22/11/2008

Nûçeya pêşengeha mın dı malpera Dengê Kurdıstan da




Péşengeha grafîkan ya Serhad Bapîr li Atîna


Serhad Bapîr ji Tetwané ye. Ji sala 1984 virda li Yewnan dijî û Akademîya Huner li bajarê Salonîk xelas kirîye. Heya îro li Yewnan û welatén din da beşdarîya 12 péşîngeh buye . Qismek ji wan tené bi seré xwe dirust kirîye.
Bi rastî, wextekî ez çum péşîngeha wî, ez şaş mam. Xebatek gelek héja û balkeş kirîye. Ostatîyek baş di ware teknîké taybetî di ware grafîkan da pék anîye. Serpéhatî û nostaljî bune bingeha berhemén wî. Di nav nostajî da winda nabe. Hévîdar e û péling berbi ezman va birîye. Li ser bingeha rengé paxir û zer da rengén reş û zer kar tîne. Mîna zarokén behra wane, dilé wî li qulîngan siwar dibe û diçe.. Dawîya péşîngeh strana Kawis Axa, De Xalo hate ser zimané min. Emrek diréj û berhemén nû daxwaz dikim bo hunermendén me.
Nazim Zaza


Lı mılê çepê: Bındesti, 2005, grafika lı ser bleksiglas, 102x82 cm.

Lı mılê rastê: Çarenıvis 2, 2006, grafika lı ser bleksiglas û linolium, 82x56 cm.


01/11/2008

Pêşengeha Grafikan ya Serhad Bapir



Serhad Bapir

Pêşengeha Grafikan

“ Nelêkırına jıbirkırınê ”


Resam û grafikçêkerê Kurd Serhad Bapir lı bajarê Athina ya Yunanistanê pêşengeha xwe pêktine. Ev pêşengeha grafikan lı TEXNOXOROS, Eywana Hunerê ya Yekitiya Grafikçêkerên Yunan da pêktê. Hunermendê Kurd ku ev 24 salın ku lı Yunanistanê dıji, dı vê pêşengeha xwe ya ferdi ya şeşan, ya bı navê “ Nelêkırına jıbirkırınê ” da, beşek grafikên xwe yên ku dı van salên paşi da hatıne çêkırın, wê pêşkêşê hunerdostan bıke.

Ew bı xwe dı derheqa “ Nelêkırına jıbirkırınê ” da wusa dıbêje:
“ Berê xwe dayina war û demên bıhuri û derbasbûyi, xebateki têrzehmet e. Bı anagorê ditıneki, tıştên ku derbasbûne êdi tıştên bêkêr û beredayi ne. Çewa ku xelkê me dı gotıneki pêşiyan da dıbêje; “tıştê çû nede dû”. Ez weki vê ditınê nafıkırım. Qenebi, huner tê û dıkare lı ser wi tıştê ku em navê bir an ji hafıza lê dıkın, roleki geleki muhim bıleyze. Dêlva ku serpêhatiya keseki, an ji tevayiya mıleteki, bırineki vekıri be, ciyê sıûd û kêfxweşiyê ye ku karıbe bıbe çavkaniya tecrube, raman û zaninê. Jı xwe dıvê ku merıv lı xwe lı hev were û beriya hemû tışti ji bı rojên xwe yên derbasbûyi ra.

Bir, hafıza yan ji serpêhati; jı bo me sermiyanên baş ın da ku em dema nıha fêhmbıkın. Wek tireki lı ser kevanê ye, çıqas tu ber bı paş va bıkşini wê karıbe hınde zêdetır bıpeke dûr; ber bı nıha û ber bı sıberojê va. Jı bo yeki wek mın, penabereki politik jı Kurdıstanê, bı rêya hunera grafikê ev baldariya lı do ya wenda, dıbe xebata geşkırına bir û hafızaya lı hımberê jıbirkırınê, dıbe bı xwe baweriya jı bo dema iroj û jı bo sıbê ji dıbe wareki lêkolinê. Huner, bı vi awayi dıbe beşeki jı berxwedana hisi û ruhi û jı bo merıv wek derman û tedawiyeki bıkêrtê.”

Vekırına pêşengehê: Çarşem 5 – 11 – 2008 sıet 20.00
Berdewamiya pêşengehê: Heta 6 – 12 – 2008
Demên vekıri: Sêşem- İn 18.00 - 21.00, Şemû 12.00 - 15.00

Navnişan: Lempesi 4, 117 42 Athina. Rawestgeha metroyê: Akropoli.


Telefon: 210 9228370


Jı bo haydariyên zêdetır:
serhadbapir@gmail.com
http://huneruraman.blogspot.com/

Şêwr, 1997, rengên bı don, 16x24.5 cm.


Hêstirên çavan, 2007, grafika lı ser linolium û şirêj, 32x32 cm.


Dawetnameya pêşengeha Serhad Bapir


30/10/2008

Serhad: Rewitiya dı Hunera Grafikê da

Ev bûn gelek sal ku ez Serhad nasdıkım, ku baş tê bira mın, dıbe ku panzdeh sal bın. Dı despêkê da, dı atulya Dimitri Konto da xwendakar bû û paşê ji, diploma dıduyan ya grafikê sıtand. Ez nıkarım lı hımberi wi hınde objektif bım, lê ez dıkarım bêjım ku dı dawiyê da, hunera grafikê Serhad jı xwe ra qezançkır. Ez dıbêm qê, dı dawiyê da awayê heri berhemdar û afıriner ya xweifadekırına wi ev bû. Û jı mın bawerbıkın ku, gelek tıştên Serhad hene da ku ew jı me ra bêje. Her wan tıştên ku dıbêje, jiyaye. Serpêhatiyên wi, ne yên derewin ın. Rast ın, weki xwêya şorayiya Derya Ege’yê û toza axa Kurdıstanê. Lewra Serhad dı wi wari da hate dınê, warê êş û derdan, yê ku ev gelek wext e ku dıxwaze hebûna xwe ya dewletbûnê bıdestbıxe.
Dema ku Serhad hat atulya grafikan, hê jı wê çaxê va asoya xwe ya esthetiki avakırıbû û lı wır, bı zaninên nuh yên ku grafikê dıdan, asoya xwe fırehtır kır. Zaninên tekniki û her wusa ji hızrên esthetiki yên anagora kaliteya ku hunera grafikê dıde merıv. Ev qederek wext e ku wi ferhenga xwe ya nigari, ya ku berê xwe daye şıkıl (nigar) û hêza ku jı şıkl tê, hılbıjartiye. Bı hêz û xwurtbûneki wusa ku, hunermend dı warê zelalbûna mesajên xwe da, tu şıki û dudıliyê dı temaşevanên xwe ra nahêle.
Hunera wi bı rengê protestoyi û mırovane ye. Jı ber vê yekê, serpêhatiyên ku ew behsdıke, bûyerên wusa ne ku dı rojên me da ji dıqewımın. Gotına wi me şiyardıke, me lı serpiya dıhêle û jı me ra dubare dıke ku; dema ku ramanên mırovan bı rêzımana huneri tên eşkerekırın, hıngê, armanc ne xeml e, lê perwerdeya ruh e, beşdarbûn û fêmkırına rewşa ku ew pêşniyardıke ye. Berhemên wi tıje hesasiyet û hesret ın û her wusa ji, jı bo sıberojê tıje xewn û daxwaz ın. Manzere yên wi, xwediyê xususiyeteki dramatik ın, ku her yek jı me dıkare fêhmbıke, jı ber ku gundên ku ew çêdıke û pêşkêş dıke, jı mırovan vıtûvala û xali bûne.
Hunermend rêwitiya xwe berdewamdıke. Jı Yunanistana ku lê dıji û dıafırine, ew bı tevi ramanên xwe va, me dıbe ba rastiyan, ew rastiyên dıbe ku me yê tu cari nexwesta wan bıdita û nasbıkıra. Jı bo wi ev rêwiti deyn e û jı bo me ji dıvê bıbe ziyareta piroz.
Nisana 2008 a.
Ksenis Sahinis
Mamosteyê Grafikê ya Zaningeha Aristoteles ya Saloniki.

Gora Mele Seid Çeliker, gorıstana taxa Ortab'a Tetwanê, payiza 2008a.




Salvegera mirina bavê min Mele Seîd Çelîker


Par di rojekî wekî vê rojê da, Mele Seîd Çelîker xatirê xwe ji jîyanê sitand û ji nav me bar kir û çû.

Mele Mihemed Seîd Çelîker
Li ser wefata wî, me wek malbat par vê daxwîyanîyê dabû çapemenîya kurdî:

"Mele Mihemed Seîd Çelîker di sala 1930yan da li gundê Hêlînê, ya girêdayê Silîvana Dîyarbekirê hate dinê. Bav û kalên wî yên mele, ji Cizîra Botan nin. Wî jî, xwendina xwe ya medresê qedand û bû mele, lê belê di mizgeftan da meletîyê nekir. Wî demekê di nav koçerên aşîreta Alikan da meletîyê kir û her wusa ji vê aşîretê, bi keça Hecî Elî ra zewicî. Di dawîya salên 1960an da mala xwe ji Tetwan’a Bedlîs’ê bar kir û bir Silîva, her wusa dîsa di van salan da ji bo 3 salan, ji bo xebatê çû Almanya Federal. Di sala 1974an da mala xwe cardî anî Tetwanê.

Ji ber zordestîya dewleta Tirka, wî di sala 1994an da mala xwe ji welat bar kir û bir Mêrsîn’a Tirkîyê. Di sala 2001an da pêşî mala xwe bir Dîyarbekir’ê û paşê dîsa anî Tetwan’ê. Mele Seîd ev sê sal bûn ku, li pê hev çar caran, li serê xwe da felç lê hatibû, li welat, li Tirkîyê û Swed’ê gelek mehan di nexweşxaneyan da ma. Mele Seîd di 30-10-2007dan li Tetwan’ê xatirê xwe ji jîyanê sitand û ji nav me bar kir û çû. Mele Seîd li goristana taxa Ortab’a Tetwan’ê hate veşartinê.

Mele Seîd hê ji xortanîya xwe da meraqdarê ilim û zanînê bû, jîyana wî di nav lêgerînê da derbas bû. Di xortanîya xwe da, ji bo naskirina Cegerxwîn derbasê Binxet’ê dibe. Wî dizanibû ku, ji bo şîyarbûna miletê me yê bindest û şikestî, wek milet hewcedarîya me bi mirovên xwenda û zana heye, heta jê hat, wî zarokên xwe yên kur û keç da ber xwendinê.

Hizkirina ziman, milet û welatê me li ba Mele Seîd gelek xwirt bû û wî vê hizkirinê da hemû zarokên xwe. Di salên 1970yan pê va û xususî jî, di salên 80 û 90an da, ji ber welatparêzîya zarokên wî, wî jî gelek êş û cefa kişand. Ji alîyê dewleta Tirka va, gelek caran leqayê heqaret û êşkenceyan hat. Her wusa ew jî wek welatparêzekî wêrek beşdarê nav xebatên Kurdewarîyê bû.

Em ji Xwedayê mezin û dilovan hêvîdar in ku wê Mele Seîd bi buhişta xwe şabike.


Em sipasîya hemû merivên xwe, nas û dostan dikin ku, di êş û şîna me da bi me ra bûn, mala wan ava.

Bila serê hemû dilsozên welatê me sax be.

Bila serê miletê Kurd sax be.

Jina Mele Seîd: Fetîha

Zarokên wî: Dr. Celadet, Çîçek, Cîhan, Serhad Bapîr (Evdila), Feysel, Amed, Laleş, Wîldan, Gulageş, Newroz, Rewşan û Îbrahîm."


Li ser gora Mele Seîd Çelîker, payîza 2007an, goristana taxa Ortab'a Tetwan'ê


21/10/2008

Penaber dı Derya Sipi da 2, 2001, grafika bı asit lı ser metal, 32x24.5cm.


Penaber, 2004, grafika lı ser dar û linolium, 70x100cm.


Dema ku Hewara Biraninê ye...

Têkiliya despêkê ya resam û grafikçêker Serhad Bapir bı hunera grafikê ra ne bı awayeki adeti bû, qenebi bı pivan û tecrubeyên hunermendeki Rojavajiyê. Dema ku cara pêşi afıriner têkıli bı vê hunera têrzehmet ra dani, ew ne jı ber sedemên nigari an ji ramanên sıpehitiyê û her wusa ne bı kaxıdên bıdestçêkıri yên bıha û teştên porselan yên asitkırınê, bû. Çewa ew bı xwe ji jı me ra dıbêje, cara pêşi dema ku Serhad qewart, “kola” û çapkır, ev jı hewcedariyê dıhat. Fırarê cunta Tırkan, mecbûr ma da ku sextekari dı nasnameki da çêke û jı bo vê armanca xwe, lı ser perçeki plastikên ku lı zeminên avahiyan radıxın, muhreki qewart. Vê muhra hanê lı ser fotografê xwe çapkır û bı vi awayi, sextekariyê dı nasnameya yeki dın da kır. Bı vê nasnameya sexte, kari ku jı bend û sêncên polisan bıfılıte, welatê xwe Kurdıstanê lı du xwe bıhêle û wek multeciyeki politik bıgıhije Yunanistanê.

Ew tıştê ku Serhad itiraf nake û lı xwe danene- lê her kesê histenık û hassas yê ku bı berhemên wi ra ketiye nav diyalogê, dıkarê bı rıheti pê bıhıse û bıbine- ku hunermend her jı vê defdana mecbûriyetê, berdewamkır ku bıkole û heta nıho hê ji dıkole. Ev, bê guman nıho, êdi ne jı wê hewcedariya parastına hebûna xwe ya fiziki, lê, jı vê hewcedariya parastın û fılıtandına hebûna xwe ya yekane tê, ya ku bı rêya parastına nasnameyê, wê biranin, hızr û ramanên mucadeleyê, daxwaz û xewnên mıletê xwe, pêkbine. Dı neticê da, fılıtandın û parastına wan hemu tıştan e ku- çewa ku şıroveya berhemên wi ji jı me ra eşkere dıke- hunermend wek hêvêna nasnameyê û mafdarbûna hebûna xwe dıbine.

Serhad yek jı wan kesan e ku, dıviyabû ku dı navbera jiyaneki bêdeng û qehrkıri û ya lêgerin û rêya zehmet ya serbestiyê da, hê gelek zu terciha xwe bıkıra. Ew bê ku dudıli bıbe, wi dızanıbû ku bı bıjartına şıverêya dıduya, wi jiyana zehmet ya multecitiyê, êşa bêkesi û tenêtiyê, wendakırına axa bav û bapiran û her wusa nas, dost û merıvên xwe û gelek wendabûnên cûrbecûr yên pıçûk yên dın, yên ku her çıqas jı bo behskırınê pıçûk û bê bıha xwıya dıkın ji, lê ew dermanên jiyana mırov ın, hıldıbıjart. Bê guman, dema ku hunermend dest bı vê rêwitiya xwe dıkır, nıkarıbû hızr bıkıra û bıpiva ka wê roja vegerê kengê be, lewra çewa ku tê zanin, hêvi gelek caran wek wareki ye, ku bı xêra wê mırov xwe jı rastiya sırt û teal dıparêze.

Jı wê roja ku hunermend dest bı rêwitiya xwe kır, hıma bêje ev bistûpênc salın ku derbasbûne. Bistûpênc salên tıje hêvi ku «nostimon imar » (1) êşkence lı giyana wi dıke, dema ku banê xaniyê aileyê dı asoyê da xwıya nake, roja vegera welatê bav û bapiran ku her ku dıçe durtır dıkeve, hıngê, dıbe ku melhema hunerê, êşa dûrbûn û bêrikırınê derman dıke.

Me hewcedariya bı vê kurte jiyannameya wi dit, ku jı bo keseki di bûya wê qet hewce nekıra, jı ber ku em bawerdıkın ku jiyana wi ya derbasbûyi, ra, esl û warê ku Serhad jê hatiye, kılidên muhim yên şırovekırın û bışkavtına berhemên wi ne, her wusa disa em bawerdıkın ku jı bo afırinerê ku em behsa wi dıkın, huner û bilhasa hunera grafiki, ne tenê şabûneki esthetiki, warê ifadekırına hisan, an ji cewabên sedemên hebûnetiyê û lêgerinan e, lê dı eyni demê da sıtargeha rastin û gıhiştına hewarê ye. Hunermend, xwe bı hunera xwe xweyidıke û bı wê zınditır dıbe û bı vi awayi xewna serbestiyê zındi dıhêle û ev xewn ji, dı çerxeki ku herdem xwe avadıke û lıxwedıxe da, jê ra dıbe kaniya gurr ya ilhamê.

Ev e sedem ku Serhad, qenebi wek tema, hergav xwe dıspêre lı kaniya serpêhati û biraninê, da ku jı wır dimenên ku bı baldari ê bı qedreki mezın hatıne parastın, derine. Ew dimenên ku ew, bı rasti û durısti û jıdıl lı ber me datine, ew ne tenê dimenên hesreta dema bori û serpêhatiyê ne, lê heri zêde ew dokumentên rasteqini yên nasnameya wi ne. Ev hewcedariya jiyani ya dokumentkırınê, her beşek afırandınê dıguhırine û dıke abideyeki yekta, ya ku lı hımberê jıbirkırınê dertê, dıbe diyariya piroz ya biranina gışti, alfabeki gıranbuha jı bo kesên alfabenezan, yên ku dıxwazın tarixê fêrbıbın, wusa ku hemu berhemên wi êdi ne qeydkırıneki serpêhatiyeke ferdi ne, lê ew dıbın destaneki nigarkıri, yê ku dı nav kurayiya wext û demê da jı me ra behsa berdewamiya mıletê wi dıkın.

Jı ber vê yekê û lı gel hemu serilêdan û cerıbandınên wi yên dı warê abstrak da ji, bı hızkırıneki xususi ya lı ser sembolizmê, hunera Serhad her zahiri (ditbari) maye. Sembolizma wi jı cıheki deyn sıtandın nine, lê ew jı serpêhati û ifadeya wi bı xwe dertê, bı ısrar, awayeki sabit (bıcıhbûyi) û her wusa ji bı zanin û bı pivaneki nazık ya esthetiki- ku bı vi awayi ew xwe jı mubalaxa, jı zêdetêriyê û bıtırbûnê dıparêze- wê bıkartine. Sembol dı berhemên wi da her gav hebûna xwe dıdın hiskırın. Gelek caran jı wê dera ku merıv lı bendê nine, zêdetır ji, pışti ku bı baldari lênıhêrtına cara dıduyan, ew xwiyadıkın. Wê bêhedi ninbûya ku me bıgota, ku zımanê sembolên wi wek toreki zırav yê zivin hemû berhemên wi hımbêz dıke û her wusa ji danûsıtendın û diyalogeki afırander dı navbera berheman da çêdıke. Bı vi awayi, her çıqas ku hunermend anagorê xususiyeta wan, wê sembolan jı xwe ra hılbıjêre ji, her carekê, ew hewcedariyên wi yên xwe ifadekırınê her gav dıkarın- bı xêra xususiyeta wan yên zelal û xwuya- bıbın pergalên (wasıteyên) mesajên maqûl û dı ci da, xususi bê ku ev bıbe sedem da ku afıriner jı daxwaza xwe ya sereke, ango awayê bıcihanina ramanê xwe paşvagavbavêje.

Dıvê lı vır were gotın ku, jı bo awayê xwe ifadekırınê, hılbıjartına grafikê tena bı serê xwe ji, ne ku dêlva bêhemdê wi be, ev terciheki bı zanebûyi ye, ew tê, da ku xızmeta wê armancê bıke, lewra hunermend dı hunera grafikê da jı xwe ra ifadeya ideal ya ramanên xwe peydakıriye. Jı ber ku, hêjayê gotınê ye ku, çewa ku dı berhemên gelek hunermendan da ji wusa ye, grafik jı bo Serhad ne berdewamiya xebata nigarkariya wi ya dın e, her çend ku hunermend resıman ji çêdıke, grafik kevırê himê afırandına wi ye. Grafikçêker, çewa ku me berê ji destnişankır, bı zanebûni jı awayên pirheboki û mamıki yên hunera nûjen dûrketiye û bı qerar, awayên “xapinoki” yên bı gelek awayi “xwendın” û têgıhiştınê redkıriye, jêhatiye (kariye) ku ew berhemên xwe bıke mızgingıhanê mesajên xwe, ku ew bı aweyeki conkret û awayeki zelal “tên xwendın”, wê nıkarıbûya xeyni grafikê rê û pergaleki çêtır jı xwe ra bıdita, da ku raman û daxwazên xwe eşkerebıke. Dı destên wi da, erê çewa na, her nusxeya çapkıri êdi jı karê “zor û zehmet”, yê bı usıl û rêbaz dertê û dıbe xebateki fılıtandınê, jı ber ku êdi her nusxeya çapkıri hêza manifestoya wi qat bı qat gurrtır û xwırttır dıke.

Motiveki sembolik ku em ê dı berhemên Serhad da bıbinın ku gelek caran tê dubarekırın rêç an ji dewsên tıliyan ın. Ev motiv lı ser pelçıman û qırş û deviyan, lı ser an ji lı pışt bajar û mırovan û dı nav avên tari yên deryayi da xwuyadıke. Ev sembolizma hanê her çıqas fesih be ji hewcedari bı zelalkırına wê heye. Rêçên tıliyan xwedi du maneyan nın û jı awayên ku tên karanin xwıya dıke ku jı bo hunermend bı xwe ji ew dıbın wareki dudıli. Carna lı pışt tê danin da ku alikariya avakırına berhemê bıke û carna ji lı pêş, dı beşa yeka da tê bıcihkırın da ku bı siya xwe ya tehditkar hemu çapê taribıke. Bê guman, erê, çıqas rêçıkên tıliyan eşkeretır xwıyadıkın û dıbın bı ısrar, hıngê têgıhiştın û xwendına tıştên dın ya berhemê ji, hınde zehmettır dıbe.

Rêçên tıliyê, yan dıbın wek ısrar û bıbiranineki berbıçav û naskıri, yan ji lı hımberê zordariya iqtidarê dıbe suçdarkırıneki daimi. Ev xusisiyeta he, ya ku dı rastiya xwe da, delila rasteqini ya yektabûna her mırovi ye, jı aliki va wek çemeki bınerdi lı hımberê bênaviyê (anonim) tê karanin û jı aliyê di va ji, hergav tine bira me ku, mırov û her wusa ji mıletekeki seranser, mumkun e ku jı ber wan xususiyetên xwe yên yekane û berbıçav, zulmê bıbine û bındest were hıştın. Ev trajediya duali, xwıya dıke ku êşa daimi ya hunermend e. Dıvê lı vê derê em bêjın ku, dı her rewş û şerti da, rêça tıliyê, wek motiveki nigari yê berdewami û bêdawi tê pêşkêşkırın, bı vi awayi jı me ra ima dıke ku, her çıqas ku haya me jı wan hebe ji, em nıkarın sınorê nexşeyê bıbinın, lewra hê nexşekêşan temam nebûye.

Her wusa hın motiv hene ku hunermend bı şarezatiya xwe wan dıke wek sembolên gışti. Motiva qulıngê wek nımune, yek jı wan sembolan e ku dı berhemên Serhad da gelek caran tê bıkaranin. Jı bo ku em vê sembolê fêhmbıkın û bıpışkivinın me seri lı hunermend bı xwe da, wi bı axaftın û şırovekırına xwe, me fêri sembolizma vê yekê kır ku, çewa lı welatê wi, mırov bawerdıkın ku qulıng bı xwe ra bıharê tinın. Grafikçêker dı bın tesira şıklê nazık û kubar yê qulıngê da dımine û ev şıkıl destûrdıde wi, da ku ew maneyên ku têkıli bı xwezayi û adetên vi teyri ve gırêdayine lêbıkole, yên wek koçberiyê, veger, kurtedemi (muwaqeti) û hêviyê û her wusa ji maneyên û têkıliyên ku lı aliyê dınê va hene yên wek êsirketın, ısrar, şerê jı bo jiyinê û jiyanê û berxwedanê.

Dı berhemên wi da motiva qulıngê bı gelek awayi têkaranin. Carna refên qulungan, hevalbendi bı rêwitiya mırovan ya zehmet û bı êş ra dıkın. Carna her çıqas dı istiqameta beravaji ya mırovan da bın ji, dımintın (dışıbın) ku ew wek sıtareki meşa mırovan dıparêzın û dıxwazın rewşa mırovan ya ku her dıguhıre, bı bira me binın. Ew xewzan ın, bı me dıdın zanin ku her tıştê ku nıho çêdıbe û dıqewıme ne jı bo hetahetayiyê ye. Ev sozê wi tıştê ye ku guhertın û zıvırandına demsalan, wê bıvê nevê vegerê ji bı xwe ra bine, ev vegera ku hunermend wek qanun dıhesibıne. Disa hın carên dın, qulıng dı wareki mexsûs ne diyar da, cıh û wareki ku pıraniya caran bı bêhntengiyê û bı hın sembolên dın- tavên ronak ên spirali, an ji komên derenceyên balkêş yên ku ber bı asiman va hıldıkışın - hatiye barkırın da, xwıya dıkın. Ew wek fıgurên pak û ronak xwıya dıkın, yên ku jı deşta tari ber bı asiman va dıfırın, an ji dı asimaneki ronak yê honandi da, wek şıklên tari yên ku bı awayê ekspressionisti hatıne çêkırın, xwıya dıkın. Carna jı xwe bawer ber bı asiman va, carna ji jı nızm va, jı asimanê zêdetır, nêzikê erdê va dıfırın. Dı rewşa dıdoya da, bı şıdandına xêzıkan ya lı ser hev û kolandınên bı gelek awayi, atmosfereki bêhnçıkyayi bı me dıde hiskırın, ev rewş bı zelıqandına wan ya lı ser ruyê berhemê, hê ji dıjwartır dıbe.

Ew berhemên wi, yên ku motivên qulıngan bı motivên daran ra- ku ev ji beşek muhim jı mitolojiya ferdi û jı ferhenga morfoplastik ya Serhad e- tevlihevdıbın, gelek balkêş ın. Dema ku ev dıqewıme, dar, ku dı zımanê semboliki ya hunermend da, bı warê bav û bapiran û her wusa ji bı dara kevnar ya despêka jiyanê- ya ku tovên wê despêka hemû hebûnan û hemû mıletan bûn- va tê gırêdan, xwe dıguherine û dıbe zındaneki hovene, ku êdi ew qulıngên bêçare yên ku nıkarın jê bıfılıtın êsirdıgre. Hunermend, bı qabiliyet û hostetiya xwe va, bı simayên ku ber bı aliyên cıhê va dılıvın ra, dramatikbûna berhemê û bılındbûna hisên endişeyi qewitırdıke. Temaşevan, jêtırê ku ew dengê baskvedana teyran sehdıke û bı vi awayi, hunermend dıkare bı awayeki heri neticedar jı me ra behsa mırovan bıke. Em êdi nasdıkın ku, ev tıştê hatiye serê qulıngan- ku ev, jı tıştên ku tên serê mırovan cıhê nine- neheqi, bındesti, êş, pelçıqandına hovane û bêparkırına jı serbestiyê, êdi ne tenê kareki neqanuni û nerewa ye, her wusa ji kareki lı hımberê qanunên xwezayê ye.

Her wusa, berhema bı navê “saxmayin” ji, hêjayê baldariya me ye, lı vır, jı bo careki dın ji, qulıng dıbın xwedi hın xusisiyet û dırûvên mırovan. Ev berhemê hanê dıbe dema heri muhim ya vê yekê ku, çarenıvisa mırovan û çarenıvisa hemû mexluqetên dın yên xwezayê û dınyayê dışıbın hev. Teyr bı hêrs êrişê rayên darê dıkın û bı rık û ısrar dıxwazın serkevın û bıjin. Her beşê berhemê, fıgurên ronak yên qulıngan, dara ku sedema êrişê xwardıbe, tora jı rayên darê ku dıqete, hemû jı me ra behsa mafê parastına hebûnê dıke û bı vi awayê naveroka berhemê dertê pêş.

Bê guman, dı afırandına huneri ya Serhad da kêm caran em ê leqayê hın berheman bên ku, şıkl, bı zaneti lı pêş teknik û naverokê paş va gavavêtiye. Her wusa dimen bı xwe ji, jı bo wi, tenê jıbergırtıneki beşeki rastiyê nine û her wusa nigarkırına quncıkeki xweşık yê welatê wi nine. Dimen dıbın neynıka rewşa ruhê wi, bı aweyeki zelal û fesih ıstıraba hebûniyeta wi nişanê me dıdın û bilhasa hılgırtına barê êş û eziyetan. Çiyayê efsanevi Ararat, gola Wanê, Sura Amedê, xana Eleman, berhemên bı ilham û bı hêz, her çıqas beşên rastiya xwezayi nişanbıdın ji, her wusa jı me ra behsa çirokên ku dı nivronahiya mitolojiyeki da pêçandi ne, dıkın. Efsaneki ku rasterast jı dılê hunermend bı xwe dızê, ku ew esrarengiza neqla nigari ya jı bo hetahetatiyê û şıroveya sembolizma wi bı xwe ye.

Nigarkırına bajarokeki wek nımune, jı nêzikbûneki hêsan ya nigara bajaran zêde û wêdatır e. Manzarayên bajari, bı temaşekırıneki pêşi, daxwaza helbesti ya hunermend nişanê me dıde, lê, ew bı awayeki kûr bı şopa serpêhatiyan û hesretê hatiye avdan û bı vi awayi, bı baştır lê temeaşekırınê, ew dıbe semboleki piroz û mesajeki xef. Lı pışt ronahiya zêrin a berbıêvarê û şıklên wekhev yên bajarokeki ku bı xweşi lı ber tavê hatiye raxıstın, temaşevaneki baldar dıkare awayên zêde “rejisori” yê afıriner bıbine ku, herçıqas ku ew tıştên tên nasin yên, bırû û xwiyaber bıkarbine ji, dı neticeyê da ew raman û endişeyên ku jı tıştên naskıri û adetiyê gelek dûr ın, jı me ra eşkeredıke. Bı temaşekırın û xwendıneki qenc, manzarayên şahane yên ku bı ronahiyê hatıne şuştın, xwe dıguherinın û dıbın pırsên bı êş û ezab. Em jı xwe dıpırsın, gelo lı pışt pencereyên gırti û deriyên bı hışki hatıne radayi çı hatiye veşartın. Gelo ev hacımên kerr, yên sabit û dûrsekıni û bê kırasê jiyanê, çı jı me vedışêrın. Gelo lı pışt vê sıkuneta ku nayê betalkırın û bêdengiya ecêb çı xwe vedışêre. Pırsên ku bı rıheti nıkarın cewabên xwe peydabıkın. Dıbe ku, avahiyên ku bı sebr, hêviya gotına serpêhatiya xwe bûn, çewa ku ew, mırovanên ku dı nav wan da dıminın teqlitbıkın, naxwazın nepeni û sırên xwe eşkerebıkın, dıxwazın xwe bıparêzın. Ku em bıxwazın hındek ronahi bıreşinın ser wê sır’a zehmet a ku baş hatiye veşartin, hıngê dıvê em bı rêya tecrube û serpêhatiyên hunermend, yên ku dı xeyala wi da jı nû ve hatıne avakırın, teşebbus bıkın, lê, dı dawiya dawi da, bêy ku bı awayeki baş zelalbıbe û cewabeki tam were dayin. Dıbe ku, avahiyên bı hışki hatıne radan, jı bo afıriner bı xwe ji qedexe û asê mane.

Dı nav berhemên manzarayi da, hın rêze grafik hene ku, xwıya dıke ku hunermend heyrana asoya vekıri a bêseri û bêber dımine, lewra dı van grafikan da êdi dev jı tasfira hurlênıhêrinê berdıde û awayên ku zêdetır abstrakt ın dıpejırine. Dı rewşa yeka da, ci û war bı ruberên si û ronahiyan tên avakırın, lê dı rewşa dıdoyan ya, şıklên serbest, xêzıkên bı reng û rengên beloq yên plakat hemû bı hev ra bı awayeki çalak beşdarê leyıstoka nigari dıbın û bı vi awayi seranserê berhemê dıhonın. Bê guman, ew ramana ku dı hemû berhemên nigari yên Serhad da heye, xwıya dıke ku dı vanê hanê da ji heye, jı ber ku dı her du rewşan da ji sembolizm wenda nabe, lê dı vanê he da, ew tıştê ku bı rıheti tê naskırın hındek hêza xwe kêmdıke. Lı vır dıvê em bêjın ku, berhemên ku dıkebın nav rêza dıduyan, zêdetır bı hiseki henek û leyistoki xwıyadıkın û jı kompoziyonan bêhneki bereketê belavdıbe, ku hunermend me hinê vê yekê nekıriye. Spiral û çemberên bı heman navendi, leyıstokên bı xêzıkan, rengên nazık û aleqe û baldariyeki mezın jı bo lêkolin û fêhmkırına xususiyeta materyalan û pêkanina tevnê, van berheman jı yên mayin cıhê dıkın û her wusa ji sadebûna zıman û awayê wan xweşıkbûn û delaliya haiku (2) ki dıde wan.

Yek jı unsurên sereke yên hunera Serhad şıklê mırov e û çênedıbıbû ku bı awayeki dın ji bıbûya. Xebata wi, xebateki mırovnavend, dıgıhije û dıbe beyannameki humanist yê rasteqini. Jı bo wi, niyeta wi ya ku bı mırovan ra bıde û bıstine, dıbe sedem da ku şıklê mırov dı hemû berhema wi da bı awayê heri baş were çêkırın, mırov carna bı tena serê xwe û carna ji wek beşeki organik yê hevgırti yê komeki, jı kêmkesan an ji pıraniya caran jı zehfkesan pêkhati, yên ku bı awayeki baş û şıdyayi bı hev ra gırêdayine, xwıyadıkın.

Dema ku şıklên mırovan bı tena serê xwe tên pêşkêşkırın, yan wek suretên tari, yên ku hatıne êşandın, yên ku dı nav egal û cemedanan baş hatıne pêçandın û veşartın yan ji wek figurên ku dı nav komposizyonan da hatıne asêkırın û her wusa ku bêhn lı wan hatiye çıkandın, tên pêşkêşkırın. Dı her du rewşan da ji hatıne westandın û êşandın, yan ji bı hêrs ın, lê tu caran ne stuxwar û ne ji yên wendakıri ne. Ew suretên bêdeng yên sade û hışk, destani ne, lê ev bêdengiya wan jı lehiya gotınan zêdetır dıqêrın. Pıraniya caran lı ser hemû beşên berhemê cihdıgrın û ew zêdetır jın an ji zarok ın û suretên bêhêz yên ku bı dudili ne jı bo eşkerekırına xususiyetên xwe. Hunermend jı ber ku haya wi jı hewcedariyên wan heye, sıtargeheki nermin û parasti yê anonimiyê pêşkêşê wan dıke. Bê guman carna ku ev nerminiya hanê zêdetır heye, hıngê ew dev jı vê lıhevkırına anonimi berdıde. Hıngê suret bı nezaket û payebılındeki nadir (kêmditi), tora demê (wext) dıçırinin û dertên nav meydanê. Ew zêde zındi, nazenin û balkêş ın. Jı wan bêhna axê dıfure û bı çavên mırovê ku em jı zûva hevnasdıkın lı me dınêrın, bı germi û dostani, lê dı eyni demê da bı lêkolini, tu dıbêy qê ew niyeta me dıponıjın. Esaleta wan rê nade wan da ku ew tışteki bıxwazın, lê jı bo wan, qedr û ihtiram bı merdi tên pêşkêşkırın. Ev, jı bo diyariya hisa yektabûnê û gıranbıhatiyê, vegerandına diyariyê ye.

Dı rewşa ku şıklên mırovan bı hev ra wek komeki tên pêşkêşkırın da, ew tıştê ku karekterê berhemê dıde, aliyê istiqametê ye. Mırov her ber bı eyni aliyê va dımeşın, zêdetırê caran jı mılê çepê ber bı aliyê rastê. Lı ser seranserê berhemê cihdıgrın û gelek caran ji beşek jı figura heri paşi tê bırrin, bı vi awayê bı me dıde hiskırın ku vayê hêji dıdome. Meşa mırovan carna ber bı ciheki naskıri va ye, carna ber bı keştiyeki va, carna ji ber bı derenceyeki ku ber bı asiman va hıldıkışe va ye, bê guman, mırov dı nava ne tu cihê da, wek wenda û terkkıri xwıyadıkın. Meşên mırovan gelek caran bı refaqeta qulıngan dıqewımın û her wusa ji rêça tıliyê dıkevın nav komposisyonê, ev unsurên he, çewa ku me berê ji behsa wan kır, dı ifadeya sembolizma Serhad da ciheki gıran dıgrın. Carna dema ku şıklên mırovan wek koman tên çêkırın, hıngê şıkldanina wan ya xususi ji tê xwıyakırın. Xusisiyetên realisti kêm dıbın, şıkl dıbın nigarên ecêb yên weki stûnên jı dumanê, yên ku dıxwazın jı cewherê xwe bıfılıtın.

Hêjayê gotınê ye ku, dı berhemên Serhad da, çewa ku dı minaka “Jına lı nav gundê ku ê were wêrankırın” da ji xwıya dıke, kela ızdıraba hundırê wi tê kedikırın da ku kêri hunereki destani were, hunereki ku aligıriya xwe jı bo mucadeleyê eşkere dıke. Trajediya mıroveki ku bı sıberoja xwe hısiyaye - ne bı awayê metafiziki, lê bı wi awayê ku tecrubeya gelek salan ya serpêhatiya gışti fêrikır- dı rûyê tari ya jına ku dı rêza yekan da cidıgre, xwıya dıke. Jın wek nobedara muhafız tê pêşkêşkırın, nobedara ku her çıqas bı pêvajoya xusrane dızane ji, teslim nabe. Navê berhemê xewzaniyê tine bira mın, pêşhisa temaşavanan teyitdıke (erêdıke). Dıminte (dışıbe) kitabeya lı ser gora qehremaniyê. Awayê avakırına kompozisyonê, dereceya zelal ya bıcihkırına suretê jınê, hem jı aliyê mezınayiyê û hem ji jı aliyê cıh va, beyandıke ku, lı pışt xusrana pêş da, wayê serketın jı dûr va xwıyadıke. Serketına mırovê ku berxwedıde, her çıqas haya wi jı xusrana wi hebe ji.

Dı beşê aliyê di yê vê bıjartınê da, hın berhemên dın hene ku dıvê jı bala me nerevın, lewra dı rewşa wan da niyet êdi nıkare hisan zeftbıke. Ev, ew berhemên he nın ku, meşên mırovan dıgıhijın ber bı keştiyan- semboleki ku dı berhemên Serhad da gelek caran hatiye bıkaranin. Dı van berheman da hunermend xwe dıspêre hisên xwe. Dev jı her daxwaza zeftkırına reşbiniyê- ku hunermend vê yekê wek hiseki stuxwariyê dıbine- tê berdan û bêhêviti zêde û gurrdıbe. Gelek baş xwıya ye ku, dema ku dıbe hewara biranin û serpêhatiyan, ev berhemên hanê çêdıbın. Bı awayê heri dıjwar wan rêzıkên helbestvan tine bira me “tu nıkari ramana multeciyeki, ramana êsireki, ramana mırovê ku ketiye û her tealiyê teamkıriye bıguherini”. Ev wê ramanê sererastdıke ku, her ki ku bûbe multeci, êdi dı hemû jiyana xwe da muhra barê multecitiyê dıxwe. Dı warê nigari da, ev teqina bêsınor ya hêrsê, bı teqinên rasti tên ifadekırın (derbırin). Alavên ku ber bı asiman va hıldıkışın, bı aweyê şêtbûneki rastin, ciyê heri zêde yê berhemê dıgrın, agırê piroz yê nevemır yê Zerdeştiyê tine bira merıv, her wusa leyıstoka reş û sıpi bı şıklgırtınên xwe yên sert, me ber bı şerê serketınê yê tari- ronahiyê yê hetahetayi va dıbın.

Komposizyonên ku jı du yan ji sê şıklan pêktên ji dıkevın nav rêze berhemên bı şıklên mırovan. Ev malbat, yan ji dayıkên ku zarukên xwe dane berdılê xwe ne. Ew, çewa ku dı rewşên dın da ji wusa bû, ber bı ciheki nediyar va dımeşın. Gelek caran, têkıliyên hisi yên ku dı navbera endamên ku komê pêktinın da ku hene, dêlva ku bı awayê beyana nigari be, zêdetır bı navê berhemê tê eşkerekırın, jı ber ku ker kes bı tena serê xwe tê hesıbandın. Her kes dı trajediya xwe da asêmayi, drama xwe dıji, têkıliya yekane ku dı navbera wan da heye û wan bı hev ra wek kom dıgre, xeyni sıûda wan a trajedik ya hevbeş ne tu tıştek dın e. Bı vi awayi, wek nımune dı berhema bı navê “malbat” da, mırov şıdyayi bı destên hev gırtıne, lê tevgera wan dêlva ku ya berhev da cıvandınê be, zêdetır tevgera jı hev dûrketınê ye, her wusa dı berhema bı navê “dê û zarok” da, dê merıv dıbê qê bı tariyê hatiye pêçandın lê zarok, bı bıryar berê xwe dıde ronahiyê.

Me dıxwest, jı ber sedama semboliki, pêşkêşkırına berhemên grafiki yê Serhad me bı du berheman bıgırta, yên ku wek tema nakevın nav tu rêzekomên ku berê me behsawan kıriye; “Bırca Bêdengiyê” û “gora Zerdeşt”. Berhemên yekta, jı ber sedema dokumenta diroki, lı ser qata heri jorê ya piramida sembolizma ku hunermend bıkartine da, ciyê xwe dıgrın. Her çıqas bı rêya van berheman ji grafikçêker têkıliyên xwe yên bı sembolan ra berdewamdıke, lê xwıya dıke ku makesedemên çêkırına van berheman cıhê ne, zêdetır jı nava ruhê tên (instinctive) û merıv dıbê qê bı bê hızri û bê hemdi (subconscious) ne, dêlva ku bı zaneti û bı xêra serpêhatiyan bın. Dı van berheman da hunermend, xwe jı soza aligıriya mucadelêyê dûrdıxe û xwe jı bo aliyê metafızik yên tıştan serbest dıhêle û bı vi awayi dıkare xwe bıgihine sukuneta hetahetayiyê. Hunermend bı xêra van her du abideyên yekta fırsetê bıdestdıxe da ku jı me ra behsa pırsa daimi ya jiyan û mırınê bıke, sembolên ku dı kurahiya dirokê da wendadıbın derdıxe û tine, dema ku Zerdeşti; yek jı olên heri ronak yê dınya kevnar mırovan jı bo karên qenc û pakiyê teşwiqdıkır, jı xwe tenê bı vi awayê dıkarıbû dı şerê dualiyi da, Ahura Mazda, xwedayê qenciyê û xwediyê ronahiyê zora Ehremanê xwedayê xırabiyê û xwediyê taritiyê bıbe.

“Bırca Bêdengiyê”,- berhema ku behsa adetên kevnar yên Mazdaismê dıke, ku ew mecbûrdıhışt da ku mıri jı dınya zındiyan werın derxıstın û danina wan lı ser bırcên bêdeng û xali yê lı serê gıran da ku bırızın- dıbe mezıntırbûna ıstıraba hebûnetiya hunermend. Bı temaşeya vê hacima tari û lal, ya ku dı nava komposizyonê da bılınd dıbe, tırs û saw dıkevın nav dıl û hınavê me û bı dramatiktiya ekspressionisti her hisên xweşi û şabûnê hıldıweşine. Her tışt şahıdiya vê yekê dıkın ku, ew mirê ku lı vê bırcê da ser text e, mırın bı xwe ye, ne mırıneki nenas û jı me dûr, le mırıneki ku her yek jı me hemuyan ra têkılidar e û hebûna me tehditdıke.

Lı hımberê Bırca Bêdengiyê, “Gora Zerdeşt” dısekıne, berhema ku baweriya hunermend bı hêza ronahiyê ra beyandıke. Unsurên komposizyonê, xwıyakırına heremên ronak û yên tari wusa tên destnişankırın ku, ditına temaşevan dı despêkê da dıherıke û dıçe beşa xwarê yê komposizyonê, ku lı wır gor hatiye çêkırın, paşê bı alikariya du şıklên sêkoşeyi ku hatıne danin, berê xwe dıguherine ber bı beşa jor ya berhemê va, ku lı wır taveki (rojeki) geş dıbırıqe. Em fêhmdıkın ku, ew tava ku gora Zerdeşt ronahidıke ne tenê sıtêrkeki ye, lê lı anagorê Avesta’yê ew her ew xwedayê Zerdeştiyê ye ku tariyê ronidıke û dı nav ronahiyê da her tışti dıbine. Ew hêza heri bılınd ya dınyayê, hebûna ku nayêşıkandın, dılê dınyayê û navenda zaninê ye. Dı bınê ronahiya vê tavê da, abide, jı nişaneki-jı gor dıbe nişan- dıbe sembol. Sembola serketına hetahetayi ya ronahiyê.

Ku dı derheqa jiyana Serhad da me tu tıştek nızanibûya ji, bı hêza rastiyê, ifadeyê (derbırinê) û sembolizma xwe, “Bırca Bêdengiyê” û Gora Zerdeşt”, dıkarıbûn ra û esle hunermend jı me ra eşkerebıkırana, jı xwe dı rewşa van berheman da, ew a ku dıke hewar dirok bı xwe ye.

Sıbata 2008 a.

Eleni Kartsaka
Dirokvana hunerê.

(1): «nostimon imar »: Roja xweş, roja piroz. Omiros roja ku Odisseas’ê bê ci û war vedıgere welatê xwe İthaki bı «nostimon imar» bınavdıke.
(2): haiku: Yek jı awayê helbestan yên japoni ye. Bı sê rêzan û panzdeh peyvan, raman bı awayeki sade û zelal tên eşkerekırın.

Wergera jı zımanê yunani: Serhad Bapir.

Vejin, 2005, grafika lı ser linolium bı şirejê, 32x32 cm.


Bajar 3, 2005, grafika lı ser linolium bı şirêjê, 32x32 cm.


Serhad Bapir û Nigarkêşi

Pışti ku, bı rêya e-mail û peywendiyên nıvêski mın û hunermendê Kurd Serhadi hev dû naskıri, em bı hevbeşiyek hunberi nêziki berhemên yek bûn. Ew lı tabloyên mın dınêre û ez ji hêdi hêdi xwe berdıdem kûratiya xiçkêşan (*1) û rengên ku dı şêweyê grafik da lı ser rûyê tabloyi belav kırin. Bı xwe estetika bêtırsi û lıhevhatına belensa xiçên (*2) grafikê û dabeşkırna rengên bedew bala mırovi dıkşine, lewma ez bı hestên xwe yên huneri nêzik kar û berhemên Serhad dıbım, jı bo resamek bı çavên bedewi û bê rehmiya rexneyê lı berhemeki huneri bınêre dıvê hınd pêzaninên vi aliyê huneri lı ba hebın. Ger na, ew ê nıkarıbe bıgihije rastiya afrandnê û mafê her berhemek bê dain. Huner bıxwe pêkhatek pırali ye jı dabeşkırına xiç û rengan ta ku netırsi û ragırtına belansa buşahiya (*3) lı ser rûberê tabloy hemû gereke bên pivankırın.


Tadeyi 2, 1992, grafika rengin ya li ser MDF, 26x33,5 cm.



Qulıng 4, 2005, monotipia (ferçap), 40x50 cm.



Jı aliyê form û naverokê dıvê em wê rastıyê bızanın ku babetê tabloyi lı ser hısabê formê pêk neyê û herwesa form ji lı gori pivanên huneri û felsefeya cwanıyê xwe bıde naskırın, da jı bo binerê tabloy bıbe kareki balkêş û hêdi hêdi mırov ber bı xwe ve rakêşine û kesê rexnegır ji dıvê bıkeve kuratıya wan tiştên dı hundurê hunermendi da bı alikariya metiryalên huneri nişani me dıde. Lı gori ditınên felsefi gelek aliyên huneri yên veşarti hene dıvê kesê rexnegır û jı huneri fêm bıke xwe dahêle van aliyên veşarti û rastiya huneri bêxe berçavan, ez bıxwe jı vi alive lı tabloyên Serhad dınêrım. Estetika kareki huneri rêjeyi ye(nısbi) lewma ez ê hınd caran dı vê çarçûvê da lı van tabloyan bınêrım. Kekê Serhad şıyaye dı berhemên xwe da hem aliyê jıyana Kurdistanê û gelê Kurd bı awayê serhati û rûdanên rojane, bı berdewamiya dirokê ve gırê bıde, herwesa rewşa ku iro gelê Kurd dı herçwar perçeyên Kurdıstanê tê da dıji, bı zımanê huneri nişani hemû cihanê bıde, serhatiyên weke ( Helebçe, komkoji, koçberi, şewat û koştına kesatiyên Kurd yên mina apê Mosa, Cegerxwin, Yelmaz Gunai û…td). Çawan Pikasso û Goya serhıldan û topbarankorına İspanya û Gurnika weke tablo nişani cihanê dıden, wesan Serhad ji dıxwaze van rudanên Kurdistanê bıke tablo û nişani cihanê bıde. Jı ber ku Grafik pêtır xwe dı formên aşkera da dıbine ew ji stilek taybet lı ba hunermend diyar dıke. Rengên sereke weke sor, şin û zer bûne hêvênên tabloyên rengin, ew ji her jı germahıya Kurdıstanê û xwezayê tê hem ji jı germatıya dilê Serhadê hunermend, jı ber ku ew bıxwe lı Akademiya welateki bıngehê şarıstani û pıra dı navbera rojhelat û rojava da dıxwine, carna babetên serhatıyên diroki nişani me dıde û carna ji dıxwaze balnde (*4) bı azadi bıfrın û lı derdura derya û çıya û daran bıfrın. Stêrkên asman û germatıya rojê xwe lı ser ruyê tabloyan belav dıke.

Zozan û Xezal, 1996, grafika rengin lı ser dar, 18x11 cm.


Celadet A. Bedırxan, 2002, grafika bı asit ya lı ser metal û linolium, 15x11 cm.




Cegerxwin 2, grafika bı asit ya lı ser metal û linolium, 32x22 cm.


Jı bo ku hêdi hêdi ew xwe nêzik cihana hunerêrojava bıke dıvbê Abstrakt dı tabloyên wi da xwe bıbine, ev ji gırıngi pêdana formê jı derveye, dûr jı motivên aşkera, dûr jı vegera serhatıyan û dûr jı naverokek aşkera ku bıbe posterek syasi. Ev ji pırsgırêka pıraniya hunermendê Kurd e, ew dıxwaze bıbe navberê rudan û serhatıyên diroki û kesên lı tabloyan mêze dıke.

Jı alıyê portrêtan ve ji sêberê (*5) reş û spi ronahi û sêber derxıstıye hınd caran nıvês yan tipên pêwist bıkaranine, bı nêrina mın ger xet bı karaniban baştır aliyê huneri pêşçav dıbû jı ber ku dıvê temaşevan yan rexnegır hınd hızr dı tabloy da bıket da bıkarit bıkevite diyaloga dı navbera xwe û tabloy da, ger her tışt hunermendi jê ra aşkera kır wê demê hêza huneri wenda dıbe, serkeftına hunermendê me Serhad dı wê da ye ku, bı nermati û nazıki xet kêşane û boşahıya li ser tabloy bı xet û reng û figor pır kırıye, ev ji yeke jı sexletên karê grafiki ku ew bıxwe stila Serhedê hunermend e. Ez bawerım ku bı berdewamiya van karan, hunermendê me Serhad wê bibe naveki geş dı meydana hunerê şêwekarıya kurdi da, bıtaybet dı aliyê grafiki da, ku iro jı her demê pêtır gelê Kurd çaverê dest û tılên hunermendên rengin e û bı afrandınên van berheman em dıkarin cihanek bedew dûr jı kuştin, koçberi û tırsê pêşkeşi gelê xwe bıkin.

Fehmi Balayi
Resam û lêkolinerê hunerê
(*1) Xiçkêşan: Xetkışandın, (xetên ku bı qelemê reş tên kışandın).
(*2) Xiçên: Xetên.
(*3) Buşahiya: Valati (valatiya lı ser ruyê tabloyê).
(*4) Balnde: Teyr.
(*5) Sêberê: Si, sıh (aliyek rohne û yek tari ye).

Têbıni: Kekê Fehmi Balayi vê nıvisa xwe ya jorê bı forma herfên (i) û (î) yê nıvisibû, her wusa dêlva herfa (ç), van her du herfan (ch) û dêlva (ş) ji herfên (sh) bıkaranibû. Mın bı destûra wi, dı van herfan da, guhartınan dı nıvisa wi da çêkır.
Xeyni vana, dı kurmanciya Behdinanê da hın gotın hene ku lı ba me ninın. Mın maneya van gotınan jı wi pırsi û disa bı destûra wi, mın maneyên van gotınan lı bınê vê nıvisê dani.
Jı aliyê di va, dı nav 20 salên afırandına mın a huneri da, heta nıho gelek rexnevanên hunerê û nıviskarên Yunan lı ser hunera mın nıvisine. Ez kêfxweş ım ku vayê, jı bo cara pêşi Kurdeki ji (her wusa resam û lêkolinerê hunerê) bala xwe da hunera mın û lı ser hunera mın ramanên xwe nıvisi. Jı bo vi tışti mala kekê Fehmi Balayi ava.
Serhad Bapir

Bırca Bedengiyê, 2001, grafika lı ser metal bı asit, 22χ31 cm.


17/09/2008

Hevpeyvina kovara Tiroj'ê bı Serhad Bapir ra.

Vê hevpeyvinê, lı ser navê kovara Tiroj'ê, Mazlûm Doğan bı rêya internetê, dı 14/10/2004 a da bı mın ra çêkır. Kovara Tirojê lı Stenbolê bı awayê du mehi dertê. Hevpeyvin dı hejmara 11 an a kovarê da, dı dawiya 2004 an da hat weşandın. Dema ku pırs jı mın ra hatın şandın, jı mın hat xwestın da ku ez cewaba xwe bı 8 hezar karekteran bı sinor bıkım. Lê belê dema ku mın bersıva xwe nıvisand mın dit ku ez jı 8 hezar karekteran geleki derbasbûme. Mın bersıva xwe bı awayeki, hıneki kurttır kır û jı kovarê ra şand. Kovara Tirojê ji, lı gor hewcedariya tekniki, beşeke dın ji, jı vê hevpeyvinê derxıst û weşand. Lı vır ez bersıva xwe ya berfıreh a ku mın çewa dı destpêkê da nıvisandıbû dıweşinım. Jı aliyê di va jı bo çêkırına vê hevpeyvinê û hevkariyê, ez sıpasiya Kekê Mazlûm Doğan û xwedi û berbırsiyarê kovara Tirojê, kekê Bülent Ulus dıkım, mala wan ava.
Serhad Bapir.

Tiroj: Serpêhatiya te û wênesaziyê çawa dest pê kır? Lı vê herêma ku wêne weki karekî şeytani tê hesıbandiın, te çawa xwe lı vi kari qeliband? Gelo te bı dızi dest pê vi “karê xweliser” kır?

S.Bapir: Jı pıçûkatiya xwe va meyleki mın lı ser resım çêkırınê hebû. Dema ku ez 6 - 7 sali bûm kekê mınê mezın, dı dıbıstana xwe ya navin da carna resımên xweşık çêdıkır, mın ji bala xwe dıda wi. Dema dı sala 1970 yan da mın ji dest bı dıbıstanê kır, êdi mın ji anagora xwe jı xwe ra resıma çêdıkır. Jı vê demê heta sala 1981 an ku mın liseyê qedand, mın bı gor imkanên xwe, lê belê bê rêk û pêk jı xwe ra bı boyaxên erzan ku dıkete destê mın, resıman çêdıkır. Dı sala 80- 82 yan da dema ku ez lı welat dı inşaata da wek boyaxci dıxebıtim, carna mın lı ser kaxıdê çimentoyê, bı boyaxên inşaatê resıman çêdıkır.
Dı salên 1976-77 an da lı Tetwanê çend resamên Kurd hebûn. Hın jı wan mamostetiyê dıkırın. Wana bı navê “As Reklam” jı xwe ra atoliyeki vekırıbûn. Wana lı kêleka resım çêkırınê da, tabelayên dıkanên welatparêzan ji çêdıkırın. Dı tırki da du maneyên “As” ê hebûn, yek “anti sömürgeci” ango “lı dıji kolonyalizmê,” ya di ji, jı xwe, dı maneya “heri baş û xweser” da bû. Wan resamên Kurd tabloyên Yılmaz Guney, gund û gundiyên Kurdan çêdıkırın. Cara pêşin dı camekana atolya “As”ê da wêneyên resaman dit û tablo tesireki xwırt lı mın kırın. Heta wê demê, mın tenê çend resımên wênekarên Awrupi, ku dı salnameyên banqên Tırkan da dıhate weşandın ditıbû.
Jı aliyê di va, bavê mın resım çêkırınê wek kareki beredayi dıhesıband, her çıqas ez şagırteki serkefti û jêhati bûm ji, wi dıxwest ku dıvê ku ez zêdetır bala xwe bıdın dersên xwe. Ne tenê lı ba mın, her wusa lı ba pıraniya 11 xwışk û bırayên mın da ji, qabiliyeta resım çêkırınê heye. Yeki jı wan jı ber sedemên siyasi, akademiya hunerên sıpehi terk kırıye, xwışkek mın ji vê akademiyê qedandiye. Bı awaki rêk û pêk û sistematik, jı sala 1987 an pê va têkıliyên mın bı resım çêkırınê ra çêbû. Dema dı navbera 1987 û 1992 yan da mın akademiya hunerên sıpehi xwend, lı wır, lı kêleka resım, ez jı bo cara pêşin hini hunera grafikê ji bûm.
Lı Kurdıstanê kevneşopiyeki resım çêkırınê tune ye ku hın kes rabın û jê ra bêjın ku ev “kareki şeytani” ye, an ji navê “xweliser”iyê lı wan bıkın. Lı bakûrê welatê me da, 50- 60 sal beriya nıha dıbe ku tu kes resım çênedıkır. Ne ên akademiki û ne ji yên naif hebûne. Çewa ku tê zanin, ola İslamê çêkırına resıman qedexe kırıye, lê ev qedexe dı nav Şiiyan da hınde tune ye. İroj lı İranê, lı bajaran da, jı resımên diktator Xumeyni û hevkarên wi, lı ser diwaran tu ciyên vala nehıştıne. Lı welat hın kes resım çênedıkırın ku , hın kesên dın navê “xweliser”iyê lı wan bıkın. Feqirbûn, şerpezebûna resaman, wek kategori dı cıvata me da tunebûne. Lê ên dengbêjan hebûne. Lı cıvata Awrupayê da, dıbe ku lı kêleka resamên serkefti û bı nav û deng, carna merıv leqayê resamên belangaz ji were.
Tiroj: Me got, ev kar weki kareki rûreş tê hesıbandın. Gelo lı ba şaristaniya Kurdan berhem û keleporeke ku bıkarıbe bıbe bıngehdarê wênesaziyê jı bınî ve tuneye?
S.Bapir: Mın berê ji got, lı Kurdıstanê tu kevneşopiyeki resım çêkırınê tune ye, nızanım tu çıma dıbêji ku resım çêkırın wek “kareki rûreş” tê hesıbandınê. Ez bawer nakım ku dı cıvata me da, ditınên sereke ên lı ser resım bı vi awayi bın. 30 sal beriya nıha , dema ku ez zarukeki deh-yanzdeh sali bûm, mın wênekaran wek leheng û qehremanan û hunera wan ji, wek qabiliyeteki sıhri dıhesıband û xweziya xwe bı wan tani.
Dı medeniyeta geleri a Kurdan da, hın berhem hene ku ew hunera geleri ne. Ev xali û xaliçê, motivên kulav û çitên konên koçeran, motivên ser têêr, heqip, goreyên ris û hın tıştên dın nın. Dıvê merıv behsa hın neqş û Şahmaranê ku jınên Kurdan ku lı ser perdeyan çêdıkın ji bıke. Lê mıxabın ev tışt têrê nakın ku merıv wan wek bıngeha hunera nigarkêşiya Kurdan bıhesibine. Hunermendên Kurd dıkarın jı wan berhemên hunera geleri sıûd bıstinın, lê belê bı jı nû va avakırın û dubare kırına van motifan hunera nûjen çênabe.
Dı nav gelên rojhılatê da hunera minyatoran hebûye, lê ez bı xwe nızanım, ka gelo lı Kurdıstanê ji minyator çêker hebûne an na? Ku hebûne berhemên wan nıha lı kê derê ne? Lı Kurdıstanê dagırkeran medeniyeta Kurdan talan û xera kırıne, hunera heykeltraşi heta dereceki jı xezaba mısılmanan fılıti ye û nıha dı gelek muzexaneyên dewletên dagırker û yên dewletên mezın ên cihanê da, nımuneyên vê hunerê peyda dıbın.
Dı warê resım çêkırın an ji nigarkêşiyê da, lı ber hunermendên Kurd miraseki tune ye, ku nıvşên nû bıdın dû û jê sıûd bıstinın, ew mecbûrın ku xwe bı xwe, rêya lı pêş xwe vekın û bımeşın. Dı warê muzik û edebiyata kurdi da rewş ne wusa ye, jı bo muzikvan û edebiyatvanên Kurdan dewlemendiya muzika geleri û derya bê bıni a zargotına kurdi heye.
Dı vi wari da resamên Kurd hem sêwi ne û hem ji, xwedi pariki avantajın ji, lewra tu xelekeki, an ji zıncireki, dı pıyê wan da tuneye ku wan bı ber hunera kevn va bıkşine. Ew dıkarın yekser jı hunera hemdem a cihanê sıûd bıstinın û bı nasnameya “hunermendê Kurd” tevbıgerın.

Tiroj: Wer xuyaye lı gori welatên islami yên dın, Kurd dı warê wênesaziyê da hınekî dın bêhnfirehtır ın, gelo ev dıkare bıhêle da ku Kurd lı Rojhılata Navin, bıbın serkêşê hunerên cıwan?
S.Bapir: Çend awayên geşbûna hunera nigarkêşiyê hene: Çewa ku dı ola Xristiyanan da heye, ol dıkare jı xwe ra kevneşopiyeke çêbıke, her wusa disa dıkarın çinên dewlemen ên cıvatê hunermendan teşwiq bıkın û re lı pêş hunera ne oli vekın. Dı rewşeki wusa da hunermendên hostê û yên naif dıgıhijın. Û dı dawiyê da ji akademiyên hunerên sıpehi dıkarın roleki mezın bıleyzın. Lı ba me Kurdan bı awaki qels be ji tenê akademi hene. Ango bı sedan hunermendên Kurd dı akademiyên dewletên rojavayê û yên dewletên dagırker da gıhiştıne. Pır kêm be ji ev tışteki baş e, lê belê dema merıv bı gelên ciranên Kurdıstanê ra qiyas bıke, hıngê merıv dıbine ku Kurd dı vi wari da ji, gelek lı paş ın û nıkarın dı vi wari da, lı herema me da pêşengiyê bıkın. Bındest bûna mıletê Kurd, kêmbûna hızra netewi, rê nade, da ku hunera kurdi geş bıbe. Jı aliyê di va dıvê ku em jı bir nekın ku, lı başûrê Kurdıstanê ev gelek salın ku akademi û peymangehên hunerên sıpehi hene. Lı wır bıngeheki hunera nigarkêşi û heykeltraşi êdi heye. Bı demokrasiyê û bı bazara liberal, dıbe ku huner lı wır lı xwe xe û geş bıbe.
Tiroj: Wateya huner bo te çı ye? Gelo te bersıva vê pırsê daye ango jıxwe bersıva vê pırsê ne pêwist e?
S.Bapir: Bê guman dıvê ku merıv hewl bıde da ku bersıva vê pırsê bıde. Huner ne tenê şırovekırına jiyana maddi ye, ew her weha şırovekırına his, raman û ruhê merıv e ji. Ew jı yek jı wan tıştan e ku mane û team dıde naveroka jiyanê, alikariya me dıke da ku em baştır jı xwe û jı jiyanê fêhm bıkın. Huner tışteki wusa ye ku bawermendên oli, wan xusisiyetên wê dıdın xwedayan.
Tiroj: Kula te çi ye? Xewn û xeyala te ya mezın çi ye?
S.Bapir: Xewn û xeyalên mın ji, wek ên wan Kurdên welatparêz, lı ser serbestiya sıberoja gelê me yê bındest û şıkesti ye. Sıberoja zımanê kurdi mın pır bala mın dıkşine û mın dıêşine. Wek hunermend ez ji, dı nav şıverêyên hunera cihanê da dımeşım. Wek resam û grafikçêkerek Kurd ez dıxwazım bı hunera xwe mıl bıdım daxwazên rewa ên gelê me.
Daxwaza mın ew e ku lı Kurdıstanê hunerên sıpehi pêşkeve, bı sedan bı hezaran hunermendên serkefti û jêhati bıgıhijın, em ji wek mılet bıbın xwedi muzaxane û galleriyên huneren nûjen, em ji bı rêya hunerên xwe, gelê xwe bı gelên cihanê ra bıdın naskırın û serê me bı hunermendên me bılınd bıbe.
Tiroj:
Ekol û tevgera ku tu xwe lê dıgıri kijan e ango gelek ın?
S.Bapir: Dı dawiya sedsaliya bisti û dı despêka a bistûyekan da, gelo merıv çewa dıkare tenê ekoleki bışopine? Hemu tevger û ekolên sedsaliya 19 û 20 i lı ber çavên her hunermendê serwext ın. Ez mane nabinım ku merıv bıde lı ser şopa ekolekê û wê şopê dubare bıke. Ez hunermendeki realist ninım, lê belê realizma xerab a Kurdıstanê, hunermendan ber bı realizmê û sembolizmê va dıkşine.Ez bı xwe, jı hemû ekolên huneri sıûd dıstinım û ya xwe dıafırinım. Be guman rexnegırên hunerê dıkarın, têkıliyên berhemên merıv ên demekê, bı ekolên hunerê ra nişan bıkın.
Tiroj: Tema û mıjarên te?
S.Bapir: Ez jı aliki va lı ser figurên mırovan dıxebıtım, mırovên Kurd ên bı cıl û bergên kurdi bala mın dıkşinın. Her wusa erdnigariya Kurdıstanê, mimariya gundên Kurdan ji bala mın dıkşinın. Jı aliyên dın va berhemên mın yên abstrek û sembolik ji hene.
Tiroj:
Wer xuya ye sermıjara berhemên te jın ın? Çıma?
S.Bapir: Dı grafikên mın ên demeki da, jın xwedi ciyeki mezın dıgırtın. Gelek sedemên vi tışti hebûn. Bı salan mın qedıreki mezın dıda jınên Kurd. Jına Kurd lokomotıfa zıman û çanda kurdi bû. Mıxabın ev, ne jı zanebûna jına, lê belê jı rewşa ku jın dı têda bûn dıhat. Jıber ku ew bı tırki nızanıbûn, jı mecbûriyê zarûkên xwe hini zımanê ku dızanıbûn (kurdi) dıkırın. Dı edebiyata kurdi a nûjen da gelek caran dê (jın) bı welat hatiye nasandın û navkırın an ji welat bı dê. Jı aliyê di va motiva jına Kurd, jı boy mın gelek eşkeretır motiva mırovê Kurd dıda nişandan. Dıbe ku jı tesira van tıştan be ku mın lı kêleka figurên mêran, rêzeki mezın grafik û wêneyên xwe lı ser jınên Kurd çêkıriye.
Jınên Kurd mıxabın ew rola lokomotifê ku lı jorê mın behs kır, nıha êdi terk dıkın. Beşek mezın jınên Kurd, wek mêrên Kurd, zarûkên xwe bı zımanê dagırkeran mezın dıkın. Ew ji weki mêrên Kurda ketıne govenda wendakırına zıman û çanda kurdi. Naveroka “ zımanê zıkmaki”, bı xêra jın û mêrên me yên bê xiret, bere bere, pûç û betal dıbe.
Tiroj:
Bı bir û baweriya te, danûstandına huner û siyasetê dıvê çawa be? Û di vî warî de tu serpêhatiya Kurdan çawa dınırxıni?
S.Bapir: Lı ba me Kurda, dema behsa têkıliyên huner û siyasetê tê kırın, pıri caran mebest têkıliyên huner û siyaseta bı ideolojiya çepgır e. Xeleti û nezantiya me Kurdan ji, jı xwe dı vır da ye. Siyaseta kurdi a çepgır, bı qalıbên ideolojiya beton a Marksizmê, ku ev 150 salın ku hatıne danin, dıxweste danûsıtandına hûner û siyasetê şırovê bıke. Ango hunerê bıke koleyê siyasetê. Wan qet ne dit û jı xwe ne pırsi; gelo çıma dı welatên sosyalist da huner pêş neket? Gelo çıma hunerên “sıpehi” û mimariya ên dema Stalin, dışıbe huner û mimariya İtalya û Almanya ya dema Mussolini û Hitler?
Bê guman mesele dızıvıre û tê lı ser serbestiya bir û baweriyê. Dema ku wun mırovan têxın nav qalıban û bir û baweriya, jı a yek partiyeki cuda lı wan qedexe bıkın, êdi wun ruhê hunerê ji dıkujın. Lı ciyên ku pırrengiya bir û baweriyan lê tuneye, ne siyaset, ne edebiyat û ne ji huner pêşve dıçe. Lı bakûrê Kurdıstanê cıvata siyasiya Kurdan, kopyaki xırab a sosyalizma diktator Stalin bû. Jı hunermendan ji, mıridbûna vê siyasetê dıhate xwestın: Hın teslim bûn, hınên dın nebûn û lı ser piyên xwe man.
Lı bakûrê Kurdıstanê her tıştê ku bı Kurdbûnê va gırêdayi ye, mıxabın bı siyasetê va ji hatiye gırêdan. Tu Kurdeki ku ne xwedi zanebûna Kurdayeti ye, ranabe jı naseki xwe ra, bı kurdi nameyek an ji e-mail’ek nanıvise. Dema ku rewş wusa be û her tıştê Kurdbûnê dı bın zulmê da be, yek rabe û beje ku ez resam an ji helbestvaneki Kurdım, hıngê, bıvê nevê siyasetê ji dıke. Bı ditına mın, dıvê huner jı qeyd û bendên ideoloji, ol û siyasi bıfılıte, dıvê ku serbest be da ku lı xwexe û geş bıbe.
Tiroj:
Her weki dıyar e grafiksazi lı ba Kurdan zêde xurt nebûye, jı te pê ve dı vi wari de kesıne dın hene?
S.Bapir: Belê rast e, çêkırına grafikan lı ba me Kurdan jı resım ji nûtır e. Dı çapemeniya kurdi da, ez leqayê grafikên çend hunermendên dın ji hatıme.
Tiroj: Têkılıya te lıgel hunermendên kurd yên dın heye? Dı vi wari da tu rewşa Kurdan çawa dıbini? Dıvê çı bê kırın?
S.Bapir: Jı ber ku Yunanistan dıkebe quncıkeki Awrupayê, mıxabın tu danûsıtendınên mın ên rasterast bı hunermendên Kurdan ra tune ye. Ez tenê çend kesan jı berhemên wan nas dıkım. Lı Awrupayê hunermendên Kurd ên jehati û çalak hene. Jı ber ku yekiti, akademi û pıraniya enstituyên Kurdan ne lı ser himên netewi, lê belê wek şubeyeki partiyan tên avakırın, pıraniya hunermendên Kurdan ji, xwe nêzikê wan sazgehan nakın. Ku dı navbera hunermendên Kurdan da lı ser himê serbestiya bir û baweriyê platformeki bıhata avakırın ê baş bıbûya. Ê hıngê hunera kurdi baştır bıbûya aligırê diplomasi û lobiya kurdi.
Tiroj:
Sırgûn çı tesirê lı hunera te dıke? Ma tenê dezavantajên sırgûnê hene?
S.Bapir: Çewa ku tê zanin sırgûn hesreta merıv zêdetır dıke. Hesreta ci û warê ku merıv lê hatiye dınê, ya nas û dostan. Dema ku merıv bê daxwaza xwe, dûrê welatê xwe yê bındest be, hıngê merıv her melûl û sıtûxwar e. Ku merıv bıkarıbê bı kêrbine, aliyên baş ên sırgûnê ji hene: Merıv dıkare mıletên dın ji nas bıke, asoya bir û ramanên xwe fırehtır bıke, merıv dıkare dıbıstan û zaningehan da bıxweyne, lı ser babeteki da bıbe pıspor. Bı vi awayi merıv dıkare hem kêri xwe û hem ji baştır kêri mıletê xwe were.
Tiroj: Hunermend, konsantreya bir û wıjdanê gel e, gelo gel çı qas lı hunermendên xwe dıbe xwedi?
S.Bapir: Tu dıbêji ku “hunermend konsantreya bir û wıjdana gel e”, ez weki te nafıkırım. Ez bı xwe, baş nızanım ka “bir û wıjdana” gelê me çewa ye. Ka bala xwe bıdınê; Lı bakûrê Kurdıstanê û Tırkiyê, dı navbera 20-25 milyon Kurd dıjin. Beşek jı wan Kurdan asimile bûne, xwe dı nav Tırkan da nependi dıkın û Kurdbûna xwe inkar dıkın. Dı beşek mezın Kurdên dın da hızra netewi a Kurditiyê tune ye, ew ketıne dûvê şêx, axa û partiyên nıjadperestên Tırkan. Tu dıbini partiya heri mezın a Kurdan, jı 10-12 milyon dengên Kurdan, dı hılbıjartınan da tenê derdorê 2 milyon dengan dıgre. Û ew bı xwe ji dıxwaze bıbe partiyeki Tırkiyeyi.
Jı aliyê di va merıv dıbine ku zımanê kurdi ketiye taya mırınê û Kurd (yên “welatparêz” û yên ne welatparêz) du qurışan bı zımanê xwe nadın, bı zımanê dagırkeran axaftınê acız nabın û jı bo sıberoja zıman û mıletê xwe tu xeman naxwın. Ma ez wek hunermend, çıma bıbım “bir û wıjdana” Kurdên wusa? Ku ez bıbûma “bir û wıjdana gel”, dıviyabû ku mın vê hevpeyvinê bı zımanê tırki bıkıra, dıviya ku mın zarûkên xwe bı tırki mezın bıkıra. Ez bı hunera xwe dıkarım tenê bıbım berdevkê bir, wıjdan û berpısiyariya xwe. Lê belê ez duxwazım bıbım pıştgır, aligır û heyranê wan Kurdên ku qedır dıdın zımanê xwe, yên ku jı welatê xwe hızdıkın, yên ku destkeftiyeki Kurdan a lı kijan perçeya Kurdıstanê dıbe bıla bıbe, wek serkeftın û destkeftiyê hemû mıletê Kurd dıhesıbinın, yên ku yekiti, bırati û menfeatên Kurdan lı ser hemû ideoloji, ol û siyasetê dıgrın.
De ica gel çıqas lı hunermendên xwe xwedi derdıkebe; Baştıre ku merıv vê pırsê, jı gel bı xwe bıke. Ez dıkarım dı derbarê wan Kurdên ku xwedigravi bı Kurdbûna xwe hısiyane, hın tıştan bêjım: Haya pıraniya wan jı hunera wênekariyê tune ye. Herçi lı ba dewlemendên Kurd, kultureki bı vi awayi hê çênebûye ku bıbın pıştgırên hunera kurdi. Em bêjın ku tenê lı Awrupayê bı hezaran Kurdên ku halê wan xweşe hene, heta nıha mın qet nebıhistiye ku yek jı wana bûye sponsorê pêşengeheki hunermendeki Kurd, jê ra katalogeki çêkırıbe an ji lı ba yeki jı wan cıvanbenda ( koleksiyona)berhemen hunermendên Kurd hebe. Dı nıvisgeh û malên pıraniya wan da, afişên resamên Awrupi û resımên bê qalite û yên erzan ên resamên Awrupi hene! Lı Awrupaya ku yek milyoni zêdetır Kurd lê dıjin da, dema pırtûkeke ku bı zımanê kurdi dertê nıkare hezar lıb were fırotın, dema ku kovar û weşanxanên kurdi jı bê aleqederiyê tê gırtın; ma ê rewşa wênekariya kurdi ê çewa be?
14/10/2004
Mazlûm Doğan

Têbıni: Ev hevpeyvin, paşê bı vi awayê jorê, bı tevi çend berhemên mın, dı adara 2005 a da, dı hejmara 62 ya malpera Mehname'yê da hate weşandın. Bınêre: mehname


18/08/2008

"Şengal 2007", 2007, grafika bı şirêj li ser lineolium, 32x32 cm.


Lı ser Komkujiya Şengalê

Ez qetliama ku lı Şengalê lı hımberê bırayên me, Kurdên Êzıdi pêkhatiye rûreş û rıswa dıkım.
Dıvê pışti bıcıhanina madeya 140 i û destnişankırına sınorên Herema Kurdıstana Federal, heremên ku pırani Kurdên Êzıdi lê dıjin, yani heremên Şêxan û Şengalê tevi Laleşa piroz bıbe parezgeh û Kurdên Êzıdi dı nav Kurdıstana Federal da, bıbın xwedi heremeki otonom. Tenê bı vi awayi wê Kurdên Êzıdi bıgıhijın statuyeki û bı xêra vê statuya siyasi, oli û zaravayi wê lı lı ser axa bav û bapirên xwe dı nav serbestiyê da bıjin û xwe dı bın tehdida qetliam û wendabûnê da nebinın. Dıvê em jı bir nekın ku heta nıha, Kurdên Êzıdi xwe dı bın tehdida teroristên Ereb û eşir û islamistên Kurdan da dıbinın. Ew bı ola xwe ya cıhê û bı zaravayê xwe yê kurmanci, bındestên bındestan nın.
Çewa dı bûyera kuştına 22 karkerên Kurdên Êzıdi lı Musılê da ji xwıya dıkır, Kurdên Êzıdi jı ber ku hem Kurd û xususi ji hem Êzıdi bûn, bûn hedefa teroristên Ereb. Bê guman dı van xırabkariyan da hevkariyeki dı navbera teroristên Ereb, dewletên Suriye, Tırkiye, İran û dewletên mayin yên Ereban da heye.. Herwusa islamistên Kurd yên xwefıroş ji hevkarên van teroristan nın.
Qetliama nıha ya Şengalê, dı heremeki nêzikê “sınorê” Kurdıstana bınxetê dıqewıme. Dıjmınê Kurdan dıxwazın bı rêya qetliam û terorê, heremên Kurdıstanê yên ku bı yên Ereban ra dıbın sınor, jı destê Kurdan derinın. Ev teror beriya demeki kurt jı gundên Kurdan yên çiyayên Hemrinê destpêkırıbû. Me vê senaryoyê dı sala 1979 a da lı Naghadex’a rojhılatê Kurdıstanê da ji dıtıbû.
Dıvê hukımeta Kurdıstanê, dev jı şandına eskerên Kurdan jı bo Bexdayê berde. Nıha agır bı mala me Kurdan keti ye, dıvê em vi agıri vetemırinın. Bı çı awayi dıbe bıla bıbe dıvê Kurdên Êzıdi jı xırabkar û xêrnexwazan werın parastın. Ciyên ku pêşmerge dıvê were şandın dıvê were şandın û ciyên di yên pıçûk da ji dıvê sistema parastına heremi were dayin û jı bo xwe parastınê çek lı xelkê were belavkırınê. Û ya heri muhim ew e ku, şertên ehmniyeti, serbesti û azadiyên Kurdên Êzıdi dıvê wusa pêkwerın ku ew lı ser axa bav û bapirên xwe da bı serbılındi bıjin.
Serhad Bapir 15-8-2007.

Têbıni: Ev nıvis, wek şırove, lı bınê nûçeya komkujiya Şengalê, dı malpera Netkurd’ê http://www.netkurd.com/ da hate weşandın.

Dıvê Şêxan bıbe parêzgeh û Êzıdi bıbın xwediyê heremeki otonom

Dı tarixa xwe da, bırayê me yên Êzıdi leqayê gelek zulm û qetliaman hatıne. Ev zulm û tevdekuştın, lı kêleka dewletên mısılman ên Ereb û Tırk, pıraniyê cara bı destê beşek jı Kurdên mısılman va hatıne kırın. Ola Êzıdiya ya yek xwedayi, jı aliyê mısılmanên Kurd, Ereb û Tırk va pıçûk hatiye ditın û Êzıdi ji, jı aliyê wan va her dem layıqê zulm û bındestiyê bûne. (Bê guman dı hın hereman da Kurdên mısılman, Êzıdı, Ermeni, Cıhû û Suryaniyan parastıne û bı hev ra dı nav aşitiyê da jiya ne.) Beşek mezın jı Kurdên Êzıdi dı netica şer, zulm û zorkeriyê da mecbûr mane û dev jı ola xwe berdane û dı van çend sedsalên dawi da bı awayeki dramatik nufusa Êzıdiyan pıçûk bûye. İroj, gelek kesên jı eşirên Kurdên mısılman behs dıkın ku eşirên wan berê Êzıdi bûne, gelek edet û kevneşapiyên Êzıdıtiyê dı jiyana wan a rojane da xwuya dıkın. Her wusa hın eşir hene ku beşeki jı wan bûne mısılman û beşê dınê ji Êzıdi mane.
Êzıdi bı nıfusa xwe ya pıçûk, dı sedsala 20 a da nıkarıbûn rêbertiya tevgereki milli bıkın, ew ji bı anagorê xwe beşdarê tevgera milli bûn û weki ku beşek mezın jı Kurdên mısılman kıri, ew nebûn alıgırên dıjmın. (Serokên hereketa milli heta sala 1947 a û qısmen ji heta 1975 a dı destê şêx û meleyên welatparêz da bû.) Lı Ermenıstanê û lı Gurcıstanê jı nav wan ronakbirên mezın yê mıletê me derketın, ew bûn himdarên vejina zımanê kurdi lı wan deran û tesira wan gıhışt her çar aliyê Kurdıstanê. Ew Kurdên Êzıdi, ku dı dawiya sedsala 19 ya û dı salên 1915-1920 dan da, jı kuştına bı destê leşkerên Tırk û eşirên Kurdên mısılman fılıtin û jı Serhedê revin û çûn, bı rêya Radya Yêrıvanê, Rıya Teze ya bı kurmanci, bı rêya Erebê Şemo, Heciyê Cındi, Qanatê Kurdo û gelek ronakbir û zanayên xwe, ku hın jı wana dı sêwixanan da bê dê û bav mezın bûbûn, hatın hewara Kurdên mısılman (yên ku pışti çend salên dın jı aliyê Tırkên mısılman va hatın şıkandın û bındestkırın). Dema ku dı sala 1963 ya da, dı Radya Yêrivanê da Aslika Qadır a 16 sali, sıtrana anonim a “welatê me Kurdıstan e” yê dıgot, ku hıngê ronakbiran jı tesira şoreşa Berzani yê nemır, jı nışka va nav xwe da vê sıtrana sıpehi çêkırıbûn, wan daxwaz, xewn û hêviyên xwe dıgıhand bı milyonan Kurdên şıkesti û stuxwarên bakûra Kurdıstanê û yên ku lı başûr serihıldabûn. Wan bı hezaran sıtran, çirok û mirasa me ya tarixi jı mırınê fılıtand û disa bı camêri lı me vegerandın.


Dergehê Laleş, 1998, grafika lı ser metal bı asit, 25x18 cm.

Dı Kurdbûn û Kurdmayinê da bırayên me yên Êzıdi jı Kurdên musılman jêhatitır ın. Ka bala xwe bıdıne 200-300 hezar Kurdên mısılman yên Azerbeycanê, gelo çend kes jı wana Kurdiyetiya parast û bı kurmanciya xwe va Kurd man? Pıraniya wan dı nav Azeriyên mısılman da heliyan û wenda bûn. Eyni tışti dewleta Tırkan aniye serê bı sedhezaran Kurdên bakûr. Gelo çıma Kurdên Êzıdi ku wek hıjmar jı Kurdên Azerbeycanê gelek kêmtır bûn ji, lı Ermenistanê û Gurcıstanê bı hemû xusisiyetên xwe va Kurd man. Gelo çıma beşek mezın Kurdên mısılman ên Ermenıstanê dı nav Azeriyên Ermenıstanêda heliyan û wenda bûn. Her çıqas hewqa zulm ku hate serê wan ji, gelo lı ba Kurdên Feyli Kurdbûn û zımanê kurdi muhim e an şiitiya bı zımanê erebi? Ka lı Kurdên mısılman û yên Êzıdi ku lı Almanyayê dıjin bınêrın, gelo ki jı van her du beşên mıletê me bı awayê gışti bı zımanê kurdi dıpeyve?
Lı perça Kurdıstanê a ku dı bın destê Tırkiyê da ye, hıma bêje nıha qet Êzıdi nemane. Ew dı dema şerê PKK ê û dewleta Tırkan da asê man, dev jı gundên xwe yên wêrankıri berdan û pıraniya wan çûne Almanyayê. Ew weki Kurdên mısılman nebûn çehş- qorici û wan anagorê taqeta xwe pışgıri dan gerilayên PKKê. Lê ne PKK û ne ji hereketên dın, bı rola muhim ya Êzıdiyan nehesiyan. Lewra lı gor peymana Lozanê minoriteyên ne mısılman bûbûn xwedi heqên xwe yên oli. Dı pratikê da Yunan, Cuhû, Ermeni û heta dereceyekê Suryani van heqên xwe bıkartanin. Bı rêya karanina wezifeyên xwe oli, wan dı mabetên xwe da dersên oli bı zımanê xwe dıdan şagırt û bawermendên xwe. Jı xwe mektebên Yunanan (û dıbe ku yên Ermeniyan) ji hebûn.
Ku jı salên 1970 yan pê va -ku hereketên kurdi êdi şaxên xwe vedabûn- hereketa kurdi bı Marksizm-Leninizm, bı aqılê çepê Tırka û bı zımanê tırki gêj nebûya, dıkarıbû bı rêya heqên oli yên Kurdên Êzıdi ji hewl bıda, jı bo derz lı politikaya qedexekırına zımanê kurdi bıxısta. Kurdan dıkarıbû bı alikariya hêzên humaniterên dınê, dı mesela ola Êzıdiyan da zorê bıda dewleta Tırka. Çewa ku tê zanin bırayê me yên Êzıdi ol û ayinên xwe bı zımanê kurmanci dıkın, pıraniya kıtêbên wan ên piroz ji disa bı kurmanci ne. Lı ba Kurdên Êzıdi da, du tıştên ku hevdu temam dıkın hene: Netewe û ol. Yani wek mılet ew beşek jı mıletê Kurd ın û wezifeyên xwe yên oli ji bı kurmanci dıkın. Hemû dua, ayin û qewlên wan bı kurdi ne. Belê ew bı kurdi bı Xweda ra dıpeyvın û mabeta wan a piroz ji lı Kurdıstanê ye. Wek hipotez, em bêjın, ku hemû Kurd xwedi ola Êzıdiya bûna û heta Kurd 200 salên di ji bındest bımana, wê wan Kurdbûna xwe bıparasta û wê dı nav Tırk, Ereb, Farıs û Azeriyan da neheliyana.
Lı ba Kurdên mısılman dua, hedis û kıtêba piroz hemû bı zımanê erebi ne û ew weki Tırk, Ereb û Farısan berê xwe dıdın Mekkeyê. Ku dewletên ku Kurdan bındest kırıne û zulım lı Kurdan dıkın ne mısılman bûna, bê guman çewa dı meseleyên Çeçen, Keşmir û Fılıstiniya da ji xwuya dıke, wê ola İslamê dinamizeki bıda hereketa milli ya kurdi. İroj jı Mexreb bıgre heta Endonezyayê, dılxwazi û pıştgıriyeki jı bo Fılıstini, Çeçen û Keşmiriyan heye. Berê, dı dema işgala Sovyetê da, ev tışt jı bo Afganiyan ji wusa bû. Ev pıştgıri hem madi û hem ji manevi ye.Lêbelê berevajiyê vi tışti hatiye serê me: Kurd gelek caran bı navê İslamê jı aliyê dewletên dagırker va hatın xapandın, hereketa milli hate perçekırın û zeyifkırın.
Dema jı aliyê dewletên mısılman va mıletê Kurd hatın bındestkırın û bê heq û huquk hatın hıştın û Kurd hatın kuştın, hemû mıletên mısılman ji çav û guhê xwe lı hewara me gırtın. Gelo jı bo mıletê Kurd ku pıraniya wê mısılman ın, lı kijan dewletê mısılman, jı kijan hereketa İslami dılxwazi û pışgıri hat. Gelo jı bo qurbaniyên bombebarankırına kimyayi ya Helebçe û Enfalê, kijan mıletê mısılman jı bo me Kurdan xwepêşandanegeke pıçûk çêkır. Gelo jı bo heq û serbestiya Kurdan tu qerarên “Rêxıstına Dewletên İslami” hene?
Dewletên dagırker her dem bı rêya ola İslamê (bı şaxên xwe yên sunni, şii û alewitiyê) mıletê me dıhêre û jı Kurdbûnê dûr dıxe. Bı rêya ola me ya hevbeş, heta nıha bı sedhezaran Kurd dev jı Kurdbûna xwe berdan û bûn Tırk, Ereb, Farıs û Azeri.
Her çıqas pıraniya Kurdan mısılmanên sunni bın ji, Kurdbûn ne tenê mısılmanti ye, Kurdên Êzıdi, Alewi, Rêya Heq, Fehli, Cıhu, Xırıstiyan û yên jı baweriyên di û herwusa yên ku baweriyan wan bı tu oli nine ji hemû dıkebın nav malbata mıletê Kurd. Heqê hemûyan heye ku dı nav aşitiyê da bı hev ra bıjin û her kes ji lı ser baweri û ola xwe. Ku ne wusa be hıngê wê Kurd wek mılet her jı hev perçe bıbın û jı hev dûr bıkebın. Çewa ku Kurdên xırıstiyan bûn Ermeni û Suryani, her wusa Kurdên Alewi wê bıbın Tırk, Kurdên Fehli û Şebek ji wê bıbın Ereb û Kurdên Êzıdi ji wê xwe bek mıletek di bıbinın. Hıngê, çewa ku jı nıha va lı Ermenıstanê û Gurcıstanê beşek Êzıdi bûne para devê misyonerên Yahova û Xırıstiyanên dın, wê Êzıdi ji bı nufusa xwe yê pıçûk bı awayê gışti dı bın gef û muhaceretê da jı hev bıkebın.
Pışti sala 1991 ê, beşek jı deverên ku Êzıdi lê dıjin bı tevi Laleşa Piroz ket nav Herema Kurdıstanê û pışti sala 2003 ya deverên dın ji, jı bındestê dıjmın fılıtin û qedera van deverên nûfılıtandi bı madeya 140 i va hate gırêdan. Lê başûra Kurdıstanê ne buhışta hızra netewi û demokrasiyê ye. Pışti 1991 ê defakto heremeki ket bın rêveberiya PDK û YNKê. Ku em bala xwe bıdınê, hıngê dı başûrê Kurdıstanênê da ku 8 hezar pêşmergên PDK û YNK hebûn, 180 hezar ji çehş hebûn. Dı sistema pışti sala 1991 ê a bırakuji û ev deh saliyên hevkariyê da ne pırsên cıvaki helbûn û jı xwe ne ji mumkun bû ku cehşên Seddam bıhata wenda kırın(!). Dı van 15 salan da sistema Kurdan dewlemendên xwe yên hızbi ji çêkırın: Ew kesên ku dı rêveberiya her du partiyên sereke da ne, bûn xwedi gelek imtiyazên abori. Tıcaret, projeyên avakırınên mezın, çapemeni û hemû aliyên ku gıraniya wan dı cıvatê da hene, bı destê van her du partiyan va tê rêvebırın. Halê kesên ku derdorê van her du partiyan da ne gelek xweş bûye, lê halê xelkê, hındık jı berê baştır bûye. Dı nav xelkê da nerazibûneki cıvati heye, pıraniya kesan gazınd jı bertilxwarınê dıkın.
Dı vê sistema PDK û YNK ê da, hereketên islami lı Kurdıstanê rola muhalefetê dıleyzın. Ew dıxwazın jı nerazibûna mılet istifade bıkın û bu rêya rêxıstınên xwe yê legal û illegal hêza xwe mezıntır bıkın. Tunebûna elektrik û benzinê, bêkari û buhabûna tıştan jı bo wan hacetên baş ın da ku dı nav xelkê da propaxanda lı hımber her du partiyên kurdi û hukımeta Herema Kurdıstanê bıkın. Wan dı havina derbasbûyi da lı Sılêymani û lı hın bajarên di, xwepêşandanên kindar lı hımberê idara Kurdi çêkırın. Êrişa lı hımber abideya Helebçeyê yek jı van nımuneya ye. Ew dıji fırotına araq û mey, dıji jınên bê çarşef, dıji qanunen hemdem ên ku heqên jınan tên parastın ın, dıji marşa netewi Ey Reqip û ala kurdi û alfaba kurdi ya bı tipên latini ne. Dılê wan da şerieta İran û Talibana heye. Lı ba wan menfeata ol û Alema İslami lı ser heq û serbestiya Kurdıstanê da ye.
Çewa ku dı qetliama 1ê sıbata 2004ê a ku lı Hewlêrê da çêbû û dı bûyerên gruba “Şêx Zana” û “Ensar el İslam” û kıryarên vê dawiyê yên rêxıstına “Iraqa İslami” da ji xwıya dıke, tehlukeya heri mezın jı bo başûrê Kurdıstanê jı islamistên Kurd tê. Wan heta sala 2003 ya hın heremên Hewraman da bıngehên xwe danibûn û heta çend sal beriya wê wextê ji lı vê heremê hıkumeteki islami avakırıbûn. Hevkariyeki rasterast dı navbera teroristên islamistên Kurd û El Qaide û dewletên xêrnexwazên Kurdan heye. Ew dıkarın jı bo “menfeatê islamê” bı rıheti dı destê dewleta Tırk, Suriye, İran û Ereban da bıbın qatılê heq û serbestiya Kurdan. Ew ê bı hevkariya dıjmınên Kurdan her hewl bıdın da ku arami û rıhetiya Kurdıstanê xıra bıbe û Kurdıstan bıbe weki Iraqa tevlıhev a dojehi. Êdi em ê zêdetır leqayê navên teroristên navnetewi yên esıl Kurd yên weki “Abdul el Heci el Iraqi” werın.
Jı aliyê xêrnexwazên Kurdan va bı karanina terora İslami, me dı despêka salên 1990 i û pê va lı bakûrê Kurdıstanê da dit: Rêvebırên dewleta Tırkan ya Kemalist, ku baweriya wan ewqas bı ola İslamê ra tuneye, bı destê xwe lı bakurê Kurdıstanê “Hızbullaha” ku jı Kurdan pêk dıhat avakırın û malık lı me Kurdan xırakırın. Vêca Hızbullahê bı navê Xweda û dinê İslamê, ew xırabiya ku militarizma Tırkan nıkarıbû bine serê Kurdên sıwil, ani serê me. Bı hezaran ronakbir û siyasetvanên welatparêz hatın kuştın, ev dıjmınê ne diyar tırs û xofeki mezın xıst dılê mılet.
İslamistên Kurd û Erebên Kurdıstanê bı hevkariya dıjmın nıha berê xwe dane bırayê me yê Êzıdiya. Ew dızanın ku çewa ku her bı salan wusa bû, Kurdên mısılman bındestê Erebên mısılman da bûn û Kurdên Êzıdi ji dı bındestê herdûyan da ne.


Êzıdi, 1994, grafika rengin a lı ser dar, 23,5x21 cm.

Zımanê kurdi bındestê yê erebi bû û kurmanci (her wusa Êzıdi ji bı kurmanciya xwe) ji bındestê sorani ye. Pıçûkditına zaravayê kurmanci dı jiyana rojane da pıçûkxıstın û rencide kırına Kurdên ku bı kurmanci dıpeyvın e. Dı vê geremola oli û zaravayi da Êzıdi bı ola xwe ya cuda û bı kurmanciya xwe bındestê hemûyan nın.
Dı nav Êzıdiyan da PDK xwedi hêzeki mezın e. Çewa ku pırani Kurmancên başûr, her wusa pıraniya Êzıdiyan ji dengê xwe (dı hılbıjartına cara pêşi da, jı ber ihmalkari û “tırsa teroristan” sındoqên dengdanê negıhiştın heremên Êzıdiyan) dıdın PDKê. Ev pışgıriya mezın a Kurmanc û Êzıdiya jı bo PDK, xemsariyeki jı bo mafên Kurmanc û Êzıdiyan lı ba PDK çêkıriye. PDK dıfıkıre ku, çewa be Kurmanc û Êzıdi lı pışt mın ın, nexwe ezê berê xwe bıdım Kurdên Soran, da ku dı nav wan da hêza xwe mezıntır bıkım. Ku ne wusa be, em çewa dıkarın izah bıkın, çewa dıbe ku Barzaniyên Kurmanc bı zaravayê sorani dıpeyvın û jı sistema perwerdayi bıgre heta çapemeni çıma dı bın hukımdariya zaravê sorani da ye? Em nabêjın bıla Kurmanci lı ser Soranan were ferz kırın, berevajiyê wê em dıbêjın ku zarokên Kurmancan bı kurmanci herın mektebên kurdi û Kurmanci lı kêleka Sorani bıbe zaravayê resmi yê herema Kurdıstanê. Ew sistema serdestiya sorani ya lı ser kurmanci ku jı aliyê hıkumetên Iraqê û Seddam va hatıbû danin, (lı ser daxwaza dewleta Tırkan- Tırk pışti avakırına dewleta Iraqê, pışti ku ditın vayê zımanê kurdi wê lı Iraqê serbest be, “hassasiyetên” xwe yên derbarê Kurmanci û Kurmancên bakûrê Kurdıstanê bı Iraqê dan qebûlkırın) dıvê nıha ev sistem de-fakto neyê ditın û neyê qebûlkırın.
Dı nav Kurdıstana azad da, tenê bı avakırına heremeki otonom û bı hêz, bı hemû heq û serbestiya oli û zaravayi Êzıdi dıkarın xwe dın bın tehdita kuştın û wendabûnê da nebinın. Ew heremên ku pırani Êzıdi lê dıjin bı tevi Laleşa piroz dıvê dı nav vê herema otonom da be. Dıvê Şêxan bıbe navenda parezgeha Şengalê. Dıvê pışti bıcıhanina maddeya 140i û desnişankırına sınorê Kurdıstana Federal, heq û serbestiya oli ya Êzıdiyan bı vi rengi were qebûl kırın. Dıvê ronakbirên Kurdên Êzıdi bı dengeki bılınd daxwazên bı vi awayi bang bıkın. Dıvê ew fermana kuştına Êzıdiyan a ku dı salên 1915 -1920 dan da dewleta Tırkan da û bı dehhezaran Kurdên Êzıdiyên bakurê Kurdıstanê bı destê leşkerên Tırk û eşirên Kurd yên mısılman va hatın kuştın vê carê dı perçeya Kurdıstana azad da dubare nebe.
Ku bırayên me yên Êzıdi dı heremeki otonom da negıhijın serbestiya xwe, dı parlementoya Kurdıstanê da gruba parlementerên Êzıdi neyê avakırınê û nebın wezirên hıkumeta Kurdıstanê û dı ya Iraqa federal da (ku Iraqa yekgırti bımine) ji parlementer û wezirên Êzıdi tunebın, wê hıngê her dem Êzıdi bıbın hedefa İslamistên Ereb, Kurd û Tırkan. Wê pıçûk werın ditın û wê hergav werın rencide kırın û wê hebo hebo, kom bı kom werın kuştın. Ewçax ji Êzıdiyên ku bıxwazın jı vê hovitiyê bıfılıtın wê jı Kurdıstanê barbıkın û herın ba bırayên xwe yên ku lı Almanyayê dıjin.
Dıvê rêveberiya başûrê Kurdıstanê rê nede vê trajediyê.
Serhad Bapir, 17ê Gulana 2007a.

Têbıni: Ev nıvis cara pêşi dı malpera Rızgari'yê http://www.rizgari.com/ da hate weşandın.