18/05/2014

Îllîzyona Şoreşê

Kekê Nazim Zaza di Facebookê da, di şiroveya xwe ya li ser nivîsa min ya bi navê “Firseta Dîrokî û Labîrentên Tarî”, wusa dibêje: “Kî dide bila bide, bigre u mér be, bernede. Başur ji usa lé hat.”

Ji ber ku ev dîtin di nav me Kurdan da gelek zêde ye, ez dixwazim li ser vê dîtinê hin ramanên xwe bibêjim. Bingeha vê dîtinê ji wê bawerîyê tê, ku xwedîgravî li “Rojava” şoreşekî çêbûye û Binxeta Kurdistanê hatîye rizgarkirin û PKK jî ji bo parastina vê şoreşê şerê li himberê Daîş, Cebhet El-Nusra û hin komên Artêşa Azad dike. (Ev hêzên he li himberê rejîmê jî şerdikin, di nava xwe da jî û her wusa nîşan hene ku hin hêz li dijê hêzên din carna ji alîyê rejimê va jî têne bikaranîn. Tê gotin ku Daîş heremên ku petrol jê dertê kontrol dike û petrola “xwe” jî difroşe rejîmê.)

Biryar, 2013, rejî, 16,5x10 cm.

Xwedîyê vê dîtinê nabêjin ka PKK “Rojava” çewa û ji kê rizgar kir? Rast e ku ev hêzên navborî êrîşî heremên Kurdan dikin, Kurdan dikujin û direvînin. Em vê yekê rûreş dikin û bi vê yekê gelek diêşin. Lê rastîyekî din jî heye ku PKKya heremên Kurdan qontrol dike, van hereman ji rejîma Surîyeyê bi emanetî sitandîye û her wusa di hin bajaran da jî hêzên leşkerî yên rejîmê hene. Bi dîtina min Kurd ne mecbûrê vî şerî bûn, dikaribûn bi awayekî yekgirtî wek Enîya Kurdistanî daxwazên xwe ji rejîmê ra jî û ji muxalefeta Surîyê ra jî bigotana û herema xwe li dijî herduyan jî biparasta.

Li başûrê Kurdistanê, Kurdan ji salên 1920an heta salên 1990an, pêşî li himberê İngîlîzan û paşê jî li himberê dewleta Îraqê ji bo mafên xwe yên netewî bi dehan salan şer kirin. Serokên pêşmergeyan ne wekî Abdullah Öcalanê ku ew li Şamê di bin kontrola muxaberata Surîyê da bû, lê ew li serê çîyayên Kurdistanê di nav pêşmergeyên xwe da li himber dijmin şer kirin. Destkeftî û tecruba başûrê Kurdistanê piştî hinde xebat, şer, şikestin, nefikirin Enfal û qirkirinan pêk hat.

Jin, 2014, hibra çînî, 19x19 cm.


Bê guman, ji alîyê Îraqê va dagirkirina Kuweytê (1990) û şerê Amerîkayê li dijî Saddam (1991), vê pêvajoyê bi leztir kir, ji bo Kurdên başûr ev bû şansekî mezin û dîsa Kurdên başûr di sala 2003an da, di şerê hilweşandina rejîma Saddam da, ku dîsa bi pêşengîya Amerîkayê va hatibû despêkirin, bûn hevkarên Amerîkayê û bi vî awayê qezenc û serketina xwe berfiretir kirin. Îraq bû dewletekî federal û herema Kurdistanê jî bi sîstemekî federalî, bi Îraqê va girêdayî ma. Di van 11 salan da, başûrê Kurdistanê ber bi dewletbûnê va gavên mezin avêt, di warên leşkerî, aborî û ya herî muhîm jî, di ruhîyeta xelkê da, ji bo serxwebûna Kurdistanê bingehên zexm danî. Bê guman pirsgirêkên Kurdan bi hukumeta navendî ya Îraqê ra hene, lê Kurd wek hêzekî qederek xwirt alîyekî van pirsgirêkan in û hukumeta Îraqê nikare tiştan li ser Kurdan ferz bike.

Kurdên perçeya Kurdistanê ya di bindestê Surîyeyê da, ji avabûna PDK a Surîyê (1957) û pêva, bi rêxistinî ji bo heqên Kurdan têkoşînê dikin. PKK bi pişgirîya dewleta Surîyê li bakûrê Kurdistanê dest bi şerê çekdarî kir û vî şerî bi salan domand. Serokê PKKê nêzîkê 20 salan di bin qontrola rejîma Surîyê da li Surîyeyê da ma û dîsa li gor daxwaza rejîma Surîyeyê, PKK berê xortên Kurdên Binxetê da bakûrê Kurdistanê. Hêz û enerjîya Kurdên Binxetê ne ji bo bidestxistina mafên netewî yên Kurdên Binxetê lê ji bo şerê bakûrê Kurdistanê hate xerckirin. Serokê PKK ji bo mafên netewî yên Kurdên Binxetê nebû xwedîyê tu daxwazî, tiştek ji rejîmê nexwest û rejîma Surîyê jî tu mafî neda Kurdan. Berevajîya vê yekê, PKK bi piştgirîya rejîma Surîyeyê bêhn li partîyên Kurdan yên vî perçeya welatê me çikand.

Kemîn, 2012, akrîlîk, 20x20 cm.


PKK heremekî bakûrê Kurdistanê tu car nexist bin kontrola xwe, lê bû hêzekî mezin. Wek partîyekî ne demokratîk û diktator, kengê jê hat qadir û terafdarên partîyên din yên Kurdan kuşt, li Ewrupayê bi dehan qadirên xwe û yên ji partîyên din kuşt, avête ser şevên pîrozkirina Newrozan û bêhn li partîyên Kurdan çikand. Niha eynî karî bi berfiretir li himberê Kurdên welatparêz yên Binxetê dike. Niha li wir hê hukumranîya PKK ya rasteqînî pêk nehatîye, ev hukumdarîya niha hukumdarîya bi îcazet ya bi emanetî ye. Û di vê hukumdarîya bi emanetî da, li himber hêzên din yên Kurdan dest bi terorê kiriye.


PKK çav li lê ye ku li bakûrê Kurdistanê jî bigihîje hukumdarîyekî di bin kontrola dewleta Tirkan da. Her çiqas pêkanîna vê îhtîmalê niha xwiya nake jî, dîsa jî tecrubeya “Rojava” rûyê rasteqînî yê PKK nîşanê me dide, ku ev jî bê tehamulîya li himberê hemû raman û hêzên din yên Kurdan e. Ji niha va gelek nîşan hene ku, di siberojê da wê PKK li himberî ew Kurdên serxwebûnxwaz yên ku projeya “cumhurîyeta demokratîk” ya Tirkîyeyê û “Tirkîyebûnê” napejirînin, dest bi êrîşan bike.

Dewleta Surîyeyê ya ku li ber hilweşînê ye, kontrola başûrê rojavayê Kurdistanê bi emanetî teslîmê PKKê kir. PKK jî kontrola xwe bi berterafkirin, girtin, nefîkirin û kuştina qadirên tevgera kurdî pêktîne. Rejîma Surîyê bi jîrîtî û qurnazî Kurdan perçe kir: alîkî Kurdan bi rejîmê ra ye û ev alî alîyê din yê li dijî rejîmê ye berteraf dike. Bi vî awayê Kurd bi hêz nikarin beşdarê muxalefeta Surîyeyê bibin da ku li wir giranîya wan hebe. Ku rejîma Surîyeyê hilweşe, hingê Kurd wê wek hêzekî ji alîyê rejîmê va bikarhatî, bê însîyatîf û bêkêr li meydanê bimînin û anagorê layiqê vê bikaranînê jî wê “bigihîjin” xwedî mafê xwe.

Bê guman dijmin tu caran bi rihetî Kurdistana me nade me da ku em jî "mêr bin û bigrin û bernedin". Ku mêranî hebe, divê em vê mêranîyê ne li himberê Kurdên welatparêz, lê li himberê dewlata dîktator a Surîyeyê nîşan bidin.

Kurdên başûr di dema şerê derxistina Îraqê ji Kuweytê (1991) û şerê hilweşandina rejîma Saddam da (2003) nebûn hevkarên dewlata Îraqê, da ku bi emanetî Saddam qontrola Kurdistanê bide wan. Lê ewan, van şeran wek firsetekî mezin hesiband ji bo hilweşandina rejîmê û ji bo bidestxistin û berfirekirina destkeftîyên xwe.

Mesûd Berzanî, 1989, hibra çînî, 24x16 cm.


Rejîma Îraqê hilweşîya, Kurdan beşekî mezin yê başûrê Kurdistanê da hukimdarîya xwe zexmtir kir û ji bo heremên dî yên veqetandî jî bûn xwedî hêz û gotin, (Bê guman, divê meriv ji bo polîtîkaya heremên veqitandî sîyaseta başûrê Kurdistanê rexne bike.) Kek Mesud Berzanî bû serokê herema Kurdistanê û li ser textê serokkomarîya dewleta federal a Îraqê jî Mam Celal rûnişt.

Xençer û pênûs, 2014, teknîka tevlîhev, 21x30 cm.


Sîyaseta bi pêşbîn û ya rast ev bû, ne ya wekî sîyaseta PKK ya bi hevkarîya bi rejîmekî ku hemû dewletên bi hêz yên demokratîk li dij in û tenê dewletên totalîter û dîktator yên wekî Rusya, Çîn, İran, şîîyên İraqê û Hizbullaha Libnanê bi pê ra ne.

18yê Gulana 2014an.

16/05/2014

Firseta Dîrokî û Labîrentên Tarî

Ev qederek wext e ku em bûyerên li perçeya başûrê rojavayê (çewa ku niha ev nav bûye moda, “Rojavayê Kurdistanê”) welatê xwe diqewimin, dişopînin.

Guher, 2013, pastelên bi don, 14,5x17,5 cm.

Ev gelek wext e ku bûyerên gelek giring ku wê siberoja vî perçeya Kurdistanê tayîn bikin li perçeya Kurdistanê ya di bindestê Surîyê da diqewimin. Kurdên ku wê bibûna beşekî muxalefeta li himberî rejîmê (wekî tecrubeya başûrê Kurdistanê), ji alîyê rejîmê va hatin perçekirin. Rejîma Surîyeyê heremên Kurda teslîmê PKK (ez PYD û YPG yê ji PKK cihê nahesibînim) kir. PKK bi îmkan û pişgirîya rejîma Surîyê li vê perçeya welatê me da bû hêz û gihîşt hêz û tevgera hukumkirinê. PKK navê vê hukimdarîyê danî “Şoreşa Rojava”.

Ev hukumkirin, bi xwe ra terorekî PKK ê li himber hemû hêzên din yê Kurdan anî. Endam û qadirên gelek partîyên Kurdan bi destê vê sîstema PKK hatin kuştin û girtin. Şewitandin û sergirtina buroyên partîyên Kurdan bûn tiştekî rojane. Terora PKK ji terora berê ya rejima dîktator a Surîyeyê bi qat bi qat zêdetir bûye. Ji ber vê terorê, êdî partîyên Kurdan nikarin li himberî rejima Surîyê xwepêşandanan jî pêkbînin, lê belê alîgirên dîktator Esat kengê dixwazin di bajarên Kurdan da (Qamişlo û Hesekê) xwepêşandanên pişgirîya rejima xwe pêk tînin.

Guher,  2013, krayon, 13x13 cm.

Em dizanin ku, ji ber gelek sedeman beşek muhalefeta Surîyeyê berê xwe dane vê hukumranîya PKK. Êdî rojane xwîn diherike. Di nav mij û morana xwîn û kuştinê da, êdî siberoja xelkê me yê vî perçeya Kurdistanê ketîye nav labîrentên tarî.

PKK ya ku li bakûrê Kurdistanê bi salan partîyên din yê Kurdan li himberê rejîma Tirkîyê bi şernekirinê rexne dikir û navê xayîntîyê li wan danîbû, vê carê şerkirina li himberê rejîma Surîyeyê li partîyên Kurdan qedexe dike! Ji wan ra dibêje ku, ku wun jî dest bi şer bikin, hingê em ê jî şerê we bikin. Niha jî endam û qadirên partîyên Kurdan têne girtin û bi zorekî wan dişînin başûrê Kurdistanê. Heta niha gelek caran nehiştin ku serok û qadirên partîyên Kurdan yê vê perçeya welatê me ji başûrê Kurdistanê vegerin qada xebata xwe. Pratîka PKK ev e, lê belê di heman demî da jî partîyên din yên Kurdan sûcar dike û dibêje ku “ew li Hewlêrê di otêla da têkoşînê dikin”! Ev polîtîkaya durûtîyê ye.

Reşbînî, 2013, krayon, 30x22 cm.

Girtin, nefîkirin û kuştina sîyasetvanên Kurdan divê her dem were lanet û rûreş kirin. Ev yek, ne tenê dema ku bi destê dijminên me tê kirin, lê di eynî demî da dema ku bi destê hin Kurdan bi xwe jî tê kirin divê were lanet kirin. Di pirsên wekî mafê mirovan û demokrasîyê da cotpîvan ruhê mafê mirovan û demokrasîyê dikuje û vêca van gotinan dike xemla veşartin û xapandinê. Girtin, nefîkirin û kuştina Kurdên ku ji bo siberoja welatê xwe wekî PKKê nafikirin, divê were lanetkirin.

Bêtehamulbûna li himberî her dîtin û ramanên cûda, xeta sereke ya PKKê ye. Xirabî û terora ku bi salan bi destê dewleta Surîyeyê digihîşt Kurdên Binxetê niha bi destê YPG - PYD ya PKKê digihîje Kurdên dijberên rejima Surîyê. Avakirina “kantonan”, derxistina “qanûna partîyan” û tiştên din hemû ji bo rêlibergirtina partîyên din yên Kurdan e û ji bo îtaata ji bo PKKê û rejima Surîyeyê ye.

Reşbînî, 2013, krayon, 30,5x21,5 cm.

Hemû partî û rêxistinên Kurdan bêyî ku ji cihekî destûrê bistînin, divê karibin xebatên xwe yên sîyasî, leşkerî û kulturî bikin. Heta ku hilbijartinên azad li vê perçeya Kurdistanê da pêk bê, heqê tu kesî tune ku bêje, "yekane hêza sîyasî, leşkerî û kulturî ez im". Bê guman, piştî hilbijartinan jî, divê ji bo hemû alîyên Kurdan mafên xwerêxistinkirina sîyasî hebe û tu asteng li himberî eşkerekirina bîr û bawerîyan, xwepêşandanan û weşanên serbixwe tunebin. Ew tehamul û qedrê ku em ji dijminên xwe jî bo xwe dixwazin, divê em Kurd karibin li himberê hev jî nîşanbidin.

Lê divê em bizanibin ku sîstema sîyaseta PKKê ev e. Yek serok, yek partî, yek îdeolojî û berterafkirin û qedexekirina her dengê ku wekî wan nafikire. İsal me nimûneyên vê sîyasetê di dema hilbijartinên bakûrê Kurdistanê û li Tirkîyê da, di êrîşên li dijî partîya Kurdan Hak –Parê da jî dît. Ev sîstemekî totalîter û dîktatorî ye û PKKê vê sîstema xwe niha li perçeya başûrê piçûk ya welatê me da bi alîkarî û hevkarîya rejîma dîktator a Surîyeyê danîye. Miletê Kurd tenê wê xirabîyê ji vê sîstemê bibîne.

Tixûbên xelkê, 2013, krayon, 21x29,5 cm.


Ji alîyê dî va, li başûrê Kurdistanê, YNK ya ku ev e çend sal in ku di nava krîza sîyasî da asê mayê, dixwaze bi rêya hevkarîya bi PKKê ra dîsa ew dijmintîya xwe ya berê ya li himberê PDKê geş bike. Bawer dike ku wê bi vî awayî tesîra tevgera Goranê kêmbike û ê dîsa bibe YNK ya berê ya “%50”yan. Lê naxwaze bibîne ku “di binê pirê da gelek av derbas bûye” û PDK niha ji berê bi hêztir, niha bûye pêşenga avakirina dewleta Kurdistanê ya serbixwe.

16ê Gulana 2014an.


 













11/04/2014

Hevpeyvina Malpera Felsefevanê bı Serhad Bapir ra


1- Kekê hêja! Di destpêkê de ez spasiya cenabê te dikim, ku te daxwaza me ya hevpeyvîneke qebûl kir, mala te ava. Kurdînûs, we dinasin. Lê ji bo nifşên me yên nû, gelo tu dikarî xwe hebekî bidî nasîn?

Ez ji jı bo vê hevpeyvinê sıpasiya te dıkım, mala te ava. Bı anagora qeyda nıfûsê ez dı sala 1964 a da lı perçeya Kurdıstanê ya ku dı bındestê Tırkiyeyê da ye, lı bajarê Tetwanê hatıme dınê û navê mın Evdıla danine. Çewa ku jı bo pıraniya Kurdên ku dı emrê mın da ne ji wusa ye, yê mın ji sal, meh û roja jıdayikbûna mın rast nehatiye qeydkırınê. Mın xwendına xwe ya despêkê lı Sılivana Amedê û lı Tetwana Bedlisê da xwend, dıbıstana navin lı Tetwanê û liseyê ji lı Stenbola Tırkiyê û Tetwanê xwend.

Bavê mın Mele M. Seid Çeliker bı eslê xwe jı Botan e û wi ji weki bab û bapirên xwe perwerdeya medreseyê ditıbû û bûbû mele, lê wi dı mızgeftan da qet meletiyê nekır. Wi demeki dı nav koçerên eşireta Alıkan da meletiyê kır. Hewcedariya koçerên Alıki zêdetır dı meha Remezanê da bı meleyeki hebû, lê babê mın çend salan lı ba wan meletiyê kır. Jı vê eşiretê, bı keça Heci Eli ra, bı Fetiha΄yê ra zewıci. Pışti ku dê û bavê mın bı hev ra dızewıcın, tên lı Tetwana Kevn bıcıhdıbın. Bereket dı nav da be, em donzdeh xwışk û bıra ne (şeş keç û şeş ji kur) û ez zarokê çaran yê malbatê me. Pışti ku ez dı sala 1984 a da wek penabereki siyasi hatım Yunanistanê, hıngê mın navê Serhad Bapir lı xwe dani û ez bı vi navi tême nasin.

2- Qasî ez dizanim, heta 20 saliya xwe jî, tu li welêt mayî. Lê piştî derbeya Îlona 1980 ê, ji bêgaviyê tu derketiyî derveyî welêt? Sedem çi bûn, ku tu derketî derveyê welêt?

Hê jı pıçûkatiya xwe va, bı xêra kekên xwe têkıliya mın bı bı hızra netewi û bı tevgera kurdi ra çêbû. Jı bo ez behsa atmosfera wê demê bıkım, ez dıxwazım hınek behsa wan salan bıkım: Tê bira mın, dı sala 1976 a da, dema ku mın hê nû dest bı dıbıstana navin kırıbû, hevaleki mın gotınên marşa cıwanan ya “Bırayên delal” bı nıviski da mın û jımınra got ku “jıberbıke û paşê ji bışewıtine bıla kes pê nızanıbe”. Mın ji wusa kır. Dem û şert hıngê wusa bûn. Her dı heman salê da kekê mınê ku hıngê sınıfa yeka ya liseyê da dıxwend, lı liseyê da, lı cıheki xewle, bı dızika pırtûka “Alfabe” ya M. Emin Bozarslan da mın û jı mın ra got ku “nişanê nesi nede, bıbe malê”. Çewa ku wi jı bınê fanorê xwe, jı ber kembera xwe derxıst û da mın, mın ji bı heman awayi xıst ber kembera xwe û bır malê. Salên zehmet bûn, xeyni kesên heri nêzik, baweriya merıv bı tu kesi nedıhat. Alfabe an ji marşeki kurdi dıkarıbû bıbûya sedem ku merıv jı dıbıstanê bıhata avêtınê û her wusa ji serê merıv bı polês û mehkemên dewleta Tırka ra bıketa belayê. Lı Tetwanê dı wan salan da êdi tevgera netewi ya Kurdan geş dıbû. Komeleyên legal yên rêxıstınên weki Rızgari, PSKT, DDKD yê û her wusa ji kı dıkanên pırtûkfıroş yên van rêxıstınan û yê Kawa΄yê hebûn. Ez bı xwe aligırê Rızgariyê bûm. Dı wan salan da mın pırtûkên İsmail Beşikçi û pırtûkên di yên weşanxaneya Komal΄ê yên lı ser diroka Kurdıstanê xwend.

 Lı liseyê da serê her çend rojan careki pevçûn dı navbera xwendekarên welatparêz û islamist da çêdıbûn. Bı anagorê gotınên rêveberên liseya Tetwanê, dı sala xwendınê ya 1979-1980 ya da, jı ber van pevçûnan tenê 38 rojan dıbıstan vekıri mabû. Mudırê islamist ya liseya Tetwanê, jı ber van pevçûn û zırar û zıyanên ku lı dıbıstanê qewımıbûn, gelek jı me xwendekarên welatparêz dabû mehkema dewleta Tırka. Dı wan salan da diktator Xumeyni lı İranê hatıbû ser hukm û Kurd ji heşt bajarên mezın dı nav da, beşeki mezın yê rojhılatê Kurdıstanê xıstıbûn bı qontrola xwe û her wusa pışti demeki kurt, rejima Xumeyni dest bı qetliama Kurdan û jı nûva dagırkırına Kurdıstanê kırıbû. Ev islamistên Tetwanê, ku ew ji weki me bı eslê xwe Kurd bûn, pıştgırên Xumeyni bûn. Lı bınê liseyê, lı ser rêya navendi ya Tetwanê dıkanek pırtûkfıroşi  jı xwe ra vekırıbûn bı navê “İslam”ê û jı vê dıkana hanê bı operloyên mezın ku derdıxıstın derva, serê sıbê heta êvarê marşên bı zımanê farısi yên pesndarên Xumeyni û “şoreşa islami” datanin ser teybê. Dı wan salan da, lı Tetwanê sloganeki me yê sereke “Xumeyniyê xwinxwar destên xwe yên bı xwin jı Kurdıstane bıkşine” bû û herçi yên islamistan e, yê wan ji “imam Humeyni” bû.

Dı van şertan da rejima diktator ya 12 İlonê ya sala 1980 ya hat. Kesên jı me mezıntır hemû hatın gırtın an ji bûn fırar. Sala mın ya dawi ya liseyê bû, dı hemû xwendına xwe ya dıbıstane da, dı dersan da ez xwendekareki gelek serketi bûm, wê salê ez ketım imtihanên zaningehê û mın puaneki baş sıtand lê ez neçûm û mın qeyda xwe lı tu zaningehê nekır. Jı sala 1981 a heta 1983 yan, bı awayeki nepeni mın dı nav xebatên siyasi da ciyê xwe gırt. Dı sala 1983 ya da operasyonên mezın lı ser rêxıstına Rızgariyê çêbûn, bı sedan kes  û her wusa  pıraniya hevalên mın hatın gırtın. Hevalê mın yê jı desteya jı mın bılındtır, ku bı mın ra têkılidar bû, ew ji hatıbû gırtın. Mala wi ava, wi mın neda dest, navnişana mın neda polêsên işkencekar. Ez jı hemû têkıliyên xwe yên rêxıstıni qut bûm. Pışti hıngê, ez derketım derveyê welat, jı Kurdıstanê çûm Tırkiyê û heta payiza sala 1984 a lı wır bı tena serê xwe, fırar mam. Paşê bı têkıliya hın dostên xwe,  mın rê peydakır û derbasê Yunanistanê bûm û wek multeciyeki siyasi mın xwe sıpart Yunanistanê. Mafê penaberiyê dı demeki kın da dane mın. Lı Yunanistanê da ji, heta sala 1987 a dı nav xebatên rêxıstıni da mın bı awayeki aktiv cıhê xwe gırt.
Dı sala 1985 a da, jı bo xwendına zaningehê mın  jı Enstituya Kurdi ya Parisê bursa xwendınê sıtand. Dı navbera salên 1987 – 1992 ya da, mın beşa resım ya Akademiya Hunerên Sıpehi (Cıwan) da xwend. Her  dı sala 1992 ya da, pışti qedandına zaningehê, ez bı keçeke Yunan ra zewıcim. Du kur û keçeki me hene. Xanıma mın qederek baş bı kurmanci fêrbûye û ez bı zarokên xwe ra tenê bı kurmanci dıpeyvım. (Jı malpera zazaki.net ê, Roşan Lezginê hêja lı ser mıjara zımanê kurdi hın pırsan jı mın kırıye û mın ji çiroka xwe ya lı ser zımanê kurdi dı hevpeyvineki da  bı berfırehi jê ra gotiye. Yên ku meraq dıkın dıkarın dı vê navnişanê da vê hevpeyvinê jı xwe ra bıxweynın) :   http://www.zazaki.net/haber/hevpeyvn-bi-serhad-bapr-re-i-354.htm

Ev 17 sal ın ku ez dı dıbıstana navin û liseyê da wek mamosteyê hunerê dıxebıtım. Dı navbera salên 2001 – 2007 an da mın vê carê wek diplomeya dıdoyan, beşa grafikê ya Akademiya Hunerên Sıpehi da xwend. Heta nıha mın lı Yunanistanê û lı Swedê (lı Kıtêbxaneya Kurdi ya Stockholmê) heft pêşengehên ferdi pêkaniye û beşdarê jı sedan zêdetır pêşengehên tevahi- komi bûme. Bı munasebeta van pêşengehan, heta nıha du katalogên mın yên grafikan yên bı zımanên kurdi (kurmanci) û yunani hatıne çapkırınê. Lı ser tora internetê sê blogên mın hene: Ya bı kurdiya kurmanci mın dı sala 2007 a da, yên bı zımanê yunani û ingilizi ji dı sala 2008 a da avakır.

3- Grafîk, di xebatê te de cihekî girîng dadigrin û bawer im çîrokeka grafîka te ya yekemîn jî heye newsa?

Belê, beşek mezın xebata mın, lı kêleka hunera resım, lı ser hunera grafikê ye. Hın xusisiyetên grafikê hene ku vê hunerê jı hunera resım cuda dıke. Yek jı wana ew  e ku, dı grafikê da kar û xebata desta û qabiliyeta huneri dıgıjin hev, bı hev va dıkelıjın. Grafikçêker, dırûv an ji nigara grafika ku dıxwaze çêbıke, dıvê pêşi lı ser materyalên weki dar, metal, kevır, plastik an ji tıştek dın çêbıke, ku merıv dı kurdi da jı vê materyalê ra dıkare bêje “mak” an ji “deq”. Paşê, anagora xusisiyeta materyal û teknika xwe, dıvê vi nigarê ku çêkıriye, bıqewêre, bıkole an ji pêva bızelıqine. Pışti ku ev “mak” bı tevayi amedebû, hıngê grafikçêker derbasê pengava dıduyan dıbê, dıvê vi “maka” hanê lı ser kaqıdeki taybet çapbıke. Ango dıvê “mak” anagorê xususiyeta xwe bı awayeki were hıbırkırın û paşê ji, disa bı metodeki lıhevhati dıvê bı destan an ji bı pressa destan ev “mak”a hıbırkıri lı ser kaxıd were çapkırınê. Heta ku grafik neyête çapkırınê, haya hunermend bı tevayi jı berhemê nine û encama xebata xwe sedi-sed qontrol nake. Pışti ku wê çapbıke, hıngê heta dereceyeki dıkare hın guhertınan lı ser vê “mak”ê çêbıke û encama grafikê ber bı aliyeki va bıbe. Çewa ku tê fêhmkırınê, hunermend dıkare jı vê “maka” hanê, wek muhreki, jı yek cari zêdetır caran eyni grafikê çapbıke. Bı vi awayi jı heman berhemi hejmareki tayinkıri têne çapkırınê û ev hemu ji berhemên orjinal ın. Çıqas tiraj zêdebıbe, buhayê berhemê ji hewqas kêmdıbe. Hunermend navê xwe û sala afırandınê lı bınê her nusxeyi dınıvise, bı xwe tiraja grafika xwe destnişan dıke û disa lı bınê her berhemi, nusxeya her grafiki bı vi awayê tê nıvisin: Ku tiraj 20 lıb be, hıngê 1/20, 2/20 û hwd.

Hunera grafikê wek hunera ragıhandına mesajan ji tê qebûlkırınê. Jı ber ku jı eyni berhemi  gelek nusxe têne çapkırınê, heman berhem  dıkare lı ba gelek kesan hebe, bı anagorê berhemên resım, buhayê grafikan erzantır ın. Jı ber ku lı ser kaxıd têne çapkırınê dıkarın bı hêsani jı cıheki jı bo cıheki dın werıne şandın.

Belê, bı munasebeta pêşengeheki, mın wusa behsa têkıliya xwe ya despêkê ya grafikê kırıbû. “Dema ku cara pêşi mın grafikeki çêkır, ew jı mecbûriyetê dıhat. Jı ber ku polêsên cuntaya Tırkan lı mın dıgeriyan, dıviya bû ku mın fotografê nasnameyeki, ku mın peyda kırıbû, bıguheranda. Bı vi awayi, mın lı ser perçeki plastika ku lı ser zeminên malan radıxın, muhreki wek ya ku lı ser nasnameyan dıxın, bı serê kêrê qewart û paşê ji vê muhrê lı ser fotografê xwe xıst. Bı vê nasnamê ez gelek caran lı bendên qontrolê ên polês û cendırmên cuntayê derbasbûm û her wusa bı vê nasnamê, mın welatê xwe Kurdıstanê lı du xwe hışt û wek penabereki politik gıhiştım Yunanistanê.” Bê guman, dema ku mın vi karê hanê kır haya mın jı hunera grafikê tunebû. Tenê mın qabiliyeta xwe ya resımçêkırınê û daxwaza xwe ya, jı derdê xwe ra rê û çareyeki peydakırınê,  bıkarani.

4- Bi rastî, ez çendî rastê tabloyeke xweşik ya pêşiyên me Kurdan têtim, wêneya ku cenabê te resmandî ye derdikeve. Tabloyên wekî nemirên Bedîrxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Yilmaz Guneyî û yên mayî. Pêşengeheka taybet ya ‘Tabloyên Gewreyên Kurdan’ di nav xebatên te de heye, yan berê pêşengeheke wiha pêk hatiye gelo?

Lı kêleka mıjarên mayin, mın qederek  portreyên nıviskar û xebatkarên doza serxwebûna welatê me ji çêkıriye. Dı sala 1998 a da bı munasebeta 100 saliya rojnamegeriya kurdi mın rêzeki grafikan çêkır. Car carna ez bı vê mıjarê ra mıjûldıbım. Ez wek hunermend, jı bo xwe vê meselê wek deyneki exlaqi dıhesıbinım, deyndariya mın jı bo wan xebatkarên doza şerefa zıman, mılet û welatê Kurdan. Hemû mıletên ku gıhiştıne mırazên xwe û bı serbılındi bı serbıxwe dıjin, xwedi wan kedkarên vê şerefê bûne û ew qedrê van lehengên serbesti û rızgariya xwe dıgrın. Hunermendên van mıletan ji beşdarê vê qedırgırtınê bûne. Çıma na? Hunermendên Kurd ji dıkarın bı hunera xwe berê xwe bıdın van hêjayên me.

Her çıqas ku mıjara pıraniya berhemên mın lı ser me Kurdan e ji, heta nıha lı Kurdıstanê mın pêşengehek ji pêknaniye. Haya mın jê heye ku, dı gelek bajarvaniyên (belediye) ku dı destê Kurdan da ne, eywanên huneri hene û pêşengeh têne organizekırın. Kesi heta nıha jı mın ra negotiye “kerembıke, ev imkanên me hene gelo em çewa dıkarın tıştek pêkbinın.” Ev tışt jı bo başûrê Kurdıstanê ji wusa ye. Dı sala 2009 a da, bı hevkariya bajarvaniya Saloniki ya Yunanistanê mın pêşengeha xwe ya berfıreh ya grafikan pêkani. Bajarvaniyê jı bo vê pêşengehê katalogeki yunani û kurdi ya xweşık, ya 48 rûpeli çapkır. Dı vê katalogê da fotografên 65 grafikan hene. Mın rabû vê kataloga xwe, çewa jı gelek Kurdên di ra ji şandıbû, jı serokên bajarvaniyên Diyarbekır û Tetwanê ra ji şand. Tu bersıveki ku “vayê ev katalog gıhişte destê me ji” kesi neda mın. İroj bı xêra internetê, merıv bı rıheti dıbe xwedi haydari û malumatên ku dıxwaze, ki bıxwaze bı xebatên hunermendên Kurd bıhıse, zêde astengi tune ne. Yên mın ji bı sedan fotografên berhemên mın dı internetê da hene.

Yê mın, haya mın jı mekanizma siyaseta Kurdi heye, çewa û bı çı zımani dıfıkıre, pivanên “jı me ye” an ji “ne jı me ye” têne çı maneyê. Tıştê ku jı hunermendan tê xwestın xulamti û mıridti ye. Hemû ev tışt ciyê pivana “kalite”yê dıgrın. Hunermendên muzikê dema sıtraneki jı bo “mezınbûna serok Apo” çêkın, jı bo wan deriyên televizyon, rojname û konseran vedıbın. Nıviskar ji dıvê hemû tışti bı pênusa xwe bıkın (pivana ka wê bı kijan zımanê be ji tune ye)  da ku anagorê wan hın deri lı pêş wan vebın. De ica mın bersıvê daye, ka hunermendeki “jir” yê hunera resımê çı dıvê bıke da ku karıbe “xêrê” jı hunera xwe bıbine. Yê mın çewa ku tê ditın ez bı tıştên “beredayi” mıjûldıbım, herçi portre ne, ez tam bêfehm ım, radıbım portreyên Bedırxaniyan, Osman Sebri, Cegerxwin, İsmail Beşikçi, Yılmaz Guney û yên mayin çêdıkım!

Ez werım ser pırsa te. Nıha tu projeya mın ya pêkanina pêşengeheki bı portreyên mezınên Kurdan û dostên Kurdan tune ye. Dı vê mıjarê da dıxwazım bêjım ku, ya muhım çêkırına van portreyan  bı xwe ye, pêşengeheki bı vê mıjarê çêbıbe baş e, ku çênebe ji tıştek nabe û ezm û meyla mın ya çêkırına berhemên bı vi rengi ji kêm nake. Wexteki da, wê dem were û merıv dıkare dı pêşengeheki da van berhema nişanê xelkê bıde.

5- Bi rastî, ez ji hunera resmê zêde fêhm nakim. Tenê, keyfa min ji xebatên xweser re tê û ez qasî hêza xwe, carinan dişopînim. Lewma jî, dikarim bibêjim ku her wêne/tabloyek çîrokeka wê heye. Tiştên ku canabê te wan diresmîne, çi ne? Yanî, mijarên te yên sereke?

Ez dıbêm qê ew kesên ku bı felsefe û estetikê va mıjûldıbın, xwedi wan ramanan nın da ku jı berhemên huneri ji fêhmbıkın. Dema ku berhemeki bala merıv dıkşine ser xwe, an ji kêfa merıv jı berhemeki ra tê, hıngê hemû mesele şırovekırına sedemên vê balkışandın, kêf û hızkırınê ye. Rexnevan û dirokvanên hunerê têkıliya berhemê bı berhemên kesên dın ra dışopinın, têkıliya berhemê bı serdem, cıvat û bûyeran va dışopinın.

Dıbe ku her tablo xwedi çirokeki be, lê zêde maneya çirokê lı ber berhem tune ye, lewra berhem bı tena serê xwe dertê pêşberi temaşevanan. Bê guman istisna ji hene, lewra, bêyi çiroka (bûyera) qetliama 1650 kesan yê bajarê kevnar yê Baskiyan “Guernica”yê, tesir û menzila vê tabloya Picasso dê hınde mezın ninbûya.

Bı awayeki gışti, çirokên beşek berhemên mın dıbe ku rewşa mılet û welatê me bın. Bûyerên mina xebata vejina Kurdan ya despêka salên 1900 an, xapandın û şıkandına Kurdan yên salên pışti 1923 yan, serihılandınên Piran, Agıri û Dêrsimê, ekola Hawarê, komara Kurdıstanê ya 1946 a, xebat û tecrubeya başûrê Kurdıstanê bala mın dıkşinın. Kesayetiyên weki Şêx Seid, serokên dın yên Azadiyê, Seid Rıza û Qazi Mıhemed ku ew hemû, stuyên xwe lı hımberê dıjmın xwarnekırın û jı bo me bûn sembolên şeref û serbılındiya me û agırê gurr yê berdemiya doza rewa ya mıletê me, tesireki mezın lı mın kırıne.  Mele Mıstefa Berzani bı xebat û jiyana xwe, jı bo mın destan û efsane ye. Ez heyrana nıviskar û sıtranbêjên  Kurd yên Sovyeta berê me, ku pıraniya wan Kurdên Êzıdi ne, wek xelkê me lı wır, ku bı nıfûsa xwe derdora sedhezar kesibûn (lı Ermenıstan û Gurcıstanê) bûn lehengên vejina zıman û kultura kurdi. Edebiyata me ya nıviski û ya devki, muzika kurdi, erdnigariya welatê me, mimariya gund û bajarên me bala mın dıkşinın.

Resım û grafikên mın, wek mıjar dıbın çend beşên weki: Figurên mırovan, dimen, compozisyonên abstrek, nature morte, portreyên mırovan û hwd. Her wusa ji wek teknik,  grafikên mın lı ser dar, metal, pleksiglass, linoleum û materyalên dın hatıne çêkırınê. Herçi resım ın, ew bı teknikên weki rengên don û akrilik, hıbra çini, pastelên bı don, pênus û rıji (komır) û hınên dın ın.

6- Kekê tu difikirî ku rojekî vegerî welêt?

Ez pışti 24 salan, dı sala 2006 a da çûm mala xwe. Jı hıngê va ev 5 car ın ku ez çûme bakûrê welat û du caran ji jı wır çûme başûrê welatê me. Her çıqas ku ev nêziki 30 sal ın ku ez jı welat dûr bım ji, xewn û xeyalên mın her derdora welat da ne. Bê guman ez dıxwazım vegerım welatê xwe. Lê êdi ez tenê nin ım, xanım û zarokên mın ji hene ku mın yek gotıni ji bı zımanê tırki fêri wan nekıriye. Ku şert lı hev werın û ku ez karıbım hunera xwe bı rıheti bıafırinım ez dıkarım vegerım.

7- Peşnîyarên te yên ji bo wênesazên me ciwan, ku nû nû dest bi vê hunerê kirine çi ne gelo?

Zarokeki ku jı dê û bavê xwe fêri zımaneki dıbe,  êdi ew bı xêra vi zımanê xwe, dıkare jı xwe ra cihaneki xweifadekırınê bıafrine. Ew ne mecbûr e êdi ew tıştên ku jı dê û bavê xwe fêrbûye dubarebıke. Fêrbûna zımaneki, otonomiya xweifadekırınê ji dıde kesan. Huner ji wek zıman e. Keseki ku ferhenga bıngehin ya hunerê, ango awayê afırandına berheman fêrbûye, êdi ew dıkare bı gelek awayan berhemeki bıafrine. Bı çı mıjûlbıbe, kêm û zêde wê bereketa qabiliyeta xwe bıbine. Lı vır da tıştê muhim ew e ku, dıvê haya hunermend jı kultura mıletê wi û jı diroka hunera cihanê hebe û her wusa ji dıvê haya wi jı hunera serdema wi ji hebe û xwedi xebateki berdewam a bê rawestan be. Dema ku merıv sê berheman çêke, dıbe ku her sê ji nebaş bın. Lê dema ku merıv sed berheman çêbıke, hıngê ihtimal heye ku jı wan pênc pır baş  û dehên dın ji baş an ji lıhevhati bın. Bı xebata bêwestan û zêde, merıv dıkare lı dû xwe ji bınêre û şıverêya ku meşiyaye bışopine: serdemên cıhê û guhertınên ku dı berhemên xwe da qewımine bıbine.

Malesef jı bav û bapirên me jı me ra miraseki hunera resım nemaye. Gelek sedemên vi tışti hene. Lê lı Kurdıstanê qederek jı paşmayiyên hunera heykela maye. Dı muzexaneyên cihanê û yên dewletên dagırker da gelek minakên vê hunera geş hene. Her wusa heta dereceyeki dıbe ku Kurdan hunera minyatori çêkırıbe. Lê wek minak,  em bı zelali nızanın ka gelo minyatorên ku dı orjinala Şerefnameya Şerefxanê Bedlisi da hene kê çêkıriye. Mimariya xani, qesr, kele û sûrên gund û bajarên Kurdıstanê  û her wusa ji dimenên erdnigariya welatê me dıvê bala me bıkşinın ser xwe. Her wusa ji motivên xali, xaliçe, kulav, têêr û tıştên risti û neqışkıri yê xelkê me dıvê bala me bıkşinın. Ev çavkaniyên kultura xelkê me ji dıkarın bıbın perçeyeki mıjar û materyalên kêranina ya hunera nûjen.

Pêşniyara mın jı hunermendên nûgıhişti ra ew e ku dıvê ku dı jiyana me da du pencere hebın. Jı pencera pêşi dıvê ku em berê xwe bıdın zıman û mirasa me ya kulturi ku jı bav û bapirên me jı me ra mane. Wek minak, zargotın û muzika kurdi ya kevneşopi gelek dewlemend ın, ev dewlemendiyeki wusa ye ku, pısporên van mıjaran dıkarın vana dı beşên xwe da, bı kulturên heri dewlemend yên mıletên dın ra danın berhev û muqayesebıkın. Heta jı me tê dıvê em bı van xezineyên mıletê xwe bıhısın û fêrbıbın. Hunera nûjen ya ku dıvê ku em avabıkın dıvê lı ser rayên kultura mıletê me avabıbe. Dıvê kultureki me yê netewi hebe da ku em bı vê kultura xwe bı netewên dın ra bıdın û bıstinın û bı vi awayê ji kultura me bıbe kultureki navnetewi.

Jı pencera dınê ji, dıvê ku em berê xwe bıdın hunera cihanê, xususi hunera welatên demokratik û pêşketi. Dıvê haya me jı diroka hunerê, jı dirok û sosyolojiyê hebe, da ku em bızanıbın ka huner dı kijan rewşan da lıxwexıst û geşbû. Mirasa diroka hunerê ya cihanê êdi mirasa hemû mıletan e, lı ber destên her kesi ye, yê ku jı jê tê dıkare jı jê istifade bıke û hunera xwe ya nûjen lı ser avabıke. Hunera nûjen ku dıvê em bıafrinın, dıvê senteza kultura me yê netewi û ya vê hunera cihanê be. 

Hunermendên Kurd, heta jı wan tê, dıvê xwe jı bın tesira wan hunermendên ku jı nav mıletên her çar dewletên dagırkerên welatê me derketıne, bıfılitinın. Lewra dı nav Tırk, Ereb û Farısan da ne kultureki demokrasiyê hebûye û ne ji hunereki nûjen ya dı sewiya cihanê da derketiye.

Hunermendên me dıvê haya wan jı diroka mıletê me hebe, haya wan jı pırsgırêkên siyasi hebe, bûyerên ku dıqewımın ku dı hunera me da ji şopên wan xwuyabıbe ev baş e. Huner bı xwe ji dıkare hın aliyên bûyeran roni, eşkere û şırovebıke. Lê hunermendên Kurd dıvê nebın dûvık an ji terriyên siyaseta partiyên Kurda, dıvê lı hımberê partiyên Kurda serxwebûna xwe bıparêzın û hunera xwe dıvê pêşi jı bo xwe bıafrinın. Dema ku merıv jı bo xwe kêrhati û jêhati be, hıngê merıv dıkare baştır kêri mıletê xwe ji were. 

8- Qasî ku ez dizanim, tu dinivîsînî jî newsa kekê? Niha wekî kitêb, gelo karekî we heye, yan hê berdewam e?

Belê, ev jı panzdeh salan zêdetır e ku ez carcarna lı ser hın mıjarên ku têkıliyên wan bı zıman, huner û siyasetê va hene dınıvisım. Ev nıvisên mın dı hın kovarên kurdi û yunani da derketıne û her wusa ji dı gelek malperên Kurdan da. Disa her wusa, hın kovar û malperên kurdi û yunani bı mın ra hevpeyvinan pêkanine û hın hunermend, nıviskar, rexnevan û dirokvanên hunerê yên Yunan û  Kurd lı ser hunera mın nıvisine. Mın pıraniya van nıvisan dı her sê blogên xwe da cıvandiye. Dıbe ku dı wexteki da ev nıvis dı kıtêbeki da berhevbıbın û were çapkırınê. Lê nıha projeyeki mın yê bı vi awayi nine. Her wusa ev si salan zêdetır e ku ez carcarna helbestan ji dınıvisım.

Ya rasti merıv nıkare bı her tışti ra mıjûlbıbe, wextê merıv têrê nake, ez dıxwazım zêdetır wext û konsentra xwe bıdım aliyê hunerê.

9- Herî zêde, keyfa te ji kîja tabloya te re tê? Dizanim, ferqek wiha dijwar e ku mirov bîne zimên, lê dibe ku çîrokeka taybet a tabloyeka te hebe?

Ez nıkarım bı hêsani bersıva vê pırsê bıdım, lewra mın tenê pênc tablo çênekırıye da ku ez bêjım kêfa mın zêdetır jı vêya hanê ra tê. Bê guman hın berhem hene ku zêdetır bı dılê merıv ın, her wusa ji hın berhem hene ku bêy ku ew merıv zêde bıêşinın, bı rıheti têne afırandınê.

10- Wekî pirsa dawî, dizanim ku cenabê te ji felsefeyê hez dike. Bi kurtasî be jî, li gor baweriya te, gelo felsefe çi ye? Çima divê em felsefe bixwînin?

Gotına felsefe jı gotına “filosofia”  ya yunani tê, ku İngiliz bı xwe ji jê ra dıbêjın “philosophy” ku dı kurdi da tê maneya “hızkırın an ji dostantiya fêhma zaninê”.  Felsefe ılmeki ye ku, dıxwaze bı awayeki sistematik, dı derbarê hebûn û nebûnê, sedem, zanin, zıman û hwd. da pırsên mantıqi bıke, bêyi ku karıbe her dem bersıvên tekûz peydabıke. Dı felsefê da pırs jı bersıvê gıringtır e. Felsefe, bı xêra pırsên ku dıke, tıxûbên hızr û zanina mırovan fırehtır dıke. Dıbe ku bersıva hın pırsan pışti sed an ji hezarsalên dın werın peydakırınê, ku dı dirokê da ji gelek caran wusa bûye.

Nexwe felsefe wek ılm, dı têgıhıştına me ya fêhm û zaninê da hın awa û metodên hızirinê fêri me dıke, jı ber vê yekê ji xwendına felsefê muhim e. Dema ku em bıkarıbın vê felsefeyê bı zımanê xwe bıfıkırın, bınıvisın û bıxweynın, hıngê ev muhimbûn dıbe du qat. Lewra zımanê merıv, sewiye û asoya fehm û zanina merıv eşkeredıke.

11- Li ser navê malpera felsefevan, em spasiya te dikin kekê Serhad, mala te ava ku te ev wextê xwe bo me veqetand û bersiva pirsên me da. Her hebe...

Ez ji sıpasiya rêveberên malpera Felsefevanê dıkım ku bala xwe dane ser xebata mın. Mala we ava û her hebın.
9-12-2013

Têbıni: Vê hevpeyvinê lı ser nave malpera Felsefevanê kekê Ali Gurdli bı Serhad Bapir ra çêkır.

Jınek koçer, 1995, rengên don, 53x31.5 cm


Jınek koçer, 1995, rengên don, 53x31.5 cm

09/03/2014

Çend Gotın Lı Ser Mıhemed Şêxo

Hunermendê nemır Mıhemed Şêxo 25 sal beriya nıha jı vê vê dinyaya bêbext barkır û çû.

Mıhemed Şêxo, 2014, pênus, 24x16 cm
Ku ez hunermendên Kurd yên beşa kurdi ya radyoya Yerivanê danım aliki, tu hunermendeki Kurd weki Mıhemed Şêxo tesir lı mın nekıriye. Gelek sedemên vê tesirê hene û ez ê lı vır bêjım.

Cara pêşi dı sala 1979 a da lı Stenbolê mın dı kaseteki da dengê M. Şêxo bıhist. Dı wan salan da lı Stenbolê, çend Kurdên perçeya Kurdıstanê ya Bınxetê lı zaningehan da dıxwendın. Hevaleki bı navê Nejad ku ez dıbêm qê ew bı xwe jı Nısêbinê bû û dıxtoriyê dıxend, ew kaset lı ba wi bû. Dı wan salan da lı ba me Kurdên bakûr êdi efsaneya nav û hunera Şıvan Perwer belavbûbû.

Dı sala 1984 a da, pışti fırariya 2 salan, mın wek penabereki politik xwe sıpart Yunanistanê. Dı sala 1985 a da wek bursiyerê Enstituya Kurdi ya Parisê, jı bo xwendınê ez çûm bajarê Saloniki. Lı wır komeki xwendekarên zaninigehê hebûn ku jı her çar perçeyên Kurdıstanê bûn. Lı ba Kurdên perçeya Kurdıstanê ya Bınxetê ez cardi leqayê nav û muzika Mıhemed Şêxo hatım. Ev xort û keçên jı Bınxetê, dema ku behsa M. Şêxo dıkırın, bı qedır û germiniyeki mezın behsa wi dıkırın. Vê yekê tesireki mezın lı mın kır û meraqa mın ya lı ser hunermendê nemır zêdetır bû. Çı kasetên M. Şêxo ku lı ba wan Kurdên Bınxetê hebûn mın hemû jıbergırt, bı dehan caran guhdarkır û lı ba xwe parast. Dı salên 1990-1991 a da, dema ku mın dı Radyo Kivotos a lı ser pêlên FM ê da, hefteyê rojek bernameya xwe ya 2 sıeti pêkdıani, lı kêleka sıtranbêjên dın yên Kurd, mın gıraniyeki taybet dıda sıtranên M. Şêxo.

Lı kêleka hunermendiya Mıhemed Şêxo, jiyaneki wi yê têkoşer yê bıjare ji heye, huner û kesayetiya wi hev temamdıkın, ew nakokiya çewa ku dı hınên dın da heye, lı nık wi tuneye. Jı bo wi mıletê wi bındest bû û welatê wi yê ku wi her dem yekperçe dıhesıband, jı aliyê 4 dewletên dagırker va hatıbû perçekırın û parvekırın. Wi dıxwest mıletê wi weki hemû mıletên dın yên serbest, bı serbılındi bıji û xwediyê welatê xwe be, bıbe serbıxwe.

Wi dı sê perçeyên Kurdıstanê da xebatê jı bo serbestiya mıletê xwe kır, lı başûrê Kurdıstanê bû pêşmergeyê şoreşa Mele Mıstefa Berzani, pışti ku şoreş şıkest, bı tevi pêşmergeyan lı rojhılatê Kurdıstanê bû penaber. Dema ku pışti gelek salan vegeriya perçeya Kurdıstanê ya Bınxetê, dewleta diktator ya Baasê disa wi rehet nehışt, çewa ku berê ji kırıbûn, disa wi gırtın, zından û êşkence...
Lı vır dıvê merıv behsa karekterê sereke yê rejima diktator ya Hafız Esad bıke: Diktator Esad beşeki Kurdên Bınxetê xıstıbû bın qontrola xwe. Bı şertê ku wê dı bın qontrola rejımê da be û wê rexneyeki pıçûk ji lı rejımê neke, hın aktivite lı Kurdên Bınxetê serbest bû. Dıviya kesi behsa Kurdıstanê nekıra, bı taybeti ji perçeya Kurdıstanê ya dı bındestê Suriyê da. Dıviya kesi jı bo Kurdên Bınxetê ew mafên ku jı mıletbûnê dızên, yên weki nasnameya mıleti û mafên zımanê zıkmaki nekıra. Yên ku bıkırına, jı bo wan, weki dı her sê perçeyên dın da ji wusa bû, zından û êşkence û her wusa ji gırtına bê dadgeh û zındanên ku destûra serilêdana gırtiyan nedıdan jı bo xızmên gırtiyan, hebûn. Rejıma diktator ya Suriyê ev bû. Vê rejıma diktator PKK xıst bın baskê xwe û xwedikır, lı dıji tevgera Kurdên Bınxetê yên ku mafên Kurdan dıxwest bıkarani û bêhna wan çıkand û pışta wan şıkand. Rejima Suriyê bı rêya PKK, berê bı hezaran xortên Kurdên Bınxetê da bakûrê Kurdıstanê, lê wê tu mafi neda Kurdan.

Mıhemed Şêxo van tıştan tev dıdit, itibara xwe bı PKK neani û lı hımber rejıma Suriyê ji stûyê xwe xwarnekır. Bedela vê yekê çıbû  wê ji da: gırtın, zından û êşkence. Tıştê ku dı kesayeti û hunera M. Şêxo da heri zêde bala mın dıkşine ji, jı xwe ev e. Ka bala xwe bıdın van sıtranbêjên pepûk û mırid yên van 30 salên dawi: Kê sıtraneki jı bo “mezınbûna serok Apo” negot? Bêrê ji, lı başûrê Kurdıstanê kê jı bo “mezınbûna serok Saddam” sıtraneki negotıbû û çı hate serê kesên ku negotın?

Herçi hunera Mıhemed Şêxo ye, wi dı muzika kurdi da ekoleki nû avakır. Bı reng û hasasiyeta dengê xwe, ew bû dılşewat û dengvedana trajediya mıletê xwe. Jı ber vê yekê ye ku sıtranên wi hınde tesir lı merıv dıkın. Ew lı hımber kıryarên dıjmın, bı naveroka sıtranên xwe asê û bı rık e, bı serbılındi azadi û rızgarixwaz e. Sıtranên M. Şêxo iroj dı her çar perçeyên Kurdıstanê dengvedane û hunera M. Şêxo tesir lı gelek hunermendên nûgıhişti dıke.
9ê Adara 2014

06/11/2013

Dimen, 2013, rengên akrilik, 50x70 cm


Dimen 1, 2013, rengên akrilik, 50x70 cm

Dimen 2, 2013, rengên akrilik, 50x70 cm

Dimen 3, 2013, rengên akrilik, 50x70 cm

Dimen 4, 2013, rengên akrilik, 50x70 cm

Dimen 1, 2013, rengên akrilik, 50x70 cm

Dawetnameya jı bo pêşengeha jı bo 30 saliya Komela Hunermendên Nigarkari ya Bakûra Yunanistanê



09/05/2013

Ismail Beşikçi, 1998, pênus, 30x21 cm


Ismail Beşikçi, 1998, pênus, 30x21 cm

02/04/2013

Du Gotin Li Ser Rojbûnan

Pênc sal berîya niha, dema ku min qeyda xwe di Facebookê da çêkir, di formê da, wekî her kesî, min jî divîya roja jidayîkbûna xwe binîvîsanda. Min jî hima 2yê Nîsanê wek roja jidayîkbûna xwe danî. Lê hingê haya min jê tûnebû ku ev rojbûn yek ji fonksîyonên muhîm ya tora Facebookê ye. Gelek paşê ez pê hisîyam ku vayê hin nas û dost û her wusa jî xwişk û birayên min jî, di vê roja ku min behskirî da “rojbûna” min pîroz kirine. Min jî, bi gelek wext derengî be jî ji wan ra gote “sipas, mala we ava”.

Niha li vir ez dixwazim hinek behsa çîrokên van rojbûnan bikim. Di civatên modern yên dewletên Rojava da, dema ku zarokekî tê dinê, qeyda wî zarokî jî li ba sazîyên dewletê da tê çêkirinê. Êdî zarok xwedîyê rojbûnekî ku hatîye qeykirin e. Di salên zarokatîyê da, li anagorê îmkanên malbatê ev rojbûna zarok tê pîrozkirinê. Banî zarokên hevalên wî zarokî, yên nas û dostan dikin, şêrînayî an jî tiştekî din tê îkramkirinê, hem dê û bav û hem jî nasên hatî dîyarîyan ji bo wî zarokî tînin. Ev rojbûn êdî dibe wesîle da ku zarok têra xwe ji xwe ra bileyzin û mezin jî hev bibînin û ji xwe ra sohbetê bikin.

Di civatên Xrîstîyan yên Ewropayê da, em bêjin wek mînak, li ba Xrîstîyanên Orthodoksên Yunan da, piştî ku zarok mezin dibe, em bêjin digihîje panzdeh - bîst salîya xwe, rojekî din tê, ku êdî ev roj, roja rojbûnê datîne ber sîya xwe. Ev roj, roja navê ezîz e ku zarok navê xwe ji navê wî ezîzî girtîye. Wek nimûne navên wekî Nîkolaos, Marîa, Îoannîs, Georgîos û hwd. Êdî kes, ne rojbûna xwe, lê roja ku navê ezîzê ku ewî bi xwe jî navê xwe jê girtîye, pîroz dike. Dêr di “salnameya pirozkirinê” da, rojên navên bi sedan ezîzan tayîn kirîye. Hima bêje her roj, roja pîrozkirina navên çend ezîzan e. Êdî ew kes di mala xwe da wê rojê şayîya navê xwe pîroz bike û her wusa jî di cîyê karê xwe da jî, wê şêrînayîyê an jî tiştekî din îkramê karbirayên xwe bike.

Li ba me Kurda, ne ew kultura qeydkirina roja jidayikbûna zarokan hebû û ji xwe, ne jî tu ezîzên me hene. Dibe ku di van 20 salên dawî da beşek Kurdên ku li bajar û qesebeyan da rûdinên, roja çêbûna zarokên xwe rast didine qeydkirinê. Lê çewa ku em pê dizanin, ew rojbûnên piranîya kesên ku di emrê min da ne, ku di qeyda sazîya nifûsê ya dewleta Tirkan da hene, şaş hatîne nivîsîn. Vêca ev şaşîtî ne tenê di qeyda rojan da çêbûne, her wusa jî di mehan û salan da jî çêbûne. Ji ber ku li ba me, ne muhîmbûna qeyda roja çêbuna zarok û her wusa jî pîrozkirina vê rojbûnê hebûye, wek milet me vê mijarê ji xwe ra nekirîye “derd”. Bê guman ji berê va hin îstîsna hebûne, nemaze li ba hin malbatên xwenda, beg û arîstokratên Kurdan.

Ji alîyê dî da, sazîya nifûsê ya dewleta Tirkan, ango “Nifüs İdaresî” di çavê xelkê me da, wekî wan hemû sazîyên dewletê bû, ku divîya meriv hîvza xwe jê bikira, xwe ji jê biparasta. Ji xwe ew sazî li gelek cîyan da, di nav avahîya qeymeqamtîyê da bû. Divîya biçûna wir û bi zimanê Tirkan zarokên xwe li wir bidana qeydkirinê. Divîyabû li ba bav, ev roj, meh û sala jidayikbûna zarok, ji berê va li cîyekî da hatibûya nivîsîn û anagorê van malûmatan divîya karmendê dewletê jî qedrê van malûmatan bigirta û rast bihata qeydkirinê. Di pratîkê da piranîya caran tu tiştek ji vana pêk nedihat. Bav piştî çêbûna 2-3 heta 4-5 zarokên xwe, diçû wana hemûyan bi hev ra qeydê nifûsê dikir. Piranîya caran ev jî ji mecbûrîyetê dihat, lewra êdi zarok mezin bûne û dema şandina mektebê hatîye û divê werin qeyîdkirinê.

Di rewşekî wusa da, ne tenê roj, meh û salên çêbûna zarokan, her wusa jî gelek caran navên wan jî tevlîhevdibin û şaş têne nivîsîn. Herçî navên kurdî ne, ew nedihatine qebûlkirinê û şûna wan da, hima li wê derê bi însîyatîfa karmendên nifûsê navekî erebî an jî tirkî li zarok datanîn. Navê keçikê dibe ku Stî be, lê êdî di nifûsê da bûye Ayşe, Fatma an jî navekî din. Fenomenekî din ya qeyda zarokan ya nifûsê jî “ 1-1” e. Ango karmendê dewletê ji tiraltî û îhmalkarîya xwe, an jî anagorê dîrektîfên dewletê, roja çêbûna bi sedhezaran zarokên Kurdan roja 1ê meha 1a danîne. Herçiqas roja”1ê meha 1an” 1/365 ê rojên salekî be jî, di qeyda nifûsê yên zarokên Kurdan da em qat bi qat zêdetir leqayê vê rojê tên. Dîsa gelek caran, zarokê piçûk ji yê mezin mezintir an jî cêwîk hatine qeydkirinê.

Her çiqas bavê min xwenda bû jî (medreseyê xwendibû û bûbû mele, lê di mizgeftan da meletîyê nekir), ji ber ku ev kultur û muhîmbûna qeyda roja çêbûna zarokan li ba wî jî tunebû, qeydên me zarokan jî rast nehatîne nivîsîn. Roj, meh û salên piranîya me zarokan şaş hatine nivîsîn. Tê bîra min, di sala 1979 a da, bavê min çû qeyda 5 zarokên xwe bi hev ra li ba dewletê kir. (Dibe ku ez di nivîsekî dî da behsa serborîya navên xwişk û birayên xwe jî bikim.) Hingê, birayekî min dibistana despêkê qedandibû û divîyabû biçûya ya navîn - ez behsa Tetwanê dikim-, lê hê qeyda wî ya li nifûsê nehatibû çêkirinê. Dema ku ji dibistana wî ji bo dîplomeya dibistana despêkê ewraqekî resmî yê nifûsê xwestin, hingê hewcedarîya qeyda nifûsê jî derket meydanê. Di vê navberê da 4 xwişkên min jî çêbûbûn, bavê min qeyda wan her pêncan bi hev ra kir. Di malbata me da jî fenomenên “1-1” , yê piçûk ji yê mezin mezintir nîşandan û her wusa jî bêyî ku cêwîkê hev bin, cêwîk qeydkirin hene. Wek encam, hin xwişk û birayên min yên ku sal û nîv- du salan ji hev mezintir in bi hev ra dest bi dibistanê kirine.

Herçî yê min, heta ku min li Tetwanê lîseyê jî qedand, xeynî carekî ez leqayê tu pîrozkirinên rojbûnan nehatim. Ew yek car jî ew bû ku, rojekî hevalekî me yê Laz, ku ew di nav tevgera kurdî da bi me ra dixebitî, got ku “ev roj rojbûna min e” û çû kîloyekî karçîn sitand, li me belavkir û me bi hev ra xwar. Dibe ku min di pirtûkên mektebê an jî di pirtûkên çîrokan yên bi zimanê tirkî da xwendibe, lê di pratîkê da ez leqayê tu pîrozbayîyên din nehatime. Di lîseyê da, di sinifên 43-45 xwendekarî da, hima bêje di her sinifê da 1 an jî 2 zarokên serbazên dewleta Tirkan yên li Kurdistanê hebûn. Ew di lojmanên leşkerîyê da diman, bi otobêsa leşkerî wan dibirin û dianîn dibistanê, dibe ku wan di nav xwe da rojbûnên xwe pîroz dikir.

De îca ez mezin bûm, piştî salên zehmet yên xebata Kurdayetîyê û firarbûna 2 salan, min di sala 1984 a da wek multecîyekî polîtîk xwe sipart Yunanîstanê. Dema ku em pênc kes bi nepenî gihîştin Yunanîstanê, hevalan li me şîretan kiribûn ku divê em bi navên xwe yên rastî serî li dewletê nedin. Yunanîstan dewletekî bû ku tu heqên multecîyên sîyasî lê tunebûn, dewletê tu alîkarîyê bi wan nedikir, ji ber vê yekê jî wek welatê derbasbûnê bû. Ku meriv li vir bi navê xwe yê rastî serî li dewletê bidaya hingê, paşê dîsa bi eynî navî nikaribû biçûya dewletekî Rojavayê Ewropayê û li wir daxwaza mafê penberîya sîyasî bikira, wê te bigirtana û tafil te paş va bişandana Yunanîstanê. Werhasil ez çima serê we biêşînim, min jî anagorê şîretan kir, ne bi navê xwe Evdila lê bi navê Serhad serî li dewletê da û her wusa jî roja jidayîkbûna xwe jî 21 ê adarê, roja Newrozê danî. Herçiqas dewleta Yunan ji multecîyan ewraqên resmî dixwest jî, me ji wan ra digot ku “ma qê wun nabînin, halê me halê peydakirina ewraqên resmî yên Tirkan e, me bi zorekî xwe ji destê wan filitandîye.” Bi vî awayî qeyda min li Yunanîstanê çêbû û min heqê multecîtîya sîyasî girt. Lê piştî salekî dema ku min ji Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bursa xwendinê sitand, hingê mecbûrî min ewraqên resmî yên nifûsê yên dewleta Tirkan ji bavê xwe xwest û anî da dewleta Yunan û dîsa bi vî awayê, anagorê wan ewraqan qeyda min hate çêkirinê û min xwendina xwe pêkanî. Lê di nav dost û hevalên Kurd û Yunan da navê min her Serhad ma.

Di salên xwendekarîyê da, ez leqayê şayîyên rojbûn û şayîya navên (ezîzên) hevalên Yunan dihatim, wan jî ji min dipirsî ka gelo ez kengê rojbûna xwe pîroz dikim? Tu bersivekî min ê maqûlane tunebû ji bo min û ji bo wan. Her wusa me 30-40 xwendekarên Kurd yên ji her çar perçeyên Kurdistanê jî, tu rojbûnên xwe pîroz nedikir. Min di sala 1992yan da zanîngehê qedand û 16 sal berîya niha jî dest bi mamostetîya dibistana navîn û lîseyê kir. Li dibistanê ez zêdetir leqayê van pîrozbayîyan hatim. Hevalên mamoste roja navên (ezîzên) xwe da, şêrînayî, paste û borek dianîn û îkramê me karbirayên xwe dikirin. Min dît ku wusa nabe, divê ku meriv xwe di çavê xelkê da piçûk nexîne û nebe parazît jî. Vêca ez jî, ev 16 sal in ku her sal ji bo roja Newrozê, pakêtekî şêrînahî dibim dibistana xwe û îkramê karbirayên xwe dikim. Dema ku ji min dipirsin, “xêr e, tu çima îkram dikî?”, ez ji wan ra dibêjim ku îroj Newroz e, cejna netewî ya Kurdan û sersala kevneşopî ya Kurdan e û her wusa jî ez bersiva pirsên meraqdaran didim.

Par dîya min bûbû mêvana min, wextê me çêbû û me behsa gelek tiştan kir. Di nav gotinan da, min jê pirsî “dayê ez kengê hatime dinê, tê bîra te? Dîya min ji min ra got ku ez di payîzê da hatime dinê. Di nifûsa dewletê da jî meha nîsanê dinivîsîne. Bê guman dîya min rast dibêje. Ez bi xwe bawerîya xwe bi hafizeya mezin û kûr ya dîya xwe tînim ne bi kaxid maxidên dewleta Tirka.

Bê guman, min jî dixwest rojbûna xwe ya rastî bizanibûya, lê ji ber ku ez bi rojbûna xwe nizanim ez xwe kêm an jî mehrûm nahesibînim, ez ne xemgîn im. Di jîyana mirovan da rojên xweş jî hene yên nexweş û teal jî hene. Ya muhîm ew e ku meriv van hemû rojan beşek ji jîyana xwe bihesibîne. Li ser rojên nexweş û teal bifikire û dersan jê werbigre û bi rojên xweş jî şabibe û teamê jê bistîne. Ez her rojekî xwe yê xweş wekî rojbûna xwe bihesibînim.

Ji alîyê dî va, di çarçoveya vê nivîsa xwe da ez dixwazim behsa bûyerekî din jî bikim ku li ser rojbûnê ye û her wusa jî çend dîtinên xwe li ser bûyerên ku me Kurdan eleqeder dikin, bêjim. Ev çend sal in ku PKK rojbûna serokê xwe yê girtî Abdullah Öcalan pîroz dike. İhtîmalekî mezin ew e ku ew roja ku tê pîrozkirinê jî, ji ber sedemên ku min li jorê behsa wan kiriye, ne rojbûna A. Öcalan e. Ango ya mantiqî ev e. Çewa ku em dibînin, PKK van çend salên dawîyê da vê rojbûnê pîroz dike û A. Öcalan jî ji vê pîrozkirinê qayil e.

Di pêvajoya avakirina profîlê xwe da, A. Öcalan gav bi gav sifatan li xwe danî: Sekreterê giştî yê PKK (ku ez ne şaş bim), serokê PKK, serokê netewî, rêberê gelê Kurd. Dibe ku nav û sifatên din jî hebin û yên nû jî werin. Di pêvajoya avakirina profîlê A. Öcalan da, têkilîyekî wekî şêx û mirîd, pêxember û bawermendên wî di navbera A. Öcalan û qadirên PKKê da hate avakirinê. Ev rojbûna wî jî, wek xeleqa dawî ya vê pêvajoyê ye. Pîrozkirina rojbûna Hz. İsa û Hz Muhammed hebe nexwe wê çima pîrozkirina rêber A. Öcalan tunebe! Vêca, serok çi bibêje rast e. Serok kesekî wusa ye ku tu carî şaşîtîyan nake, nayê xapandin û kesî jî naxapîne. Her dem rastîyan dibêje, “tehlîlên” wî yên li ser dîrokê, dema niha û siberojê, hemû rast in û divê neyêne munaqaşekirin. Xeynî xeta wî ya sîyasî, hemû fikir û ramanên din yên Kurdan, fikir û ramanên xayîn û xwefiroşan nin. Bê guman ev hemû dîyardeyên têkilîyên olî, yên şêx û mirîd û tarîqatîyê, dogmatîzm û fanatîzmê ne. Her çiqas kesên sosyalîst û komunîst di teorîya xwe da mesafekî bi çend gazan datînin navbera xwe û olan da, lê di pratîkên xwe da, em dibînin ka ew çewa dibin bawermend û mirîdên serokên xwe. Bê guman post û meqam û feydeyên aborî yên vê mirîdbûnê jî hene.

Ku ev mirîdîtî nîn bûya, hingê, (serok) PKK heta girtina A. Öcalan digot “Kurdistana serbixwe û yekgirtî” ji bo vê daxwaz û armancê bi dehhezaran ciwanên Kurdan ketin nav PKKê û hatin Kuştin. Digot ku Kemalîzm awayekî din yê faşîzmê ye. Lê piştî girtina A. Öcalan, em hinbûn ku vayê dîya wî Tirk e (tiştekî xirab nîne ku dîya meriv an jî bavê meriv Tirk be, lê dema ku meriv vê yekê cara pêşî di girtina xwe da bibêje, hingê ev dibe qelsîtî û zeafî). Û A. Öcalan ji dema girtina xwe û heta salek du sal berîya niha, bûbû pesndarê kemalîzmê û Mustafa Kemal. Ew Mustafa Kemalê mîmarê xapandin, bindestkirin û şikandina Kurdan! A. Öcalan dibêje ku “tu pirsgirêkên me bi ala û sinorên Tirkîyê ra tune ye, li Çanakkaleyê Tirk û Kurd bi hev ra li himberê emperyalîzmê şerkirine, Tirkîye û Tirkîyelîbûn Kurdan jî dixe nava xwe”. Maşallah, xwiya dike ku niha jî bûye pesndarê “biratîya îslamî ya Tirk û Kurdan ya hezar salî” û pesindarê “mîsakî mîllî” û “osmanlîtîya nû” ya ku başûrê Kurdistanê û perçeya Kurdistanê ya Binxetê di nav sinorê Tirkîyê da dixwaze û dihesibîne. Van daxwazên Tirkan yên salên 1920 an, ku niha serokên Tirkan vekirî nikarin bibêjin, di vê rewşa hassas ya statuya başûrê Kurdistanê û (piştî hilweşandina rejîma Esad) îhtîmala destkevtin û statuyekî ji bo Kurdistana Binxetê jî, niha A. Öcalan bi xwe dibêje!

Mirîdên A. Öcalan jî, di her serdemî da serokên wan çi bibêje wî tiştî dubare dikin. Kes napirse, di demekî da ku başûrê Kurdistanê gavek-du gavan li pêşîya derîyê serxwebûnê da ye, kanê ew daxwaza Kurdistana serbixwe û yekgirtî? Seddam ket, rejîma dîktator ya Surîyê li hemana ye, li ber ketinê ye û ne Tirkîye û ne jî İran êdî wekî berê nikarin daxwazên mafên Kurdan piştguh bikin û wekî berê bi rihetî Kurdan bipelçîqînin. Dinya guhirîye, ango piştî sala 1918an, îmkan û firsetên ji bo Kurdan tu car hinde lihevhatî nîn in. Piştî avakirina PKK (1978) ku digot “em ji bo Kurdistana serbixwe û yekgirtî mucadeleyê dikin”, 34-35 sal derbasbûne. Ji wê çaxê heta niha en hindik 30 miletên bindest, an jî xwedî statuyekî kêm, serxwebûna xwe îlankirin û bûn xwedîyên dewletên xwe yên serbixwe. Gelo çewa A. Öcalan dikare bêje ku “di nav tepsîkî zêr da dewleta Kurdî bidine min ez qebûl nakim, emperyalîst û İsraîl li başûrê Kurdistanê wê dewletekî kurdî avabikin ez li dijî wî tiştî me”? Ew dikare bêje, gelo bi dehhezaran qadir û endamên PKKê vê yekê çewa qebûl dikin? Ev sîstema xwekujî, xesandinê û mirîdîtîyê çewa hate avakirinê?

Kurd, li ser axa xwe yê dîrokî, bi çil mîlyonî zêdetir nifûsa xwe va, yek ji sî miletên herî mezin yê dinyayê ne. Di dinyaya 220 dewletan da, ku hijmara dewletên ku nifûsa wan nagihîje deh mîlyonî jî, ji sedan zêdetir e û her wusa dewletên bi nifûsên sed hezarî jî hene, gelo Kurd çewa bê daxwaz û bê pusula hatin hiştin? Enerjîya Kurdan çima ji bo tiştên bêxêr, bêmerêz û vala tê xerckirinê? Û em wek milet, heta kengê em ê kole û bindestê xelkê û wek sêwîyên ber dîwaran stûxwar û bêpar bimînin?

Û ez dîsa werim ser pîrozkirina rojbûna A. Öcalan, miletê Kurd gune ye, heqê tu kesî û serokî tuneye ku xort û keçên Kurdan ji bo rojbûna xwe, an jî, ji bo “tecrîta li ser xwe” an jî ji bo tiştekî din yê “xwe” bide kuştinê.

Serhad Bapîr
2yê Nîsana 2013yan

Bındesti, 2005, grafika lı ser bleksiglas. 102x82 cm.

Bındesti, 2005, grafika lı ser bleksiglas. 102x82 cm.

23/03/2013

Neslên Dema Berê


Neslên Dema Berê

Baskên me,
jı bo sıberojeki nexêr,
bı şımaya neyaran hatın pêçandın.

Hêviyên me,
dı nav serabên bajarên mezın da,
bı miz û gûyên namerdan hatın lewıtandın.

Û xewnên me,
dı nav moxılên esimana kûr da,
bı dêk û dolabên fêlbazan hatın wendakırın.

Erê, em neslên dema berê ne,
xortaniya me,
dı nav sergoyê bêbavan da 
hate gevızandın
û paşê lı pışt deriyên bêbextan da
hate kuştın.

Êdi em 
dı nav zeviyên beyar da,
mayinên wendabûyi ne.
Ki dızane,
ka em ê dı sıngê ki da,
jı bo çı 
û kengê bıteqın.

Sıbata 2009 a.


Reşbini 2, 1994, pênus, 28,5x21 cm



11/12/2012

Rexne: Prensipên Jı Bo Zımaneki Bındest Û Dı Bın Tehlûka Mırınê Da (An ji Çiroka Kurdên Serdama Nû)


Dı 23-11-2012 a da haya mın jê çêbû ku dı malpera Nawala Qasaba http://newalaqasaba.wordpress.com/2012/11/08/mahmut-sakar-imrali-tecrit-keyfiyet  da, dı 8-11-2112 da, dı nav nıviseki bı zımanê tırki, ya bı navê “Mahmut Şakar: İmralı, Tecrit, Keyfiyet”
da sê lıb berhemên mın yên grafiki hatıne weşandın. Dı bınê berhemên hatıne weşandi da ji, ne navê berheman û ne ji xususiyeta wan hatıbıbûn nıvisandınê, tenê hatıbû nıvisin ku vayê ev berhem yên Serhad Bapiri ne.

Hıngê mın jı berpırsiyarên malperê ra vê e-maila xwarê nıvisand:
“Jı bo rêveberên malpera"Newala Qasaba"
Çewa ku ez pê hısiyam, dı malpera we da, dı nav nıvisa bı zımanê tırki a bı navê "Mahmut Şakar: İmralı, Tecrit, Keyfiyet" da we 3 lıb berhemên mın yên grafiki weşandiye.
Çewa ku mın dı despêka weşana bloga xwe da ji gotiye, ez destûrnadım ku berhemên mın dı nav weşanên bı zımanê tırki da werın weşandın. Dı nıvisa bı navê "Despêk" da mın
wusa nıvisibû:

 "Lê belê rica mın jı temaşevanan heye: Dema ku wê berhemeki mın jı bloga mın bıgrın û lı ciyeki di bıweşinın, dıvê navê hunermend, navê berhemê û sala çêkırına wê, teknik û mezınahiya wê ji lı bıni bınıvisinın. Ev berpırsiyariyeki ehlaqi ye û merıv dıkare tenê bı vi
awayê qedrê keda hunermendan bıgre. Jı bo dı warê tıcari da bıkaranina berhemên mın, dıvê destûra nıviski jı mın were xwestın. Her wusa, ez naxwazım ku tu berhemên mın lı kêleka an ji dı nav nıvisên bı zımanê tırki da werın weşandın." Ango mın bloga xwe bı van prensiban avakır û ez xwedi lı van ditınên xwe derdıkebım. Jı ber vê yekê, jı kerema xwe ra berhemên mın jı malpera xwe derinın. Ez destûra weşandına berhemên xwe nadıme we. Hêvidar ım ku dı demeki kın da wun ê vê daxwaza mın binın cıh.”

Ez dıxwazım bêjım ku ev ne cara pêşi ye ku mın jı Kurdan xwestiye ku berhemên mın jı weşanên xwe yên bı zımanê Tırki derinın. Sê sal beriya nıha,  Cevat Özcanan dı Facebookê da malpereki bı zımanê tırki dı derheqê Colemergê da avakırıbû û berhemeki mın kırıbû wêneyê profila vê malperê. Mın jı wi ji xwestıbû ku ew berhemên mın jı malpera xwe derine. Pışti çend mesajên bı zımanê kurdi, wi berhema mın jı malpera xwe derxıstıbû.


Dı 25ê heman mehê da, berpırsiyarê vê malperê (blogê) jı mın ra bı zımanê tırki vê e-maila xwarê şand:

“Sayın Bapir,
Mektubunuzu aldım. Uyarılarınız için teşekkür ederim. Eserlerinizi gerekli özeni göstermeden yayınladığım için özür dilerim. 
Bu konuda gerekli değişiklikleri yaptım: Her resmin altında isminizle beraber eserin adı, tarihi, teknik özellikleri Kürtçe olarak yazıyor.  Ayrıca eserlerinize tıklayan her okur, doğrudan sizin sitenize yönlendiriliyor. Ve newalaqasaba blogunun elbette herhangi bir ticari amacı yok.
Ancak eserlerinizi Türkçe bir sitede yayınlanmaması isteğinizi yerine getiremedim. Müsade ederseniz nedenini açıklayayım: Öncelikle eserlerinizi Sayın Mahmut Şakar'ın yazısında süs olsun diye kullanmadım. Sizden ve eserlerinizden ilk defa geçtiğimiz kış Kürtçe bir derginin kapağında Kurdıstan, Çeçenistan, Tibet... adlı eserinizden bir detay kullanıldığında  haberdar olmuş ve not etmiştim

Bu yazıda da,  eserlerinizi özel olarak yeniden tarayıp yazının bir tamamlayıcısı olarak kullandım. Sizin tel örgülerle bölünmüş bir vatanda tel örgülerin arasında yaşamak zorunda kalan, gizlenmeye zorlanan, tüm karakteristik özellikleri silinmeye çalışılan bir halkın hikayesini çağrıştıran eserleriniz; Mahmut Şakar'ın yazısında  bahsedilen Öcalan üzerinden tecrite zorlanan bir halkın hikayesiyle birbirlerini tamamlıyorlardı. 

Kaldı ki, Türkiye'de Kürtçe bilmeyen -en azından okuyup yazamayan- eserlerinizi tanımayı hak eden milyonlarca Kürt var. 

Eserlerinizin Kürtçe karakterlerine hiç dokunmadan, hiçbir ticari amaç gütmeden, ilgilenenleri sizin blogunuza yönlendirecek biçimde copyleft ilkeleri uyarınca yayında kalmasına sizin de müsade etmenizi rica ediyorum. 
Teşekkürler,
Bülent Kale”

Mın dı 30-11-2012 da, bı nıviseki mezın bersıva Bülent Kale da û sedemên van fıkr û ramanên xwe jê ra eşkerekır. Lê berhemên mın jı malperê disa nehatın derxıstınê. Mın dı 4-12-2012 da vê carê heman nıvisa xwe wek şırove dı bınê weşana navbori ya malperê ra, jı blogê ra şand. Lê şırove bı awayeki interaktif lı wır nayêne weşandınê. Dı dawiyê da rêveberê blogê nıvisa mın da weşandınê û her wusa ji berhemên mın jı malpera xwe derxıst û dı ciyên şûna berhemên mın da çargoşeyên reş dani, ku dema ku merıv pêl lı van rûberên reş dıke hıngê wek link merıv dıbe lı ser bloga mın. Xweska ev link ji qet tunebûna.

Her wusa ji, wergera bı ser zımanê tırki ya nıvisa mın ji dı bınê nıvisa mın da dı 6-12-2012 da hate weşandın.  Bınêre:
 Wergera vê nıvisa mın a bı kurdiya kurmanci ya ser bı zımanê tırki Ayşegül Ertaş çêkıriye. Wergerê da gelek kêmasi hene û bı aweyeki amatori hatiye çêkırınê. Ev peyv, hevok û işaretên ku mın dı heman nıvisa xwe da, lı jêrê, bı awayê herfên stûr nıvisiye, dı wergera A. Ertaşê da qet tune ne, her wusa ji dı hın ciyan da maneya nıvisa mın bı awayeki dın hatiye wergerandın. Werger kareki ciddi û zehmet e û dıvê ku yên ku baş bı du zımanan dızanın wergeran bıkın.
Her wusa dı heman rojê da, Bülent Kale ditın û rexneyên xwe yên lı ser vê nıvisa mın (lı ser wergera kêm û cıh-cıh ji şaş ya lı ser zımanê tırki) dı bloga xwe da weşandiye. Dı hemû nıvisa Bülent Kale da, tıştê ku xweşi mın çû ew hevoka ku dıbêje ku vayê ew dıçê qursên fêrbûna zımanê kurdi.


Lı vır ez dıxwazım bêjım ku, ez wek prensip, bı Kurdan ra bı zımanê kurdi dıdım û dıstinım. Carna ez nıvisên nıviskarên esılkurd bı tırki dıxweynım, dema ku ez ê lı ser nıvisa wan bı wan ra bıkebım nav têkıliyê, hıngê ez ê bı zımanê kurdi jı wan ra bınıvisinım, dıbe ku bersıva wan bı zımanê tırki be, lê ez ê disa bı kurdi jı wan ra bınıvisım. Her Kurdeki wusa, jı meraqê an ji jı enterasanê wê hındek lê bıxebıte, bı alikariya ferhengê be ji wê nıvisa mın bıxweyne. Ku qet bı zımanê mıletê xwe nızanıbe, hıngê wê zêdetır bı kêmasiya vê nezaninê bıhıse û wê vê nıvisê bıde Kurdeki kurdizan û jı xwe ra wergerine da ku jê fêhmbıke. Jı têkıli û  tecrûbeyên mın xwıya dıke ku ev pêvajo kêm û zêde bı vi awayi ye. Dı dawiya peywendiyeki bı vi awayi da, bê guman zımanê kurdi bı qezanc dertê. Çewa ku em pê dızanın, bı milyonan Kurdên ku kêm-zêde, an ji heta dereceyeki ku bı zımanê xwe dızanın hene. Pıraniya van Kurdan bı zımanê tırki dı Kurdên dın ra dıkebın nav têkıliyan. Dıvê ku merıv van Kurdên kurdizan disa vegerine ser zımanê kurdi. Vegera Kurdên wusa jı vegera Kurdên ku bı temami asimilebûyi ne, rıhettır e.

 Vêca dema ku ez bı Tırkan ra dıdım û dıstinım (bı awayeki nıviski, lı ser İnternetê) hıngê ez jı wan ra bı kurdi û bı wergera ser zımanê tırki dınıvisinım. Ev tışteki ne ewqas pratik e, lewra merıv pêşi bı kurdi dınıvise û paşê ji vê nıvisa xwe dıvê wergerine ser zımanê tırki. Lê kar û qezanca zımanê kurdi dı têkıliyên bı vi awayi da ji heye, lewra xweseriya zımanê kurdi, metodên parastına vi zımanê bındest û mazlûm dı têkıliyên bı vi rengi da baş tên xwıyakırınê. Dı neticeyê da, zımanê “resmi” yên dewletan hene, yên teşkilat û partiyan hene (yên bakûrê Kurdıstanê maselef bı zımanê tırki ye), her wusa ji, jı aliyê Kurdên ku naxwazın asimilebıbın,  jı aliyê wan va bı rık û zaneti parastına zımanê wan yê bındest heye. Ango mıjara Kurdên ku dıxwazın bı zımanê xwe Kurd bıminın heye. Ev Kurdên wusa mecbûr ın ku jı xwe ra, jı bo selemetiya zımanê kurdi rê û awayan bıbinın. Ev tıştên ku ez dıkım ji ev rê û awa ne.

Nıvisa ku mın dı 30-11-2012 da, jı  Bülent Kale ra şand ev e:

“Bırêz Bülent Kale
Xweska wek Kurdeki, te bı zımanê me bersıvê bıdaya mın, ne bı zımanê ku dewleta Tırkan lı ser me ferzkıriye, Lewra dıvê ku em Kurd xwe jı bend û qeydên dewleta Tırkan bıfılitının, zımanê tırki jı bo Tırkan dıbe zımanê wan, lê jı bo me Kurdan ji dıbe bend û zincirekê dewleta Tırkan dı nav devê me û mêjiyê me da.

Jı kerema xwe ra berhemên mın jı malpera xwe derine. Çewa ku mın gotiye "ez naxwazım ku tu berhemên mın lı kêleka an ji dı nav nıvisên bı zımanê tırki da werın weşandın." Ez vê yekê vekıri û zelal dıbêjım.

Kurdên ku bı zımanê xwe nızanın, dıvê derdeki wan ê fêrbûna vi zımani hebe û ku bı ciddi û jıdıl bın dıvê ku dı pratikê da vê ciddiyeta xwe bıdın ispatkırınê.

Kurd mıleteki ne û zımanê kurdi ji bı hemû zaravayên xwe zımanê vi mıleti ye. Dı pratikê da ew tıştê ku me wek mılet jı Tırk, Farıs û Ereban cıhêdıke û me wek mıleteki cuda nişandıde tenê zımanê me ye. Reng û ola me wek hev ın û erdnigariya welatê me Kurdıstanê ji ne gıravaki serbıxwe ye dı nava okyanûsan da, lê lı kêleka her çar dewletên dagırger da ye. Ango ew tıştê ku Kurdan dıke Kurd û himê mıletbûna wan pêktine tenê zımanê wan e.

Jı bo mın zımanê kurdi ne pergaleki taktik yê siyasetê ye, ew stûna sereke ya xebat û mucadeleyê ye, ew stratejiya man û nemana mıletê Kurd e. Yan ê Kurd bı vi zımanê lı serpiyabıminın û bıgıhijın hemû daxwaz û mırazên xwe ku ew ji avabûna Kurdıstana serbıxwe û yekgırti ye, yan ji wê zımanê xwe wendabıkın û dı nav Tırk, Farıs û Ereban da bıhelın, wendabıbın û herın. Laz, Çerkez, Arnawûd, Boşnak û mıletên dın ku demeki lı Tırkiyê dıjiyan û nıha dı nav Tırkan da heliyane, nımûneya mıletên ku zımanê xwe naparêzın nişanê me dıde.Lı ser gotına te û çewa ku tu dıbêji: "bı miyonan Kurdên ku lı Tırkiyê da ne û bı Kurdi nızanın -en hındık nıkarın bıxwinın û bınıvisinın- ku heqkırıne ku ku berhemên te nasbıkın", ez dıxwazım viya bêjım: Mın berhemên xwe jı bo Kurdên wusa çênekıriye. Kurdên ku stûyê xwe lı ber politikaya asimilekırına zımanê kurdi xwarkırıne, dı şexsê xwe da serketına vê politika zımankûj ya dewleta Tırkan dane ispatkırınê, dıvê ku karıbın jı vê rewşa kambax û Kurdkûj xwe bıfılitinın. Lê çewa ku em dıbinın, ew me dawetê meydana zımanê Tırkan dıkın, ew yên ku bı zımanê kurdi dıjin dawetê meydana jiyana "hevbeş" ya zımanê tırki dıkın. Jı xwe ev e daxwaza dewleta Tırkan û xebata pûçkırına Kurdbûnê. Kurdbûna bê zımanê kurdi kurdbûneki sexte ye. Ew jı me ra dıbêjın ku “her zıman xweş e”, “her zımanekek insaneki ye”, hın jı wan, bilhasa yên xwenda, xeyni tırki bı zımanên dın ji dızanın, lê ew bı zımanê mıletê ku jê hatıne nızanın, lê malesef ew rûnanên, sere xwe pê naêşinın û kurdi fêrnabın.

Lı ser ditına te ya " Sizin tel örgülerle bölünmüş bir vatanda tel örgülerin arasında yaşamak zorunda kalan, gizlenmeye zorlanan, tüm karakteristik özellikleri silinmeye çalışılan bir halkın hikayesini çağrıştıran eserleriniz; Mahmut Şakar'ın yazısında  bahsedilen Öcalan üzerinden tecrite zorlanan bir halkın hikayesiyle birbirlerini tamamlıyorlardı."  Ez dıxwazım viya bêjım: Hebûna mıletê Kurd dıgıhije kûrayiya dirokê û en hındık ev sêsed sal ın (Jı dema Ehmedê Xani û vır va) ku Kurd behsa heqên xwe yên mıleti û avabûna dewleteki serbıxwe dıkın û en hındık ev sed sal ın ku jı bo vê daxwaza xwe şerdıkın. Rewşa nıha ya Kurdıstanê 89 sal beriya nıha bı peymana Lozanê da hate tayinkırın û em Kurd her jı wê rojê va her bındest û şıkesti ne. Ango tecrida mıletê Kurd bı Öcalan despênekıriye, mıletê Kurd ev 89 sal ın ku dı tecridê da ye. Grafika ku te behsa wê kıriye jı bo vê bındesti û tecrida Kurdıstanê ye, ne jı bo Öcalan e. Öcalan14 sal beriya nıha lı Suriyê bû û "serbest" bû, lê mıletê Kurd hıngê ji bındest û dı bın tecridê bû. Ez man û nemana mıleteki, heq û serbestiya mıleteki û welateki bı yek kesi va gırênadım.

Jı aliyê di va, çewa ku em pê dızanın, A. Öcalan avakırına Kurdıstana serbıxwe û yekgırti naxwaze, alaya kurdi ya ku dı sala 1919 da jı aliyê ronakbirên Kurdan va hate tayinkırın û lı serihıldana Agıriyê da, lı komara Kurdıstanê (1946) da bı serbesti lı welatê me da bıbabû, nasnake. Her eyni ala, dı salên 1930 yan da berga pêşi ya hejmareki kovara Hawar' ê bû, ku Celadet Bedırxan derdıxıst û nıha ji lı beşeki mezın yê başûrê welatê me da bı serbesti bıbadıbe. Her wusa  A. Öcalan nexwest xwe bı zımanê kurdi bıparêze. A. Öcalan bûye pesndarê Mustafa Kemal, M. Kemalê ku mimarê xapandın, bındestkırın û şıkandına Kurdan e.

Her wusa disa dıxwazım bêjım ku A. Öcalan tu qimeti neda zımanê kurdi, perwerdeya gerilayan lı Bekaayê û ser çiyayên Kurdıstanê ji bı zımanê tırki bû, Kurdên "Sûriyê, Iraqê, İranê" ji dı nav PKK ê da fêri zımanê tırki bûn. İroj zımanê weşanên sereke yên televizyon, rojname û malperên İnternetê yê vê partiyê bı zımanê tırki ye. (Her wusa ji zımanê siyasetê yên parti, rexıstınên sıwil, yên legal û illegal ji disa zımanê tırki ye. Daxwaza xweparastına bı zımanê kurdi dı doza KCK da ji jı bo pıraniya kesên vê doze daxwazeki şıkli ye, ne daxwazeki bı naverok û bı bıngeh. Lewra pıraniya van kesan jı xwe dı nav mala xwe da, bı dost û hevalan ra bı kurdi nedıpeyviyan. Siyaseta rast ew e ku merıv dı nav mala xwe da, bı endamên mıletê xwe ra bı kurdi bıpeyve, bı kurdi bıde û bıstine û hıngê dı mehkemên dagırkerên Tırkan da ji xwe bı zımanê xwe bıparêze.) Ev xızmeteki mezın e jı bo zımanê Tırkan. Kêm kes û hêz weki A. Öcalan û PKK yê xızmeteki hınde mezın jı bo zımanê tırki kırıne. Wek minak, dıbıstanên Fetullah Gülen ji lı gelek welatan hene û û ev tevgera F. Gülen ji, zarokên jı mıletên dın dı van dıbıstanên xwe da fêri zımanê tırki dıke, ew bı pêkaniana “Olimpiyatên Tırki”, tecrûbe û serketına vê xebata xwe bı dınyayê dıdın naskırınê. Lê ev zarokên jı mıletên cıhêreng ne zarokên mıleteki bındestê Tırkan nın weki me Kurdan. Jı bo Kurdan ev eşqa zımanê tırki malwêraniya heri mezın e. Dema Kurd dev jı zımanê xwe berdıdın û zımanê tırki dıkın zımanê xwe yê sereke û xweifadekırınê, hıngê daxwaza dewleta Tırkan ji pêktinın, jı xwe dewleta Tırkan jı Kurdan vê yekê dıxwaze. Kurd dema ixanetê lı zımanê xwe dıkın, êdi ew dıbın Kurdên anagorê dılê dewleta Tırkan. Kurdên ku ixanetê lı zımanê kurdi kırıne, nıha êdi zımanê tırki hıma bêje weki zımanê xwe dıbinın, vê rewşa kambax êdi normal dıbinın û jı vê yekê êdi acız nabın.

Ez lı vır disa dubare bıkım: "ez naxwazım ku tu berhemên mın lı kêleka an ji dı nav nıvisên bı zımanê tırki da werın weşandın." Jı kerema xwe ra berhemên mın jı malpera xwe derine û tu carên di ji berhemên mın neweşine. Berhemên mın mulkên zımanê kurdi ne, ne mulkên zımanê dewleta ku zımanê mın qedexekıriye, dıheline û tunedıke ne.
Serhad Bapir”

Ev peyv, hevok û işaretên ku mın dı heman nıvisa xwe da, lı jêrê, bı awayê herfên stûr nıvisiye, dı wergera A. Ertaşê da qet tune ne, her wusa ji dı hın ciyan da maneya nıvisa mın bı awayeki dın hatiye wergerandın:

 “Bırêz Bülent Kale
Xweska wek Kurdeki, te bı zımanê me bersıvê bıdaya mın, ne bı zımanê ku dewleta Tırkan lı ser me ferzkıriye, Lewra dıvê ku em Kurd xwe jı bend û qeydên dewleta Tırkan bıfılitının, zımanê tırki jı bo Tırkan dıbe zımanê wan, lê jı bo me Kurdan ji dıbe bend û zincirekê dewleta Tırkan dı nav devê me û mêjiyê me da.

Jı kerema xwe ra berhemên mın jı malpera xwe derine. Çewa ku mın gotiye "ez naxwazım ku tu berhemên mın lı kêleka an ji dı nav nıvisên bı zımanê tırki da werın weşandın." Ez vê yekê vekıri û zelal dıbêjım.

Kurdên ku bı zımanê xwe nızanın, dıvê derdeki wan ê fêrbûna vi zımani hebe û ku bı ciddi û jıdıl bın dıvê ku dı pratikê da vê ciddiyeta xwe bıdın ispatkırınê.

Kurd mıleteki ne û zımanê kurdi ji bı hemû zaravayên xwe zımanê vi mıleti ye. Dı pratikê da ew tıştê ku me wek mılet jı Tırk, Farıs û Ereban cıhêdıke û me wek mıleteki cuda nişandıde tenê zımanê me ye. Reng û ola me wek hev ın û erdnigariya welatê me Kurdıstanê ji ne gıravaki serbıxwe ye dı nava okyanûsan da, lê lı kêleka her çar dewletên dagırger da ye. Ango ew tıştê ku Kurdan dıke Kurd û himê mıletbûna wan pêktine tenê zımanê wan e.

Jı bo mın zımanê kurdi ne pergaleki taktik yê siyasetê ye, ew stûna sereke ya xebat û mucadeleyê ye, ew stratejiya man û nemana mıletê Kurd e. Yan ê Kurd bı vi zımanê lı serpiyabıminın û bıgıhijın hemû daxwaz û mırazên xwe ku ew ji avabûna Kurdıstana serbıxwe û yekgırti ye, yan ji wê zımanê xwe wendabıkın û dı nav Tırk, Farıs û Ereban da bıhelın, wendabıbın û herın. Laz, Çerkez, Arnawûd, Boşnak û mıletên dın ku demeki lı Tırkiyê dıjiyan û nıha dı nav Tırkan da heliyane, nımûneya mıletên ku zımanê xwe naparêzın nişanê me dıde.Lı ser gotına te û çewa ku tu dıbêji: "bı miyonan Kurdên ku lı Tırkiyê da ne û bı Kurdi nızanın -en hındık nıkarın bıxwinın û bınıvisinın- ku heqkırıne ku ku berhemên te nasbıkın", ez dıxwazım viya bêjım: Mın berhemên xwe jı bo Kurdên wusa çênekıriye. Kurdên ku stûyê xwe lı ber politikaya asimilekırına zımanê kurdi xwarkırıne, dı şexsê xwe da serketına vê politika zımankûj ya dewleta Tırkan dane ispatkırınê, dıvê ku karıbın jı vê rewşa kambax û Kurdkûj xwe bıfılitinın. Lê çewa ku em dıbinın, ew me dawetê meydana zımanê Tırkan dıkın, ew yên ku bı zımanê kurdi dıjin dawetê meydana jiyana "hevbeş" ya zımanê tırki dıkın. Jı xwe ev e daxwaza dewleta Tırkan û xebata pûçkırına Kurdbûnê. Kurdbûna bê zımanê kurdi kurbûneki sextet ye. Ew jı me ra dıbêjın ku “her zıman xweş e”, “her zımanekek insaneki ye”, hın jı wan, bilhasa yên xwenda, xeyni tırki bı zımanên dın ji dızanın, lê ew bı zımanê mıletê ku jê hatıne nızanın, lê malesef ew rûnanên, sere xwe pê naêşinın û kurdi fêrnabın.

Lı ser ditına te ya " Sizin tel örgülerle bölünmüş bir vatanda tel örgülerin arasında yaşamak zorunda kalan, gizlenmeye zorlanan, tüm karakteristik özellikleri silinmeye çalışılan bir halkın hikayesini çağrıştıran eserleriniz; Mahmut Şakar'ın yazısında  bahsedilen Öcalan üzerinden tecrite zorlanan bir halkın hikayesiyle birbirlerini tamamlıyorlardı."  Ez dıxwazım viya bêjım: Hebûna mıletê Kurd dıgıhije kûrayiya dirokê û en hındık ev sêsed sal ın (Jı dema Ehmedê Xani û vır va) ku Kurd behsa heqên xwe yên mıleti û avabûna dewleteki serbıxwe dıkın û en hındık ev sed sal ın ku jı bo vê daxwaza xwe şerdıkın. Rewşa nıha ya Kurdıstanê 89 sal beriya nıha bı peymana Lozanê da hate tayinkırın û em Kurd her jı wê rojê va her bındest û şıkesti ne. Ango tecrida mıletê Kurd bı Öcalan despênekıriye, mıletê Kurd ev 89 sal ın ku dı tecridê da ye. Grafika ku te behsa wê kıriye jı bo vê bındesti û tecrida Kurdıstanê ye, ne jı bo Öcalan e. Öcalan14 sal beriya nıha lı Suriyê bû û "serbest" bû, lê mıletê Kurd hıngê ji bındest û dı bın tecridê bû. Ez man û nemana mıleteki, heq û serbestiya mıleteki û welateki bı yek kesi va gırênadım.

Jı aliyê di va, çewa ku em pê dızanın, A. Öcalan avakırına Kurdıstana serbıxwe û yekgırti naxwaze, alaya kurdi ya ku dı sala 1919 da jı aliyê ronakbirên Kurdan va hate tayinkırın û lı serihıldana Agıriyê da, lı komara Kurdıstanê (1946) da bı serbesti lı welatê me da bıbabû, nasnake. Her eyni ala, dı salên 1930 yan da berga pêşi ya hejmareki kovara Hawar' ê bû, ku Celadet Bedırxan derdıxıst û nıha ji lı beşeki mezın yê başûrê welatê me da bı serbesti bıbadıbe. Her wusa  A. Öcalan nexwest xwe bı zımanê kurdi bıparêze. A. Öcalan bûye pesndarê Mustafa Kemal, M. Kemalê ku mimarê xapandın, bındestkırın û şıkandına Kurdan e.
Her wusa disa dıxwazım bêjım ku A. Öcalan tu qimeti neda zımanê kurdi, perwerdeya gerilayan lı Bekaayê û ser çiyayên Kurdıstanê ji bı zımanê tırki bû, Kurdên "Sûriyê, Iraqê, İranê" ji dı nav PKK ê da fêri zımanê tırki bûn. İroj zımanê weşanên sereke yên televizyon, rojname û malperên İnternetê yê vê partiyê bı zımanê tırki ye. (Her wusa ji zımanê siyasetê yên parti, rexıstınên sıwil, yên legal û illegal ji disa zımanê tırki ye. Daxwaza xweparastına bı zımanê kurdi dı doza KCK da ji jı bo pıraniya kesên vê doze daxwazeki şıkli ye, ne daxwazeki bı naverok û bı bıngeh. Lewra pıraniya van kesan jı xwe dı nav mala xwe da, bı dost û hevalan ra bı kurdi nedıpeyviyan. Siyaseta rast ew e ku merıv dı nav mala xwe da, bı endamên mıletê xwe ra bı kurdi bıpeyve, bı kurdi bıde û bıstine û hıngê dı mehkemên dagırkerên Tırkan da ji xwe bı zımanê xwe bıparêze.) Ev xızmeteki mezın e jı bo zımanê Tırkan. Kêm kes û hêz weki A. Öcalan û PKK yê xızmeteki hınde mezın jı bo zımanê tırki kırıne. Wek minak dıbıstanên Fetullah Gülen ji lı gelek welatan hene û û ev tevgera F. Gülen ji, zarokên jı mıletên dın dı van dıbıstanên xwe da fêri zımanê tırki dıke, ew bı pêkaniana “Olimpiyatên Tırki”, tecrûbe û serketına vê xebata xwe bı dınyayê dıdın naskırınê. Lê ev zarokên jı mıletên cıhêreng ne zarokên mıleteki bındestê Tırkan nın weki me Kurdan. Jı bo Kurdan ev eşqa zımanê tırki malwêraniya heri mezın e. Dema Kurd dev jı zımanê xwe berdıdın û zımanê tırki dıkın zımanê xwe yê sereke û xweifadekırınê, hıngê daxwaza dewleta Tırkan ji pêktinın, jı xwe dewleta Tırkan jı Kurdan vê yekê dıxwaze. Kurd dema ixanetê lı zımanê xwe dıkın, êdi ew dıbın Kurdên anagorê dılê dewleta Tırkan. Kurdên ku ixanetê lı zımanê kurdi kırıne, nıha êdi zımanê tırki hıma bêje weki zımanê xwe dıbinın, vê rewşa kambax êdi normal dıbinın û jı vê yekê êdi acız nabın.

Ez lı vır disa dubare bıkım: "ez naxwazım ku tu berhemên mın lı kêleka an ji dı nav nıvisên bı zımanê tırki da werın weşandın." Jı kerema xwe ra berhemên mın jı malpera xwe derine û tu carên di ji berhemên mın neweşine. Berhemên mın mulkên zımanê kurdi ne, ne mulkên zımanê dewleta ku zımanê mın qedexekıriye, dıheline û tunedıke ne.
Serhad Bapir”