05/07/2011

Hewar, 2005, teknika tevlihev, 21x14.5cm



Biranin, 2003, grafika rengin lı ser linoliom, 21x11 cm

Nameyeki vekıri: Jı bo berpırsiyarên Diyarbekir.yahoogroups.com ê

Ev nêzikê sê hefte ne ku wun jı mın ra e-mailên koma xwe dışinın. Her 2-3 rojan careki dema ku ez posteya xwe ya elektroniki vedıkım, ez leqayê 30-40 e-mailên koma we têm.

Çewa ku xwıya dıke, endamên komê heri zêde bı zımanê tırki dıfıkırın, dınıvisinın û dıdın û dıstinın. Kesên ku bı zımanê kurdi dınıvisinın gelek gelek kêm ın.
Trajediya me Kurdan ew e ku, asimilasyona ku lı ser me hatiye ferzkırınê gelek normal û tabii dıbinın, ew xwe ji vêca bı rêya otoasimilasyonê, karê zımankuj ya ku dewleta Tırka hê baş temamnekıriye, bıcıhtinın.

Xebata lı hımber asimilasyonê ne xebateki abstrek e, xebateki pratik û ya rastiyê ye. Dema ku Kurd bı zımanê kurdi dıpeyvın, dıxwinın û dınıvisinın, tenê hıngê dıkarın iddıabıkın ku vayê lı dıji asimilasyona zımanê kurdi dertên.

Ciddiyeta wan kesên ku jı ber gelek sedeman bı zımanê kurdi nızanın ji, dı xebata wan ya fêrbûna zımanê kurdi da xwıyadıbe. Kesên ku jı bo fêrbûna zımanê xwe nakevın nav tu xebatê, ew bı zımanê tırki, tenê xızmetê jı bo zıman û kultura Tırkan dıkın. Ev yek zımanê kurdi dı nav cıvata Kurdan da hê ji stûxwar, perişan û baskşıketi dıke.
Her Kurd dıvê hêviya kurdiyeke ideal, zelal û “bılınd”nesekıne, dıvê jı nıha va bı kurdiya ku dızane bıpeyve, bıxweyne û bınıvisine, kurdiya xweş û baş wê paşê hêdi hêdi were.

Dema ku Kurd bı kurdi dıpeyvın, dıxweynın û dınıvisın, hıngê ev tê wê maneyê ku vayê ew dıxwazın Kurd bıminın, politikaya zımankuj ya dewleta Tırkan reddıkın, himê heri bıngehin ya mıletbûna xwe dıparêzın. Bı vi awayê ew dıkarın wek mıleteki xwedi zımaneki serbıxwe, xwedi welateki kevnar û diroki, hemû heq û serbestiyên xwe bıxwazın û bıstinın.

Sıberoja mayin û hebûna zımanê kurdi lı bakûrê Kurdıstanê û lı Tırkiyê dı destê Kurdan da ye, ku Kurd bı awayeki ciddi lı zımanê xwe xwedidernekevın, hıngê her tıştê Kurdan wê bı ber bayê bıkebe, wê bıbın wek Laz û Çerkezên asimilebûyi, hemû iddıayên jı bo sıberoja wan wê pûç û vala bıbe.

Jı ber van sedeman, jı kerema xwe ra êdi e-mailên koma xwe jı mın ra neşinın. Ez naxwazım enerjiya xwe ya xwendınê, bı zımanê tırki yê Kurdên asimilebûyi xercbıkım.

Serhad Bapir
Resam û grafikçêker
Yunanistan

10/06/2011

Hevpeyvina Roşan Lezgin Bı Serhad Bapir Ra -2

[Hevpeyîvîn] Roşan Lezgîn
Beş - II

Roşan Lezgîn: Belê, wê demê fraksîyonên kurdan ji kurdperwerîyê bêhtir dibûn terefdarên Yekîtîya Sovyetan, Komara Gel Ya Çînê, Arnawutluxê. Serpêhatîyên seyr di nav miletê me de hene…
Serhad Bapîr: Tu rast dibêjî. Min seh kiribû ku radyoyên kurdî ya Tehranê û Kirmanşanê jî hene, bi sietan min li ber frekansên pêlên kurt yên radyoyê gohê xwe bel dikir û min bişkovka radyoyê dibir vî alî û vî alî, serî û binî. Min derdorê 20 radyoyên bi zimanê tirkî yên gelek welatan peyda kiribûn, piştî cuntaya tirkan a 12 îlona 1980, min daîmî beşa zimanê tirkî ya BBC guhdar dikir, lê ez leqayê radyoyên din yên kurdî nehatim.
Di dawîya sala 1980ya da rojekî dîsa min li ser pêlên kurt yê vê radyoyê, bişkovka radyoyê hir da û wir da biribû û li ser cihekî vala da min dabû sekinandinê û ez bi tiştekî din va mijûl dibûm û bala min ne li ser radyoyê bû, piştî demekî din ez bi dengê radyoyê bi heyecan pekîyam. Radyoyê bi dengekî bilind wusa digot “Êra Dengê Kurdistana Îraqê ye…” Di jîyana min da kêm caran ez wusa bi heyecanê ketime. Ev radyoya ha, radyoya PDKa Îraqê bû û nûçeyên şerê hêzên pêşmergeyan yên bi rejima dîktator ya Îraqê ra diweşand û herwusa sitranên şoreşgerî jî dihatine belavkirinê. Piştî demekî kin min “Radyoya Dengê Şoreşa Îraqê” ya hêzên YNK ê û “Radyoya Dengê Kurdistana Îranê” ya PDK a Îranê jî peydakir. Heta dawîya sala 1982ya ku hingê ji bo xebata polîtîk ez ji Tetwanê çûm, hima bêje her roj min van radyoyan guhdarî dikir.

Roşan Lezgîn: Hingê zimanê we yê rojane çi bû? We xortan di navbera xwe de bi çi zimanî diaxifî?
Serhad Bapîr: Di mala me da zimanê axaftinê her kurmancî bû, di sala 1980ya da, du xwişkên min yên piçûk dest bi mektebê kirin। Bi perwerdeya mektebê, dersên ku li malê çêdikirin û axaftina di navbera wan da, hew min dît ku va ye dest pê kirine û carna bi hev ra bi zimanê tirkî dipeyvin. Piştî ku ez bi vê yekê hisîyam min nav malê da axaftina zimanê tirkî yasax kir. Zarokên piçûk ji tirsan nediwêribûn ku gotinekî tirkî di nav malê da bi hev ra bipeyvin. Min ji wan ra digot ku li mektebê, di dersan da zimanê tirkî mecbûrî ye, ji ber ku divê ku wun herin mektebê, bivê-nevê wun ê li wir bi zimanê tirkî xeber bidin, lê di nav malê da jî zimanê kurdî mecbûrî ye, lewra divê ku wun baş bi zimanê xwe zanibin. Sedemekî bingehîn ya vê reaksîyona min a li himberê zimanê tirkî ew bû ku, kêm bin jî, hin hevalên min ên şoreşger yên kurd bi zimanê kurdî nizanibûn, dema ku min sedema vê nezanîya wan ji wan dipirsî, wan ji min ra digotin ku “di nav malê da dê û bavê me bi me ra û bi hev ra bi zimanê tirkî xeber didin, ji ber vê yekê em bi kurdî nizanin”. Her çiqas dê û bavê me bi me ra her dem bi kurdî dipeyvîyan jî, jixwe dîya min hingê hima bêje qet bi tirkî nizanibû, min wê axaftina bi zimanê tirkî ya di navbera xwişk û birayên min ên piçûk da, wek tehdîdekî li ser zimanê kurdî didît. Her çiqas bi metodekî ne hinde bi demokratîk be jî, ev yasaxkirina zimanê tirkî di nav malê da, kêrî xwişk û birayên min ên piçûk hat, hemû bi awayekî baş fêrî kurmancî bûn.

Roşan Lezgîn: Tu eleqeya vê helwêstê yan jî vê qedexekirinê bi ne demokratîkbûyînê re tune ye. Ev tedbîrek e. Te dî, tu malim î, dema ku zarokek di dersa xwe de bimîne, tu wî yan wê di sinifê de bihêlî qey ev dibe antî-demokratîkî? Na! Belê em dewam bikin…
Serhad Bapîr: Di bihara sala 1983ya da ji ber beşdarbûna xebata polîtîk ya kurdan, serê min bi cuntaya tirkan ra ket belayê, li min digerîyan û ez bûm firar। Hingê ez derketim derveyî welat û qasî salekî û nîv ez li Stenbolê û li Îzmîrê mam. Piranîya hevalên min hatibûn girtin û ez bêkes û bênas bi tena serê xwe mabûm. Li Stenbolê û li Îzmîrê, dema ku min kar peyda dikir, ez di înşaatan da dixebitîm. Despêkê da nasnameya ku li ser min hebû, ya “min” bû, min hin herfan jêbiribû û wek nasnameyekî kevn û hinkî peritî xwiyadikir. Piştî salekê, li Îzmîrê min nasnameyekî dinê, yê yekî tirk û ji bajarekî Tirkîyê peyda kir. Min bi qabîlîyeta xwe ya resimçêkirinê, fotografê wî xortê tirk derxist û eynî wê muhra qewartî ya bê hibir ya li ser fotografê wî, li ser fotografê xwe da çêkir û li cîyê fotograf va zeliqand. Min vê nasnameyê bi awayekî mezbût çêkiribû û tenê zana û pisporên emnîyeta tirkan dibe ku pê bihisîyana ku va ye sexte ye.

Roşan Lezgîn: Jixwe rengê te kej e. Hingê tu bûyî yek ji xelqê Egeyê.
Serhad Bapîr: Êdî ez bi vê nasnameyê digerîyam û gelek caran di kontrolên polês û cendirmeyên tirkan da derbas bûm. Jixwe dema ku meriv înşaatan da dixebite, meriv li wir radizê, lê dema ku kar peyda nedibû, ji mecbûrî ez di otêlên herî erzan yên tije sipîyan da dimam.
Ez bi vê nasnameyê 4-5 mehan li taxa Bayrampaşa ya Stenbolê da “wek tirkekî” di nav kurdên Qersê da mam. Ji ber ku ez firar bûm, min nikaribû ji wan ra bigota ku ev nasname ne ya min e û sexte ye, xwe bixista tehlûkeyê û bêhuzûrtîyê di nav wan da çêbikira. Min xwest hima bi awayekî “tabiî” ji xwe ra bixebitim û zivistana sala 1984a da birçî nemînim û li cihekî da bisitarbibim. Jixwe siberoja min qet ne dîyar bû, lê min qerara xwe dabû, ez ê teslîmê nav lepê dewleta tirkan nebûma û heta wê ji min bihata divîyabû ez li ser pîya bimama û min ber xwe bida.

Roşan Lezgîn: Te bi kurdan re bi tirkî xeber dida? Tu çawa bi xwe kanibûyî?
Serhad Bapîr: Ev 4-5 mehên ku ez bi nasnama tirkekî di nav kurdên Qersê da mam hizkirin û meraqa min ya ji bo zimanê kurdî hê jî zêdetir kir. Ew bi min nehisîyan ku va ye ez jî wekî wan kurdekî me. Wan di nav xwe da bi wê kurdîya xweş ya radyoya Êrîvanê xeber dida. Ji bo min êş û ezabekî mezin bû ku min nikaribû ez jî bi wan ra bi kurdî bipeyvim. Haya wan jê çênebû ku va ye ez jî wekî wan kurd im û bi kurmancî dizanim. Di înşaatan da meriv bi hev ra xwarinê çêdike û dixwe, rojekî li ser xwarinê, yekî bi kurmancî kevçîkî xwest, min jî bê hemdê xwe hima rakir kevçîkî û da wî. Hemû matmayî li min nihêrtin û ji min pirsîn ku “qey ez bi kurdî dizanim?” Min jî ji wan ra got ku ez çend gotinan ji wan hîn bûme û min çetelekî nîşanê wan da û min got ha ev jî “ker” e. Hemû bi “nezantîya” min kenîyan. Ji min ra gotin ku ew ne “ker” e, ew “çetel” e û va ye ev jî “kêr” e û ne “ker”, ker navê “eşek”ê ye. Min got na lo? Gelek zehmet e, lê dibe ku ez hêdî-hêdî hîn bibim. Wan digot ku ez bi zimanê wan nizanim û ji ber vê yekê jî di nav xwe da bi serbestî dipeyvîyan, ew di bin tesîra çepên tirkan da bûn lê alîyê wan ê kurdbûnê jî xurt bû. Di axaftinên di nav xwe da, guneyê xwe bi min dianîn, digotin ku wê ez ê nexweş bikebim. Di zivistana Stenbolê da tenê batenîyekî min hebû û ez li ser qartonê ambalaja dolaba bûzê ku min ji xwe ra peyda kiribû radizam, lê ez nexweş neketim.

Roşan Lezgîn: Tu kengî çûyî Yunanîstanê?
Serhad Bapîr: Di nava payîza sala 1984a da ez wek multecîyekî polîtîk gihîştim Yunanîstanê। Ez derdora 9 mehan kampa multecîyan ya Lavrionê da mam, li wir zimanê axaftinê di navbera kurdên multecîyên polîtîk da zimanê tirkî bû. Dema ku me bi kurdî bi hev ra biaxafta û hinên tirk li ba me hebûna, hingê ji me ra digotin ku divê em neteweperestîyê (mîllîyetçî) nekin û divê ku wek şoreşger em enternasyonalîst bin. Ji ber ku ez terefdarê hêzekî kurdan (Rizgarî) bûm, yê ku hêzên kurdan yên din jî jê ra digotin “neteweperestên burjuwazîyê” (burjuva milliyetçileri), ev “rexneyên” çepên tirkan xweşî min diçû û êdî bi rik û bi prensîb min dest pêkir û bi kurdan ra min bi zimanê kurdî xeber dida. Lê di nav xebatên sîyasî da zimanê serdest zimanê tirkî bû. Di sala 1987a da min dev ji terefdarîya Rizgarîyê berda.

Roşan Lezgîn: Çima?
Serhad Bapîr: Rexneyekî min yê sereke yê ku min li Rizgarîyê dikir, di derbarê bêxemîya Rizgarîyê ya di meseleya zimanê kurdî da bû.
Di sala 1985 a da Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bursa xwendina zanîngehê da min. Ez hingê li paytext Atînayê dimam, di restoranekî da karê paqijtîyê û şuştina firaqan dikir û ji boy xwendinê, bi tevî komekî 12 bursîyerên Enstîtuyê, ku ew ji her çar perçeyên Kurdistanê hatibûn, ez çûm bajarê Salonîkî. Bajarê Salonîkî bajarê diduyan yê mezinê Yunanîstanê ye û zanîngeha herî mezin ya Yunanîstanê li vî bajarê da ye. Min salekî zimanê yunanî xwend û paşê ez ketim Fakulta Elektronîk ya Polîteknîkê. Nîyeta min ew bû ku ez vê beşa zanîngehê bixweynim û fêrî sazkirin û çêkirina weşanên radyoyê bibim. Dilê min da weşana radyoyê yê bi ziman û muzîka kurdî hebû. Min li vê zanîngehê salekî xwend û paşê min dev jê berda.
Di sala 1987a da ez ketim beşa resim ya Akademîya Hunerên Sipehî ya Zanîngeha Arîstoteles ya Salonîkî. Di sala 1992ya da min zanîngeha xwe qedand. Ji alîyê dî va bursa Enstîtuya Kurdî ya Parîsê têra îdarekirina meriv nedikir, di ber xwedina xwe da, carna ez di înşaatan da wek boyaxçî dixebitîm. Ez şeş sal û nîv, di odeyekî 6 metreqare, ya bê av û tuwalet, ya razangeha xwendekaran da mam.
Di sala 1991a da dewleta tirkan min ji hemwelîtîya “xwe” derxist. Piştî ku min zanîngeha xwe qedand, ji ber ku hemwelatîtîya Yunanîstanê hê nedabûn min, min nikaribû wek mamosteyê hunerê bixebitim. Di wan salan da di înşatan da wek karker ez dixebitîm û bi vî awayê ez beşdarê debara mala xwe dibûm. Piştî 11 salan û piştî gelek zehmetîyan, di sala 1995a da hemwelatîtîya Yunanîstanê dane min. Ji sala 1997a û vir va ez di dibistana navîn û lîseyê da wek mamosteyê resim, dîroka hunerê û fotografê dixebitim û herwusa jî wek hunermendekî bi afirandina resim û grafîkan mijûldibim.

Roşan Lezgîn: Têkilîya te bi derdorên hunermendan re jî çêbûye niha, ne wisa?
Serhad Bapîr: Belê. Di navbera salên 2001-2007an da, min beşa grafîkê ya Akademîya Hunerên Sipehî ya Zanîngeha Arîstoteles da xwend (dîploma diduyan). Ez endamê Yekîtîya Hunerên Nîgarî ya Yunanîstanê, yê Komeleya Hunermendên Nîgarkarî ya Bakûrê Yunanîstanê û Yekîtîya Grafîkçêkerên Yunan im.
Di sala 1985a da li Swedê kovarekî mîzahî yê karîkatoran yê xwerû bi zimanê kurdî (kurmancî), yê bi navê “Zengil” derket. Tenê çar hejmarên vê kovarê derketin. Çend karîkatorên min yên polîtîk di vê kovarê da hatin weşandinê û çendên din jî, ji ber ku kovar êdî neweşîya, nehatin weşandinê. Di salên xwendina zanîngehê da, ez wek hevkarê rojnameya “Kurdistan Press”ê, ya ku Orhan Kotanê rehmetî li Swedê derdixist bûm, ev rojnameya 15 rojîn bi zimanên kurdî û tirkî bû, lê ev hevkarîya min ne di warê zimanê kurdî da bû, min ji bo rojnameyê carna nivîsên bi zimanê yunanî werdigerand ser zimanê tirkî û herwusa jî min çend hevpeyvîn ji bo rojnameyê çêkirin. Di rastîyê da rojname tu carî ji min nexwest da ku ez van xebatan bi zimanê kurdî bikim û min jî bi serê xwe ji bo zimanê kurdî tu însîyatîfî nesitand.
Di navbera salên 1987-88an da ez serokê “Yekîtîya Xwendekarên Kurdistanê-Şaxê Yunanîstanê” bûm, wek Yekîtîya Xwendekaran, li kêleka xebatên ku bi meseleyên xwendekaran ra têkilîdar bûn, em bi organîzekirina şevên Newrozê û xwepêşandinên polîtîk ra jî mijûl dibûn.
Di salên 1990-91 da, min li ser banda FM, di radyoyekî ku li bajarê Salonîkî û li çend bajarên derdorê da jî dihate sehkirinê, dest bi bernameyekî kir. “Radyo Kîvotos”, radyoyekî “otonom” bû, ku xwe bi xwe îdaredikir. Em nêzîkî 30-40 kesên ji fikrên cihê, -ji anarşîstan bigre heta çepên Maoîstên berê û gelek reng û fikrên dinê- bûn. Ji ber ku radyo ya me hemûyan bû, her meh divîyabû ku ji bo kirê û mesrefa radyoyê, me aîdata xwe di nav xwe da berhev bikira. Di nav wan da yê xerîb tenê ez bûm. Navê bernameya min “Kîvotosa Gelan” bû. Herçî navê radyoyê “Kîvotos” e, ew tê maneya “Keştîya Nûh”, ya ku çewa ku di kitêbên pîroz yên olan da tê behskirinê, piştî tofana mezin li ser çîyayê Araratê an jî Cûdî sekinîye. Bernameya ku min çêdikir, hefteyê carek, her roja duşemê da bû û 2 sietan diajot. Di vê bernameya bi zimanên yunanî û kurdî da, min li kêleka muzîka kurdî, dengûbehsên ji Kurdistanê û şiroveyên polîtîk jî belav dikir.

Roşan Lezgîn: Bibexşîne. Ev bajarê Salonîkî ku tu behsa wê dikî ew bajar e ku em bi navê Selanîk dizanin? Ciyê ku Mistefa Kemal lê hatiyê dinyayê?
Serhad Bapîr: Belê her ew bajar e. Yunan û îngilîz jê ra dibêjin “Thessalonîkî”, fransiz jî dibêjin “Salonîque”, ez dibêjimm qey em kurd jî dikarin bêjin “Salonîkî”।
28.12.2009

http://www.zazaki.net/haber/hevpeyvn-bi-serhad-bapr-re-ii-357.htm

Hêvi 2, 2005, grafika rengin a lı ser linoleum, 15.5x10 cm.




Hêvi, 2000, grafika rengin a lı ser metal, 25x5,5 cm.




18/05/2011

Hevpeyvina Roşan Lezgin Bı Serhad Bapir Ra -1



Ev hevpeyvin dı 28/12/ 2009 a da pêkhat û dı despêka sala 2010 da dı malpera http://www.zazaki.net ê da hateweşandınê.


Hevpeyvin pêşi bı kurdiya Zazaki: http://www.zazaki.net/haber/resam-serhad-bapr-reyde-roportaj-336.htm û paşê ji bı şıklê xwe yê despêkê, bı kurdiya Kurmanci: http://www.zazaki.net/haber/hevpeyvn-bi-serhad-bapr-re-i-354.htm bı tevi gelek fotografan wek 4 beş hateweşandınê.


Serhad Bapir


[Hevpeyîvîn]
Roşan Lezgîn



Beş - I
Roşan Lezgîn: Kek Serhad, tu zêdetir bi resamîya xwe navdar î. Tu resm û grafîkên gelek ciwan û xweşik çêdikî. Herwisa, tu dinivîsî jî. Wekî entellektuelekî hêja yê ji neteweya kurd tu bala xwe didî ser meseleyên gelê xwe.



Pêşî ez ji devê hevalekî xwe, ji devê birayê me Dara Cibran pêhesîyam ku jina te yunan e.


Tu bi malbata xwe re li Yunanîstanê dimînî. Te jina xwe û zarokên xwe li Yunanîstanê fêrî zimanê bav û kalên xwe kurdîya kurmancî kirine. Vê yekê heyecaneka mezin da min. Lewre jî min xwest ez te ji nêzîk ve nas bikim. Min hertim jiyana sade ya kesên hunermend û roşinbîr meraq kirîye. Û jixwe piştî ku min bi rêya telefonê bi endamên malbata te re yek bi yek axaft, hingê ev fikr hat bîra min. Ger destûra te hebe, ez dixwazim suhbetekê bi te re bikim û bi xwendevanên


Zazakî.NET re parve bikim.


Dibe ku xebera te jî jê hebe, lê ez bi xwe li welêt di nav gelê kurd de me, ez ji nêzîk ve kurdan taqîb dikim. Ez dibînim ku bi hezaran malbatên kurdan li nava dilê Kurdistanê, em bibêjin, li navenda Dîyarbekir, li bajarok û gundên Diyarbekirê, terka zimanê bav û kalên xwe dikin, bi zarokên xwe re bi zimanê dagîrkerên xwe, bi zimanê zulmkarên xwe, ango bi zimanê tirkî diaxifin. Dema ku meriv ji wan re dibêje, çima hûn terka zimanê bav û kalên xwe dikin, dibêjin em asîmîle bûne, em asîmîle dibin, em nikanin li hemberî asîmîlasyonê tiştekî bikin. Yan jî dibêjin, zarokên me bi tirkî perwerde dibin, em dema ku bi tirkî bi wan re neaxifin, dê li dersa xwe germ nebin, di xwendegeyê de bi ser nekevin. Axir di şibhê van tiştan de ji hezar newalî avê dikêşin da ku ji tirkîaxaftina xwe re fitwayan peyda bikin.


Di meseleya zimanî de tu û malbata xwe mînakeka gelek grîng in. Ger destûra cenabê te hebe, ez dixwazim tenê em di çerçewaya ziman û zarokan de suhbeta xwe bikin.


Ji serî de em dest pê bikin, gelo tu dikanî ji kerema xwe piçekî berfireh qala xwe bikî?


Serhad Bapîr: Li anagorê qeyda nifûsê, ez di sala 1964a da li bajarê Tetwanê hatime dinê û dê û bavê min navê min Evdila danîne. Berîya 25 salan, dema ku ez wek multecîyekî polîtîk hatim Yunanîstanê, min navê xwe Serhad Bapîr danî. Bavê min Mele Seîd Çeliker bi eslê xwe ji Cizîra Botanê ye, bav û bapîrên bavê min jî bi gelek neslan her mele bûne. Gorra bapîrê bavê min Mele Emer li gundê Şerefîka ya Silîvanê (Farqîn) ye û ev gor li vê deverê zîyaret e.


Bavê min di nava salên 1950yan da, ji bo [ku] meletîyê bike, tê ba eşîreta Alikan ya koçer. Li wir çend salan meletîyê dike û paşê dilê wî dikebe keça Hecî Elîyê bapîrê min. Her çiqas koçer qet naxwazin keçên xwe bidin dêmanîyan, dîsa jî bapîrê min Hecî Elîyê bawermend ji bo ku bi duayên meleyekî axîreta xwe jî têxe nav garantîyê, keça xwe Fetîhayê dide bavê min Mele Seîd. Herçî bapîrê min Hecî Elî ye, ew xweyê malbatekî mezin yê xweşhal û xwedîyê gelek birrên pez bûye. Eşîreta Alikan di berîya wan salan da, di nava biharê da dihatine zozanên çîyayê Nemrûd [Nemrûda Tetwanê] û bi despêka payîzê ra vedigerîyan deştên Batmanê û Silîva, lê ji salên 1950yî û pê va her diçûn zozanên çîyayê Sîpanê Xelatê. Gelek zozanên çîyayê Sîpanê Xelatê hene, ew diçûn zozanên ku li serdestê gundê Wêranqazê ya Elcewazê.


Herçiqas navê çîyayê SîpanSîpanê Xelatê” be jî, ew ji bajarê Xelatê qederek dûr e û ew nêzîkê bajarê Elcewazê ye û herwusa, herçiqas ku bajarê Elcewazê jî kevn e, xwiya dike ku berê bajarê Xelatê navendekî mihûm bûye û dibe ku hê jî kevntir bûye, lewra navê vî çîyayê “Sîpanê Xelatê” danîne.


Heta sala 1992yan xalanên min diçûn zozanên çîyayê Sîpanê Xelatê û paşê dewleta tirkan derketina gelek zozanan û herwusa jî yên Sîpanê Xelatê yasax kir. Jîyana serbest ya koçertîyê, karê xweyîkirina pez û bereketa vî karî ji bo koçeran êdî bû hesret, derd û kul. Her di sala 1993ya da kurekî min çêbû û me navê wî “Sîpan” danî.


Koçer mecbûr man êdî di kêlaka bajar û qesebeyan da, di nav feqîrtî û bêçaretîyê da bijîn. Berê ji alîyê Cizîra Botan şivanên zana û kêrhatî dihatin û bi miaşekî mezin -ji miaşê memûrên dewleta tirkan zêdetir- li ba koçeran şivantîyê dikirin, lê niha êdî koçer bi xwe, bi nanûziko ji gundîyan ra şivantîyê dikin.




Ji qelema Serhad Bapîrî Fetîha Çeliker & Mela Seîd Çeliker

Piştî ku dê û bavê min dizewicin ew di nav koçeran da namînin, di wan salan da, bapîrê min Hecî Elî li Tetwana Kevn xanîkî xweş yê duqat, baxçe û zevîyekî gelek mezin kirrîbû. Di nav vê zevîyê da aşekî avê jî hebû. Dê û bavê min tên di vî xanîyê hanê da dimînin û bavê min li vî mal û milkê hanê xweyîtîyê dike. Em çar kur û keçek li vî xanîyê hanê da têne dinê. Lê di nava salên 1960an da bavê min qerara xwe dide û dixwaze wek karker here Almanyaya Federal. Hingê, ji Tirkîyê û ji bakûrê Kurdistanê gelek kes wek karker diçûn Almanyayê. Bavê min malbata xwe hildide û tê gundê Zerbîyayê ya Silîva. Li Zerbîya pîra min Nafîye, xatî û xalên bavên min dijîyan. Bavê min tevî hev 2-3 salan li Almanyayê dixebite. Piştî ku vedigere li bajarê Silîvanê ji xwe ra xanîkî dikirin. Li Silîvanê birayekî û du xwişkên min têne dinê. Min û birayê min Feysel ê ku sal û nîv ji min piçûktir e, me di eynî salê da dest bi mektebê kir. Sala ku mekteba bi navê “Fevzî Çakmak” vebû, me jî tê da dest bi xwendinê kir. Her di wan salan da em leqayê zimanê tirkî hatin. Di wan salan da dema ku meriv dersek da dima, meriv salekî xwe yê xwendinê wenda dikir. Birayê min Feysel ji ber ku di dersa zimanê tirkî “türkçe”yê da dima, di mekteba despêkê da wî du salên xwe yên xwendinê wenda kirin.


Kar û xebatên ku bavê min pê mijûldibû û pê îdara mala xwe dikir baş nedimeşîyan, di bihara sala 1973ya da me mala xwe bir bajarê Batmanê। Em li Batmanê sê mehan man û piştî ku mekteb tatîl bûn me mala xwe barkir û em dîsa vegerîyan bajarê Tetwanê. Li Tetwanê di navbera salên 1973 û 1984an da sê xwişk û birayekî min jî hatin dinê, bereket di nav da be, em bûn donzde xwişk û bira, şeş kur û şeş jî keç.


Roşan Lezgîn: Xwedê we biparêze. Belê kerem bike…


Serhad Bapîr: Gelek sipas. Bavê min, ku du sal berîya niha, di sala 2007a da wefatkir.


Roşan Lezgîn: Xwedê rehma xwe lê bike.



Serhad Bapîr: Rehma Xwedê li mirîyên te be jî. Bavê min ji dema xortanîya xwe û pê va bala xwe daye xwendinê û ew meraqdarê zanînê bû. Herçiqas ku ew meleyekî têrgihîştî û şareza bû jî, wî meletîyê di mizgeftan da nekir. Ew di xortanîya xwe da diçe Binxetê û Cegerxwîn dibîne, 2-3 sal piştî bi awayekî trajedîk mirina Celadet Bedirxan, dema ku kekê min ê mezin tê dinê, hingê navê kurê xwe “Celadet” datîne. Herwusa wî di sala 1979a da, navê hin zarokên xwe “Amed”, “Laleş”, “Gulageş”, “Newroz” û “Rewşan” danî. Wî hizkirina ziman û welat, xwendinê û perwerdebûyînê da hemû zarokên xwe. Ji donzdeh zarokên wî neh zarok zanîngehê xwendin, dido lîseyê qedandin û yek jî dibistana despêkê.



Di despêka salên 1970yan da, kekê min Celadet li Dîyarbekirê, di lîseya Zîya Gökalp da bi awayê “nivistî” (yatılı) dixwend, dema ku me mala xwe barkir û bir Tetwanê, êdî fikrên welatparêzî û çepîtîyê jî bi rêya kekê min Celadet kete nav birayên piçûktir jî. Di wan salan da li Tetwanê “Komeleya Çanda Şoreşger (Devrimci Kültür Derneği) hebû. Di despêkê da hemû şoreşgerên kurd di nav vê komelê da bûn, lê paşê, ji ber ku yên herî bi hêz ji grûba “Rizgarî”yê bûn, komele ket destê wan. Ez ji sala 1977a û pê va diçûm vê komela hanê, vê komeleyê paşê navê xwe guhert û kir “ASDK-Der” - Komeleya Çanda Demokratîk ya li Himberê Kolonyalîzmê (Anti-Sömürgeci Demokratik Kültür Derneği).


Di nav vê komeleyê da bi zimanê tirkî perwerdeya “klasîkên” marksîzmê dihate dayîn। Semînerên li ser pirsa netewî û kolonyalîzmê, li ser pirtûkên Lenîn û Stalîn û yên mayîn pêk dihatin. Wek xort me baş bi zimanê kurdî dizanibû, di nav malê da û bi nas û dostan ra me her dem bi kurdî xeberdida, lê li komeleyê sîyaset dihate axaftin û zimanê vê sîyasetê jî zimanê tirkî bû. Hizra mîllî ya bi israr axaftina bi zimanê kurdî li ba me tunebû. Di rastîyê da, me weşanên serokên xwe yên asîmîlebûyî dixwend û her bi wê termîlojîya wan ya bi zimanê tirkî me sîyasetê dikir.


Roşan Lezgîn: Ma qey tu îstîsna tune bûn?


Serhad Bapîr: Belê hebûn. Li Tetwanê meleyên welatparêz hebûn. Lê li derdora grûba Rizgarîyê da, di warê zimanê kurdî da kesê herî bi qerar, mamê Feqî Huseynê rehmetî bû. Me hemûyan dizanibû ku Feqî Huseyn bi xortan ra tu carî bi zimanê tirkî nedipeyvîya, herwusa jî, di dema zîyareta wî da, li mala wî da tu hevalî nediwêrî bi zimanê tirkî xeberbida. Ev xusûsîyeta Feqî Huseyn bala min jî dikişand.


Di despêka payîza 1978a da, ji bo ku ez dest bi lîseyê bikim ji bo cara pêşî derketim derveyê welat, çûm Stenbola Tirkîyê. Hingê kekê min ê mezin li Stenbolê di Fakulta Çapayê da “tib”ê dixwend. Min di lîseya “nivistî” (yatılı) ya bi peran ya “Vefa Lisesi” da salekî xwend. Di vê lîseya hanê da derdorê 10-15 xortên kurd yên ji Vartoyê û hin deverên din yê Kurdistanê hebûn. Dema ku meriv ji welatê xwe dûr be hingê dibe ku hizkirin, bêrîkirin û meraqa meriv ya li ser zimanê meriv jî zêde bibe. Li ba min wusa bû. Ez carna ji bo sehkirina dengê zimanê kurdî diçûm taxa Sultan Ahmedê, li wir di nav kuçeyan da digerîyam, di nav xanîyên kevn û xirbe da qederek kurdên ji Meletyayê dijîyan.


Hingê ez 15-16 salî bûm û min digot qey ferhenga zimanên kurdî û tirkî tuneye û min bi dizîka va dest bi berhevkirin û nivîsandina gotinên kurdî kir. Bi anagorê zanîna xwe min derdorê 500 gotinên kurmancî berevkir, lê rojekî min li mala hevalekî da “Ferhenga Khurdî-Tirkî” ya Mûsa Anterê rehmetî dît, bi wî zaroktîya xwe, min çavnebarî kir û ez berketim ku va ye hinan berîya min ferhengekî nivîsandine û weşandine! Ez dixwazim li vir derheqa vê ferhengê de tiştekî bibêjim. Dema ku min vê ferhengê meraq kir û di înternetê da ez lê gerîyam, li cihekî da dihate gotin ku ev ferheng ya Musa Anter e û di sala 1967a da li Stenbolê ji alîyê “Yeni Matbaa” va hatîye çapkirinê. Lê tiştê ecêb ew e ku di hin çavkanîyên di derheqa Musa Anterê rehmetî da qet behsa vê ferhengê nayête kirin.


Paşê ez pêhisîyam ku va ye ferhengekî din jî heye. Bi vî awayê ez ji nivîsandina ferhenga kurdî û tirkî sar bûm. Her di despêka sala 1979a da sîstema îdareya urfî (sıkıyönetim) li Stenbolê hatibû îlankirin û ji ber ku lîseya Vefayê di destê fraksîyonên çepê tirkan da bû, behsa serdegirtin û oxulmeya jendermeyan dikahate kirin, di van şertan da min wan kaxidên wan gotinên ferhenga xwe şewitandin. Min li Stenbolê tenê salekî lîseyê xwend û ez dîsa vegerîyam welatê xwe.


Roşan Lezgîn: Belê, piştî ku meriv wisa li xerîbîyê bibe xwedîyê tecrube û vegere welat, êdî bi çavekî din li derûdora xwe dinihêre. Kerem ke.


Serhad Bapîr: Bavê min dema ku di sala 1969a da ji Almanyayê vegerîya, bi xwe ra radyoyekî mezin ya bi marqeya Grundig anîbû. Çewa ku bavê min digot, bihayê vê radyoyê ji bihayê televîzyonekî zêdetir bû, lê ji ber ku hingê hê weşanên televîzyonê li Tirkîyê û li perçeya Kurdistana bindestê Tirkîyê da dest pê nekiribû, wî vê radyoya hanê kirîbû. Gelek pêlên kurt yên vê radyoyê hebûn û herwusa beşekî vê radyoyê hebû ku li serê “satelit” dinivîsand, lê hingê me maneya vê gotina hanê nizanibû. Werhasil ev radyoyekî piralî û entîke bû. Ji sala 1975-1976a û pê va, di mala me da me radyoya Êrîvanê guhdar dikir. Dibe ku berê da jî, ji alîyê mezinan va dihate guhdarkirinê. Her roj berêvarkî di navbera siet 5 û 6a da û êvarê jî ji 8:30 heta 9a. Gelek caran ku ez li sûkê bûm û hêdî-hêdî wextê radyoya Êrivanê dihat, min dev ji civata hevalan berdida û diçûm malê. Piştî 2-3 salên din êdî haya me ji radyoya Bexdayê jî çêbûbû, lê ev radyo li ber dilê me wekî ya Êrîvanê ne şêrîn û rind bû. Her roja yekşemê muheqeq radyoya Êrîvanê wê sitranekî Şivan Perwer danîya serê, sitranên Şivan û yên Aramê Tigran û yên gelek hunermendên din gelek xweşî min diçû, gelek caran li ber van sitranan û li ber pîyesên radyoyê ez kelegirî dibûm, lê belê carna, dema ku wextê qedandina radyoyê dihat û sitranên kurdî di nîvî da nişka va dihate birin, ev yek gelekî zora min diçû û her carê min ê dijûna ji Yekîtîya Sovyetê ra bidaya. Ji ber ku ez terefdarê teşkîlatekî kurdan yê ku Yekîtîya Sovyetê di pirsgirêka kurda da rexne dikir bûm, min bê tirs dijûnê “Mekke”ya komunîstan dikir.

Gazınd, 1994, grafika rengin a lı ser yasenit, 31x21 cm.



Dê û zarok, 1994, grafika rengin a lı ser yasenit, 20x12 cm.








Daxwaz, 1994, grafika rengin a lı ser yasenit, 31x21 cm.



18/04/2011

Jın, 2006, pênusa rengin, 20x15 cm


Du jın, 1993, hıbrpastel, 38x14cm


Dê û zarok, 1989, pênus, 29x21 cm

Hevpeyvina kovara JINAN bı Serhad Bapir ra

Vê hevpeyvinê jı bo beşa Kurmanci ya kovara JINAN, kekê Azad Kurdi bı mın ra çêkır. Kovara JINAN jı aliyê Yekitiya Jınên Demokrat ên Kurdıstana İranê va tê derxıstınê.



Hevpeyvin dı payiza 2010 a da dı kovarê da hate weşandın. Ev hevpeyvin lı ser tora İnternetê, dı malpera kovarê da ji heye:



http://www.kurdistanmedia.com/kurdi/jnan/this/kirmanji.pdf





Serhad Bapîr kî ye?

Bı anagorê qeyda nıfûsê, ez dı sala 1964 a da lı perçeya Kurdıstanê ya ku dı bındestê dewleta Tırkiyê da ye, lı bajarê Tetwanê hatıme dınê. Bavê mın Mele Seid Çeliker bı eslê xwe jı Cızira Botanê ye û gelek bav û bapirên wi ji her mele bûne. Diya mın Fetihe jı koçerên eşira Alıkan’ê ye û wê heta zewaca xwe koçertiyê kırıye. Bereket dı nav da be, em 12 xwışk û bıra ne, 6 ên me kur û 6 ên di ji keç ın. Dê û bavê mın navê mın Evdıla danine, lê pışti ku ez bûm muleciyê siyasi, jı sala 1984 a û pê va mın navê xwe Serhad Bapir daniye।





Pıçûkatiya mın û her wusa xwendına mın a despêkê, ya navin û liseyê dı navbera bajarên Tetwan, Sılivan, Batmanê da derbasbû, dıvê bêjım ku cara pêşi jı bo sınıfa 1 ê ya liseyê bıxweynım, ez dı 14-15 saliya xwe da jı bo saleki çûme derveyê welat: dı sala 1978-1979 a da ez çûme Stenbola Tırkiyeyê.





Dema salên zarokati û xortaniya mın, salên hışyarbûna his û fıkrên Kurdayeti û welatparêziyê bûn, hıngê pırdengi û pırrengi lı siyaseta Kurdi hakım bû. Ez ji jı sala 1977 a û pê va bûm terefdar û alıgırê tevgera Rızgari’ yê. Herçi Rızgari ye, ew tevgereki marksist û leninist, qure, jı xwe têr razi û pozbılınd bû, lê avakırına Kurdıstana serbıxwe û yekgırti jı xwe ra kırıbû armanc.





Dema ku salên zehmet yên diktatoriyeta eskeri ya 12 ilona 1980 hatın, mın zêdetır xwe da ber kar û barên tevgera Kurdi. Dı bıhara sala 1983 yê da, pışti operasyoneki dewleta Tırka ya lı ser tevgera Rızgari’yê, dewletê kete du mın ji û ez jı bo sal û nıveki lı Kurdıstanê û lı Tırkiyê fırar mam. Pıraniya hevalên mın hatıbûn gırtın, mala hevalê mın yê ku berpırsiyariyê mın bû ava, ku wi cıh û dema hevditına me jı êşkencekarên dewletê ra eşker nekır û mın neda dest, ez tena serê xwe mabûm. Pışti ku mın nıkarıbû bı tena serê xwe, xwe bıparêzım û beşdarê tevgerê bıbım, mın dı payiza sala 1984 a da qerara xwe da û ez derbasê gıravayeki dewleta Yunanistanê bûm. Lı Yunanistanê bûm multeciyeki siyasi û heta nıho ez lı vi welati dıjim. Lı Yunanistanê da ji, heta sala 1987 a ez dı nav xebatên tevgera Rızgari’yê da bûm, paşê rêya me jı hev cuda bû.





Ez dı sala 1992 ya da bı keçeki Yunan ya bı navê Kalliopi ra zewıcim, 2 kur (Sipan û Siyabend) û keçeki me ya bı navê Sosın heye. Bı xêra xebata mın ya bı metodik û ya bı ısrar, zarok û xanıma mın baş fêri axaftın, xwendın û nıvisandına kurmanci bûne û ez bı vê yekê serbılınd ım.





Pışti 22 salan, ez jı sala 2006 û pê va dıçım bakûrê Kurdıstanê û her wusa heta nıha 2 caran çûme başûrê welatê me ji.





Xeyni hunera nigariyê, ez carna nıvisên lı ser zıman, huner û siyasetê û her wusa car carna ji ez helbestan dınıvisinım. Mın beşek jı van nıvisên xwe, yên ku hınên jı wan berê dı kovar û malperên Kurdan da ji hatıne belavkırınê, dı 3 blog’ên xwe yên bı zımanên kurdi, yunani û ingilizi da berhevkıriye. Her wusa dı van blogên mın da gelek berhemên mın ên resım û grafiki, hevpeyvinên ku bı mın ra hatıne çêkırın, rexneyên dirokvanên hunerê û rexnegırên hunerê yên ku lı ser hunera mın ın, hene.





Dı navbera salên 1986 – 1989 an da ez hevkareki rojnameya Kurdistan Press’ê bûm. Ev rojname bı zımanên kurdi û tırki, 15 rojan carekê lı Swedê derdıket. Her wusa çend karikatorên mın dı kovara mizahi ya bı navê “Zengıl” da hatıne weşandınê. Zengıl dı sala 1985 a da lı Swedê derdıket û xwerû bı zımanê kurdi bû û malesef ku tenê 4 hejmarên wê derketın. Dı salên 1990 û 1991 ê da mın dı radyoyeki serbıxwe ya bı navê “Radyo Kivotos” da, hefteyê careki bernameyeki du sıeti ya muzika kurdi û şıroveyên siyasi yê lı ser pırsgırêka kurdi, bı zımanê yunani û kurdi çêdıkır. Ew ne radyoyeki tıcari bû û lı ser pêlên FM da dıweşiya.





Te çawa dest bi hunera şêwekariyê kir?



Jı pıçûkatiya xwe û pê va dı nav malê da ez leqayê resım çêkırınê hatıme, her du kekên mın dı çarçoveya dersa resım ya dıbıstana navin û liseyê da resımên qederek sıpehi çêdıkırın û weki pıçûkê wan, mın ji bala xwe dıda wan û mın ji dıxwest weki wan bıkım. Ev her du kekên mın nedan dû vê qebiliyeta xwe, lê resımçêkırın dı nav mala me da her aktuel bû, dema ku ez iroj bala xwe dıdımê lı ba 8 xwışk û bırayên mın qabiliyeta resım çêkırınê heye, xwışkeki mın lı Tırkiyê akademiya hunerên sıpehi xwendiye û nıha ew ji wek mamosteya resım dı dıbıstanê da dıxebıte û her wusa bırayeki mın yê ku lı Kurdıstanê akademiya hunerên sıpehi da dıxwend, jı ber zulm û zordariya dewleta Tırka dev jı xwendına xwe berdaye.



Dema ku hê ez lı Kurdıstanê bûm, mın bı boyaxên erzan yên weki pênus, pênusên rengin, rengên pastel û yên bı avê resımên xwe çêdıkır. Fıkra parastına van resıman ne lı nık mın û ne ji lı nık dê û bavê mın hebû, ew resımên ku mın çêdıkır, nehatın parastın, belawela û wenda bûne, nıha lı ba mın nımûneyeki vê serdema jiyana mın nine.



Pışti ku ez weki multeciyeki politik hatım Yunanistanê, dı sala 1985 a da mın jı Enstituya Kurdi ya Parisê bursa jı bo xwendına zaningehê sıtand û dı navbera salên 1987 û 1992 yan da mın lı bajarê Salonikê, beşa resım ya Akademiya Hunerên Sıpehi ya Zaningeha Aristoteles’ ê da xwend. Her wusa disa dı navbera salên 2001 û 2007 an da mın beşa grafikê ya eyni zaningehê xwend (diplomeya dıduyan). Ez jı sala 1997 a û vır va dı dıbıstana navin û liseyê da, wek mamosteyê dersên resım, fotograf û diroka hunerê dıxebıtım. Her wusa eve 4 salın ku ez yek jı wan çend berpırsiyarên puandayina imtihanên seranserê Yunanistanê ya dersa resımê me, ev imtihan jı bo ketına zaningehên mimariyê têne çêkırınê . Ez endamê Odeya Hunera Nigariya Yunanistanê, Yekitiya Hunermendên Nigari yê Bakûrê Yunanistanê û Yekitiya Grafikçêkerên Yunan ım.



Hunera şêwekariyê ji te re tê çi wateyê?



Dıbe ku hın kes xwe dı wareki jiyanê da bı kêrhati û serketi dıbinın, hunera nigari (şêwekari) ji jı bo mın wusa ye. Huner bı awayeki gışti û her wusa ji hunera nigari, mane û zengintiyê dıde jiyana mırovan, bı xêra hunerê mırov dıkarın his û kurayiya nava xwe zêdetır nasbıkın, lewra huner bı pivanên rındi û estetiki xitabê his û kurayiya nava mırovan dıke, hisên mırovan şiyar û qewitır dıke. Diroka mırovatiyê dı eyni demê da diroka hunerê ye ji, mırov her xwestıne ku his, raman û tevgera xwe bı rêya hunerê derbırinın.



Rewşa hunera şêwekariyê di nav Kurdan de çawa dibînî? Kurd li kuderê cîh digrin? Tecrubeya van 20 salên dawi yê beşeki başûrê Kurdıstanê ne dı tê da, malesef ku em mıleteki bındest û şıkesti ne. Ev bındesti şıkıl dıde hemû warên jiyana me. Anagorê dewletên dagırker yên ku Kurdıstanê xıstıne bındestê xwe ku ew bı xwe ji dı warê hunera nigari da paşdamayi ne, em jı wan ji paşdamayintır ın.



Jı bo geşbûn û pêşveçûna hunera şêwekariyê hewcedariya mıletan bı akademiyên hunerên sıpehi heye (ez pê dızanım ku lı başûrê Kurdıstanê, lı Sılêmaniyê û Hewlêrê du akademi hene û nêzikê 10 peymangehên hunerên cıwan lı bajarên dın hene), bı avakırına muzexaneyên hunera kevnar û nûjen heye, bı galeriyên hunerê yên ferdi û yên bajarvaniyan heye, bı cıvanbendên (koleksiyon) ferdi heye, bı rexnevan û dirokvanên hunerê heye û heri zêde ji hewcedariya hunerdostan heye. Lı ba me Kurdan hıma bêje tu jı van tıştan tunine. Heta nıha xeyni cıvanbenda xanıma hêja Hêro Talebani, haya mın jı tu cıvanbendê çênebûye. Bı awayê gışti rewş ev e.



Her çıqas rewş ev be ji gelek hunermendên nigari yên Kurd, yên jêhati lı her çar parçeyên welatê me da û dı nav diyasporeya Kurdan da hene. Her yek jı wan dı nav pırsgırêkên abori da dıgevıze û nıkarın bı anagorê layiqbûna xwe berhemên ku dıafrinın nişanê mıletê xwe û mıletên dın bıdın. Bındesti û bêstatubûna Kurdan, tunebûna dewleteki me yê serbıxwe, bıvê nevê wana ji kırıne hunermendên bêstatu û stuxwar. Her hunermendê nigarkariyê mecbûr e ku bı tena serê xwe û bı imkanên xwe yên kêm lı ser piyan bımine û hunera xwe bıafrine. Haya pıraniya wan hem jı rewşa ku tê da dıjin û hem ji jı “bayê felekê„ heye.



Ku siyasetvan û rêvebırên me yên serwext û hunerdost hebûna, wê pê bıhısiyana ku ne tenê diroka me ya nêzik ya van 40 - 50 salên dawi bı qabiliyeta hunera nigari yên hunermendên Kurd hatiye tesdiq û derbırin û her weha ji ev hunera ku bı awayeki gışti hatiye afırandın sermayeki mezın ya kultura Kurdan e.



Lı başûrê Kurdıstanê dema ku behsa hunerê tê kırın, siyasetvan û rêvebırên me malesef tenê konserên hunermendên muzikê fêhmdıkın, lı ber van hunermendan camêr û comered ın. Lê dı warê muzikê bı xwe da ji, dıvê ku merıv rastiyan bıbêje: Dı konser û danasinan da hın hunermendên sukse û magazini dı rewacê da ne, ew dı koridorên desthılatdariyê da bı hêz û tevger ın, te hew dit hın jı wan bûne karsaz û mutehidên mezın ji.



Bınêrın, çend sal beriya nıha dı hevpeyvineki xwe da hunermendê mezın yê muzika kurdi ya nûjen Cıwan Haco çı dıbêje: çewa ku dı bira mın da maye, dıgot ku “lı çend gundên Dıhokê mın jı dehan zarokan navê Cıwan Haco pırsi, kesi jı wan nızanıbû ka ew ki ye û bı çı mıjûldıbe, lê hemiçıka İbrahim Tatlısesi nasdıkır.„ Ev fenomeneki sosyolojiki ye ka cıvat dı çı hali da ye û ber bı kû va dıçe. Disa ne tışteki tesadufi ye ku nıha, her ew İbrahim Tatlisesê hunermendê muzika tırki, wek mutehideki mezın lı bajarên mezın yê başûrê Kurdıstanê bı sedan avahiyên luks avadıke.



Lı vır jı bo wan kesên ku pê nızanın ez bıbêjım ku, lı bakûrê Kurdıstanê bı dehan hunermendên ku bı eslê xwe Kurd ın (an ji, jı dê an bavê xwe va Kurd ın) û talankırına muzik û melodiyên kurdi jı xwe ra kırın karê sereke û wana wek berhemên muzika bı zımanê tırki pêşkêşdıkın, hene. Dı pêvajoya asimilekırına zımanê kurdi da, her yek jı van hunermendan jı sed dıbıstanên dagırkerên Tırkan yên bı zımanê tırki zêdetır xırabi bı zıman û kultura Kurdan kırıne. Bı hezaran sıtran û melodiyên kurdi yên ku hatın talan û tecawızkırın, kırın malê muzik û kultura Tırkan. Van hunermendan bı vê xırabiya xwe bı milyonan Kurdan jı zıman û kultura kurdi bıdûrxıst. Dı nav van hunermendan da İbrahim Tatlises dı rêzên heri pêş da ye.



Ne edebiyat û ne ji hunera nigari bala siyasetvan û rêveberên Kurdan dıkşine, ku wun rastiyê bıpırsın, jı bo fêhmkırına hunera nigariyê perwerde û têgıhiştın lazım e, ev ji hıma bêje lı nık wan tunine.



Jı aliyê di va lı bakûrê Kurdıstanê derdora 100 bajarvaniyên bajar û qesebeyên Kurdan dı destê partiyeki Kurdan da ye, dı şertên bın işxala dıjmın da be ji, disa ji gelek imkan ketıne destê Kurdan. Her sal festivalên hunerê têne çêkırınê. Navendên çand û hunerê hatıne avakırınê. Jı bo rêvebırên van çalakiyan pivana heri mezın ne sewiya kalite û estetikê ye, lê partizani ye. Tenê kesên lı derdora partiya xwe, yan ji kesên ku ne xwedi ramanên rexnegır ın daweti van çalakiyan dıkın. Qimeta hunermendên çepgır yên Tırk ji, lı ba wan jı qimeta kesên weki mın qat bı qat zêdetır e. Jı xwe heta nıho kesi jı wan jı mın ra negotiye “ka tu heyi an tuneyi? „ ji.



Dixwazî bi hunera xwe çi ji civakê re bêjî?



Ez naxwazım tu tışteki bêjım. Cıvat jı hunera mın çı fêhmdıke bıla wiya fêhmbıke. Ez ne berdevkê tu ideolojiyê me da ku bı hunera xwe hın mesajan jı xelkê ra bêjım. Jı xwe cıvata Kurdan bala xwe nade huner munerê. Ez ji yek jı endamên mıletê Kurd ım ku tê gotın ku nıfûsa me jı 40 milyon kesi bıhuriye û weki hunermendeki, bı anagorê raman û pivanên xwe yên estetiki ez hunera xwe dıafrinım. Ez ji şahıdê van 35 salên dawi yê diroka me ya hevdem ım, beşeki mezın hunera ku mın afırandiye bı vê serdemê va têkılidar e, mın lı ser daxwaza xwe vê tercihê kıriye û haya mın jı bedelên vê tercihê ji heye.



Cıvata Kurdan ji weki her cıvata mıletên bındest xwedi başi, qenci û rındiyê û her wusa ji xwediyê xırabi, nexweşi û nerındiyê ye. Mın ê jı hunerdostên Kurd ra bıgota, ku hıjmara wan geleki kêm e, hunermendên Kurd yên nigariyê yên ku dı hunera xwe da jêhati, kêrhati û serketi ne hene, bı nisbeta hunermendên mıletên serdest yên ku dewletên wan Kurdıstanê dagırkırıne, hejmar û kaliteya hunera ku hunermendên Kurd dıafrinın dışıbe sinemaya kurdi, nımûne û mınakên gelek baş hene, dıvê ku wun wan kıfşbıkın, jı hunera wan bêpar neminın.



Ez dızanım ku merıv dıkare bêy hunerê ji bıji. Lê tecrubeya mıletên serbest û welatên demokratik bı me dıde fêhmkırınê ku bı hunerê merıv dıkare xweştır bıji. Bı awayê gışti huner çıqas geşbıbe û pêşvahere, sewiya jiyana hisi û estetiki ya mırovan ji bırengtır û bılındtır dıbe.



Civaka kurd bi çi çavî li hunera şêwekariyê dinêre? Çi ji te re tê gotin?



Çewa ku mın berê ji gotıbû, dıbe ku beşeki pır pıçûk ya cıvata Kurdan jı hunera nigariyê fêhmdıke û ev fêhmkırın ji ne bı pivanên cıvatên pêşketi da ye. Bı awayeki gışti ez bawernakım ku tu derd, xem û hewes û zanineki ronakbir, siyasetvan, rêvebır û dewlemendên Kurdan yê bı navê hunera nigariyê hebe. Bê guman dıbe ku istisna hebın, lê bı awayeki gışti wusa ye.



İroj hunermendên nigariyê dı rewşa Eyşe Şan û Mıhemed Şêxo yên rehmeti da ne: Haya kesi jı kedkara muzika kurdi Eyşe Şanê tunebû, ew bı salan bı haleki nexweş lı İzmir’a Tırkiyê da dijiya û ew dı nav feqirti û bêkesiyê da mır. Dema ku lı gorıstanê hate veşartın, jı deh kesi kêmtır kes lı ser cenazê wê bûn. Lê dema ku hê Eyşe Şanê dıjiya, parti, teşkilat, komele, rojname û kovarên Kurdan hebûn, siyasetvanên xwedi gotınên qerase û naverok vala hebûn û her wusa ji dıhate gotın ku xelkê Kurd êdi şiyarbûye û serê xwe hıldaye. Mıhemed Şêxo ji dı nav feqirtiyê da mır, pışti ku mır, xelkê got ku „heywax Bavê Felekê mıriye.“



Bınêrın, hunermendeki me yê nigariyê yê mezın heye, bı navê Rıza Topalê Hulmani. Ew bı xwe jı Dêrsim’a bakûrê Kurdıstanê ye. Ew nıha 76 sali ye û eve jı 50 salan zêdetır e ku ew hunera xwe dıfrine, ev nêzikê 45 sal ın ku ew lı Almanyayê dıji û ewi derdora 5 hezar berhemên huneri afırandiye. Sewiya hunera wi gelek baş e û jı yê gelek hunermendên Awrupi kêmtır nine. Mıjara beşek mezın berhemên wi Kurd û Kurdıstan e. Gelo haya cıvata Kurdan çıqas jı hunera wi heye?



Ez dıxwazım dı derbarê vi hunermendê mezın da tenê vê malûmatê û hışyariyê bıdım. Pışti xemsari û bêbaldariya saziyên Kurdan, ew nıha ketiye nav xem û tırsa berhemên xwe: Dıbêje ku „gelo pışti mırına mın, wê çı werın serê berhemên mın?“ Ew dıxwaze berhemên xwe bıde saziyên pêbawer, da ku berhemên wi werın parastın û hır da wır da belawela û wenda nebın. Ew dıxwaze berhemên wi bıbın sermiyan û malê mıletê Kurd, weki pıraniya hunermendên jı mıletên serbest, berhemên wi ji werın kategorikırın û dı muzexane û eywanên hunerê da werın parastın. Lê tu kes guhê xwe nade hewara wi. Û wun dızanın? Ew nıha bı mıaşê xwe yê kêm yê teaqûtbûnê, bı tevi berhemên xwe, dı xaniyeki ku dıvê nivê kırêya wi bıde da dıji.



Jı aliyê di va, dıbêjın ku başûrê Kurdıstanê dıbe Dubai ya dıduyan, lı wır dewlemendên Kurdan bı zengini û şehweta xwe jı xwe çûne û serxweş ketıne. Tê gotın ku lı Awrupayê jı yek milyoni zêdetır Kurd dıjin û halê gelekan jı wan ji xweş e, bı hezaran karsaz û sermayedarên Kurd hene. Wek mılet bıla xweli lı serê me be! Trajediya hunermendan a ev bı xwe ye.



Gelek wêneyên tu dikşînî yên jinan, wateya wî karê te çi ye?



Rast e. Mın rêzeki mezın grafik û resımên bı mıjara jınan çêkıriye. Sedemên vi tışti hebûn. Lı bakûrê Kurdıstanê, mın dıgot qê jın lokomotifa parastına zıman û kultura Kurdi ne, mın qedreki mezın dıda jınê, bı van fıkr û ramanan mın berhemên xwe dıafırand. Her wusa dimenên jınên Kurdan yên bı cıl û lıbasê Kurdi, lı ba mın jı bo çêkırın û nişandana mırovên Kurd, motifên muhim bûn. Disa dıvê bêjım ku, dı helbestên kurdi yên sedsala 20 a da, gelek caran welat û Kurdıstan bı jın an ji bı dayıkê va hatiye temsilkırın, dıbe ku ev yek ji tesir lı mın kırıbe.



Lê malesef ez şaş derketım. Ez pêhısiyam û mın fêhmkır ku vayê dı pêvajoya asimilasyona zımanê kurdi da rastiyeki dın ya jınan heye. Jınên Kurdan bı zımanê tırki nızanıbûn jı ber vê yekê, jı mecbûriyetê dı nav xwe da û bı zarokên xwe ra bı zımanê kurdi dıaxivin. Dema ku ew ji fêri zımanê tırki bûn (ne tırkiya baş, lê ew tırkiya xırab û şıkesti ya ku xelkê Kurd pê dıaxıve), êdi ew ji weki mêran rabûn ınçık û lotıkên zımanê tırki. Jınên Kurd ku dı nav cıvata Kurdi da bındestê mêr, bıra, xesûyên xwe ne, wan dı zımanê tırki da jı xwe ra modernbûn û xwedimafbûneki sexte û derewin peydakırın. Ew, dev jı zımanê kurdi berdanê û bı tırki axaftınê jı xwe ra wek marifet dıhesıbinın. Refleks û pratika wan ya parastına zımanê kurdi dıbe ku jı yên mêran ji kêmtır be.



Dıvê ku ez lı vır bêjım ku kapasiteya zanina van jınan ya bı zımanê kurdi weki jınên her mıleti gelek fırehe e, ew bı dehan, bı sedan çirok, meselok, serpêhati, pêkenok, sıtranên bı kurdi dızanın, her wusa dıkarın behsa gelek tıştan ji bıkın, lê ew vê kapasite û xezineya xwe ya bı zımanê kurdi davêjın nav kanalizasyon, serab û ser sergoyan, bı kurdi napeyvın û terciha xwe bı zımanê tırki da dıkın. Kapasiteya zanina wan ya bı zımanê tırki dıbe ku negıhije 10% ya kapasiteya zanina wan ya bı zımanê kurdi ji! Tırkiya wan ya şıkesti dışıbe tırkiya nezan û kêmaqılên Tırkan.



Lı bakûrê Kurdıstanê, lı gelek bajar, qesebe û heta gundan da, qimet û maneya zımanê zıkmaki bûye perçeki rûvi an ji goştê xırab yê ku qesab davêjın ber devê kûçıkan: Jın û mêr dı nava malê da bı zımanê tırki dıpeyvın, zarok bı zımanê tırki têne dınê û bı zımanê tırki mezındıbın. Pışti bındestkırın û bêstatuhıştına Kurdan, ya ku dı peymana Lozanê da ji hatiye testiqkırın, serketına heri mezın ya dewleta dagırker ya Tırka, ev asimilekırına Kurdan e. Ku siyasetvanên Kurdan tedbirên radikal nestinın û bıcıhneynin, dı pêvajoya 30 - 40 salên pêş me da wê zımanê kurdi jı nav xelkê rabe û wê tenê wek zımanê çend sed hezar welatparêz û zımanparêzan û her wusa ji wê wek zımanê din û ehmeqên emırmezın bımine.



Ev dimen lı ba keçên ku dı nav politikaya Kurdi da ne hê ji xırabtır e. Bêy ku fedi bıkın, ew dı cıvinan da, lı ber jınên 50 – 60 sali yên ku bı tırki nızanın, bı zımanê tırki behsa “rızgariya jınê„ dıkın. Çewa ku serokên van keçan tu qimetê neda zımanê kurdi, ew ji eyni politikaya zımankuj dıdominın.



Bê guman keç û jınên bı rûmet yên ku lı zımanê xwe xwedi derdıken ji hene, lê malesef hejmara wan gelek kêm e.



Êdi tu hewesa mın nemaye ku ez wek mıjar resım û grafikên jınên Kurdan çêkım, mın dıxwest ku, yên ku mın çêkırıne ji lı Diyarbekırê dı meydaneki da, jı bo protestokırına jınên Kurdan bışewıtanda, lê heta nıha ev imkanê mın çênebû û dıbe ku ez ne hınde wêrek û bı xiret bım ji.



Heta niha te pêşangeh vekirine? Li Kurdistanê çi?



Heta nıha mın 7 pêşengehên ferdi yên grafik û resıman çêkıriye (1 jı wan lı Kıtêbxaneya Kurdi ya Stockholmê û 6 ji lı çend bajarên Yunanistanê) û ez beşdarê jı sedi zêdetır pêşengehên komi bûme. Heta nıha lı Kurdıstanê mın tu pêşengehan çênekıriye û ez ne dı wê baweriyê da me ku tu saziyên Kurdan bala xwe dabe hunera mın, lewra heta nıha tu sazi, bajarvani û komeleyeki Kurdan jı mın ra negotiye “ ka tu ki yi û bı çı mıjûldıbi, gelo ka ev tıştên ku tu çêdiki layıqê nişandana xelkê ne an na?„



Ewrûpî çawa dinêrin hunera şêwekariyê?



Ku mebesta pırsa te hunera ku lı Awrupayê hatiye afırandın û tê afırandın be, hıngê ez dıkarım van tıştan bêjım: Nıha lı Awrupayê çend navendên muhim yên hunera nigariyê hene, navendên weki Paris, Berlin, Londra û çendên dınê. Lı van bajaran her wusa lı welatên van bajaran da, himên xwırt yên hunerê hatıne danin, lı wır muzexane, galeri, cıvanbendvan, rexnegırên hunerê yên bı navûdeng û her wusa ji gelek hunerdost hene. Her çend salan carekê Biennialên ku lı gelek bajaran têne çêkırın nebz û meyla hunera nûjen eşkeredıkın. Ango ew şertên jı bo geşbûna hunerê lı wır hene. Dı jiyana beşek jı cıvata xelkên Awrupayê da hunera nigariyê cıheki baş dıgre, anagorê erdzeminên dın yê dınyayê lı vır sewiya hızr û ramanên estetiki bılındtır e.



Gelo Ewûpî ji berhemên te hez dikin?



Ez dıkarım tenê hın tıştên kêm jı bo Yunanistanê bêjım. Mın beriya 10 salan lı Kıtêbxaneya Kurdi ya Stockholmê ji pêşengeheki çêkırıbû, her çıqas mıjara 45 grafikên ku mın lı wır pêşkêşkır hemû lı ser Kurdan bû ji, ev pêşengeha mın tew bala Kurdên Swedê ji nekışand.



Lı bajarê Saloniki, ku ev bajarê dıduyan yê heri mezınê Yunanistanê ye, haya hın hunerdostên Yunan jı hunera ku ez dıafrinım heye, gelek kes tên pêşengehên ku ez çêdıkım da ku berhemên mın bıbinın. Heta nıha çend rexnegır û dirokvanên hunerê yên Yunan lı ser hunera ku ez dıafrinım ditın û rexneyên xwe nıvisandine. Her çıqas gelek kêm bın ji, disa hın kesên Yunan bı pereyên xwe berhemên mın kırine û xıstına nav cıvanbendên xwe yên hunera nigariyê, an ji wana ew lı mala xwe da dalıqandine.



Çewa ku jı van gotınên mın ji têne xwuyakırınê, dı warê pêşengehan da tesir û menzila hunera ku ez dıafrinım, bı welat û zêdetır ji bı bajarê ku ez lê dıjim sınordor û asê maye, Ne tu imkan û danûsıtendınên mın hene da ku ez herım berhemên xwe lı Kurdıstanê nişanê xelkê xwe bıdım û ne ji xwe bıgıhinım navendên muhim yên hunerê lı rojavaya Awrupayê. Her çıqas reşw ev be ji, disa ji ez bı anagorê baweri û zanina xwe dızanım ka çı dıkım û dıvê ez çı bıkım.



Dı rastiyê da, em wek mılet û welat ne xwediyê tu statuyê ne, vêca gelo dı çavê xelkên dınê da çewa wê statuya edebiyatvan, muzisyen û hunermendên Kurdan hebe. Em tev endamên mıleteki bındest, şıkesti û têrpırsgırêk û welateki “wenda „ ne. Bedeleki mezın yê Kurdbûnê heye, her Kurdê serbılınd û bı xiret bıvê nevê wê her dem leqayê vê bedelê bıbe.



Çi plan û projeyên te yên pêşerojê hene?



Dema ku merıv bı berçavka realizm û maddiyatê lê temaşebıke, tu xêra hunera nigariyê jı bo mın nine. Wek nımûne ev dozdeh salın ku ez jı bo xebata xwe, jı xwe ra atolyeyan kırêdıkım, dema ku merıv lê dınêre ka tenê çıqas mesref jı bo vê kırêyê daye û merıv kaliteya jiyana xwe datine ber hev, merıv xemsar dıbe. Ez wek mamoste dıxebıtım da ku debara xwe û zaroyên xwe û debara hunera xwe bıkım.



Lê dıvê lı vır bêjım ku her huner jı bo hunermendan tercih û iddiayeki ye. Ev iddia, baweri û zanina hunermend ya jı bo sewiya hunera wi ye û her wusa ji xebat û hazıriya wi ya jı bo sıberoja hunera wi ye. Hunermendê ku ne xwedi vê iddiayê ye û anagorê vê iddia xwe tevnagere hunermendeki gunehok û xweliser e. Wê dı sıberojê da derkebe meydanê ka kijan hunermendi çı kıriye û çı afırandiye. Dem dermanê van tıştan e û kaliteya berhemên huneri ji wê tenê bı pivanên estetiki werın hesıbandın.



Dı dirokê da, huner û hunermend tu cari lı hêviya şert û mercên iddial û baş nesekınine, bê guman serdemên dirokê û sewiya pêşveçûna cıvatan hunermendên xwe ji derxıstıne, lê dı eyni demi da hunermend bı xwe ji alikariya guhertın û pêşveçûna van cıvatan kırıne.



Ez ji xwedi iddiayeki me. Her çıqas ku heta nıha mın jı hezari zêdetır berheman afırandiye ji, hewcedariya mın hê bı zêdetır xebatê heye. Xebata berdewam jı bo mın model û awayê jiyanê ye. Dı hunera nigariyê da sekınandın û teqautbûn tunine, heta ku destê merıv dıkare bı qelemê an ji bı fırçeyê bıgre merıv dıxebıte.



Heri dawi par mın pêşengeheki berfıreh ya grafikan pêkani, dı vê pêşengehê da mın 92 grafikên ku mın bı gelek teknikên cıhê çêkırıbû û dı van 20 salên dawi da afırandıbû nişanê hunerdostên Yunan da. Jı bo vê pêşengehê katalogeki sıpehi yê bı zımanên kurdi û yunani ji hate çapkırınê. Nıha lı pêş mın tu projeyên pêşengehan nine.



Di dawiyê de ger gotinek te bo xwendevanên kovara JINAN hebe, kerem bike...



Ez hêvidar ım ku xwendevanên jın yên kovara JINAN dı berpırsiyariya xwe ya dı warê zımanê kurdi da, wê neşıbın jınên bakûrê Kurdıstanê. Qedrê jınên ku xwedi lı zıman û kultura xwe derdıkevın lı ser serê mın heye û ez heyranê wan ım. Herçi ew kesên ku dostên huner û edebiyatê ne, dıvê bızanıbın ku ew ê her kar û qezancê jı vê hewesa xwe bıbinın û wê asoya zanin û derbırina wan fırehtır bıbe.



9/7/2010