Ev qederek wext e ku em bûyerên li perçeya başûrê rojavayê (çewa ku niha ev nav bûye moda, “Rojavayê Kurdistanê”) welatê xwe diqewimin, dişopînin.
| Guher, 2013, pastelên bi don, 14,5x17,5 cm. |
Ev gelek wext e ku bûyerên gelek giring ku wê siberoja vî perçeya Kurdistanê
tayîn bikin li perçeya Kurdistanê ya
di bindestê Surîyê da diqewimin. Kurdên ku wê bibûna beşekî muxalefeta li himberî rejîmê (wekî tecrubeya başûrê Kurdistanê), ji alîyê
rejîmê va hatin perçekirin. Rejîma Surîyeyê heremên Kurda teslîmê PKK (ez PYD û YPG yê ji PKK cihê nahesibînim)
kir. PKK bi îmkan û pişgirîya rejîma Surîyê li vê perçeya welatê me da bû hêz û
gihîşt hêz û tevgera hukumkirinê. PKK navê vê hukimdarîyê danî “Şoreşa Rojava”.
Ev hukumkirin, bi xwe ra terorekî PKK ê li himber hemû hêzên din yê Kurdan anî.
Endam û qadirên gelek partîyên Kurdan bi destê vê sîstema PKK hatin kuştin û girtin.
Şewitandin û sergirtina
buroyên partîyên Kurdan bûn tiştekî rojane. Terora PKK ji terora berê ya rejima
dîktator a Surîyeyê bi qat bi qat zêdetir bûye. Ji ber vê terorê, êdî partîyên
Kurdan nikarin li himberî rejima Surîyê xwepêşandanan jî pêkbînin, lê belê alîgirên
dîktator Esat kengê dixwazin di bajarên Kurdan da (Qamişlo û Hesekê)
xwepêşandanên pişgirîya rejima xwe pêk tînin.
| Guher, 2013, krayon, 13x13 cm. |
Em dizanin ku, ji ber gelek sedeman beşek muhalefeta Surîyeyê berê xwe dane vê hukumranîya PKK. Êdî
rojane xwîn diherike. Di nav mij û morana xwîn û kuştinê da, êdî siberoja xelkê
me yê vî perçeya Kurdistanê ketîye nav labîrentên tarî.
PKK ya ku li bakûrê Kurdistanê bi salan partîyên din yê Kurdan li himberê rejîma
Tirkîyê bi şernekirinê rexne dikir û
navê xayîntîyê li wan danîbû, vê carê şerkirina li himberê rejîma Surîyeyê li
partîyên Kurdan qedexe dike! Ji wan
ra dibêje ku, ku wun jî dest bi şer bikin, hingê em ê jî şerê we bikin. Niha jî
endam û qadirên partîyên Kurdan têne girtin û bi zorekî wan dişînin başûrê Kurdistanê.
Heta niha gelek caran nehiştin ku serok û qadirên partîyên Kurdan yê vê perçeya
welatê me ji başûrê Kurdistanê vegerin qada xebata xwe. Pratîka PKK ev e, lê belê di heman demî da jî partîyên
din yên Kurdan sûcar dike û dibêje ku “ew li Hewlêrê di otêla da têkoşînê dikin”!
Ev polîtîkaya durûtîyê ye.
| Reşbînî, 2013, krayon, 30x22 cm. |
Girtin, nefîkirin û kuştina
sîyasetvanên Kurdan divê her dem were lanet û rûreş kirin. Ev yek, ne tenê dema ku bi destê dijminên me tê kirin, lê di eynî
demî da dema ku bi destê hin Kurdan bi xwe jî tê kirin divê were lanet kirin. Di pirsên wekî mafê mirovan û
demokrasîyê da cotpîvan ruhê mafê mirovan û demokrasîyê dikuje û vêca van
gotinan dike xemla veşartin û xapandinê. Girtin, nefîkirin û kuştina Kurdên ku ji bo siberoja welatê xwe wekî PKKê
nafikirin, divê were lanetkirin.
Bêtehamulbûna li himberî her dîtin û ramanên cûda, xeta sereke ya PKKê
ye. Xirabî û terora ku bi salan bi destê dewleta Surîyeyê digihîşt Kurdên Binxetê niha bi destê
YPG - PYD ya PKKê digihîje Kurdên dijberên rejima Surîyê. Avakirina “kantonan”,
derxistina “qanûna partîyan” û tiştên din hemû ji bo rêlibergirtina partîyên din
yên Kurdan e û ji bo îtaata ji bo PKKê û rejima Surîyeyê ye.
| Reşbînî, 2013, krayon, 30,5x21,5 cm. |
Hemû partî û rêxistinên Kurdan bêyî ku ji cihekî destûrê bistînin, divê karibin
xebatên xwe yên sîyasî, leşkerî û kulturî bikin. Heta ku hilbijartinên azad li
vê perçeya Kurdistanê da pêk bê, heqê tu kesî tune ku bêje, "yekane hêza sîyasî,
leşkerî û kulturî ez im". Bê guman, piştî hilbijartinan jî, divê ji bo
hemû alîyên Kurdan mafên
xwerêxistinkirina sîyasî hebe û tu asteng li himberî eşkerekirina bîr û bawerîyan,
xwepêşandanan û weşanên serbixwe tunebin. Ew tehamul û qedrê ku em ji dijminên
xwe jî bo xwe dixwazin, divê em Kurd karibin li himberê hev jî nîşanbidin.
Lê divê em bizanibin ku sîstema sîyaseta PKKê ev e. Yek serok, yek partî, yek îdeolojî
û berterafkirin û qedexekirina her dengê ku wekî wan nafikire. İsal me nimûneyên
vê sîyasetê di dema hilbijartinên bakûrê Kurdistanê û li Tirkîyê da, di êrîşên li dijî partîya Kurdan
Hak –Parê da jî dît. Ev sîstemekî totalîter û dîktatorî ye û PKKê vê sîstema
xwe niha li perçeya başûrê piçûk ya welatê me da bi alîkarî û hevkarîya rejîma
dîktator a Surîyeyê danîye. Miletê
Kurd tenê wê xirabîyê ji vê sîstemê bibîne.
| Tixûbên xelkê, 2013, krayon, 21x29,5 cm. |
Ji alîyê dî va, li başûrê Kurdistanê, YNK ya ku ev e çend sal in ku di nava krîza sîyasî da asê mayê, dixwaze bi rêya hevkarîya bi PKKê ra
dîsa ew dijmintîya xwe ya berê ya li himberê PDKê geş bike. Bawer dike ku wê bi
vî awayî tesîra tevgera Goranê kêmbike û ê dîsa bibe YNK ya berê ya “%50”yan. Lê naxwaze bibîne ku “di binê pirê
da gelek av derbas bûye” û PDK niha ji
berê bi hêztir, niha bûye pêşenga
avakirina dewleta Kurdistanê ya serbixwe.
16ê Gulana 2014an.

No comments:
Post a Comment