantêzekî vekim: Nîvê rastîyên mijarên van pirsên hanê, heta sala 1980yan ji alîyê çepgirên Kurd va hinde baş nedihate zanîn, lê piştî ku hate zanîn jî heta hilweşandina Sovyetê jî (1991) tu rexneyekî cîddî li rejîma Sovyetê û li dewletên sosyalîst nehate kirin. Maoîstên Kurd, Sovyetê rexne dikirin û jê ra digotin “emperyalîsta sosyal”, lê vê yekê ji bo serdema piştî mirina Stalîn digotin.

Tiştê ecêb û xwelîserî ji bo çepgirên Kurd ew bû ku, Sovyetê ku wek dewlet cîranê Kurdistanê bû, tu carî partîyên çep yên Kurdan wek muxatap nedît û nas nekir, tenê rêyekî danîbû ber rêxistinên Kurdan: “Bi rêya û di bin baskê her 4 partîyên komunîst yên her 3 miletên serdestên Kurdan wun dikarin di dereceya 2yan, an jî 3yan da bi me ra dikarin bikebin nav têkîlîyê.” Û tiştekî din jî, dema ku di sala 1980yan da îdareya leşkerî li Tirkîyê û bakûrê Kurdistanê hata ser hukm, ew çepgirên Kurd (û yên Tirk jî) yên ku nehatibûn girtin û bi vî awayî firar mabûn, berê xwe dan dewletên “kapîtalîst û emperyalîst”ên Evropayê, li wir bûn penaberên sîyasî û xebatên xwe yen sîyasî, qederek serbest domandin. Sovyet, nêzîkê me bû, li pişt çiyayên Agirîyê bû, li pişt Îdir, Qers û Erdexanê bû, lê ji tirsa teslîmkirina dewleta Tirkan, tu kes newêribû biçûya Sovyetê an jî ji alîyê Tirkîyeyê va biçûya Bulgarîstanê.

Ne tenê di nav me Kurdan da, li seranserên cîhanê da çepîtî bûye wek olekî sekûler. Bi nostaljîyê rejîma dîktator ya Sovyetê bi bîr tînin û niha bi sempatî rejîma dîktator ya Rûsyayê dinêrin. (Wek mînak, Fuad Önen, daxwaza Ukranyayê ya ku bibe endamê Yekîtîya Evrupayê û NATOyê, wek sedema şerê Rûsya û Ukranyayê dihesibîne û sûncê derketina vî şerî davêje stûyê Ukranyayê, çepgirên hemû cîhanê jî wusa difikirin.) Çepgirên cîhanê, li himberê dewletên rojava yên demokratîk, tercîha xwe li ba Rûsya, Çîn, Koreya Bakûr û Îranê da kirine, ew dijminên Îsraîlê ne û dostên Filîstînîyan, Hamasa cîhadîst û Hizbullaha Libnanê ne. Ewan di şerê Amerîka û İraqê (1991 û 2003) da, tercîha xwe li ba Seddam danîbûn, bê guman haya wan qet ji wendakirina 8 hezar Berzanîyên nêr, ji Enfal û Helebçeyê nîn e, ew hê jî dibêjin ku Amerîkayê derewan li cîhanê kirîye û îftîrayê avêtîye ser rejîma Seddam, ku xwedî giravî xwedîyê çekên kîmyayî bûye!

Fexrîya xanim di nivîsa xwe da tu navên Komunîst û sosyalîstên Kurd nedaye, ji ber vê yekê zêde ne xwuya ye ka muxatabên vê nivîsa wê tam kî ne. Yelpaze gelek berfireh e: Kesên maqûl yên wekî Fuad Önen û Şerefxan Cizîrî hene ku meriv ji nîyeta wan ya pak nakebe şikê û her wusa jî kedkarên doza Kurdistanê yên wekî Kemal Burkay jî hene. Lê ji alîyê dî va gelek çepgir di nav an jî li kêleka partîyên legal yên PKKê da ji xwe ra sitargehekî û her wusa jî post û mewkî peyda kirine. Dîsa, ji alîyê dî va, di nav partîyên legal yên ku xwe Kurdistanî dibînin da jî gelek qadirên rêxistin û partîyên çepgir û sosyalîst ên berîya sala 1980yan hene, ku piranîya wana hê jî xwe wek sosyalîst dibînin, lê didin xwuya kirinê ku “piçkek neteweperwer in” jî. Dêlva peyva neteweperwerîyê, tercîha wan li ser peyva girover a “welatparêzî”yê da ye. Di rastîyê da, ev peyva “Milliyetçi” ya ku di nava navê partîya nijadperestê Tirkan MHPyê da heyî, wek şûrê Damokles li ser serê wan disekine û wan motîve dike, newêrin bêjin ku “bi hemû xusîyetên xwe va, navê parastina nasname, ziman û menfeatên miletekî li pêşberê miletên din û daxwaza dewletekî serbixwe ji bo wî miletî, dibe neteweperwerî.” Lewra ew naxwazin fêhm bikin ku navê rasteqînî yê MHPyê, Partîya Hereketa Nijadperest e.

Ev partîyên ku xwe Kurdistanî dibînin (HAK-PAR ne têda), heta 2-3 sal berê jî li derdora partîya legal ya PKKê diçûn û dihatin, bi taybetî jî berîya hilbijartinan. Ew xala wan ya çepîtîyê wan dianî ba hev, lewra, ji xwe, PKK vekirî digot û dibêje ku “li dijî her cûre neteweperwerîyê ye”, bê guman mebesta PKKê, ne li himberbûna nijadperestî û şovenîzma Tirkan e, ku bi tehakuma ziman, ala, sinor, artêş û bi her şiklê kolonyalî li ser miletê Kurd û Kurdistanê hatine ferzkirinê, lê himberbûna wan li neteweperwerîya kurdî ye, ku dixwaze wek milet, bi ziman û ala xwe va serdestîya xwe li ser axa xwe, li ser Kurdistanê pêk bîne, bibe xwedîyê dewleta xwe ya serbixwe.

Beşek ji van komunîstên ku niha dixwazin çepîtî û neteweperwerîyê parîkî li hev bînin, yên wekî Fuad Önen, heta 3-4 sal berê jî wek kesên ku bi hin saziyên legal ên PKKê re lihevhatî bûn, beşdarê “Kongreya Civata Demokratîk” dibûn, li wir li ser wê xala hevbeş ya çepîtîyê, bi wan fikrên xwe yen ku bi berçavka çepîtîyê li Kurdistanê dinhêrtin, ji “rêhevalên xwe” yên dij-netewî yên PKKyî ra digotin, di nav wan da dixwestin ji bo fikrên xwe, ji xwe ra guhdaran peyda bikin. Bê guman fikrên 27ê Sibata 2025an ji bo wan bû şoq e, lê em ji sala 1999an û pê va bi van fikran dizanin. Xwendevan an jî lêkolînerekî baş, dikare nîşaneyên van fikrên nijadperestîya tirkayetîyê û wê dijminatîya zimanê kurdî, yên ku di beyannameya 27ê Sibatê da hene, hê di sala 1989an da, di wê hevpeyvîna Doğu Perinçek a bi A. Öcalan ra kirî da jî bibîne.

Kesên wek F. Önen van weşanan dîtin û xwendin, bi van fikrên A. Öcalan hisîyan, lê ewan, fikr û pratîka PKKê di wexta xwe da rexne nekirine, mesafekî maqûl nexistine navbera xwe û şaxên legal yên PKKê, ewî û çepgirên wekî wî, heta 2-3 sal berê jî çavê xwe li wê pratîka xirabkarîya PKKê ya li başûrê Kurdistanê digirt û hebûna PKKê li başûrê Kurdistanê wusa rewa didît: “Kurdistan welatê hemû Kurdan e, mafê hemû rêxistinên Kurdan heye ku li her derê welatê xwe da xebata xwe bikin”. Erê, çepîtî van gotinan bi meriv dide gotin. Evên hanê, heta ku despêka îsal, ku hêzên enternasyonala cîhadîst yên rejîma Colanî rojavayê Kurdistanê dagir kir jî, bawerîya wan bi PKKya ku bûye belayê serê rojavayê Kurdistanê dihat. Ew çepîtîya wan bû ku hêvîyên xwe bi PKKê va girêdan, dixwestin rêxistinên naylon yên PKKê yên wekî PYD, YPG,YPJ û HSD û hwd. wek rexistinên “ne ewqas girêdayîyê PKKê” vaftîz bikin.

Dîmen, 2012, rengên akrîlîk, 20X20 cm.

Piştî wendakirina firseta dîrokî ya li rojavayê Kurdistanê, ev çepgirên Kurd niha PKKê rexne dikin, lê qet naxwazin berê tîrên rexneyan bizivirînin xwe jî û ji xwe bipirsin, “gelo çima ev 10-15 sal bûn ku me hêvîyên xwe bi vê “sîstema” PKKê ya li rojavayê Kurdistanê va girêdabû?” Alayên bi stêrkên sor, “Rêveberîya Xweser”, şervanên jin û mêr yên bi unûformayên leşkerî, “komûn”, jineolojî, Gundê Jinwar û hwd. xweşî wan diçû, ev hemû bi fikrên wan yê çepgirîyê ra lihevhatî bûn. Niha, nikarin xwe rexne bikin, lewra ev yek ji bo wan wek înkarkirina fehm û zanîna wan dixwîyê. Heman tişt ji bo çepgirên dihu û “neteweperwer”ên niha yên tirkîziman yên wekî Ahmet Zekî Okçuoğlu û İbrahim Halil Baran û yên wekî wan jî derbas dibe, ew nikarin ji xwe bipirsin “gelo me li kê derê da, di teşhîşa xwe da şaşîtîyê kir?” Ne tiştekî tesadufî ye ku ev her du kesên navborî li himberê kesê ku Kurdan li başûrê Kurdistanê bir Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya %92,7an û ew kesê ku xwedîyê beyannameya 27ê Sibatê ye, bi heman mesafeyî ne, bi heman rexneyî ne. Erê çepîtî vê xesandina netewî û fikrî tîne serê meriv.

Serhad Bapîr 08/07/2026

Çend têbinî:

1- Nivîsa Fexrîya Adsayê ya bi navê “Nameya Vekirî bo Marksîstên Bakurî” di bloga kovara Zaremayê da hate weşandin.

2- Ev nivîsa min cara pêşî di bloga kovara Zaremayê da hat weşandin.

3- Piştî weşandina vê nivîsa min, Fexrîya Adsay li ser vê mijarê nivîsekî din ya bi navê “Dîsa Li Ser Neteweperweriyê û Hin Tiştên Din” nivîsî û di bloga kovara Zaremayê da hat weşandin.

4- Li ser hin ramanên Fexrîya Adsayê yên ku di nivîsa wê ya bi navê “Dîsa Li Ser Neteweperweriyê û Hin Tiştên Din” hebûn, min bi nameyekî fikrên xwe jê ra got. Ji ber ku ji bo dîyaloga fikrên sîyasî ê kêrhatî be, piştî çend rojên din ez ê vê nameyê jî biweşînim.

14/03/2026

123 sal berîya niha, serokê me yê nemir Mele Mistefa Berzanî hate dinê.

Wî li sere çiyayên Kurdistanê, di nava pêşmergeyên xwe da, ji bo şerefa miletê Kurd û ji bo serbestîya Kurdistanê bê westan şer û xebatê kir û bi vê xebata xwe muhra xwe li seranserê sedsala 20an xist. Ew bi vê xebata xwe ji bo me hemûyan bû hîmekî zexm ya Kurdbûn û Kurdmayînê.

Niha jî, partîya wî, Partîya Demokrata Kurdistanê, zarok û nevîyên wî, ji bo avakirina dewleta Kurdistanê ya serbixwe di nav xebatê da ne û bûne hêvî û çiraya hemû Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û Kurdên seranserê cîhanê.

Erê Berzanî, te rast gotîye, “di dilê her Kurdekî bi şeref da Kurdistana serbixwe heye.” Sexwebûn, ne tenê maf û daxwaza me hemûyan e, lê heman demî da ev tiştekî wusa ye ku, bi kîjan awayî dibe bila bibe em ê wê bi pêk bînin e, lewra, wek netew, man û nemana me ya sibêrojê, bi serxwebûna Kurdistanê va girêdayî ye.

M. Mistefa Berzanî, 1987, hibra çînî, 21x15 cm.


Xençer û pênûs, 2014, pênus, 29,5x21 cm.




07/03/2026

 Di rejîmên dîktatorî de, fenomena îtaeta mecbûrî ya giştî ya xelkê ji serok-dîktator ra baş tê zanîn. Em vê diyardeyê di serdema Îtalyaya faşîst û Almanyaya nazî da, her wuha di pratîka rejîmên dîktatorî yên sosyalîst da jî pir baş dizanin. Ev têne zanîn.

Ew tiştê ku zêde nayête zanîn, ew rewşa îtaeta mecbûrî û tirsa giştî ya milet û xelkên bindest yên ji bo serok an jî rêberê tevgerekî ye. Serok li vir jî di şert û mercên tirs, tehdîd û terorîzmê da en hindik heta sewîya nîvxwedayekî tê bilindkirin û bi vî awayî vêca ji bo her tercîhên siyasî, exlaqî û leşkerî yên serokê "bêqusûr", îtaeta giştî ya xelkê û ya her kadroyek ku piçkek be jî ji hin têştan ketîye şikê, tê misoger kirin. Ev tevger êdî dibin olên sekuler.

Heta niha, dîsa jî baş e. Lê gelo, dema ku heman serok an jî rêber di nava destên dijminên wî netewe an xelkê bindest da ye û ji alîyê wan ve tê bi karanîn hingê çi diqewime? Erê, dram û bêçarebûna Kurdan tam di vê xala hanê da ye.

Têbinî: Ev kurtenivîsa min li ser wan ramanên Ionesco Eugene hate nivîsîn, yên ku di berhema xwe ya bi navê “Gergedan” (1959) da îfade kirîye, ku ev yek mijara fikrî ya vê pêşengehê bû. “Gergedan”  berhemekî alogorîk ya teatroyî (Teatroya Bêwate-Absurd) ye, ku tê da behsa wê meyla mirovan dike ku bi du qelebalixê dikebin, her çiqas tiştên ku ew dikin ne bi maqûlî û bi aqilanê bin jî.

Nivîsên bi vî awayî yên her hunermendî di kataloga pêşengehê da li kêleka fotografên berhemên hunermendan da hatin weşandin û her wusa jî di pêşengehê da wek nivîs li kêleka berheman hate danîn.

Ev pêşengeha hevbeş ya salene ya 90 hunermendên endamên Komeleya Hunermendên Hunera Şêwekarî ya Bakûrê Yunanîstanê, li bajarê Thessalonîkî, li Galeriya Sazîya Lêkolînên Makedonî da, di navbera 07/03/2026 û 07/04/2026an da pêk tê.

Bajar, 2023, rengên akrîlîk, 120Χ100 cm.

Dawetnameya pêşengehê.


30/03/2025

Hunermendê hêja Nîzamettîn Ariç tenê nîne.

Piştî ku Hunermendê hêja Nîzamettîn Ariç fotografên 3 resimên xwe yên bi navên “Good Bye Öcalan” û “Good Bye Apo!” weşand, mirîdên A. Öcalan û yên PKK li ser medya civakî êrîşê wî kirin. Ez van êrîşan rûreş dikim.

Bê guman divê her Kurd di derbarê siberoja ziman, milet û welatê xwe da xwedî gotin be û bi van mijaran ra elaqeder bibe. Ev berpirsîyarîya exlaqî û wujdanî ye. Divê em ne tenê ji A. Öcalan ra, lê ji her kesê/a ku ji bo miletê Kurd û Kurdistanê mafên statûya dewletbûnê, federasyonê, otonomîyê, tew mafên kulturî jî naxwaze û ku banî Kurdan dike û ji wan ra dibêje “bi civat û dewleta Tirkan ra bibin yek” ra bêjin “Good Bye”. Siheta te xweş be kekê Nîzamettîn.

Nîzamettîn Ariç, 2016, hibra çînî, 25x17 cm.


02/03/2025

Serhad Bapîr bû mêvanê bernameya “Çand û Edebîyat” ya Netew TV - Dijîtal Medya.


Di 10/11/2020an da ez bûm mêvanê bernameya “Çand û Edebîyat” ya Netew TV - Dijîtal Medya'yê. Vê bernameyê, nivîskarê hêja Silêman Demîr çêdike, di bernameyê da min bersiva pirsên wî û yên temaşevanan da û her wusa jî min behsa hunera xwe kir. 
Bername li ser facebook, İnstagram û YouTube da bi awayekî rasterast hate weşandin.

10/02/2025

Hunermendê Mezin Riza Topal Hulmanî Mir

Resam, helbestvan û nivîskarê Kurd Riza Topal Hulmanî di 7ê Sibatê da, di 91 salîya xwe da li bajarê Berlîna Almanyayê mir.

Hunermend Riza Topal, di xortanîya xwe da, li atolya xwe da li ser xebatê

Piştî sala 1984an, dema ku ez wek penaber gihîştim Yunanîstanê, di wan salan da di hin weşanên Kurdan da min çend resimên wî dîtibû. Di sala 1991an da min kataloga pêşengeha wî ya bi navê “Riza Topal – Ein Kurdischer Maler” (Riza Topal - Resamekî Kurd) ji Enstîtuya Kurdî ya Parîsê kirî û bi rêya postê kete destê min. Di sala 2006an û pê va me gelek caran bi telefonê dûr û dirêj bi hev ra xeberdaye û her wusa jî me ji hev ra nameyan şandîye. Ewî CDyên bi fotografên berhemên xwe, nivîs û wergerên xwe ji min ra şandîye û her wusa çend monotîpên xwe jî wek dîyarî ji min ra şandîye û min jî her 2 katalogên berhemên xwe yên grafîkî jê ra şandîye.

Berhema li ser berga kataloga Riza Topal ya sala 1984an, “Riza Topal - ein kurdischer Maler” (Riza Topal -resamekî Kurd)

Di sala 2007an da min nivîsek bi navê “Riza Topal: Siwarê Gernas û Helbestvanê Rengan” li ser hunera wî nivîsî. Di rastîyê da ev nivîs nameyekî min bû ji bo kekê Xelîl Duhokî, paşê li ser daxwaza kekê Xelîl wek nivîs di kovara Nûbûnê da, ku hingê kekê Xelîl Duhokî li Duhokê derdixist, weşîya û paşê jî di gelek malperên kurdî da. Ev nivîs “hewar”a min bû, ku min balê dikişand li ser hunermendîya Riza Topal û di siberojê da ka gelo ê çarenivîsa  berhemên wî çewa be? Mixabin, hewara min çû li dîwarê bêdengî û bê baldarîyê ket, ji başûrê Kurdistanê tu kesekî xweyê hêz û berpirsîyarên sazîyan bala xwe neda hunera Riza Topal.

Di sala 2013an da bi rêya telefonê min ji hevalekî xwe yê nas, ku di warê aborî da rewşa wî baş bû û li Berlînê dijîya, xwest ku here Riza Topal bibîne û bi siberoja berhemên wî ra elaqeder bibe. Tiştê ku min jê xwestî da mesref tunebû, tenê elaqederbûn û hişyarîya ji bo vî hunermendê me yê mezin hebû. Ka gelo dikaribûn alîkarîya wî bikirina da ku ew ji nav kirasê bêdengîyê û bê baldarîyê derketa, ka gelo di saxîya xwe da ê bikaribûya bidîta ku ev bi hezaran berhemên ku di gelek dehsalan da afirandîye ê piştî mirina wî belawela û wenda nebûna, ê bihatina parastin û ê bibûya mal û milkê miletê Kurd? Hevalê min, bi gotinên xweş sozê da min, lê “soz bû toz”, neçû û Riza Topal nedît jî. Piştî vê yekê, ez bi kekê Rûşen Arslan ra ketim nav têkilîyê, min jê ra behsa Riza Topal kir û min got ku, ku Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (WÎB) karibe bila li wir (li Stenbolê) pêşengehekî bi berhemên wî pêkbîne. Kekê Rûşen hingê di rêveberîya WÎB’yê da bû. Ewî sozê da min ku dema ku ê here Almanyayê, ê here Riza Topal bibîne. Soza xwe anî cî û bi tevî kekê Recep Maraşli çûn Riza Topal dîtin. Di 2015an da, bi hevkarîya WÎB, li Stenbola Tirkîyeyê pêşengeha ferdî ya Riza Topal li Cezayîr Restaurantê da pêkhat.

Pêşengeh di şahîya salvegera avakirina WÎByê da çêdibe, min haya xwişka xwe Rewşanê ji vê pêşengehê çêkiribû, ew jî çubû vê şeva Cezayîr Restaurantê. Xwa min ji min ra got “Keko, kesî bala xwe nedida berhemên hunermend, berhem wekî çerezan bûn di şahîya Weqfê da.” Pêşengeh ji bo Riza Topal trajîk bû, di şeva vekirina pêşengehê da, li Cezayîr Restaurantê da PKKyî “ji bo azadîya A. Öcalan” jê jî îmzekirina bangewazîyekî dixwazin. Ew jî vê yekê qebûl nake û ji wan ra dibêje ku “ez azadîya hemû girtîyên sîyasî yên Kurd dixwazim.” Di wê navberê da, ji bo hevpeyvîna kurt ya ku Kurdistan TV bi pê ra bike hunermend ji ser sandelyê xwe, radibe ser pîya, piştî hevpeyvînê dema ku dixwaze dîsa li ser sandelyê xwe rûnê, sandelîye ne li cihê xwe ye û Riza Topal wusa bi paş va serpiştî bi valayîyê va dikebe û serê xwe li hesinê bedena kalorîferê dixe û serê xwe dişkîne. Wî radikin nexweşxanê, piştî ku bi ser xwe va tê, vedigere Almanyayê. Riza Topal di wê bawerîyê da bû ku, PKKyîyan mexsûs wê sandelyeyê li pişt wî kişandibûn û bûbûn sedema birîndarbûna wî.

Riza Topal, “Keçika li ser dar”

Riza Topal ji bo vê pêşengeha xwe bi xwe ra derdora 80 resimên ku li ser kaqid çêkirîbû ku di mezinahîya 70X100 cm. bûn, biribû û van hemû resiman jî dîyarîya WÎB kiribû. Kêfa min qet ji vê yekê ra nehat, di telefonê da min fikra xwe jê ra got: “Te tenê 10 resiman dîyarî bikira, te çima hemûyan dîyarî kir?” Her du hunermendên Kurd, Mehmed Kolçak û Gulcan Zîrek ku li Stenbolê dijîn, alîkarîya amadekirina pêşengehê kiribûn, min ji Riza Topal pirsî “gelo te resimekî xwe dîyarîya wan kir?” Dîyarî nekiribû, ji min ra got ku “carekî din ku ê here Stenbolê ê dîyarîyê wan bike”, lê ev yek nebû. Ez li ser navê xwe bêjim, ez li xwe poşmam bûme ku ez bûm wesîle û navberkar ji bo ku ev pêşengeha Riza Topal were çêkirinê, xweska min nekira.

Herçî pêşengeh bû, WÎB nikare 1 resimekî jî bifroşe û ji hunermend ra bibe alîgir. Ji sala 2015yan û vir va jî ez gelek caran çûme WÎByê, li wir ez leqayê yek resimekî çarçovekirî yê Riza Topal nehatime, haya min ji aqûbeta van berhemên hunermend tuneye ka Waqif çi bi wan kirîye. Lê li Weqfê da resimekî mezin yê hunermendekî din daliqandîye, hunermendekî ku, li ser medyaya civakî da salvegera 95an ya Cumhurîyeta Tirkan bi fotografê Mustafa Kemal Atatürk pîroz dike, heye. Erê, di vê weqfa ji bo îsmaîl Beşîkçî hatîye avakirin da! Erê, dinya pean e.

Di sala 2020an da min ji hevalê xwe, ji kekê Şêxmûs Ozzengîn rîca kir û xwest ku ji Hamburgê here Berlînê da ku Riza Topal nasbike. Mala wî ava, çû û hunermendê me dît û pê ra xeberda, bi telefona xwe çend perçe vîdeo kişand. Paşê jî nivîsekî li ser wî û hunera wî nivîsî. Piştî demekî, vê carê bi peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno ra çûn ba Riza Topal û bi pê ra hevpeyvînekî çêkirin. Di vê hevpeyvîna xwe da jî Riza Topal dîsa dubare kir ku, dixwaze hemû berhemên xwe dîyarîyê başûrê Kurdistanê bike, da ku li wır werin parastin û bibin mal û milkê Kurdan. Ev daxwaza wî jî, negihîşt guhên keer û lalan. Ca bifikirin: Hunermendekî mezin ku bi hezaran berhemên xwe yên ku bi keda xwe ya 60 salî va afirandîye, dixwaze van berhemên xwe dîyarîyê welatê xwe bike, da ku piştî mirina wî ev berhem belawela nebin û wenda nebin, da ku ev berhem bibin mîrasa kultûrî ji bo miletê wî, lê pêjna rêveberên welatê wî nayê, bala xwe nadinê û wî seh jî nakin.

Di bihara 2022yan da ez çûm Berlînê û bi tevî naseka xwe em çûn mala Riza Topal û me wî dît. Êdî têra xwe mezin bubû, lê hê jî li ser hunera xwe dixebitî û hiş û hafiza wî baş bû, lê destê wî hindek dilerizî. Me qederek bi hev ra sohbetê kir û me beşekî vê sohbetê jî bi makîneya piçûk ya vîdeyoyê qeyd kir. Bi rengên akrîlîk berhemên mezin yên abstrak çêdikir, ku ji bo tasarufê jî, cawên tualên xwe, ewî bi xwe li ser texteyên çarçoveyan girêdida û dikûta, ku ji bo kesekî 88 salî ev karekî qederek zehmet bû. Mala wî tije resim bûn ku êdî tê da cîhê vala nemabû. Wî, pirtûkên ku bi xwe nivîsîbû û pirtûkên ku wergerandibû ser zimanê me, ku ewan bi îmkanên xwe, bi xwe dabû çapkirinê dîyarîyê her yek ji me kir.

Riza Topal, “Berbûk”

Di sohbeta me da tiştê ku herî zêde bala min kişand ew serpêhatîya wî ya pêşengeha wî ya Muzaxaneya Bochum bû: Di sala 1980yan da Muzaxaneya Bochuma Almanya ya Federal ku pêşengeha Riza Topal çêdike, katalogekî bi berhemên wî  jî çapdike. Lê merivên seferatxaneya dewleta Tirkan tên û katalogan ji xwe ra dikirin û dibin, da ku ev katalog nekebin destê Almanan, bê guman van katalogan dibin paşê dişewitînin. Çewa ku cigirê mudûrê muzaxaneyê ji hunermendê me ra dibêje, “carekî kesekî hat û 800 katalogan ji xwe ra kirî û bir.” Ev cîgirê mudûrê Muzaxaneya Bochumê, ji ber ku vê pêşengehê amadekiribû, dewleta Alman wî ji karê wî davêje. 

Ev e Riza Topalê Hulmanî û ev in dagirkerên me, xêrnexwazên me û her wusa ev e di wan salan da tesîra dagirkeran, li ser dewletekî demokratîk, mezin û bi hêz, ku hingê ji bo xatirê Tirkan nedihişt ku Kurd li Almanyayê navên zarokên xwe bi kurdî danin.

Serhad Bapîr 09/02/2025

19/10/2024

Jina Kurd û Manuplasyona Azadîya Jinê

Pêvajoya nivîsandina vê gotarê wusa despêkir: Nivîskareka Kurd ku li rojavayê Ewrûpayê wek penaber dijî, di meha Gulana îsal da li ser medyaya civakî da wusa nivîsîbû: “Em ji jinbûnê û Kurdbûnê hatine surgunkirin”. Min wusa jê ra nivîsî: “Min fêhm nekin? Çewa wun "ji jinbûnê û Kurdbûnê hatine surgunkirin? Li welat bi mîlyonan jin û Kurd hene, gelo ew çima nehatine surgunkirinê? Qê haya wan ji jinbûna wan û Kurdbûna wan nîne û her wusa qê haya dewleta dagirker jî ji jinbûn û Kurdbûna wan nîne?” Ewê di bersiva xwe da: “Jinekî ku bi jinbuniya xwe azad nebe, yanê ji ber jinbuniyê jiyan lê bê qedexekirin, helbet ew ji jinbuniya xwe hatiye surgunkirin. Kurdbûn çand û ziman e, û zimanê me jî çanda me jî li me qedexe kirin, disa di heman demê de him jin û him Kurd ji ber nasnameyên xwe pir hatine kuştin, ev jî celebek surgunkirinê ye. Nifşa nû jî bi kurdî napeyîve, ev jî surgunkirin e, em ji axa xwe jî, zimanê xwe jî ji jinbuniya xwe jî hatine surgunkirin.” ji min ra nivîsî. Piştî bersiva wê, min jê ra got ku, “Fikra min li ser van mijaran ji van fikrên te cihê ne. Min dixwest li vir wan fikrên xwe binivîsim, lê ez dibêm qê ev cîyê teng piçkek min asê dike ji bo binivîsim. Ku tu bixwazî e-maila xwe ji min ra bişîne, da ku ez ji ser wur ji te ra fikrên xwe bişînim.”

Ev nivîs bi nîyeta dîyaloga fikrî ya min, a bi vê nîvîskara Kurd ra, di 17.06.2024an da hate nivîsîn û jê ra hate şandin, lê ev dîyalog stewr ma, lewra ev nîvîskara Kurd nexwest fikrên xwe li ser van tiştên ku min jê ra nivîsî, ji min ra bêje. Xem nake, vêca min got ka ez van ramanên xwe, bi hin guhertinên pêdivî yên piçûk biweşînim, dibe ku bala hin kesên din bikşîne, çi jin û çi jî mêr. Min navê xanima nivîskar guherî û Binevş danî, lewra ev dîyaloga stewr tenê bi însîyatîfa min çêbubû. Ji alîyê dî va, ew tiştên ku vê xanima hanê digot, di nav jinên Kurd da gelek kes hene ku vê retorîk an jî dîskurê dubare dikin û ku kêm zêde xwedîyê heman fikrî ne, ji ber vê yekê, xwedîyê fikrên din jî divê ramanên xwe eşkere bikin. Bila ev nivîsa min a bê bersiv, bibe yek ji wan kêm nivîsên li ser vê mijarê. Ku wun ji min bipirsin, ez heta niha leqayê nivîsekî rêk û pêk ya li ser vê mijarê nehatime, dibe ku hebe, li ser vê mijarê li ser medyaya civakî carna meriv leqayê hin nivîsên kurt tê. Tiştê ku ez dizanim, vîdeoyekî bernameya kovara Zaremayê jî li ser vê mijarê heye.

Di dawîya vê nivîsê da dîyalogekî kurt a di navbera min û vê nîvîskara Kurd da heye. Werhasil, de ka em werin ser vê nivîsa min:

Keça xame, 2017, rejî, 36x25 cm.

Êvara te xweş be Binevş xanim, hêvîdar im ku tu baş î.

Li ser van ramanên te yên li xwarê, piçkek bi derengî be jî, min got ka ez jî fikra xwe bêjim.

Tu wusa dibêjî: “Jinekî ku bi jinbuniya xwe azad nebe, yanê ji ber jinbuniyê jiyan lê bê qedexekirin, helbet ew ji jinbuniya xwe hatiye surgunkirin. Kurdbûn çand û ziman e, û zimanê me jî çanda me jî li me qedexe kirin, disa di heman demê de him jin û him Kurd ji ber nasnameyên xwe pir hatine kuştin, ev jî celebek surgunkirinê ye. Nifşa nû jî bi kurdî napeyîve, ev jî surgunkirin e, em ji axa xwe jî, zimanê xwe jî ji jinbuniya xwe jî hatine surgunkirin.”

Ji ber ku ew hêza ku zêde-zêde behsa vê “azadîya jinê û jinbûnê” dike û gelek sazî û rêxistinên bi navê jinan avakirîye PKK ye, ev tiştên ku ez dinîvîsînim li ser fikra vê partîyê ye. Gelek jin bi hemdê xwe û bê hemdê xwe vê behsê (dîskur) dubare dikin. Ev gotinên min raste rast rexneyekî ji bo te nîne, lê ji bo xwedîyê van ramanan û vê retorîkê ne.

Pêşî ez dixwazim li ser hevoka te ya pêşî hin tiştan bibêjim. Gelo jin çewa bi jinbûna xwe azad dibe û çewa jinbûn tê qedexekirinê? Gelo li kê derê ev pirsgirêk hatîye çareserkirinê? Ev dewleta îddîal li kê derê ye? Dema ku behsa “bi jinbuniya xwe azadbûn”ê tê kirin, qê ev azadîya têkîlîyên cinsî ye? Jin li vir dixwazin pratîka hin mêran kopya bikin? Gelo pîvanên “bi jinbuniya xwe azadbûnê” çi ne, ev pîvan ji bo mêran jî derbas dibin an na? Di vê “azadbûna jinê” da, çima pêjna wekhevî, hizkirin û evîna di navbera jin û mêr da nayê?

Xort, 2017, rejî, 34,5x22 cm.

Li seranserê dinê, bi hezaran xelk û milet û derdora 230 dewletên mezin û piçûk hene. Ev milet û dewlet, xwedîyê olên gelek cihê ne û ev ol, kevneşopî û sewîya demokrasîya van dewletan, tesîrê li urf û adetên van miletan dikin. Meriv dikare bêje ku di dewletên ku demokrasîya wan bi pêş ketîye da, ku ev dewletên kapîtalîstên yên Rojava ne, di her warê jîyanê da çarçoveya maf û azadîyên her beşê civatê, parastina heywan û xwezayê berfiretir bûye. Piştî Ronesansê, bi perçebûna ola xrîstîyanî, şoreşên mezin yên civakî û endustrîyê, bi beşdarîya jinan a hilberîna endustrîyê, avabûna bajarên mezin, bi berfirekirina demokrasîyê û guhertina awayê hilberîna aborîyê, êdî ew rol û tesîra şaxên dêra xrîstîyanî ya muhafezakar ya di nav van civatên Rojava da kêm bûne.

Ku em ol, civat, milet û dewletên Afrîqa, Hîndîstan, Çîn û Rojhilata Dûr danin alîkî, heta dereceyekî haya me ji sewîya ew maf û azadîyên ku di nav “cîhana Îslamê” da hene, heye. Ew guhertinên ku di van 600 salên dawî da di nav civat, milet û dewletên Rojavayê da qewimîn, di nav civat, milet û dewletên misilman da pêk nehatin, tenê guhertinên gelek piçûk û şiklî çêbûn.

Ji ber ku li Kurdistanê ola serdest ola Îslamê ye, ev ol tesîrê li her warê civatê û jîyanê kirîye û her wusa jî ev ol tesîrê li olên din yên ku di nav Kurdan da hene jî kirîye, olên wekî Rêya Heq (Elewîtî), Yarsanî – Kakayî û Êzîdîtîyê. Dema ku meriv ola Îslamê bi olên Cihû û Xrîstîyanan ra dide ber hev, meriv dikare bêje ku ola Îslamê zêdetir anagorê zewqa cinsî û serdestîya mêran hatîye avakirinê, îmtîyazan daye mêran.

Her çiqas di van 200 salên dawî da gelek seyyahên rojavayî ku ji Kurdistanê jî derbas bûne û li ser civata Kurdan jî fikrên xwe nivîsîne û ji me ra behsa wê yekê dikin ku “jinên Kurd naşibin jinên Tirk, Faris û Ereban, ji wan gelek azadtir in” jî, di netîcê da urf û adetên îslamî heta dereceyekî civata Kurda jî dîzayn kirîye. Her wusa jî qanûn û sewîya azadî û mafê mirovan yên her çar dewletên dagirkerên Kurdistanê jî tesîr li jîyana Kurdan dikin.

Ez dizanim ku tu yê niha bêjî “Ez van tiştan hemû dizanim, tu çima behsa van tiştan ji min ra dikî.”

Mirov, 2017, rejî, 34,5x22 cm.

Di nav me Kurdan da ew retorîk an jî dîskura ku tenê behsa mafê jinan û azadîya jinê dike, mêran bi awayekî giştî û mêrên Kurd jî bi taybetî, wek sedema bindestîya jinê dihesibîne. Ew bala xwe nadin wê yekê ku, bav, bira, ku zewicîbin mêr û kurên wan û her wusa pismam û “rêhevalên” wan yên mêr, hemû dikebin nav vê kategorîya mêran, ji ber ku ew jî mêr in. Jibîr dikin ku di Kurdistana kolonîbûyî da ne tenê jinên Kurd bindest in, her wusa mêrên Kurd jî. Ji bo azadî û serxwebûna miletê Kurd û Kurdistanê, mêrên Kurdan ji jinên Kurdan qat bi qat zêdetir hatîne kuştin, girtin û êşkence dîtine, nexwe çima tenê behsa jinê tê kirin? Gelo divê mêrê Kurd ji ber ku mêr e, ji xwe şerm bike? Gelo awayekî ji awayan, dikare ji vî “bar û rencîdebûna”mêrbûnê bifilite? Gelo ev “jinên azad” çima behsa wekhevîya jin û mêran nakin, qê mêr cisnekî naletî û necis in? Ew qedr û îtîbara ku “jinên tevgera azadîyê” ji bo LGBT+ an dide, çima ji bo mêrên Kurdan nade? 

Behsekî sereke ya partîya legal ya PKK heye ku wusa dibêje: “Laz, Çerkez, Arap, Kürt, Türk ve kadınların mücadelesi.”(*1) Dibe ku cîyê navê rêza miletan carna cihê be. Çima jin di dereceya du miletên sereke û çend miletên piçûk da tên dîtin? Gelo mêr kû va çûn? An jî “Laz, Çerkez, Arap, Kürt ve Türk” hemû dibin nûner û versîyonên mêran? Jin News, Jin Tv hene, gelo Mêr News û Mêr Tv xwe li kê derê veşartine ku em bi wan nizanin? Di vê navnîşana Wîkîpedîayê da navê 10 partî, rêxistin û yekîtîyên jinan hene ku ez dibêm qê piranîya wan girêdayîyê PKK ne, gelo PKK bi xwe, partîya mêran e? https://ku.wikipedia.org/wiki/L%C3%AEsteya_tevger%C3%AAn_jin%C3%AAn_kurd  An jî, Roj Tv, Ronahî Tv, Fırat Haber Ajansı û hwd. hemû yên mêran nin? Jinekolojîyê çêkirine, gelo ev “mêrekolojî” li kê derê ye?

Ku “jin” hêmana bingehîn ya têkoşînê be, hingê jinên Tirk, Faris û Ereban ji mêrên Kurdan nêzîktirê vê jina Kurd e, lewra jinên Tirk, Faris û Ereban jî wekî jinên Kurdan “wek Jin, bi jinbunîya xwe azad nîn in, yanê ji ber jinbunîyê jiyan li wan hatîye qedexekirin, helbet ew ji jinbunîya xwe hatine surgunkirin”.  Di vê xala hevbeş ya jinbûnê da, Kurdbûn, mafên Kurdan yên miletî û welatî tunene. Ev yek gelek dişibe wê îdeolojîya çepîtîyê, ku ji bo şoreşê divê ku “karkerên hemû cîhanê yek bin” û bi vî awayî karkerên Kurd jî ji pirsgirêka xwe ya sereke ya netewî bi dûr bisekinin û bi alayên sor bibin dûvikên karkerên Tirk, Faris û Ereban û her wusa jî, di versîyona îslamî ya vê mijarê da jî, Kurd bibin perçeyekî ummeta îslamê û bi pirsa xwe ya netewî û welatî ra mijûl nebin.

Mirov 2, 2017, rejî, 34,5x22 cm.

Li ba jinên Kurd yên ku tenê bi nasnameya “jinbûnê” dertên pêş, bi awayekî vekirî û zelal daxwazên azadîya miletê Kurd û serxwebûna Kurdistanê nîne, naxwazin behsa navê azadî û hukumranîya miletê Kurd ya li ser Kurdistanê - ku ew jî serxwebûn e - bikin. Tenê behsa azadîyêkî tê kirin, ku çarçoveya wê di nav mij û moranê da xwuya nake. Ew, civata Kurd ya perçe-perçebûyî hê jî perçe dikin. Îtîbara wan li ber çavê mêrê Kurd dişkê, vêca wî “mafî” didin mêrên Kurd da ku ew jî bêjin “Em mêrên Kurdên azad, dildarên serxwebûna milet û welatê xwe”. De vêca were û vê meselê safî bike!

Mêrên Kurd ne berpirsîyarên her xirabîya ku li jinên Kurd hatine kirin nin, çewa ku jinên Kurd jî ne berpirsîyarên her xirabîya ku li mêrê Kurd hatine kirin nin. Her ferd berpirsîyarê qencî û xirabîya xwe ye. Ev retorîka “jinên azad” ku bi awayekî giştî “erkek egemen sistemi”ya (*2) mêran tawanbar dike, ku daxwaza serxwebûna Kurdistanê jî wek daxwaza sîstema serdestîya mêran ya li ser jinan bi nav dike, gelek dişibe wê retorîka tevgerên nijadperestan. Nijadperest, di mijarên negatîf da mirovên xerîb (an jî di mînaka Kurdan da, bindest) wek takekes nabînîn, lê wek kom dibînin. Wek mînak li Almanyayê (an jî li Yunanîstanê) dema ku kesekî xerîb karekî xirab bike (her wusa Alman jî xirabîyên bi vî rengî dikin), hingê ev nijadperestên hanê nabêjin ku vayê bêvankes an jî kesekî bîyanî vê xirabîyê kirîye, lê dibêjin ku xerîb an jî serreşan vê xirabîyê kirîne.

PKK ya ku xwedîgiravî “ji bo Kurdistana serbixwe û yekbûyî” hatibû avakirinê, piştî girtina serokê xwe, dev ji vî armancî berdaye û tew êdî vekirî bûye dijminê serxwebûna Kurdistanê jî. Di pêvajoya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê (2017) da, me vê dijminatîyê hanê vekirî û zelal dît. PKK dewletê wek rêxistina mêran bi nav dike û avakirina dewleta Kurdistanê jî wek hewl û daxwaza bindestkirina jinê bi nav dike. Maşelah.

Mirov 3, 2017, rejî, 34,5x22 cm.

Kurd û Kurdistan, civat û welatekî pirreng in. Ev zengîntîya zarava, ol, mezhep ya Kurdan û pêkhateyên etnîkî, dewlemendîya Kurdan û Kurdistanê ye. Ku Kurd karibin dewleta xwe ava bikin, hingê ev hemû pirrengî dikare bibe bingehekî xwurt ya demokrasîyê. Lê di şertên bindestîyê da, ev pirrengî dikare ji bo Kurdan bibe dezavantaj jî. Dijmin, dijmin e û ê her dijminatîya xwe bi me bike. Ê bixwaze Kurdên Rêya Heq (Alewî), yên Êzidî, yên Yarsan –Kakayî, yên Kird (Zaza) ji Kurdan cihê bike, yên Şiî û Şebek ji Kurdan cihê bike. Ku dijmin di vê daxwaza xwe da serbikeve ê hingê Kurd tenê Kurmanc û Soranên misilmanên sunnî bimînin, ji xwe ê bixwaze Kurmanc û Soranan jî ji hev cihê bike. Behskirina jinê wek hêmayekî sereke, dikebe nav çarçoveya perçekirina Kurdan. PKK, ji niha va ew jinên Kurd ku dikare tesîrê li wan bike, kirîye dijminên mêrê Kurd û serxwebûna Kurdistanê. Ji bo wan xirabîya herî mezin, ev sîstema dewletparêz a mêran e.

Di van şertên bindestîyê da, di nav civata Kurdan da gelek nasname hene: Ji bo hin kes û koman musilmantî nasnameya sereke ye, ji bo hinên din çepîtî, alewîtî, êzidîtî, şiîtî û hwd. Û niha jî, nasnameya jinê! Ku nasnameya me ya sereke Kurdbûn nebe, hingê wek milet û wek welat em ê ji hev bikevin û em ê nikaribin bigihîjin mirazê xwe, ku ew jî azadîya miletê me û serxwebûna welatê me ye.

Ev zêde-zêde behskirina jinê, jinê ji xusîsîyetên netewî û welatî dûr xistîye, êdî “jin jîyan azadî” ye, lê “jin jîyan Kurdistan” nîne, an jî “jin û mêr, tevr û bêr” nîne da ku em jî wek milet “bibin mîmarê dîwarê xwe”. Ku tenê “jin jîyan be”, hingê, gelo mêr çi qurader e? Nîvê nifûsa Kurdan qê najî, an jî qê tu rola wan di avakirina vê jîyanê da nîne?

Bendewarî, 2016, rejî û pastelên ziwa, 21x29,5 cm.

Gelo çima refleksên parastina zimanê kurdî li ba jinên Kurd ji ya mêrên Kurd jî qelstir e? Çima “jinên azad” behsa vê yekê nakin û vê yekê ji xwe ra nakin pirsgirêk? Di sala 2010an da, di hevpeyvîna ku kovara Jinan (ya PDK Îranê ye) bi min ra kirîbû da, li ser mijara jin û xwedîderketin û parasina zimanê kurdî, ez vê yekê dibêjim:

“Pirs: Gelek wêneyên tu dikşînî yên jinan, wateya wî karê te çi ye?

Rast e. Min rêzekî mezin grafîk û resimên bi mijara jinan çêkirîye. Sedemên vî tiştî hebûn. Li bakûrê Kurdistanê, min digot qê jin lokomotîva parastina ziman û kultura kurdî ne, min qedrekî mezin dida jinê, bi van fikr û ramanan min berhemên xwe diafirand. Her wusa dîmenên jinên Kurdan yên bi cil û libasê kurdî, li ba min ji bo çêkirin û nîşandana mirovên Kurd, motîvên muhîm bûn. Disa divê bêjim ku, di helbestên kurdî yên sedsala 20an da, gelek caran welat û Kurdistan bi jin an jî bi dayikê va hatîye temsîlkirin, dibe ku ev yek jî tesîr li min kiribe.

Lê malesef ez şaş derketim. Ez pê hisîyam û min fêhm kir ku vayê di pêvajoya asîmîlasyona zimanê kurdî da rastîyekî din ya jinan heye. Jinên Kurdan bi zimanê tirkî nizanibûn ji ber vê yekê, ji mecbûrîyetê di nav xwe da û bi zarokên xwe ra bi zimanê kurdî diaxivîn. Dema ku ew ji fêrî zimanê tirkî bûn (ne tirkîya baş, lê ew tirkîya xirab û şikestî ya ku xelkê Kurd pê diaxive), êdî ew jî wekî mêran rabûn inçik û lotikên zimanê tirkî. Jinên Kurd ku di nav civata kurdî da bindestên mêr, bira, xesûyên xwe ne, wan di zimanê tirkî da ji xwe ra modernbûn û xwedîmafbûnekî sexte û derewîn peyda kirin. Ew, dev ji zimanê kurdî berdanê û bi tirkî axaftinê ji xwe ra wek marîfet dihesibînin. Refleks û pratîka wan ya parastina zimanê kurdî, dibe ku ji yên mêran jî kêmtir be.

Divê ku ez li vir bêjim ku kapasîteya zanina van jinan ya bi zimanê kurdî, wekî jinên her miletî, gelek fireh e, ew bi dehan, bi sedan çîrok, meselok, serpêhatî, pêkenok, sitranên bi kurdî dizanin, her wusa dikarin behsa gelek tiştan jî bikin, lê ew vê kapasîte û xezîneya xwe ya bi zimanê kurdî davêjin nav kanalîzasyon, serab û ser sergoyan, bi kurdî napeyvin û tercîha xwe bi zimanê tirkî da dikin. Kapasîteya zanîna wan ya bi zimanê tirkî, dibe ku negihîje 10% ya kapasîteya zanîna wan ya bi zimanê kurdî jî! Tirkîya wan ya şikestî, dişibe tirkîya nezan û kêmaqilên Tirkan.

Bêçare, 2016, krayon, 21x29,5 cm.


Li bakûrê Kurdistanê, li gelek bajar, qesebe û heta gundan da, qîmet û maneya zimanê zikmakî bûye perçekî rûvî an jî goştê xirab yê ku qesab davêjin ber devê kûçikan: Jin û mêr di nava malê da bi zimanê tirkî dipeyvin, zarok bi zimanê tirkî têne dinê û bi zimanê tirkî mezin dibin. Piştî bindestkirin û bêstatûhiştina Kurdan, ya ku di peymana Lozanê da jî hatîye testîqkirin, serketina herî mezin ya dewleta dagirker ya Tirka, ev asîmîlekirina Kurdan e. Ku sîyasetvanên Kurdan tedbîrên radîkal nestînin û bicîhneynin, di pêvajoya 30 - 40 salên pêş me da wê zimanê kurdî ji nav xelkê rabe û wê tenê wek zimanê çend sed hezar welatparêz û zimanparêzan û her wusa jî wê wek zimanê dîn û ehmeqên emirmezin bimîne.

Ev dîmen, li ba keçên ku di nav polîtîkaya kurdî da ne hê jî xirabtir e. Bêy ku fedî bikin, ew, di civinan da, li ber jinên 50 – 60 salî yên ku bi tirkî nizanin, bi zimanê tirkî behsa “rizgarîya jinê” dikin. Çewa ku serokên van keçan tu qîmetê neda zimanê kurdî, ew jî eynî polîtîkaya zimankuj didomînin.

Bê guman keç û jinên bi rûmet, yên ku li zimanê xwe xwedî derdikevin jî hene, lê malesef hejmara wan gelek kêm e.”

Binêre: http://huneruraman.blogspot.com/2011/04/hevpeyvina-kovara-jinan-b-serhad-bapir.html

Kompozîsyon, 2017, pênusên rengîn, 25x17,5 cm.

Ku li Kurdistanê tevgerekî netewî û civakî ya jinan bi rastî jî hebûya, divîyabû qenebî derbarê hin mijaran da xwedî gotin û pratîk bûya. Ev zêde îddealîzekirina jinê, jinê ji rastîya jinê jî gelek dûr dixe. Ez ê li vir behsa çend pirsgirêkên civakî bikim ku jin û mêran aleqeder dikin û divê li ser sedemên van mijaran em bifikirin.

Li Kurdistanê, li bajarên wekî Batman û Dîyarbekirê, jinên Hüda Parê yên ku bi hezaran dertên meydanan, an jî di salonên mezin da dema ku şova qedandina perwerdeya Quranê û tişt miştên din dikin, hene, divê em çi ji bo wan jinan bêjin? Gelo ev jî ne jin in û her wusa ew jî wekî me ne Kurd in? Ku tenê jin, “jin, jîyan, azadî” be, hingê van jinên Kurd çima ew jinbûn, jîyan û azadîya xwe teslîmê vê versîyona tûj a ola îslamê kirine? Bi îdealîzekirina jinê da û di slogana “jin, jîyan, azadî” da bersiva vê pirsê nîne. Ev slogan nikare bersiva wê pirsê bide, ka gelo ji ber çi sedemî li seranserê cîhanê, anagorê mêran, çima jin zêdetir muhafezakar û olperest in? Gelo sedemên vê îtaatê çi ne?

Em dizanin ku li seranserê dinê, ji alîyê mêran va kuştina jinê, ji alîyê jinan û yarên wan va kuştina mêran gelek zêdetir e. Ev yek di nav dewletên ne demokratîk da zehf zêdetir e. Lê ev mêrên kujer, berîya bibin kujer, ji alîyê dê û bavên xwe va têne mezinkirin û heta zarok bibin 10 salî, herî zêde jî dê bi van zarokan va eleqeder dibin. Di peydabûna karekterên zarokan da rola dayikê ji ya bav kêmtir nîne. Gelo ev dayîk qê ne jin in? Li Kurdistanê jî kuştina bi navê “namûsê” heye. Gelo rola jinê di sitandina biryara “paqijkirina namûsa malbatê” da çi ye, gelo çima nabe û nikare bibe asteng? Çima bi jin û mêr va, malbat kurê xwe yê 15-16 salî (ji bo ku cezayekî piçûk lê were birrîn) dikin kujerê xwuşka xwe? Ma qê ev ji bo wî bira û kurî jî zulm nîne?

Kompozîsyon, 2017, pênus, 25x17,5 cm.

Li Kurdistanê hê jî sîstema “qelen”ê li gelek cîyan heye û her wusa jî, daxwaza “em ji bo keça xwe hewqas bazin, hewqas zincîrên zêr û hwd. dixwazin.” Em dizanin ku ev yek, xortên Kurdan û malbata wan perîşan dike. Xort berê xwe didin Tirkîyeyê û di karên gelek zehmet û tehlûke yên wekî înşaat û yên mayîn da bi salan dixebitin da ku qelenê bûkê û heqê zêran berhev bikin. Min heta niha qet nebihîstîye ku ev “jinên me yên azad” çûbin dawetekî ku piştî pêvajoyekî wusa çêbûye protesto kiribin û banî xelkê kiribin ku neçin dawetên bi qelen û yên bi şov û forsa zêr û peran.


Adetekî heye ku ji nav Ereban (ez dibêm qê) kete nav xelkê me yê li Kurdistana Sûrîyê, derdora 20 sal berê edîtorê malpera Amude.com‘ê Sîrwan Hecî Berko di nivîsekî xwe da behsa peydabûna vî edetî kiribû û hişyarîyê dida Kurda. Ev edet wusa ye: Dema ku bûk cilê bûkanîyê yê sipî li xwe dike, kemberekî ji qumaşê sor li nava xwe girê dide ku ev dibe nîşana keçanîya, ango bakîrebûna bûkê. Ev edet li bakûrê Kurdistanê tunebû, lê niha ev edet ketîye nav civata me jî. Gelo “jinên me yên azad” qet dawetên wusa protesto kirine? Gelo ev “jinên me yên azad” qet kampanya û civînên di nav xelkê da çêkirine da ku bêjin, “berîya zewacê, ew têkîlîya cinsî ya ku di navbera xortekî ezep û keçekî xame da ku çêbûbe, tiştekî normal e, tenê divê ku ew her du jî gihiştibin 18 salîya xwe”? Min seh nekirîye.

Adetekî ji Ereban, li başûrê Kurdistanê jî gelek belav bûye û ev edet anagora herema Behdînan, li herama Silêmanîyê (ji xeleve (*3) paytexta rewşenbîrîyê ye!) gelek zêdetir e û ev adet jî, di temenekî piçûk da sunetkirin an jî “xetena” keçan e. Binêre: http://www.kncsite.com/kurdi/latin/sunetkirin_li_herem.pdf


16ê Oktoberê, 2017, hibra çînî, 34,5x22 cm.

Di pêvajoya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê da, PKK li Silêmanîyê jinên “tevgera jinên azad” derxist pêş kamerayên qenalên televîzyonên xwe û qenalên başûrî yên ku li dijî referandûmê bûn. Ev “jinên azad” dewletbûna Kurdistanê wek hewlekî binpêkirina mafê jinan dan nasîn. Lê min heta niha qet nebihîstîye ku ev “tevgera jinên azad” kampanyayekî li dijî sunetkirina keçên Kurd çêkiribin, li ber malên wan jinên “sunetçî” mîtîngên rûreşkirinê û protestoyê çêkiribin.

Ez bi xwe hebûna statûya başûrê Kurdistanê gelek giring dibînim û pişgirîyê didimê, lê ev nayê wê wateyê ku divê ez mirîdê her pratîka wan bim. Ez xwedîyê helbesta “"Helal be" ji we ra!” me. Binêre: http://huneruraman.blogspot.com/2009/03/ez-heyrane-we-me.html

Ez li vir naxwazim behsa pratîka PKK û jina Kurd, A. Öcalan û jina Kurd bikim, kesên ku ji PKK veqetîyane heta dereceyekî  behsa vê yekê kirine û dikin. Tenê dixwazim bêjim ku, em ji wan fêr dibin ku, vayê A. Öcalanê li Şamê xwedîyê harema xwe ya bi jinên Kurd bûye û qet qedr nedida jina Kurd. Trajedîya jina Kurd ew e ku, jêtirê ku ji alîyê hêzekî totalîter û ne demokratîk va hatîye azad kirin! Vêca ev “Jina azad” ji xwe napirse, dema ku li seranserê dinê derdora 230 dewletên mezin û piçûk hene û her yek ji van dewletan, ziman û kultura xwe, menfeatên miletên xwe diparêze, gelo çima dewleta me jî tuneye? Em ê qê wek milet û welat her koleyên Tirk, Faris û Ereban bimînin? Ku dewlet tiştekî xirab be (çewa ku aqilê PKK dibêje), çima heta niha li ser rûyê dinê me miletekî nedîtîye ku bi destê xwe dewleta xwe ruxandîye û ji hev belawela kirîye û bi vî awayî xwe “azad” kirîye? Jina Kurd divê xwe ji xapandin û manuplasyona PKK rizgar bike, bi tevî mêrê Kurd bibe dildarê serxwebûna welat û miletê xwe û her wusa jî, dildarê mafên her beşên civatê, yên heywanan û parastina xwezayê.

Kompozîsyon 2, 2017, rejî, 34,5x22 cm.

Anarşistên her miletî hene û ew ji zikê têr yê bi dewletbûna miletê xwe xeber didin û li dijî dewletê ne, lê ev anarşîstên min û te bi îmtîyazên ku dewleta wan dide wan dijîn: Ew bi zimanê xwe perwerdeyê dibin, bi zimanê xwe bi miletê xwe ra xeber didin, her yek ji wan xwedîyê nasnameya dewleta xwe ye, dema ku ji welatê xwe diçin welatekî din, bi nasname û pasaporta dewleta xwe seyahetê dikin, dema ku li cihekî dereke serê wan bikebe belayê, ê hingê dewleta wan xweyîtîyê li wan bike. Em, ew Kurdên ku bi nasname û pasaportên dewletên dijminên xwe ne, ku êdî ne bi zimanê xwe, lê bi zimanê kujer (tirkî) yê dijminên xwe bi hev ra  diaxivin, em bi kîjan aqilî bûne “rêberên Rojhilata Navîn û hemû mirovatîyê yên dewletnexwest”? Ku ev xwexapandin nîn be, nexwe çi ye?

Bê guman gelek pirsgirêkên civata Kurd hene û bêyî ku em hêvîya serxwebûna Kurdistanê bisekinin divê ku ji niha va em li ser van pirsgirêkan bibin xwedîyê fikir, pêşnîyar û pratîkan. Pêvajoya wekhevîya jin û mêran, pêvajoyekî dûr û dirêj e û nişkava pêknayê. Ev pêvajo di welatên herî demokratîk da jî hê pêk nehatîye, lê li wir tedbîrên qanûnî ji bo vê wekhevîyê hene. Wek mînak divê % hinde yê parlementeran jin bin û hwd. Pirsgirêkên her beşên civata Kurda hene: Zarok, ciwan (keçên xame û xortên ezep), jin û mêrên Kurdan, yên xwedîyê pêdîvîyên cûda. Lê ku em nebin xwedîyê milet û welatê xwe, em ê nikaribin di şertên bindestîyê da, di bin sîya Tirk, Faris û Ereban da bi awayekî baş van pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Ji ber ku di nav civata me da jî, jin bindestên bindestan nin, bi polîtîkaya “cudakirina pozîtîv” behsa azadîya jinê kirin, teşwîqkirina jinan ji bo bidestxistina maf û azadîyên jinê, di bin banê têkoşîna netewî da xwerêxistinkirina otonom ya jinê tiştên baş in. Lê ya ku dibe ev nîne. Em behsa rêxistinekî ne netewî, ne demokratîk û dîktator dikin ku jinê ji xwe ra kirîye amûrekî bikaranînê û manuplasyonê.

Kompozîsyon, 2017, rejî, 34,5x22 cm.

Çewa ku zimanê sereke yê PKK zimanê tirkî ye, zimanê sereke yê vê “tevgera jinên azad” jî tirkî ye. Tu dibêjî “Nifşa nû jî bi kurdî napeyîve, ev jî surgunkirin e,”, lê nifşa berîya ya nû jî êdî bi kurdî napeyve. Ew Kurdên ku ji kapasîteya tirkîya “xwe” zêdetir bi kurdî dizanin, êdî ew jî bi kurdî napeyvin. Piranîya ew Kurdên ku bi Kurdbûna xwe hisîyane û polîtîze bûne û di hilbijartinan da dengê xwe didin partîya legal ya PKK, bi zimanê miletê xwe napeyvin. Haya me baş ji polîtîkaya dewleta dagirker ya asîmîlasyona zimanê kurdî heye, lê partîyên Kurdan jî, bi zimanê tirkî ji vê polîtîkaya zimankuj ra bûn balgî û palpişt. Partîya herî mezin PKK ye û gunehê herî mezin jî di stûyê PKK da ye. “Pirsa zimanê kurdî, ji berê va ji bo PKK pirsekî taktîkî ye, wek heremekî sîyasî, ya ku hin Kurdên dervayê PKK tê da aktîv in û divê ew jî wek taktîk dest bavêje vê heremê, lê nihêrtin. Ji bo PKK nebû pirsekî stratejîk, nebû pirsekî wusa ku man an jî nemana miletê Kurd, an jî bi gotinekî dî, ku berdewamîya hebûna miletê Kurd bi vê meseleyê va girêdayîye.” Binêre: http://huneruraman.blogspot.com/2008/12/end-ditn-l-ser-kurd-1-trt-6.html

Xeynî dewleta Tirkan, 2 hêz hene ku herî zêde xizmetê ji bo zimanê tirkî kirine: Yek tevgera Fethullah Gülen e û ya dî jî PKK ye. Lê bi ferqekî, tevgera Fethullah Gülen bi rêya dibistanên xwe yên li seranserê dinê, tirkî fêrî zarokên xelkên din dike, PKK jî di nav xwe da tirkî fêrî Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û Kurdên Qafqasyayê kir û dike.

Gelo “jinên tevgera azadîyê” ji xwe dipirsin ka çima di nav dewlet û miletên pêşketî û paşketî da mînakên wekî “jin news”, Jin Tv, Jinekolojî û hwd. tunene? Gelo jinên miletên dinê hê ji xewê şîyar nebûne, an jî pirsgirêkên wan tev hatine çareserkirin? Di vê dinyaya li ser dewletan va avabûyî da, em wek Kurd, ew sêwîyên ber dîwaran, miletekî bê heq û huquq û xwedîyê welatekî ku di nav nexşeya cîhanê da navê wî nîne û xwiya nake, xwedîyê zimanekî ku tê kuştin û ku em bi xwe jî wek xelq xweyî li vî zimanê dernayên û dev jê berdidin, gelo em miletê herî jîr û zanayê cîhanê ne ku bi vî awayî behsa “tevgera azadîyê jinê” dikin? Paşmahîya îdeolojîyên komunîzm (û Îslamê jî) vê yekê tîne serê miletekî bindest yê bê pusulaya netewî, ku êdî enerjîya me Kurdan ji bo “cumhurîyeta demokratîk” yên Tirk, Faris, û Ereban û ji bo “neteweya demokratîk” a ku ji “laz, Çerkez, Arap, Kürt, Türk ve kadinlar”an pêk tê û ku fikrên A. Öcalan dihebînîn, dide xerc kirinê, an jî di versîyona îslamî da, ji bo selameta ummeta Îslamê tê xerc kirinê. Bê lome be, wek milet û welat, heyfa me!

Kompozîsyon, 2017, hibra çînî, 19,5X30,5 cm.

Ji alîyê dî va, ez dibêm qê, ji bo her tiştê xirab û negatîf em nikarin bêjin “surgun”. Lewra, şikandin, bindestkirin û kolonîkirina Kurdan û Kurdistanê surgun nîne, her wusa jî, qedexekirin û kuştina zimanê kurdî jî. Rewşa Kurdan û Kurdistanê ji kolonîbûnê jî xirabtir e, lewra di kolonîbûnê da, xirab be jî statûyekî heye. 

Di surgunê da, kesê/a surgunbûyî kêm zêde wekî xwe dimîne, ango hebûna wî ya fîzîkî raste-rast di bin tehdîtê da nîne, hebûn û azadîya wî di warekî din da hatîye sinordar kirin. Di şertên bindestîya me da, ew Kurdên ku hebûna xwe wenda dikin, dibin Tirk. Çewa ku em dibînin, Laz, Çerkez, Arnawûd û hwd. jî, hemû bûne Tirk. Her wusa ew Kurdê ku zimanê xwe wenda dike, asîmîle dibe, êdî ziman û kultura tirkî di jîyana wî da dibe serdest û êdî bi vî zimanî radibe û rûdinê, ku fehma Kurdbûnê li ba wî tunebe û ev fehm ne xwurt be, hingê ew jî bere-bere dibe Tirk. Her çiqas îstîsna hebin jî, ew êdî bi rihetî nikare li zimanê miletê xwe vegere. Di surgunê da, qedandina surgunê wek îhtîmal her gav heye, lê ew Kurdê ku hebûn û zimanê xwe wenda dike, ew êdî çem û çem diçe.

Ku em navê surgunê li her tiştê xirab bikin, hingê kesekî feqîr, ji malhebûnîyê hatîye surgunkirin, kesekî ku ev çend sal in ku neçûye teatîlê, ji teatîlê hatîye surgunkirin, reşikên (çermreş) ku leqayê nijadperestîyê tên, ji wan “standartên mirovîbûnê” yên ku çermsipîyan danîne, hatine surgunkirin. Kesekî ne dildar, ji eşq û evînê hatîye surgunkirinê. Werhasil “surgun” dibe joker û bi vî awayî dibe navê her pirsgirêk û xirabîyê.

Ez dizanim ku ev nivîsa min dirêj e, hêvîdar im ku bi xwendinê min te newestandibe.

Silav.

*1 “Têkoşîna Laz, Çerkez, Ereb, Kurd, Tirk û jinan”.

*2  “Sîstema serdestîya mêran”.

*3  Ji xeleve: Xwedîgiravî.

Kompozîsyon, 2022, hibra çînî, 26,5X19,5 cm.

&

Piştî ku min nivîsa xwe ji vê xanimê ra şand, ewê ji min ra got “Gelek spas, destsax“. Min jê pirsî “gelo ka te e-maîla ku min ji te ra şandibû xwend?”

Ewê jî got “belê min xwend. Destsax be”.

Hingê min jê ra wusa nivîsî:

Êvara te xweş be Binevş.

Dema ku min fikrên xwe yên di wê e-maila xwe da nivîsî, min digot qê tu yê jî wek jineke Kurd fikra xwe li ser van mijarên ku min behsa wan kirîye, ji min ra bêjî. Qenebî tu yê bêjî "di vê mijarê da tu şaş î û di vê mijara din da jî, te tenê behsa alîyekî vê meseleyê kirîye, ev alîyên din yê vê meseleyê jî hene û hwd."

Mijarên wekî "bindestîya jinê, azadîya jinê, jina azad, tevgera zayendî ya jinê, manûplasyona azadîya jinê, “jina azad” ya ku serxwebûna Kurdistanê naxwaze, jin û ziman û neteweperwerî û hwd.", ez dibêm qê her çiqas me hemû Kurdan elaqeder dikin jî, malesef  Kurd hinde behsa van mijaran nakin.

Xwîya dike ku tu naxwazî fikra xwe ya li ser vê mijarê ji min ra bêjî, bê guman ev mafê te ye, lewra em bi hev neşêwirîne û me negotîye "ka em behsa vê mijarê bikin", her wusa jî em hev nas nakin û samîmîyetekî hinde di navbera me da nîne ku wek jin tu bi min ra di van mijaran da bikebî nav diyalogê. Tişkî nabe, bila canê te sax be.

Di nav xweşîyê da bimîne.

Kompozîsyon, 2022, hibra çînî, 27X19,5 cm.

&

Ewê jî van tiştan ji min ra nivîsî:

“Dema te jî xweş be û destsax ji bo her du nivîsên te jî... Belê min her du nivîsên te jî xwendin, te fikrên xwe yek bi yek aniye ziman.

A yekem ez rast nabînim ku li ser fikra însanan biaxivim, manupule bikim, biguherînim... her însan bila bikaribe fikra xwe bibêje, parve bike û mudahaleyek lê nebe.

A duyem jî, mixatabên fikrên te ez nîn im, tu dikarî nivîsa xwe ji mixataban re jî bişînî, bi wan re nîqaş bikî ( ger tu dixwazî fikrên xwe niqaş bikî).

Mijara "pirsgireka JİNê" tenê ne di kurdan de, di hemî neteweyan de mijara sereke ye.

Li ser vê mijarê gelek pirtûk, maqale, gotar û hwd hene, gelek teorî piyaseyê têr dike.

Li ser van teorî û pirtûkan jî gelek pirtûk û nîqaş hene... Ez tenê dikarim van bixwunim, bişopînim û fikra xwe bi gelemperiyê re parve bikim. Ger ne, bersivdayîna yek bi yek zehmet dibe.

Yanê dem têra bersivan nake bi vî awayê. Nivîsa te û fikrên te xwediyê mixatabekî ye û ew jî ez nîn im.

Caran mixatab ez jî bim bi piranî dîsa bersiv nadim.

Bila herkes fikra xwe bibêje. Ez romanûs û helbestvan im. Bersivdarê fikran nîn im. Dubare spas û rêzdarî.”

19.10.2024