09/09/2026

Çend Gotin li Ser Çepgirên Kurd yên Neteweperwerên Şermok

Ev tiştên ku ez dinivîsim, li ser wê nivîsa xanima hêja Fexrîya Adsay a bi navê “Nameya Vekirî bo Marksîstên Bakurî” ye. Ji bo wê nivîsê siheta wê xweş. Hêvîdar im, muxatabên vê nameyê, marksîstên Kurd, xwe li kerrîtiyê daneynin û bi van fikrên di nameyê de têkevin diyalogeke fikrî û bersiv bidin.

Xewn, 2012, rengên akrîlîk, 20X20 cm.

Ez dixwazim di despêkê da bêjim ku di gelek mijaran da ez jî wekî wê difikirim. Lê ez di wê bawerîyê da nîn im ku fikrên sosyalîstî an jî komunîstî bi neteweperwerîyê ra lihevhatî ne. Herçî “neteweperwerîya” çepên Tirkan e, ku bi îdeolojîya dewleta wan ra lihevhatî ye, ew ne neteweperwerî ye, ew nijadperestî û şovenîzma wan e.

Ez ê li vir, li ser vê mijarê hin fikrên xwe bêjim, ku ev fikr di hin cihan da wekî fikrên Fexrîye xanimê ne û hin cihên dî da jî, parîkî ji fikrên wê cihê ne, her wusa jî, ez dixwazim behsa têkîlî û ew rengên lihevhatî ya fikrên çepîtîyê, yên bi wê îdeolojîya dij-netewe ya PKKê ra heyî, bikim.

Wek îdeolojî, çepgirî û marksîstî, li Evrupayê, ji ber ku bi berçavkên “şerê çînayetîyê” li civata xwe nihêrtîye û her bi vî awayî ji ber ku evrosentrîk e, (di rastîyê da ne li ser hemû Evrupayê ye jî, li ser rojava û navenda Evrupayê ye) gotinekî wê yê pozîtîv li ser vê mijara neteweperwerîyê nîne. Ji bo wan, neteweperwerî bi Şoreşa Fransayê destpêkirîye, îdeolojîya burjuwazîyê ye û di dîrokê da rolekî wê yê pêşverû hebûye û paşê ev rola pozîtîv qedîyaye. Çepgir û komunîstan, her ji ber van sedeman di sedsala 20an û di serdema me da, li Evrupayê vî “warê fikrî yê neteweperperîyê” ji hêzên nijadperest û yên bîyanîfobîk ra hiştiye, vêca ev hêzên hanê jî nûnertîya versîyona herî xirab ya “neteweperwerîyê” dikin. Di serdema me da, li seranserê cîhanê, ev îdeolojîya çepgirîyê, bi şik û guman li wan tevgerên neteweperwer yên ku li seranserê dinê hene, dinêrin. Wek mînak, çepgirên cîhanê tevgera netewîya ya Kurdan li başûr û rojhilatê Kurdistanê wek ajanên emperyalîzm û Siyonîzmê dihesibînin, lê bi sempatî li tevgera dij-netewî ya PKKê li rojava û li bakûrê Kurdistanê dinêrin.

Ez di wê bawerîyê da me ku çepîtî û fikrên komunîst û sosyalîstî li Kurdistanê her dem neteweperwerîya kurdî an jî bi gotinekî din, Kurdayetîyê kuştîye. Tevgera sosyalîst a Kurdan her çiqas di salên dawîya dehsalîya 60an û li seranserê dehsalîya 70yan da Kurdayetîyê bi formê çepgirîyê geş kiribe jî, ji ber ku vê yekê bi zimanê tirkî kirîye û neteweperwerîyê en hindik di dereceya nîv xayîntîyê da hesibandîye, di netîceyê da ev potansîyela bi sedhezaran kesî ya bê fehma xwurt ya neteweperwerîyê, ji alîyê PKKya serî Tirk û laş Kurd va bi hêsanî hatîye talankirin. Di bîranînê xwe da Kemal Burkay bi pesn wusa dibêje: “Me (tevgera me) bêhn li neteweperwerîyê çikand”. Rast dibêje, hingê kî diwêrî behsa Kurd û Kurdistanê bikira û referansa xwe ji Marks, Lenîn û Stalîn nestanda û çîna karkeran (ku li Kurdistanê gelek kêm bû) nexista navenda fikr û ramanên xwe? Ev bayê çepgirîyê li seranserê Kurdistanê çepgirîyê û zimanên serdest li ser tevgera kurdî ferz kir, de ka bala xwe bidinê, PDK ya İraqê di sala 1975an da xwe mecbûr dibîne, da ku di bernameya Qiyadeya Miweqet da wusa bêje: “Partîya me ji Marksîzm û Lenîzmê îlhamê digre”!

Xewnexof, 2012, rengên akrîlîk, 20X20 cm.

Di serdema me da, wek fikr û hêz geşbûna neteweperîya kurdî, bi rexnekirin û pûçkirina fikrên çep (û her wusa jî îslama sîyasî) mumkun e. Di vê mijarê da ferqek mezin heye di navbera rewşa miletê kurd û fikrên siyonîst ên (neteweperwerên cihû) sosyalîst da, ku wek mînaka lihevhatina neteweperwerî û fikra sosyalîzmê tê dîtin. Sîyonîstên sosyalîst, fikra xwe ya sîyasî li ser tevn an jî paşxaneya xelkekî ji hev belavbûyî, ne xwedî zimanekî yekbûyî û ne xwedî axekî ku bi berdewamî lê dijî, avakirin. Ewan, unîversalbûna fikra sosyalîstîyê wek mertalekî hesibandin da ku karibin xelkê xwe yê di bin tehdîda zulm û pogroman da dijî, biparêzin. Di dewletên sosyalîst yên ku wê li ser hîm û menfeata çîna karker û feqîran avabîbûya da, xewn û xeyal ew bû ku karker û feqîrên Cihûyan jî (ku en hindik ji %90ê nifûsa Cihûyan diketin nav vê kategorîyê) êdî ê di nav wekhevîyê da bi miletên din ra bijîyana. Ferqa Kurdan û Cihûyan di vir da ye. Em wek milet, xwedîyê nifûsekî serdest ya li ser erdnîgarîya welatekî yekgirtî yê me bi xwe û bi zaravayên xwe va, xwedî yek zimanî ne. Em ji Cihûyan avantajtir in, hewcedarîya me bi îdeolojîyên unîversal yên totalîter yên wekî çepgirîyê û îslama sîyasî nîne, da ku miletên ku pê li me dikin, li me werin rehmê. Bê guman hewcedarîya me bi îdeolojîyên unîversal yên demokratîk, yên wekî demokrasîya sosyal, demokrasîya lîberal, demokrasîya muhafezekar, jîngehparêz û hwd. heye, lê dîsa bê guman, divê ev îdeolojî bi fehm an jî bi îdeolojîya neteweperwerîya kurdî ra lihevhatî bin.

Cihû heta sala 1948an li her derê cîhanê wek “sêwîyên ber dîwaran” in û leqayê her felaketê hatine. Jenosîda ku dewleta Alman di Şerê Cîhanê ya Didûyan da anî serê wan û ew şertên lihevkatî yên piştî vî şerî, rê li ber avakirina dewleta Îsraîlê vekir. (Di mîkrografîya xwe da, ev yek di sala 1991an da li başûrê Kurdistanê ji bo miletê me qewimî.) Bêy van qewmandinên trajedîk, ez bawer nakim ku ê Sîyonîstan bi wan fikrên xwe yên sosyalîstî karibûna dewleta Îsraîlê avabikirina. Bê guman, ku di şertên lihevhatî yên piştî Şerê Cîhanê yê Didûyan da, ku ew pêşengîya neteweperwerîya xwurt ya Cihûyan tunebûya, ku ji salên 1880yan û pê va xelkê Cihû berê xwe nedana Filistînê (Aliyah) û nifûsekî ku êdî tê hesibandinê pêkneanîyana, hingê, ê dewleta Îsraîlê nehata avakirinê.

Me vê yekê, ji alîyê negatîvî va li rojavayê Kurdistanê da dît: Bi nebûna pêşengîya hêzekî netewî ya Kurd, di şertên herî lihevhatî da, bi sempatîyekî xwurt ya piranîya cîhanê, li ser erdnîgarîyekî ku ji ya Îsraîla niha mezintir û xwedîyê demografîyekî ji ya Cihûyên Filîstînê ya sala 1948an mezbûttir, Kurdan hima bêje tu tişt bidest nexistin. PKKê li me Kurdan û li hemû cîhanê ra da nîşan ku, “ka hêzekî ne netewî, çewa nikare projeyekî netewî ava bike, çewa dikare firsetên dîrokî yên ku dertên pêşîya miletekî bindest pûç bike û dîsa vî miletî bindest bihêle û her wusa jî, vê bindestîyê wek serketina xwe pêşkêş bike.” Heyf û mixabin ji bo me Kurdan.

Bendewarî, 2012, rengên akrîlîk, 20X20 cm.

Ne tenê beşek Sîyonîst sosyalîst in, hê ji despêkê va, ev fikrên sosyalîst û komunîstî di nav vê civata belawela ya Cihûyan da gelek geş bûye û şax vedaye, her çiqas ku nifûsa wan ji % 5 ya nifûsa Evrupayê kêmtir bûye jî, piranîya serok û pêşengên mezin yên vê tevgerê û ya tevgera anarşîstan Cihû bûne. Di pratîkê da partîyên karker û komunîst, ji alîyekî va jî, heta dereceyekî bi xêra vê tora belawela ya nifûsa Cihûyan li seranserê Evrûpayê têkîlîyan danîne, rêxistinên xwe ava kirine û xebatên xwe domandine.

Herçî ew “hêvî û bendewarîya” Fexrîya xanimê ya ji sosyalîst û komunîstên Kurd, da ku karibin fikr û xebata xwe ya serdema berê rexne bikin, ez dibêm qê ev yek hima bêje ne mumkun e. Lewra ji alîyekî va ev kesên temenmezin, bi nostaljîya xortanîya xwe li dema berê dinêrin, ji alîyê dî va jî, evên he, hemû fehm û zanîna xwe ya sîyasî bi teorî û termînolojîya fikrên çepîtîyê avakirine, xwerexnekirinê wek înkarkirina pêşeroja (rabirdû) xwe dihesibînin, ji wan tirê qê ew rutbeyên fantastîk yên ku di dema berê bidestxistibûn ê wenda bikin. Ev yek ji bo wan pirsekî ontolojîk e, pirsa man û nemanê ye. Lewra çavkanîya fehm û zanîna wan, berçavka nihêrtina bûyer û qewmandinan, her bi fikrên çepîtî bûye. Bê guman ê îstîsna hebin. Lê ev yek ne ewqas rehet e, mirov ne komputer in ku meriv karibe bernameyekî jê derîne û bernameyekî nû li ser bar bike.

Çepgirên Kurd, ku mesafeyekî mezin danîbûn navbera xwe û fikra neteweperwerîyê, di netîceyê da wek monolîtîk xwuya dikin, zû bi zû naguherin. Sosyalîzm, li welatên ku lê avabûyî da hilweşîya û çû, me sosreta pratîka dîktatorî ya van dewletên sosyalîst û her wusa jî liv û tevgera 2 an jî 3 neslên mirovan yên ku di vê sîstemê da jîyane jî dît: Civatên ku bi sîstema tirsê avakirî, mirovên ne sosyal, exlaq û aborîyekî şikestî. Lê marksîstên Kurd, hê marksîst mane, wek bawermendên rasteqînî yên ola sekûler, ji me ra dibêjin ku “Ew pratîka ku we dît, ne sosyalîzma rastî bû, sosyalîzma rastî di nav pirtûkên Marks, Engels û Lenîn da ye.” Îslamîstên Kurd jî ji me ra heman tiştî dibêjin ku “’islama rastîn ne ew pratîka van her 4 dewletên dagirkerên Kurdistanê ye, ne ew pratîka van 50 dewletên misilman e, îslama rastîn di Quranê da ye.”

Bajar, 2012, rengên akrîlîk, 20X20 cm.

De ka marksîstên Kurd bila ji me ra bêjin, di bersiva van pirsên di hevokên xwarê da, gelo menfeata Kurdbûnê li pêş e, an çepîtî, marksîzm-lenînîzm û menfeata “sîstema sosyalîst” li pêş e?:

Têkîlîyên xweş, alîkarîya mezin ya maddî û piştgirîya manewî ya Bolşevîkan ji bo tevgera Mustafa Kemal zirarê gihande me Kurdan an na? Gelo we vê yekê qet rexne kir?

Gelo Lenîn çima bersiva nameyên Şêx Mehmûdê Berzancîyê ku li himberê emperyalîstên Îngîlîz şer dikir neda, gelo bi vê yekê qencîyê li me Kurdan kir? Gelo we Lenîn û Bolşevîkan di vê mijarê da rexne kir?

Di serdema Şoreşa Agirîyê da, ji alîyê rejîma Sovyetê va nefîkirina Kurdên misilman yên wî alîyê sinor, yên Naxçîwan û Ermenîstanê ber bi Asyaya Navîn va, gelo kêrî me Kurdan dihat an kêrî rejîma Tirkan ya dagirker dihat? Gelo we vê polîtîkaya tirkdost ya Sovyetê rexne kir?

Gelo kêfa we tê ku herema otonom ya Kurdistana Sor a li Azerbeycana Sovyetê di sala 1929an da hate hilweşandin û li vê cumhurîyeta ku herî zêde Kurd lê dijîyan, Kurd bi polîtîkaya ala-turka an jî ala-kemalîst hatin înkarkirin û hima bêje bi temamî hatin asîmîlekirin? Gelo we vê polîtîkaya nemirovane û tirkdost ya Sovyetê rexne kir?

Gelo Komunternê li me Kurdan qencîyê dikir dema ku jenosîda Dersîmê ya sala 1938an wek “reformên enerjîk yê Kemalîstan yên li dijî feodalîteyê” bi nav dikir, piştgirî û kêfxweşîya xwe ji bo rejîma M. Kemal dîyar dikir? Gelo we vê polîtîkaya tirkdost ya Sovyetê rexne kir?

Gelo Sovyetê qencîyê li me dikir dema ku bi rejîma Îranê ra lihevhat, bi pê ra peymana petrolê girêda û dev ji alîkarîya Komara Kurdistanê berda? Gelo we vê polîtîkaya Îrandost ya Sovyetê rexne kir?

Gelo dema ku piştî ketina Komara Kurdistanê, Mele Mistefa Berzanî bi tevî 500 Pêşmergeyên xwe wek penaber çûn Sovyetê, haya we jê heye ku heta mirina dîktator Stalîn, ev Kurdên me di çi rewşekî zehmet da bûn? Gelo we di vê mijarê da rejîma Stalîn rexne kir?

Ew Kurdên misilman yên ji Ermenistan û ji Gurcistana Sovyetê, yên ku di enîya pêşî ya şer da, li himberê Almanyaya nazî şer kirin, dema ku piştî şer (yên ku nemirîn) vegerîn gundên xwe, gelo leqayê malbata xwe hatin an na? Wun kêfxweş in ku di nîvê zivistanê da bi vagonên trênên bargir, bi rêwîtîya bi mehan ew sirgunê Qazakîstan û Kirkizîstana Sovyetê hatibûn kirin û nîvê wan di rê da mehf bubûn? Gelo we di vê mijarê da rejîma Sovyetê rexne kir?

Gelo wun wek çepgir ji têkîyên dostane ya rejîma Sovyetê bi İraqê ra kêfxweş bûn? Dilê we li birayên we yên Kurd qet dişewitî dema ku ji alîyê firokeyên şer yên MİGên malên Sovyetê û Mîrajên malê Fransayê va dihatin bombebarankirin? Gelo we Sovyetê bi qasî dewletên emperyalîst qet rexne kir?

Gelo we qet wan têkîlîyên dostane yên Sovyetê bi rejîma Xumeynî ya Îranê ra û bi her du BAASên İraq û Surîyeyê ra rexne kir?

Dema ku Pravda’ya organa Partîya Komunîsta Sovyetê, nûçeyên di derbarê komkujîya bi çekên kîmyayî ya li Helebçeyê, wek “propagandaya reş ya dewletên emperyalîst” bi nav dikir, gelo we rejîma Sovyetê qet rexne kir?

Bersiva van pirsan tenê “Na” ye. De ka em çi bikin, fehma Kurdayetîya çepgirên me ewqas bûye. Parastina menfeatên marksîzm- lenînîzm û dewletên sosyalîst li ser parastina menfeatên miletê me yê bindest, bêdost û mazlûm bûye. Arşîva weşanên rêxistinên Kurdan ji me ra şahidîya vê rastîya xirab dikin.

Gund, 2012, rengên akrîlîk, 20X20 cm.

Li vir, divê ku ez parantêzekî vekim: Nîvê rastîyên mijarên van pirsên hanê, heta sala 1980yan ji alîyê çepgirên Kurd va hinde baş nedihate zanîn, lê piştî ku hate zanîn jî heta hilweşandina Sovyetê jî (1991) tu rexneyekî cîddî li rejîma Sovyetê û li dewletên sosyalîst nehate kirin. Maoîstên Kurd, Sovyetê rexne dikirin û jê ra digotin “emperyalîsta sosyal”, lê vê yekê ji bo serdema piştî mirina Stalîn digotin.

Tiştê ecêb û xwelîserî ji bo çepgirên Kurd ew bû ku, Sovyetê ku wek dewlet cîranê Kurdistanê bû, tu carî partîyên çep yên Kurdan wek muxatap nedît û nas nekir, tenê rêyekî danîbû ber rêxistinên Kurdan: “Bi rêya û di bin baskê her 4 partîyên komunîst yên her 3 miletên serdestên Kurdan wun dikarin di dereceya 2yan, an jî 3yan da bi me ra dikarin bikebin nav têkîlîyê.” Û tiştekî din jî, dema ku di sala 1980yan da îdareya leşkerî li Tirkîyê û bakûrê Kurdistanê hata ser hukm, ew çepgirên Kurd (û yên Tirk jî) yên ku nehatibûn girtin û bi vî awayî firar mabûn, berê xwe dan dewletên “kapîtalîst û emperyalîst”ên Evropayê, li wir bûn penaberên sîyasî û xebatên xwe yen sîyasî, qederek serbest domandin. Sovyet, nêzîkê me bû, li pişt çiyayên Agirîyê bû, li pişt Îdir, Qers û Erdexanê bû, lê ji tirsa teslîmkirina dewleta Tirkan, tu kes newêribû biçûya Sovyetê an jî ji alîyê Tirkîyeyê va biçûya Bulgarîstanê.

Ne tenê di nav me Kurdan da, li seranserên cîhanê da çepîtî bûye wek olekî sekûler. Bi nostaljîyê rejîma dîktator ya Sovyetê bi bîr tînin û niha bi sempatî rejîma dîktator ya Rûsyayê dinêrin. (Wek mînak, Fuad Önen, daxwaza Ukranyayê ya ku bibe endamê Yekîtîya Evrupayê û NATOyê, wek sedema şerê Rûsya û Ukranyayê dihesibîne û sûncê derketina vî şerî davêje stûyê Ukranyayê, çepgirên hemû cîhanê jî wusa difikirin.) Çepgirên cîhanê, li himberê dewletên rojava yên demokratîk, tercîha xwe li ba Rûsya, Çîn, Koreya Bakûr û Îranê da kirine, ew dijminên Îsraîlê ne û dostên Filîstînîyan, Hamasa cîhadîst û Hizbullaha Libnanê ne. Ewan di şerê Amerîka û İraqê (1991 û 2003) da, tercîha xwe li ba Seddam danîbûn, bê guman haya wan qet ji wendakirina 8 hezar Berzanîyên nêr, ji Enfal û Helebçeyê nîn e, ew hê jî dibêjin ku Amerîkayê derewan li cîhanê kirîye û îftîrayê avêtîye ser rejîma Seddam, ku xwedî giravî xwedîyê çekên kîmyayî bûye!

Fexrîya xanim di nivîsa xwe da tu navên Komunîst û sosyalîstên Kurd nedaye, ji ber vê yekê zêde ne xwuya ye ka muxatabên vê nivîsa wê tam kî ne. Yelpaze gelek berfireh e: Kesên maqûl yên wekî Fuad Önen û Şerefxan Cizîrî hene ku meriv ji nîyeta wan ya pak nakebe şikê û her wusa jî kedkarên doza Kurdistanê yên wekî Kemal Burkay jî hene. Lê ji alîyê dî va gelek çepgir di nav an jî li kêleka partîyên legal yên PKKê da ji xwe ra sitargehekî û her wusa jî post û mewkî peyda kirine. Dîsa, ji alîyê dî va, di nav partîyên legal yên ku xwe Kurdistanî dibînin da jî gelek qadirên rêxistin û partîyên çepgir û sosyalîst ên berîya sala 1980yan hene, ku piranîya wana hê jî xwe wek sosyalîst dibînin, lê didin xwuya kirinê ku “piçkek neteweperwer in” jî. Dêlva peyva neteweperwerîyê, tercîha wan li ser peyva girover a “welatparêzî”yê da ye. Di rastîyê da, ev peyva “Milliyetçi” ya ku di nava navê partîya nijadperestê Tirkan MHPyê da heyî, wek şûrê Damokles li ser serê wan disekine û wan motîve dike, newêrin bêjin ku “bi hemû xusîyetên xwe va, navê parastina nasname, ziman û menfeatên miletekî li pêşberê miletên din û daxwaza dewletekî serbixwe ji bo wî miletî, dibe neteweperwerî.” Lewra ew naxwazin fêhm bikin ku navê rasteqînî yê MHPyê, Partîya Hereketa Nijadperest e.

Ev partîyên ku xwe Kurdistanî dibînin (HAK-PAR ne têda), heta 2-3 sal berê jî li derdora partîya legal ya PKKê diçûn û dihatin, bi taybetî jî berîya hilbijartinan. Ew xala wan ya çepîtîyê wan dianî ba hev, lewra, ji xwe, PKK vekirî digot û dibêje ku “li dijî her cûre neteweperwerîyê ye”, bê guman mebesta PKKê, ne li himberbûna nijadperestî û şovenîzma Tirkan e, ku bi tehakuma ziman, ala, sinor, artêş û bi her şiklê kolonyalî li ser miletê Kurd û Kurdistanê hatine ferzkirinê, lê himberbûna wan li neteweperwerîya kurdî ye, ku dixwaze wek milet, bi ziman û ala xwe va serdestîya xwe li ser axa xwe, li ser Kurdistanê pêk bîne, bibe xwedîyê dewleta xwe ya serbixwe.

Beşek ji van komunîstên ku niha dixwazin çepîtî û neteweperwerîyê parîkî li hev bînin, yên wekî Fuad Önen, heta 3-4 sal berê jî wek kesên ku bi hin saziyên legal ên PKKê re lihevhatî bûn, beşdarê “Kongreya Civata Demokratîk” dibûn, li wir li ser wê xala hevbeş ya çepîtîyê, bi wan fikrên xwe yen ku bi berçavka çepîtîyê li Kurdistanê dinhêrtin, ji “rêhevalên xwe” yên dij-netewî yên PKKyî ra digotin, di nav wan da dixwestin ji bo fikrên xwe, ji xwe ra guhdaran peyda bikin. Bê guman fikrên 27ê Sibata 2025an ji bo wan bû şoq e, lê em ji sala 1999an û pê va bi van fikran dizanin. Xwendevan an jî lêkolînerekî baş, dikare nîşaneyên van fikrên nijadperestîya tirkayetîyê û wê dijminatîya zimanê kurdî, yên ku di beyannameya 27ê Sibatê da hene, hê di sala 1989an da, di wê hevpeyvîna Doğu Perinçek a bi A. Öcalan ra kirî da jî bibîne.

Kesên wek F. Önen van weşanan dîtin û xwendin, bi van fikrên A. Öcalan hisîyan, lê ewan, fikr û pratîka PKKê di wexta xwe da rexne nekirine, mesafekî maqûl nexistine navbera xwe û şaxên legal yên PKKê, ewî û çepgirên wekî wî, heta 2-3 sal berê jî çavê xwe li wê pratîka xirabkarîya PKKê ya li başûrê Kurdistanê digirt û hebûna PKKê li başûrê Kurdistanê wusa rewa didît: “Kurdistan welatê hemû Kurdan e, mafê hemû rêxistinên Kurdan heye ku li her derê welatê xwe da xebata xwe bikin”. Erê, çepîtî van gotinan bi meriv dide gotin. Evên hanê, heta ku despêka îsal, ku hêzên enternasyonala cîhadîst yên rejîma Colanî rojavayê Kurdistanê dagir kir jî, bawerîya wan bi PKKya ku bûye belayê serê rojavayê Kurdistanê dihat. Ew çepîtîya wan bû ku hêvîyên xwe bi PKKê va girêdan, dixwestin rêxistinên naylon yên PKKê yên wekî PYD, YPG,YPJ û HSD û hwd. wek rexistinên “ne ewqas girêdayîyê PKKê” vaftîz bikin.

Dîmen, 2012, rengên akrîlîk, 20X20 cm.

Piştî wendakirina firseta dîrokî ya li rojavayê Kurdistanê, ev çepgirên Kurd niha PKKê rexne dikin, lê qet naxwazin berê tîrên rexneyan bizivirînin xwe jî û ji xwe bipirsin, “gelo çima ev 10-15 sal bûn ku me hêvîyên xwe bi vê “sîstema” PKKê ya li rojavayê Kurdistanê va girêdabû?” Alayên bi stêrkên sor, “Rêveberîya Xweser”, şervanên jin û mêr yên bi unûformayên leşkerî, “komûn”, jineolojî, Gundê Jinwar û hwd. xweşî wan diçû, ev hemû bi fikrên wan yê çepgirîyê ra lihevhatî bûn. Niha, nikarin xwe rexne bikin, lewra ev yek ji bo wan wek înkarkirina fehm û zanîna wan dixwîyê. Heman tişt ji bo çepgirên dihu û “neteweperwer”ên niha yên tirkîziman yên wekî Ahmet Zekî Okçuoğlu û İbrahim Halil Baran û yên wekî wan jî derbas dibe, ew nikarin ji xwe bipirsin “gelo me li kê derê da, di teşhîşa xwe da şaşîtîyê kir?” Ne tiştekî tesadufî ye ku ev her du kesên navborî li himberê kesê ku Kurdan li başûrê Kurdistanê bir Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya %92,7an û ew kesê ku xwedîyê beyannameya 27ê Sibatê ye, bi heman mesafeyî ne, bi heman rexneyî ne. Erê çepîtî vê xesandina netewî û fikrî tîne serê meriv.

Serhad Bapîr 08/07/2026

Çend têbinî:

1- Nivîsa Fexrîya Adsayê ya bi navê “Nameya Vekirî bo Marksîstên Bakurî” di bloga kovara Zaremayê da hate weşandin.

2- Ev nivîsa min cara pêşî di bloga kovara Zaremayê da hat weşandin.

3- Piştî weşandina vê nivîsa min, Fexrîya Adsay li ser vê mijarê nivîsekî din ya bi navê “Dîsa Li Ser Neteweperweriyê û Hin Tiştên Din” nivîsî û di bloga kovara Zaremayê da hat weşandin.

4- Li ser hin ramanên Fexrîya Adsayê yên ku di nivîsa wê ya bi navê “Dîsa Li Ser Neteweperweriyê û Hin Tiştên Din” hebûn, min bi nameyekî fikrên xwe jê ra got. Ji ber ku ji bo dîyaloga fikrên sîyasî ê kêrhatî be, piştî çend rojên din ez ê vê nameyê jî biweşînim.

No comments: