29/02/2008
Çarenıvis
Dema ku merıv bı sıvıki lê temaşe dıke, merıv dıbê qê, bı maqûli ev heq tê qebûlkırın, lewra yek jı bendên heri pêşi yen Mıletên Yekbûyi, heqê çarenıvisa mıletan e. Lêbelê, hemû mılet ne xweyê vi mafê hanê ne û ev heq lı her ciyi pêknayê. Ev heq, gelek caran goridıbe jı bo menfeat û qazencan.
Dıvê hemû mılet, xelk û mırov xweyê wê imkanê bın, da ku ew bı xwe, lı ser daxwaza xwe “qeder” û sıberoja xwe tayin bıkın. Her wusa wek ferd ji: serbestiya bir û baweriyê û daxwaza tayinkırına awayê jiyanê.
Malesef ev heqên hınde xwezayi, lı gelek mıletan hatiye yasaxkırın: Jı Kurdıstanê bıgre heta Tibet û Çeçenistanê û lı gelek welatên dın. Zenginiya bınerd a wek petrolê, bû zencira koletiyê û çar dewletên işkalkar wê xıstın stuyê Kurdan. Jı ber eyni sedemi Tibet jı aliyê Çinê va hate işkal û ilhaqkırın. Jı bo Çeçenistanê ji her wusa çêbû.
Têbıni:
Mın vê nıvisê jı bo kataloga grafikan a bı navê “Grafika Yunan ya İroj” nıvisi. Ev kataloga he, ku bı zımanê yunani û ingilizi hatıbû weşandın, jı bo pêşengeha grafikan a ku dı ilona 2007 a da, lı Averoff Museum Metsovo da çêbû, hatıbû hazırkırın. Eyni pêşengeh wê dı meha adara 2008 a da ji, lı Muzaxana Dewletê ya Hunerên Nûjen lı Saloniki were pêşkêşkırın. Jı hunermendên beşdarvan ên vê pêşengehê hatıbû xwestın ku, dı derbarê berhemên xwe yên ku wê dı pêşengehê da bıhata pêşkêşkırın, nıviseki bı 200 gotınan sınorkıri bınıvisinın. Ev sınorkırına hacım, mın mecbûr kır da ku ez beşeki mezın a nıvisa ku mın dı despêkê da nıvisibû, derinım. Nıha, ez nıvisa xwe ya kurtkıri, a ku çewa dı kataloga navbori da hatıye weşandın, dıweşinım. Her wusa, dı sıberojê da, ez ê nıvisa xwe ya berfırehtır ya despêke ji wergerinım ser kurmanci û wê ji bıweşinım.
18/02/2008
Kosovo bû dewlet, aqûbet lı serê Kurdıstanê be
Gelo Kurd çiqas bala xwe dan van guhertınan û her wusa gelo Kurd pêhısiyan ka berê bayê guhertınan ber bı kijan aliyê va bû û ber bı kijan aliyê va ye? Ev ditın û ramanên mın, zêdetır lı ser Kurdên ku jı perça Kurdıstana bındestê Tırkiyê da ye ne. Yên xwedi parti û teşkilatên çep û komunist, yên ku hê ji bı anagorê vê ideolojiyê dıfıkırın û hereketdıkın. Yani ew tıştê ku ez dıxwazım bêjım ev e: Gelo dema ku ew diwarê şermê ku her du Almanyan û Berlinê jı hev vedıqetan hılweşiya, em wek Kurd çiqas şabûn û lı ser vê bûyera tarixi sekınin? Yên ku tê bira wan bı pê dızanın ku Kurdên çepgir û komunist vê bûyera diroki wek “destdırêji û xırabiya emperyalizmê" bınavkırın û wan stêrkan jı bo diktator Honeker û Almanya Rojhılat û paşe ji, jı bo diktator Çawusesko û Romanyayê barandın. Yani Kurdan ew diktatoriyeti û perçebûna Almanya’yê dıparastın. Dema ku hal û weziyata Kurdan ev bû, wan çewa dıkarıbû behsa welatê xwe yê ku hatiye perçekırın û behsa wan “diwaran” yani têl û sınorên ku Kurdıstan’ê dıkın en hındık çar perçe, bıkıra û her wusa daxwaza hılweşandına van sınoran û pêkanina yekbûna welatê Kurdan bıkıra? Yani ciddiyeta Kurdan lı kê derê bû? Gelo Kurd ji bı vê politikaya xwe, ne xwedi cotpivan û dırû bûn?
Ev cotpivan û dırûbûna hêzên Kurdan jı berê va lı lı ser wan hebû: Wek nımûne, jı aliyê Amerika’yê va mudaxaleya lı Vietnamê wek mudaxaleyeki emperyalisti dıhatditın, lêbelê jı aliyê Sovyet’ê va mudaxale û işgala lı Afganistan’ê, wek pışgıri û hevkariyeki enternasyonali dıhatditın û bı vi awayê, xweziya xwe bı wan Afganan ra dıanin, ku welatê wan jı aliyê dewleteki bı hêz û mezın va hatıbû işgalkırın! Her wusa dı sala 1981a da, dı bın şertên gelek zehmet ên wê demê da, lı Kurdıstanê, belavoka bı zımanê tırki ya lı hımberê hereketa sendiqavanên Solidarity’yê, ya ku Leh Valesa serokatiya wê dıkır, dıhate belavkırın (belavoka hereketa Rızgari’yê) û pışgıri û dılxwazi jı bo “rêhevalê proleterê komunist”, yani diktatorê Polonya’yê Jaruseski dıhate beyankırın!
Çewa ku em pê dızanın, pışti cuntaya leşkeri ya dewleta Tırkan a 1980 yê, ew serok, berpırsiyar û aligırên hereketa milli ya Kurdan, xwe sıpart gelek dewletên Awrupaya Rojava. Hereketên Kurdan hemû sosyalist û komunist bûn, pıraniya wan dılxwazên dewletên “sistema sosyalist” yani Sovyet û dewletên Rojhılata Awrupayê bûn. Yani ew lı dıji dewletên kapitalist bûn. Lêbelê dema ku mecbûr man û jı dewleta Tırkan reviyan, hemû xwe sıpart lı dewletên kapitalist, yani lı wan dewletên kapitalist yên ku wek dıjmın destnişakırıbûn, bûn muhacır û multeci. Her lı wan dewletên kapitalist yên ku lê dıman da pesnê sosyalizmê dıdan. Demokrasi û liberalizma dewletên kapitalist ditın û kırınên bı vi awayê asê û yasax nedıkır û rêlıbernedıgırt. Kurdên çep û komunist qet lı cewaba vê pırsê negeriyan, ka gelo dewletên sosyalist çima hımbêza xwe jı wan ra venekır?
Ku me vê manzara hanê bı awayeki serobıno bıkıra, wê ev tışt derketa meydanê: Wê dewletên sosyalist, siyasetvanên ku lı hımberê komunizmê dıxwebıtın, dıxwazın sistema komunizmê hılweşinın lı dewletên xwe da qebûlbıkırana û her wusa wê alikari û imkanan bıdana wan! Çewa ku em dızanın, dı zındanên dewletên sosyalist da bı dehhezaran gırtiyên siyasi yên jı wan welatan hebûn.
Ew tıştê ku ez dıxwazım bêjım ev e: Kurd dema ku mucadele xwe dıkırın, bûn aligırên îdeoloji û sistemên gırti, totaliter û diktator, her wusa tu carê, tu qenci û xêrê jı wan dewletan ji neditın. Kurd nebûn xwedi pusulaki bı vi awayê: Lı her derê û lı her ciyê dıvê ku her mıletê bındest, serbest bıbın, ew bı xwe dı nav serbestiyê da çarenivisa xwe tayin bıkın. Terciha me dıvê dı cıvatên vekıri, yên ku lı lê serbestiya bir, baweri û çapemeniyê û serbestiya avakırına teşkilat û partiyan heye, cıvata pırreng û bı pırdendeng da be.
Ez werım ser despêka nıvisa xwe, dema ku dewletên sosyalist hılweşiyan, Kurdên çepgir lı ser cenazyên van dewletên diktator, stêrkên “çı heyf û mıxabın”ê barandın û sonda berdewamiya mucadeleya çep û komunizmê dan. Aqılê teşkilat û partiyên Kurdan bı vê ideolojiya çep û komunizmê hatıbû avakırın û dagırtın, her wusa 19 sal pışti hılweşandına diwarê Berlinê û 17 sal pışti hılweşandına dewleta Sovyet’ê, hê ji bı vi aqılê hanê hereketdıkın. Dıbe ku nıho, jı berê kêmtır behsa komunizmê dıkın, lêbelê aqılê wan her ew aqılê berê ye. Ka lı wan bınêrın, dema ku bı hereketên jı mıletên dın ra hevkariyê dıkın, dıçın bı yên çep û sosyalist ra dıkın, “mêr, mêran nasdıkın” û rûberê bir û hızra wan a siyasi ji, bı fıkrên çep û komunisti hatiye sênckırın.
Belê do Kosovo serxwebûna xwe ilankır, dıvê haya me jı wan êş û cefayên ku Albanên (Arnawut) Kosova’yê jı destê dewleta diktator Miloşeviç kışand hebe, ev êş û cefa gelek dışıbın yên ku em jı destê dewleta Tırkan dıkşinın. Lêbelê dema ku Alban zulm lı kêmmıleta Sırban (jı % 10 ê nıfusa Kosova’yê ne, dıvê heqê van Sırban hebe, da ku bı Sırbistanê ra bıbın yek) û Mırtıbên Kosovayê dıkın dıvê merıv lı dıj derkebe. Her wusa dıvê ku em Kurd pışgıri bıdın heqê çarenivisiya Kosovayê, ku ew bıxwazın dıvê karıbın ku bı bırayên xwe yên dın ra (Arnawutluk) bıbın yek.
Kurd û Alban dı hın meselan da dışıbın hev: Mıletê Alban dı navbera Arnawutluk (ev dewleta wan bı xwe ye), Kosovo, Makedonia û Sırbistana nıha da hatiye perçekırın. Statuya perça Kurdıstan’a serbest gelek dışıbe statuya Kosovo ya çend sal beriya nıha. Çewa ku dı sala 1991 an da, jı bo parastına Kurdan, Hevpeymanan heremeki parasti lı 2/3 yên başurê Kurdıstanê da avakırıbûn, her wusa 9 sal beriya nıha ji bı pêşengiya Amerika, bı mudaxaleya dewletên NATO’yê, Kosovo jı bın zulma Yugoslavya’ya sosyalist hatıbû fılıtandın û gıhiştıbû statuyeki nediyar.
Dıbêjın ku dewletên rojava û yên Ereban pışgıri dıdın serxwebûna Kosovo’yê, Rusya jı tırsa ku ev qewımandın jı bo Çeçenistanê û deverên dın yên federasyona “xwe” bıbe nımûne, dıj vê serxwebûnê derdıkeve. Bê guman her dewlet jı ber hın sedeman pışgıri dıdın vê serxwebûnê, herçi dewletên Ereb ın, ew lı dıj serxwebûna perça Kurdıstana serbest (başur) derdıkevın, lêbelê, jı ber ku pıraniya Kosovoyiyan mısılman nın, destek dıdın vê sexwebûna wan!
Sedem çi dıbın bıla bıbın, heqê tayinkırına çarenivisa mıleteki bındest, dıvê jı bo me, sedemê heri mezın a pışgıriya me be. Em Kurd ji, dı şiverêyên weki wan şiverêyên ku mıletê Kosovo yê tê da derbasbû, em ê derbasbıbın û bıbın mıleteki serbıxwe û xwedi dewlet.
18ê Sıbata 2008a.
10/02/2008
Helbestvanê Mezin Cegerxwîn
Ji wê çaxê va helbestên Cegerxwîn û her wusa jî jîyana wî bala min dikişînin. Dema ku ez ji Kurdistanê derketim û hê wek firar li Tirkîyê dijîyam, di payiza sala 1984an da pêşî ez bi mirina Yilmaz Guney û her di wê payîza hanê da, pişti çûna min a Yunanistanê jî, ez bi mirina Cegerxwîn hisîyam. Stuxwarîya muhacereta li xerîbîyê û wendakirina Y. Guney û Cegerxwîn tesîrekî mezin li min kir. Di hişê min da muhaceret û wendabûna van her du kesan bi hev ra hatin girêdan û hê jî her wusa maye.
Min her gav jîyana Cegerxwîn meraq dikir. Di weşanên Kurdan da nivîsên ku li ser wî hatibûn nivîsîn û hevpeyvînên ku bi pê ra hatibûn çêkirin heta dereceyekî cewaba vê meraqa min didan. Meraqa min li ser jîyana Cegerxwîn bi xwe bû. Merivên wî yên ku li bakûrê Kurdistanê man kî ne û niha li kur in? Bi keçxala xwe ra zewicîbû gelo çend zarokên wî hebûn. Xeynî helbestvanîyê, ew xweyê tu meslekekî bû jî, an na? Xeynê helbestvanî û nivîskarîyê gelo ew bi tiştekî din ra jî mijûl dibû an na? Wî idara xwe û ya aila xwe çewa pêk dianî? Ez dizanim ku, dema ku li Swedê mir, wî birin li Kurdistanê û li Qamişloyê di hewşa mala wî da wî veşartin. Gelo kengê vî xanîyê hanê ji xwe ra kirîbû an jî çêkiribû. Gelo ew jî wekî piranîya civata Kurdistanê ya salên berê, her bi cotkarîyê idara xwe dikir? Gelo qet zevîyên wî hebûn û çi diçinî? Ev pirsên min hemû di derheqê jîyana wî ya ferdî da ne, lewra malûmatên di derheqa dîtin, felsefe û berhemên wî da kêm zêde meriv dikare peyda bike.
Rojnamevan û nivîskarên Kurd ku hevpeyvînan bi kesayetîyên wekî Cegerxwîn ra dikirin piranîya caran pirsên bi vî awayî nedikirin, hewcedarîya cewabên van pirsan nedidîtin, niha jî hima bêje her bi vî awayî hevpeyvînan dikin. Di salên 1970 û 80yan da jîyana kesekî tenê bi sîyasetê û heta dereceyekî jî bi berhemên wî va sinor kirî bû û hima bêje niha jî li ba me bi vî awayî ye.
Jîyanname an jî jînegerîya kesayetîyan, en hindik bi qasî berhem û xebatên wan bala meriv dikşîne, çewa ku em pê dizanin, jîyanname yên kesên bijarte, wek beşekî serbixwe ya edebîyatê tê zanîn û di vî warî da, di van salên dawî, li seranserê dinyayê da gelek berhemên giranbuha hatine weşandin. Gelo ji ber kîjan sedemî Kurdan bala xwe neda jîyanname ya Osman Sebrî, Cegerxwîn û yen mayîn û li ser jîyana wana ferdî pirsan ji wan nedikirin? Mehmet Uzun li ser beşek ji jîyannameya Celadet Bedirxan, Memduh Selîm Beg û Evdalê Zeynikê sekinîye û romanên xwe afirandîye. Li ser naveroka van kitêban gelek munaqaşe çêbûne, em bêjin ku, ya ku li ser Evdalê Zeynikê ye, çewa ku lêkolîner Ahmet Aras jî dibêje, xeyni navê kitêbê, tu danûsitandina vê kitêbê bi jîyana Evdalê Zeynikê ra tune ye, hima bêje hemû malûmatên lı,i ser Evdal ji rastîyê dûr in û tu elaqa Evdal jî bi wan ra nîne.
Çewa ku em di nimûneya kitêbên M. Uzun da jî dbînin, malûmatên di derbarê jîyana ferdî ya kesekî/e da, dikarin bibin çavkanîyên baş ya edebîyata siberojê jî. Her wusa, gelo meriv çewa dikare bêy ku malûmatên li ser jîyana wan a ferdî zanibe, bikaribe kesayetîyên wekî Cegerxwîn û O. Sebrî, bi awayekî baş fêhm bike?
Îdeolojîyên komunîst û çep li ser “menfaatên” civatê hatine avakirin, ango kes an jî ferd ji bo menfeatên civata karker û xebatkaran xızmetê dikin. Kar û xebata ku ferd dikin, muhra partî û teşkîlatê lê dikebe û dibe malê partîyê. Partî jî, ji xwe serok bi xwe ye! Li dervayê teşkîlatê da, tu fonksîyonekî ferd nayê dîtin. Her tişt û her wusa jîyana ferdî jî fedayê menfeatên partîyê dibin. Ferd dema di nava rêxistinê da be, “qedrê” wî tê zanîn û mezin tê hesibandin, dema ji bo bîr û bawerîyên xwe an jî sedemekî din ê ji partîya xwe veqete, hingê dîtina teşkîlatê ji bo wî berevajî dibe. Êdî ew wekî ne ku tu tiştekî ye tê hesibandin an jî qet nayê hesibandin jî. Ev mantiq di olan da jî heye.
Di vê sîstema hanê da, ne qedrê zindîyan, lêbelê tenê qedrê mirîyan heye, qedrê wan mirîyên ku li ser doza partîyê da mirine. Dema ku wê behsa van mirîyan jî bikin, wê tenê behsa ked û xizmeta ku wan ji bo partîyê kirîye, were kirin. Jîyana ferdî ya van mirovan, em bêjin wek nimûne eşîra wan, xwişk û birayên wan, jin/mêr û zarokên wan, derdora wan ya ne sîyasî, wê wek ku qet tune bûne, were dîtin. Malesef, Kurdan piranîya caran bi van berçavkên hanê li ferd û kesayetîyên xwe nihêrtine.
Cegerxwîn di seranserê sedsala 20 an da bû şahidê gelek bûyer û qewimandinan. Bê guman beşek ji van bûyeran di nav helbestên wî da jî xwiya dikin. Di Dîwana Yekan da, helbesteki Cegerxwîn a bi navê “Bi kurtî Jîna Min” heye. Di vê helbestê da, di çarçoveya helbestekî da, li ser jîyana xwe malûmatên gelek baş dide. Her wusa nivîsa kurt a Celadet Alî-Bedirxan ya li ser Cegerxwîn jî, di derbarê jîyana wî da gelek malûmatan dide me. Lê ev hemû malûmatên sinorkirî digiîhîjin heta sala1945an. Ez dizanim ku kitêbekî Cegerxwîn ya bîranînên wî jî heye, lê ez nizanim ka ev kitêb heta niha hatîye çapkirin an na.
Ji van nivîsan em fêhmdikin ku ew di sala 1903yan da li gundê Hesarê ya Kercosê hatîye dinê. Navê wî berê Şexmûs bû ye. Ew kurê Hesen û Eyşan’ê ye û di piçûkatîya xwe da dê û bavê xwe wenda dike, salek piştî mirina bavê wî vê carê jî dîya wî dimire. Her di wan salan da, dema ku ew 11 salî ye, ji Hesarê bar dikin û tên Amûdê bicîh dibin û her wusa piştî şerê dinyayê yê yeka, Amûd li alîyê dewleta Sûriya niha (hingê di bindestê Fransayê da ye) va dimîne. Ew sê xwişk û bira ne, pişti mirina dê û bavê xwe ew li ba kekê xwe Xelîl mezin dibe û ji ber zulma jinbira xwe, paşe diçe ba xwişka xwe Asîya’yê dimîne. Li ba wê, berxvan û şivantîyê dike her wusa piştî demekî, ji ba wê jî diçe û êdî dest bi feqetîyê dike. Piştî xwendina feqetîyê êdî dibe mele. Her di van salan da navê Cegerxwîn li xwe datîne û ji Hesarê, bi keça xalê xwe ra dizewice. Cegerxwîn di van salan da dev ji meletîyê berdide û dest bi cotkarîyê dike, bi tevî Kurmancan du gundan avadike û navê gundê ku ew bi xwe lê dimîne datîne “Cehenem”, yanî jîyana feqîrtî, bindestî û belangazîyê wek dojehê dibîne. Piştî ku Hawar (1932) dest bi weşanê dike, tê da helbestên wî tên weşandin. Ew sedama bindestbûna miletê Kurd di nezantîyê da, di sîstema şex, beg û axayan da dibîne. Her wusa ji ber ku wî berê feqetî û meletîyê kirîye, ew baş pê hisîyaye ka çewa ol di destê serdestan da, di destê şex û meleyan da dibe hacetekî ji bo xapandin û gêjkirina xelkê. Tiştê balkêş ew e ku li gel vê dijberîya wî ya ji bo olê jî, heta salên 1970yan, ew kesên ku bi şewq û hararet helbestên Cegerxwîn dixwendin û dizanibûn dîsa mele bi xwe bûn.
Ez dibêm qê li ser pirsa şex, mele û axayan da Cegerxwîn zêde hişk bû, lewra di wan salan da û her wusa di salên ku di dû wan hatin da jî, pêşengîya hereketa mîllî ya Kurdan dîsa şex, mele, qazi û serokên eşîretan dikirin. Ev hemû rastî û tora civata Kurdistanê bûn û hê jî heta dereceyekî wusa ye. Em bêjin, Kurdên başûr bi xêra vê tora civata Kurdan, mucadelekî dûr û dirêj kirin û niha jî gihîştine vê statûya ku em pê dizanin. Bê guman di tarîxê da, sedemekî şikestina hereketên Kurdan jî ev sîstema hanê bi xwe bûye, lewra serokên eşîran, şex û axayan hev ne girtine. Lê belê li Kurdistanê, dema ku meriv li himberê vê tora civatê dertê, nişkava sîstema pale û karkeran jî nayê û li wir bi cih nabe. Miletên bindest bi xêra tevn û sîstemên bi vî awayî, ji bindestîyê filitîn û bûn dewlet.
Sedemekî şikestina hereketa bakûra Kurdistanê jî ji xwe di vê meseleyê da ye. Ji alîyekî va wek organîzmeyên civatî, tor û statûya eşîret, axa, şex û began hebûn û hê jî hene û di alîyê dinê da jî dewleta dîktator a Kemalîstan û hereketên Kurd yên komunîst û çepgir ku dixwestin van organîzmeyên tevna civata Kurdan xira bikin û bişkînin. Dewleta Tırkan ji avakirina dewleta Kemal û pê va her vîya kir, lêbelê piştî ku serokatîya hereketên mîllî ket destê Kurdên çepgir, hingê dewlet vê polîtîka xwe sist kir û piştî şerê PKK yê sala 1984an jî, vê carê dewletê li himberê PKKê, van organîzmeyan û tora civakî ya Kurdan bikaranî û alîkarîyê da wan û li Kurdistanê sîstema “qorucîtîyê” dani. Dewleta Tırkan li himberê vê tora civata Kurdan her dem bi tirs û guman bû, lê Kurdên çepgir jî li Kurdistana ku ji %95 ê civata Kurdan gundî, bêkar, esnaf û koçer bûn da, partîyên karker û komunîstî avakirin û xwestin da ku sinifa karkeran bikin pêşengê hereketa kurdî, Kurdistanê ji bindestê kapîtalîstên Tirk bifilîtînin û bikin Kurdistanekî sosyalîst! Di wê dema hanê da, ku tenê ew kesên xweyî îmtîyaz û torpîl dikaribûn bibûna karker û ev karker û memûrên hanê jî wek tebeqe, tebeqeya herî nêzîkê dewleta Tırkan bû.
Di dema şerê dinyayê yê diduyan û guhertinên ku piştî şer li dinyayê da diqewimin tesîr li Cegerxwîn dikin û êdî ew bi fikrên sosyalîstî û enternasyonalîstîyê radibe. Ew ji bindestîyê filitandina miletê Kurd di vê îdeolojîyê da dibîne. Ew Kurdekî sosyalîst e. Di helbestên xwe da pesnê Marks, Lenîn û Stalîn dide û silavên enternasyonalîstî dişîne hemû hareket û mucadeleyên miletên bindest, sinifa karkeran û welatên sosyalîst. Lê her dem daxwaz û derdê wî, siberoja milet û welatê wî yê bindest e. Wî jî wusa bawer dikir ku, ew tiştên ku di kitêbên Marks û Lenîn da hatine nivîsîn, niha di pratîkê da hatine bıcih kırın û civat û sîstemekî baş û îdeal hatîye avakirinê.
Çewa ku em dizanin, pişti şoreşa Oktobrê û bîlhasa piştî salên 1945an, hereketên çep û komunîst li seranserê dinyayê tesîr li nivîskar û ronakbîran kir. Ji alîkî va dewletên sosyalîst hebûn û alîyê dî va jî li welatên kapîtalîst û feodal da partîyên çep û komunîst hebûn. Ev dewlet û partîyên sîyasî, bi hev ra, di nav hevkarî û koordîneyî da xebatê dikirin. Di nav xwe da torekî avakiribûn û dewletên komunîst gelek îmkanan didan partîyên çep û komunîst. Yek ji van îmkanan jî ew bû ku, bi rêya van partîyan derî û pencere li pêş nivîskar û hunermendan vedibûn. Berhemên nivîskaran bi dehan zimanên “parti û dewletên bira” dihate wergerandin û çap kirinê. Em bêjin, berhemên Nazim Hîkmet û Azîz Nesînê Tirk iı dehan zimanan hatin wergerandin û çap kirin. Ev nıviskar bi xêra van têkîlîyên xwe, li seranserê cihanê hatine naskirin û bûn bi navûdeng.
Di wê sîstema bêbext a dinyayê da, çewa ku cî ji bo miletê Kurd tune bû, her wusa cî ji bo helbestvanên vî miletî jî tune bû. Deng û banga Cegerxwîn, yê Osman Sebrî hima bêje negihişt tu ziman û miletên din. Cegerxwîn bi hizra xwe ya sîyasî û bi hunera xwe ya helbestan ne kêmî N. Hîkmet’ê Tirk û Yannîs Rîtsos’ ê Yunan bû, lê belê ew mensubê miletekî bû ku hemû zulm û zordarî lê rewa hatibû dîtin û ne di defterên dewletên komunîst û ne jî yên kapîtalîst da, tu xêr û xweşî ji bo vî miletî nehatibû nivîsandın.
Cegerxwîn dibe ku neketibe defterên weşanxaneyên dinyayê, lê ew ketîye nav dilê miletê Kurd. Di sedsala 20an da, di nav me Kurmancan da helbestvanê herî zêde tê naskirin û hizkirin ew e. Cegerxwîn helbestvanekî wusa ye ku helbestên wî ji yên helbestvanên din zêdetir bûne sitran. Ma gotinên kîjan sitrana sipehî ne yên Cegerxwîn nin û her wusa kîjan muzîsyenî helbestên Cegerxwîn nekirîye sitran?
Dem û dewran hatin guhertin, dibe ku êdî rewac û raxbet ji bo helbestên çep û îdeolojîkî tune be, lê helbestên Cegerxwîn yên li ser serbestîya miletê me û felatîya welatê me her û her aktuel in, herçî helbestên wî yên li ser dildarî û evînîyê ne, ew bi xwe, yên hunera di sewîya herî bilind da ne.
10ê sibata 2008an.
28/01/2008
Îbrahîm Guçlu tenê nîne.
Divê em, ne li himberê hev, li himberê dijmin bibin şêr.
Ez gef û tehdîtên li himberê welatparêzê hêja Îbrahîm Guçlu, rûreş û riswa dikim. Di derbarê pirsgirêka Kurdistanê
da siyasetirin, mafê pîroz yê her
Kurdekî ye û heqê tu hêz û
teşkîlatê tuneye ku bi gef û tehdîtan ambargo dane ser vî mafî. Kurd divê ne li himberê hev, divê li himberê dewleta
Tirkan û li himberê pişgirên dewleta dagirker bibin şêr.
Sîyasetvân û rojnamevanên Tirkan, her roj bi baran dijûnan li miletê me dikin, PKK tu caran wan tehdît nekir û neynûkên wan jî neêşand. Li Kurdistanê, her roj bi sedhezaran rojnameyên Tirkan tên firotin, ew rojnameyên ku li Kurdan dijûnkirinê kirine karê xwe yê sereke. Hemû partîyên Tirkan û her wusa jî partîyên nijadperest yên wekî MHP li nava Diyarbekirê da şûbeyên xwe vekirine û bi quretî li himberê menfeatên Kurdan sîyasetê dikin. PKK van hêzên Tirkan tehdit nake û êriş nabe ser wan, lêbelê welatparêzên wekî Îbrahîm Guçlu bi kuştinê tehdît dike. Bêtehamûlbûna li himber her muhalefetekî, sîyaseta sereke ya partîyên komunîst e û PKK jî wek partîkî çep û komunîst, li Kurdistanê, xeynî xwe hemû hêzan din wek xayîn û ajan dibîne.
Ew demokrasî, wekhevî û heqên ku em wek milet ji dijminên xwe ji bona xwe
dixwazin, ku em ji niha va li himberê hev jî pêkneynin, hingê wek milet, partî
û hêz, wê tu siberojekî me yê ronak çênebe.
24/01/2008
22/01/2008
Çend Ditın û Pêşniyariyên lı ser Kampanyeyan
Çewa ku em pê dızanın, heta nıha Kurdan jı bo axaftın, xwendın û nıvisandına zımanê kurdi û pırsgırêkên ku bı zımanê kurdi va gırêdayi ne, gelek kampanyan çêkırın. Hın jı van kampanyan, jı aliyê saziyên Kurdan va lı perça Kurdıstanê a dı bın destê Tırkiyê da û lı Tırkiyê hatın çêkırın. Hın kampanya ji jı aliyê malperên Kurdan va hatıne çêkırın, her wusa carna em leqayê hın kampayayên ku kesan bı serê xwe ji dan despêkırın bûn. Naverok û niyeta van hemû kampanyan, balkêşandına lı ser neticeyên politikaya asimilasyona zımanê kurdi bû û jı Kurdan dıhate xwestın da ku zımanê xwe bıparêzın.
Pıraniya van kampanyan, bêy ku muhasebeya van kampanyan were kırın, dı nav bêdengiyê qediyan. Tenê navê wan kesên ku pıştgıri dıdan van kampanyan dıhate eşkerekırın û weşandın. Nıvis û ditınên ku jı bo van kampanyan dıhate nıvisin ji dıketın nav “toza” arşivên malperên kurdi.
Çend meh beriya nıha, malpera Amidakurd’ê lı ser asimilasyon û otoasimilasyonê kampanyeki destpêkır. Cudatiya vê kampanyê, jı yê mayin ji ev bû ku, malperê nıvisên jı bo vê kampanyê hatıne nıvisin û navê wan kesên ku pışgıri dane vê kampanyê, jı parti, teşkilat, sazi û weşanên Kurdan ra şand û bı vi awayê bala wan kışand ser vê mesala muhim. Kampanya daxwaz dıkır ku “Dıvê zımanê siyasetê bıbe kurdi” Hın kes wê bêjın ku “ma dema kampanyên dın ji çêdıbûn, qê haya parti û saziyên Kurdan jê çênedıbû?”. Raste çêdıbû, lêbelê vê carê jı wan ra bı kurtahi dıhate gotın ku, “em ev kesên xweyê van ramanan û yên mayin ên ku pışgıriyê dan vê kampanyê, em bala we dıdın lı ser van meselan û em jı we dıxwazın ku wun zımanê parti, teşkilat û saziyên xwe, yê danûsıtandınên xwe û yên weşanên xwe bıkın kurdi,”. Ez dıbêm qê bı vi awayi, ev kampanya jı yên mayin gavek pêşvetır davet, lê malesef lı wır dısekıni.
Ev kampanye û yên mayin, xebatên sıvil yên hemwelatiyên Kurd ın. Lêbelê kêmasiyeki mezın dı van hemû kampanyan xwıya dıkır, ku dı van kampanyan da nedıhate gotın ku “ku wun van daxwazên me yên maqûl bıcıhneynın, hıngê em ê neyên cıvinên parti, teşkilat û saziyên we, em ê weşanên we yên bı zımanê tırki boykot bıkın û jı ber ku wun wek Kurd bı zımanê tırki siyasetê dıkın û saziyên xwe rêvedıbın û disa bı zımanê tırki xitabê mıletê me dıkın û dı nav Kurdan da zımanê tırki belavdıkın, em ê lı hemberê we bıkebın nav xebatê û mucadeleyê”. Wê hın kes bêjın ku “dema ku em wusa bêjın, ma qê wê jı me bıtırsın?”. Ez ji dıbêjım ku, na wele, jı me natırsın. Lê ne bı gotınan, dema ku me dı rastiyê da ji wusa kır, wê hıngê me bıhesıbinın û wê tesira vê xebat û niyeta me ji lı ser wan xwıya bıke. Hıngê bı rasti ji em ê bıbın xwedi insiyatifeki sıvil, bı xweyê proje û asoyek ronak.
Dı warê tekniki da ji kêmasiyeki mezın yên van kampanyan hebû, ku tenê bı bangeki dest bı kampanya xwe dıkırın û jı wır û pê va ji, jı xwendevanên xwe ra dıhıştın. Çewa ku em dızanın bı sedan nıvisakarên zımanê kurdi hene û hejmara wan kesên ku dı weşanên Kurdan da bı kurdi dınıvisinın ji, jı hezar kesi derbasbûye. Ev kesên hanê, dı bın sistema hakimiyeta zımanê tırki da, wan bı zaneti terciha xwe bı zımanê kurdi ra kırıne, yani xwe jı vê hakmiyeta zımanê tırki fılıtandıne. Gelo dı kampanyên ku tên çêkırın da merıv çıma leqayê pıraniya van navan nayê? Çewa dıbe ku kampanyeki jı bo parastına zımanê kurdi bı 100 an ji 200 kesan dıqede? Dı warê zımanê kurdi da, hın kes hene ku ev 20-30 û zêdetır salın ku dı nav xebatê da ne, dı van kampanyan da gelo çıma merıv leqayê navê wan nayê? Çıma insiyatifên kampanyeyan rê û metodan nagerın, da ku yeko-yeko xwe bıgıhine van kesan, da ku dı vê meselê da hem em bı nêrin û ditınên wan bıhısın û bızanıbın û hem ji, da ku ew pıştgıriya jı bo kampanyê jı wan kesan bıstinın?
Her wusa kampanyaki tenê bı hêza malpereki dıvê were çêkırın an na? Çıma Enstitu, malper, kovar, rojname, û saziyên Kurdan bı hev ra kampanyaki berfırehtır nakın? Gelo insiyatifa kampanyan, beriya despêkırına kampanyan dıkebın nav şêwr û lêgerinên bı vi awayi, an bı tena serê xwe, (em bêjın wek malper) bı xebateki hewqa gıran û ciddi radıbın? Gelo sedemeki qelsbûna van kampanyan ji ev e û bı vi awayi insiyatifên sıvil yên wek kampanya, lı ber çavên Kurdan êdi berebere ciddiyeta xwe wendadıkın? Ez bawer dıkım ku, dıvê ku em serê xwe bı peydakırına cewabên van pırsan û pırsên bı vi awayi bıêşinın.
Ez nıha werım ser vê kampanya nû ya malpera Amidakurd, ya bı navê Kampanya Navên Şêngehan ên Kurdi. Malperê vê kampanyê, pışti weşandına nıvisa mın a bı navê “Malperên Kurdi û Weşangeriya “Hıma Çewa Hat” ” despêkır. Dı nıvisa xwe da mın weşanên Kurdan û bilhasa malperên Kurdan rexne dıkır, jı ber ku ew gelek caran navên gund, çıya, çem û bı awayê gışti navên ku bı ernigariya Kurdıstanê va gırêdayine, bı navên sexte û derewin ên bı zımanê tırki dıweşinın. Mın anagorê hızra xwe, sedemên vi tışti izahdıkır û balê dıkışand lı ser tehlûkeyên vê weşangeriyê. Her wusa lı ser tunebûna arşiveki navên erdnigariya Kurdıstanê ji mın malperan rexne dıkır. Mın wusa dıgot: “Wun ê jı mın ra bêjın ku ew navên kurdi nıkarın peyda bıkın, lema navên tırki yên sexte dıweşinın. Hıngê ez ê jı we ra bêjım ku ev rast e, lê belê bê cidibûna malperên Kurdan jı xwe dı vê meselê da ye: Yani jı aliki va, jı nıha va her malpereki bûye xwedi arşiveki bı hezaran nûçeyan, lê belê ez bawernakım ku heta nıha tu malpereki jı xwe ra kırıbe hedef da ku jı xwe ra arşiveki navên gund, çiya û çemên Kurdıstanê çêke û bı camêri vê arşivê pêşkeşi malperên dın ji bıke. Dı arşiveki wusa da dıkarıbû navên rasti û lı hımberê wan ji yên derewin û sexte hebûna.” Her wusa mın dıgot ku jı bo despêkırına avakırına arşiveki wusa gelek malûmat ji hene, û mın çen nımûneyan ji dıda.
Ciyê kêfxweşiyê ye ku malpereki kurdi bala xwe da van ditınên mın û dıvê ez lı vır bêjım ku, ev ditın dı serê gelek Kurdan da ji hebûye û heye, nızanım, dıbe ku ev cara pêşi be ku bûbe mıjara nıviseki bı vi awayi.
Lı ser vê kampanyê ez dıxwazım çend ditınên xwe bêjım û çend ji pêşniyariyan bıkım:
Navê kampanyê Kampanya Navên Şêngehan ên Kurdi ye. Her çıqas bı xêra “geh” a ku dı nav da heye, mın jı gotına “şêngeh” ê fêhmkırıbe ji, mın fêhm nekır jı bo kampanyaki bı vi rengi çıma navên erdnigari an ji coxrafya yê bıkarneani ye. Ez nızanım gotına şêngeh çewa hatıye çêkırın. Herçi “geh” e, ew ci û wareki dıde nişan, lê “şên”, ez dıbêm qê tıştê xweş û bı kêf e. Dı frehenga İzoli a çapa 1992 ya da em leqayê gotına şêngeh nayên, lê gotına “şêni” heye ku tê maneya qelebalıx, koma mırovan, menbaı (ez nızanım ev çı ye) ya jiyanê, xweşi û tax. Enstituya kurdi ya Parisê dı rojnameya Kurmanci’yê da navê “erdnigariyê û erdnasi “ û “coxrafya” bıkartine.(Berhevoka rojnameya Kurmanci ya hıjmarên 1-20, çap: sala 1999, rûpel 265). Her wusa lı vê kıtêbê da ji em leqayê gotına “şêngeh”ê nayên. Wikipediya Ensiklopedia Azad ya beşa kurdi ji gotına erdnigariyê bıkarani ye. Jı aliyê di va herçi gotına “coğrafya” ya ku dı tırki da û “geography” ku dı zımanê ingilizi da heye, ew her du ji jı gotına “geografia” yunani tên. Etimolojiya vê gotınê weki ya “erdnigari”yê ye .Geo = erd, dınya +grafia = nıvis, şıkıl.
Kampanya “bi armanca berhevkirina navên bajar, bajarok, nehiye, gund, gom û taxên Bakurê Kurdistanê yên bi kurdî” hatiye despêkırınê. Ev hemû cıh bı aktiviteya mırovan ra têkılidar ın. Dı be ku jı ber vê yekê ne gotına erdnigari, lê gotına ”şêngeh” hatiye karanin. Lê em pê dızanın ku navên çem, gır û çiya, geli û her navê ku bı erdnigariya Kurdıstanê va têkılidar e, jı aliyê dewleta Tırkan hatiye guhertın û şûna wan navên derewin û sexte yên bı zımanê tırki danine. Kampanyayeki dıviyabû ku van navên erdnigariyê ji bıgırta nava xwe.
Gelo çıma kampanya behsa navên gundên Kurdan ên dervayê Kurdıstanê ji nake? Lı heremên Qonya, Enqere, Kırşehir, Qeyseri û yên dın da dıbe ku nêzikê hezar gundên Kurdan hene. Dewleta Tırkan vê beleya guhartına navan aniya sêrê heremên van Kurdên xwedicıh ji. Dı berhevkırına navên rasti û esli da, weşanên Kurdên van deveran jı Kurdên Kurdıstanê bı xirettır ın û wan jı nıha va gelek xebatên hêja kırıne.
Navê kampanyayê “Kampanya Navên Şêngehan ên Kurdi” ye. Mın nıvisa xwe ya ku mın lı jorê behsa wê kırıbû da ji nıvisiye ku, her çıqas pıraniya navên erdnigariya Kurdıstanê bı zımanê kurdi bın ji, hemû ne bı zımanê kurdi neû mın dıgot ku “Lı Kurdıstana iroyin da xeyni Kurdan, Ermeni û Suryani ji, jı nufısa xwe ya nıha pır pır zêdetır hebûne. Em bêjın lı Serhedê merıv jı navê gundan pê derdıxe ka kijan gund yên Ermeniyan û kijan ji yê Kurdan bûye.Xeyni navên bı kurdi, gelek navên di ji, jı van zımanan û zımanên mıletên hêji kevntır mane.” Jı ber van sedeman mın behsa navên rast û esl kır û bı ısrar qet negot “navên kurdi”. Bê guman ev hemû nav, çewa ku dı nımûneya wan gotınên ku jı zımanên dın ketıne nav zımanê kurdi ji xwıya dıke, bûne malê zımanê kurdi ji. Lê dıvê em ji birnekın ku, dı warê etimolojiyê da, her navek jı nav zımaneki an ji, jı nav hın zımanên ciran dertê.
Dı tu ciyê banga kampanyê da behsa navên derewin û sexte yên bı zımanê tırki nayê kırın. Tê gotın ku “navên hemû şêngeh û wargehên Bakurê Kurdistanê hatine guhertin û kirine tirkî.”. Em bêjın ku Tırkan lı anagorê forma zımanê xwe navên gelek bajar û welatên dın ji kırıne tırki, wek nımûne jı Den Haag’ ê ra dıbêjın Lahey, jı Deutschland an ji Germany’ê ra dıbêjın Almanya û hwd. Dı van navan da tu niyeteki xırab a dewleta Tırkan tune ye.Lê lı Kurdıstanê niyeta xırab a dewleta Tırkan heye, lema hemû van navên ku danine, navên derewin û sexte ne. Jı xwe em pê dızanın ku, pıraniya caran qet navên rasti wernegerandıne ser zımanê tırki ji.
Jı aliyeki di va berhevkırına navên bajar, bajarok, nehiye, gund, gom û taxên Bakurê Kurdıstanê iddiayeki pır mezın e, jı bo serketına vê kampanyê xebateki sistematik, metodik û her wusa ji pır wext jê ra lazım e. Dıviyabû ku Enstituyên Kurdan bı bi karê gıran va rabûna.Gelo hêz û enerjiya malpereki tenê dıkare jı bınê vi barê mezın rabe? Gelo ya baştır wê ew nin bûya ku hemû an ji pıraniya malperên Kurdan dest bı kampanyeki bıkırana, pışgırti û mılbıdana beşa kurdi ya Wikipedia’yê. Dı Asiklopedia Azad Wikipedia’yê da, beşeki xususi heye bı navê ”erdnigari” yê û tê da, jı nıha va, dıbe ku bı hezaran navên ku bı erdnigariya Kurdıstanê va gırêdayi ne hene.
Gelo tırs tune ye ku neticên kampanyên berê werın serê vê kampanya nû ji? Çewa ku dı pırani tıştan da ji wusa ye, dema ku merıv ciddi û bı sebr be, merıv dıkare zora gelek zehmetıyan bıbe û serbıkebe. Hêvidarım ku ev kampanya wê serkeve.
Jı aliyê di va, dıvê ku dı xebatên Kurdewariyê da berdewami hebe. Xebateki dıvê qedrê xebatên ku beriya wê hatıne çêkırın bıgre û her car jı nû va Kurdıstan an ji Amerika neyê keşifkırın. Heta nıha dı mesela berhevkırına navên rasti û esli da hın xebat hatıne kırın. Ev xebat perçe-perçe ne û dı gelek kovar û rojnamên Kurdan da merıv leqayê van xebatan tê. Dıvê ku tıştên hatine nıvisin, hemû werın berhevkırın û bı tevi çavkaniyan (yên ku berhevkırıne û nav, tarix û hıjmara weşanê) bıkebın nav vê arşiva ku Amidakurd dıxwaze avabıke. Wek nımûne dı salên 1983 -84 an da, Enstituya Kurdi ya Parisê nexşeyeki Kurdıstanê weşand. Ev nexşe ne hınde analitik e, lêbelê disa tê da navê gelek çem, deşt û çiyan û angorê şertên 1980 ya, navên hemû bajar û qesebeyên Kurdıstanê hene.
Bı anagorê baweriya mın arşiva nava dıvê heta jı merıv tê dıvê analitik be.Ne tenê dıvê navên rasti û esli û lı hımberê wan ji navên derewin û sexte yên bı zımanê tırki hebın, her wusa dıvê hın malûmatên bı rengi yên dı derbarê gundan ji tê da hebın weku:
-Gundê Çılxor’ê: Lı rojhılata deşta Rehwayê, dı quntara çiyayê Çılxorê da ye û dıkebe rojavaya Tetwan’ê û derdorê 8 km jı Tetwanê dûr e, nufusa gund 865 kes e (Lı gor serhıjmêra sala 2007 a) Navê sexte yê bı zımanê tırki wusa ye: “Benekli”.
-Gundê Kızwak’ê: Lı kêleka behra (gola) Wanê da ye, dıkebe bakûrêrojhılata Tetwanê, derdorê 14 km jı Tetwanê dûr e û lı ser rêya Tetwan-Xelatê da ye, nıfusa gund 1263 kes e. Navê sexte yê bı zımanê tırki wusa ye:”Kıyıdüzü”.
-Çıyayê Sipanê Xelatê: Lı bakurêrojavaya behra Wanê, lı bakûra Elcewaz’ê, dı navbera Elcewaz û Mılazgır’ê da ye, bılındiya wi 4058 m. ye. Navê sexte yê bı zımanê tırki wusa ye:”Süphan dağı”.Bı vi awayi, ciyê her nav û warê erdnigariyê baştır eşkere û xwıya dıbın. Ev dıbe wek Ferhenga Erdnigariyê.
Dı warê internetê da hewqa şarezariya mın nine, gelo ev arşiv bı awayê interaktiv nıkare çêbıbe? Tecrubeya Wikipediya beşa kurdi bı me dıde zanin ku 2-3 Kurdên bı xiret û jêhati, yên ku hê hev rûbırû neditıne, bı xêra vê teknolojiya nûjen û hevkariyeki rınd dıkarın mûcizeyan bıkın.
Her wusa dı warê erdnigariyê da, dı internetê da Google Earth’ê heye. Lı wır ez nızanım ka gelo merıv dıkare lı kêleka navên sexte û derewin ên bı zımanê tırki da, navên rast û esli ji bınıvisine an na? Lê merıv lı kê derê bıxwaze fotografeki bı nıvis deyne, dıkare. Peydakırına fotografê her gundi gelek zehmet e, lê ku merıv bıxwaze dıkare fotografeki karekteristik yê gundeki Kurdan hılbıjêre û lı kêleka her navê sexte yê bı zımanê tırki, vi fotografê hanê bı tevi navê gund yê rasti dane. Kurd dıkarın dı Google Earth’ê da, lı ser nexşeya bakûrê Kurdıstanê bı dehhezaran fotografên bajar, qesebe, nahiye, çem, çiya û hwd. bı navên wan ên rasti danın.
12/01/2008
Malperên Kurdi û Weşangeriya "Hıma Çewa Hat"
Dı rojname û malperên Kurdan da gelek caran navên gund, çiya, çem û bı awayê gışti navên ku bı erdnigariya (coxrafya) Kurdıstanê va gırêdayi derbas dıbın. Gelek caran ev nav, ne anagorê navên xwe yên rasti û esli, lêbelê bı navên sexte û derewin yên ku dewleta Tırka lı ser me dı resmiyetê da ferzkıriye tê nıvisin. Kurd dı karanina navên rasti da ne bı ısrar û ne ji bı istiqrar ın. Yani nûçeyeki “hıma çewa hat” berdestê wan, hıma wusa ji dıweşinın. Ku bı navê rasti û esl be, wê wusa bıweşinın, lêbelê ku bı navê sexte û derewin yên tırki be, hıngê ihtimaleki mezın e ku wê bı tırki bıweşinın. Jı xwe mesele dı vê “hıma çewa hat”ê da ye. Lewra gelek caran çavkaniyên nûçeyên wan, ajans û çapemeniya Tırkan ne. Malperên Kurdan pıraniya caran bı anagorê pivanên çapemeniyê ji nakın û navê çavkaniyên nûçeyan ji nanıvisinın. Hıngê xırabi hê ji mezıntır dıbe, jı ber ku êdi ew xwe wek çavkaniya nûçeyan pêşkêşdıkın.
Malperên kurdi bı hev ra û bı xwe ra ketıne pêşberiyê, dı nav telaşeki mezın da dıxwazın hılkışın ber bı serê listeya malperên kurdi yên ku heri zêde tên xwendın. Weşandına nûçeyên nû, aktuel, magazin û balkêş alikariya vê hılkışandına ber bı jora listeyê dıkın. Lê belê pıraniya malperên kurdi ne xwedi ajansên nûçeyan û tora nûçegıhanan ın. Gelo malperên kurdi dema ku nûçeyên “hıma çewa hat” dıweşinın dıvê ne xweyê hın pivan û prensiban bın?
Lı vır ez dıxwazım wek nımûne behsa çend nûçeyên malpera Netkurdê bıkım. Ev nımûne hıma bêje jı bo hemû malperên Kurdan derbasdıbe.Dı vê meselelê da tu cudatiyeki berbıçav dı navpera malperên Kurdan ên bı zımanê kurdi û yên ku bı zımanê tırki weşanê dıkın, xwıya nake. Herçi Netkurd e, bı rêya imkana şırovekırına nûçeyan, heta nıha mın bı xwe çend caran bala malperê kışandıye lı ser vê meselê. Lê ew her bı ya xwe, bı “hıma çewa hat”ê dıkın. Ka em lı hin nûçeyên Netkurdê bınêrın:
Şivanê wênekêş berhemên xwe di dawetê de pêşkeş kir
Abdullah Aksu li Çatalcaya Dêrikê şivantî dike û di heman demî de jî wênekêş e. Aksu, li herêmê wek "Şivanê wênekêş" tê nasîn. 8/1/2008/
Baykan: Qîzên gundî ji bo nasandina kincên herêmî derketin ser podyûmê
Li gundê Ulaştiya Baykanê qîzên dibistana gund ji bo kincên xwe yê herêmä bidin naskirin derketin ser podyûmê. 23/12/2007/
Hîlvan: 7 keç di gola bendavê de xeniqîn
Li Hîlvanê li gundê Çataklîyê, ji malbatekî 7 keç di gola bendava Ataturk de xeniqîn. 6/9/2007.
Diyarbekir: pêşbirka zebeşan bi dawî bû
Di pêşbirka îsal de 93 beşdarî hebûn û zebeşê Mehmet Salih Yaşa ji gundê Erimliyê ku 46 kîlo û 660 gram bû, bû ê yekemîn. 6/9/2007
Derdê hewiyê bê westan didome
Lê berî niha bi demekê, mêrê wê li gundê Sazlicayê ji xwe re qîzek bi navê Îpek dît. Dema Bedriye pê hisiya cîhan lê bû wek dojehê.14/6/2007.
Kercos: 4 gund ê 21 roj di bin qarantînayê de bin
Piştî diyar bû ku vîrûsa li gundê Boxazlikoya Kercosê hatiye dîtin, vîrusa kujtinê a H51N ye, Boxazlikoy û 3 gund ên din Ruzgarli, Aydinli û Mağaralî 21 roj ket bin qarantînayê. Çûndin û hatian gundan qedexe bû. 12/2/2007/
Kurd dı gelek waran da dewleta Tırkan rûreş û sûcdar dıkın: Em bêjın ku, yasaxkırına navê Kurd û Kurdıstanê û zımanê kurdi dı rêza pêşi a vê rûreşkırınê da tê. Yani Kurd dıbêjın ku, lı me neheqi hatiye kırın û em vê neheqiyê qebûlnakın, protesto dıkın û her wusa ji nas nakın. Dı vi wari da, jı xwe ra dıbêjın Kurd, dıbêjın ku navê welatê me Kurdıstan e û her wusa zımanê me ji zımanê kurdi ye. Dı mesala zımanê kurdi da xemsar û dı ya Kurd û Kurdıstanê da tujtır ın. Yani naxwazın anagori ideolojiya resmi ya Tırkan jı xwe ra bêjın “Dağlı Türkler-Tırkên çiyayi” û jı welatê xwe ra ji bêjın “Doğu ve Doğu Anadolu Bölgesi- Rojhılat û Rojhılata Başûrê Anadoluyê”, lê belê dı eyni demi da, jı karanina navên derewin û sexte yên gund, çiya, çem û bı awayê gışti navên erdnigriya Kurdıstanê texsir nakın. Me got “hıma çewa hat”, wusa ji dıweşinın.
Kurd bı vi awayi, bê hemdê xwe an ji bı hemdê xwe, beşek jı politikaya dewleta işkalkar a lı ser mılet û welatê me qebûldıkın û stuyê xwe lı ber vê politikayê xwar dıkın. Gelo dema viya dıkın çı qezancdıkın? Me got, hılkışandına ber bı jora listeya malperên kurdi yên ku heri zêde tên xwendın. Hê negıştine wê derecê ku karıbın bı hatına pereyên reklaman, ku hın jı wanan hılgırtiye, idara malperên xwe bıkın û pere ji qezanckın. Yani nıha sedem ne qezanckırına pereyan e, lê belê şan û şohreta nav malperên kurdi da ye.
Dema ku merıv rêveber û nıviskarên malperên Kurdan dınêre, dıbine ku pıraniya wan ev 30 sal û zêdetır e ku dı nav hereketa kurdi da ne, emrê wan gıhiştıne 45- 50 sali û zêdetır. Yani ne xort û keçên nûgıhişti yên 15-20 sali ne, da ku em bêjın haya wan jı politikayên dewleta Tırkan nine. Her yek jı wana dıbe ku bı dehan navên rasti yên gundên herema xwe dızanın û tu jı wan bıpırsi, dê nıkarıbın navên sexte yên tırki yên van gundan bızanıbın.
Jı aliyê di va pıraniya malperên ku em behsa wan dıkın, jı dervayê Tırkiyê û dervayê perça Kurdıstanê ya ku dı bın destê Tırkiyê da ye, weşanên xwe dıkın. Jı xwe lı kê derê weşana xwe dıkın bıla bıkın, bı karanina navên rasti û esl yên gund, çiya, geli, çem û yên mayin, kes tu cezayi jı nade wan. Nexwe mesele çı ye? Yani çewa dıbe ku jı aliki va dıbêjın Kurd û Kurdıstan û jı aliyê di va ji, dema ku navên ku bı erdnigariya Kurdıstanê va têkılidar ın û dı nûçeyên ku tên berdestên wan da derbas dıbın, bêyi ku tu xeman bıxwın û “hıma çewa hat” wusa ji dıweşinın?
Wun ê jı mın ra bêjın ku ew navên kurdi nıkarın peyda bıkın, lema navên tırki yên sexte dıweşinın. Hıngê ez ê jı we ra bêjım ku ev rast e, lê belê bê cidibûna malperên Kurdan jı xwe dı vê meselê da ye: Yani jı aliki va, jı nıha va her malpereki bûye xwedi arşiveki bı hezaran nûçeyan, lê belê ez bawernakım ku heta nıha tu malpereki jı xwe ra kırıbe hedef da ku jı xwe ra arşiveki navên gund, çiya û çemên Kurdıstanê çêke û bı camêri vê arşivê pêşkeşi malperên dın ji bıke. Dı arşiveki wusa da dıkarıbû navên rasti û lı hımberê wan ji yên derewin û sexte hebûna.
Jı aliyê di va jı bo despêkırına arşiveki wusa gelek malûmat ji hene, jı nıha va gelek malperên kurdi yên heremi navên gundên xwe yên rasti weşandıne.(Bınêre Sılivan.net) Her wusa dı nexşeyên leşkeri yên dewletên wek Almanya, İngiltere û Fransayê da, yên ku dı despêka salên 1900 i hatıne weşandın da, merıv navê hıma bêje hemû gund, gır, çiya, deşt û çeman dıbine. Ev nexşe lı gelek bajarên dewletên Ewropayê da lı kıtêpxaneya da hene û merıv dıkare peyda bıke. Nexşeyên dewleta Tırkiyê, yên ku beriya sala 1960 i hatıne çapkırın ji heta dereceyeki çavkaniyên baş ın. Dema ku merıv nexşeyeki wusa û nexşeki Tırkiye û perça Kurdıstanê a ku dı bın destê Tırkiyayê da ye dane kêleka hevdû, hıngê lı hımberê her navê sexte û derewinê tırki, merıv wê navê rasti û esl ji peyda bıke.
Ez bawernakım ku, dema ku nûçeyeki dı derbarê heremeki da dıkebe destê malpereki kurdi, pıraniya rêveber û nûçegıhanên vê malperê tu xeman dıxwın û jı bo 5 deqiqeyan dı internetê da lı navê kurdi dıgerın.
Em bêjın ku bı rasti ji lı navê kurdi geriyan û peyda nekırın, hıngê dema ku navê sexte yê tırki dıweşinın, çıma lı kêlekê an ji lı bınê nûçeyê wusa nanıvisinın "malesef em hê bı navê esl û rasti nızanın û jı bêçaretiyê em navê sexte yê tırki dıweşinın.” Têbıniyeki wusa, dê hergav mesela navên erdnigariya Kurdıstanê yên ku hatıne guhertın bine bira xwendevanan, wê xwendevan vê pırsê jı xwe ji bıke û wê were bira wi / wê ku çewa lı herema wi / wê da ji navên erdnigariyê hatiye guhartın. Pêvajoyeki wusa dıbe ku hın xwendevanan têxe nav lêgerineki. Her wusa carna wê hın xwendevan derkebın û wê navên rasti yên van deverên ku behs lê hatiye kırın jı malperan ra bêjın û bı vi awayê hem nûçe sererast dıbe û hem ji xwendevan bı vê qenciya xwe ya kıri dıhıse û dıbe xwendevaneki aktivtır. Dema ku nûçe bı navên sexte û derewin tên weşandın, hıngê Kurd bı xwe ji beşdarê wê politikaya Kurdkuj a dewleta Tırkan dıbın û dı nav pêvajoya entegrasyona Tırkbûnê da radıbın lotık û ınçıkan, lewra iroj ku navê gundê me lı ba me bıbe sexte û tırki, wê sıbê ev tışt were serê navê mılet û welatê me ji. Dewletê kartûkan avêtiye ber me û em ji bı van kartûkan şûrê dıjmınê xwe tûjdıkın!
Çewa ku em pê dızanın, politikaya guhertına navên erdnigariya Kurdıstanê wek berdewamiya yasaxkırına navên Kurd û Kurdıstanê hat. Dı eyni demê da paşnavên Kurdan ji hatın betalkırın (navê bavê merıv, carna ji navê eşir an ji herema ku merıv jı wê derê ye, paşnavê merıv bû) û paşnavên qor yên bı zımanê tırki lı ser me hatın ferzkırın. Her çıqas, hê jı despêka avakırına dewleta diktator a Kemal da ji em leqayê vê politikayê tên ji, bı awayeki gışti, pışti sala 1960 i dewleta Tırkan dest vê politikaya guhartına navên erdnigariyê kır. Hıngê, navên pıraniya gund, geli, çem û çiyayên Kurdıstanê bı navên sexte û derewin yên tırki va hatın guhertın. Dewletê eyni tışti lı heremên Kurdan ên dervayê Kurdıstanê ji kır (heremên Qonya, Enqere, Kırşehir, Qeyseri û yên dın).
Lı perçeya Kurdıstanê a ku dı bındestê Tırkiyê da ye da, en hındık 10 hezar gundên Kurdan, Suryani û Ermeniyan hene û navê pıraniya gundan bı awayeki keyfi, bı navên çırto-vırto yên bı zımanê tırki hatın guhertın. Dı hejmara 5 a ya rojnameya Dicle-Fıratê da (1ê sıbata 1963 ya), nıviseki Said Elçi heye ku balê dıkşine despêkırına vê politikaya dewleta Tırkan. Lı Kurdıstanê navên bı zımanê tırki yên tenê hın gundan hene, wan gundan ji dewletê pışti afet an ji avakırına bendavan avakır, lê belê ew lı ser wan deveran hatın avakırın ku navên wan deveran ên bı rasti û esli hene.
Heta nıha qet mın ne got “navên kurdi” yên erdnigariya Kurdıstanê, lewra çewa ku em pê dızanın, Kurdıstan pır kevnar e, en hındık ev 8-9000 salın ku mırov lê ci û war bûne û gund û bajaran avakırıne. Navên heyi jı mirasa vê dirokê ye û ev nav dı sıberojê da, dıbe ku gelek alikariya arkeolog û zımannasan ji bıkın, lewra mıfta û şifra gelek bûyer û qewımandınên diroki dı van navan da weşartine. Lı Kurdıstana iroyin da xeyni Kurdan, Ermeni û Suryani ji, jı nufısa xwe ya nıha pır pır zêdetır hebûne. Em bêjın lı Serhedê merıv jı navê gundan pê derdıxe ka kijan gund yên Ermeniya û kijan yê Kurdan bûye.Xeyni navên bı kurdi, gelek navên di ji, jı van zımanan û zımanên mıletên hêji kevntır mane. Navên gelek gund, çiya, geli û çeman jı navê Kurdıstanê bı xwe ji kevntırın. (jı çavkaniyên heyi em pê dızanın ku navê Kurdıstanê tenê jı hezar sal beriya nıha va heye.) Ma ev navên he bı xwe ji qê diroka me ya lı ser vê axa hanê nadın ispatkırın? Ka lı Tırkan bınêrın, xeyni wan gund û bajarokên ku wan bı xwe avakırine, dı navê kijan bajar û gundi da zımanê tırki heye, û rayên mıletê Tırk çıqas ketiye lı ser vê axa ku wan bı zorê û qetliaman jı xelkên dın sıtand?
Jı aliyê di va dı nav xelkê me da bıkaranina navên rasti û esli gelek xwurt e. Lı gelek deveran, haya gundiyên gundan bı xwe ji, jı navê sexte û derewin ên gundên wan nine, ew bı xwe bı navên sexte yên gundên xwe nızanın. Ez dıbêm qê, bıkaranina navên erdnigariya Kurdıstanê dıbe ku lı hın deveran, jı axaftına bı zımanê kurdi ji zêdetır be. Yani gelek Kurdên ku dev jı zımanê kurdi berdane, pê dızanın lêbele pê napeyvın, dema ku behsa gundê wan wê bıbe, wê bı navê rasti û esl bêjın.
Tesira navên sexte û derewinên bı zımanê tırki tenê bı weşandına nûçeyan va sınorkıri namine, gelek caran dıkare şılıl bıde hızra me ya siyasi û milli ji. Ez dıxwazım lı vê derê nımûneyeki bıdım: Dı şeva 14-15 ya meha yekan a sala 1989 da lı gundeki Cızira Mêrdinê da (hıngê dewleta Tırkan Şırnaxê nekırıbû parêzgeh û Cızirê ji bı pê va gırênedabû), dı dema operasyoneki leşkerên dewleta işkalkar da, gundi lı meydana gund hatın berhevkırın û pışti lêdan, êşkence û tazikırınê, bı zoreki gu xıstın devê gundiyan. Pışti van malûmatan tafıl wê navê “Yeşilyurt”ê were bira we. Gelo çıma navê vi gundi yê rasti û esli nayê bira merıv? Gund gundeki welatparêza bû (ye), jı ber vê welatparêziya xwe, dewleta Tırkan vê belayê ani serê gundiyan. Çewa ku merıv dıkare bıfıkıre, ew ne cara pêşi bû ku dewleta Tırkan vê hovıtiyê dıkır, lê belê ew cara pêşi bû ku gundiyan bı mêrxasi vê hovitiyê eşkere û gıli kırın, bı rêya awuqatên xwe yên welatparêz dozê bırın Dadgeha Mafê Mırovan yê Ewropayê û dewleta Tırkiye lı ser pırsırêka kurdi cara pêşi lı wur hate sucdar û mehkumkırın. Ev gund bû sembola zulma lı ser mıletê Kurd. Gelo çıma ev gund bı navê xwe yê rasti û esli nehate behskırın? Awuqatên Kurd û şaxên heremi yên Komelya Mafên Mırovan ku jı Kurdan pêkdıhat ku bı vê dozê ra mıjûlbûn, çıma bı navê rasti yê vi gundi ra ji mıjûlnebûn?
Gelo çend kes jı me dızanın ku navê vi gundi Cınıbr e û ev gund gundê Mir Bedırxan bı xwe ye? Her wusa ku iro lı gund da neviçırkên Mir Bedırxan dıjin? Ku jı berê va Tırkan baregeha leşkeri lı wır avakırıye. Her wusa kê jı me zanıbû ku gundiyên welatparêz, ên weki gorbuhışt Kamıl Muştak, hê jı sala 1959 a va, lı vi gundi da Newrozê bı agır pirozdıkırın û dılxwaz û aligırên Berzani bûn?
Pışti van malûmatan dıvê merıv jı xwe bıpırse, gelo rastlıhevhatın û tesadufi bû ku dewlata Tırdan a işkalkar vi gundi jı bo vi karê xwe yê hovane hılbıjart? Her wusa bı berxwedan û mêrxasi, eşkere kırın û gılikırına wê reziltiya dewletê ji, gelo hıngê jı her kesi dıhat?
Ez disa vedıgerım ser pırsa xwe, gelo dı biranina gışti ya Kurdan da navê Cınıbrê, an navê sexte û derewin “Yeşilyurt” bı cıh bû? Lı vır ez dıxwazım bêjım ku, nıha xeyni malûmatên ku, ev çend salın ku M.Şerif Mûştak ê hêja lı ser gundê Cınıbrê, û berxwedana wan gundiyên welatparêz dıde, dı çapemeniya kurdi ya bı zımanê kurdi û tırki da merıv leqayê navê Cınıbrê nayê. Em Kurd dıvê ku dı vê mesala navan da ji qedrê İsmail Beşikçi yê hêja bıgrın, lewra ew bı ısrar navên rast û esl bıkartine. (Jı bo gundê Cınıbrê, lı vê kıtêba wi bınêrın: Mêtıngeha Navdewleti Kurdıstan – Zanısti û İdeolojiya Resmi, Dewlet û Demokrasi û Pırsgırêka Kurdi. Weşanên Enstituya Kurdi ya Parisê, 1990, bı zımanê tırki, rûpel 346-347.)
Pışti mırına Kamıl Muştak (7/12/2007), ku ew yek jı 4 kesan û yê heri jêhatitır bû dı gılikırın û dozvekırına vê rûdanê da, navê Cınıbrê disa aktuel bû. Dı çapemeniyê PKK ê, yên Kurdên mayin da û dı ya Tırkan da ev bûyer û gund bı navê “xwe” yê sexte hat biranin.(Malperên Beroj, Kurdıstanpost, Yenı Özgür Politika, Online Gundem, Dicle Haber Ajansı,) Mın bı xwe ji navê Cınıbrê nızanıbû û her wusa mın nızanıbû ku ev gund gundê Mir Bedırxan e. Dema ku pişti wefata Kamıl Muştak, meheki beriya nıha, ez jı nıviseki M.Şerif Mûştak bı van malumatan hısiyam, wek Kurdeki, lı ser navê xwe, mın jı xwe şermkır.
12/01/2008
08/01/2008
Dimenên Kurdıstanê
Ev xebata mın a hanê; peywendiyek, an ji, pıraniya caran bı rêya biraninên mın ên salên zarokati û xortaniyê, jı dûr va be ji “vegera” mın a heremeki ye, ku ez lı wê derê hatım dınê û heta bist saliya xwe mezın bûm û paşê ji, bı darêzorê jı wê derê hatım hılkışandın.
Hêzên mezın, bı hevkariya dewletên heremê, dı destpêka sedsala 20 an da, bı hesabên berjewendi û qezancên xwe, çewa ku lı ciyên dınê ji kırıbûn; lı ser Kurdıstanê ji “leyistoka” xwe leyıstın. Jı wê çaxê heta nıha lı seranserê cihanê gelek tışt guhırin û gelek tışt ji hatın gotın, lê belê lı heremê rewş hıma hıma weki xwe ma. Jı aliyê Tırkiyê û Iraqê va wêran û xerakırına bı hezaran gundan, lı bejayiyê çandına bı milyonan mayınan û bı darêzorê ciguhestına gel, heremê jıbo Kurdan kır kemin û dojeh. Jı ew çaxa ku ez jı wır çûme heta nıha, her ev bûyer qewımin.
Jı aliyê dewletên bı hêz û bê hêz ê cihanê va, ixaneta lı mafên azadi, rewa û dadperweri û çarenıvisa gelan, siyaseta dırû û cotpivan bı awaki bê sınor lı ser Kurdıstanê hat pêkanin. Ez wek resameki Kurd, dı nav vê xebata xwe da mın bala xwe da vê babetê; dimeneki ku dıguhıre, têxırakırın û wendadıbe.
Têbıni:
Mın vê nıvisê, jı bo pêşengeha xwe ya ferdi ya resıman, a ku jı 10/ 10/ 2002 ya heta 27/10/2002 yan, lı Eywana Hunerê a Sinemateatroya Aristoteles pêkhat, wek pêşgotına pêşengehê nıvisi û hıngê, dı kataloga huneri ya bajarvaniya Saloniki a bı navê “İkastika” da hate weşandın. Pêşengeh jı aliyê Beşa Çand û Hunerê a Bajarvaniya Saloniki (Yunanistan) va hate pêkanin.
02/01/2008
Çewa mın dest bı çêkırına grafikan kır?
Pışti sala 1987 a, dema ku êdi ez lı Akademiya Hunerên Sıpehi (A.H.S.) ya Saloniki da bûm xwendekar, hıngê mın awayê çapkırına berhemeki grafikê ji naskır. Dı rewşekê da ku, dı atolyên resım yên akademiyê da, perwerde û xebata klasik a lı ser modelan (mırovên tazi), merıv dıfetısand û bêzar dıhışt, mın, lı dûrê fermanên perwerdeya akademiki, dı hunera grafikê da jı xwe ra heremeke xwe ifadekırın û serbestiyê peyda kır û nemaze mın dıkarıbû gelek metod û rêyên çêkırına berheman bıcerıbanda. Bı vi awayi, dema ku mın dı sala 1992 ya da beşa resım ya akademiyê qedand, mın wek xabeteki cuda, derdorê bist grafikan ji xıst nav xebata xwe ya diplomatiki.
Jı wê çaxê heta nıho, têkıliya mın a bı hunera grafikê ra her dem zındi û berdewami ma. Dema ku mın dı sala 1997 a da pêşengeha xwe ya pêşi çêkır, mın xwest ku ev pêşengeh, ya grafikan be. Bê guman dema ku ez dıbêm grafik, mebesta mın grafikên ku lı ser dar an ji linolium tên çêkırın ango "jorçapkırın" e, çı yên reş û sıpi û çı ji yên rengin ın. Lewra jı bo çapkırına grafikên ku lı ser metal bı metoda asidê tên kolandın, ku ev ji grafika "jêrçapkırın"ê ye, presa mın tune bû. Lê belê dema ku dı sala 1998 a da mın bıhist ku lı vır, lı Epanomiyê hosteyeki hesınger presên bı vi rengi çêdıke, ez yek jı wan kesên pêşi bûm ku mın jı xwe ra presekê da çêkırınê. Ew hususiyetên xweş yên grafika ku bı metoda asit lı ser metal tên kolandın, ku ew bı xwe rê dıde da ku merıv bı hurlêgerineki zêdetır lı avakırına hereman û bı her cûreyên tonan bıxebıte, bı tevi grafika jorçapkırınê, dı van salên derbasbûyi da bala mın kışandın ser xwe.
Paşê, dema ku dı sala 2000 ya da, mın atolyên nû yên A.H.S. yê Zaningeha Arıstoteles a Saloniki lı Thermi dit, jı ber ku ew bı salan bû ku mın mamosteyên jêhati û hevkar yên beşa grafikê nasdıkır, hıngê beşa grafikê ya Akademiyê jı bo mın bû xwestekeki nû. Bı vi awayi, ku ez jı sala 1997 a û vır va wek mamostê nigariyê, dı perwerdeya dereca liseyê da dıxebıtim, vê carê dı gerepırs û lêgerina zaninê û jı bo hevxebata lı warên cıvati yên wek zaningehê da, ez ê vê carê dı beşa grafikê a A.H.S. da disa bıbûma xwendekar.
Têbıni:
Mın vê nıvisê, bı sedema pêşengeha komi ya grafikan, a ku lı Galeriya “İrmos” a bajarê Saloniki ya Yunanistanê pêk hat, nıvisi. Ev nıvis dı hıjmara 141a ya kovara “Panselinos” a rojnameya “Makedonia” da, dı 19ê gulana 2002 ya da hat weşandın.
29/12/2007
Kurdıstan

Bı hêviya rojên geş, xweş û ronak,
Bı hêviya pêkhatına daxwaz û xewnên me,
Bı hêviya sıberojeki bı dılê me, sersala we piroz be.
Serhad Bapir, 29/12/2007
28/12/2007
27/12/2007
Serhad Kolandına nigarên têkoşinê
Çiyayên Araratê, 2000, bı don, 70x100 cm.Jı bo Kurdan çiyayê Araratê an ji Agıri ( ango çiyayê agır ) çewa ku ew bı xwe bınavdıkın, lı hımberê êrişkeran “çekeki” têkoşinê û nişana azadiyê ye. Lewra jı bo serhıldêr û fıraran ew der warê xwe parastınê ye. Û cotyarên Kurd, gundiyên sade yên gundan, hergav dıbêjın ku “yê Tırkan fıkokeyê wan ên nûjen hene, lê belê yên me ji çiyayên me hene.”
Navê “Araratê” jı aliyê Urartuyiya va lı vi çiyayi hatiye danin, xelkeki diroki ku 2000 sal beriya Zayinê lı vê heremê dıjiya. Mıletên xwedicıh yên heremê, Kurd û Ermeni ku weki vi xelkê diroki bı zımanê İndoawropi dıpeyvın; bawerdıkın ku nıjad û çanda wan bı yên vi xelki ra ketine nav têkıliyê. Ev bûyer tenê ji dıde xwiya kırınê ku tu xızmatiya wan bı Tırkan ra nine.
Grafikçêker û resamê Kurd Serhad wek çavkaniya xebata xwe, vi çiyayê ku bı gelek sembolizman hatiye barkırın hılbıjartiye, da ku pêşengeha xwe ya bı navê “Ararat û Qûntara Araratê” lı Şirketa Makedoniya Huneri “Texni”a bajarê Kilkisê pêşberi me dıke. Pêşengeh jı 40 grafik û 20 resımên manzereyan, yên ku bı hıbra çini an ji bı krayonê hatıne çêkırın, ku ev beşek jı xebata vê dehsaliya dawi a hunermend e, pêktê.
Serhadê ku lı Tetwana bakûra Kurdıstanê hatiye dınê, ku jı aliyê cunta Tırka va hat nefikırın, dı sala 1984 an da wek penaberi politik xwe gıhand Yunanistanê. Da ku dı Dıbıstana Zımanê Yunaniya Nûjen û Akademiya Hunerên Sıpehi ya Zaningeha Aristotelesa Salonikê da perwerde bıbe, pışti saleki hate Salonikê.
“Ez resıman çêdıkım jı ber ku ez jı malbateki têm ku, hemu kes bı awayê xwe resıman çêdıkın. Em donzdeh xwışk û bıra ne û her yek jı me bı anagori xwe dıkare resıman çêke." Serhad jı me ra dıbêje ku “bırayeki mın ê pıçûk ku akademiya hunerên sıpehi da xwendekar bû, jı ber zulma rejima Tırkan mecbur ma û dev jı zanigeha xwe berda.”
Xana Eleman, 1995, hıbra çini, 20x30 cm
Nıha pênc jı yanzdeh xwışk û bırayên wi lı Awrupê dıjin, yek dıxtor, yê dınê ekonomist…Ew bı xwe ku ev çardeh sal ın ku jı welatê xwe dûr e, bı rêya fotografên dema nû û biranina xwe, vêca bı hunera xwe, lı Araratê “vedıgere”. “Babeta van berhemên ku nıha ez dı peşengehê da pêşberi xelkê dıkım, têkıliyê wê bı welatê mın ra heye. Lê belê ez tenê lı ser vê babetê naxebıtım, mın jı Yunanistanê ji hınki tıştan çêkıriye. Ew tıştê zêdetır bala mın dıkşine ser xwe, mırov e, ku ew bı xwe dı xebata mın da xwedi cıheki bıngehin e. Ev tışt zêdetır ji dı grafikên mın ên bı asit, yên lı ser dar, linoliom, her wûsa darê sınayi, yasenitê da xwuya dıkın.
Viya, bı “zımaneki” xususi, şırove ya mın a lı ser formaya mırov e, ne xebateki jı ber gırtına realiteyê ye, jı ber ku meyleki absrek û semboliki ji tê da heye. Çavkaniya ilhama mın mırovên mıleteki ne, ku ez bı xwe ji jı wi mıleti me; Kurd. Xebata mın jı bo têkoşina ku dıdome wek deyneki mın ê rumetê ye. Deyneki mın ê jı bo ew ên ku lı ci û warên xwe mane, têdıkoşın, yên ku tên êşkenceditın, tên pelçıqandın û tên kuştın. Ev ın Kurd û bêyi ku ez bıkevım nav dafıka realizma sosyalisti an ji hunera partitiyê, mın xwest bı anagorê xwe hınki tıştan şırove bıkım.”
Tadeyi 1, 1992,grafika rengin a lı ser linolium, 28,5x25,5 cm.
Bı hızkırın û rûmeta jı bo van mırovên sade, Serhad nigarên wan kola, an ji resımên wan çêkır, dıbêje ku “Grafik kareki zehmet e, lı ser maddeyeki nigareki çêdıki û paşê ji, bı hınki hacetan dıkoli. Têkoşineki dı navbera reş û sıpi, jiyana van rengên bı hevra ên lıhevhati ku hevûdın temam dıkın. Bı vê teknika “hışk”, bı qewartın û kolandına bı serê kêrê mın xwest nigara mırovên Kurdıstanê bıdım xwiyakırınê.
Dı welateki weki welatê mın da, ku her roj mırov tên kuştın, ku zıman, kevneşop û kultur qedexe ye, ku ev gelê xwedicıhê diroki jı mafên mırovan yên heri pıçûk ji bêpare; ez wek Kurdeki, mın nıkarıbû bı awayeki dınê nigara çêbıkıra. Jı aliyê dınê va, herçi manzere ne, ew bı xwe ne ewqas hışk ın. Berevajiyê we, mın dıkarıbû bıgota ku wan dı nav xwe da iwereki wek melodi veşartıne.”
Xwiya dıke ku, hunermend dı pıraniya berhemên xwe da , wek nigar û figur babeta jınê bıjartiye. “Her çıqas ne bıjartıneki bı zanebûni be ji, ez bawerdıkım ku ew a zınditıya kultura kurdi dıparêze; jın bı xwe ne. Wek nımûne, ez û xwışk û bırayên mın, me ne jı bav û bapirên xwe, lêbelê jı dê û dapirên xwe çirok û stranên geleri yên Kurdi guhdardıkır. Jın lokomotiva zıman û kevneşopiyê ne, ku vana jı nıfşê berê dıgrın û derbasê nıfşê nûhati dıkın. İro jına Kurd têdıkoşe, tê êşkencekırın û gırtın û gelek jı wanan ji dertên serê çıyê. Jın ji weki mêran, barê gıran a têkoşinê hılgırtıne ser mılên xwe. Jın sembola kevneşopiyê ye, weke xelekekê nıfşê nû bı kultura kurdi va gırêdıde.”
Hewar 1, 1989, grafika lı ser linolium, 30x16,5 cm.
Û lı hımberê daxwazên Tırkan ên jı bo helandın û wendakırına gelê wan; parastına zıman, kultur û mirasa kevneşopi jı bo Kurdan awayeki berxwedanê ye. “Zımanê me hatiye qedexekırın, bı vi zımani radyo û televizyon tune ne ku merıv zımanê kurdi bıbihise. Berevajiya vıya, politikaya asimilekırına gelê Kurd heye.
Da ku zımanê xwe yê zıkmaki wenda bıkın, zarûk mecbur tên hıştın ku tenê bı zımanê tırki werın perwerdekırın. Malbatên ku xwedi hızra netewi ne, hewldıdın ku dı nav malê da vi zımani hini zarûkên xwe bıkın, lewra baş pê dızanın ku jı bo kultur û “kurdayeti” derbasê nıfşên nû bıbın, tenê ev rê heye. Bı kijan awayi Kurd berxwedıdın û têdıkoşın: Bı parastına zıman û kultura xwe, jı kêm kıtêbên heyi fêrbûna edebiyata kurdi a nıviski. Çewa ku, dema ku wun Yunan, dı bındestê Tırkan da bûn; Dıbıstanên we yên nepeni hebûn, bı wi awayi em bı xwe ji bı dızi hini zımanê xwe dıbın.”
Weki hemû Kurdan, Serhad ji, vi zımani, lı kêleka yê yunani hini kurê xwe dıke. Herkesê bı kultur û zıman va mıjûldıbın, baş pê dızanın ku çewa ew dıbêje “zıman nayên afırandın, xristiyaneki ê bıgota ku viya diyariya Xwedê ye.”
Serketın, 1994, grafika rengin a lı ser yasenit, 26x20 cm.
"Lı ber me nımûneya “zımaneki” ku nıkarıbû bıji heye: Esperanto. Û iroj 35 miyon Kurd bı heman zımani dıpeyvın û xwedi kultureki gelek kevnar ın. Lêbelê, bêyi ku rêxıstınên navdewleti bala xwe bıdınê, (xeyni rêxıstınên wek Afuya Navnetewi, Dıxtorên Dınê, Dıxtorên Bê Tıxûb û Rojnamevanên Bê Tıxûb) bı axaftına vi zımani qedexe kırıne"
Lı gor Serhad, balkışandına dawi a çend dewletên Rojavaya Awropayê; ku pışti pêlên penaberên Kurd ên ber bı Avrupayê, ku hımber politikaya Tırkiyê derketın; wan jı berpırsiyariya wana diroki nafılıtine. “Ne gel, lêbelê karbıdestên dewletên Amerika, Almanya û hınki dewletên dınê, berpırsiyarên ahlaki ya jenosida gelê Kurd ın. Ango ku iroj Tırkiye, İran û Iraq gelê Kurd serjêdıkın û wan jı mafên wan bê par dıhêlın; Vi karê qırêj, bı xêra alikariya ku van rejimên diktatori, dı warê abori, politiki, diplomatiki û zêdetır ji ya leşkeri da, ku jı hın dewletên Rojavayê dıstinın dıkarın pêk binın.
Dê û Zarok, 1998, grafika lı ser metal bı asit, 25x16,5 cm
Dı perçekırına Kurdıstanê da, berpırsiyariya van dewletan heye, bı taybeti ji berpırsiyariya diroki a İngilistan û Fransayê heye. Dema dı sala 1923 yan da, lı Lozanê Kurdıstanê kırın çar perçe; Lı bın peymanê da xeyni imzeyên Tırkên kemalist û Farsên monarşist, imza û muhra İngiliz û fransızan ji hebûn.”
Xeyni van dewletên berê yên Hêzên Mezın, iroj dewletên pıçuk ji lı pêş çarenıvisa Kurdan astengi derdıxın. “Yek jı bendên heri pêşi ya Peymannameya Netewen Yekbûyi, Mafê Çarenıvisa Gelan e.
Her çıqas jı bo çarenusa xwe, Kurd xwedi hemû qewl û rêbaza ne ji, lêbelê ev gelê kevnar ê heremê jı vi mafê xwe bêpar e. Dı heman demê da dewletên ku bı xwedi serhıjmêra 60.000 an ji 100.000 nışteciyan ji dı Netewên Yekbûyi da hene. Ev dewletên he ji, ku qenc e ku hene, dema jı bo mafên Kurdan bıryaran nastinın an ji lı hımber bêpar hıştına Kurdan a wan mafên ku ew bı xwe lê xwedine, dernakevın; hıngê bı sıûda gelê Kurd dıleyzın. Dewletên mezın û pıçûk dıkarın sıûda gelê Kurd tayin bıkın. Gelo çewa dıkarın bıryareki wusa bıdın ku; Kurd mıletek e ku lı cıvata dınyayê zêde ye û hewce nake ku dı vê cıvakê da ciyê xwe bıgre?”
Hewar 2, 1990, grafika lı ser dar, 24x16 cm.
Vê Hevpeyvinê, lı ser navê rojnameya yunani “Nea Makedonia”, xanım Smaro Xristidu bı mın ra çêkır û dı yekşema 1 ê Sıbata 1998 a da, wek “Hevpeyvina Hefteyê”hat weşandın.









