
28/12/2023
Çend Berhemên Salên Berê

05/11/2023
Ji vekirina pêşangehê li Galeriya Sazîya Lêkolînên Makedonî
101 hunermendên endamên komeleyê beşdarî vê peşengeha salene bûn. Ev pêşengeh ji bo 40 salîya avakirina komeleyê pêk tê.
Foto: Nikos Bendilas
Serpêhatîya Min a li Du Bajaran
Ez li bajarê Tetwanê yê li kêleka behrê li Kurdistanê hatime dinê. Bajarekî ku hingê 20 hezar rûniştvan lê diman û niha jî nêzîkî 100 hezar kes lê dijîn, li kêleka gola Wanê ku em jê re dibêjin behr, goleke mezin, şor û kûr ku hinekî ji rûberê giravaya Eviα`ya Yunanîstanê mezintir e û li bilindahiya 1700 metre ji asta deryayê da ye.
Ez heta 19 saliya xwe li wir mam, paşê ji ber beşdarbûna min a têkoşîna rizgarîxwaza kurdî, salên zehmet yên firarîyê derketin pêşîya min û piştra jî wek penaberekî polîtîk min xwe sipart Yunanîstanê.
Ev 38 sal in ku ez li bajarê Thessalonîkî dijîm, bajarekî ku wek erdnîgarî her dem Tetwanê tîne bîra min, bê guman ku gelek mezintir e. Li vir min perwerdeya hunerê pêkanî û min rêya xwe ya hunerî peyda kir, her wusa min li vir malbata xwe ava kir û zarokên min hatin dinê.
Çêkirina dîmenên bajarî her gav bala min dikşîne û di tabloyên xwe da ez li ser vê mijarê xebîtîme. Her wusa, bajar ew warê ku em tê da dijîn e, li wir serpêhatîyên me yên jîyanê diqewimin û li wir bîra me ya dîrokî ava dibe.
Serhad Bapir
Têbinî: Ev gotinên he, li kêleka fotografê berhema min di nav kataloga pêşengehê da ne.
25/10/2023
Serhad Bapîr di 18/10/2023yan da bû mêvanê Enstîtuya Zahrayê
Hunermendê şêwekar Serhad Bapîr di vê civînê da berhemên xwe da nasîn, behsa fikra xwe ya hunerî kir û bersiva pirsan da. Kek Mucahît Bîlîcî wergera rasterast ya bi zimanê îngîlîzî kir.
Kerem bikin li ser YouTubê li vê bernameyê temaşe bikin.
Zahra Institute, enstîtuyeke li bajarê Chicagoyê, li Amerîkayê ye.
30/09/2023
29/08/2023
Kurd Dikaribûn Çi Bikin
Ji alîyê 4 dewletên kolonyalîst va welatê me hatîye dagirkirin û zimanê me hatîye qedexekirinê. Nexwe wek milet û welatekî kolonîbûyî daxwaza derxistina dagirkeran ji welatê me û parastina zimanê me ji bo me mijara man û nemanê ye. Daxwaza serxwebûna Kurdistanê ji bo me ne tenê maf e, ev di heman demî da ji bo me bingeha exlaq û wijdana me ye jî û her wusa jî bivê-nevêya miletmayîna me ye. Ku em serxwebûna welat û miletê xwe pêkneynin, em ê jî wekî miletên şikestî bikebin nav goristana milet û welatên vemirî.
Bê guman gihîştina serxwebûna Kurdistanê pêvajoyek e, jê ra wext û şertên lihevhatî divên, lê divê ku em wek milet vê armanca xwe her wek agirekî pêketî xwedîbikin, divê stratejî ev be û bi xebatên taktîkî jî gav bi gav ber bi vî armancî va herin. Miletekî bê armanc wekî keştîyekî bê pusula ya ku di nav okyanûsan da ye. Bi hemû zaravayên xwe va zimanê me, alaya me ya netewî ku eve 100 sal in ku heye, sirûda netewî Ey Reqîb û nexşeya demografîya erdnîgarîya Kurdistanê ya berîya mudaxaleya polîtîkayên kolonyalîstan, bingehên Kurdbûn û Kurdmayîna me ne, bi polîtîkayekî serwext û jîr di şertên lihevhatî da em ê bigihîjin mirazê xwe. Divê wek milet em her di nav liv û xebatê da bin, lê divê em jibîrnekin ku çewa di mînaka İraq û başûrê Kurdistanê da (1991) jî xwîya bû, carna şaşîtîyên dijminên me rêya xêrê li ber me vedike, lê ji bo ku ev tişt pêkwere divê ku em wekî birayên xwe yên li başûr di armancên xwe da zelal û di hevkarîyên xwe da jî serwext bin.
Tecrûbeya îdareya nîvê başûrê Kurdistanê bi me dide îspatkirin ku, Kurd dikarin welatê xwe ji dagirkerên “xwe” gelek gelek baştir îdare bikin. Muqayesekirina van 30 salên dawî ya rewşa nîvê başûrê Kurdistanê bi heremên ji Kurdistanê veqetandî û her wusa jî bi İraqê ra, vê yekê bi me dide eşkerekirin. Tenê dema ku Kurd xwedîyê welatê xwe ne, ji tehdîta enfal û jenosîdê difilitin. Di standarta perwerde, saxlemî, aborî, kalîta jîyanê, demokrasî û hwd. da, başûrê Kurdistanê ji niha va en hindik 50 dewletên serbixwe li dû xwe hiştîye, ku hê nebûye dewlet jî.
Ji bo bakûrê Kurdistanê ez dixwazim vana bêjim: Hişê me yê sîyasî ev qederek sal in ku ketîye ser rêyekî şaş, daxwaz û armancên me di nav mij û moranê da bûne wekî nîgarên ne dîyar yên xeyaletan. Divê em di hişê xwe da zelal bikin ka Kurdistan kê der e û Tirkîye kê der e. Zimanê miletê me kîjan e û zimanê dewleta dagirker kîjan e û ji bo çi ev zimanê ku ji bo me zimanê kujer e, li ser me hatîye ferzkirinê. Divê em bizanin ku “Bijî biratîya gelan û bijî biratîya ummetê” wekî du alîyên yek pereyî ne, ku her du dîtin jî ji bo xapandina Kurdan in. Her Kurdê ku bi kurdî dizane lê belê bi Kurdan ra bi zimanê tirkî dipeyve, ev her du fikrên jorê di binê hişê wî/wê da “bijî biratîya zimanan” afirandîye û vêca ew bi xwe jî -wekî dagirkeran- zimanê miletê xwe dikûje. Her wusa, dema ku em her ku dibînin ku miletên serbilind dewletên xwe yên serbixwe avadikin, dîtina ku dibêje “serdema avakirina netew dewletan derbas bûye”, tenê ji bo xapandina Kurdan e. Encamên Referandûma Serxwebûna Kurdistanê nîşanê hemû cîhanê da ka wek milet em çi dixwazin. Nexwe divê li ba me hizra ziman û hizra welatî hebe û em xwe kêmî milet û welatên xelkê nebînin.
Divê em ji dev ji wê polîtîkaya bi labîrentên xapînok berdin, ya ku dibêje “pirsgirêka demokrasîyê ya Kurd, Laz, Çerkez, Ereb, Tirk, Elewî, jin û hwd”. Divê em nebin hemalê anîna demokrasîyê li Tirkîyê, ku ji wan tê bila Tirk vî karî bikin, em divê li dû statûya ziman û welatê xwe bin, ji xwe dema ku ev pêkwere dibe kuTirk jî bigihîjin demokrasîya xwe (bi qasî ku Erebên İraqê gihîştîne!)
Em û ew bingeha miletbûna me ye, nexwe di serî da di warê ziman da, di her warî da divê em cihêtiyên xwe yên bi Tirkan ra derînin pêş. Divê Kurd bi pratîka xwe, bi Tirkan bidin fêhmkirinê ku ê wekî Laz, Çerkez û hwd. ên din nebin Tirk, ê her bi zimanê xwe va Kurd bimînin û bigihînin armancên xwe.
Miletekî kolonîbûyî ku haya wî ji rewşa wî ya kambax heye û dixwaze ji vê rewşê bifilite, divê ji tu tiştên kolonyalîstan hizneke, ev refleksên jîndarîyê ne: Di despêkê da zimanê wan û hemû tiştên wan bila li wan pîroz be û yên me jî têra me dikin da ku em bibin xwedî dewlet û bi vî awayî wek milet siberojê da jî Kurd bimînin. Di serdema me da tehakûm û serdestîya Tirkan ya herî mezin ya li ser me bi rêya zimanê tirkî pêktê. Piranîya miletê Tirk ku bi sîyaseta dewleta xwe ya kolonyalîst ya li himberî Kurda bûne wekî pîskopatan, îmtîyaza efendîbûna xwe ya li himberî me dîsa bi rêya zimanê tirkî pêktînin. Nexwe bi Kurdan ra bi israr bi zimanê kurdî axaftin, xwenasîn û xwebûna herî rasteqînî ye. Kurdayetî û Kurdmayîn ev e.
Xebata ji bo mafê perwerdeya bi zimanê kurdî, wek perwerdeya mecbûrî ya Kurdan li ser seranserê bakûrê Kurdistanê divê armanca me ya despêkê be. Bê guman ev mijar ka bakûrê Kurdistanê kê der e ye jî, ê derîne meydanê. Ji bo Kurdên xwedîcih yên Enqere, Qonya û hwd. divê perwerdeya mecbûrî ya her du zimanên kurdî û tirkî were xwestin û ji bo Kurdên Tirkîyê jî divê dersên mecbûrî yên ziman û edebîyata kurdî hebin. Kurd divê dev ji slogan û daxwaza şolî ya “perwerdeya bi zimanê zikmakî” berdin. Daxwaz divê ev be “Em Kurd perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin.”
Serhad Bapîr 25.12.2021
Têbinî: Navê vê nivîsê niha min danî. Ev nîvîs di nav dosyeya bi navê “Di şertên îro da, kurd çawa dikanin xwe nas bikin, bi xwe bin û li hêjahîyên xwe ên aslî xwedî derbikevin?’ ya hejmara taybet (1) ya kovara Philosophia Kurdî da hat weşandin (2022).
28/08/2023
15 salîya bloga “Huner û Raman”ê
Di dawîya sala 2007an da, min bloga xwe ya bi kurdîya kurmancî, “Huner û Raman” avakir. Dotira salê min blogekî bi zimanê yunanî û yekî din jî bi îngîlîzî avakir. Ev sê blogên min jî heta niha aktîv in û têne xwedîkirinê. Anagorê naverokên xwe, ya herî dewlemend ya bi zimanê kurdî ye, dû ra ya bi yunanî tê û paşê jî ya îngîlîzî ye.
Di wê demê da, ango 15 sal berê, min dixwest malperekî min li ser înternetê
hebe û da ku di vê malperê da ez karibim aktîvîteyên xwe yên li ser hunerê
bidime nasîn û her wusa jî nivîsên min yên li ser huner, ziman, polîtîka û hwd.
ku di kovar û malperên kurdî da belawela bûn, di vê malperê da berhev bikim.
Lê, li ba min ne zanîna avakirina malperan hebû û ne jî îmkanên min yên aborî
hebûn da ku ez karibim malperekî wusa bidime avakirinê û xwedîkirinê. Di wan
salan da ez leqayê çend blogên Yunanan hatibûm û min di çapemenîyê da bi meraq
nûçeyên li ser sîstema blogan dixwend. Hingê ez leqayê vîdeoyan jî hatim, di
van vîdeoyan da behsa wê yekê dihate kirin ku avakirina blogan gelek hêsan e û
gav bi gav rê nîşanê meriv didan ji bo ku meriv ji xwe ra blogekî ava bike.
Min jî êdî biryara xwe da ku ez ji xwe ra blogekî ava bikim, min navê bloga xwe
“Huner û Raman” danî. Bi rastî jî avakirin û xwedîkirina blogan gelek hêsan e û
ser da jî, bê pere ye.
Di van 15 salên derbasbûyî da, di înternetê da, di pergala medyaya
elektronîkî da gelek guhertin çêbûn. Li ba me Kurdan piranîya malperên kurdî
weşananên xwe sekinandin, peydakirina arşîvên wan jî êdî ne hinde hêsan e,
meriv dibê qê arşîvên wan jî bê xwedî mane. “Medya civakî“ derket û bi hemû
awayên xwe va belav bû û bû serdest. Malperên heyî jî bi rêya medya civakî
malperên xwe didin pêş. Herçî blog in, her çiqas wekî despêkê êdî daxwaz ji bo
wan tunebe jî, gelek blog li ser pîya man.
Ez dixwazim li vir hin îstatîstîkên li ser bloga xwe Huner û Ramanê bidim. Di
vê bloga min da haydarîyên li ser xebatên min yên hunerî, nivîsên min yên li
ser hunera min û li ser hunermendên Kurd, nivîsên min yên li ser ziman,
polîtîka, kesayetîyên Kurd, pirtûk, sînema û hwd., hevpeyvînên ku bi min ra
hatine çêkirinê, nivîsên rexnegir û dîrokvanên hunerê yên li ser hunera ku ez
diafrînim, hin helbestên min û her wusa jî fotografên hin berhemên min ên
hunerî hene.
Xwiya dike ku heta niha ji 50 hezar carî zêdetir rûpelên blogê hatine vekirin.
Şopînerên blogê, zêdetir li rojavaya Ewropa, bakûrê Kurdistanê û Tirkîye ne.
139 nivîsên min ên cihêreng di blogê da hatine weşandinê, ku ev nivîs tevî hev
76.400 peyv in, ku ev jî dike qasî pirtûkekî derdora 500 rûpelî.
Bi awayekî hûrgilî li ser van mijaran, hinde nivîs di blogê da hene:
1- Agahdarîyên li ser aktîvîteyên min yên hunerî û bûyerên ku qewimîne: 18
nivîs.
2- Rexneyên dîrokvanên hunerê, rexnegirên hunerê , kes û sazîyan yên li ser
berhemên min ên hunerî: 11 nivîs.
3- Hevpeyvînên ku bi min ra hatine kirin: 24 nivîs.
4- Nivîsên min yên li ser hunera ku ez diafrînim: 10 nivîs.
5- Li ser zimanê kurdî: 10 nivîs.
6- Li ser mijarên ramyarî û polîtîkayê: 28 nivîs.
7- Li ser kesayetîyên Kurd: 4 nivîs.
8- Helbestên min: 19 helbest.
9- Li ser hunera sînemayê û fotograf: 6 nivîs.
10- Liser hunermendên Kurd: 3 nivîs.
11-Li ser weşanên kurdî: 3 nivîs.
12- Danasîna nivîskar û pirtûkan: 3 nivîs.
Hin nivîs, helbest, hevpeyvînên min an jî yên li ser hunera min hê min ji
zimanê yunanî wernegerandîye ser zimanê kurdî û bi vî awayî hê neketine nav
blogê. Hêvîdar im ku ez ê vî karî bikim.
Heta ku sîstema bloga bi vî awayî hebe û heta ji min bê, ez dixwazim bloga xwe
bidomînim.
24/12/2022
16/03/2023
120 sal berê Mele Mistefa Barzanî hate dinê.
Wî di nav pêşmergeyên xwe da, ji bo şerefa miletê Kurd û ji bo serbestîya Kurdistanê bê westan şer û xebatê kir û muhra xwe li seranserê sedsala 20an xist.
Niha jî, partîya wî, Partîya Demokrata Kurdistanê, zarok û nevîyên wî, ji bo avakirina dewleta Kurdistanê ya serbixwe di nav xebatê da ne û bûne hêvîya Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û Kurdên seranserê cîhanê.
21/02/2023
Li Kurdistanê Erdhej
Erdheja hovane ( 7.8 rîxter) ku navenda wê li bajarê Mereşê ya li perçeya Kurdistanê ya ku ji aliyê Tirkiyê va hatiye dagîrkirin bû, li 8 bajarên Kurdistanê (7 li bakurê Kurdistanê – beşa ku ji aliyê Tirkiyê va dagîrkirî - û bajarê Efrînê yê Kurdistana “Sûriyê ", ku ji sala 2018an va di bin dagîrkirina Tirkiyê da ye), her wiha li 3 bajarên Tirkiyê ku nişteciyên wan Ereb, Tirk û Kurd in û bajarekî Sûriyê ku nişteciyên wê Ereb û Kurd in tesîr kir. Li gorî daxuyaniyên fermî, hejmara miriyan ji 40 hezarî derbas bûye. Lê hejmara rastîn pir zêdetir e. Ez bi xwe jî hin hevalan nas dikim ku gelek endamên malbata xwe winda kirine.
Piştî erdheja kujer, hişê min çû rapora -herî veşartî- (1935) ya İsmet İnönü, yê ku di hiyerarşiya Tirkan da piştî Mustafa Kemal yê diduyan bû. Di raporê da, li kêlekan tiştên din wiha hatibû nivîsandin: “Ku tedbîr neyên sitendin, bajarê Erzinganê wê bibe paytexta Kurdistana siberojê.”
Bê guman tedbîr hatin sitandin: Li herêma berfireh a Dêrsîmê, ku beşeke mezin a vî bajarî jî dikebe navê, di sala 1938an de komkujîyekî mezin pêk anîn. Piştî vê yekê, di sala 1939an da li herêmê erdhejek mezin ( 7.8 rîxter) qewimî ku, anegorê daneyên fermî 32 hezar mirî û 100 hezarî zêdetir jî birîndar hebûn. Veguhestin û nefîkirinekî mezin ya xelkê pêk hat û piştre jî, ji bo guhertina demografiya herêmê, Tirkan anîn li vê heremê bi cih kirin. Di encama vê siyaseta kolonyalîst da, îro li bajarê Erzinganê yê Kurdistanê tevgera kurdî gelek qels bûye.
Kurd wek neteweyeke mezin hê jî ne xwediyê dewleta xwe ya serbixwe ne û di bin dagirkeriya çar dewletên kolonyalîst (Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê) da ne û ji mafên herî bingehîn yên netewî bêpar in, yên wek, naskirina wan wek Kurd, binavkirina welatê wan wek Kurdistan, perwerdeya bi zimanê kurdî û hwd.. Ev yek, felaketek e ji bo miletekî. Di van şert û mercên neazad da, dema ku karesatekî mezin a xwezayî diqewime, hingê ev felaket dibe qat bi qat. Tenê li nîvê başûrê Kurdistanê li Iraqê, Kurd xwedî statuyekî federal in. Dijminatiya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan di her qada jiyanê de diyar e: Her çiqas herî zêde mexdûrên erdhejê Kurd bin jî, rêxistina dewleta Tirk a ku bi 7 zimanan agahiyan dide erdhejzedeyan, van agahîyan bi zimanê kurdî nade!
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî https://bcf.krd ku navenda wê li Federasyona başûrê Kurdistanê ye, ji roja pêşî ya erdhejê va li bakûrê Kurdistanê li heremên erdhejê ye. Ew, bi tîmên rizgarkirinê, bi sedan kamyonên bargir yên bi alîkariyan, xebatkarên peatin û belavkirina xwarinê, navendên saxlemîyê yên gerok bi dehan dixtor, karmendên saxlemîyê û dermanan gihîştine hewara birayên xwe û her wusa jî, ji roja pêncan ya erdhejê gihîştine bajarê Efrînê Kurdistana "Sûriyê" ku di bin dagirkerîya dewleta Tirkan da ye.
Hûn dikarin piştgiriya xebata Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî/BCF bikin
Li ser vî hesabê jêrê:
Navê hesab: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî/BCF
Hejmara IBAN: GB33BUKB20086453342417
13/11/2022
Pêşengeha Hevbeş Ya Salene Ya 80 Hunermendên Komeleya Hunermendên Hunera Şêwekarî Ya Bakûrê Yunanîstanê
Di kataloga ku ji bo vê pêşengehê hatîye çapkirin da, xeynî fotografên berheman, 10 nivîs jî hene ku nivîsa bi navê “Hin dîtin li ser penaberên polîtîk” ya min e.

![]() |
| Kataloga pêşengehê |
31/08/2022
Mêjîyê Kurdan Ji Hev Belav Nebûye
Mamoste Îsmaîl Beşîkçî, di nîvîsên xwe da dema ku behsa salên 1920an dike, ew serdema ku Kurd û Kurdistan’ê dikin 4 perçe, parve dikin û bindest dikin, gelek caran hevokekî dubare dike. Ev raman hima bêje di hemû pirtûkên wî yên piştî sala 1990î da û di piranîya nivîsên wî da heye: “vê yekê encamekî wekî perçekirina îskelet û ji hev belav kirina mêjîyê mirov anî serê Kurdan,”. Ev zû va ye ku ez wusa nafikirim û ev ramana Beşîkçî ji min ra şaş tê. Min van fikrên xwe di sohbeta me ya di 18 Hezîrana 2022 ya da li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî da, jê ra got.
![]() |
| 4=1, 2001, grafîka li ser metal, 25x16,5 cm. |
Çewa ku em dizanin, dema îskeletê
miroveki were perçekirin, ji bo wi kesi rewşekî gelek xirab peydadibe. Ev dema
ku ev ji bo miletek û welatek çêbibe, ev felaketekî mezin e, lê ev milet û
welat bi têkoşinê dikare xwe azad bike û yekîtîya milet û welatê xwe pêkbîne.
Di warê tibbî da da jî perçebûna îskeletê, felaketî mezin e ji bo mirov, lê di
tibbê da êdî heta dereceyekî hestîyên îskeletê dîsa bi hev ra tê kejilandin,
perçên sûnî yên çêkirî jî dikarın rolekî pozîtîf bileyzin. Di encamê da mirov
heta dereceyekî dikare bi ser xwe va were. Ku em ji bo Kurd û Kurdistanê
bifikirin, perçe kirin û parve kirina Kurdistanê, sinorên ku li ser laşê netewe
û welat hatine dayîn, nefîkirinên mecbûrî, guhertına demografîyê û jenosîd,
meriv dikare bêje ku ev hemû dikarin bibin minakên perçebûna îskeletê.
Lê ji hev belav kirin an jî perçe
kirina mêjî ne wusa ye. Du fonksîyonên mêjî hene: Wek cîyê afirandina hizr û
ramanê û wek ciyê kontrolê, ango hemû liv û tevgera laşê mirov ji wir tê
rêvabirin.
![]() |
| Bihar, 2004, grafîka rengîn li ser lînoleum,17x11 cm. |
Ku em ji bo Kurdan, di
fonksîyona yeka da bala xwe bidin “ji hev belav kirina mêjîyê
mirov”, piştî perçe kirin û parve kirina Kurd û Kurdistanê jî, fikra azadî û
serxwebûna Kurdistanê di nav Kurdan da her zindî maye. Kurdan bindestî û bêstatubûnê
qet nepejirandine û di her firsetê da bi fikr û ramanên netewî serîhildane.
Serhildan û berxwedanên Pîran, Agirî, Dêrsîm, rêxistina Hoybûn’ê, tecrubeya
Komara Kurdistan, avakirina PDK’yan (ya Îran û İraqê), Şoreşa îlonê, avakirina
rêxistinên sîyasî li her çar perçeyên Kurdistanê û hwd. nîşana vî mêjîyê aktîv
û ji hev belav nebûna mêjîyê Kurdan e. Di warê weşangerîyê da kovarên Gelawêj,
Hawar, kovar û rojnameya Kurdistan (Mahabad) û hwd. nîşana vê çalakîya mêjîyê
Kurdan yê zindî ye.
Di di fonksîyona didoya da mêjî,
ango rêvebirina hemû liv û tevgera laşê mirov, ku mêjî ji hev were perçekirin
êdî laşê mirov di felçê da ye. Dibe ku heta demekî din jî di bin kontrolê da
bikaribe bijî, lê ne haya wî ji derdorê heye û ne jî dikare ramanan biafrîne.
Di warê tibbê da mejîyê ku hatîye perçekirin nayê tedawî kirin, ew kes di
demekî kin da mehkûmê mirinê ye. Ku em anagorê vê fonksîyona didoyan ya mêjî
bifikirin, hingê Kurd ê qet dîsa ranebin ser pîya ê negihîjin azadî û
serxwebûna xwe, ew mehkûmê mirinê ne.
![]() |
| Dildar, 2016, pênus, 34x24,5 cm. |
Di rastîyê da Kurd wek netewe
civatekî pir çalak û dinamîk in. Di vê 100 salîya bindestî û perçebûna xwe da,
vê statûya koletîyê qet nepejirandine, her berxwe dane. Rêxistin û sazîyan
avakirine, nivîskar, hunermend, sîyasetvan ji nav wan derketine û agirê çiraya
netewî her pêketî maye. Di şertên lihevhatî da karibûne gavên giring bavêjin
(Komara Kurdistan, federasyona başûrê Kurdistanê û heta dereceyekî jî başûrê
rojavayê Kurdistanê. Di sala 2017a da pêkhatina Referandûma Serxwebûna
Kurdistanê ya serketî bi me dide zanîn ku di şertên lihevhatî da Kurd alaya
daxwazên xwe digihîjînin lûtkeya herî bilind. Bê guman mêjîjekî ji hev
belavbûyî nikare bibe xwedîyê van daxwaz û pratîkan.
![]() |
| Bijî Kurdistan, 1993, penusa rengîn, 29x21 cm. |
Ji alîyê dî va, ku Kurd bipejirînin ku vayê “mêjîyê wan ji hev hatîye belavkirin”, ev yek di warê moral, danîna armancên sîyasî û perspektîva aso û siberojekî ronak (ku ew jî azadî û serxwebûn e) da, ê bandorekî gelek negatîf li Kurdan bike. Di her warê jîyanê da divê daxwaz û pratîka Kurdan ber bi geşbînîya serketinê va be: Wek netewe û wek welat, em ê jî wek netew û welatên azad û serbixwe yê cîhanê bigihîjin mirazê xwe. Mêjîyekî serwext û aktîv dikare bibe xwedîyê vê armancê. Ez li vir mêjîyê Kurdan, ango tevgera ronakbirî û sîyasîya Kurdan idealîze nakim, bê guman gelek alîyên qels, şaşîtî û kêmasîyên me jî hene.
29/08/2022
Hesabên Dagirkeran Şaş Derket
Hesabên dagirkerên Tirk rast derneketin, Kurdan ne dev ji Kurdbûna xwe berdan û ne dev jî doza Kurdistana xwe. Di şertên lihevhatî da, çewa ku di Referandûma Serxwebûna Kurdistanê (2017) da jî xwuya bû, ji hemû cîhanê ra bi zelalî gotin ka Kurd çi dixwazin.
Ne bi karikaturekî, lê bi şiyan û çelengîya xwe, 9 endamên Federasyona Çîyagerên Kurdistanê alaya Kurdistanê li serê gopîtka çîyayê Agirîyê Mezin bilind kirin (5.137 metre).
Dema ku ezîza ber dilê me, çîyagera Kurd Dîlan Qadirî di 22yê Tebaxa 2022ya da ala rengîn di dest da, li serê çîyayê Agirî qêrîya û got “bijî Kurd, bijî Kurdistan”, ewê daxwaza me hemû Kurdan got: Ji bo Kurd û Kurdistan karibin bijîn, divê ku Kurd serbest bibin û bibin xwedîyê welatê xwe, ev jî, ji xwe Kurdistana serbixwe ye.

Çîyagera Kurd Dîlan Qadirî li ser li serê gopîtka çîyayê Agirîyê Mezin

Endamên Federasyona Çîyagerên Kurdistanê li serê gopîtka çîyayê Agirîyê Mezin

Ji rojnameya Tirka "Milliyet", 19ê îlona 1930
05/03/2022
Resam û nivîskar Vasîlîs Îoannîdîs mir
Wênesaz û nivîskar Vassilis Ioannidis, îro di 4ê Adara 2022ya, di 74 saliya xwe da, piştî şerekî dirêj bi penceşêrê ra jiyana xwe ji dest da. Ew endamê Komeleya Hunermendên Hunerên Sipehî yê Bakûrê Yunanîstanê (KHHSBY) û her weha endamê Komeleya Nivîskarên Thessalonîkî bû. Ew wênesaz û helbestvan bû, ewî lêkolînan li ser edebîyatê û her wusa jî rexneyan li ser wêje û hunerê dinivîsî.
Ewî ji sala 2005a heta 2015a Cihê Hunerê ya “Dipolo”,
cîhekî piçûk ya ji bo pêşengeh û wêjeyê, li kolana Dîmîtrîû Gûnarî 53, li
Thessalonîkî vekiribû. Hevrêya wî ya
jiyanê Aleka heta kêliya dawî ya jiyana wî her tim li kêleka wî rawestiya û ji
bo wî bû piştgir.
Ew hemwelatiyekî çalak, xwedî wijdan û exlaqa siyasî bû. Di
sala 2005a da em bi hev ra ji bo komîteya rêveberîya KHHSBYyê hatin hilbijartin
û em bi hev ra xebitîn. Ew ne kêm car bûn ku em bi hev ra bi sietên li ser
hunerê, li ser çalakiyên xwe yên kolektîfî û li ser pirsgirêkên civakî û siyasî
diaxivîn.
Ew di sala 2008a da bi awayekî metodîk bi berhemên min ên
hunerî ra mijûl bû. Ji bo ku bi awayekî teorîk fehm û ramanên min ên şêwekarîyê
derxîne holê û di heman demî da bi awayekî giştî ji bo rewşa Kurda û Kurdistanê
fêhmbike, ewî hevpeyvînek dirêj a 12 rûpelî bi min ra çêkir. Paşê jî ewî li ser
berhemên min yên grafîkî nivîseke dirêj a 6 rûpelî nivîsî. Ev nivîs di kovara
Eneken’ê da û di pêveka "Baldarîyên
Hunerî" ya kovara Eneken’ê a ku Vasîlîs edîtoriya wê dikir da hatin
weşandin. Ewî di sala 2019a da li ser berhemên min yên bi temaya bajarê
Thessalonîkî ji min re ramanên xwe nivîsand.
Sersaxî ji bo her du keçên wî, hevrêya jîyana wî Aleka û
merivên wî ra.
Ew ê her dem di bîra me da bi bi hizkirin û rûmet.
| Vasîlîs Îoannîdîs li nivîsgeha KHHSBY’yê, 2005. Fotograf: Serhad Bapîr |
| Vasîlîs û Aleka li pêşengeha Kosta Lûsta, 2018. Fotograf: Serhad Bapîr |
17/11/2021
Fotografên berhemên Serhad Bapîr di hejmara nû ya Le Monde Diplomatique Kurdî da.
Di hejamara 67 (Çirîya Pêşîn - Çirîya Paşîn 2021) ya rojnameya ya kurdî Le Monde Diplomatique Kurdî da, wek hunermendê vê hejmarê, fotografên 30 berhemên min hatin weşandin. Mala xebatkar û rêvebirên vê rojnameyê ava.
Di sala 2010a da jî, di hejmara 12 ya vê rojnamê da wek hunermendê wê hejmarê fotografên berhemên min hatibûn weşandin.
Le Monde Diplomatique Kurdî hejamara 67a



























