Pêvajoya nivîsandina vê gotarê wusa despêkir: Nivîskareka Kurd ku li rojavayê Ewrûpayê wek penaber dijî, di meha Gulana îsal da li ser medyaya civakî da wusa nivîsîbû: “Em ji jinbûnê û Kurdbûnê hatine surgunkirin”. Min wusa jê ra nivîsî: “Min fêhm nekin? Çewa wun "ji jinbûnê û Kurdbûnê hatine surgunkirin? Li welat bi mîlyonan jin û Kurd hene, gelo ew çima nehatine surgunkirinê? Qê haya wan ji jinbûna wan û Kurdbûna wan nîne û her wusa qê haya dewleta dagirker jî ji jinbûn û Kurdbûna wan nîne?” Ewê di bersiva xwe da: “Jinekî ku bi jinbuniya xwe azad nebe, yanê ji ber jinbuniyê jiyan lê bê qedexekirin, helbet ew ji jinbuniya xwe hatiye surgunkirin. Kurdbûn çand û ziman e, û zimanê me jî çanda me jî li me qedexe kirin, disa di heman demê de him jin û him Kurd ji ber nasnameyên xwe pir hatine kuştin, ev jî celebek surgunkirinê ye. Nifşa nû jî bi kurdî napeyîve, ev jî surgunkirin e, em ji axa xwe jî, zimanê xwe jî ji jinbuniya xwe jî hatine surgunkirin.” ji min ra nivîsî. Piştî bersiva wê, min jê ra got ku, “Fikra min li ser van mijaran ji van fikrên te cihê ne. Min dixwest li vir wan fikrên xwe binivîsim, lê ez dibêm qê ev cîyê teng piçkek min asê dike ji bo binivîsim. Ku tu bixwazî e-maila xwe ji min ra bişîne, da ku ez ji ser wur ji te ra fikrên xwe bişînim.”
Ev nivîs bi
nîyeta dîyaloga fikrî ya min, a bi vê nîvîskara Kurd ra, di 17.06.2024an da hate
nivîsîn û jê ra hate şandin, lê ev dîyalog stewr ma, lewra ev nîvîskara Kurd
nexwest fikrên xwe li ser van tiştên ku min jê ra nivîsî, ji min ra bêje. Xem
nake, vêca min got ka ez van ramanên xwe, bi hin guhertinên pêdivî yên piçûk
biweşînim, dibe ku bala hin kesên din bikşîne, çi jin û çi jî mêr. Min navê
xanima nivîskar guherî û Binevş danî, lewra ev dîyaloga stewr tenê bi
însîyatîfa min çêbubû. Ji alîyê dî va, ew tiştên ku vê xanima hanê digot, di
nav jinên Kurd da gelek kes hene ku vê retorîk an jî dîskurê dubare dikin û ku
kêm zêde xwedîyê heman fikrî ne, ji ber vê yekê, xwedîyê fikrên din jî divê
ramanên xwe eşkere bikin. Bila ev nivîsa min a bê bersiv, bibe yek ji wan kêm
nivîsên li ser vê mijarê. Ku wun ji min bipirsin, ez heta niha leqayê nivîsekî
rêk û pêk ya li ser vê mijarê nehatime, dibe ku hebe, li ser vê mijarê li ser
medyaya civakî carna meriv leqayê hin nivîsên kurt tê. Tiştê ku ez dizanim,
vîdeoyekî bernameya kovara Zaremayê jî li ser vê mijarê heye.
Di dawîya vê
nivîsê da dîyalogekî kurt a di navbera min û vê nîvîskara Kurd da heye. Werhasil,
de ka em werin ser vê nivîsa min:
Keça xame, 2017, rejî, 36x25 cm.
Êvara te xweş be
Binevş xanim, hêvîdar im ku tu baş î.
Li ser van
ramanên te yên li xwarê, piçkek bi derengî be jî, min got ka ez jî fikra xwe
bêjim.
Tu wusa dibêjî:
“Jinekî ku bi jinbuniya xwe azad nebe, yanê ji ber jinbuniyê jiyan lê bê
qedexekirin, helbet ew ji jinbuniya xwe hatiye surgunkirin. Kurdbûn çand û
ziman e, û zimanê me jî çanda me jî li me qedexe kirin, disa di heman demê de
him jin û him Kurd ji ber nasnameyên xwe pir hatine kuştin, ev jî celebek surgunkirinê
ye. Nifşa nû jî bi kurdî napeyîve, ev jî surgunkirin e, em ji axa xwe jî,
zimanê xwe jî ji jinbuniya xwe jî hatine surgunkirin.”
Ji ber ku ew
hêza ku zêde-zêde behsa vê “azadîya jinê û jinbûnê” dike û gelek sazî û
rêxistinên bi navê jinan avakirîye PKK ye, ev tiştên ku ez dinîvîsînim li ser
fikra vê partîyê ye. Gelek jin bi hemdê xwe û bê hemdê xwe vê behsê (dîskur)
dubare dikin. Ev gotinên min raste rast rexneyekî ji bo te nîne, lê ji bo
xwedîyê van ramanan û vê retorîkê ne.
Pêşî ez dixwazim
li ser hevoka te ya pêşî hin tiştan bibêjim. Gelo jin çewa bi jinbûna xwe azad
dibe û çewa jinbûn tê qedexekirinê? Gelo li kê derê ev pirsgirêk hatîye
çareserkirinê? Ev dewleta îddîal li kê derê ye? Dema ku behsa “bi jinbuniya xwe
azadbûn”ê tê kirin, qê ev azadîya têkîlîyên cinsî ye? Jin li vir dixwazin
pratîka hin mêran kopya bikin? Gelo pîvanên “bi jinbuniya xwe azadbûnê” çi ne,
ev pîvan ji bo mêran jî derbas dibin an na? Di vê “azadbûna jinê” da, çima
pêjna wekhevî, hizkirin û evîna di navbera jin û mêr da nayê?
Xort, 2017, rejî, 34,5x22 cm.
Li seranserê
dinê, bi hezaran xelk û milet û derdora 230 dewletên mezin û piçûk hene. Ev
milet û dewlet, xwedîyê olên gelek cihê ne û ev ol, kevneşopî û sewîya
demokrasîya van dewletan, tesîrê li urf û adetên van miletan dikin. Meriv
dikare bêje ku di dewletên ku demokrasîya wan bi pêş ketîye da, ku ev dewletên
kapîtalîstên yên Rojava ne, di her warê jîyanê da çarçoveya maf û azadîyên her
beşê civatê, parastina heywan û xwezayê berfiretir bûye. Piştî Ronesansê, bi perçebûna
ola xrîstîyanî, şoreşên mezin yên civakî û endustrîyê, bi beşdarîya jinan a
hilberîna endustrîyê, avabûna bajarên mezin, bi berfirekirina demokrasîyê û
guhertina awayê hilberîna aborîyê, êdî ew rol û tesîra şaxên dêra xrîstîyanî ya
muhafezakar ya di nav van civatên Rojava da kêm bûne.
Ku em ol, civat,
milet û dewletên Afrîqa, Hîndîstan, Çîn û Rojhilata Dûr danin alîkî, heta
dereceyekî haya me ji sewîya ew maf û azadîyên ku di nav “cîhana Îslamê” da
hene, heye. Ew guhertinên ku di van 600 salên dawî da di nav civat, milet û
dewletên Rojavayê da qewimîn, di nav civat, milet û dewletên misilman da pêk
nehatin, tenê guhertinên gelek piçûk û şiklî çêbûn.
Ji ber ku li
Kurdistanê ola serdest ola Îslamê ye, ev ol tesîrê li her warê civatê û jîyanê
kirîye û her wusa jî ev ol tesîrê li olên din yên ku di nav Kurdan da hene jî
kirîye, olên wekî Rêya Heq (Elewîtî), Yarsanî – Kakayî û Êzîdîtîyê. Dema ku
meriv ola Îslamê bi olên Cihû û Xrîstîyanan ra dide ber hev, meriv dikare bêje
ku ola Îslamê zêdetir anagorê zewqa cinsî û serdestîya mêran hatîye avakirinê,
îmtîyazan daye mêran.
Her çiqas di van
200 salên dawî da gelek seyyahên rojavayî ku ji Kurdistanê jî derbas bûne û li
ser civata Kurdan jî fikrên xwe nivîsîne û ji me ra behsa wê yekê dikin ku
“jinên Kurd naşibin jinên Tirk, Faris û Ereban, ji wan gelek azadtir in” jî, di
netîcê da urf û adetên îslamî heta dereceyekî civata Kurda jî dîzayn kirîye.
Her wusa jî qanûn û sewîya azadî û mafê mirovan yên her çar dewletên dagirkerên
Kurdistanê jî tesîr li jîyana Kurdan dikin.
Ez dizanim ku tu
yê niha bêjî “Ez van tiştan hemû dizanim, tu çima behsa van tiştan ji min ra
dikî.”
Mirov, 2017, rejî, 34,5x22 cm. |
Di nav me Kurdan
da ew retorîk an jî dîskura ku tenê behsa mafê jinan û azadîya jinê dike, mêran
bi awayekî giştî û mêrên Kurd jî bi taybetî, wek sedema bindestîya jinê
dihesibîne. Ew bala xwe nadin wê yekê ku, bav, bira, ku zewicîbin mêr û kurên
wan û her wusa pismam û “rêhevalên” wan yên mêr, hemû dikebin nav vê kategorîya
mêran, ji ber ku ew jî mêr in. Jibîr dikin ku di Kurdistana kolonîbûyî da ne
tenê jinên Kurd bindest in, her wusa mêrên Kurd jî. Ji bo azadî û serxwebûna
miletê Kurd û Kurdistanê, mêrên Kurdan ji jinên Kurdan qat bi qat zêdetir
hatîne kuştin, girtin û êşkence dîtine, nexwe çima tenê behsa jinê tê kirin?
Gelo divê mêrê Kurd ji ber ku mêr e, ji xwe şerm bike? Gelo awayekî ji awayan,
dikare ji vî “bar û rencîdebûna”mêrbûnê bifilite? Gelo ev “jinên azad” çima
behsa wekhevîya jin û mêran nakin, qê mêr cisnekî naletî û necis in? Ew qedr û
îtîbara ku “jinên tevgera azadîyê” ji bo LGBT+ an dide, çima ji bo mêrên Kurdan
nade?
Behsekî sereke
ya partîya legal ya PKK heye ku wusa dibêje: “Laz, Çerkez, Arap, Kürt, Türk ve
kadınların mücadelesi.”(*1) Dibe ku cîyê navê rêza miletan carna cihê be. Çima
jin di dereceya du miletên sereke û çend miletên piçûk da tên dîtin? Gelo mêr
kû va çûn? An jî “Laz, Çerkez, Arap, Kürt ve Türk” hemû dibin nûner û
versîyonên mêran? Jin News, Jin Tv hene, gelo Mêr News û Mêr Tv xwe li kê derê
veşartine ku em bi wan nizanin? Di vê navnîşana Wîkîpedîayê da navê 10 partî, rêxistin
û yekîtîyên jinan hene ku ez dibêm qê piranîya wan girêdayîyê PKK ne, gelo PKK
bi xwe, partîya mêran e? https://ku.wikipedia.org/wiki/L%C3%AEsteya_tevger%C3%AAn_jin%C3%AAn_kurd An jî, Roj Tv, Ronahî Tv, Fırat Haber Ajansı
û hwd. hemû yên mêran nin? Jinekolojîyê çêkirine, gelo ev “mêrekolojî” li kê
derê ye?
Ku “jin” hêmana
bingehîn ya têkoşînê be, hingê jinên Tirk, Faris û Ereban ji mêrên Kurdan
nêzîktirê vê jina Kurd e, lewra jinên Tirk, Faris û Ereban jî wekî jinên Kurdan
“wek Jin, bi jinbunîya xwe azad nîn in, yanê ji ber jinbunîyê jiyan li wan
hatîye qedexekirin, helbet ew ji jinbunîya xwe hatine surgunkirin”. Di vê xala hevbeş ya jinbûnê da, Kurdbûn,
mafên Kurdan yên miletî û welatî tunene. Ev yek gelek dişibe wê îdeolojîya
çepîtîyê, ku ji bo şoreşê divê ku “karkerên hemû cîhanê yek bin” û bi vî awayî
karkerên Kurd jî ji pirsgirêka xwe ya sereke ya netewî bi dûr bisekinin û bi
alayên sor bibin dûvikên karkerên Tirk, Faris û Ereban û her wusa jî, di
versîyona îslamî ya vê mijarê da jî, Kurd bibin perçeyekî ummeta îslamê û bi
pirsa xwe ya netewî û welatî ra mijûl nebin.
Mirov 2, 2017, rejî, 34,5x22 cm.
Li ba jinên Kurd
yên ku tenê bi nasnameya “jinbûnê” dertên pêş, bi awayekî vekirî û zelal daxwazên
azadîya miletê Kurd û serxwebûna Kurdistanê nîne, naxwazin behsa navê azadî û
hukumranîya miletê Kurd ya li ser Kurdistanê - ku ew jî serxwebûn e - bikin. Tenê
behsa azadîyêkî tê kirin, ku çarçoveya wê di nav mij û moranê da xwuya nake. Ew,
civata Kurd ya perçe-perçebûyî hê jî perçe dikin. Îtîbara wan li ber çavê mêrê
Kurd dişkê, vêca wî “mafî” didin mêrên Kurd da ku ew jî bêjin “Em mêrên Kurdên
azad, dildarên serxwebûna milet û welatê xwe”. De vêca were û vê meselê safî
bike!
Mêrên Kurd ne
berpirsîyarên her xirabîya ku li jinên Kurd hatine kirin nin, çewa ku jinên
Kurd jî ne berpirsîyarên her xirabîya ku li mêrê Kurd hatine kirin nin. Her
ferd berpirsîyarê qencî û xirabîya xwe ye. Ev retorîka “jinên azad” ku bi
awayekî giştî “erkek egemen sistemi”ya (*2) mêran tawanbar dike, ku daxwaza
serxwebûna Kurdistanê jî wek daxwaza sîstema serdestîya mêran ya li ser jinan
bi nav dike, gelek dişibe wê retorîka tevgerên nijadperestan. Nijadperest, di
mijarên negatîf da mirovên xerîb (an jî di mînaka Kurdan da, bindest) wek
takekes nabînîn, lê wek kom dibînin. Wek mînak li Almanyayê (an jî li
Yunanîstanê) dema ku kesekî xerîb karekî xirab bike (her wusa Alman jî
xirabîyên bi vî rengî dikin), hingê ev nijadperestên hanê nabêjin ku vayê bêvankes
an jî kesekî bîyanî vê xirabîyê kirîye, lê dibêjin ku xerîb an jî serreşan vê
xirabîyê kirîne.
PKK ya ku
xwedîgiravî “ji bo Kurdistana serbixwe û yekbûyî” hatibû avakirinê, piştî
girtina serokê xwe, dev ji vî armancî berdaye û tew êdî vekirî bûye dijminê
serxwebûna Kurdistanê jî. Di pêvajoya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê (2017)
da, me vê dijminatîyê hanê vekirî û zelal dît. PKK dewletê wek rêxistina mêran
bi nav dike û avakirina dewleta Kurdistanê jî wek hewl û daxwaza bindestkirina
jinê bi nav dike. Maşelah.
Mirov 3, 2017, rejî, 34,5x22 cm.
Kurd û Kurdistan,
civat û welatekî pirreng in. Ev zengîntîya zarava, ol, mezhep ya Kurdan û
pêkhateyên etnîkî, dewlemendîya Kurdan û Kurdistanê ye. Ku Kurd karibin dewleta
xwe ava bikin, hingê ev hemû pirrengî dikare bibe bingehekî xwurt ya
demokrasîyê. Lê di şertên bindestîyê da, ev pirrengî dikare ji bo Kurdan bibe
dezavantaj jî. Dijmin, dijmin e û ê her dijminatîya xwe bi me bike. Ê bixwaze
Kurdên Rêya Heq (Alewî), yên Êzidî, yên Yarsan –Kakayî, yên Kird (Zaza) ji
Kurdan cihê bike, yên Şiî û Şebek ji Kurdan cihê bike. Ku dijmin di vê daxwaza
xwe da serbikeve ê hingê Kurd tenê Kurmanc û Soranên misilmanên sunnî bimînin,
ji xwe ê bixwaze Kurmanc û Soranan jî ji hev cihê bike. Behskirina jinê wek
hêmayekî sereke, dikebe nav çarçoveya perçekirina Kurdan. PKK, ji niha va ew jinên
Kurd ku dikare tesîrê li wan bike, kirîye dijminên mêrê Kurd û serxwebûna
Kurdistanê. Ji bo wan xirabîya herî mezin, ev sîstema dewletparêz a mêran e.
Di van şertên
bindestîyê da, di nav civata Kurdan da gelek nasname hene: Ji bo hin kes û
koman musilmantî nasnameya sereke ye, ji bo hinên din çepîtî, alewîtî, êzidîtî,
şiîtî û hwd. Û niha jî, nasnameya jinê! Ku nasnameya me ya sereke Kurdbûn nebe,
hingê wek milet û wek welat em ê ji hev bikevin û em ê nikaribin bigihîjin
mirazê xwe, ku ew jî azadîya miletê me û serxwebûna welatê me ye.
Ev zêde-zêde
behskirina jinê, jinê ji xusîsîyetên netewî û welatî dûr xistîye, êdî “jin
jîyan azadî” ye, lê “jin jîyan Kurdistan” nîne, an jî “jin û mêr,
tevr û bêr” nîne da ku em jî wek milet “bibin mîmarê dîwarê xwe”. Ku
tenê “jin jîyan be”, hingê, gelo mêr çi qurader e? Nîvê nifûsa Kurdan qê najî,
an jî qê tu rola wan di avakirina vê jîyanê da nîne?
Bendewarî, 2016, rejî û pastelên ziwa, 21x29,5 cm.
Gelo çima
refleksên parastina zimanê kurdî li ba jinên Kurd ji ya mêrên Kurd jî qelstir
e? Çima “jinên azad” behsa vê yekê nakin û vê yekê ji xwe ra nakin pirsgirêk?
Di sala 2010an da, di hevpeyvîna ku kovara Jinan (ya PDK Îranê ye) bi min ra
kirîbû da, li ser mijara jin û xwedîderketin û parasina zimanê kurdî, ez vê
yekê dibêjim:
“Pirs: Gelek
wêneyên tu dikşînî yên jinan, wateya wî karê te çi ye?
Rast e. Min
rêzekî mezin grafîk û resimên bi mijara jinan çêkirîye. Sedemên vî tiştî hebûn.
Li bakûrê Kurdistanê, min digot qê jin lokomotîva parastina ziman û kultura kurdî
ne, min qedrekî mezin dida jinê, bi van fikr û ramanan min berhemên xwe diafirand.
Her wusa dîmenên jinên Kurdan yên bi cil û libasê kurdî, li ba min ji bo çêkirin
û nîşandana mirovên Kurd, motîvên muhîm bûn. Disa divê bêjim ku, di helbestên
kurdî yên sedsala 20an da, gelek caran welat û Kurdistan bi jin an jî
bi dayikê va hatîye temsîlkirin, dibe ku ev yek jî tesîr li min kiribe.
Lê malesef ez
şaş derketim. Ez pê hisîyam û min fêhm kir ku vayê di pêvajoya asîmîlasyona zimanê
kurdî da rastîyekî din ya jinan heye. Jinên Kurdan bi zimanê tirkî nizanibûn ji
ber vê yekê, ji mecbûrîyetê di nav xwe da û bi zarokên xwe ra bi zimanê kurdî diaxivîn.
Dema ku ew ji fêrî zimanê tirkî bûn (ne tirkîya baş, lê ew tirkîya xirab û şikestî
ya ku xelkê Kurd pê diaxive), êdî ew jî wekî mêran rabûn inçik û lotikên zimanê
tirkî. Jinên Kurd ku di nav civata kurdî da bindestên mêr, bira, xesûyên xwe
ne, wan di zimanê tirkî da ji xwe ra modernbûn û xwedîmafbûnekî sexte û derewîn
peyda kirin. Ew, dev ji zimanê kurdî berdanê û bi tirkî axaftinê ji xwe ra wek
marîfet dihesibînin. Refleks û pratîka wan ya parastina zimanê kurdî, dibe ku ji
yên mêran jî kêmtir be.
Divê ku ez li vir
bêjim ku kapasîteya zanina van jinan ya bi zimanê kurdî, wekî jinên her miletî,
gelek fireh e, ew bi dehan, bi sedan çîrok, meselok, serpêhatî, pêkenok, sitranên
bi kurdî dizanin, her wusa dikarin behsa gelek tiştan jî bikin, lê ew vê kapasîte
û xezîneya xwe ya bi zimanê kurdî davêjin nav kanalîzasyon, serab û ser
sergoyan, bi kurdî napeyvin û tercîha xwe bi zimanê tirkî da dikin. Kapasîteya
zanîna wan ya bi zimanê tirkî, dibe ku negihîje 10% ya kapasîteya zanîna wan ya
bi zimanê kurdî jî! Tirkîya wan ya şikestî, dişibe tirkîya nezan û kêmaqilên Tirkan.
Bêçare, 2016, krayon, 21x29,5 cm.
Li bakûrê Kurdistanê,
li gelek bajar, qesebe û heta gundan da, qîmet û maneya zimanê zikmakî bûye
perçekî rûvî an jî goştê xirab yê ku qesab davêjin ber devê kûçikan: Jin û mêr
di nava malê da bi zimanê tirkî dipeyvin, zarok bi zimanê tirkî têne dinê û bi
zimanê tirkî mezin dibin. Piştî bindestkirin û bêstatûhiştina Kurdan, ya ku di
peymana Lozanê da jî hatîye testîqkirin, serketina herî mezin ya dewleta
dagirker ya Tirka, ev asîmîlekirina Kurdan e. Ku sîyasetvanên Kurdan tedbîrên
radîkal nestînin û bicîhneynin, di pêvajoya 30 - 40 salên pêş me da wê zimanê
kurdî ji nav xelkê rabe û wê tenê wek zimanê çend sed hezar welatparêz û zimanparêzan
û her wusa jî wê wek zimanê dîn û ehmeqên emirmezin bimîne.
Ev dîmen, li ba
keçên ku di nav polîtîkaya kurdî da ne hê jî xirabtir e. Bêy ku fedî bikin, ew,
di civinan da, li ber jinên 50 – 60 salî yên ku bi tirkî nizanin, bi zimanê
tirkî behsa “rizgarîya jinê” dikin. Çewa ku serokên van keçan tu qîmetê neda zimanê
kurdî, ew jî eynî polîtîkaya zimankuj didomînin.
Bê guman keç û jinên
bi rûmet, yên ku li zimanê xwe xwedî derdikevin jî hene, lê malesef hejmara wan
gelek kêm e.”
Binêre: http://huneruraman.blogspot.com/2011/04/hevpeyvina-kovara-jinan-b-serhad-bapir.html
Kompozîsyon, 2017, pênusên rengîn, 25x17,5 cm. |
Ku li Kurdistanê tevgerekî netewî û civakî ya jinan bi rastî jî hebûya, divîyabû qenebî derbarê hin mijaran da xwedî gotin û pratîk bûya. Ev zêde îddealîzekirina jinê, jinê ji rastîya jinê jî gelek dûr dixe. Ez ê li vir behsa çend pirsgirêkên civakî bikim ku jin û mêran aleqeder dikin û divê li ser sedemên van mijaran em bifikirin.
Li Kurdistanê,
li bajarên wekî Batman û Dîyarbekirê, jinên Hüda Parê yên ku bi hezaran dertên meydanan,
an jî di salonên mezin da dema ku şova qedandina perwerdeya Quranê û tişt
miştên din dikin, hene, divê em çi ji bo wan jinan bêjin? Gelo ev jî ne jin in
û her wusa ew jî wekî me ne Kurd in? Ku tenê jin, “jin, jîyan, azadî” be, hingê
van jinên Kurd çima ew jinbûn, jîyan û azadîya xwe teslîmê vê versîyona tûj a
ola îslamê kirine? Bi îdealîzekirina jinê da û di slogana “jin, jîyan, azadî”
da bersiva vê pirsê nîne. Ev slogan nikare bersiva wê pirsê bide, ka gelo ji
ber çi sedemî li seranserê cîhanê, anagorê mêran, çima jin zêdetir muhafezakar
û olperest in? Gelo sedemên vê îtaatê çi ne?
Em dizanin ku li
seranserê dinê, ji alîyê mêran va kuştina jinê, ji alîyê jinan û yarên wan va
kuştina mêran gelek zêdetir e. Ev yek di nav dewletên ne demokratîk da zehf
zêdetir e. Lê ev mêrên kujer, berîya bibin kujer, ji alîyê dê û bavên xwe va
têne mezinkirin û heta zarok bibin 10 salî, herî zêde jî dê bi van zarokan va
eleqeder dibin. Di peydabûna karekterên zarokan da rola dayikê ji ya bav kêmtir
nîne. Gelo ev dayîk qê ne jin in? Li Kurdistanê jî kuştina bi navê “namûsê”
heye. Gelo rola jinê di sitandina biryara “paqijkirina namûsa malbatê” da çi
ye, gelo çima nabe û nikare bibe asteng? Çima bi jin û mêr va, malbat kurê xwe
yê 15-16 salî (ji bo ku cezayekî piçûk lê were birrîn) dikin kujerê xwuşka xwe?
Ma qê ev ji bo wî bira û kurî jî zulm nîne?
Kompozîsyon, 2017, pênus, 25x17,5 cm.
Li Kurdistanê hê
jî sîstema “qelen”ê li gelek cîyan heye û her wusa jî, daxwaza “em ji bo keça
xwe hewqas bazin, hewqas zincîrên zêr û hwd. dixwazin.” Em dizanin ku ev yek, xortên
Kurdan û malbata wan perîşan dike. Xort berê xwe didin Tirkîyeyê û di karên
gelek zehmet û tehlûke yên wekî înşaat û yên mayîn da bi salan dixebitin da ku
qelenê bûkê û heqê zêran berhev bikin. Min heta niha qet nebihîstîye ku ev
“jinên me yên azad” çûbin dawetekî ku piştî pêvajoyekî wusa çêbûye protesto
kiribin û banî xelkê kiribin ku neçin dawetên bi qelen û yên bi şov û forsa zêr
û peran.
16ê Oktoberê, 2017, hibra çînî, 34,5x22 cm.
Di pêvajoya
Referandûma Serxwebûna Kurdistanê da, PKK li Silêmanîyê jinên “tevgera jinên azad”
derxist pêş kamerayên qenalên televîzyonên xwe û qenalên başûrî yên ku li dijî
referandûmê bûn. Ev “jinên azad” dewletbûna Kurdistanê wek hewlekî binpêkirina
mafê jinan dan nasîn. Lê min heta niha qet nebihîstîye ku ev “tevgera jinên azad”
kampanyayekî li dijî sunetkirina keçên Kurd çêkiribin, li ber malên wan jinên
“sunetçî” mîtîngên rûreşkirinê û protestoyê çêkiribin.
Ez bi xwe hebûna
statûya başûrê Kurdistanê gelek giring dibînim û pişgirîyê didimê, lê ev nayê
wê wateyê ku divê ez mirîdê her pratîka wan bim. Ez xwedîyê helbesta
“"Helal be" ji we ra!” me. Binêre: http://huneruraman.blogspot.com/2009/03/ez-heyrane-we-me.html
Ez li vir
naxwazim behsa pratîka PKK û jina Kurd, A. Öcalan û jina Kurd bikim, kesên ku
ji PKK veqetîyane heta dereceyekî behsa vê
yekê kirine û dikin. Tenê dixwazim bêjim ku, em ji wan fêr dibin ku, vayê A.
Öcalanê li Şamê xwedîyê harema xwe ya bi jinên Kurd bûye û qet qedr nedida jina
Kurd. Trajedîya jina Kurd ew e ku, jêtirê ku ji alîyê hêzekî totalîter û ne
demokratîk va hatîye azad kirin! Vêca ev “Jina azad” ji xwe napirse, dema ku li
seranserê dinê derdora 230 dewletên mezin û piçûk hene û her yek ji van dewletan,
ziman û kultura xwe, menfeatên miletên xwe diparêze, gelo çima dewleta me jî
tuneye? Em ê qê wek milet û welat her koleyên Tirk, Faris û Ereban bimînin? Ku
dewlet tiştekî xirab be (çewa ku aqilê PKK dibêje), çima heta niha li ser rûyê
dinê me miletekî nedîtîye ku bi destê xwe dewleta xwe ruxandîye û ji hev
belawela kirîye û bi vî awayî xwe “azad” kirîye? Jina Kurd divê xwe ji xapandin
û manuplasyona PKK rizgar bike, bi tevî mêrê Kurd bibe dildarê serxwebûna welat
û miletê xwe û her wusa jî, dildarê mafên her beşên civatê, yên heywanan û
parastina xwezayê.
Kompozîsyon 2, 2017, rejî, 34,5x22 cm.
Anarşistên her
miletî hene û ew ji zikê têr yê bi dewletbûna miletê xwe xeber didin û li dijî
dewletê ne, lê ev anarşîstên min û te bi îmtîyazên ku dewleta wan dide wan
dijîn: Ew bi zimanê xwe perwerdeyê dibin, bi zimanê xwe bi miletê xwe ra xeber
didin, her yek ji wan xwedîyê nasnameya dewleta xwe ye, dema ku ji welatê xwe
diçin welatekî din, bi nasname û pasaporta dewleta xwe seyahetê dikin, dema ku
li cihekî dereke serê wan bikebe belayê, ê hingê dewleta wan xweyîtîyê li wan
bike. Em, ew Kurdên ku bi nasname û pasaportên dewletên dijminên xwe ne, ku êdî
ne bi zimanê xwe, lê bi zimanê kujer (tirkî) yê dijminên xwe bi hev ra diaxivin, em bi kîjan aqilî bûne “rêberên
Rojhilata Navîn û hemû mirovatîyê yên dewletnexwest”? Ku ev xwexapandin nîn be,
nexwe çi ye?
Bê guman gelek
pirsgirêkên civata Kurd hene û bêyî ku em hêvîya serxwebûna Kurdistanê
bisekinin divê ku ji niha va em li ser van pirsgirêkan bibin xwedîyê fikir, pêşnîyar
û pratîkan. Pêvajoya wekhevîya jin û mêran, pêvajoyekî dûr û dirêj e û nişkava
pêknayê. Ev pêvajo di welatên herî demokratîk da jî hê pêk nehatîye, lê li wir
tedbîrên qanûnî ji bo vê wekhevîyê hene. Wek mînak divê % hinde yê
parlementeran jin bin û hwd. Pirsgirêkên her beşên civata Kurda hene: Zarok,
ciwan (keçên xame û xortên ezep), jin û mêrên Kurdan, yên xwedîyê pêdîvîyên
cûda. Lê ku em nebin xwedîyê milet û welatê xwe, em ê nikaribin di şerên
bindestîyê da, di bin sîya Tirk, Faris û Ereban da bi awayekî baş van pirsgirêkên
xwe çareser bikin.
Ji ber ku di nav
civata me da jî, jin bindestên bindestan nin, bi polîtîkaya “cudakirina
pozîtîv” behsa azadîya jinê kirin, teşwîqkirina jinan ji bo bidestxistina maf û
azadîyên jinê, di bin banê têkoşîna netewî da xwerêxistinkirina otonom ya jinê
tiştên baş in. Lê ya ku dibe ev nîne. Em behsa rêxistinekî ne netewî, ne
demokratîk û dîktator dikin ku jinê ji xwe ra kirîye amûrekî bikaranînê û
manuplasyonê.
Kompozîsyon, 2017, rejî, 34,5x22 cm.
Çewa ku zimanê
sereke yê PKK zimanê tirkî ye, zimanê sereke yê vê “tevgera jinên azad” jî
tirkî ye. Tu dibêjî “Nifşa nû jî bi kurdî napeyîve, ev jî surgunkirin e,”, lê
nifşa berîya ya nû jî êdî bi kurdî napeyve. Ew Kurdên ku ji kapasîteya tirkîya
“xwe” zêdetir bi kurdî dizanin, êdî ew jî bi kurdî napeyvin. Piranîya ew Kurdên
ku bi Kurdbûna xwe hisîyane û polîtîze bûne û di hilbijartinan da dengê xwe
didin partîya legal ya PKK, bi zimanê miletê xwe napeyvin. Haya me baş ji
polîtîkaya dewleta dagirker ya asîmîlasyona zimanê kurdî heye, lê partîyên
Kurdan jî, bi zimanê tirkî ji vê polîtîkaya zimankuj ra bûn balgî û palpişt.
Partîya herî mezin PKK ye û gunehê herî mezin jî di stûyê PKK da ye. “Pirsa zimanê
kurdî, ji berê va ji bo PKK pirsekî taktîkî ye, wek heremekî sîyasî, ya ku hin
Kurdên dervayê PKK tê da aktîv in û divê ew jî wek taktîk dest bavêje vê
heremê, lê nihêrtin. Ji bo PKK nebû pirsekî stratejîk, nebû pirsekî wusa ku man
an jî nemana miletê Kurd, an jî bi gotinekî dî, ku berdewamîya hebûna miletê
Kurd bi vê meseleyê va girêdayîye.” Binêre: http://huneruraman.blogspot.com/2008/12/end-ditn-l-ser-kurd-1-trt-6.html
Xeynî dewleta
Tirkan, 2 hêz hene ku herî zêde xizmetê ji bo zimanê tirkî kirine: Yek tevgera
Fethullah Gülen e û ya dî jî PKK ye. Lê bi ferqekî, tevgera Fethullah Gülen bi
rêya dibistanên xwe yên li seranserê dinê, tirkî fêrî zarokên xelkên din dike,
PKK jî di nav xwe da tirkî fêrî Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û Kurdên
Qafqasyayê kir û dike.
Gelo “jinên
tevgera azadîyê” ji xwe dipirsin ka çima di nav dewlet û miletên pêşketî û
paşketî da mînakên wekî “jin news”, Jin Tv, Jinekolojî û hwd. tunene? Gelo
jinên miletên dinê hê ji xewê şîyar nebûne, an jî pirsgirêkên wan tev hatine
çareserkirin? Di vê dinyaya li ser dewletan va avabûyî da, em wek Kurd, ew
sêwîyên ber dîwaran, miletekî bê heq û huquq û xwedîyê welatekî ku di nav
nexşeya cîhanê da navê wî nîne û xwiya nake, xwedîyê zimanekî ku tê kuştin û ku
em bi xwe jî wek xelq xweyî li vî zimanê dernayên û dev jê berdidin, gelo em
miletê herî jîr û zanayê cîhanê ne ku bi vî awayî behsa “tevgera azadîyê jinê”
dikin? Paşmahîya îdeolojîyên komunîzm (û Îslamê jî) vê yekê tîne serê miletekî
bindest yê bê pusulaya netewî, ku êdî enerjîya me Kurdan ji bo “cumhurîyeta
demokratîk” yên Tirk, Faris, û Ereban û ji bo “neteweya demokratîk” a ku ji
“laz, Çerkez, Arap, Kürt, Türk ve kadinlar”an pêk tê û ku fikrên A. Öcalan
dihebînîn, dide xerc kirinê, an jî di versîyona îslamî da, ji bo selameta
ummeta Îslamê tê xerc kirinê. Bê lome be, wek milet û welat, heyfa me!
Kompozîsyon, 2017, hibra çînî, 19,5X30,5 cm.
Ji alîyê dî va,
ez dibêm qê, ji bo her tiştê xirab û negatîf em nikarin bêjin “surgun”. Lewra,
şikandin, bindestkirin û kolonîkirina Kurdan û Kurdistanê surgun nîne, her wusa
jî, qedexekirin û kuştina zimanê kurdî jî. Rewşa Kurdan û Kurdistanê ji
kolonîbûnê jî xirabtir e, lewra di kolonîbûnê da, xirab be jî statûyekî
heye.
Di surgunê da,
kesê/a surgunbûyî kêm zêde wekî xwe dimîne, ango hebûna wî ya fîzîkî raste-rast
di bin tehdîtê da nîne, hebûn û azadîya wî di warekî din da hatîye sinordar
kirin. Di şertên bindestîya me da, ew Kurdên ku hebûna xwe wenda dikin, dibin
Tirk. Çewa ku em dibînin, Laz, Çerkez, Arnawûd û hwd. jî, hemû bûne Tirk. Her
wusa ew Kurdê ku zimanê xwe wenda dike, asîmîle dibe, êdî ziman û kultura tirkî
di jîyana wî da dibe serdest û êdî bi vî zimanî radibe û rûdinê, ku fehma
Kurdbûnê li ba wî tunebe û ev fehm ne xwurt be, hingê ew jî bere-bere dibe
Tirk. Her çiqas îstîsna hebin jî, ew êdî bi rihetî nikare li zimanê miletê xwe
vegere. Di surgunê da, qedandina surgunê wek îhtîmal her gav heye, lê ew Kurdê
ku hebûn û zimanê xwe wenda dike, ew êdî çem û çem diçe.
Ku em navê
surgunê li her tiştê xirab bikin, hingê kesekî feqîr, ji malhebûnîyê hatîye
surgunkirin, kesekî ku ev çend sal in ku neçûye teatîlê, ji teatîlê hatîye
surgunkirin, reşikên (çermreş) ku leqayê nijadperestîyê tên, ji wan “standartên
mirovîbûnê” yên ku çermsipîyan danîne, hatine surgunkirin. Kesekî ne dildar, ji
eşq û evînê hatîye surgunkirinê. Werhasil “surgun” dibe joker û bi vî awayî
dibe navê her pirsgirêk û xirabîyê.
Ez dizanim ku ev
nivîsa min dirêj e, hêvîdar im ku bi xwendinê min te newestandibe.
Silav.
*1 “Têkoşîna Laz,
Çerkez, Ereb, Kurd, Tirk û jinan”.
*2 “Sîstema serdestîya mêran”.
*3 Ji xeleve: Xwedîgiravî.
Kompozîsyon, 2022, hibra çînî, 26,5X19,5 cm.
&
Piştî ku min
nivîsa xwe ji vê xanimê ra şand, ewê ji min ra got “Gelek spas, destsax“. Min
jê pirsî “gelo ka te e-maîla ku min ji te ra şandibû xwend?”
Ewê jî got “belê
min xwend. Destsax be”.
Hingê min jê ra
wusa nivîsî:
Êvara te xweş be
Binevş.
Dema ku min
fikrên xwe yên di wê e-maila xwe da nivîsî, min digot qê tu yê jî wek jineke
Kurd fikra xwe li ser van mijarên ku min behsa wan kirîye, ji min ra bêjî.
Qenebî tu yê bêjî "di vê mijarê da tu şaş î û di vê mijara din da jî, te
tenê behsa alîyekî vê meseleyê kirîye, ev alîyên din yê vê meseleyê jî hene û
hwd."
Mijarên wekî
"bindestîya jinê, azadîya jinê, jina azad, tevgera zayendî ya jinê,
manûplasyona azadîya jinê, “jina azad” ya ku serxwebûna Kurdistanê naxwaze, jin
û ziman û neteweperwerî û hwd.", ez dibêm qê her çiqas me hemû Kurdan
elaqeder dikin jî, malesef Kurd hinde behsa van mijaran nakin.
Xwîya dike ku tu
naxwazî fikra xwe ya li ser vê mijarê ji min ra bêjî, bê guman ev mafê te ye,
lewra em bi hev neşêwirîne û me negotîye "ka em behsa vê mijarê
bikin", her wusa jî em hev nas nakin û samîmîyetekî hinde di navbera me da
nîne ku wek jin tu bi min ra di van mijaran da bikebî nav diyalogê. Tişkî nabe,
bila canê te sax be.
Di nav xweşîyê
da bimîne.
Kompozîsyon, 2022, hibra çînî, 27X19,5 cm.
&
Ewê jî van
tiştan ji min ra nivîsî:
“Dema te jî xweş
be û destsax ji bo her du nivîsên te jî... Belê min her du nivîsên te jî
xwendin, te fikrên xwe yek bi yek aniye ziman.
A yekem ez rast
nabînim ku li ser fikra însanan biaxivim, manupule bikim, biguherînim... her
însan bila bikaribe fikra xwe bibêje, parve bike û mudahaleyek lê nebe.
A duyem jî,
mixatabên fikrên te ez nîn im, tu dikarî nivîsa xwe ji mixataban re jî bişînî,
bi wan re nîqaş bikî ( ger tu dixwazî fikrên xwe niqaş bikî).
Mijara
"pirsgireka JİNê" tenê ne di kurdan de, di hemî neteweyan de mijara
sereke ye.
Li ser vê mijarê
gelek pirtûk, maqale, gotar û hwd hene, gelek teorî piyaseyê têr dike.
Li ser van teorî
û pirtûkan jî gelek pirtûk û nîqaş hene... Ez tenê dikarim van bixwunim,
bişopînim û fikra xwe bi gelemperiyê re parve bikim. Ger ne, bersivdayîna yek
bi yek zehmet dibe.
Yanê dem têra
bersivan nake bi vî awayê. Nivîsa te û fikrên te xwediyê mixatabekî ye û ew jî
ez nîn im.
Caran mixatab ez
jî bim bi piranî dîsa bersiv nadim.
Bila herkes
fikra xwe bibêje. Ez romanûs û helbestvan im. Bersivdarê fikran nîn im. Dubare
spas û rêzdarî.”
19.10.2024