09/01/2017

Nîzamettîn Ariç û Albuma Azadî

Nîzamettîn Ariç, di vê albuma xwe ya nû da, bi şiroveya xwe ya xweser, bi reng û bêhna dengê xwe, vê carê berê xwe dide warê bav û kalan. Berê xwe da wan berhemên zarok û nevîyên Kurdên Êzidî, yên ku bi zehmetî xwe gihandibûn ber bextê Rusya ya Qeyserî. Ew Kurdên ku hejmara wan jî, bi qasî navçeyekî piçûk yê Kurdistanê ye, di nav şertên hukma Sovyetê ya Ermenistan û Gurcistanê da, ji wan hat ku bêhna miletbûnê bidin û bistînin, bi gelek ervaz û nişîvan va, ev berhemên giranbuha afirandin.

Piştî nifşê êşxwar û bi xem yên wekî Erebê Şemo, Hecîyê Cindî û Qanatê Kurdo, yên ku di sêwîxaneyan da mezin bûbûn, lê ewan ku hîmê edebîyata kurdî ya nûjen li Sovyeta berê danîn, nifşê diduyan yê ku li Ermenistanê hatin dinê, yên wekî Fêrîkê Ûsiv û Eskerê Boyîk û gelekên din, di warê helbest û berhemên din yên edebîyatê da pêşketin.

Nîzamettîn Ariç, melodîyên xwe nûjen bi çavkanîyên muzîka kurdî avdide û sentezekî sipehî ya serketî diafrîne. Albuma “Azadî” mînakekî baş ya vê yekê ye, ku dema helbesta lîrîk ya bi hêz, bi melodîya muzîka bi kalîte ra têne ba hev, vêca berhemekî çewa serketî dertê meydanê.  Helbestên van her du helbestvanên me yên hêja, dîsa bi me dide xwiyakirinê ka çewa zimanê xelkê dikare bibe zimanê helbestên bi naverok û yên bi hêz û çewa ev ziman per û baskên xwe vedide.

Ez dibêm qê, ev cara pêşî ye ku Kurdên bakûrê Kurdistanê bersivekî hinde baş û lihevhatî didin beramberê wê xêr û xweşî û xizmeta ku hunermendên Beşa Kurdî ya Radyoya Êrîvanê li me kirine. Nîzamettîn Ariçê hêja, li ser navê me Kurdên bakûrê Kurdistanê û hemû Kurdistanê, ji Kurdên Sovyeta berê, yên ku ziman û kultura xwe parastine ra dibêje “mala we ava û wun her hebin û biafrînin.”

Ji alîyê dî va, dema ku em bala xwe didine albuma “Azadî”yê, em dibînin ku Nîzamettîn Ariç şirovekî nû daye helbesta “Gozel” ya Fêrîkê Ûsiv. Aramê Tîgranê nemir, berê, beşekî mezin ya vê helbestê bi reng û awayê muzîka xwe, bi navê “Kewa Gozel” kiribû sitran. Ev sitrana kevn ya Aramê Tîgran, di albûma wî ya bi navê “Serxwebûn Xweş e” (Aydin Muzîk & Mîr Produktîon), ya ku di sala 1995 a da hatîye qeydkirinê da jî heye. Lê, çewa ku navê tu helbestvanên ku gotinên sitranên vê albuma ku Aramê Tîgran afirandîye nehatîye nivîsîn, navê Fêrîkê Ûsiv jî nehatîye nivîsîn.

Vê carê Nîzamettîn Ariç berê xwe dide vê helbesta Fêrîkê Ûsiv û bi melodîyekî din, bi awayekî din yê serketî, sitranekî din çêdike. Muzîka vê sitranê hîndek rîthma muzîka Maurîce Ravel ya bi navê “Bolero” anî bîra min.

Ev cara diduyan e ku ez leqayê helbestekî têm ku şiroveyên ji hev cihê li serê hatine çêkirin û bûne du sitranên cihê yên serketî. Xeynî vê helbesta navborî, helbesta dî, helbesta Cegerxwînê nemir yê bi navê “Sala 1959” e, ku ez dibêm qê pêşî Nîzamettîn Ariç kirîye sitran û dûra jî Semîr Elî vê helbestê bi awayekî dî, dîsa serketî kirîye sitranekî din. (Her çiqas ku min di qenelakî televîzyonê ya Kurdan da, vê sitrana Semîr Elî ya bi vê helbesta Cegerxwîn dîtibe û sehkiribe jî, ez pê nizanim ka Semîr Elî çi navî li vê sitrana xwe danîye. Min vê sitrana Semîr Elî di YouTube da jî peydanekir.)

Li kêleka sitranên serketî yên din, sitrana ku herî zêde tesîr li min kir sitrana “Zarotîya me” bû, ya ku helbesta wê Eskerê Boyîk nivîsîye. Dibe ku sedem ew be ku zarokatîya min bi xwe jî kêm zêde di nav feqîrtîyê da derbasbûbû be, lê ez dibêm qê ev helbesta hanê, hesretî, bêçaretîya mirovan û wek neslekî, zarokatîya me bi xwe ya wenda, bi awayekî baş dide xwiyakirinê.

Nîzamettîn Ariç bi stîla muzîka xwe, muzîka kurdî zengîntir kirîye, ew hunermendekî serketî û ronakbîrekî Kurdistanî yê xwedîyê pîvan, exlaqa sîyasî û karekter e. Ewî hunera xwe nekir xizmeta partî û hizban û nebû hunermendekî kole. Wî bi serbilindî pîvana hunera xwe bi xwe çêkir û bi vî awayê hunerekî serketî ji bo milet û welatê xwe avakir. Em wek milet, bi vê hunera wî ya ku di sewîya bilind da ye, kêfxweş û serbilind in.

Erê, piştî 96 salan, di warê hunerê da be jî, herema Serheda bakûrê Kurdistanê birayên xwe yên ku hêlîna wan hatibû herimandin himbêz kir. Dema ku çîyayên Agirî û çîyayê Elegezê destên xwe didin hevdu, hingê berhemên giranbuha yên wekî “Azadî” dertên meydanê.

30/10/2011


Nîzamettîn Ariç, 2016, hibra çînî, 25x17 cm. 

06/01/2017

Ez ê Ez

Ez ê Ez

Ez ım ew kes
xwediyê hum û gum,
bı her tışti dızanım
yên do, iro û sıbê.

Jı tışteki ra bêjım reş,
jı heqê kê ye,
da ku bıbêje sıpi,
an ji rengek dın.
Ez jiyanê lê reşdıkım,
wi dıkım
teniya bınê dizıkê.

Ez ım yê mezın,
ne dumayikê mın
wê hebın,
ne ji hebû
keseki beriya mın.

Pirozbıkın mın,
ev e xebat
û karê we.

2013


Labirent, 2012, reji, 10,5x14,5 cm

29/12/2016

Çerx

Ez dıbinım ku ne wusa ye
lê çı bıkım,
jı bo parastına postê xwe
ez ji bûme
hevalê rovi û gur.

Hebo hebo nas û dost çûn,
bûn gepa devê gur,
an ji dı mezatê da
bı buhayê sıfır
hatın fırotınê.

Mın her xwe parast
û rutbeyên xwe ji
bılınd kır.

Lê nıha dor hate mın,
keseki tune ye
da ku were hewarê.
Hınên dın hatın ciyê mın
û ez ji,
ketım devê topê.

2013

Reşbini 1, 1994, pênus, 28,5x21 cm

27/12/2016

Ku bi rastî jî

Ku bi rastî jî

rastîya tiştan hebûya,

wê her kes bibûya

layiqê wî cîyê heyî.

Lê em çi bikin,

dewran dewrana fêlbazan e,

dêk û dolab bûne huner.

 

Û em jî di destên wan da

bûne kobay

ji bo ceribandinê

û di kûrga wan da

bûne pere

ji bo xerckirinê.

 

Armancên esîl

û daxwazên pîroz,

di destên wan da

bûne zibl.

Bêndera sîyasetê

û awayê xebatê,

vêca bûne sergo

û selexaneya

hêrandina rêhevalan.

2013


Reşbini 4, 1994, pênus, 28,5x21 cm

Dengûbehs

Dengûbehs

Dı welateki bênav da
mıleteki şıkesti me ez.
Mın,
jı her dagırkeri ra
xızmetkariyê kıriye,
Lê ez nebûm
xızmetkarê xwe.

Lı ser qehremantiya mın,
destan û efsane çêbûne,
lê nıha,
ez bûme,
sêwiyê ber diwaran.

Lı ber xelkê,
ez nezan û bê qimet ım,
lê lı ba xwe,
ez zehf zana me,
ez xwe xelkeki
40 mılyoni dıbinım,
ez dıbêm ku,
ez rast û bı heq ım,
lê hemû dınya
lı dıji mın e.

Ez xwe
wek pêşengê
mazlûmên dınê dızanım,
lê haya mazlûman jı mın nine
Ez koleyê
bextreşiya xwe me.

20/6/2012




Reşbini 3, 1994, pênus, 28,5x21 cm

17/12/2016

Ronakbîr

Ronakbîrên me,

pir ronak bûn.

Tiştên ku ji wan dihate xwestinê,

bi dil û can digotin.

 

Wan ne guh dida hişê xwe

û ne jî wujdan bi wan va mabû.


Ji mehsûlên ronakbîrîyê,

dixwestin zû zûka

 nesîbên xwe bistînin.

 

Bênesîb mayîn,

teahlîtî û bêkesîtîya çîlekeşan bû,

divîya ku meriv ehmeq bûya

da ku bida ser şopa

 xemxwar û çîlekêşan.

 

Erê,

ronakbîrên me yên xesandî,

bi dil û can

bûbûn berdevkên pîyaseya bi bereket.

4/3/2013




Komposizyon 3, 2009, hıbra çini û pênusên rengin, 5x6 cm

16/12/2016

Mırid


Dıbe
ku êdi mıj belavbûbe,
dimenê wunda ji, êdi xwıya dıke,
lê mıridên me,
weki her dem,
dı nav reştariya hışê xwe da,
wê disa “rasti”ya xwe bışopinın.
Ev e bê bextiya me
û sedema stûxwari û şıkestına me.

4/3/2013




Komposizyon 1, 2009, hıbra çini û pênusên rengin, 5x4,5 cm

Hunermend

Di bazara rewac da,

hunermend hunera xwe digot.

Bihayê her tiştî hebû.

Bihayê hunerê jî,

di dema xwe da,

tafil dihate dayîn.

 

“Navê te li dinê be”

berê dihate gotin,

lê niha, şan û şohret û navûdengî,

tenê bi xêra satelîtan çêdibûn.

 

Di nav şikefta tenayîtîya xwe da,

gotina gotinê,

gelek zehmet bû ji bo hunermendan.

 

Lê di şaneşîna camekanî da,

niha hunermend dibûn

delalîyên ber dilê nezanan

û huner  jî,

di nav serabên xelkekî şikestî da

dibû abîdeya hunermendên xesandî.

4/3/2013




Mırov, 2010, hıbra çini û pênusên rengin, 4x3,5 cm

Xwebûn


Mın tu cari xwe nekır “xwe”.
Çirokên xayintiyê yên jı devê çirokbêjan,
xweşi mın dıçın.
Çı xweş e ku,
êdi ez şiyar, azad û xwedi irade me.
Ez ê bındestê bındestan,
êdi bûme xwerekê devê çirokbêjan.

3/8/2016


Teyrê lal, hıbra çini û pênusên rengin, 2004, 5,5x6 cm

Ez ê ne ez


Xwıya nake ka ez çı dıxwazım,
gaveki mın ber bı pêş
ya di ber bı paş e.
Bêy ku ez pê bıhısım,
ez bûme yek jı dıjberên xwe.

Lê sloganên mın gırover ın,
lastiki ne,
ber bı her aliyê va têne kışandınê.
Her dıbêjım ku ez serketi me
dı dema ku,
ez êdi ne ez ım.

3/8/2016



Qulıng, 2003, hıbra çini û pênusên rengin, 5,3x13,5 cm 

Xwezi


Mın dıxwest,
dı şertên wekheviyê da,
anagorê çavkaniya zımanan
û anagorê hêz û taqeta zımanan,
mın rıkeberiya kurdi û tırki bıdita.

Ka wê kijan zıman
mılê xwe lı zımanê di bıxısta
û anagorê qanûnên xwezayi,
ka wê kijan zıman yê di bışkanda.

Lê ez çı bıkım,
nıha per û baskên mın
û pê û destên mın şıkênandıne.
Û disa ji dıvê ku ez bazdım
û her wusa ji,
jı çavkaniyên xwe
 hêza xwe hılgırım
û karıbım bıfırım.

16/10/2014


Qulıngί, 2004, hıbra çini û pênusên rengin, 7x7,5 cm 

Hût

Me li hewşa mala xwe da ferxikekî dît

pêşî hûrik bû, me digote qê ji me ye

li ber dilê me xweşik bû.

Me armancên mezin bi pê va girêda,

me bi mal û canê xwe xwedîkir.

 

Gav bi gav

kevir bi kevir

xîçik bi xîçik

bi me hemûyan, bû hêz.

 

Ferxikê me mezin bû

me dît ku vayê ne ji  malê ye,

tenê xwîna ku xwe pê têrdikir

ji malê bû.

 

Niha,  me dît ku,

vayê ji alîyê xêrnexwazan va

bi mebest

û bi plan

avêtibûn hewşa mala me ev têjik.

 

Niha, êdî mezin bûye,

vêca libo libo

xwedîyên malê dihêre.

 

27/5/2014



Komposizyon 2, 2009, hıbra çini û pênusên rengin, 5x6 cm


His


His
Carna his tenık dıbın
dıbın pelçımeki lı ber bayê
an ji dıbın weki pêlên deryayê.
Êdi his xwe radestê guvaştına dıl
û pivan û hesab ji
dıbın mıj û dûman.
Merıv hıngê,
xweziya xwe
bı parsek û belangazan tine.
15/8/2013



Qulıng, 2004, hıbra çini û pênusên rengin, 7x7,7 cm 

İllision



Ez sêwiyeki lı ber diwaran,

bêparê şiva camêran,

nezanê şıverêya diroka dınê.

Bı bındestiya xwe şadıbım

û êdi bûme rêberê mıletên serbest!

Êdi ez hatıme fêrkırın,

ez bûme pesndarê kujerên xwe.

3/8/2016



Payiza lal, 2001, hıbra çini û pênusên rengin, 5,5x8,5 cm

07/08/2016

Pêşengeha komi ya Komeleya Hunermendên Hunera Nigari ya Bakûrê Yunanistanê bı navê "Şopa Hunerê lı Olimpos"

Pêşengeha komi ya Komeleya Hunermendên Hunera Nigari ya Bakûrê Yunanistanê bı navê "Şopa Hunerê lı Olimpos" lı Navenda Mozaikê ya Derya Naverast ya Dion.
Jı 10/8/2016 heta 10/9/2016

Afişa pêşengehê

Dawetnameya pêşengehê


Dimen, 2016, rengên akrilik, 25x30 cm

Dimen, 2016, rengên akrilik, 25x30 cm


Dimen, 2016, rengên akrilik, 25x30 cm

Dimen, 2016, rengên akrilik, 25x30 cm

Dimen, 2016, rengên akrilik, 25x30 cm

Dimen, 2016, rengên akrilik, 25x30 cm

Dimen, 2016, rengên akrilik, 25x30 cm

Dimen, 2016, rengên akrilik, 25x30 cm

Dimen, 2016, rengên akrilik, 25x30 cm

Dimen, 2016, rengên akrilik, 25x30 cm

13/05/2016

Hêz û hakimiyeta heri mezın ya dewleta dagırker ya Tırkan

Komeleya Nıviskarên Kurd jı bona “Roja Zımanê Zıkmaki” lı Diyarbekırê daxwiyaniyekê belavkır. Dı vê daxwiyaniyê da, lı kêleka hın tıştên di da, tê gotın ku “Li civakekê ger zimanê wî seqet be, berî her tiştî ramana wî jî birîndar dibe û ew civak bi hemû parçeyên xwe dirize.”Malpera sputniknews.com vê daxwiyaniyê bı sernıvisa 'Encama zimanê seqet ramaneke birîndar weşand. Lı ser vê ditınê ez dıxwazım du gotınan bêjım.
Bı ditına mın "Encama zımanê seqet ramaneke birindar" nine. Encama zımaneki bırindar, ramaneke seqet e, ku êdi ev ramana he ya seqet dıbêje ku pırsgırêka me bı alaya Tırkiyê, sınorên dewletên dagırker û bı zımanê tırki ra tuneye. Her ev ramana seqet, alaya Kurdıstanê wek alaya welat û mıletê xwe nasnake, lı dıji avakırına dewleta Kurdıstanê ya serbıxwe derdıkebe (her wusa ji, dıji serxwebûna başûrê Kurdıstanê ye), dı parlementoya Tırkan da sonda nıjatperest ya Tırkbûn û Tırkiyebûnê dıxweyne, "keseyatiyên" jı çepên Tırk, yên ku dı nava cıvata Tırkan da tu itibaran wan tuneye, tine dı bajarên Kurdıstanê û lı Tırkiyê da bı dengên xelkê Kurd dıke parlementer û rêberên HDP yê. Her ev xwediyê vê hızr û ramanên seqet ın ku ev e 20, 30 û 40 sal ın ku dı nav tevgera kurdi da ne, lê tu qedri nedane zımanê kurdi û fêri kurdi nebûne. Dema ku hızkırın û parastına zımanê me yê bındest û şıkesti tune be, hıngê hızkırın û daxwaza mafên me yên welati û mıleti ji dıbe sıpiçolki û tamsark. Ew kesên ku daxwaza serxwebûna Kurdıstanê avêtın çope, beriya vê yekê, bı zımanê xwe yê tırki, pêşi zımanê kurdi avêtıbûn çope.
Ev Komeleya Nıviskarên Kurd, ku jê nayê bêje ku “kesên ku bı zımanê xelkê me baş nızanın dıvê nıkarıbın bıbın serokên partiyên Kurdan, parlementer, serokên bajarvaniyan, encumenên bajarvaniyan û her wusa ji keyayên taxan ji”, hemû itibara xwe wendakıriye.
Dıbe ku dewleta zımankuj ya Tırkan per û baskê zımanê me şıkandıbe û zımanê me kırıbe zımaneki stûxwar û perişan û her wusa ji siyasetvanên Kurd bûbın pıştpala vê politikaya kurdkuj, lê zımanê me xwediyê rûmet û asaletê ye, ku ev rûmet û asalet ji, weki pıraniya zımanên dınê, jı kurayiya hezaran salan dıherıkın û tên, jı zenginti û xemla naveroka zımanê me tên.
Hêz û hakimiyeta heri mezın ya dewleta dagırker ya Tırkan ya lı ser mıletê Kurd, ne hêz û hakımiyeta leşker, tanq û topên wê ne, lê belê, hakimiyet û serdestiya zımanê tırki ye. Ku dı serdema me da, ev hakimiyet û serdestiya zımanê tırki lı ser me û dı nava me da tunebûna, hıngê ne hıkumdari û ne ji dagırkariya wan lı ser me da dıman.
22 / 2/ 2016

10/04/2016

Pêşengeha komi ya minyatori ya Komeleya Hunermendên Hunera Nigarkari ya Bakûrê Yunanistanê lı Galeriya ΡΩ


Dawetnameya pêşengehê
Dimen, 2016, rengên akrilik, 12x12 cm
Dimen, 2016, rengên akrilik, 12x12 cm
Dimen, 2016, rengên akrilik, 12x12 cm
Dimen, 2016, rengên akrilik, 12x12 cm
Dimen, 2016, rengên akrilik, 12x12 cm
Dimen, 2016, rengên akrilik, 12x12 cm
Dimen, 2016, rengên akrilik, 12x12 cm
Dimen, 2016, rengên akrilik, 12x12 cm
Dimen, 2016, rengên akrilik, 12x12 cm
Dimen, 2016, rengên akrilik, 12x12 cm



20/02/2016

Dojehwar, 2015, reji û pastelên rıji, 70x100 cm


Dojehwar, 2015, reji û pastelên rıji, 70x100 cm


Dojehwar, 2015, reji û pastelên rıji, 70x100 cm


Dojehwar, 2015,  reji û pastelên rıji, 70x100 cm

Dojehwar, 2015, rengên akrilik, 80x100 cm


Dojehwar, 2015, rengên akrilik, 80x100 cm