04/10/2026

Îlîzyona “Monopolîya Çepgir û Sosyalîstan ya li Warê Exlaq û Wîjdanê da” *

Êvara te xweş be Fexrîya. Min nivîsa te ya bi navê “Dîsa Li Ser Neteweperweriyê û Hin Tiştên Din” dîsa xwend.* *

Kompozîsyon, 2021, hibra çînî li ser kaxidê çapbûyî, 25X18,5 cm.

Ez ne di wê bawerîyê da me ku pratîka ew rêxistin û dewletên sosyalîst “îdeala wekheviya civakî, ne wekheviyeke mutleq, hişk û mecbûrî/ferzkirî lê wekheviya belavbûna derfet”an li tu devera dinê pêkanîye. Ango teorî tiştek bûye û pratîk jî tiştek din bûye. Ew tiştê ku navê sosyalîzmê lê danîbûn, di pratîkê da kapîtalîzma dewletî bû û wek cûreyekî ji kapîtalîzmê, di warê mafê îfadekirina bîr û bawerîyan û mafê xwe rêxistinkirinê da, bi gotinekî din di warê mafên mirovan û neteweyan da, gelek xalên wê yên hevbeş bi cûreya kapîtalîzmê ya ku navê faşîzm an jî nazîzm lê danîne ra hene. Sîstemekî bi yek îdeolojî, yek partî û yek serokê daîmî. Heman tişt di kemalîzma Tirkan û baasîzma Ereban da jî hene. Îlîzyona “monopolîya çepgir û sosyalîstan ya li warê exlaq û wîjdanê da” gelek dişibe wê xwexapandina dîndaran, ya ku bawer dikin ku “li ser dînê heq in”, lewra ew jî çavê xwe li pratîka rêxistinên dînî û dewletên ku bi rêya dîn têne rêvebirin, an jî tesîrekî mezin ya dîn li ser rêxistin û sîstema rêvebirîya dewletan heye, digrin.

îdeala “wekheviya civakî û wekheviya belavbûna derfet”an, heta dereceyekî bi rêya dewleta sosyal û bi berfirekirina sinorên maf û azadîyan, di gelek dewletên kapîtalîstên demokratîk da pêkhatîye, ku ev yek ne sosyalîzm e. Em Kurd jî, vê sîstema rêverbirina van dewletên sosyal û demokratîk divê ji bo Kurdistana serbixwe ji xwe ra bikin mînak û model, lê divê ku em xwe nexapînin ku hinde rihet e ku em di nav çend dehsalan da xwe bigîhînin sewîya wan.

Kompozîsyon, 2021, hibra çînî li ser kaxidê çapbûyî, 25X18,5 cm.

Sosyalîzm êdî ne fikrekî teorîk e, me li Sovyetê da 74 sal û li Rojhilata Ewropayê da jî 45 sal pratîka vê sîstema rezîl dît, niha haya me baş ji sîcîla xirap ya vê sîstemê heye. Çewa ku tu dîn, tenê fikrên rûhanî yên ji bo man û nemana me ya li ser rûyê vê dinê û wezîfeya me ya ji bo Xwedê nîn e, têkîlîyên dîn û sîyasetê û rêvebirina dewletan jî hene. Her bi awayî, komunîzm wek dînekî sekuler, tenê fikrên Marks, Engels, Lenîn û yên mayîn nîn e, pratîka vê îdeolojîya totalîter jî heye, divê em bala xwe bidin bicîhanîna vê fikrê jî. Wek mînak dînê îslamê tenê Quran û hedîsên (revîzekirî) pêxember nîn e, pratîka 1450 salî ya vî dînî jî li ser îslamê tê hesibandinê, taybetî jî ji bo me Kurdan, bi gotinên Sebrî Botanî, “Ev 1400 sal in ku li ser me Enfal e.” Her wusa em vê yekê dibînin ku di nav 50 dewletên misilman da yek dewletekî demokratîk a daîmî jî nîn e. Ji xwe di mijara Kurd û Kurdistanê da, pratîka wan dewletên sosyalîst û van 50 dewletên misilman, rasterast li ser wê dostanîya wan a bi dijminên me ra bûye.

Wek utopîya, em “giş bi hev re bibin xwediyê çavkaniyên Kurdistanê” di warê exlaqî û wîjdanî da xweş tê gohê meriv, lê li seranserê dinê tu sîstemekî ku bi vî rengî pêkhatibe, tuneye. Ez naxwazim bikebim nav munaqaşeyekî fikrî da, lê tenê dixwazim vê yekê bêjim: Sîstemên “giş bi hev re bibin xwediyê çavkaniyên welat” wek model tenê di çarçoveya fikrên îlahî û xeyalî da dikare pêk were, lewra ev yek ne anagorê tebîat û pratîka mirovan e. Em mirov, bivên û nevên jî em hemû ne wek hev in, hin sist û hin jêhatîtir in, hin safik û hin jî zîrektir in û her wusa jî hin kes qurnaztir in û hwd.. Gelo kîjan perwerde û modela aborîyê ê hemû mirovan bikira “wekhev” û her wusa kîjan sîstema Procrustes a brokratîk û mîlîtarîst ê çavdêrîya vê “wekhevî”yê bikira?

Bajar, 2012, rengên akrîlîk, 20X20 cm.

Ji alîyê dî va, di fikra divê ku em “giş bi hev re bibin xwediyê çavkaniyên Kurdistanê” da, gelek alîyên negatîv jî hene: Têkoşîna çînayetîyê (ew xewna îdeal ku li tu dera dinê pêknehatîye) derdixe pêş têkoşîna netewî. Çepgirên Kurd di mijara “giş bi hev re NEbûna xwediyê çavkaniyên Kurdistanê” da, Federasyona (nîvê) başûrê Kurdistanê rexne dikin, ew dêlva başûrê Kurdistanê bi 35 sal û 23 sal berê ra muqayese bikin, di warê perwerdeya ziman, xwe rêvebirina Kurdan a bi destê Kurdan û avakirina hemû sazîyên netewî da vê perçeya Kurdistanê bi rewşa heremên veqetandî yên başûrê Kurdistanê û bi her 3 perçeyên din yên Kurdistanê ra danin ber hev û her wusa jî bi her 4 dewletên dagirker ra muqayese bikin, ew ketine dû pirsa “ka çima Kurd giş bi hev re nebûne xwediyê çavkaniyên Kurdistanê, ka çima ew demokrasî û dewleta sosyal ya ku li Rojavayê Evropayê da heye li başûrê Kurdistanê nîn e?” Bêyî bifikirin ku ev dewletên Rojavayê Evropayê hin ji wan en hindik ev 500 sal in ku dewletên serbixwe ne û xwedîyê tecrûbeyên demokrasîyê ne.

Her çiqas haya çepgirên Kurd ji vê yekê tunebe jî û her wusa jî ê qet kêfa wan ji vê yekê ra neyête jî, piştî ku krîza aborî di navbera başûrê Kurdistanê û İraqê da derket, bi gotinekî din, piştî ku hukumeta Malîkî butçeya başûrê Kurdistanê birrî (Sibata 2014a), sermîyadarên Kurd yên başûr hatin hewara başûrê welat û deyn dan (û hê jî didin) hukumeta başûrê Kurdistanê, lewra federasyona başûrê Kurdistanê ji ber statûya xwe, nikare wekî hemû dewletên dinê xwe bigîhîne çavkanîyên aborî yên navnetewî.
Li ser avabûna dewleta Îsraîlê, min meraq kir ka bêy ku ez peyva “tenê” bikarbînim, te çewa ji van her du paragrafên min ên li xwarê vê encama hanê li ser navê min derxistîye? Gelo di analîzkirina gotinên min da tu neheqîyê li min nakî?:
“Ya din, ew nêrîna berbelav ku “heta sala 1948an cihû sêwiyên ber dîwaran bû, ji ber bobelata Holokostê dikaribûn dewleta Israîlê ava bikin” jî ji rastiya dîrokî dûr e.... Îjar, ger em vê nebînin û dewleta Israîlê tenê wek encameke Holokostê bibînin, ew ê neheqiyeke mezin be li tevahiya siyonîstan û siyonîstên sosyalîst û ked û xebata wan a ji destpêka sedsala 20mîn ve.”

Gund, 2012, rengên akrîlîk, 20X20 cm.

Her du paragrafên min ev in:

“Cihû heta sala 1948an li her derê cîhanê wek “sêwiyên ber dîwaran” in û leqayê her felaketê hatine. Jenosîda ku dewleta alman di Şerê Cîhanê ya II. de anî serê wan û ew şertên lihevhatî yên piştî vî şerî, rê li ber avakirina dewleta Îsraîlê vekir. (Di mîkrografiya xwe da, ev yek di sala 1991an da li başûrê Kurdistanê ji bo miletê me qewimî.) Bêyî van qewmandinên trajîk, ez bawer nakim ku ê siyonîstan bi wan fikrên xwe yên sosyalîstî karibûna dewleta Îsraîlê ava bikirina. Bê guman, ku di şertên lihevhatî yên piştî Şerê Cîhanê yê Didûyan da, ku ew pêşengiya neteweperweriya xurt ya cihûyan tunebûya, ku ji salên 1880yan û pê va xelkê cihû berê xwe nedana Filistînê (Aliyah) û nifûsekî ku êdî tê hesibandinê pêk neaniyana, hingê ê dewleta Îsraîlê nehata avakirin.

Me ev yek, ji aliyê negatîvî va li rojavayê Kurdistanê dît: Bi nebûna pêşengiya hêzeke neteweyî ya kurd, di şertên herî lihevhatî da, bi sempatiyeke xurt a piraniya cîhanê, li ser erdnîgariyekê ku ji ya Îsraîla niha mezintir û xwediyê demografiyeke ji ya cihûyên Filîstînê ya sala 1948an mezbûttir, kurdan hima bêje tu tişt bidest nexistin. PKKê li me kurdan û li hemû cîhanê nîşan da ku, “ka hêzeke ne neteweyî, çawa nikare projeyeke neteweyî ava bike, çawa dikare firsetên dîrokî yên ku dertên pêşiya miletekî bindest pûç bike û dîsa vî miletî bindest bihêle û her wusa jî, vê bindestiyê wek serketina xwe pêşkêş bike.” Heyf û mixabin ji bo me kurdan.”

Quling, 2012, rengên akrîlîk, 20X20 cm.

Di nivîsa xwe da, dema min behsa mînaka başûrê Kurdistanê dikir, (Di mîkrografiya xwe da, ev yek di sala 1991an da li başûrê Kurdistanê ji bo miletê me qewimî.) min hewce nedît ku ez behsa wê yekê bikim ku Kurd ji despêka sedsala 20an û pê va li vî perçeya Kurdistanê da ji bo bidestxistina otonomîya xwe şer dikirin û di 11ê Adara 1970yan da dewleta İraqê peymana otonamîyê bi Kurda ra girêda. Her çiqas ev peymana pêknehatî hebû jî, bûyerên sala 1991, ango Eksodosa Mezin ji bo Kurdan bû katalîzator ji bo despêka bidestxistina statûya başûrê Kurdistanê ya heyî. Ez ji bo avakirina dewleta Îsraîlê da jî di heman fikrî da me: “Jenosîda ku dewleta Alman di Şerê Cîhanê ya 2yan da anî serê wan û ew şertên lihevhatî yên piştî vî şerî, rê li ber avakirina dewleta Îsraîlê vekir.” Ev qewmandinên hanê yên di wê serdema nazîk da, bûn katalîzator da ku li ser beşekî mezin ya axa Filîstînê da dewleta Îsraîlê avabibe.

Ji alîyê din va, di netîceyê da, siyonîstên sosyalîst û siyonîstên ne sosyalîst ji xwe ra Îsraîlekî sosyalîst avanekirin, ji xwe şertên dinyaya Şerê Sar rê nedida ji bo avakirina Îsraîlekî sosyalîst. Berîya avakirin û piştî avakirina Îsraîlê, hebûna kooperatîvên “kibutz ”, tenê nîşana sosyalîstbûnê nîn e, şiklên hevkarîya aborî ya civatekî yên bi vî awayî, berê jî li gelek alîyên cihanê da, di nav kom û civatên dînî û komên civakî da jî hebûne û her wusa niha jî li seranserê dinê, beşek hilberîna aborî ya dewletan li ser kooperatîvan e. Hin nîşaneyên vê yekê em di liv û tevgera Şêx Evdilselam Berzanî da jî dibînin.

Kompozîsyon, 2010, rengên akrîlîk û hibra çînî, 36X27 cm. 

* Min, paşê vî navî li vê nivîsa xwe kir.

** Cara pêşî, li welat min li ser telefona xwe ya destan vê nivîsê xwendibû. Ez li ser navê xwe bêjim, ez ji xwendina tiştên çapbûyî çêtir fêhm û asîmîle dikim, ku ev nebû, hingê xwendina li ser ekrana komputerê jî baş e, lê xwedina nivîsekî maqûl ya li ser ekrana telefona desta, ji bo baş fêhmkirina min ez dibêjim qê neheqîyê li nivîsê dike.

Serhad Bapîr 25.08.2026

Çend têbinî:

1- Nivîsa Fexrîya Adsayê ya bi navê “Nameya Vekirî bo Marksîstên Bakurî” di bloga kovara Zaremayê da hate weşandin.

2- Li ser vê nivîsa Fexrîya Adsayê, min nivîsekî bi navê “Çend Gotin li Ser Çepgirên Kurd yên Neteweperwerên Şermok” nivîsî, ev nivîsa min jî di bloga kovara Zaremayê da hate weşandin.

3- Piştî weşandina vê nivîsa min, Fexrîya Adsay li ser vê mijarê nivîsekî din ya bi navê “Dîsa Li Ser Neteweperweriyê û Hin Tiştên Din” nivîsî û di bloga kovara Zaremayê da hat weşandin.

4- Li ser hin ramanên Fexrîya Adsayê yên ku di nivîsa wê ya bi navê “Dîsa Li Ser Neteweperweriyê û Hin Tiştên Din” hebûn, min bi nameyekî fikrên xwe jê ra got. Ji ber ku ji bo dîyaloga fikrên sîyasî ê kêrhatî be, ez vê nameya xwe li vir diweşînim.